1. “Zimanê Kurdî yek cûre ye[1]

Bi pênûsa muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)

Zimanê me ji çar şêweyên mezin pêk tê, ew jî: Kurdî, Goranî, Kurmancî û Gîlekî ne.

1- Kurdî du şêwe ye: Cafî, Lûrrî. Lûrrî jî çar şêwe ye: Piştkêwî, Lekî, Kelûrrî û Bextyarî.

2- Goranî pênc şêwe ye: Hewramî, Bacellanî, Bacellanîyê Caf, Bacellanîyê Berjêrî, Bacellanîyê Berjorî.

3- Kurmancî şeş şêwe ye: Billbas, Ezbenî, Berjêrî, Berjorî, Loloyî. Loloyî jî du şêwe ye: Zîlanî, Mîlanî.

4- Gîlekî du şêwe ye: Gîlanî, Ardewîlî.

5- Mamostayê Freng gelek pesnê xwendewarî, zanayî û dewlemendîya kurdîya Mazinderan diken û haya wan ji şêweyê wan nîne.

Min jî nedîtîye, lê dizanim şêweya Mazinderan Gîlekî ye, çunku digel Reşt, Gîlan, Talliş û Ardewîl cîran in û têkelî hevûdu ne.

6- Di gelekê şehrê Taran û navbera çiyayê Elburiz da Kurd gelek in. Eger çî min nedîtîne, lê ez baş dizanim ku şêweyê wan Cafî ye, çunke navê wan “amoza” ye. Le şêweyên din da “mamoza, memoza, kurrmam, kurrap, pismam” tê gotin, tenê Caf “amoza” dibêjin.

7- Li Xorasanê jî Kurd gelek in, eger çî min wan nedîtîye, lê dizanim li wir du şêwe hene: Goranî, Berjêrî. Çunke Ebû Muslîm Xorasanî ku li dinyayê bi pesnê xwedîdoz hatîye nasîn, ew bi xwe Kurd e û ji qebîla Goran e û mezinê vê qebîlê jî bûye. Zemanekî wî leşkerê Benî Umeyye şikandîye, dinyayê jêr û jor kirîye û wî padîşayê Benî Umeyye li ser rûyê dinyayê rakrîye. Nivîskarê Benî Umeyye gotinekê dûr û dirêj nivîsandîye, wî heqaret li Ebû Muslîm kirîye û gotîye: Zilamkuj, xunrêj, talankerê dunya, hetta bi gotina “ev kes ji Kurda ye” gotina xwe bi dawî anîye. Êdî xuya bû ku Ebû Muslîm Kurd e û genc û pîr û jin û zilamên Goranê Berjêr û Berjor niha jî dibêjin em digel Ebû Muslîm li Xorasanê ji bo şerr hatin û piştî Ebû Muslîm me xiste nav ev çiyayên bilind û zehmet. Ev xwelîserane Ebû Muslîmî dikin kurrê Xuda, yanî derket ku şêweya kevn a Xorasanê Goranî ye.

Piştî hatina Goran digel Ebû Muslîm, Xorasan bê xwedî maye û tîrey “Urz Beg” ku Tûranî ye, her gav êriş kirîye ser Xorasanê û mijûlî şer û tallan bûye. Şah Ebasê Sefewî ku padîşayekî gelek mezin ê Îran bûye, wek ez dinivîsim, ew bi xwe Kurd e ji mezinên tîreya (eşîra) Cîhanbegî ra gotîye: Pênc sed çadir ji vî tîreyê çûye bo Xorasan û ji wê rojê heta niha nevîyê Tûranîyan nebûye. Temaşayê xakî Xorasan biken, zor perrên Cîhanbegî li axa Amedê (Diyarbekirê) bûn, niha li berjêr û berjorê paytexta Turkîye yanî Enqere û Qonye û Xorasan da ne.

Tîreyekî gelek aza, merd û zehf in, yanî derket ku şêweya duwem ya Xorasanê Berjêrî ye.

8- Li Belûcistanê du nejad hene: Belûc, Kurd.

Kurdên Belûcistanê bi zêdeyîya xwe piştî Turkîye û Îran dihên. Min wan nedîtîye lê ez dizanim ew bi du şêwe daxvin: Lûrrî û Bilbasî. Çunku; li merzê çep (şîmal) û rojava (mexrîb) şêweya Lûrrîya Berjor, li axa rojhellat (Meşrîq) şêweya Lûrrî hatîye axaftin, yanî wesa derket ku li Belûcistanê Lûrrî zehf in.

Li axa Mangara (Meabad, Sabllax) tîreya şêr û şêrzadeya Mukîryan heye, ev tîreye bi Bilbasî giftûgo diken û ji wan ra dibêjn Mukîryan. Cihê kurdê Belûcistan jî navê wî “Mukran” e, yanî Mukran û Mukîryan yek tişt in û şêweya wan jî divê yek be.

9- Min Kurdên Hîndistan nedîtîne û şêweyê wan nazanim.

10- Haya min li Kurdên Çîn û şêweyê wan nîye. Lê padşayê Bitlîsî mamosta Şerefxan di nameya Şerefname da dibêje: Li Hîndistan û Çînê Kurd gelek in û haya mamosta ji şêweyê wan hîç nîne.

Mamosta dibêje “Baramê Dawîn” ku bi şêweya Farsî û Şah Ebasî “Baramî Cuyine” jê ra dibêjin û 350 sal jiyaye, wekû Rostemê dastan bi nav û deng padşayê Kurd ê Çîn bûwe û dîsan şêweya wî nîşan nadat.

11- Hinek ji mamostayên ziman di peyva “cawe” da dibêjin: Li care “jawe” û “somaze” Kurd gelek in û behsa şêweyê wan naken, min jî nedîtine û şêweyê wan min nebihîstîne.

12- Li Stenbul, Adepazar, Eskîşehîr, Yuzxad, Bayburd, Amasîye, Edene, Gurcistan, Ermenistan, Qefqas, Daxistan, Azerbaycana Îranê û Rusyê da, Kurd gelek û belav in û şêweya wan Berjorî, Berjêrî, Loloyî, Gulekî, Cafî, Lûrrî û Goranî ye.

Me’nayê ew peyvên ku min nûsîne:

1- “Kurd” bi kafê Erebî û bi rêya meqbûz bûye Erebî û ji “gurd” hatîye ku be kafê Farisî û berê bi zilamê cesûr, dilêr, cengevan û bêminet dibêjin, ji pişt ra bûye bi navê pesnê, leqeb ji bo nejadê me.”

  1. “Zimanî Kurdî yek cûre ye-2[2]

Bi pênûsê muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)

2- Caf ji “cihê be av” hatîye, çunku ev eşîr li kenarê rûbarê Sîrwan da ye, Sîrwan jî ji sî (sê) rûdan hatîye, ku ev sê rûd: Gawerro, Jawerro û Rûxane ye.

 Di nameya Muqedîmetûl Îrfan da min nivîsandîye “û, b, f, v, m” û herfê giran û sivk û jêrî dirêj û tenik di nav xwe da dihewîne.

3- Mamostayên Frreng dibêjin li Hîndistanê deryaçeya (golî) heye bi navê “Lûrr” e û ew eşîr li kenarê ew deryaçê bûne û nav lêkirine “Lûrr”.

Ez dibêjm: 1

Bi şêweya Goran “Lûrr”, bi şêweya Bilbasî “Lîrrû”, bi şêweya Kurmanc “Lêrrewar” û bi şêweya Farisî Lûrr, ji bêşe û cengell ra dibêjin. Berê Lûrristan gelek cengell (daristan) bû, niha jî gelek daristan e, ji ber hendê wan nav lêkirine “Lûrr” û ew tîreya ku di wê merzê (ware) da ye dîsan jê ra gotine Lûrr.

Lûrristan du beş e; Lûrristana gewre, Lûrristana biçûk. Li van her du beşan piştî sedsala (serdema) sêyem û çarem du dewlletê gelek mezin ên Kurd hatîne damezrandin “Hesenî” û “Fezlî” ku mamostayên Ereb ji wan ra dibêjin “Hesnewîye” û “Fezlewîye”.

Şexsên wek xudan ferheng “Mecdedîn Qîrozabadî” û mamostayê hemî misulmanan “Ustad Ebû Îshaq Esferanî” bi şêweya Lûrr axivîne.

Mirov bi başî bifikrî dizane ku Îmamê Ebû Henîfe, Sîbewey û Niftewey jî Lûrr in, terîx li meydanê ye.

4- Goran komeleya “gorr”e, mamostayên ziman û xudan “ferheng” û “burhan” dibêjin:

Sê manayên “gor” hene; navê nejadek e ji ademîzad, navê bajêrek e ji “bin’aye”ya Hîndistan û navê neteweyekê agirperest e.

Ez dibêjm: 2

Gotinên mamostayan kêm û kurt e, çunke çar manayên “gorr” hene. Çarem “xe- gur” e, ev gorre ku navê nejadê me ye ji “gurd” hatîye û “gorr”î din peyvek serbixwe ye. Di “Muqedîmet’ûl Îrfan” da min nivîsîye: Tîpê dal ku bikeve piştî wan ve di şêweya Loloyî yên berjor û berjêr da hemû demê û di şêweyên din da car bi car dikeve. Wekû: “berd, pird, zerd” dibin “ber, pir, zer” û “xuda û bexdad” dibin “xuwa, bexda, bexa” lazime mamosta jî fêr bibin.

Şexsên gelek mezin ên Goran birêz: Bextenesr, Ebû Muslîm, Nadirşa û Babaerdelan e. Ebû Muslîm û Nadirşa min nivîsîye, niha ewên din jî dinvîsim.

Peyva “Bextenesr” ji bo “xudan ser” hatîye bi wateya “serê reîsen= bûye serok”. Bi navê rahame çil birayê wî hebûne, kurrê gîwe, cîhangîrê wekû wî her nebûye, dewleta Asûr û Îsraîlekî li cîhan da rakirîye, bajêrê Kerkûkê danaye ku ew ji koka “gerrek+ûk” dihê. “Gerek, mehalle ye û “-ûk” di zimanê me da nîşaneya biçukkirinê ye.

Temaşayê terîxa ferhenga Fars û Ereb û Kurd “Şerefname” biken.”

  1. “Zimanê me yek cûre ye, şêweyên wî zor in-3[3]

Bi pênûsa muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)

Wekû berê min nivîsîye Goranî çar şêwe ye: Hewramî (Awramî), Bacellanî, Zazayî (Zalzîy), Dumelî (Dumalî).

Ji şêweya Goran Lûrrî derketîye, çunke nîşanê dema niha her gav herfê “m” dibe.

Wekû: Mikero, mikem (yanî dikem) minuysu, minuyism (yanî dinivîsim), miwaçu, miwuşim (yanî dibêjim).

Şêweya Cafî ji Lûrrî û Goranî derketîye.

Wekû: Kinaçê, kinale, kenî, kenîk (yanî keç), babe, bawik, baw (yanî bav).

Ev sê şêwe di peyvên kêm da bi temamî cuda ne, di gelek peyvan da ji ber texfîf, berwajî, cîhgorîyê û jêbirinê ji hev cuda dibin û di hinek kelîman da dişubhêne hev.

Ji şêweya mezin a Lolo du şêwe peyda bûne; Gîlanî (Gêlekî) û Berjorî, ji şêweya Berjorî jî Berjêrî derketîye holê. Şêweya Gîlanî jiber dûrî ji axa kurdewarî û nizîkîya nejadên çiyayê Qaf (qafqas û agir awedan; Azerbayîncan) şêweya wan ji şêweya Lolo gelek dûr ketîye.

Şêweya Billbas ji Lûrrî û Cafî derketîye û têkellî şêweya “Ezbenî” bûye. Şêweya “Ezbenî” ji Cafî û Lûrrî û Bilbasî hatîye û têkelê Berjêrî ye. Berjêrî jî ji Berjorî û ew jî digel Gîlekî ji şêweya Lolo derhatîne.

Ji ber hendê bingeha zimanê me du şêwe ye: Goranî û Kurmancî. Ji bo nivîsandinê du-sê wêne navê tîre û nejadan bi herf dinvîsim wekû “g” Goran, “l” Lûrr, “c” Caf, “b” Bilbas, “e” Ezbenî, “bê” Berjêrî, “bo” Berjorî, “lo” Lolo, “ ‘ ” Erebî, “f” Farsî û “g” nîşaneyê Gîlekî ye.

1- Kelîmeyên Kurdî ji ber guherîna tîpên dema niha diguherin, wekû min nivîsîye.

2- Bi ziyade, kêmasî û qelbkirina herf tên guherîn. Wekû: Ziban, ziman, ziwan, ezman, ‘ezman, hezman. (Lîsan- Erebî ye)

3- Bi qelbbûna (guherîna) herfên dengdêr wekû nan, nên, nîn û kard, kêrd, post û pîst.

4- Bi guherîna nîşaneya mesder, ku di şêweya Goran da nîşaneya mesder yan herfa “-î” yan “-ay” ye.

Wekû: Mitey (rijandin), witey (nivistin), sotey (şewtîn), amay (hatin), kêşay (wezin).

Bi şêweya Cafî û Lûrrî û Bilbasî nîşaneya mesder “-an” e.

Wekû: Kêşan, pêwan.

“-tin” wekû: Kewtin, kuştin.

“-din” wekû: Birdin, mirdin.

“-ûn” wekû: Çûn, bûn.

Nîşaney mesder eger “din” bibê di şêweya Lolo, Berjor û Berjêr û hindek ji Ezbenî da “d” wenda dibe û di nameya “Muqedîmetûl Îrfan” da min nivîsîye, ku “d” li dawîya peyvê be hemû carê dikeve.

5- Tewawkera dema borî di şêweya Goran da “n”, di şêweya Lûrr û Caf da “ge”, di şêweya Billbas da “we” di şêweyên din da “ye” ye. Wekû: Witen (xeftîye), midran (seknîye), hurêzan û xeftge û page, hellsage û xewtuwe û rawêstawe, hestawe û nûstîye, rawestaye, hestaye.

6- Wekû min nivîsîye tîpên dema niha bi Goranî û “m”, bi Cafî “r”, bi Bilbasî layê jor “t” û bi şêweyên din “d” ye. Wekû: Ma çû, muşm, eyjim, telêm=elêm, dibêjim.

7- Di dawîya fî’lên nedîyar û îsmê mef’ûl da bi Goranî “ya”, bi Cafî û Lûrrî “yag”, bi Bilbasî “raw” û bi şêweyên din mesder digel “hatîye” têt, ku ji van fî’lan ra dibêjin fî’lên murekeb. Wekû: Kuşiya, kujiya, gujiyag, gojra, kujra û hatîye kuştin.”

  1. “Yekîtîya zimanê Kurdî-4[4]

Bi pênûsa muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)

Di şêweya Lolo da nîşaneya îsmê mef’ul tîpa “î” ye, wek goranî “ya” nîye. Wekû: Kuştî, birrî.

8- Wate hinek caran berevajî dibe, wekû; kin min, nik min. Wateyên Erebî ku bûbin Kurdî, ew jî tê wergerandin. Wekû: Memleket, melmeket û merheba, mehreba.

9- Edatê “yay”a herfa cerr digore. Wekû bi Erebî tenha “l”, bi kurdî “pey, erra, bo, ji bo, lo”. Dibêjinê: “pey min, erray min, lo min, ji bo, bo min”.

10- Fî’lên emir, di şêweyan da bi mufredî, murrekebî zêde dihên guherîn. Wekû: Hurîze “g”, rabe “lo”, bî, bo “a” û pî be “gî”, hellse “ç”, heste “b”, werxêze “l”, berxêz “f” ye.

Guherîna koka peyvan

Kitêba mamostayê serbilind û hunermend Fîrdews Aşyan û tacê serê Goran, mamosta Reşîd Yasemî min nedîye. Lê di qelema mamostayê paknejad ‘Elaedîn Secadî min fêm kirîye ku Reşîd zor zana bûye û berî ev nivîsê lazime ez sê rêzikan binivîsim:

1- Secadî, Merîwanî ye, di Merîwanê da du tiştê bi nav heye; zêy awî rûbar “zirêbar”, may arî awan “Merîwan”, “ma” zincîreyê kêwekanî (çîyayên) Şaho ye.

Ew kitêba ku ‘Elaedîn Secadî nivîsîye, wek zirêbar kûr û bêdawî û bi qasî çiyayê Şaho bilind û nimayan e. Gelek westiyaye û gelek te’bî bûye di dîroka Kurdan da wî gelek kişandîye, xebateke giran nîşan daye û di dîroka Kurdan da navê wî her bilind e û cihê sipas û teqdîrê ye.

Ew kesên ku dibêjin kitêba Secadî tercemeya kitêba Mihemed Elî Kurdî ye, şaş dikin. Çunke ji vê roja ku Xuda dinya afirandîye û heta niha hîç kes danayî û zanayî li zikê dayika xwe neanîye. Zanayî, namenûsîn (kitêbnûsîn) bi peyrewîya hizr û terceme û xebatê peyda bûye û dibe, lê belê her kes ciwanmêrê vî meydanê nîye. Secadî di vê meydanê de muftî bûye, lazime bê tebrîkkirin û bi hurmet ji navê wî bê behiskirin.

Ji bo aşkirabûna vî karî du-sê peyvan lazme binvîsim: Di kitêba Secadî da pendê “Pîr Şalyar” bi başî nehatîye nivîsîn û ew şaşî ji qelemê yan jî di dema neqlê da yan jî ji şêweya Bacelan hatîye.

“Pîr” li Hewramana text û di gundê “Niwên” da hatîye defnkirin û her salekî eydekê wan heye û keşkan dikirin û mîllet dixun û mezin û biçuk ew pendê Pîr ezber kirine.

Mirov dema temaşeya zimanê Goran û qebîleyên Kurd û temaşeya wezîfe û xwarin û sitran û rûniştinên wan biket, wekû mamoste Reşîd dibêje ku Kurd û Goran ji hevdu cuda ne.

“Goran” bi tîpa “r” ya nerm navê nejad e. Gorran bi rêya req ya mesderî mechûl û ya fî’lên dema borî wate guherîn, ji ber hendê teyul û me’naya Secadî xweşik e lê lefz û gotin qebûl naket.

Mirov dema temaşeya dîrok û nameya loxet û îştîqaq û ziman û bi hev ra rûnîştin û têkeliya wan biket, dibêje Kurd û Goran du qebîle ne û nejadê wan yek tişt e, heta niha kesek ev heqîqet bi başî behs nekirîye û nezanîye binivîse, ji ber hendê lazime bi başî bê nivîsandin.

Wekû berê min nivîsîye “kurd” ji “gurd” hatîye, navê pesna nejad e, her tîrek (eşîrek) di nav nejadê de bi navê tîre meşhûr e. Lê ji der ve navê wan “Kurd” e. Şikakîyên Celalî di nav xo da dibêjin: “Ez Şikakim, ez Celalîm”. Lê eger Ereb, Tirk û Faris ji wan bipirsin, dibêjin “ez Kurmanc” yaxud “ez Kurd” im. Ji ber hendê Kurd navê stayişî (pesn) û gelemperî yê me ye.

Ji Goranîyên Caf (kurdên Şarezûr) û ji tîreyên Lûrr ra dibêjin kurdên Maydeşt û kurdên Lûrristan. Lê ev navê taybet e û ji ber cihê nejadê Kurd e. Wekû min berê nivîsîye du tîre ye; Goran, gormame. Pişt ra ji vê tîreyê, gelek tîre peyda bûne û şêweyê wan zêde bûne û hatine guherîn.”

  1. Yekîtî zimanê Kurdî-5[5]

Bi pênûsa muderîs û parêzer: M. M. (Stenbul)

“Niha jî çend wêneyek dinvîsim, ku hun kûr bibin jê fêm dikin ku şêweya Gormame ji şêweya Goran derketîye û di navbera van şêweyan da cudahî tune û hûn dizanin ku şêweya Goran bingiha zimanê Kurdî ye û dîsan jî dizanin ku şêweya Goran gelek gelek kevn e ji nav Germin “Cirman” (jirman), Ellman û Angir û Latîn û Slav da û di zimanê nejadê gelek kevnar ê Rojhelat da “wekû Japonî” peyvên Goranî gelek in. Wekû; “kuşuma japonî, kuşumin goranî ye” yanî ez dekujim, pîr û pîrejinên Hewramanî dibêjin: Adem li vê beheştê digel nene Hewa pişîle mar çawa derî vekrin û mişextî bûne, gelek lawayî kirîye û bi hemî zimanan du’a kirîye, Xuda du’ayên wî qebûl nekirîye, piştra wî bi şêweya Goran du’a krîye û qebûl bûye. Pîr û pîrejinên Hewramî li ba bapîrê xwe nebûn û du’a ji wan nebhîstine, ev gotin kînaye ye ji gelek kevnî û kevnarîya şêweya Goran.

Mamostayên dîrok hemî dibêjn Bextenesir Goran e, begzadeyên Hewraman ji zawzîyê Behmanê padîşayê bi nav û deng e, her hemî dîsan jî dibêjin ew dewleta Kurda ye, ku pêşî 3500 sal li bakûr hatîye damezrandin. Ev bûye belayê serê Asûrîyan. Ji ber hendê tîreya Goran û Lolo gelek kevn in,  pêş 3500 sal navê wan heye, ji ber vê kêm ta zêde şêweyê wan ji hevdu cuda bûne û di navbera şêweya Tetar, Tirk, Tirkman û Moxol da mîna zewî ta bi asmanê ferqa wan heye û hemî jî Tûranî ne.

Êdî derket ku “gurr” û “gurrmane” digel ku dûr in û ji hevdu jî cuda ne ji alîyê nejadî, lê eger şêweyê wan ji hevdu cuda be êdî asman xira nabe. Û berê jî min nivîsîbû ku ev du tîreye tîreyê “gurr” û “gurrmane” ye. “Mane” ji manend hatîye û “germane” bi wataya “manendî gurr”e, muşebbeh û muşebbehun bi temamî wekhev nabin.

Ji vê gotinê aşkira dibe ku ev du tîre (eşîr), du şêweyê gelek kevn ê wan heye û şêweyên din piştra peyda bûne û şêweyên Kurdî yan yek yan du şêwe ne, ji ber şêweyên nû car car dibin sê şêwe û ji ber mecaz, kînaye, îstî’are û teşbîh zêdetir jî dibin.

Nimûne:

1- Ro, roj herduk jî yek peyiv in û nejadê Kurd me’nayekî dinê wî nîye û ferqê wan pirr sivk e.

2- Şewe, şew, şev ev sê wateye yek tişt in. Ferq tenê texfîf û qelb e.

3- Jenî û jin, ev du wateye yek in. Ferq bi bûn û nebûnê nîşaneya mêyetî ye.

4- Hewrêşe, kerwêşk, kirwêşk û her, ker. Goş, gwê, guhî me’naya ev sê peyvan bi Erebî “uzun” e. Bi texfîf û qelb û gorîn ev yek wate bûwe sê cûre.

5- Witey, xewtin, nusîtin, razan, ev çar peyv sê peyv in çunke razan, nusîtin peyvê rast in. Witey û xewtin bi cudabûna nîşaneya mesder “-î, -tin” û jêbirin û qelb hatine guherîn û li şêweya Şahebas da xeftin heye, rîşeyê her sêyan yek e. Nûstin jî ji “xuspîdin” hatîye, lê belê razan tenê şêweya Kurmane ye.

6- Lawmin, lay min, bal min, ba min, kin min, nik min, ev şeş peyv in lê belê sê wate ne, çunke “law” û “alay” bi qelb, “bal” û “ba” bi jêbirin, kin û nik bi bervajî peydabûne.

7- Çêw, çîşt, çit, tişt, şit, wanêk, wak, herame, hîn, wek dîyare ji bilî yek peyvê Erebî û Farsî û Tirkî “şey, çîze, nesne” neh peyvên Kurdî hene. Lê belê bi rastî çar ya pênc peyiv in, çunku “çit” ji “şit” û tişt, “wak” ji wanêk, yaxud ev çar watane ji “çişt” û yan ev çar digel çêr ji yek kok derketîne û ev neh peyv bi îlmê îştîqaq yan sê û yan çar peyiv in û di zimanê Kurdî da ji bo tiştek ji neh peyv zêdetir nehatîye bihîstin.

[1] Ev rêzenivîsên Mehmed Mîhrî, di kovara Hetaw de, di bi sernivîsa “Yekîtîya Zimanê Kurdî” de hatine belavkirin û ji layî mamoste Prof. Dr. Hêmin Omer ve hatine wergerandin ji bo Kurmancî. Kovarî Hetaw, Jimar: 47, 20 Teşrînî Duwem 1955, s. 1-2-3-4. Bn. Seîd Veroj, 20. Yüzyılın Başlarında Kürd Dili Üzerine Çalışmalar (1900-1923), Weşanên Dara, 2023

[2] Kovarî Hetaw, Jimar: 48, 30ê Teşrînî Duwem 1955, s. 1-2-3

[3] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 70, 20ê Ab 1956, s. 1-2-3

[4] Kovarî Hetaw, Jimar: 71, 30ê Ab 1956

[5] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 72, 10ê Eylûl 1956, s. 1-2-3