Erdnîgariya Rojhilata Navîn; di warê qewm, eşîr, ol û bawerî, ziman, efsane û mîtolojiyê de; mîna muzexaneya pêşbazî, pevçûn, dijminatî, şer, qetlîamên însanî û şaristanî ye. Olên dawî yên Îbrahîmî, li vê erdnîgariyê derketine, belav bûne, şer kirine û hê jî hebûna xwe di nav pêşbazî û pevçûnan de didomînin. Van ol/bawerîyên berbelav, serdest (ortodoks) bawerîyên berî xwe kirin hedef û bi demê re dest bi asîmîlasyona wan kirin. Pîrozîyên baweriyên berê; hatin sûcdar, şermezar kirin û hedef girtin. Rê li ber wan asteng kirin ku di aştiyê de jî nedikaribun ku baweriyên xwe biparêzin. Van bawermendana wek “kafir” dihatin hesibandin û qirkirina wan jî maqûl didîtîn û teşwîq dikirin.

Endamên olên Îbrahîmî yên ku li ser merhemetê ava bûne(wusa têye gotin û îda kirin, lê bi nîqaş e), li hemberî “yên din” ra (yên ku bi wan bawer nabin) bûne “qehhar”. Serdestan, wesfa Xadê yê “qehhar” li ser bawerîyên hindik dimeşandin. Bi van hewlan, xwa di xizmeta ola xwa da didîtîn û înadikirin ew ê  paşeroj dê xelat bigirin.

Di rastiyê de, ol û bawerî dixazin ku; di aşitiyê de, bi nirxên aqilî mirov tev û di ewlehîyê da bijîn (aştî û rizgarî).Lê mixebin oldar û serdestên fanatîk, ew bawerî dijî olên cûda wek çek bikar anîne. Kuştin, talan, sûrgûnî wek şert û mercên ol-bawerîyê dane qebûl kirin. Lewra jî êriş û ketlîam li heremê kêm nebuye. Ew karen nebaş bi nav û wesfên Xuda tête kirin. Dema pagan-Cihû-Xiristiyan-Misilmanan da jî wusa domandîye.

Êzdî ji Xwedê re îbadet dikin, bêguman li Yêk Xwedê yî kî bawer dikin. Di qewl, dua û dirûzan da, wesf û pesna Xadê dikin, navê Xadê hildidin: Ew Êzî-Ezda ye, Yek Xuda ye, Xadayê erd û esman e. Ew zane ku li daristanê çend dar û pel hene. Ew dizane ku di behre da çend keşkül av u lî keraxê çend heb qum-çaqil heye. Ew xadîyê hemu tiştî ye. Ew Xaliq e, Rehman u Rehîm e, xwadîyê rindî, ronahî qencîyê ye. Bê heval û bê şirîk e, Enzel û Axîr Ew e. Wek Wî kesekî din tune; Dilovan û Dilovîn e, Ew ebedî ye, zane ye, Zindîye. Bi hezaran navên Wî hene, afirîner e, navê Wî yê rastî Xweda ye, Ew Êzda ye.

Bi rastî jî, “Di Êzdîyatîyê de Baweriya bi Xwedê” mijara lêkolîneke din e. Ev baweriya Xwedê di Êzdîtiyê de, beriya olên esmanî (Îbrahîmî) hebûye û didome. Di pêvajoya dîrokî de, Êzdî di navbera dewletan û di zik dewletan de, bûne alîyek û bawerîya xwe domandine. J ber ku hindikin, ewna rastî xerabî, îftira û bi qestan hatine. Buna qedexe kirin û êrişan; oldarên serdestan fetwa, siltanan jî ferman rewa kirin e. Dema îro da jî, lêkolînerên terefgir û akademisyen. ew gotinên ne rast bi hîm u perçîn dikine. Ew kar mixabin ne zanistî ye, lê bi rengên zanistîyê carek din dubare dikine.

*

Van gotinên jorîn, ji buna mîtolojiya Tawîsî Melek, yê ku di Êzdîyatîye da pîroze hatine gotine.  Tawisî Melek bi reng û degê xwe, nîşanek Xwedê ya bêhempaye. Taybetmendiyek di navê wî de heye: ‘Tav; ronahi u pîrozbaya peyvê ye. “Us-Tus” tac e lî sera ne, ew “tok” e nişana Êzdîya ne. Tawîsî Melek, tacê serî Êzdîya ne. Di Laleşa Nuranî de civîn çê buye. Melekan di ruhê xassan-qencan-rindan da mekân girtî ye(tecsîm, ew mijarek teosofî ye). Ew buye ‘eyd û coşek mezin e, Melek Tawis “daxir” buye (înzal).

Ev fikra, berî Hz.Îsa jî hebû ye. Di serdema Paganîk de jî, xwedanên her curan hebune. Ew xwedanan îro jî di Êzdîyatîyê da hene û bi navên meruvên çak-pîroz tên bilêv kirin. Tê wê wateyê ku ronahiya îlahî li Laleşê; bihara Jiyanê de, dî ‘eyd û erefata de têye pîroz kirin.  Bi rastî, di Xaçperestiyê de, Îsa Mesîh wekî kurê Xwedê hatîye qebul kirin. Ew yêka, di baweriyê Sêyekemîn(Trînîte: Bav, Kur, Ruhê Pîroz) de buyera tecsîmê beyan dibe. Kesên ku Tawîsî Melek bibînin û Ava Jîyanê (Ab-ı Hayat) vedixwin, çak-xas û paqiş dibin. Bi vê efsane û baweriyê Êzdî, Melek Tawîs pîroz dikin û wî weke qasidê Xwedê û Şex Adî/Hadî jî hevalbend dibînin.

Hinek akademîsyenên xadî wîjdan jî hene û bi kurtahî weha difikirin: “Bi taybetî van salên dawî li ser Êzdiyan gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Lê belê, piraniya van ji hêla derdorên siyasî an teolojîk ve hatine nivîsandin.   Hinek jî van dixazin bî dirûstî û rastî ola Êzî nas bikin. Her kesekî gorî bawerî û îdeolojîye xwa lêkolîn kirî ye, lewra encam jî cuda bune. Mixabin, qismê mezîn Êzdîyan, weke ‘xenîmetek şer dibînin ji buna parva kirine, hevkariyê dikin. Ew dibêjin Bawerîyek Êzdîyan ya statik nîne. Êzdiyatî, baweriyekeBatinî ye (ezoterîk e). Pir zahmete ku mirov bibêje; Êzdiyên li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Ewropayê dijîn, di ji aliyê baweriyê da wek hevu dinin difikirin.” Bi dîtina min, rêxistine ku sînoran zelal bike û bêje Êzdî ev in, nirx û sînurên bawerîyê ewanin, bibe berdevkê Êzdîyatîye u Êzdîyan pêwîste.

*

Neyaran, bawermendê Êzdî;kirine hedef, pevaju tim êrişin, pevçune, revîyane û mirin e. Şîkûr ku ew hêjî wenda nebune , dijîn û îro geş dibin.

Êzdîtî, ol/baweri yêk devkî û Batinî ye, lazime ku gorî deme di nav bawerîyên din da, bersivêk têr û tijî bide oldarên xwe. Astengî, zor û zexm, li ser wan tûcara kêm nebuye. Gel; bi rêberîya ruhanî û zaneyan, bi çanda bav û kalan, hînî nirxên ola Êzî buye, sere xwe daye,ji ola xwe nezivirî ye.

Lê mixebin qelsîyek dokumentên Êzdîyan heye. Şex, pîr, qewal, micêwir, alim, mirîd, zane û ronakbîrên Êzdîyan; rê û rism, rûknên Êzîdatîye bi qewl, diha û diruzan di sîngê xwe da veşartin e. Kurayî û fire buna her sîngî, hafiza her serî û natikaya her devî-zimanî firke û gorî xwe ye. Ca di serda temen jî teqdîra Xuda ye. Bi sedsalan e wusa herikî ye, hatîye. Wek Dîcle û Ferat e, carna zelal û carna jî mixabin xun herikî ye. Lê di giştî de jî têra xwe heye, lê lazime ku bi behr u umyan be. Ew jî bi ked, bi komkirin u nivisandina eqaîd, qewl, dîrok, mîtolojî, wêje ya çanda Êzdîyan, ê temam bibe. Çend salin ew xebatana hene û ne hindik berhem jî hatine weşandin.

Hewceye û hêjaye ku; Êzdîyatî rabe pê, xwe bihêjîne, daweşîne, zedehîyan biweşîne. Gorî demê xwe bişidîne, serseke yê xwe biedlîne, bi livek xaş û baş bimeşe. Bila serkeve, serkî nivda xwe bawerbe, pêt û xurt bibe. Hespê rastîyê suwarbe û li cihana ol û dilan bibezîne. Bila her û her deng û holhola Êzî bilind be, bila biçirîne u xwe bi kerra bigihîne.

Zimanê Êzdîtîye Kurdî/Kurmancî ye, zarekî xweş, dewlemend û zelal di qewlan da veşartî ye.

Di bawerîyan da “ucax” û “şax” ê hebin, gorî rewşa jîyanê hinek firkatî çê dibe, normal e. Bêguman bawerîya Êzî, xwedîyê hêman û sitûnên bingehîn e. Ewna ber hîmin,   tevna civakî ne, xalên lihevkiri, pira yên derbasbûnê ne. Mirovahî, îro li pirxwedayî yê gihîştiye Yekîtîyê, nirxên meruvatîyê yên cîhanî pêş ketine, Êzdîyatî xwadîyê van nirxa ne, ê dile xwe û mejuyê xwe veke û cimatê ronî bike.

Dîroka pêşveçûnê, veguherînê û nûjenîya Êzdîtiyê, kurtejiyana Dîroka ol ûbawerîyên Mirovahiyê ye (Sumerî, Babîlî, Asûrî, Zerdeştî, Medî, Misrî, Îndûs, Çînî, Yewnanî, Turanî; Paganîzm, Veda, Bûda, Tao, Şînto, Cihûtî, Xirîstiyanî, Îslam, koçberî û şer).

Neqşên li ser baskên TeyrTawîs, nîşana vê yekê ne ku Teyrê Tawîs bi tevahî didê nasîn. Ne hewce ye ku pertikek tayêk ji bask were qutkirin, dema ku wext tê, ew ji xwe dikeve û yekî din tê dewsa wî. Têyren mitolojik yên weke Simûrg, Fînîx, Selamend, Tawîs û hwd. Ewna nemirî ne, di xalîya/agirê xwe da diwelidin, vedijên.

*

Êzdîya derfet û îmkanên demê nas kirine, zimanên serdest hîn bune û bune şadê oldarên hemdemî. Êzdîyên li ser axa welatê xwe dikarin; civak, dîrok û ola xwê bi nifşen xwe yên nû bidin nasîn, ji wanra  xadî derkevin û bihevra ol û bawerîyên xwe  biedlînin. Kêmasî, şaşî bên serrast kirin. Di hinek mijaran da dibe ku cudahî çêbe. Lê ew ne pirse, ê derbas be. Dema ku;  teoloji, felsefe, şerîat, mîtolojî, helbest û wêje, muzîk û huner, dîroka olî û civakî, kahîn û lehengên Êzdîyan berçav bun û derketin holê, bi reng û dengen xwe hatin ser kaxiza gewr; ku kirin qîjîn û hol-hol, wê çaxê bellî dibe kî berxe kî beran e. Buna van tiştan civîn, sempozyum, panel, kongreyên olî pêwîstin. Ew civînan dibe ku “girtî û bi beştarîyek hindikatî, di demek dirêj da, li pir ciyan werin darxistin. Bi van terxan, reng û dengen bawerî xuya dibe. Dawîya van civînan da, wê  yêk yêkgirtî çê bibe beyanname û bingehên bawerîye.

Êzdî ketine serdemek runahî, lazime ku cîhanîne û xwe baş nas bikin, heq û huquqa xwe biparêzin. Girî ne çareye, edî dîtin lazim e. Zivistanê sar û seqemê, derî daye şewitandin, civat nifş bi nifş hatîye qelandin. Încar bahar e, havin tê jîyan pêwîste. Tovên fêkî yên ji dara birrî û birîndar dikevin ser axa xwe ya pak de, li ser kok û riçên xwe geş bû, bû dar û fêkî da.

Zimanê îbadetê di teorî û pratîka Êzdiyan de Kurdî ye, lê bi zimanê din jî qewl û beyt hene. Nifşê Êzidiyan yê nû, ku qismek di encama koçberiya Ewropayê de mezin bûye, bi Kurdî nizane. Ji bo gihandina esasê baweriyê, Almanî û Rûsî hatine bikar anîn. Bi kişandina avê, aş dike bizivire.Hele ka çiqes?..Ew nifş û tecrûbeyek nû ye.

Di dîroka olan da, kahîn, keşa, bab-çak, aqilmend û şagirt hatine perwerdekirin; qewl, diha û dirûz, gotin, dawet, cejn, îbadet û ziyafet hatine ava kirin. Destan hatine gotin, muzikî hatîye îcra kirin; egîd, mêrxas hatine nasîn. Meruvên kamil, bêtirs, yên jîr; kesên ku ji mirovahiyê hez dikin û alimên alîgirê azadiyê ne, dixazin Êzdîyan û bawerîya wan rast nas bikin.

Encam: Her kesek gorî bejna xwe, ê di gornekê de, di kefenekî de razê. Gorî kare xwe(ecra xwe) ê xelat û celata xwe bigre. Dinya ne malê tu kesî ye. Ya qenc, ya rast, ya bedew, bi nav û deng e.  Yên dinî dev jê berde!

*

Weke ku tê zanîn, her bawerî di destpêkê de “devkî” bû û piştre jî hat nivîsandin. Dîroka berhevkirinê û rêbazên Pirtûkên Pîroz yên olên Îbrahîmî balkêş in. Buna Êzdîyan pirtûkên ku, tê de sebaqê, qewl û diha, hinek merasîm û peyvên standard hene, bi kurdî hatine çapkirin. Di nav wan de ziman, çand, zanîn û felsefeya olî (theosophia) di asteka bilind da xuya dike.

Di vir da pêwîst e rastîyek were destnîşankirin:

1-Dînên esmanî: Ji Xwedê/Esman dest pê dike û ber bi erdê/Mirov va dadikeve. Mirov bêyî ku xwe nas bike, bawerî bi Xwedê tîne û dî afirandina kewnîyatê da dest pê dike, însan dixuluqe, paşê ê xwe nas bike.Bi Xuda da dest pê dike, bi alem dadikeve. Însan dikeve kirasekî hazir. Di bawerîyê da, Wehî û Pêximber(nebî) hene. Ol û oldarî, rê û rismmên nebî-resûlan beyan dibe û dimeşe(JiXwedê heta Beşar-qewsî nûzul).

2-Dîn û baweriyên Beşerî: Ji mirovan dest pê dike, bi hizirkirinê, bi hîskirinê; bi zanîn, geşepêdan û agahdar bûnê dixwaze xwe bigihîne Xwedayê ku pêwîst e. Hewil dide ku bibe xwediyê baweriyek ku ji bo hemû mirovahiyê rastî, başî, aşitî, qencîyê dixaze(Ji Beşar heta Xwedê-qewsî huruc). Însan bi eqil û famê xwe nas dike, buna başî û rastîyê difikire, hewldide, pêş dikeve, bawerî çê dibe. Beşer, kirasê xwe bi xwe didurê. Xwedê vacîb/şert dibîne, kesên çak, rê û rism çê û beyan kirine(nebî, resul nîne). Bi nav û destura Xwedê li cimatê ra rêberî kirine. Kesên çak û xas, alim, zane her tim hene.

Xuya dibe ku, ev her du hêman nebin, ol/bawerî çê nabe. Bi şibandinê (bila effu be) ‘Xwedê û Mirov, mirîşk û hêk’ hevû dinî temam dikin, ji hev cudê nabin.

Di serborîya ol /bawerîyan da bandor û hevgirtinek heye. Hetta, di nav hemu ol/bawerîyan de rismen hevbeş hene. Bi tehrî jîyanê û çêkirina însanan, çanda gelan ava dibe. Di zik van da çandek taybet ya ol û bawerîyan jî heye (Sînkretîzm û çand).

Gorî van nirxên zanistî, em dikarin bejin ku di Êzdiyatîyê da;  navend/hîm Xwedê, Melek Tawîs û Şex Adî ye. Baweriyek hevgirtî, kevnar û jîyande ye, xadîyê kifş û keremeta ye. Di dema berî Hz. Îbrahîm da dest pê dike, bi bandor û tesîra olên kevnar ên Mezopotamya û Rojhilata Navîn, baweriyên agnostik/gnostîk û olên yekxwedayî da dimîne, hinek reng û dengen vana diecibîne. Gotin ewe ku di çend qunaxan ra derbas buye.

Kesên nezan û ne yar dibêjin ku Êzdîtî; olekê pînekirî ye, her parek li yêkî din girti ye. Ew fikr û îdda şaşe û bi mexsed e. Di hemu olan da rismên hevbeş hene. Tê gotin ku, hemu dîn, dînê Xudêne ne, gorî deme û gorî gelan e.

*

Bawerî jî di navda, hemu çand bi sê babetan çê û belav dibe: Xala Yêkemîn: Çand, malê gel e, gorî jîyane û hunera însanan çê û belav buye/dibe. Ya Duyemîn, kultura pêşketî dibe mercê texlîtê, cinar wê bî rizayî hildigrin, di çanda xwe da bi kar tînin. Ew hewcedarî û alîkarî ye, bi dilxaşî ye. Xala Sêyemîn, bi zor û mecburî ye (bê rizayî), serdest dixazin ku bêguharê wek wan were bi kar anîn. Ew mijûkarî ye(asîmîlasyon).Wek mînak, ola xwe biterikîne were “hîdayetê” ango were ser dîne me(zordarî).

Her çand di dewsa xwe da, vedijê, nujenî her tim heye û rewa ye, malê xwe ye, normale, helal e.

Ya rastî Tewrat û Zebûr bi hev re berdewam dikin. Încîl, xîtabî Cihû û Pûtperestan dike; Quran, xîtabî muşrik û olên din dike, baweriyên wan vedibêje, pûtên wan rêz dike û bawermendên wan vedixwîne cem xwe.

Di nezera Xwedayê dilovan û dilovîn da dîn yêk e, gorî demê û gelan hatine dîyar kirin. Xwedê, xwedîyê hezarûyek nav e, vesf û kar bêsînur e. Xwedê; dî olekê da, di nav û karekî da hilnayê. Ew, ne ji buna kesekî ye û her tim buna herkesi ye. Kesên çak û zane dibêjin Xwedê ne lî erd û esman e. Cih û mekanê Xwedê, eqil-dil û mêjuyê însan e. “Rastî di Âdem de ye”.

Ol-bawerî buna kesên biaqle. Ku aqil hebe; bawerî û mesuliyet jî ê hebe. Kesên bêaqil û bêheş re bawerî çi hewceye! Ew fam nake.

Êzdîyatî, qala başî, rindî û rastîyê dike; van wesfan dipesîne, gotin û nesîhet buna reva kirina van nirxa ne. Ronî heye, lê şev û tarî-reş jî heye. Tarî-reş, îşareta nebaşîyê ye babetek e. ’Xeyb babetek dine, mumkûn e, ronî nebuye. Dema ku şewq, nezer were ser, eyan-beyan dibe. Situna kon, bere hîm eqil û rindî, rastî û ronahî ye. Di Êzdaîyê da dubendî nîne, meqamekî nerîndî-nebaşîyê tunne.   Nebaşî û nerindî jî fikr û hewlek, karek însan e. Ewna jî parekî aqilin. Ew kar û kisbên ne baş; însan û civatê, sirûştê xirab dikin. Hirabî jî karekî bi aqile û şaşe. Buna ber girtinê (firên), di dil û mejuyê însanda “şuur-îrade” û “vîcdan” heye. Di qewl û sebaqên Êzdîyatîyê da ewna hene.

Êzdîtî; hişê mirov, weke motor û çavkaniya kirinên wî dihesibîne, lewma însên ji kirinên xwe berpirsyar dibîne. Çavkaniya xerabiyê, kes bi “xwe” ye. Mirov pareke qedera xwe dinivîse. Yê ku hewce û xîtabî Xwedê dike mirov e. Deriyê Xwedê, ji her kesê ku dikare were ra, re vekirî ye. Ji hêz û hikmê Wî re sînor tune. Yê Pêşî û Dawî (Ebedî) Ew e. Afirandina qedirbilind însan e (Yê Kamil) ew wekîl û qasidê Xwedê ye.

Êzdîtî, ji olên Îbrahîmî gellekî kevntir e. Tawisî Melek, melekê Xwuweda, yê ku ji ronahiya(nura) Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê ew pîroz e. Cihê ‘Xirabî’ye li kêleka Xuda nîne. Di mirovan de, qencî û xerabî bi hev re ne. Xweda, dilovan û dilovîn e. Însan wekhev dibîne, emrê hemûyan dike, adil e.

*

Mirov; gorî beden, nefs û eqlê xwe difikire, hewl dide. Têtê gotın ku; “rindî ji Xuda û nerindî jî nefsa te ye”. Xwedê însan li ser başiyê xuluqandîye. Nefs reîsê bedene ye, aqil şêvirmend e. Nefs buna her tiştî ye, di her mahluqî da heye(fıtrat).

“Nefs”, heft reng û heft derece ye. Herdû rengên pêşî, bingehê afirandinê ne (taybetmendiyên bedenî û hevpar ên nebatî, heywanî), dû rengên din ên cûreyê mirovan in. Herdû rengên dawîn nîşana mezinbûnê ne, mirov ji civakê razî ye û civak jî li wan razî ye. Ruhê Heftemîn dereceya kamil bunê ye û ji Xudê re hatiye arastekirin.

Kîjan însan, çitol kamil dibe? Ew mijar di tesewuf û di fîlozofîyê da tete nîqaş kirin. Buna ku însanekî kamil bî; hal, qal, nesîp/şans lazim e. Ew nabê para herkesekî. Bi her avayî, kar-xebatek rast û bêbedel, buna Xuda, ji însanîyetê ra xizmetek pewîste, şert e. Rêwî ku meşîya ê bidomîne, ku geheşt qunaxan ê bifamîne, herku pêş ket ê biedile, xadî bîbe marifet. Çavên serî, dil, mejû vedibin; tarîyê dertê cih û warê wî dibe ronahî; wek ew dibe welîyekî Xwedê. Bi kurtahî serû bine rêwitîyê weha ye.

Însanekî kamil bûbe xadî şans, xebat û merîfet e, ne di bin destdariya kesî de ye. Xwedê ji bo wan kesên ku ji celebê mirovan re eleqedar dibin û ji wan re xizmet dikin guncan dibîne. Îlham, wehî di Xwedê, ji mirovahiyê re bi vî kanalî tên. Pêxemberên ku hatin, hev înkar nekirin, wan hewl da ku li ser tiştên ku berê hebûn, ava û tijî bikin. Wehî, bi ziman û awayê mirovên kamil hatîye belav kirin. Şer, ne pêwîste, her kesek li ser bawerîya xwe ye, lê derfetek beyan buye, derketîye holê, ku kê lê bawer kir, ku çiqes girt bi reya xwe ye. Şerrên olan, karê mirovên cahil, nezan û nerindan e.

Tercîhên olî yên dewletan xeternak in. Dixazin ku rewşê; ji bo polîtîkayên xwe rast bikin; rê nadin fikir û şêwazên jiyanê yên cuda û wan weke “tehdîd” dibine. Gelek caran, wan “tekfir” û êrîşî ser wan dikin, kesên ku dimirin “şehîd”, ên mayî jî “xazî” bi nav dikin. Dewlet, van qirkirina zik xwe da, wek şerrekî pîroz qebûl dike. Ew sîyasetek talangrî ye, ne raste û nayê pejirandin.

Dewlet ji bo sazîyek dinyewî ye, ol-bawerî jî buna sazîyeke manewî ye. Ol; însên buna îtaet û teslîmîyetê; bi sebir, îbadet, aşitî, hevkariyê teşwîq û misoger dike. Dewlet, jî vwe vana dixwaze û rêxistina cîhanî li gorî tercîhen xwe yên çînî-xanedanî dimeşîne. Di vê xalê de, hevkarîyek resmî û ruhbanan dertê ye holê. Ol-bawerî; di eslê xwe da neheqîyê, zulmê, bê-edeletîyê napejirîne. Ol; jîyanek rastîyê, wekhevîyê, edeletê, azdîyê ji buna înasnîyetê dixaze.

Jîyanek serfîraz, bi rumet, azat, tekîlîyek rizayî para me hemuyan be.