Dîroka neteweya Kurd bi terîfeke din, dîroka qetlîaman e. Lewra li hemû beşên Kurdistanê dema neteweya Kurd mafên xwe yên neteweyî daxwaz kir, ji bona çarenivîsiya xwe û serxwebûn û azadiya xwe têkoşînên neteweyî meşandin; her dem bi qetlîaman re rûbe rû bûn. Neteweya kurd ji bona ji holê rabe, rûbirûyê komkujiyan bû. Qetlîama Helepçeyê (16.03.1988) jî beşek û xelekek ji van komkujî û qetlîaman e.

Qetlîama Helepçeyê, beriya 36 salan pêk hat. Tê zanîn ku di sala 1979an de di navbera Dewleta Iraqê û Îranê de li ser talana Peymana Cezayîrê şer dest pê kir.  Di vî şerî de jî neteweya kurd û rêxistinên Kurdistanê ketin nav zehmetiyeke mezin. Dewleta İranê dixwest ku rêxistinên Başûrê Kurdistanê piştgiriya wê bike, Iraqê jî dixwewst ku rêxistinên Rojhelatê Kurdistanê piştgiriya wê bike. Lewra Rêxistinên Kurdistanê bi gelek aliyan ve hewcedarî wan bûn.

Di encamê de Dewleta Iraqê piştgirya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNKê) ji Dewleta Îranê re sedem nîşan da di 16ê Adara 1988an de li Helepçeyê çekên kîmyewî bi kar anî. Encama ew çekên kîmyewî li Helepçeyê qetlîameke gelek trajîk hat rojevê. Gor agahdariyekê 5000 û gor agahdariyekê 7000 kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kes jî bi awayekî trajîk seqet man.

Berpirsên Dewleta Federe yê Kurdistanê di derbarê  Qetlîama Helepçeeyê gelek peyam pêşkêşî raya Kurd û dinyayê kirin. Ez dixwazim bi  peyamên wan,  Qetlîama Helebçeyê şermezar bikim û şehêdên Helebçeyê bi rêz bibîrbînim.

Berpirsên Dewleta Federe ya Kurdistanê di derbarê Qetlîama Helebçeyê de diyar kirin ku  “di 36. salvegera kîmyabarana Helebceyê da em şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li giyanê paqijê wan bin û ji malbatên şehîdan ra silavan dişînîn.”Kîmyabarana Helebçeyê xala şermezarî û rûreşiyê ye bi nav çavên tawanbaran ve û li cîhanê jî nasname û şahidiya bindestiya gelê Kurdistanê ye. Di nav çend deqeyan da jiyan ji pênc hezar mirovên bêguneh, ji xweza û her tiştî stand. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin, lê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.

“Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê dê bîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê ka ji bo azadiyê çi qûrbanî dane. Herwesa, cîhan û mirovahiyê têxe bin erkekî exlaqî û mirovî ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî awayî li tu derên cihan dubare nebin.

“Bi vê minasibetê em spasiya Hikûmeta Federal ya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku proseya biparêzgehkirina Helebceyê temam kirin. Em tekez dikin ku xelkê Helebce û Helebceyiyan di hemû waran da zêdetir pêwîstî bi xizmetguzariyan heye. Divê xemsarî neyê kirin û li gor biryara dadgeh û yasayê bêne qerebukirin.

“Dema em vê karesta trajîk û qurbaniyên wê bi bîr tînin, em bi hêvî û umêd li paşerojeke baştir ji bo neviyên xwe dinêrîn. Ji bo parastina destkeft û mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê em dê bi îsrar li ser kar û xebatên xwe yên ji bo yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê berdewam bin.”

Domandına Hişmendiya Înkarkirin Û Tunekirina Neteweya Kurd

Di heman dem de Serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê Mesrû Brazanî di peyamên xwe de mijareke gelek girîng pêşkêş kirin û gotin ku  “Tawana kîmyabarana Helebçeyê, belgeya stemkarî û zîhniyeta nemirovane ya dijberên gelê Kurdistanê ye. Piştî 36 salan ji karesata Helebçeyê, şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”

Tê zanîn ku Di van rojên dawî de nîjadperestên Ereb yên din av dewleta Federal ya Iraqê de ne gelek aşkere diyar kirin ku  li dijî Fewleta Federal  ya Iraqê û Federe ya Kurdistanê ne. Dixwazin ku statuya kurdan ya federe ji holê rabe. Iraq vegere dema sıstema faşîst û nîjadperest ya Seddam û Baasê.

Kesên xwediyê vê hişlmendiyê ne, aşkere dikin ku ji bona vê armancê xebat dikin. Ji wan re jî beşek kurd û partriyên kurdan jî, ji wan re alîkar in.

Alîkarişya beşek kurd û partiyên Kurdistanê ji nîjadperestên ereban re îşareta xeteriyeke mezin e. Divê ew kurdên ji nîjadperestên ereb re alîkar in, dev ji vê berdin. Heger bernedin dê nav xiyaneteke mezin de bin.

Ev helwesta nîjadperestên ereban  jî diyar dike ku di nav Dewleta Federal ya Iraqê de hişmendiyeke xurt ya nîjadperest heye û  dixwazin ku neteweya kurd ji holê rakin.

Ev helwesta nîjadperest, di Dewleta Federal ya Iraqê de him ji bona neteweya kurd û him ji bona neteweya ereb û kêmneteweyan jî gelek xeter e.

Ev hişmendiya di hamendem de şerfiroşî ye. Kesên xwediyê vê hişmendiyê  dixwazin ku di navbera ereb û kurdan nekokî kur bibin û şer çê bibin. Ev jî dibe edema felaketeke mezin.

Divê kurdên û erebên sîstema federal diparêzin, dixwazin ku pêkvejiyana neteweyan di Dewleta Federal ya Iraqê de dom bike, pirsgirêkên heyî çareser bibin, Kerkuk û herêmên din yên Kurd vegerin nav Dewleta Federe ya Kurdistanê li dijî van nîjadperewetan bi hev re xebat bikin. Helwesta van nîjadperestan ne hiqûqî ye û li dijî sîstema federal in. Divê bên darizandin û cezakirin.

Diyabekîr, 17. 03. 2024