Tevgera milî ya 1925an di 13ê Sibatê de li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir. Di demekî  nedirêj de gelek bi hêz bû. Piştgirîyeke mezin û kîtlewî qezenç kir. Zor da dewleta Tirk ya Kemalîst. Li dinyayê jî bû tevgereke rizgarîxwaz ya navdar. Dîsa di demekî kurt de gelek bajarê Kurdistanê rizgar bûn û desthilatdariya bajarên Kurdistanê kete destê neteweya kurd. Loma mirov dikare bibêje ku tevgera milî ya 1925an li Bakûrê Kurdistanê, mezintir serhildan e. Ji bona vê yekê di sala 1974an de di kovara Rizgarî de me di derbarê serhildana 1925an lêkolîn  kir, em gihîştin wê qenaatê ku Tevgera Milî ya 1925an xwepêşandaneke bi çek e.

Hezar mixabin ew serhildana mezin ya li bakûrê Kurdistanê di demeke kurt de hat şikandin. Serokê Tevgerê Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û 47 hevalên wî yên seroktiya srehildanê û bi sedan şervanên serhildanê hatin darvekirin. Bi sed hezaran kurd encama qetlîameke mezin û barbar û hovane  hatin kûştin. Bajar û bajerok û gundên Kurdistanê hatin şewitandin. Bi sedhezaran kurd mecbûr bûn ku ji Kurdistanê mala xwe bar bikin, biçin welatê biyanî yên Tirkan. Di welatên Tirkan de bi her awayî perîşanî kişandin. Zarokên kurdan asîmîle bûn. Malbatan ji bona ditirsiyan û zarokên xwe biparêzin bi zarokên xwe re kurdî qise nekirin.

Kurdan çima dest bi serhildanan kirin?

Sedemên serhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê heman sedem in. Di serhildana milî ya Koçgirî de sedem çi ye, di serhildana Serhildana 1925an û Agrî û serhildanên din jî heman sedeme.

Çi ye ew sedema?

Kurd netewek e. Di dema Osmnaiyan de netewe Kurd û Kurdistan otonom bû. Hîç şik tune ye ku xweserî û otonomiyeke sînorkirî bû. Ji bona Kurd dewleta xwe ava bikin dest bi xebatê kirin. Osmaniya xwest ku pêşiya wan xebatan bigre. Loma jî kurd mecbûr bûn ku serhildanê milî yên bi çek mafê xwe yê milî û serxwebûna xwe biparêzin.

Dema ku Atatirk û hevalên wî xwestin ku di împeratoriya  Osmaniyan de bibin desthilatdar û bibin xwediyê dewletê, ji karbidest û mezinên kurdan alîkarî xwestin. Beşek karbidest û mezinên kurdan xeteriya biqewimine dîtin, piştgiriya Atatirk û hevalên wî nekirin. Lê beşekî wan piştgirî kir. Atatirk û hevalên wan jî, ji karbidestên kurdan re gotin ku em dê xweserî û otonomiyeke gelek fireh bidin kurdan û Kurdistanê.

Lê piştî ku Atatirk û hevalên wî desthilatdar bûn û dewleta xwe ya faşıst û kolonyalîst ava kirin, Îdia kirin ku kurd û netewe kurd tune ye. Hemû mafên kurdan yên milî, civakî, madî û manewî xesip kirin.

Kurd beriya wê li Koçgiriye û pişt re jî lİ gelek herêmên din yên Kurdistanê serhildanên milî organîze kirin û meşandin.

Di sala 21925an de jî serhildana milî li Bakûrê Kurdistanê hat li darxistin. Serxwebûna kurdistanê ji bona xwe kirin armanc. Hezar mixabin Serhildana milî ya 1925an bi awayekî gelek trajîk şikest xwar.

Bi giştî zeaf a serhildanên kurdan…

Di dema Osmaniyan de jî û di dema dewleta Kemalîst de jî kurd xwediyê rêxistineke hevbeş û xurt nebûne. Di heman demê de xwediyê stratejiyeke hevbeş jî nebûn.

Ev zeafa destpêkê di sala 1919an de li Koçgiriyê derket holê. Li Koçgiriyê, di bin pêşengiya Dr. Nûrî Dersîmî û Elîşêr de serhildana milî dest pê kir. Hezar mixabin kurdên herêmên din piştgiriya wan nekir.

Vê zaafê di Serhildana milî ya 1925an de jî dom kir.

Beriya serhildana 1925an şikandin hat holê…

Gorî baweriya min beriya ku serhildana milî ya 1925an dest pê bike, şikest xwar. Lewra serhildan ji aliyê Rêxistina Îstîklalê de dihat amade kirin. Rêxistinbûn baş dimeşiye. Li hemû bajer û bajerokên Kurdistanê berpirsiyar û komîteyên wê ava dibûn.Serokê rêxistinê jî Serok Xalid Begê Cibrî bû. Ew ji bona rêxistinê gelek girîng bû. Ew serokekî leşkerî û siyasî bû. Hezar mixabin piştî ku Xalid Begê Cibrî û hevalên wî hatin zîndan kirin û dîl ketin, Rêxistina Îstîklalê darbeyeke mezin xwar û piştê rêxistinê şikest.

Bi ser vê de prowakasyona li Pîranê dema hat holê, serhildan bê wext jî dest pê kir. Bê wext destpêkirina serhildanê, tê wateyê ku amadekarî jî baş nehatibû kirin.

Di encamê de jî ev rastiya tehl derket qada jiyana neteweya kurd.

Sedemên din yên şikandina serhildanê…

Hîç şik tune ye ku sedemên din yên şikestina Serhildana milî ya 1925an jî hebûn.

Serhildanê bêwext û bêkamil dest pê kir.

Encama provokasyonekê dest pê kir.

Serhildan nebû tevgerek giştî ya Kurdistanê. Ev jî bona serhildanê bû astengiyeke gelek mezin.

Serhildanê li hemû Herêmên Kurdistanê nikarî xwe rêxe.

Dewleta Tirk, siyaseteke qirêj û durû meşand. Vê yekê jî li ser tevgerê bandoreke neyênî danî.

Dewleta Tirk, di hûndir de diyar kir ku Serhildana Milî ya 1925an dixwaze Tirkiyeyê parçe bike. Di hemandem de digotin ku serhildana milî ya 1925an li dijî ol e.

Bi vê siyasetê raya giştî ya Tirk qezenç kir. Di esil de piraniya Tirkan jî ji Atatirk û hevalên wan hez nedikir. Atatirk û hevalên wî dîktatoriyek ava kiribû. Ji derveyî burokrasiya sivîl û leşker li her kesekî zûlim dikirin.

Ji bona ku dinyaya sekuler bixapînin, ew dinya ji kurdan re nebin alîkar, ji dinyaya sekuler re jî gotin ku Serhildana milî ya 1925an,  Tevgereke olî û kevneperest e. Li dijî demokrasî û hevdemî û komarî ye.

Dinyaya sekuler jî loma li hemberî qetlîama Tirkan bêdeng man.

Komunîstên Tirk û Yekîtiya Sovyet, îxanet him li neteweya Tirk û him jî li neteweya kurd kirin. Dewleta Kemalîst ji bona pişgiriya Yekîtiya Sovyetan qezenç bike sextekarî kirin. Lenîn bi xwe ji Atatirk û hevalên wî yên faşîst re piştgirî kirin. Ji kurdan re dijminitî kirin.

Girîngtir mijarek jî ew bû ku di nav Tevgera 1925an de xwefiroşÎ û xiyanetkarî derket holê. E jî bû sedem ku Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranê bi hêsanî dîl bê girtin.

Di encamê de dikarim bibêjim ku “96 sal in ku di dilê kurdan de xwîn diherike. şikandina serhildana milî ya 1925an di hemandeman de ji bona Tirkan jî cesaretek çêkir. Dewleta Tirk serhildanên din yên Bakûrê Kurdistanê gelek bir rehetî şikandin. Gelek bi rehetî qetlîam pêk anîn.”

Diyarbekîr, 12 Şubat 2021