Hamasê, di 7ê Cotmeha 2023an de, gelek aşkere ye ku bi piştgiriya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê, bi awayekî gelek hovana û terorîstî, encameke amadekariyeke mezin êrîşî îsraîlê û Yahûdiyan-Mûsewiyan kir. Hezar Yahûdî û Emerîkanî kûştin, bi sedan jî Yahûdî û Emerîkanî dîl girtin.

Ev tevgereke mezin ya terorîst û provokator bû. Armanc ew bû ku li Rojhilatê Navîn u li dinyayê kaosek çê bibe. Di armanca xwe de jî serkeftî bûn.

Dema ku Hemasê êrîşî Dewleta Israîlê û Yahûdiyan kirin, ew amade nebûn. Lewma jî piştî êrîşa Hamasê ji zeafiyete îstîxbarat û Dewleta Îsraîlê di nav Yahûdiyan de û li dinyayê hat gengeşî (minaqeşe) kirin.

Hamasê û Îranê jî baş dizanî ku li hemberî êrîşa hovane ya û terorîst, Dewleta îsraîlê jî dê gelek hovane êrîş bike. Lewra tê zanın ku Dewleta îsraîlê Dewleteke gelek xurt e û navenda dewletên rojava ye û li hemberî êrîşa Hamasê ya terorîst û hovanê dê piştgiriya Dewleta Îsraîlê bikin.

Tê zanîn k u di heman dem de Dewleta Îsraîlê li hemberî stratejiya beşekî mezin yên Filîstiniyan û Misılmanan ku dixwazin Dewleta Îsraîlê ji holê rakın û Yahûdiyan-Musewiyan ji Rojhilatê Navîn dûr bixin, di teyakûzekê de ye.

Lewma jî Îsraîlê heman rojê nebe jî û roja duyemîn êrişeke mezin li Gazzeyê kir. Ew êrîşa Dewleta Îsraîlê dom dike û encamên gelek nexweş û trajîk jî derdixe holê.

Ew trajediya dom dike û bi hezaran siwîl tên kûştin û tewanên însanî tên holê.

Îsraîl di vê qonaxê de şerê hewayî dom dike. Xwediyê biryare ku dest bi şerê reşayî bike. Armanca Dewleta Îsraîlê xûya dike ku Hamasê tasfiye bike û Gazzê jî îşgal ûîlxak bike. Êrîşa Hamasê jî, ji bona Dewleta îsraîlê derfeteke mezin ji bona vê yekê derxist holê. Wê encama çewa bibe, ew jî dê di rojên pêş de diyar bibe.

Diyar bû ku Hamasê dema ku êrîşî Dewleta Îsraîlê kir, îradeya Filîstiniyan bi tevayî temsîl nedikir. Serokê Filîstinê Mehmûd Abbas jî ev yeka diyar kir. Lê hezar mixabin di destpêkê Dewletên Misilman û tevayî Misilmanan êrîşa Hamasê şermazar nekirin û negotin ku “heqê Hamasê tune ye ku êrîşî Dewleta îsraîlê bike.” Ji êrîşa Hamasê re xwedî derketin. Wê demê şer bû şerê Dewleta îsraîlê û Rojava û Emerîkayê û Dewletên Misilman û Misilmanan..

Dewletên Misilman piştî ku bûn beşek ji Şerê Hamasê, ev car ji Dewletas Îsraîlê daxwaz kirin ku bila şer bide rawestandin. Diyar bû ku Dewleta Îsraîlê ev nêrîna nedida ber çav û nade ber çav ji. Loma jî ez di wê baweriyê de me ku ev şera dê dirêj bajo. Xeterî heye ku şer bibe Şerê Rojhilatê Navîn û Şerê Cîhanî yê 3emîn.

Encaman hemû şaran û bi taybetî jî 2 Şerên Cîhanî ji bona însanetiyê bû bedeleke trajediyek û wendakirneke mezin. Hîç şik tune ye ku ev şera jî dê zirarê bide hemû gelên dinyayê û Dewletan.

Ev şera dikare ku ji nûve “Projeya Mezin ya Rojhilatê Navîn (BOP)” bîne holê. Gelek dewletên dagirker û îlxakkar dikarin parçe bibin. Divê ku parçe jî bibin. Piştî ev trajediya mezin divê Dewleta Îranê, Dewleta Federal ya Iraqê, Dewleta Sûriyeyê û Dewleta Tirk parçe bibe. Ji van parçebûnan Dewleta Kurdistanê ava bibe. Ev jî mafên neteweya kurd e.

Tê zanîn û dîrok jî şehîd e ku Kurd 200 sal in ku ji bona dewleta xwe di nav sînorê du împeratoriyan û 4 dewletên kolonyalîst de şerê dewletbunê didomînin. Lê Kurdan nikarî dewleta xwe encama tîfaqa dewletên Kolonyalîst û dewletên dinyayê yên mezin yên emperyalîst yên çep û rast, ava bikin. Dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan, ji Dewlat Kurdistanê ya Mahabadê (1946) re, ji Otonomiya Başûrê Kurdistanê (11ê Adara 1970yî) re û ji encama refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê re jî tehemmul nekirin, ji bona rîxandina wan êrîşker bûn û neteweya kurd bi dehan caran bi qetlîameke jenosîdî re rû be rû kirin.

Divê kurd û bi taybetî Dewleta Federe ya Kurdistanê ji encama vî şerî re amade bin.

Hemû netewe xwediyê maf in ku dewleta xwe ava bikin. Kurd û Filîstîn jî  xwediyê maf in ku dewleta xwe ava bikin. Hemû dinya û dewletên Rohilatê Navîn jî, ji Dewleta Filîstîn re xwedî derdikevin û dewletbûna wan bi awayekî çalak daxwaz dikin. Dewletên Kurdistan kirine kolonî û îşgal kirine (Dewleta Tirk, Dewleta Iraqê, Dewleta Suriyeyê, Dewleta Îranê) jî dewletbûna Filîstiniyan diparêzin û ji bona Filîstiniyan bi çalakî xebat dikin.

Mixabin dinya bi tevayî û dewletên Rojhilatê Navîn li hemeberî Dewletbûna Kurdan bê deng in; dewletên kolonyalîst êrişker in jî.

Di sala 2017an de li Dewleta Federe ya Kurdistanê refêrandûma serxwebûna Kurdistanê hat li darxistin, di encamê de Kurdistaniya ji dewleta Kurdistanê re bi dengekî bilind û bi hejmareke mezin gotin “erê. Dema ku ji bona kurdan ev encama hêja û baş derket holê, li hemberî Kurdistanê tîfaqa dewletên kolnyalîst û rêxîtinên terorîst û hevalbendên wan ava bûn. Din av kjurdan de jî ji bona xwe xiyanetkar dîtin û çêkirin, Kerkuk îşgal kirin. Ji bona encama refêrandûmê cî bi cî nebe serkeftî bûn.

Divê di van şertên awarte de kurd û bi taybetî jî Dewleta Federe ya Kurdistanê, dewletbûna xwe û yan hemû kjurdan vbixwe navenda stratejiya xwe ya siyasî û dîplomatîk.

Divê em kurd li dijî mafên dewletbûna Filîstinîyan jî nebin.

Lê divê em rewabûna Dewleta Îsraîlê biparêzin. Lewra beşekî mezinê misilman û Filîstînî rewabûna dewleta Îsraîlê qebûl nakin.

Em kurd dijminê kesî nînin. Em kurd dixwazin mafên xwe yên neteweyî qezenç bikin û dewleta xwe ava bikin.

* * *

Şerê heyî, ne şerê Îsraîl-Hamasê ye

Yahûdî li dinyayê koçber û belav bibûn. Lê her dem armanca wan a dewlet avakirinê hebû. Loma jî li derveyî axa xwe ji bona dewleta xwe ava bikin, xebatên gelek çalak û bi plan meşandin.  Yahûdiyan, di encamê de di 14ê Gulana 1948an de, di bin pêşengiya Davîd–Ben Gurion de li Tel-Avîvê “Konseya Neteweyî ya Yahûdiyan” hat civandin, di konseyê de avakirina Ddwleta Îsraîlê hat îlan kirin.

Piştî ku 6 mîlyon Yahûdı li Elmanyayê ji aliyê Hîtlerê Faşîst ve hatibûn qirkirin avabûna Dewleta Israîlê serkefetineke mezin bû. Di avakirina Dewleta îsraîlê de sempatiya piştî ku qirkirina Yahûdiyan li dinyayê çêbibû, xwediyê roleke mezin e.

Li cem vê yekê jî, li dinyayê li Emerîka û li Ewrûpayê li hemû dewletan Yahûdı xwediyê sermayeke mezin bûn. Li ser çapemeniya dinyayê bandoreke wan ya mezin hebû. Li dinyayê gelek şirket û holdîng di bin bandora Yahûdiyan de bûn. Yahûdî  xwediyê elîtîkeke hunermend û teknîkî bûn. Bi taybetî ji piştî ku Dewleta îsraîlê ava bû, ev elîta Yahûdiyan ji bona ku sinayî ya leşkerî pêş bikeve xebateke mezin meşand. îsraîl bi her awayî bû dewleteke xûrt.

Piştî ku di “Konseya Neteweyî ya Yahûdiyan” de Dewleta îsraîlê îlan bû, Dewleta Tirk, Emerîka, Engilîstanê û piraniya dewletên Ewrûpayê Dewleta îsraîlê re “erê” gotin. Dewleta îsraîlê bû endama “Neteweyên Yekgirtî”. Li dinyayê li welatên Yahûdî lê dijiyann, vegeriyan Dewleta Îsraîlê. Ew Yahûdiyên venegeriyan jî, bi her awayî, ji bona ku Dewleta îÎraîlê li ser piya bisekine û xurt bibe, alîkarî kirin.

 Lê piştî ku Dewleta Îsraîlê ava bû, di serî de Fîlîstîniyan û hemû welatên ereban Dewleta Îsraîlê rewa qebûl nekir. Ji bona ku Yahûdî û Dewleta îsraîlê  ji holê rakin, kirin armanc. Şerê di navbera Dewletên Ereban Dewleta Îsraîlê de (1967 û 1973) encama ev êfkara û hişmendiya ereban ya nîjadperest û înkarî derket holê, Dewleta Îsraîlê zora Dewletên ereban birin. Vê yekê jî, derxsit holê ku  Dewletên Ereban nikarin Dewleta Îsraîlê ji holê rakin.

Lê di nav pêvajoyê de bi taybetî jî piştî Peymana Camp Dawîd ku Misirê, Dewleta Îsraîlê rewa qebûl kir û Enver Sedat bi îsraîlê rv danûstandin kir, Dewletên din yên ereben jî, ji bona ku bi Îsraîlê ve danûstandin bikin, pêvajoyekê dest pê kir. Lê di navbera Ereban û Dewleta Îsraîlê de heta van salên dawî pêwendiyeke xurt û xwezayî pêk nehat. Di van salên dawî de bi Dewletên Ereban re danûstandin ji bona normalîze bibe gav hatin avêtin. Dewletên Ereban ji hişmendiya ku Dewleta Îsraîlê ji holê rake û Yahûdiyan ji Rojhelatê dûr bixin, dev berdan.

Dewleta Îranê heta 1979an ku Komara îslamî û Teokratîk û faşîst li îranê avabû, li hemberî Dewleta Îsraîlê siyaseta Emerîka û Neteweyên Yekgirtî û piraniya dinyayê dimeşand.

Dewleta Îranê piştî salên 1979an ji bona ku Dewleta Îsraîlê ji holê rabe xebat kir. Armanca Komara îslamî ya îranê ev bû ku împeratoriya îslamî ava bike. Dewleta îsraîlê li Rojhelatê Navîn şik tune ye ku asteng bû li hemberî siyaset û armanca Dewleta Îranê.

Fîlîstîniyan heta van salên dawî Dewleta îsraîlê nas nedikirin. Ji bona ku Dewleta îsraîlê ji holê rakin û Yahûdiyan ji Rojhelatê Navîn dûr bixin, şer meşandin. Di emncamê de mecbûr bûn ku Dewleta îsraîlê nas bikin. Ev pêvajoya bi destê El-Fetîh û FKÖyê dest pêkir. Lê rêxistinên radîqal yên ereban Dewleta Îsraîlê nas nekirin. Lê mecbûr bûn ku dengên xwe bibirin û an jî bi dengekî bilind ev armanca xwe neanîn ser zimên.

Hamas di vê mijarê de xwediyê serpêhatiyeke cûda ye. Hamas piştî salên 1990î ava bû. Fîlîstiyan jî îdia dikir ku Hamas bi destê Dewleta Îsraîlê  ava bûye. Lewra  Hamasê  li hemberî rêxistinên Fîlîstiyan şer kirin. Bi her awayî wek rêxistineke terorîst tevgeriya.

Loma mirov dikare bibêje ku Hamas xwediyê dîrokeke tarî ye. Demekî dirêj e ku di bın desthilatdarî û bandora Dewleta Îranê de ye. Bi giştî tê qebûl kirin ku ev çalakiya terorîstî ya Hamasê li hemberî Dewleta Îsraîlê bi piştgiriya Dewleta Îranê pêk hat.. Dema ji bona vê çalakiyê biryar hatiye dayin jî, dihat zanîn ku serkeftina wan mimkûn nine. Lê îranê dixwest ku Cepheyeke îslamî li hemberî Dewleta Îsraîlê ava bibe.

Qewimandin jî diyar dikin ku Îran di vê siyasetê de serkeftî bû. Ew Dewletên ji bona Hamasê digotin terorîst, ji ev helwesta xwe dev berdane. Dibêjin ku “Hamas rêxistinekî terorîs nîne.”  Dîsa Dewletên Ereban Hamas wek temsîlkarên Filîstiyan nas nedikirin, an jî temsîlkarê beşekî biçûk qebûl dikirin, nûha Hamasê bi tevayî wek temsîlkarên Filîstiyan dipejirînin.

Loma şerê dom dike, bes Şerê Dewleta Îsraîlê-Hamasê nîne. Wûsa xûya dike bi çekdarî nebe jî, şer bûye Şerê Misilman û Dewleta Îsraîlê û Emerîka û Dewletên Rojava.. Dema ku helwesta Dewletên Misilman mirov şirove dike, gelek aşkere dibîne ku hemû misilman derfeta wan hebe dê li hemberî Dewleta Îsraîlê şer bikin. Lê wê hêzê li hemberî Emerîka û hevpeymanên wê û Dewleta Îsraîlê ji bona xwe nabînin.

Şer di destpêkê de bi şerê wekaletê ya Dewleta Îranê dest pê kir.

Gor xwendina min hemû dewletên miisilman hatine wê qenaetê ku divê Dewlet İsraîlê ji holê rabe. Yahûdi jî sirgûn bibin. Ev hişmendiyeke xeter, nîjadperest e. Hişmendiyeke qirkirinê ye.

Ev xeteriyeke mezin e. Êrîşa Hamasê li hemberî Dewleta îsraîlê ne rewa ye û karekî terorîstiyê. Dewleta îsraîlê xwediyê maf e ku xwe biparêzê. Lê divê Dewleta Îsraîlê hiqûqa navneteweyî ya şer re rêzgirtî be. Mafê Dewleta îsraîlê  tune ye ku komkûjî bike.

Diyarbekîr, 14. 10. 2023