Azadî û demokrasî di serdema me de, wek du hevokên bi giştî tên bikaranîn. Lewra ew du hevokan li dijî dîktatorî û faşîzmê bi kar tên. Piştî têkoşîneke dirêj, ketin jiyana mirovatî û sîyaseta navneteweyî. Bi taybetî jî piştî Şerê Duyemîn yê Cîhanê dema ku hêzên li dijî Dagirkerî û Faşîzma Hîtler serkeftî bûn, demokrasî û azadî, bûn du hevokên girîng û populer.. Bi taybetî jî demokrasî li welatên Anglo Sakson (Emerîka, îngiltereyê, Ewûstrûlyayê û hewirdorên wan) û li Ewrûpayaê bû sîstemên siyasî û civakî. Piştî şer jî demokrasî roj bi roj li wan welatan pêşket û dinyayê re jî bûn model.

Lê her welatekî û her partiyeke siyasî û her serokekî welatên paşvemayî û an jî welatên hêdî û hêdî pêşdikeve, demokrasî ne pejirandin û mafên şexsî û grûbî ne parastin. Li wan gelek dewletan rejîmên li dij demokrasiyê û mafên mirovatiyê, dîktatoriya serokan û partiyan domand. Ev rastiya tehl li Rojhilata Navîn xwe bi hemû rengan diyar kir. Li dewletên Rojhilata Navîn ji bona însanan, gelan û neteweyan jiyaneke gelek tarî û nexweş domand, hîn jî didomîne. Lê li wan welatan bi taybetî jî Dewleta Tirk û partiyên wan yên siyasî bi awayekî her demê ji mafparêzî û demokratbûna xwe tînin ser zimên.

Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn neteweya kurd ji vê xirabiyê zêdetir para xwe girt. Neteweya Kurd û welatên wan bû çar parçe. Her çar parçe jî ketin bin dagirkerî û îlxaka çar dewletan. Neteweya Kurd li çar dewletên dagirker wek netew hatin înkar kirin û mafên neteweya kurd yên neteweyî hatin xesip kirin. Ji bona ku neteweya Kurd tune bibe, sîstemeke nîjadperestî û helandina kurdan dest pê kir. Ew pêvajoya li 3 dewletan (li Dewleta Tirk û Sûriyeyê û Iranê) bi tevayî û li dewleta Iraqê qismî (bi nîvî) didomîne. Gelek herêmên Kurdistanê di bin nîrê kolonyalîst ya Iraqê de ne.

Li Iraqê ji bona ku di sala 2005-an de encama makezagoneke nû sîstema federal hat pejirandin¸Gelê Kurd jî beriya Dewleta Iraqê di sala 1992-an de federalîzm pejirandibû. Kurdistan gor sîstema federal ava bibû. Loma jî beriya Iraqê federalîzm û demokrasî hat Kurdistanê. Li Kurdistanê sîstema pirrpartitî hat pejirandin û Meclîs ava bû û hemû partî bi azadî beşdarî hilbijartina Meclîsê bûn.

Li Rojhilata Navîn serokek û partiyek dema mixalîf be, xwe gelek bi rehetî azadîparêz û demokrasîparêz nîşan dide. Gelek bi hêsanî ji edaletê û ji wijdanê qal dike. Dibêjin ku “emê di desthilatdariya xwe de bi edalet, demokrat û mafparêz bin.”  Lê dema ku desthilatdar dibin bi her awayî otorîter û totalîter û faşîst dibin. Li gelan û neteweyan zûlmê dikin. Mafên wan pê dikin û diperçiqînin. Ew bi taybetî li çar dewletên kolonyalîst çandeke dîrokî û nîjadperest û hişk e.

Loma ji bona mafparêzî û demokratîkbûnê, bi edalet û bi wijdan tevgerandinê pîvan û qanûna esasî di desthiladarîbûnê de, helwesta bê nişandin e.

Lê li Rojhilata Navîn yek mînakek serok heye ku dema desthilatdar be jî dibe mafparêz û demokrasîparêz. Ji Edalet û hiqûqê re xwedî derdikeve. Ew serok jî Mesûd Berzanî ye.

Serok Barzanî him di dema herêmên rizgarkirî de û him jî di dema desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê de mafparêz  û demokrasîparêz bûye. Bi edalet û bi wîjdanê tevgeriya ye. Nûha jî tevdigere. Pêkvejiyana civata Kurd û miletên din yên li Kurdistanê dijîn bi awayekî hişk û ortodoksî diparêze û dema li hemberî mafên wan neheqiyek hebe li dij derdikeve.

Serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî di van demên dawî de dema Dadgeha Bilind ya Iraqê di derbarê mafên miletên li Kurdistanê dijîn, biryara nehiqûqî wergirt, bi xurtî li dijî wê biryarê derket. Ev biryara û helwesta wî ya bi edalet û însanî û demokratîk û mafparêzî jî bû yek sedem ku li hemberî hilbijartina giştî li Kurdistanê helwest nîşan da, got ku “navenda Iraqê neheqiyên destûrî û makezagonîû dom bikin em nakevin hilbijartina giştî li Kurdistanê.”

Di derbarê helwest û qerektera mafparêzî û demokratbûnê Serokê Kurdistanê de daxuyaniya Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê girîng e.

Fermo em lê binêrin çi tê gotin:

“Serok Barzanî berdewam bergirî ji mafên pêkhatan kiriye û qet xemsarî li beranberî wan nekiriye, lewma em dê helwestên wî ji bîr nekin”.

Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê tekez jî kir ku, helwestên Serok Barzanî li beranberî kuta û pêkhatan dê bimînin, taybet ku tekîd li kursiyên wan li Perlemana Kurdistanê kir.

Lwîs Sako herwesa hêvî kir ku Îraq xelkê xwe himbêz bike, ne ku stemê lê bike.

Dîsa got: “Em gelek spasdarên wê qebûlkirina germ in ku li Herêma Kurdistanê pêşkêşî tevaya pêkhatan hatiye kirin, em wekî Kiristiyan hest dikin ku ev der mala me ye û em xelkê vê deverê ne. Em li vê derê xwediyên serbilindî û azadiya xwe ne, em çanda xwe diparêzin, ev gulek e bi laşê Herêma Kurdistanê û Îraqê ve, ne ku stiriyek e wekî ku hindek kes hizir jê dikin”.

“Em hêvîdar in aliyê federalî jî feydeyî ji vê ezmûnê werbigire û zêdetir bike, xelkê xwe himbêz bike, ne ku neçarî koça bizorî bike, stemê lê bike û derbixe, bi rastî em azareke zêde li ser vê mijarê dikêşin”.

Lwîs Sako dubnare jî kir ku Serok Barzanî qet xemsarî di derheqa wan de nekiriye, taybet dema ku DAIŞê ew derxistin û di dema vekêşana mersûma komarî de jî, bi awayekî Serok Barzanî hin gotin kirin ku dê herdem di bîrdanka Kiristiyanan de bimînin û em dê ji bîr nekin dema gotî, “Em bi hev re dijîn û dê bi hev re bimirin jî”. Ev gotinek e em nabihîzin, gotineke ji zêrî”. (Kurdistan24)

Diyarbekîr, 05. 04. 2024