Tîma Spora Amed ji Koma/Lîga Duyemîn a spora Turkîye bû şampiyon û derbasê Koma Yekemîn a spora Turkîye bû. Heke li vir jî şampiyon be, derbasê Koma/Lîga Super dibe. Di Koma Superê de jî serkevtî be, rêya Koma/Liga Şampiyonîya Awrûpê vedibe.

Di asta spora Turkîyê de Koma Yekem kû Amed Spor derbasê wî bû, ne pir girîng e, (her çiqaş navê wî Koma/Lîga 1. bibe jî di qategorîya fotbola Turkîyê de qategorîya duyemîn e.), Yên qategorîya yekemîn û girîng Koma/Lîga Super a Turkiyê ye û tîmên serkeftî yên vê komê dikarin beşdarê Koma Şampiyonîya Ewrupayê bibe. Yanî şampiyonîya Amed Sporê di asta Turkîyê de merhaleke adî/asan e, ev di bajerek dinê Turkîye bibûya, tenê li vî bajarê dihat rojev û pîrozkirinê. Lê belê şampiyonbûna Amed Sporê, berevajiya vê, di nav rayagiştîya Turkîye û di nav Kurdên hemû dinyê da bandorek mezin derxist holê. Di nav Kurdan de jî li çar parçeyên Kurdistan û Dîyasporya Kurdan de bi çoş hat pîrozkirin. Bûyerên balkêş çêbûn; ji serxwebûnxwazên Kurdistan heta ji alîyê mihalefet yê Turkên lîberal, Kemalîstên şovenîst jî hatin pîrozkirin…

Ev bûyer nav çîna sîyesetvanên elîtîstên Kurdan de jî li qada medyaya civakî de hat gengeşîkirin û nêrînên erênî û neyînî derketin holê…

Ji bo kû em vî bûyêrê li ser zemîna sîyaseta netewî gengeşî bikin, divê rewşa heyî were zelalkirin. Tîma Amed Spor di nav Koma/Lîga 2. a Turkîye ya qolonyalîst de cîh digre. Hemû Koma/Lîga Turkîye, gor prensîpên Federasyona Fotbola Turkîye (FFT) tê meşandin. Gor prensîbên FFTyê; divê di stadyumê da li cem ala tîmên futbolê, ala Turk jî bê daleqandin û berê maça fotbolê, marşa dewlata Turk sirûda serxwebûnê/marşa îstîklalê bên xwendin. Amed Spor jî di hemû maçên xwe de van prensîban tîne çî. Ev prensîbên qolonyalîstan, di kongireyên partî û komel û waqif jî nav de, rêxistinên çivaka fermî yan nefermî di hemû dezgeh û rêxistinên dewleta dagirker de tê bicîanîn. Bi kurtî Amed Spor dezgehek nefermî ya li gor zagonên dewleta qolonyalîst hatîye avakirin û li gor wan zagonan çalakîyên xwe dike.

Li Turkîye ji xeynî Amed Spor, tu tîma sporê nebûye berkirdeya sîyasî. Amed ne navê Dîyarbekir yê kevn e, her çikas navê bajêrê kevn wekî Amîd, Amîda hebe jî, bikaranîna navê Amed nû ye û ji “A Med”ê (Yên Med’an- Med=Kurd-yan Kurdan) hatîye afirandin. Ev nav ji alîyê sîyasetmedarên Kurd bi zanatî hatîye bijartin û xistine rojevê, herweha  di demeke kin de jî di nav gel de hatîye pejirandin. Her weha di nav Kurdan de û zêdetir jî di nav Kurdên Bakûr de Dîyarbekir/Amed  wek navenda sîyaseta Kurd û paytexta Kurdan hatîye xeyalkirin û pejirandin. Tîma A MED/KURD her çikas ji alîyê sîyaseta kêmnetewî ve hatîye damezrandin jî; hem ji ber êrişên şovenistên Turkan, hem jî xwedî derketina nirxa xwe ya netewa Kurd/Kurdîstan ve bû parçeyek nasnameya netewa Kurd. Êdî Amed Spor ne tîma spora bajer bû, ew bû tîma spora Kurdan. Herweha ew ne dezgeheke netewî/Kurdistanî bû, lê dezgehek etnîkî ya Kurdan bû. Êdî ew ne Tîma Amed/Diyarbakirê bû, ew bû tîma “netewî”ya Kurdan; li çar parçeyên Kurdistanê û di diasporaya Kurdan de wusa hat xeyalkirin û pejirandin, pênasekirin.

Ji bo alîkerên Amed Spor; ji alîyê nijadperestên Turkan pîrozkirin, marşa dewleta Turk xwendin, ala dewleta qolonyalîst daliqandin, yek tîma di nav koma/lîga Turka bûyîn ne girîng bû; ew tîma Kurdan bû. Her alîkarekî li gor xwe pênase kir, lê yên kû mîsoger bû, Tîma Kurdan bû.

 Bi rastî Amed Spor çî ye?

Gelo ew dezgeheke nefermî ya qolonyalîstan e? Yan ew dezgeheke nefermî ya nasnamaya etnîkî ya Kurdan e? Yan jî dezgeheke nefermî ya netewî/Kurdistanî ye?

Bersîva vî pirse, ji bo girse û sîyasetê cûda ye û li gor dem û mudaxeleyan tên guhartin.

Bêşik ji bo girseyên alîkarê Amed Spor beşeke nasnameya Kurdan e. Wusa hisdikin û wisa pênase dikin. Bi rastî jî, di dîroka netewan de bûyer çi ye, dîroka wî/rastîya wî çi ye ne girîng e, yên girîng çawa tê hiskirin û tê pejirandin û tê pênasekirin e.

Rola Amed Sporê ji bo sîyasetvanan re çî ye?

Helbet ji bo dagirkeran, his û enerjîya girseyan ji pirsgirêkên netewî dûrxistin e.

Ji bo sîyaseta entegrasyonerên PKK, ji bo berjewendîyên rexistina xwe bikaranîn e.

Lê ji bo sîyasetmendarên netewî/serxwebûnxwaz çî ye?

Divê ev bê gengeşî kirin. Mijar ne tenê Amed Spor e, mijar divê li ser tekilîya çalakîyên girseyî û tevgera netewî û demokrat a Kurdistanê çawa bê meşandin e? Ev gelek girînge, ji ber kû ev mijar ji van pirsa derdixe holê; Li Kurdistanê têkoşîna demokrasîyê çi ye? Dezgehên netewî çi ne û divê çawa bên avakirin? Kirdeyê neteweya Kurd û Kurdistanê kî ye?

Ji bo em van pirs û mijarê bi asanî gengeşî bikin, em karin têgeha “tevgera/hişmendîya “BI XWE Û XWE” (sopontane-Turkî kendiliğinden) ya teorîya marksîst bikarbînin. Her çiqaş dîrok ji alîyên felsefî û zagonên guhertinên civatan de teorîya marksîst pûç kirîye jî, di sosyolojîya marksîst de gelek tespîtên rast jî he ne.

Marx, hişmendîya bi xwe û xwe ya karkeran wek bixwe biyanîbûn pênase dike û lêbelê bi hişmendiya çînî karî ji bo xwe bibe çînek. Herweha tevgera bi xwe û xwe jî tevgerek bêencam dibîne. Lenîn teorîya xwe ya partîyê li ser vî damezrandîye. (Bi kûrtî li vir kanim bibêjim kû, modela partîya lenînîst, modelekî girîng e kû şoreş bike. Lê bi têgihîştina materyalîst jî, dîktatorîya serokatîya partîyê jî misoger dike.) Li gor Lenîn, faaliyeta partî; di nav girseyên kedkaran da çalakî û hişmendîya bi xwe û xwe re, berdewamî hişmendîya çînê bibe, her mijar, her bûyer berdawamî  bi hişmendiya çînê ve ji girseyan re tê daxuyankirin û pêşkêşkirin.

Li welatên qolonyal ên wek Kurdistan de, hişmendî/çalakî û dazgehên bi xwe û xwe ne li gor welatên serwer in.  Her çikas di netewa qolonî (netewa bindest) de hişmendî û çalakîyên bi xwe û xwe hebin jî dezgehên hemû netewa qolonî yan hatîne rûxandin yan ji xwe xistîye rengek nû û veşartî ye. Lê li Kurdistanê ev mijar hîn daha herî rûxan e. Sîyaseta qolonyalîzma deryayî û sîyaseta qolonyalîzma dewleta çîran çûda ye. Di qolonîya dewleta cîran de sîyaseta qolonyalîst; hemû dezgehên welatên kolonî rûxandin, pişaftin û pêxistinî ye (entegrasyon e).

Netewa Kurd/Kurdistan li dijî êrîşa qolonyalîstan bi xwe û xwe çanda xwe, zimanê xwe, tekîlîyên xwe yên civakî û nasnameye xwe diparêze. herweha dijî qolonyalîzmê  di nav hêrs, nefret û kînê de ye. Lê ev parastinên nirxên xwe yên bi xwe û xwe, netewe ava nake, divê bi hişmendîya siyaseta netewebûnê bêne neqşandin, xwedî dezgeh kirin û çalakkirin. Ev ast hewceyê sîyaseta netewî ye.

Tevgera demokrat û netewî ya Kurd/Kurdistanê pêwîst e kû ev dezgeh û nirxên netewî ji nû ve  bihone û pênase bike. Ev him dezgehên netewî honandin e hem jî di Kurdîstanê da dayîna têkoşîna demokrasî ye. Li Kurdistanê têkoşîna demokrasî, ne demokratkirina dewleta qolonyalîst e, beravajê wê avakirina rêxistinên demokrat û girseyî yên Kurdistan ye û wan bi hişmendîye netewî xemilandin e. Mînak rêxistinên karkerên (sendîka) Kurdistan, rêxistinên xortên Kurdistan, rêxistinên karsazên Kurdistan, rêxistinên jinên Kurdistan, Heyvasora Kurdistan, zankoyên Kurdistan….. û herweha. Cûdabûna sîyaseta netewî û kêmnetewî di vî qonaxê de ye. Sîyaseta netewî/serxwebûnxwaz; avakirina dezgehên netewa Kurd/Kurdistan û bi avakirina serxwebûnê netewebûna Kurd/Kurdistanê dike armanç. Lê sîyaseta kêmnetewî, bi bernama otonomî (serbixwetî) û federasyonê, dixwaze dewleta qolonyalîst ji nû ve ava bike. Yanî têkoşîna ji beşekê netewa serwer bûyinê ye. Bi Kûrtî NE SERXWEBÛNXWAZ BÎ, nîyeta te çi dibe bila bibe DIJÎ NETEWABÛNA KURD/KURDÎSTANÊ YÎ. Ji ber kû sîstema dinê sîstema netewe dewlet e û têkoşîna netewî ne tenê têkoşîna dijberê kolonyalîstan e, herweha ew avakirina netewa Kurd/Kurdistanê ye. Yanî netewa Kurd bi xwezayî (bi xwe û xwe ) nîne, îrade û bîryara netewebûna  netewa Kurd/Kurdistanê heye.

Li vir pirsek derdikeve holê, baş e di dezgehên qolonyalîstan de yan jî dezgehên pêbende yên qolonyalîstan de xebata demokrasî pêkan e/mümkün e? Heke pêkan be/mimkûn be cawa?

Li Kurdistanê hemû dezgehên fermî û ne fermî pêbendê qolonyalîstan û zagonên wî ne. Mînak; tu partîyek legal û bernameya wî ya serxwebûnxwaz jî ava bikî, tu mecbûrî di kongra xwe de ala qolonyalîstan bidî deliqandin. Sendîka jî wisa ye, waqif jî û komel jî wisa ye. Li vir 2 tişt girîng e; 1) Van prosedoran siviyatî û asan dikî 2) armanç û bernameya xwe bingeh digrî û ev prosedoran li berçav nagrî. Mînak, perwerdeya qolonyalîst teşhîr dikî, lê bergirtina pişaftina asîmilasyonê, bijartina dersê Kurdî teşwîq dikî. Mînak, di zanîngehan de bikaranîn beşa zimanê Kurdî, Zanîngeha Artuklû û Hakkarî de welatparêzên Kurd berpirsiyarî girtin û gelek berhemên ziman û edebîyata Kurdan derxistin holê, lê li Muş û Bîngolê alîkarên dewletê bûn rêvebir û di berhemên xwe de gotin Zaza ne Kurd in.

Amed Spor jî di pêbendê dewleta kolonyalîte de dezgehek nefermî ye. Lê tîmên sporê di xwezayê xwe de 2 beşin; yek yîma sporê û yek jî alîgir in. Ji ber ruh û çoşên netewî geş bibe, ji bo Tevgera Demokrat û Netewîya Kurd/Kurdistanê serketina tîma sporê girîng e, lê yên zemîna bingehîn alîgir in. Her çiqas tîma Amed Spor pabendê devleta qolonyalîst be jî, alîgir serbixwe ye. Alîgir, ji tîma sporê çoş digre, lê hîss û pênase ew bi xwe çêdike; Bi serketinên tîmê, ew serkeftina aîdê xwe, hebûna xwe, armanca xwe dibîne. ÎRO AMED SPORê AÎDBÛNA KURDÎTÎ DERXİSTÎYE HOLÊ. Divê Tevgera Demokrat û Netewî ya Kurd/Kurdistanê vî kurdîtîyê bigehîne merhela AÎDBÛNA NETEWA KURD/KURDISTANê.

Em werin pirsa kirdeyê şoreşa Kurdistanê kî ne? Gor şoreşa Kurdistan berhemê têkoşîna Netewa Kurd/kurdistanê be, partî û rexistin şoreş nakin, netewe şoreşê dike. Partî û rêxistin di honandin netewa, hişmendî kirin û çalakkirina wê de rolên xwe dilîzin, ji bo rizgarîya netewa Kurd/Kurdistan, partîyek pêkhatî ji qadroyên kirde û bi armanç û rêbazê ve giredayî, serxwebûnxwaz û şoreşker pêwîst e. Lê ev partî divê hemû çalakîyên girseyan, bi sîyaseta netewî bineqşîne.

Divê bi vî perspektîfê çalakîya girseyî yên bi xwe û xwe ya alîgerên Amad Sporê bêne nirxandin. Di Kurdistanî kirin alîgerên Amed Sporê de, yekûyek siyasetvanên serbixwe jî karin rolê xwe bilîzin. Di medya cîvakî da, li stadyûmê û pîrozkirinan de şembolên netewî, rihên netewî nav girseyan pêşkêşkirin ne zor e. Bêşik di pêvajoyê de wê li dijî Amed Spor gelek êrîşên şovenîstên Turk bêne kirin, gelek neheqîyên sporê bibîne; alîgerên wî YÊN DIN bûna xwe hîss bike, dê rik û hêrs û nefreta wî zêde be. Divê ev rik, hêrs û nefret ji sîstema kolonyalîst bête araste kirin. Her neheqî, her bûyer bibe teşhîra kolonyalîzmê….  Di hîss û hişmendîya alîgiran de Amed Spor wek “TÎMA NETEWÎ/MÎLLΔ bête neqişandin.

Di pêvajoyê da li ber alîgerên Amed Sporê 2 rê hene;

1- Nasnameya Kurdîtî ji alîyê kolonyalîst û sîyasetên entegrasyonîst ve bête  vemirandin û bibe wek Trabzon Spor; tîma Trabzon û etnîkîya nostaljîk  “ Tîma Laz’an-Tîma Behra Reş”

2- Nasnameya Kûrdîtî diguhere ser nasnameya Kurdistanî û dibe wek Barcelona, Athletîc Bîlbao û dibe sengerek tekoşîna rizgarîya netewa Kurd/Kurdistanê.

Bi mîlyonan alîgirên Amed Sporê bikevine kîjan qadê, ewê bi xabatên kirdeyên sîyasî dîyar bike.

Dinya di nav şerê giştî yê 3. da ye û ev şer îro bi giranî li ser erdnîgarîya Kurdistanê dimeşe. Mijar şertên xilasbûn û rûxandin, jenosîd, koçberkirin bi hev ra derxistîye holê:

 Xelasbûn, di her qadê da serwerkirina sîyaseta serxwebûnê ye.

Tinebûn, li Kurdistanê serwerîya sîyaseta entegrasyonalîst û kêmnetewî ye. Çêkên herî girîng yên kolonyalîstan, ne dezgehên kolonyalîst in, çekên herî girîng di nav netewa Kurd/Kurdistanê da serwerîya sîyaseta entegrasyonlîst-kêmnetewî ye. Yanî çekên herî giran ên kolonyalîstan; parêzvanê Komara Demokratîk PKK, parêzvanê Iraqa Federal YNK û wd, parezvanên Sûryeya demokratîk PYD û wek vana ne.

Divê bi vî nêrînê piştgirîyê bidin Amed Sporê.

Bi mîlyonan alîgirên wî bi hîşmendîya netewî binexşînin.

Bi mîlyona bi qîrin û bibêjin TU HER BIJÎ TÎMA NETEWA KURD/KURDISTANê AMED SPOR!!!

 Amed, 06.05.224