(Rêya Teze, 5-12-1966)

Vagonêd maşînê dabûne pey hev, ketibûne rêzê û bibûn zincîr. Ew xêlek bû, wekî maşînê ermeniyêd xerîbîêda gîhandibû ser xwelîya Ermenîstana sovêtîê. Gava maşîne ser sînorê Ermenistanê û Gurcistanê sekinî û ermenîyêd xerîbîyêda, ku kesera xwelîya wetenîê bi sala dilê wanda bû, ji maşînê peya bûn, kundî erdê bûn, xwelîya wetenê dê paç kirin, bîn kirin û hêja wecûya dilê wana şkest, li hev nihêrîn û teê bigota, wê deqêda hatne ruhastinê, xemeke giran ji dilê wan derket, xwelîya weten qewat da wan… Demeke bîrnekirinê bû, ew dem bû, wekî xema dilê wane bi sala da bîrkirinê, birînê wanda kewandinê… Ne ku tenê bi xwelîya xwe, kevir- kuçik, çya- banî, erd û ezman, tebîyet û hewa wê bnelîêd wêva şa dibûn, lê usa jî bi hevdu şa dibûn, hevdu hemêz dikirin, yekî dixwest şabûna ê din dha bida zêdekirinê… Şa dibûn û merîê der- dorê xwe, bnelîêd cî û rêwîêd maşînê jî didane şakirinê…

Vagonêd maşînê dabûne pey hev, ketibûne rêzê û bibûn zincîr. Aznîv Melîkyan ji ber pencerê dûr nediket, dixwest her tiştî binhêre û bibîne… Ne axir ew bi sala hîvîya vê yekê bûye. Der- dorê xwe dinhêre û sal jî mînanî vagonê maşînê dibine zincîr û çiqasî maşîne pêşda dilive, ewqasî zincîra sala bîra Aznîvêda paşda diçe, hetanî dighîje…

… Sasûn, gundê Pasûrê. Vaye usa jî tê ber çeva, tê bêjî duh jê derketine. Gundî merîne xebatçî bûn, ji def û dewata, tebîyeta gundê xwe û edetê kalbavê xwe hiz dikirin… Qir… Ji mala rengî tenê ew û xûşka wê- Xatûn xilaz bûn… Her dera kuştin, xwûn û av bibûn yek û cinyaz ber xwe dibirin. Rev… Ew û xwûşk jî cîşihitî bûn, revîn, rê- dirbê nenas, bê umid- eşan, bê komek û pişt… Rastî  Îbrahîm, Tahar û Gertoê kurd hatin. Kurd wanra bûne sitar, birin malê xwe, ji qetl û xwûnê aza kirin, xweyî kirin hetanî ew teqş- toqiş kuta bû. Ew û xwûşkê va hatne Dîarbekirê.

Êdî mezin bûn. De, merîê bêxweyî, ku yazîya wan mînanî hev e zû hevdu dibînin. Dibêjin ew bi çeva hevdu nas dikin û nava çevê hevduda bext û yazîya hevdu dibînin. Yazîya Tîgran Melîkyan jî mînanî ya wan bû. Kûçê Dîarbekirêda rastî hevdu hatin, çavê hevdu nihêrîn û dîtin, wekî rya wan yek e, hevdura bûne pişt û bask. Aznîvê û Tîgran hevdu stendin. Çar sala mane Dîarbekirê, dîsa hukumeta Tirkîyaê nedihişt ew pakî bîna xwe bikişînin. Dîtin boş e, ha nabe, rabûn bar kirin û çûne şeherê Qamûşlîê (li Sûrîaê) û dîsa bûne cînarê kurda…

Mala Tîgran Melîkyan îsal bi karwanê ewlin hat û bajarê Lûsavanêda cîwar bû. Terîqa ku maşînêda kete bîra Aznîvê û nîvce ma, mala Tîgran Melîkyan e tezeda, mala wî yê sovêtîêda tam bû.

Bo bira, me xerîbîêda tu bêjî roke pak dît, nedît, gidîê Aznîv Melîkyanê raste, wê derê dikana me jî hebû, pirî-hindikî hebûna me jî hebû, lê çi wê dewsa weten, xwelîyê dê- bavê me bigirta. Em bê hed û hesab ji Partîa komûnîstîê, hukumeta sovêtîê razîne, wekî eva kerema hane mezin mera kirin, em kirin xweyweten, xweymala hetanî- hetanê, xweyê wê yekê, wekî em zanin wetenda zureta me naçe unda nabe.

Wetenda mala Tîgran Melîkyan bûne sê mala. Hersê mala avayîkî tezeçêkirî pirqatda ser hev sê kvartîraê (tax) du otaxê bi hemû mecal- mikanava stendine.

–  Mala Aramê min qatê dudane, ya Gevorgê min sisîan e, em jî hemîn qatê çaran e, –  Aznîv û kurê wêyî dinê Hayk tev dibêjin.-  Em her sê bira jî –ez jî, Aram jî, Gevorg jî tevayî zavoda Dûsavanêye dezgêd hundurterêşda dixebitin, – Hayk dibêje. Em çawa gihîştne cî, em pêra-pêra kirine ser xebatê û nha meheşa me ewqas e, ku rind têra malêd me dike. Em dixebitin, dê- bavê me mezin in, naxebitin, lê zarokê me jî ê emrê wan dighîjê, diçe mektebê, ê dinê jî diçine baxçê zara. Zûtirekê wê dê- bavê minra pansîaê (teqawitî) kivşkin. Evan gişk bi saya Dîwana Sovêtîêye merivhize, bi saya Partîa Komûnîstîêye, bi saya Konstîtûsya (Qanûna bingehîn) dinyaêye here demokratîêye. Lê em jî alîê xwe da tu qewet û ceheta xwe nahêvşînin bona dha gulvedan û pêşdaçûyîna wetenê me.

Gilî dîsa hate ser emrê wêderê.

–  Min sî salî mala axakîda xulamtî dikir, – apê Tîgran dibêje,-  pembu û birinc bêcer dikir. Xênji ten û niça qazanca mine ew bû, wekî nanaziko dixebitîm. Me tewqê xwe ji wê dinyaê birî, her tenê Sargîsê min ma wê derê, lê ewê jî zûtirekê bê. Her tenê sed heyf. Wekî kurdê cînarê me, ku em hevra mînanî bra bûn, man wê dinya zulmêda.

– Erê welle tu rast dibêjî, Tîgran, – Aznîv xwe nava xeberdanêda dike,-  tê bîra te, wexta em hatin mala Hacoê cînarê me çi digot: hevt xwezila me li we, wekî hûn diçin ji vî emrî xilaz dibin.

– Derheqa cîrantîya meda nebêje-  Haykê kurê Tîgran dibêje. –Em ermenî û kurdê Qamûşlîê hevra usa bûn, wekî qe bra brêra usa nîbûn. Rojekê me gilîkî tel devê hevdu nebihîst. Wexta hatinê jî çiqas kurdêd nas hebûn, hatin em verê kirin, digiryan, ber xwe diketin, wekî em jî hevdu dûr dikevin, lê alîkîva jî şa dibûn, wekî em diçin wetenê xwe, ser xwelîya kal- bavê xwe.

Cmaeta hazir temam alîê xweda gotina wî didne heqkirinê.

Çûk û mezinê wan gişk kurdî xeber didin. Kilamê kurda distirên. Navê koma mala wane sazbendîê temamîya Sûrîaêda eyan bûne. Aram kurdî usa xweş distrê û saz dixe, wekî tu bi roja bibihêyî, kubra wîye şîrin têr nabî.

– Welle bra, me bi koma xwe par dewata kurê şayîrê kurda Cegerxwîne Kesrada lîst, – Hayk dibêje-  Temamîya Qamûşlîê hate temaşa wê dawetê. Cegerxwîn cînarê meyî lapî nêzîk bû. Şev û ro em û ew mala hevdu bûn, Kehla jina wî mera mînanî xwûşka bû, lê Sînema qîza wî ber çevê me mezin bû.

– Cegerxwîn gelekî ji Aram hiz dikir, dibir kêleka xwe dida rûniştandinê û Aram jê ra bi seheta distra. –Aznîv gilîê kur dide tamkirinê.

– Hetanî nha jî ez pêşkêşa Cegerxwîn mînanî ronaya çevê xwe xweyî dikim,-  Marîam Hovhannîsyana cînara wan dibêje, – ewî temamîya şiêrê xwe li mala me maşînkê xistine û me gelek cara ew ji qezîyaê xilaz kirine. Ne ku tenê mala me û mala Cegerxwîn hevra ha bûn, lê temamîya kurd û ermenîêd Qamûşlîê hevra mînanî bra bûn.

– Wexta baasvana nedihiştin dengê kilameke kurdî bê bihîstinê, – Hayk dibêje-  me nikaribû ber xwe bida, kurdî nestra. Em diketine otaxê, me derî ser xwe dadida, Aram distra û me jî saz dixist. Wekî wî çaxî me bihesîyana wê me pêra- pêra hebskirana. Me distra û saz dixist, çimkî me nikaribû dengê dilê xwe û ruhê xwe bida kerkirinê. A îdî nha şikur em hatine welatê aza û wextê eme vala ne, kar û pêşê me kilamê kurdî û sazbendî ye. Em hetanî nha Lûsavanêda gelek cara pêşda hatine û bi alavî hatine qebûlkirinê.

Bi karvanê îsalinî ewlin 7 malê ermenîêd tezehatî ji Sûrîaê hatine û Lûsavanêda binge bûne. Neferê wan her hevt mala jî (ne ku tenê wana) bi kvartîraêd tezeva hatine razîkirinê, dixebitin, dixûnin û bere- bere tevî emrê meyî bextewar dibin.

Zûda ro çibû ava, lê Lûsavanê terî nakeve erdê. Ew bajarê biçûk, çawa navê wî bi xwe dibêje, nava bera ronkayêda şewq vedide. Ew şewqa Konstîtûsîa (qanûna bingehîn) me dide rya her bajarvanekî welatê me yê bextewarîê.

EMERÎKÊ SERDAR (1966)

Bersiv bide

Olarak giriş yaptı admin. çıkış Yap?

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne