Pêşgotin

Ev xebata li ber destê we, pêkhatîye ji meqelayên hilbijartî yên ku di zeman û mekanên cihê cihê de hatine nivîsîn û pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê; mimkun e ku li ser rewşa sîyasî û civakî ya wê demê, di girêdana hinek babet û bûyerên wê demê de, di derbarê rêxistin û şexsîyetên pêşeng ên wê demê de hinek kêmanîya dokument û agadarîyên pêdivî hebe. Ji bo telafîkirina vê kêmanîyê, hun dikarin li xebat û pirtûkên min ên din binêrin.

Di vê pirtûkê de, bi awayekî yekpare behsa dîroka rojnamegerîya kurd nebûye. Li ser dem û dewrekê hatîye rawestandin; ji destpêkê ve heta salên dawî yên Îperetorîya Osmanî, rojnamegerîya kurd li bakurê Kurdistanê û herweha kurteyek li ser rojnamegerîya li başûrê Kurdistanê ji salên 1920an ta 1932an. Yanî ev dem û dewra ku em behs dikin, bêtir dema împeratorî ye û em behsa medya kurd di dema împeratorîyê de dikin.

Pirranîya rojname û kovarên wê demê yên kurdan, bi girêdayî cemîyet-rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan hatine çapkirin û belavkirin. Ev dewra ku tête behskirin, divê ji du alîyan ve bête nirxandin; ji alîyek ve çapemenîya bi girêdayî rêxistinan û ji alîyê din ve jî rojname û kovarên ku ji alîyê rewşenbîrên wê demê ve hatine derxistin. Hewldana şexsî ya rewşenbîran demdirêj nebûye, weşanên bi girêdayî rêxistinan hîn demdirêj bûne lêbelê ew jî di demên kurt de ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve hatine rawestandin û ragirtin.

Çapemenî û medya, berhem û wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên kurdan tune bûn. Dewra destpêka medya kurd, rastê salên dawî yên dema împeretorî tê. Dewra piştî ragehandina Cimhûrîyetê yan jî dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Ji bo lêkolîn û nirxandina vê demê jî, divê xebatên cuda bihêne kirin.

Bêguman di navbera medya dema împeratorî û medya dema netewe-dewletê ferqên girîng hene. Medya dema împeratorî û medya dema neteweyî newekhev bû; bi tevî hemû tengasî û zixtên îstibdadê, di nav împeratorîyê de gelek qewm û unsirên cûda hebûn, hebûna wan nedihat înkarkirin,  dewlet bi navê etnîsîteyek nedihat pênasekirin, sentralîzmek pirr  dijwar tune bû, bi giştî nebe jî her qewmekî karibû bi zimanê xwe perwerdeyî bikin, rojname û kovaran derbixin. Bajarê Îstenbulê paytextê împeratorîyê bû û ji bo hemû qewmên nava împeratorîyê wek metropolek bû û navendekê sîyasî, îlmî û rewşenbîrî bû. Ji ber vê yekê, xebatên çapemenî û rewşenbîrî, bi pirranî û giranî li wê derê çêdibûn. Di dema netewe-dewleta Cimhurîyetê de, êdî bi her awayî hebûna miletê kurd û yên din jî hate înkarkirin, her cure xebatên kulturî, sîyasî û medyayê jî hatin qedexekirin.

Wek beşekê medyayê, rojnamegerîya kurd, li dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya Kurdistanê dest bi weşanê kirîye. Bi vî alîyê xwe ve destpêka rojnamegerîya kurd, rojnamegerîya dervayê welat û sirgûnê ye. Lewra rojnameya Kurdistanê (1898) ku wek yekemîn rojnameya kurd tête qebûlkirin, li dûrê bajarên Kurdistanê, li bajarê Qahîreya Misrê û li dervayê paytexta Împeratorîya Osmanî ku wê demê beşekî mezin ê Kurdistanê di bin hukma wê de bû, hatîye çapkirin. Bêguman Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê bi xwestina dilê xwe neçûye Misrê. Ji bo ku rojname li Îstenbulê çap bibe, bi awayekî fermî serî li meqam û dezgehên împeratorîyê daye, lêbelê rêvebirên îstibdada Ebdulhemîd rê nedane ku bi navê “Kurdistan”ê rojnameyek li Îstenbulê bête çapkirin. Ji ber bêgavîyê Mîdhed Mîqdat berê xwe dide Qahîreya paytextê Misrê. Wê demê Misir, di bin hukma Brîtanyayê de bû û herweha cîyê sirgûnîya (nefîkirina, dûrxistina) mixalifên îstibdadê bû. Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê jî, mixalifekî dijwar ê îstibdadê bû. Lewma wî jî wekî gelek mixalifên wê demê, berê xwe daye welatê Misrê. Divê em vê rastîya dîrokî jî bînin bîra we ku Îstenbul jî ji bona wî cîyekê nefîkirinê bû û vegera wan a ji bo Kurdistanê hatîbû qedexekirin. Wê demê li Kurdistanê jî, ji xeynî çapxaneyên fermî yên wîlayetan, çapxaneyek taybet jî nebû ku têda rojname û kovarên kurdî bêne çapkirin. Di nav hidudên wîlayetan de jî, ji alîyê rewşenbîrên wî bajarî ve hinek rojnameyên herêmî hatine çapkirin. Wekî; “Peyman”a  Ziya Gökalp, “Dicle”ya Etarzade Hakkı, rojnameya “Diyarbekir”ê, “Amid-i Sevda” ya Şükrü Amidî ku her çar jî li bajarê Dîyarbekirê û li Elezîzê jî “Seda”ya Mehmed Abdullah Cevdet û wd. Me kovar û rojnameyên bi vî rengî, nexistina nav çarçoveya vê xebatê.

Bi tevî ku rojnameya Kurdistanê li Misrê dihate çapkirin, hêzên ewlekarî û polîsên împeratorîyê nedihiştin ku rojname li bajarên Kurdistan û cîyên din ên împeratorîyê bête belavkirin. Rojnameya Kurdistanê bi kê ra bihata dîtin, ew dihat derdestkirin û tehdîdkirin. Ev mînakan didin dîyarkirin ku ji roja destpêkê ve li ser medya kurd astengî û zixtên giran hene. Ji ber ku medya kurd, dibû wesîteyek pêşxistina fikra neteweyî ya kurd, desthilatdarîya sîyasî nedixwest ku ev xebat di nav civaka kurdan de geş û gurr bibe.

Bi tevî hemû zixt û astengî û tehdîdên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, ji ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn bigre hetanî nîvê sala 1914an Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan, Kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd li Îstenbulê hatin çapkirin û belavkirin. Di Temûza sala 1914an de Şerê Dinya yê Giştî (Umumî) dest pê dike. Di pêvajoya çar salên şer de, weşana hemû rojname û kovaran, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan têne rawestandin û betalkirin. Piranîya kadroyên medya kurd, daxilê leşkerîya mecbûrî dikin û wan rêdikin cepheyên şer. Dema ku em bala xwe bidin naveroka û fikrîyata kovar û rojnameyên berîya Şerê Giştî, xuya dibe ku nêrînên wekî “Ummetparêzî” û “Îtihadparêzîya Osmanî”, meylên serdest û girantir in.

Ji dawîya sala 1918an şûn ve yanî piştî bidawîhatina Şerê Giştî, rojname û kovarên ku têne çapkirin, bi temamî girêdayî xebata cemîyet û rêxistinên wê demê ne. Bi taybetî jî rojnameya Serbestî, kovara Jîn û kovara Kurdistan bi girêdayî xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatine çapkirin û belavkirin. Di vê pêvajoyê de, pirranîya rojnamevan û nivîskarên kurd jî endamên CTKê û rêxistinên bi wê ve girêdayî bûn.

Piştî ku bajarê Îstenbulê di dawîya sala 1922an de dikeve bin bandora hikumeta Anqerê, em dikarin bibêjin ku êdî hemû xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan têne rawestandin. Pirranîya rojnamevan û sîyasetmedarên kurd terka bajarê Îstenbulê dikin. Ji wê demê şûn ve, heta destpêka sala 1930ê, bi navê rojname, tenê rojnameya Agirî hatîye çapkirin wek organa fermandarîya leşkerî ya Tevgera Netewî ya Agirî.

Piştî damezrandina Cimhûrîyeta Tirkiyê, nêzîkê çil sal, her cûreyê nivîsîna li ser kurdan, çanda kurd û zimanê kurdî û herweha hebûna miletê kurd hate qedexekirin û înkarkirin. Vê dema ku Cimhûrîyetê, bi her awayî ve bakurê Kurdistanê bêdeng kiribû, li başûrê Kurdistanê, di bin mandaterîya (hîmayeya) Brîtanyayê de, ji salên 1920an heta 1932an kovar û rojnameyê wekî Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umîdî Îstiqlal, Jîyanewe û Zarê Kurmancî hatine çapkirin û belavkirin. Di 15ê Gulana sala 1932an de, li Binxetê û di bajarê Şamê de kovara Hawarê dest bi weşanê dike û ji wê şûn ve di wê şopê de Ronahî, Roja Nû û Stêr têne çapkirin.

Dawîyê ku em bala xwe bidin xebat û bandora van sîh û pênc salên medya kurd an jî rojnamegerîya kurd, dîyar dibe ku para medyayê, di hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî û komelîya ya kurd de gelek girîng e. Herweha xebatên kulturî û bi taybetî jî ziman û edebîyata modern a kurd, bi pêşketina faalîyetên medyayê, berhemên nû dane û gihiştîye kutleyek hîn mezin. Di vê çarçoveyê de ku em bala xwe bidin naveroka rojname û kovarên piştî Şerê Giştî, em dibînin ku fikr û bandora nasyonalîzma kurd, hîn bi zelalî û xurttir xuya dibe. Eger em asta nasyonalîzma dema berê Şerê Giştî û piştî şer miqayese bikin; em dikarin fikra netewî ya di nav rûpelên weşanên berîya Şerê Giştî de, wek fikra nasyonalîzma kulturî û piştî wî jî bi navê nasyonalîzma sîyasî, pênase bikin. 14.06.2020

  • Weşanên Dara, Dîyarbekir, Kanûna Pêşîna 2021an