Ez gelêk biçûk bûm. Herba Alman e (1939/45). Ev mesela ku ezê ji we ra bêjim sal 1941/1942 ye. Ez 4 – 5 salî me.

Li gundê me, li Minar, qezeteyêk di destê Teyîbê Mela Fethillah yê Mela Hesen da bû. Li ser vê rojnameyê vêneyên 14 hêstirên qenterkirî rêz kiribûn. Cara yekemîn bû ku min rojname dît, lê li Minar bi dehan hêstir hebûn û min gelek caran dîtibû ku hêztiran bi heva qenter dikin. Ew hêstirên rengdêr ku li ser rojnameyê bûn, niha jî li pêşçavên min in. Ez dibêjim ka her hêstirek bi Bayreqa wan welatên ketî va hatibîn kurtankirin.

Teyîbê Mela vê rojnameyê dixwenda û ji van kesên ku li berberojkê Mala Feqe Elî li dora Teyîb kom bibûn ra digota:

“- Fekrin (mêzekin), ev her çarde hêstir 14 dewletin. Dewleta Alman, van 14 dewletan zebt kirî ye û bi xwe va girê daye.”

Tiştêkê din jî ji wê zemanî va di hişê min da maye, digotan ku Hîtler gotîye:

“- Xweda vê dinya yê bê meriv ava kirî ye, ezê jî vê gerdûnê bê insan teslîmî cenabê wî bikim.”

Min navê ‘dewletê’ wê rojê û li wî berberojkî bihîst. Almanya li min xerîb nehat, lewra herba Elmanya dihata xeberdan. Dewlet jî ji ber ku memurên dewletê û cendirmên Tirkan li gund hebûn, min vê jî texmîn dikira ka çi teba ye.

Babê min esker bû. Nedihata bîra min. Lê hergav li malê qala wî dikiran. Ewî 3 salan eskerî kir û di 42 yê da teskere stand. Piştî hingê baş tê bîra min ku babê min qisetê eskerîya xwe dikira.

İsmet Paşa, nan û dan ji devê

welatîyên xwe dibirîya dida Hîtler

Sewqîyata wan eskeran ji Şêrwan heya İstasyona Zilek bi pîyên xwe çobûn. Li Zilek li Trênê siwar bibûn. Ji ber ku wê eskerîya xwe li Sêwerekê bikiran, li Diyarbekir wî teslîmî baregeheka sinifê Siwarîyan kiribûn. Li Amedê perwerde bibû li Alayîya Siwarîyan ya Sêwerekê 3 sal eskerîya xwe qedandibû û di hatinê da li İstasyona Mozgelanê ji Trênê peya bibû.

Wekî wisayeTrên di wan 3 salan da ji Zilek 4 İstasyon bi ber çîyayê Kurdilan va hatibû.

Zilek + Batman + Karadağ (Mozgelan) + Bişêrî + Xerzan..

Li welatê me kelameke govendê tê gotin. Ev kilam bêlîte ye. Kurd ji berê va Derd û kederên dilên xwe her bi lotikan û van bêlîtan direvî nin. Çend ferdên ku têne bîra min ezê bo we binivsînim

“ Trên hateee Qurtelanêêê, trên meşyaaa Mozgelanêêê, “

“ Esker girtin ne li qamêêêê, lawkêm birin Ezircanêêê..”

“ Lê Tirênêêêê, lê trênêêêê, lê tirênê lawkê’m nebeeee “

“ Min êsîrêêê, min Dêranêêê, Min bindestêêê, perîşanêê..”

Her wiha gava di 42 yê da babê min terxîs buye hê trên negihatîye Kürt-alan, ango Gurdilan. Dewleta nijadperest navê Misricê kirin Kurtalan. Misirc, ango Misric weke nawendêkê Kurdilan e. Gundên çîyayê Kurdilan yên weke Bêkenda Rizgo, Eynika Çaçan, Kirîvan û Sîya û Qadya Şêx Hesîb Efendî û ew rêze gundên ku ji berê va ne li ser Xerzan, lê li ser Gurdilan bûne. Ev Mîrekîya Gurdilan jî bi Dewleta Hesenkêfê ku navêkê wê jî ‘Melîkane’ bi vê Melîkîyê va girêdayî buye ango weka Mirekiya Derzin, ya Hezzo serbixwe bu ye.

Ev herêma ha di çîyayê Reşan û di ber Ava Xindûkê da, di bindestî Eynberan da xwe dighînê bajarê Sêrtê. Ev bajar jî di dema Mîran da bi Fermanrewayîtîya Eyûbiyan va girêdayî ye. Mîmarî, çand û zimanê Sêrtê, û ya Hesenkê wekhev in.

Gelo Kerro çî qeder zalim bu ye?

Leşkeriya babê min yê Swarî jî ew buye ku li herêma Sêwerekê ketine peyî dexl û danên xelkê. İsmet Paşa wê demê zadê feqîr fiqaran berhev dikira ji dostê xwe yê Hîtler ra rê dikira û welatîyên xwe birçî dihişta.

Babê min Onbaşî buye, gund bi gund, mal bi mal gerîyane, genimên xelkê ji enbar û kewar û çalan deranîne û misadere kirine. Gava ku babê min ji eskeriyê hat xela bû. Ji Mozgelanê heya gund, rîya 6 sietan bi pîyan û di şûna nan da mewîjan li Zoqeyd standibûn, di rê da wî û hevalê xwe Sebrîyê Xelîlê Memûr yê Girdikî mewîj xwaribûn.

Belki ku piştî tesfîya Mîran, beriya leşkeriya babê min bi sed salan ev gotina meşhûr hatibe gotin. Dibêjin: “Mîrê Gurdilan hesilî‘l qalikên kundiran..” Yanê Mîrê Gurdilan wisa feqîr ketîye ku muhtacê qalıkên kundiran buye.

Zilma ku Kerro dikira dewama zilma Reşît Paşa, Hafiz Paşa û dewama wan Paşayên Xirwat, Abaze, Arnawid, Çerkez û Çaçan û Mekadona ne. Rehim li ser rehmê, zilim, li ser zilmê hêşîn dibî.

Kurd ji bêjeya ‘Dewletê’ ne xerîb bûn.

Navê Dewletê li Kurdan xerîb nedihata. Çewa hebî cendirman bi darê zorê xistibû mejîyên wan. Bahana wan deman ew bû ku Cendirman li kî zilim bikiran digotine wan mezlûman ‘devlete karşı mı geliyorsun?’

Wê gavê Kurd ya eşqiya bûn, ango xayînên dewleta ku ne dewleta wan bûn. Di ser da jî gundê me Nehiye bû. Midûr Midûrê Dewleta Tirkan bû, cendirme cendirmeyên Tirkan bûn û Dewlet jî dewleta Tirkan bû. Hema ji xwe va hemî kesî dizanîyan ku em û Tirkan ne ji hevin. Ew dewlet ne ya me bû û ne ji bona parastina me, meqer û baregeyên leşkerî ava kiribûn.

Xeberên mezinan, ku di dîwanan da tedî rûspîyek kerem kir “- Dewlet bibe pir, divê meriv nede serî, Dewlet ocax e, ziyaret e. Divê em rîyeta dewletê bikin.” Ev jî bi wesîta şêx û melayên ajan li nava xelkê digerandan.

Tiştên ku dewletê bikira û tiştên ku Xwedê bikira wekhev bûn. Gava ku yek ji serê darêk biketa digotan:

“- Xwedê kirî ye, ebda nekirî ye, şikir ji Xwedê ra.” Ku dewletê 10 kes ji eşîra wan bikuşta, digotan:

“- Dewlete, qama me bi dewletê nakevê, ku ne dewlet bûya me dizanîya me çi dikira.” Û ya ji hemî xerabîyan xerabtir ew bû ku dewletê çiqas zilm li wan dikiran, bêhtir teslîm dibûyan û dibûna kole û bende.

Dewleta Malê

Navê dewletê di her malî da dihate ziman. Yekî digo kurê min bi dewlete, yê din digotin buka min bi dewlete, ewê din digotin zarokên filankeso bi dewletin û ji xwe ra dizanin. Gelo di cîyê kêrhatinê da bo çi Kurd ‘dewletê’ dixebitî nin.? Nabêjin kêrhatî ye, dibên bi dewlete.

17 yê adaran, hêvarên newrozan in. Belkî ku 17 yê adarê cejnek, an adeteke din e. Di 17 yê adarê da li welatê me kutlikan (kifte = kufte = kutilk) dipehtan, gustîlkek dixistane nava yek ji wan kutlikan, hêvarê li ser şîvê te dî gustîlk di ya yekî da derket, malîyan wisa bawer dikiran ku gustîlk di nava kutlika kê da derkevê, ‘dewleta’ malê di serê wî da ye.

Me zarokan serê merivêkê malê tefşikêk datanîya serê ban, ber rojinê. Me tefşikan li pey hev rêz dikira, me digo ev ya kalo, ev ya pîrê, ev ya babo, ev ya dadê, ev ya keko, ev ya kekê, ev ya min. Tefşik ji mezinan dest pê dikiran heya yê biçûkê biçûk. Ev tişt jî 17 yê Adarê li dar diketa. Sibê zû me baz dida em derdiketin serê banê jorî, me ferşikan yek û yek radikira, te dî mêşikêk ji serma xwe xistîye binê tefşikêk, ew tefşik yê kî bûya, me dihata digo eva dibinê tefşikê filankesê ango falankeso da mêşika dewletê derket. Me hîle nedikira. Bi rastî biçûkayî me nizanîya derew çîne.

Mêşik di bin tefşikê kî da bûya, DEWLETA malê di serê wî da bû. Gelo ev gotina ku Kurd di şûna ‘bi saya serê xwe’ da dibêjin ‘dewle’l serê xwe’ jî ne ji ‘dewletê’ tê..?

Teyrê Dewletê

Ev mesela Teyrê Dewletê li nava hemî herêmên Kurdistanê da heye û ketîye folklora Kurdan ya qedîm. Di çîrokan da ev yek diborîyan, gava ku Qralek, Paşayek ango Hikimdarek dimira, ewî teyrî berdidan, ev teyr li serê kê danîya, hikimdarî dighîşta wî kesî.

Ku aqilê insanan neghêjê tiştan, şolên xwe bi teyrik û mêşikan dimeşînin.

Şeref Xan ê Fermanrewayê Bajarê Bedlîsê û dewleta Roşkan di Şerefnameyê da behsa Teyrê Dewletê û Cemşîd Begê Fermanrewayê bajarê Palo û Dewleta Mirdasîyan dike.

Cemşîd Beg hê 16 salî ye, rojeka ku bi fermana Mîrê Palo diçine nêçîrê, teyrê Cemşîd ji ser milê wî firek li xwe dide bilind dibî diçî diçî heya ku ji ber çavan winda dibî û bê his dibî. Ew cemaeta fermî hemî gumana xwe ji vî teyrê baz qut dikin, destên xwe jê dişon, hew dibînin ku teyrê baz ji jorva xuz bû hat li serserê Cemşîd danî. Bi vê buyerê va Mîr berê xwe dide cemaetê dibêjê wan:

“- Dehatûya vî xortî wê gelek baş bî, ev xort wê li vê dinyayê bibî xwedî text û tac, bi temeneke dirêj di nava xweşîyê da bijî. “

Bi rastî jî Cemşîd Begê Palo ji salên 1480 yan heya 1550 yan li welatê Mirdasiyan hikim kir û ewî jî weka Şeref Xan, Melîk Xelîl û Canpolat navê xwe li dinyayê hişt.

Nuha çî hate bîra min hun dizanin? Gelo ewî teyrê ku hewçend bilind bû çu pirsek ji yekî kir? Dibe ku rastî melekê tawis hatib e?

Xebat û Dewlet

Her gundîyêkê Kurd, miheqeq ji jin û zarokên xwe ra vê xebera ha dibêjin:

“- Ez vê mal û dewletê ne ji xwe ra dikim. Ango ne ji babê xwe ra, ji we ra dikim”

Mal û dewleta gundîyan çîye? Ku gundîyên çîyayî bin, bostanek xwe henin, çend heb heywan û çend mirîşk û belkî 2 elok henin. Ew dewleta wan têra 2 şîvên dewlemendêkê Stenbolê nake.

“- Lawoo! Ez vê dewletê ji babê xwe ra nakim. Ez vî emegî ji bona we didim.”

Dewleta Deştîyan ango dewleta wan delavên ku tenê gîya didirûn û terş xwedî dikin, dewletên çi ne ez nizanim.

Dewleta Elî Osman

Di kelama Babê Koroxlî da em rastî navê Dewleta Elî Osman tên. Yanê ew dewleta ‘bilind a Osmanî’. Heta digotana vê dewletê ‘Serdera Bilind’. Digotin “- Em hatine Derîzana bilind. Kurdan derîzana dewletê jî bilind dikiran. Gerçî Tirkan jî digotin ‘Yüce Kapınızın Eşiğine Siğindik’.

Vêca ‘Babê Koroxlî’ kî buye nizanim. Hin dibêjin Rizayê Xalid e, hin dibên Hacî Musa Begê Xwêytî ye, ev pirs jî weke Babê Fexrê ye. Gerçî van salan Babê Fexrîya kifş bûye. (*)

Li Deşta Mûşê tiştên efsanewî pir digerin. Kelamek wan ya ‘Xalê Cemîl’ heye. ‘Xalê Cemil Xalê minî, Ez ezebim tû bi jînî, Ez biçûkim tû mezinî, ez hevalê qîza te têm tû hevalê babê minî.’ Di salên 50/60’an da ev bacîya Herdem û Xalê Cemîl weka “Mawî mawî masmawîya İbo” di rewacê da bû.

Wê demê li Amedê bi navê ‘Muş Oteli’ Otelek me hebû, Mûşî exleb dihatane Otêla me. Carek tê bîra min ji Dêrxas çend zilam hatine Otêlê, bi qasî 15/20 roj man. Di nava vê grubê da Şêxmûs û Cemîl Axa jî hebûn. Şêxmûs merivêkê ji hedê zêde merd bû. Her şev Mûşîyan li salona otêlê dîwan dikiran. Dengbêjê wan jî hebû. Ewan digotan ‘Ev Cemîl Axa ye, ku kelama Herdem li serî deranîne”. Lê iddîa wan zêde nediketa serê min. Ew iddîa ne ya bewerîyê bû. Lewra ev Cemîl Axa merivêkê sivik nebû.

….

Kelama ‘Kafir Gulo’ ku dibêjin

“- Eman Gulê, eman Gulê, eman Gulê, eman gulêêê, lê kêm aqilêêê.

Eman Gula Ermen tûyê rabe rûnêêê, lêêêê’li ber pencerêêêê,

Wille remûsanên Gula Ermen xweştirin ji mastê mîyan qeymaqê gamêşan goştê berxan, Guloooo, lê rojaaaa xêrêêêê!

Hacî Mûsa Begê Xwêytî dibê ‘ Gula Ermen ezê ji bo bejna bilind, enya kefer, çevên te yên reş û belek terka dînê Mûbîn bikimm lêêêê, bikevme Dêrêêêê..”

Ev miletê Mûşê ecêbin. Ewan bo reqlema Guloya Babfile û Musa Beg belkî bi sed tewran kelam gotine û vê meseleyê li ser Gulo cemidandin e.

Di salên 50’ yê da bi taybet li bajarê Sêrtê di hemî aşxanan û qehwexanan da resmê Guloya Babfile camekankirî li dîwar daleqandî bûn. Yanê eger keçeka wisa delal hebî û Nehye Midûrîyê Deşta Mûşê yê Korkut ê, kurê Qeymeqamê Motkan, Defterdarê bajarê Bedlîsê Mîraza Beg, li ser wê keça ciwan İlanê Herbê jî neke başe.

We ya rast divê.? Ya rast çewan ilm û agayê rehmetîyên bepîrên we di vê meseleyê da heye, wisa hayê feqîrê min, (Mirehhas Azasîyê Kongra Erzirom û Sêwasê, Kekê İzzet Beg û Gulnazê, Serdarê Hêzên Çekdarên Berxwedana Bajarên Bedlîs û Mûşê, Destebirayê Mistefa Kemal, sirgûnê Soke yê û Qeyserê, Qaçax û Firarê Cimhûrîyetê, xwegirtîyê Dewleta Fransa li binxetê, Babê Medenî û Zibeyr Beg ji vê iddîa û iftira Fileyên belengazên Deşta Mûşê heye.

Ku hun mereq dikin û dixwazin rastîya vê meseleyê hîn bibin, ji kerema xwe ra lêkolîna Doc. Dr Mûsa Şaşmaz- Weşanxana Bayrak- İstanbul 2004 peyda bikin û bixwînin ku hun ecêbmayî bibînin. Ev mesele ji mesela Ergenekonê tarîtir e. Pirtûka Şaşmaz Xoce 458 rupelin. Min bi bênêk xwend.

Tiştek li vir heye ku serê merivan hebêk ronî dike, ew jî eve: piştî Dewleta İnglîz hereketa Şêx İbeydillah berteraf kir, divara ku prestîjê Hacî Mûsa Beg bi hezar vir û derew û iftiran bîne sifirê û wan propaxandeyên xwe yên sexte bi Ewropa û dinyayê bide pejirandin. İnglîzan û rêxistinên Ermenîyan ji sala 1883 yê heya sala 1889 yê bê etle bi Mûsa Beg ra meşxûlin. Niha jî ne hewceyî neyaran û nevana ye, ronakbîrên Kurdan bi vî camêrî ra meşxûlin.

Belê ez dibêjim ku di wê demê da encax Dewleta Brîtanya dikarîya senaryoyeke waha birista û dinyayê li serserê Kekê Gulnazê bixista tarê bêjingê. Kurdno! Ma hun dizanin ev Gulnaz çi şêrejinek e? Kurdan dev ji Gulnaza Mîrza Beg berda ye, ketine pey axçîka bab file. Hun dizanin ka ji çî ye? Ji bê dewletîyê ye. Ku Kurd bi dewlet bûyan wê bibûna dewlet, ne tenê bê dewlet, bê xîretin jî.

……..

Em dîsa bêne ser Mesela Babê Koroxlî.

Ev şexsîyet kî dibe bila be, li gora kelama Meryem Xan, ev camêr Axa ye, Sekanê Peya ye (Yanê, leşkerên wî henin), berxê Mala Xêlid e û berdevkê Dewleta Elî Osman e.

Yanê Dewleta Osmanîyan li mintîqa Mûşê vî camêrî weke Tercûmanek pejirandine û mimkine ku evî camêrî li Stenbolê mekteb jî xwendibî.

Niha di vêderê da Meryem Xan dibê je “- Tû berdevkê Dewleta Elîosmanî ”

Babê Koroğlu Osmanîyê vergerandîye Kurmancî yê. Osmaniyan ji xwe ra berdevkan girtine. Ji ber ku ew nikarin fêrî Kurmancîyê bibin, Kurdên ku bi zimanê Osmanî dizanin xistine berdevk.

….

Şikrîyê Emînê Perîxanê piştî ku di salên 50 yê da ji Sûrî serxet bû û hat li Batmanê bi cî bû, diço ba qeymeqmê Batmanê bi Kurdî digo : “- Qeymeqam! tercûmanê xwe bine, daxwazên min hene, ezê daxwazên xwe ji te ra bêjim.”

Şikrî Axa, tercûmanan li gel xwe nedibira.

Ji ber ku tiştên Kurdan hemî bi devikî ne, meriv nikarê rastîya tiştan tesbît bike. Herkesek li gora dilê xwe meselan şoreve dike.

Dewleta Osmanîyan bi Reşad Paşa nav da ye. Kurd dibêjin : “- Reşad Paşa xêr bike, de’brano xêr nebînê, çan lawên baban dibe, xorcên zêran distînê..! Ev nifir li Siltan Reşad tê kirin, lê serfermandarê Orduya Sêwazê Reşît Paşa, Hafiz Paşa, Osman Paşayê Xirwat û paşayên wê demê ku di salên 1830 û 50 yê da Hemî statuyên Kurdan ji halê rakirin ew zalimin..

Vê Cimhûrîyeta mihaciran ya ne demoqratîk jî xwe bi darê zorê bi me Kurdan daye naskirin. Nihajî dibêjin “- Biz dewletin varlığını onlara hissetirdik”. Yanê me mêraniya xwe nîşanî Kurdan da ye.

Ma dewlet heya welatîyên xwe işkence neke, Ergenekona xwe tinebî, 30 salan welatê ku bi sond û ehd û peyman di nava Mîsaka Millî da ji xwe ra welat pejrandine binbardûman neke, 4000 failên mechulên xwe tinebin, wê çewan xwe îsbat bike ku dewlet e.?

……..

Min di xeyala xwe da dewleta Kurdan ava dikira

Cara yekemîn, min navê Dewleta Kurdan ji babê xwe bihîst.

(Di meqala min ya ‘Bîranîna Sedsalîya Mela Mistefa Barzanî’ da, di rûpela 1ê da ev çîrok diborê.)[1] ( 1 )

Lê ew dewleta ku min ava dikira, Nehya Minar, Navça Bayîkan û Bajarê Sêrtê digirta ra nava xwe. Min serokê hereketê (Şêxêkê pir cesûr û ciwan) dikira Walîyê Sêrtê. Qeymeqamê Bayîkan û Nehye Midûrîyê Minar jî dihişta lêvya Şêx. Min nizanîya ka ew navçeyên din ango bajarên Kurdan yên din henin. Min hewçend erd nas dikira, li ser wê axê dewleta kurdan dimeziran da.

Ev yek qederek di serê min da ço û hat. Tenê, wê zimanê vê dewleta ku min ava dikira bi Kurmancî bûya, ev yek gelek li xweşê min dihata. Min vî sirrî bi tû kesî ra payê nekir û paşî jibîr kir. Lê ew qehremanê hikayetê, Mela Mistefa yê ku ji heft duhêlên ecnebîra digo:

”- Ez dixwazim dewleta Kurdan ava bikim. Dewleta herkesî heye lê tenê ya Kurdan tine.” Min vê gotina rewadar û wî lehengî hîç jibîr nekir û ez jibîr nakim.

Bi rastî ez bûme talibê dewleta Kurdan

Zeman tê da ço temenê min bû 27, ez jî bûme yek ji damezranêrê PDKT ê, rojêk ji rojan ew şêxê ku min wî di xeyala xwe da dikir Walîyê Sêrtê hate Dîyarbekir li Mûş Otêla me bû mêvan, min cesaretê anî xwe, teklîfa xebata tevgereke Kurdî jê ra vekir, şêx hêrs bû, qîrîya go: “- Tû zehf bê aqilî looo!

Ez naxwezim minaqeşa xwe û şêxê xwe dirêj kim. Lê bi rastî ev dewlet avakirin ne şolê aqil e. Merivên hebek dîn nebin, nikarin singên xwe bidne singê dewletan. Hele ku meriv Kurd bî û êsîrê çar dewletan bî. Berberîya Tirk û Ereb û Farisan, berberîya nîvê dinyayê.

Ya giring hun dizanin çî ye?

Niha vî zemanî bi erênî û nerênî navê dewleta Kurdan, navê azadîya Kurdistanê, di kanalên telewizyonên Kurdan da, bi bayreq û xerîteyên Kurdistanê têne pêş çavên zarokên Kurdan û bi guhên xwe navê Kurdistanê dibihîzin. Li malan ev yek tim tê minaqeşekirin.

Gelo zarokên Kurdan xeyalan ji xwe ra çêdikin ango, tenê ez bê aqil bûm?

Ez dixwazim mal bi mal li Kurdan bibim mêvan û vê pirsê ji keçik û kurikên biçûk bikim. Min divê her kes bi Kurdî vê pirsê ji zarokên xwe bik e. Her wiha zarok jî vê pirsê dîsa bi Kurdî ji hev bikin.

Ku ev pirs hê ji biçûkayîva nekevê serê kurdan, Kurd piştî bi aqil bibin, ne mimkine xwe li teşqeleyeke waha hûr û kûr û dûr rast bikin..

We çî got?

Şakir Epözdemir- Niviskar/Lêkolînêr

[email protected]

NOT: Ev makale sala 2008ê di malpera “Keleciwan” di û Rizgarî da neşir bû. Ez dibêm ka li gora rojevê wê bê xwendin. Xweda li gel we be.

[1] Sala 2003an, 100 salîya vegera ji dayîkbûna Cenabê Mela Mistafa ra weka 70 – 80 rewşenbîran maqale nivisandin û ew maqale weka 2 cildan hatine çapkirin. Min jî bi imzayê “Kaleciwan” maqaleyek nivisand da komîsyona hazirkirina wan 2 cildan, nivîsa min bi imzayê Kaleciwan kete cilda 2yê. Yanê ez weka Kurdek ji Surî hatim bijartin.