1. Cîyê jidayikbûn û perwerdeyî
Li ser cî û dîroka ji dayikbûna Şemsedîn Ahmed an jî bi bernavê xwe yê navdar “Mele Gûranî”, nêrînên ciyawaz hene. Di çavkanîyên cur bi cur de ji bo cîyê jidayikbûna wî, bajar û herêmên wekî Şehrezûr, Isferaîn û Hîlara (Hêlar) Erxenîyê têne nîşandan. Li ser nav û bernavê wî yê rastîn jî nêrînên ciyawaz hene; di hinek çavkanîyan de ew bi bernavên “Şerefûddîn” û “Şihabûddîn” tête nasandin. Sehavî di pirtûkeka xwe de, wî wekî “Şihabûddîn Ahmed b. Îsmaîl b. Osman Gûranî”1 dide nasandin. “Burhanuddîn Bikaî (mirina wî 885/1480) yê ku wî ji nêzîk ve nas dike li ser nesebê wî dibêje: Ahmed b. Îsmaîl b. Osman el-Îmamul-allâme Şihabûddîn Gûranî.”2 Di çavkanîyên Osmanî yên wekî Taşköprüzade û Katib Çelebî de navê wî, wekî yê Sehavî û Bikaî hatîye nivîsandin. Li gor qeyda wî ya bîyografîk, cîyê jidayikbûn û navê wî; “Şemseddîn Ahmed e û navê bavê wî jî Îsmaîl e, cîyê jidayikbûna wî Şehrezûr e.”3 Mihemed Emîn Zekî Beg jî dibêje: “Mele Gewranî “ji Şehrezorê ye û yek ji alimên navdar ên wê demê ye.”4 Dîroknas Uzunçarşılı jî dibêje: Navê wî Ahmed Şemsedîn e, ji qezeya Gûran a Sûriyê ye.”5 Herweha li gor nivîsiandina İslam Ansiklopedisi [Ansîklopedîya Îslamî]: “Ew, li herêma Şehrezûrê sala Hicrî ya 813an (M. 1416) li gundekê bi girêdayî qezeya Kûran/Gûran ji dayik bûye.”6 Mamosteyê wî yê Makrîzî jî dibêje: “Ew, di roja 13ê Rebîûlewela 809an (28ê Tebaxa 1406an) li Şehrezorê ji dayik bûye.”7 Sehavî jî dibêje: “Ew, di sala Hicrî ya 813an (1410ê Mîladî) li Gûranê (Kûran) ji dayik bûye.”8 Lêbelê Bikaî di kitêba xwe ya bi navê Unvânü’z-Zamân9 de dibêje: Mele Gûranî bi xwe gotîye, ez sala Hicrî ya 813an li Hîlarê ji dayik bûme. Wê demê Gûran bi girêdayê Hîlarê bû.10 Di kitêba Aşıkpaşaoğlu Tarihi de navê Meleyê Gewranî, wekî “Mewlana Ahmedê Gûranî”11 hatîye nivîsandin. Di dema Osmanîyan de peyva “Molla” an jî “Mewlana”, ji bo unwanê kesên alim hatîye bikaranîn. Derbarê cîyê jidayikbûna Şemsedîn Ahmed de nêrînên cihê cihê hebin jî, “di pirranîya çavkanîyan de, li ser navê gund an jî navçeya Gûran tifaqek heye.”12 Mesele êdî dimîne ser cî û nexşeya erdnîgarîya Gûranê; gelo ev der û war bi rastî jî li herêma Şehrezora başûrê Kurdistanê ye, li Îsferaîna rojhelatê Kurdistanê ye, li Sûriyê ye yan jî li gundê Gûrana (Gewran, Deşta Gewrana) Hîlara bi girêdayî Erxenîya li ser Diyarbekirê ye? Bi dîtina min, ew “Gûran”a ku tête behskirin, navê gund û nehiyeyek Deşta Gewranê ye. Mele Temirê Pîrehmedî di hevpeyvînekê de ji Şêxmus Aslan re dibêje: “Şemsedîn Ahmed, ji navçeya Erxenî, nehiya Gewran (wê demê nehiye li gundê Zengetilê bû) e. Ji bona ku nehiye di navenda deşta Gewran de bû, loma navê Gewran lê kirin.”13 Li jêrê em dê bi berfirehî behsa vê babetê bikin. Turkolog û dîrokzanê navdar ê Almanî Franz Babinger, di pirtûka xwe ya bi navê Mahomet II, Le Conquérant et Son Temps de dibêje; Mele Gûranî li Kurdistanê ji dayik bûye û kurd e.14 Li ser cîyê jidayikbûna wî fikrên cuda hebin jî, li gor lêkolîna me, agadarîyên Bikaî û yên wek wî rastir in. “Ew war û derên ku ji bo cîyê jidayikbûna wî, li ser wan gengeşî têne kirin, hemû jî di nav xaka Kurdistanê de ne.”15 Mihemed Salih Bedirxan jî di nivîseke xwe de Fuzûlî di nav rêza şairên bijare yên kurdan de rêz dike û dibêje: “Şair û edîbên herî bijare yên wekî Fuzûlî, Ehmedê Xanî, Nefî, Mewlewî, Kurdî, Harîk, Nalî, Hecî Qadir, Şêx Riza ji nav kurdan derketine.”16
Ew, perwerdeyîya xwe ya destpêkê li warê bav û kalan, li ber destê malbat û medreseyên herêma Deşta Gewran, Hîlar û Dîyarbekirê temam dike. Di dema zarokî û perwerdeyîya wî de, Dîyarbekir û dorûberê wê, di nav tevlihevîyekê de bû, ev herêm bi piştgirîya Tîmûrî Moxilî di sala 1408an17 de ketibû bin destê Aqqoyinîyan, heta salên 1469an paytextê wan bû û nêzîkê sed salan di bin hukmê wan de ma. Şemsedîn Ahmedê Gewranî, di bin bandora dagirkerîya Tîmûr û hevkarên wî yên Aqqoyinîyan de hatibû dinê û perwerdeyîya wî jî di vê rewşê de dest pê kiribû. Paşê ji bo xwendin û tehsîla xwe, li bajar û nevendên cur bi cur geriyaye; Li Cizîrê, “Dîyarbekir, Hisne Keyfa, Bexdad û ji wê şûn ve di salên 830an (1426/1427) de berê xwe dide Şamê ku wê demê hîn ciwanekî 17 salî bû. Li vê derê li ber destê alimên navdar ên bajêr tehsîla îlmên cur bi cur dixwîne û di salên 835 (1431/1432)an de bi rêya Qudûsê re derbasê Qehîreyê dibe.”18 Li vê derê jî li nik alim û ulemayên navdar xwendina îlmên îlahiyatê dewam dike. Ji alimên navdar ên wekî îbn Hacar al-Askalanî û wd. dersan digre, xwendina xwe temam dike û ji wê şûn ve êdî ew bi xwe jî dikeve nav rêza alimên wê demê.
Piştî ku xwendina xwe ya li Misrê jî temam dike, êdî peyderpey ew jî di nav rêza civata ulemayên wê demê de bi îlm û zanîna xwe ya berfireh tête nasîn, ew êdî alimekî naskirî yê desthilatdarîya dema Memlûkî ye. “Ji demekê şûn ve, ew jî tevlî kombûnên munazarayên rêvebir û hikumdarên dewleta Memlûkî dibe, di van kombûnan de bi zanîn û fesehata xwe tête nasîn. Ji ber van taybetîyan ew, ji alîyê rêvebirên dewleta Memlûkîyan ve tê tayînkirin ji bo mamosteyîya fiqihê di medreseya Berkûkîyê de…. Di sala 844 (1440)an de, di navbera wî û Hemîd al-Nûmanî de munaqeşeyeke tûnd çêdibe, li gor gotinan ku dibêjin wî heqeret li Mele Gûranî kirîye û Mele jî vegeriyaye çêrê wî kirîye ku ew bi xwe jî ji neslê Ebû Henîfe bûye. Ji ber vê bûyerê, hatîye mehkemekirin û di dawîyê de bi biryara mehkemeyê ji muderîsîya medreseya Berkûkîyê dûr xistine û herweha wî nefîyê Şamê kirine.”19 Li gor neqilkirina Sakıp Yıldız, “Bawerîya Şevkanî jî ew e ku bohtan li Gûranî kirine, neheqîyek mezin li şexsê wî kirine, ev tiştên ku têne gotin ne layiqê wî ne.”20 Di dawîyê de weha xuya dibe, yek ji sebebên tewr girîng ên entrîkayên ku li ser wî hatine gerandin, ji ber nêrînên wî yên cuda û kurdbûna wî ye. “Ew, ji ber fikrên xwe yên cuda, ji alîyê hikumdarên Misrê ve hatîye tawanbarkirin û nefîkirin.”21

2. Deşta Gewran, “Mele Goranî” yan jî Mele Gewranî
Di dîrok û kultura kurdan de, bikaranîna cîyê jidayikbûnê di şûna bernav û paşnav de, wek adeteke giştî li gelek cî û herêman heye. Mele Gewranîyê Deşta Gewran jî, cîyê ji dayikbûna xwe wek bernavekî bi karanîye. Ji ber vê yekê, dema em bixwazin nasnameya wî ya qewmî zelal bikin, divê pêşîyê em hinek ronahî bidin ser çavkanî û wateya (mana) peyva Gewran an jî “Gûran”. Ji bo ronîkirina dîrok û nasnameya miletekî, bi awayekê rast û zanistî lêkolîn û zelalkirina navê cîyan (toponomîya wê derê) pir girîng e. Lewra navên deveran, ji bo ronîkirina dîroka gelê otokton ê wê herêmê belgenameyên sereke ne. Dema ku gotin were ser navê deveran, di destpêkê de ziman dertê pêşîya me. Gelo navê wê deverê çi ye û di pêdaçûna dîrokê de çawa guherîye? Ziman, lîlika guhartinên kulturî û dîrokî ye. Ji ber vê, divê em hinekî li ser wateya peyva “Gûran” an jî “Goran” rawestin ku Meleyê Gewranî ev peyv/gotin ji xwe re wek pênase û navnîşana cîyê jidayikbûna xwe bi karanîye.
“Gûran”, “Goran” an jî bi şiklê nivîsandina tirkî “Gürân”; navê erdekê (deştekê) berfire ye ku dikeve başûrê rojavayê Erxenîya îro. “Gûran, navê cîyekî ye di Deşta Gewran de. Ev der di navbera Erxenî (Hîlar)-Dîyarbekirê de, dikeve başûrê gundê Zengetilê (Bereketli).”22 Nivîskar Şêxmus Aslan dibêje: “Deşta Gewran, di navbêna kepirê Qerejdaxê û rêzeçiyayên binîya Erxenîyê de cî digire. Başûrê deştê, ji qirmeyên Qerejdaxê kevirên reş in. Bakurê deştê, ji kevirên rêzeçiya yên sipî ne. Mezinayîya deştê qandî 15 hezar hektarî ye. Wexta berê, va deşta beyar bû, pûş û palaxa deştê gewr dikir, loma gotine Deşta Gewran. …
Di elîfbaya osmanî de bêjeya کوران/Gûran, Kûran û Gewran bi heman tîpan têne nivîsandin. Yanê heman bêje wek “gûran” jî wek gewran jî kare bê zarkirin. Heta wek “kuran, kûran, koran, kevran, guran, goran jî tê xwendinê…. Gûran, navê wê nehiyê ye ku berê li gundê Zengetilê bû û paşê di salên sereke yên Cimhuriyetê de statuya nahiyetîya wê hatîye betal kirin… Ji bona ku ev nehiye di navenda Deşta Gewran de bû, navê wê jî Nehiya Gewran bû.”23
Di pirtûka bi navê Osmanlı Yer Adları de “Gûran/Güran”, di şûna navê gundê “Pîrehmed”a îro de hatîye bikaranîn ku bi tirkî dibêjin “Ahmetlî”. Li gor agadarîya nivîskar “Gûran”, di salên 1870yî de bûye “Nehiye” û di sala 1928an de daketîye statuya gund. Di sala 1968an de careke din ketîye rêza nehiyeyê lê piştî demekê kin, dîsa daxistine statuya gund.24
Dema em bala xwe bidin teşkîlata îdarî ya osmanî, wisa xuya dibe ku heta sala 1870yî, di teşkîlata îdarî ya osmanî de “Nehiye” tunene. Loma berîya wê demê, ev der gund bû. Her çiqas paşê gundê Pîrehmedê kiribin navenda Nehiyeyê jî, navê wî gundî ne “Gûran” e, çawa ku îro jî tê gotin Pîrehmed e. Peyva “Gûran” an jî bi navê wê yê rastîn Gewran, navê gundekî devera/herêma Deşta Gewran e ku berê li şûna Zengetilê bûye. Îro di vê deştê de ji şêst gundan zêdetir avayî hene. Li bakurê gundê Pîrehmedê, bihûrek heye ji wê re dibêjin Neqeba Kûlava. Meriv ku ji neqeba Kûlava ber bi başûr ve diçe, li rojavayê Pîrehmedê, gundê Tilxûmê25 heye û li rojavayê başûrê Tilxûmê gundê Zengetilê heye û ji wê berjêrtir jî gundê bi navê Xana Gewran heye. Ji ber ku heta destpêka salên 1900î avayîya xanekê li wê derê bû, gund jî bi navê Xana Gewran tê nasîn û çavkanîya navê wê jî Deşta Gewran e. “Gûran”a bernavê Mele jî, ji vê peyva “Gewran” tê û ew jî ji koka peyva gewr peyda bûye.
Di zimanê kurdî de peyva gewr, di çend maneyên cihê de tê bikaranîn: 1. Gewr, di mana rengê “boz” de tê bikaranîn ku li jorê hate gotin; 2. Peyvên “gewrîn” û “gewrok”, têne maneya tiştê di rengê “boz” û “xwelî”yê de; 3. Ji heman kokê peyva “gewre” peyda bûye ku ew jî tê maneya “gird” û “mezin”; 4. Ji heman kokê peyva “gewrî” jî peyda bûye ku tê maneya “boxaz”, “neqeb”; 5. Peyva “gewrîs” jê peyda bûye û tê maneya heywanên ku qismekê enî yan jî sîngê wan sipî be.
Îro li ser erdê herêma Deşta Gewran gelek gund hatine avakirin: “Tilxizûr, Melaehmedan, Şêxsiyar, Zeyndelan, Kolbext, Înko, Bervan, Qîqisan, Girya, Girê Hemê, Selman26, Çaqirfeqîr, Helawok, Xendeqan, Girê Qûçê, Aqpar, Cingirşîn, Mezir, Têşmalî, Tawêran, Qumçî, Siltantepe, Încexidir, Qeyntasik, Sawaş, Hogeçî, Acaqele, Gogicî, Qubik, Ferraşik, Qocelî, Gulan, Qûça Keran, Tilsipî, Tilweqî, Tilxûm, Malikan, Hêrsin, Kûlavan, Ziyarek, Tahya, Termila Jorîn, Termila Jêrîn, Xeltûjkan, Akinciyan, Ûsbekan, Xençerek, Meyadûn, Îgirmî, Lexerî, Rihanok, Elbasî, Tilkî, Xana Gewran, Zengetil, Qotêpirê, Doxan, Elmedîn, Qebeseqel, Şêxik, Cimika, Olaş, Elawûzik, Hestiyan, Çayana Bêdê, Çayana Ozo.”27 Û herweha gund û mezrayên wekî Xoşan, Mêgo û Îznokê hene ku herduyên dawî vê gavê kavil in.
Piştî ronîkirin û pênasekirina peyva “Gûran” û Gewran, ku cîyê ji dayikbûna Şemseddîn Ahmed yan jî bi navê xwe yê meşhûr Mele Gewranî ye, em dikarin vê pirsê bikin; ew malbat û hoza ku ev alimê jîr û bijarte anîye dinê û mezin kirîye, ji Deşta Gewran koç kirin çûn an li wê derê man? Gelo pêşîyên wan kî bûn û bermayîyên wan kî ne, çi bi serê wan ve hat? Ji bo ku em bersiveke rast û zelal bidin van pirsan, divê em vê şopê baş bigerînin. Dema ku em vê şopê digerînin û bi wê demê re muqayeseyekê çêdikin, em dibînin ku li herêmê bi berdewamî hereketek demografîk çêbûye, çûn û hatina hoz û eşîrên nû çêbûye, îro hejmara gundên li Deşta Gewran gelek zêde bûne. Rasterast li meydanê mîrasgirên wî yê fermî xuya nebin jî, li bajarê Dîyarbekir û cîyên din jî ewên ku xwe bi paşnavê “Gewran” an jî “Gewranîzade” digrin hene. Divê têkilîya dîrokî û merivatîya van malbatan baş bê kolandin.
Bi vê mîrasgirîyê ve girêdayî li bajarê Dîyarbekir bi navê “Gewran” cadeyek heye û her weha bi navê “Molla Gûranî” pasajek heye. Dema em bala xwe bidin hinek malbatên binkî yên bajarê Dîyarbekir, em dibînin ku ew jî xwe bi paşnavê “Gewranîzade”28 didin nasandin. Li gor agadarîya Ferda Cemîloglu, bi rêya jinanînê merivatîya wan û mala Gewranîzadeyan çêbûye. Malbateke herî navdar a têkildarê Gewranîyan jî malbata nivîskar, rewşenbîr û sîyasetmedarê kurd Elî Seydo Gewranî ye, ku ew bi xwe di sala 1908an de li Emana paytexta Urdina Haşimîyan ji dayik bûye û malbata wî jî di salên 1880yî de çûye wê derê. Ew dema ku bi navê dewleta Urdinê li Tirkiyê wezîfedar bûye, çûye serdana gundê xwe û ew dever jî dîtîye. Mamoste Elî Seydo Gewranî dibêje: Ez ji hoza Dodikan a kurd im, ji wî liqê/tayê wê me ku li Deşta Gewran a navbera Dîyarbekir û Erxenîya Kurdistana Tirkiyê dimîne û navê gundê me jî Lexerî ye.29 Li jorê jî di lîsteya navê gundên Deşta Gewran de Lexerîyê hatîye nivîsandin, “Ev gund, ji alîyê Hesîb Axa ve li ser gir û şûnwarekî dîrokî ji nû ve hatîye avakirin, îro jî warekî şên e û berê bi ser gundê Zengetilê ve bû.”30 Gundê Lexerîyê, di navbera Zengetil û Tilxûmê de dikeve bi alîyê milê çepê ve. Li gor lêkolîna me, Mele Gewranî jî ji van gundan e û bi îhtimaleke mezin Elî Seydo Gewranî bi xwe jî ji vê malbatê ye. Eger ev agadarîyên mamoste Elî Seydo Gewranî rast bin, em dikarin bibêjin ku Mele Gewranî bi xwe jî, endamekî hoza (eşîra) Dodikan a liqê Deşta Gewran e. …

3. Hevnasîna wî û Siltan Muradê II û mamosteyîya Şêxzade Mehmed
Li ser muneqaşeyên navbera wî û Hemîd el-Nûmanî; ku li gor hinekan ev muneqaşe wek entrîqayek rêvebir û ehlê medreseyên wê demê tête nirixandin, ji ber ku Mele Şemsedîn Ahmed bi nijada xwe ne ereb bû û di nav demekê kin de bi îlmê xwe di rêza alimên wê demê de derketibû mewqîyeke bilind, ji ber vê ekabîrên nijadereb ji wî aciz bûn. Lewma, ew bi şahidên derewîn dane mehkemê û di salên 1440an de ji alîyê hikûmdarê Memlûkî yê wê demê ve hatîye cezakirin û wî ji Misrê derxistine; pêşiyê rêkirine Şamê û paşê wî bêgav kirine ku derbasê wî alîyê çemê Firatê bibe.
Xaleke girîng û nezelal a jîyana Mele Gewranî jî, hatina wî ya ber bi herêma desthilatdarîya Siltanê Osmanî ye. Gelo ew ji ber çi, bi kîjan têkilîyan û bi çi awayî hate gihîşte Siltan Muradê II û li wê derê bû xwedî meqamên bilind? Dema em di vî warî de li rewşa wê demê ya osmanîyan binêrin, wisa xuya dibe ku Xanedanîya Osmanî nû hatibû avakirin, ji alîyê perwerdeyî û îlmî ve li gor xanedanên hevdem û dorberên xwe lawaz bû, “Di sedsalên XIV û XVan de, ji alîyê kulturî ve Qehîre, Sûriye, Îran û Maweraûnehîr ji Anatolyayê pêşkevtîtir bûn”31, pêdivîya selteneta Osmanî bihêzkirina îlm û perwerdeyê hebû. Ji bo vê, biryara Murdê II ew bû ku li navendên îlmê yên wekî Qehîre, Bexdad û Şamê bi îlimdar û kesayetîyên wek Mele Gewranî re têkilî çêkin, bibînin, binasin û yên minasib vexwînin ji bo meqamê Siltanê Osmanîyan. Bi îhtimaleke mezin Mele Yegan ji bo vê yekê hatibû wezîfedarkirin32, çûyina wî ya Hecê wesîle bû; bersiva wî ya ji Siltan Muradê II re ku dibêje “Min ji te re xelata herî mezin anîye, Mele Gewranî anîye.” Pêkanîn û serkevtina kar û barê xwe nîşan dide. Li gor gotinan Mele Yegan, gava ji Hecê vedigere, ew û Mele Gewranî li Helebê rastê hev tên. Xweragirtin, îlim, zanîn û feraseta wî bandorek girîng li ser Mele Yegan dike. Ew jî dixwaze alimekî wisa di meqamê Siltan Muradê II û medreseyên wan de hebe. Dawîyê ji bo xizmeta di meqamê Siltanê Osmanî de wî îqna dike û digel xwe tîne bajarê Bursayê.
Mele Gewranî, ber bi dawîya sala 1441ê bi tevlî Mele Yegan tê bajarê Bursayê û di nav demekê kin de bi fermana Siltan Muradê II dibe muderîsê medreseya Yidirimê û herweha li ser daxwaz û tikakirina Siltan, ji mezheba Şafîtî derbasê mezheba Henêfîtîyê dibe. Ji ber mîzaca wî ya bêtawiz û hişk Siltan, di sala 847an (1443nn) de wî ji bo mamosteyîya kurê xwe yê Şêxzade Mehmed wezîfedar dike û rêdike bajarê Manîsayê.
Berîya wî çend muderîs ji bo mamostetîya Şêxzade Mehmed hatibûn rêkirin, lêbelê nikaribûn di karê xwe de bi serkevin û wî têxin nav çarçoveya disiplîna şagirtîyê. Dema ku Mele Gewranî diçe nik Şêxzade Mehmed, bi awirekî tûj lê dinihêre û vedigere ji wî re dibêje: “Tu dê bi ya fermana bavê xwe bikî û bixwînî? Eger tu guhdarîya fermana wî bikî xêra Xwedê! Na, ku tu dijberîya vê fermana bilind bikî, wê demê tu bi halê xwe bifikre!… Dema ku van gotinan bi lêv dike, şiva di bin ebaya xwe de jî nîşanê wî dide. Dibêje, tu tengasîyê çêbikî, ez dê bi vê şivê te terbîye bikim! Bixwîne!”33 Ew di nav demekê kin de, wî xwendevanê xwe yê serkêş û qure dixe bin bandora xwe û Quranê pê dide xitimkirin. Siltan dema ku vê agadarîyê dibîhise, gelekî kêfxweş dibe û wî bi xelatên mezin payedar dike. Şêxzade Mehmed heta ku dibe Siltan, ew li nik wî jê re mamosteyî dike. Mehmed jî peyderpey mamosteyê xwe nas dike, îlim û disiplîna wî teqdîr dike û gelek di bin bandora wî de dimîne. Piştî ku Mehmed dibe Siltan, ji mamosteyê xwe re pêşnîyaza wezîrbûnê dike, lêbelê Mele Gewranî vê pêşnîyazê qebûl nake û sebebê wê jî bi îzehatekê mentiqî tîne ziman. Li ser vê helwestê, Siltan Mehmed, di sala 1451an de wî ji bo serqadîtîya leşkeran (Qazasker) wezîfedar dike. Di dema dagirtina Qostantînîyeyê (Îstenbolê) (1453) de, Mele Gewranî di meclîsa şêwirmend a Siltan Mehmed de bû û “Fikra fetihkirina Îstenbolê, digel Mele Gûranî ji alî du kesên din; Ak Şemseddîn û Zaxanos Paşa ve jî hatîye piştgirîkirin û teşwîqkirin.”34, Gewranî bîzathî jî tevlî hereketa artêşê bûye û herweha wî fetihnameyek jî li ser dagirtina Îstenbolê nivisandîye.
Dema ku ew serqadîyê leşkeran bû, li gor pêdivîya şerîetê bi musteqîl hereket dikir, ev helwesta wî ne bi dilê Siltan Mehmed bû. Ji ber vê, wezîfeya wî hate guhartin û wî ji bo qadîtîya Bursayê wezîfedar kirin. “Dema ku Mele Gûranî qadîyê Bursayê bû, bi mohra Siltan fermanek ji wî re tê şandin. Mele fermanê dixwîne, di fermanê de karê ku hatibû destnîşankirin, ji ber ku pêkanîna wî ne li gor qanûnên şerîetê bû, li ber çavê qasidê Siltan diçirîne û li qasid jî dixe! Piştî ku Siltan Mehmed Xan bi vê bûyerê dihese, ji ber lawazkirina desthilatdarîyê, jê dilşikestî dibe û biryara ezilkirina wî dide. Mele jî vê biryarê bêminetî dike û ji welatê Rûmê berê xwe dide Misrê”35 (di sala 1455an de).
“Bikaî dibêje, ew di sala Hicrî ya 859an (1455) de hatîye Şamê. Sehavî jî dibêje, ez di sala 859an de dema li Helebê bûm, ew hate Helebê û paşê ji wê derê ve çû Şamê. Piştî demekê kurt, di sala 860ê Hicrî (1456) de ji Şamê derbasê Qudisê bû.”36 Ji Qudisê jî çûye Qehîreya Misrê ku wê demê di bin hikumdarîya Memlûkan de bû, desthilatdarîya Memlûkan gelek qîmet û nêzîkayî nîşanê wî dide. Paşê Siltan Mehmed Fatih ji kirina xwe poşman dibe, bi nameyekê dilgirtinê dişîne pey wî û herweha nameyekê ji Melîkê Misrê re jî rêdike û dixwaze bi destûra melîk jî ew careke din vegere Îstenbolê. Melîkê Misrê ba wî dike û vê meseleyê gotûbêj dikin, ji wî re dibêje em bi hatina te kêfxweş in, lê tu bixwazî biçî, ew biryara te ye. Mele Gewranî di bersiva xwe de dibêje: “Ew (Siltan) ji zarokatîyê vir ve li nik min bû, ji ber ku di perwerdekirina wî de gelek keda min heye, têkilîya navbera min û wî, ji têkilîya kur û bavekî bihêztir e û piralî ye. Dema ez venegerim nik wî, mimkun e ku di navbera me de dilşikestinek peyda bibe. Bi rastî ji bo alîkarîya we (Melîkê Misrê), nizanim bi kîjan peyvan teşekur bikim.”37
Ew di sala 862an (1458an) de careke din vegerîyaye Îstenbolê û ji bo qadîtîya Bursayê hatîye tayînkirin. Li ser xebat û çalakîyên wî yên vê demê, agahdarîyek zêde li ber destan nîne. Piştî bîst û du salan, “di sala 1480an de bûye Şêxulîslam ku ev post di meqamê îlmiyeyê de dereceya herî bilind bû.38 Piştî ku ew bûye Şêxûlîslam, ji salekê şûn ve di 3yê Gulan 1481ê de şagirtê wî Siltan Mehmed Fatih wefat kirîye. Piştî Mehmed, kurê wî Bayezidê II hatîye ser text. Mela Gewranî heft salan jî bi wî re xebitîye û di sala 1488an39 de li Îstenbolê wefat kirîye. Di qeydê bîyografîya wî de, tarîxa mirina wî 1487(40) hatîye lêkirin. “Li ser wesiyeta wî, nimêja cenazeyê bi pêşnimêjîya Siltan Bayezid ve hatîye kirin.”41 Gorna wî li taxa Aksaraya Îstenbolê ye.
Li ser jîyana wî ya malbatî, li ber destê me zanînên zêde tunene, “tenê li gor agadarîya du nivîskarên wê demê, ew, çend caran zewicîye û paşê ji hev bûne.”42 Li gorî “qeyda weqfekê sala 1519an, bi navê Îbrahîm Çelebî kurekî wî hebûye û herweha li gor neqilkirina Ebûl Beka, li Şamê jî bi navê Zeynûddîn Omer kurekê wî hebûye.”43 Mele Gewranî; bawermend û dîndarekê gelek xurt bû, lêbelê ji ber ku dîndarîya wî li ser bingeha aqil bû, ew ne muteasib bû. Wî qethen ji bo meqam û mewqî, ji baweriya xwe tawiz nedaye. Ew, “Yekî bejin dirêj, rihê wî gurr bû û bi berdewamî hine dikir. Dirist û gotinên wî aşkere bûn. Wî, bi navê wezîran bang li wan dikir. Dema ku biçûna hizûra Siltan, bi dengekî bilind silav li wî dikir û qethen bejna xwe xwar nedikir. Ji bo rêzgirtinê tenê destê hev diguvaşt. Ji xeynê rojên cejnê û bêvexwendinê nediçû Serayê. “Tevî ku gelek bende û carîyeyên wî hebûn, paqişîya cîyê karkirin û rûniştinê, wî bi xwe dikir, nedixwest kes xizmeta wî bike. Ew yekê xweşxeber û rastgo bû, alîyê wî yê gotûbêj û munaqeşeyê gelek pêşkevtî bû.”44
Wî, di çil û pênc salên kar û barê dema osmanîyan de gelek alim perwerde kirin û herweha cîyê serlêdan û çavkanîya gelek îlmên tefsîrê bû. Ji ber ku nivîskar û dîrokzanên osmanî-turk, naxwazin di nivîs û pirtûkên xwe de rasterast bibêjin ew kurd bû, dibêjin Mele Gewranî yan jî “Mele Gûranî” alim û alimekî osmanî û turk bû. Nivîskar Mahmut Akyürekli dibêje “Mele Goranîyê Mamosteyê Siltan Mehmed Fatîh kurd bû.”45

4. Berhem û pirtûkên wî
Mele Gewranî; di jîyana xwe ya nêzîkê 80ê salan de, digel berhemên îlmî, gelek avayîyên perwerdeyî û xêrxwazîyê jî dane çêkirin. Wî li Îstenbolê du mizgeft, du mescîd, du medrese û hemamek dane çêkirin. Di çavkanîyên cur bi cur de behsa gelek berhmemên wî têne kirin, li ser hejmar û navê van berheman nêrînên cuda hene. Hinek berhemên telîf û yên din jî haşîye û şerh in. Heta îro em rastê nivîsandineke wî ya li ser kurdan û bi zimanê kurdî nehatine.
Hinek berhemên wî yên ku têne zanîn ev in:

1. Gayetû’l-emanî fi Tefsîrî Kelâmî’r-Rabbanî. Ev tefsîr, pirtûka navdar a Mele Gewranî ye. Nivîsîna wê di sala H. 867/M.1462-1463an de temam bûye û pêşkêşê Siltan Mehmed Fatih kirîye.
2. Fetihname. Li ser fetihkirina Îstenbolê hatîye nivîsandin.
3. el-Kevserü’l-câri ilâ riyâzi Sahih el-Buharî. Ev berhema wî şerha li ser Buharî ye. Destnivîsa wê, di Kutibxaneya Koprulû de ye. (No. 328).
4. Keşfü’l-esrâr an kira’ti eimeti’l-ahyâr. Ev pirtûk li ser îlmê qireatê ye. Desnivîsa wê ya herî baş di kitêbxaneya Suleymanîyê de ye. (No. 47/2).
5. Haşîyeya tefsîra Kadî Beyzavî.
6. Şerha li ser Camiü’l-Cevami’ye.
7. Şerha li ser Sehîha İbn Temcid.
8. Levâmii’l-gurer fi şerhi fevâidü’d-dürer. Telîfa wî ye û di Kitêbxaneya Suleymanîyê de tête parastin. (No. 47/1).
9. Risalet el-Vala’. Ev berhem li hemberê el-Risalât el-valâ’iye ya Mele Husrev (mirin. 1480) hatîye nivîsandin.
10. Şafîye. Di bareyê îlmê arûzê de ye û ji 600 beytan pêk hatîye.
11. el-Budur el-levâmî. Li ser îlmê fikihê ye û şerha Câm’ el-Cavamî ya Taceddîn Subkî (mirin. 1369) ye.
12. Defal-hitâm an vakfî Hamzat ve Hişam.
13. Haşîyeya Ca’berî ya Kasîde-î Şatibîyye ye.

Jêder: Seîd Veroj, Portreyên Şophiştî, Weşanên Dara, Diayrbekir, 2019

Jêrenot:

[1] Doç. Dr. Sakıp Yıldız, Fatih’in Hocası Molla Gürâni Ve Tefsiri, Sahaflar Kitap, r. 18.

[2]  S. Yıldız, Jêdera berê, r. 18.

[3] Mele Gûranî, Biyografik fiş. httpataturkkitapligi.ibb.gov.tryordambtyordam.phpaTumu=Molla%20G %C3% BCr% C3% A2ni&bolumsanal=001, 10.05.2019

[4] Mehmed Emin Zeki Bey, Kürd ve Kürdistan Ünlüleri (Meşahirê Kurd û Kurdistan), Öz-ge Yayınları: 33, 3. Basım, Ankara, 2005, r. 365.

[5] Prof. İsmail Hakkı Uzunçarşılı, Dünya Tarihi & Osmanlı Tarihi, Cild: 6, Çapa 7, Türk Tarih Kurumu Yayınları, 2011

[5]  İslâm Ansiklopedisi, Cild: 8, MEB Eskişehir Anadolu Üniversitesi Güzel Sanatlar Fakültesi 1997, r. 406.

[7] TDV İslâm Ansiklopedisi, TDV Yayınları, İstanbul 2005, Cilt 30, r. 249.

[8] TDV, Jêdera berê, r. 249.

[9] Burhanuddin Bikâaî, Unvânü’z-Zamân, Köprülü Kütüphanesi, 1119 numarada kayıtlı.

[10] TDV, Jêdera berê, r. 249. https://islamansiklopedisi.org.tr/molla-gurani

[11] Aşıkpaşaoğlu Tarihi, Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları, İstanbul, 2011, r. 205.

[12] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 20.

[13] Mele Temir Bingöl, Hevpeyvîn: Şeyhmus Aslan, Pîrehmed/Erxenî, 1993, (Medrese Xwendîye, 85 salî bû).

[14] Müslüm Üzülmez, Fatih Sultan Mehmed’in Hocası Molla Gürani Erganili Mi?, https://erganiforum.tr.gg/Fatih-Sultan-Mehmed-h-in-Hocas%26%23305%3B-Molla-G.ue.rani-Erganili-Mi-f-.htm, (Franz Babinger, (II. Mehmed: Fatih ve Zamanı), Trad. De L’Allemagne H. E. Del Medico, Payot, Paris-1954, s: 37, 574.).

[15] Osman Aydın, Bilim ve Sanat Dünyasının Ünlü Kürtleri, Deng Yayınları, İstanbul, 2018, r. 107.

[16] M. Salih Bedirxan, Kılıçtan Evvel Kalem [Berî Şûr Qelem], Rojî Kurd, no: 3, weşanên War, Îstenbul, 2002, r. 78.

[17] Veysel Aydeniz, Akkoyunlu-Kürt İlişkileri, Nûbihar Yayınları, İst. 2002, r. 28.

[18] İslâm Ansiklopedisi, Cild: 8, MEB Eskişehir Anadolu Üniversitesi Güzel Sanatlar Fakültesi 1997, r. 406.

[19] İslâm Ansiklopedisi, Cild: 8, r. 406.

[20] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 35.

[21] Osman Aydın, Jêdera berê, r. 107

[22] Müslüm Üzülmez, Fatih Sultan Mehmed’in Hocası Molla Gürani Erganili Mi?, https://erganiforum.tr.gg/Fatih-Sultan-Mehmed-h-in-Hocas%26%23305%3B-Molla-G.ue.rani-Erganili-Mi-f-.htm

[23]Şeyhmus Aslan, Molla Goranî ye an Meleyê Gewranî ye, (Ji nivîsek neweşandî).

[24] Tahir Sezen, Osmanlı Yer Adları, İkinci Baskı, Devlet Arşivleri Genel Müdürlüğü, Ankara 2017, r. 14

[25] Zifqar Axayê ku di tevgera 1925an de hate darvekirin ji Tilxûmê bû. Tilxûm gundek kevnare ye û tê de şûnwarê qeleyek kevn heye.

[26] Li gor Şeref Yalçin, di salên 1870an de ji eşîra Qeregeçîyan beşekê babika Berwî û Amînî hatine herêma Erxeniyê û li gundê Selman, Înko, Berwan, Kocalî, Gulan, Qeyan, Zeydelan, Giryan, û Kolbext bi cî bûne. (Şeref Yalçın, 10.09.2008, Amed).

[27] Şeyhmus Aslan, Molla Goranî ye an Meleyê Gewranî ye (Ji nivîsek neweşandî).

[28] Diyarbekirli Gewranizade M. Memduh, Diyarbekir Hapishanesinden Bir Seda, Serbesti, no: 9 11 Teşrini Sani 1324 (1908).

[29] Elî Seydo Gewranî, Ferhenga Kurdî Nûjen: Kurdî-Erebî, Pêşgotin, 1985, r. 9-10 (Ji arşîva Lûtfî Baksî, Wergera M. Emîn Narozî).

[30] Mustafa Üzülmez, Bilinmeyen Yönleriyle Ergani, Doğuş Matbaası, Diyarbakır, 2015, r. 67

[31] Ord. Prof. İsmail Hakkı Uzunçarşılı, Dünya Tarihi & Osmanlı Tarihi, Cild: 1, Çapa 7, Türk Tarih Kurumu Yayınları, 2011, r. 521 (Ji arşîva Lûtfî Baksi)

[32] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 39.

[33] Bostanzâde Yahya Efendi, Duru Tarih, Milliyet Yayınları, 1978, r. 71 (Ji arşîva Lûtfî Baksî).

[34] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 56

[35] Bostanzâde Yahya Efendi, Jêdera berê, r. 72.

[36] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 65.

[37] Hoca Sadettin Efendi, Tacüt-Tevahir V,  Kültür Bakanlığı Yayınları/301, 1992, r. 73 (Ji arşîva Lûtfî Baksî).

[38] Şevket Beysanoğlu, Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, Birinci Cilt, San Matbaası, Ankara 1996, r. 56.

[39] İslâm Ansiklopedisi, Cild: 8, MEB Eskişehir Anadolu Üniversitesi Güzel Sanatlar Fakültesi 1997, r. 408.

[40] Mele Gûranî, Biyografik fiş. httpataturkkitapligi.ibb.gov.tryordambtyordam.phpaTumu=Molla%20G %C3% BCr% C3% A2ni&bolumsanal=001, 10.05.2019

[41] Mehmed Emin Zeki Bey, Kürd ve Kürdistan Ünlüleri (Meşahirê Kurd û Kurdistan), Öz-ge Yayınları: 33, 3. Basım, Ankara, 2005, r. 366.

[42] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 81.

[43] S. Yıldız, Jêdera berê, r. 82.

[44] Hoca Sadettin Efendi, Jêdera berê, r. 127.

[45] Mahmut Akyürekli, Kürtlerle Türkler Bin yıllık Geçmişin Kısa Tarihi, Tarih Araştırmaları Vakfı/Tarih Kulübü Yayınları, İstanbul, 2016, r. 23.

[46] Şevket Beysanoğlu, Jêdera berê, r. 56.