Çend gotin li ser naveroka vê babeta balkêş ya vê kitêba Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl ku bi rastî kitêb hemî jî xwedî naverokeke xurt î hêja û têrûtije ye. Lê sedemê hilbijartina min ji hemiyî ya vê beşê balkişandina ser agah û gengeşeyên tevlîhev yên xwedest î çêkirî ji bo nîjad û eslê kurdan e.

Bêguman ev daxwazî û lêxebitîna gihandina eslê kurdan bi bal xwe ve ne hew ereban xistiye nav kefteleftekê, lê her weha berî wan yan jî bi wan re faris/parsî jî ketine nav heman koşiş û xebatê. Çawa ku vê dawiyê ji demekê û pê ve hê berî serdema komarîyê û nemaze jî di serdema komarîyê de yanî di vê sedsala dawî de tirk jî ketine nav heman tevger û libatê û di serî de jî bi kitêba bi navê Diktor Firitsch û gelekên din jî xwestine kurdan bikin tirk yan jî tirkên çiyayî.

Weke nimûne ji bo van angaştên/idîayên min di biwara farisan de ew e ku digel destnîşankirina Firdewsî di Şehnameya xwe de Ferîdûnê ku piştî Dehak bûye hikimdarê îraniyan weke Ferîdûnê Kurd û Behram Çûpînê ku li gorî Ibn Hewqel pêşiyê samaniyan bûye û spahsalarê Şah Hurmizê bavê Xwisro Perwîz bûye weke Behram Çûpînê Kurd, daye. Lê vê dawiyê farisan belkî jî ereban ew (Ferîdûn û Behram) faris/parsî hesibandine û ew weke pêşîyên farisan nîşandane.

Dîsa li gorî tarîxnasên Îslamê yên girîng Teberî û Ibn Esîr jî gava nameya Erdewanê Eşkanî/Eşxanî/Partî ku ji Erdeşêrê hîmdarê Dewleta Sasanî re şandîye, didin weha dibêjin: “ey kurdê ku di bin konê kurdan de mezin bûyî kê ev destûr daye te ….t.d.” Lê her çawa be jî vê dawîyê ew dewleta sasanîyan ku bi wî Erdeşêrê kurê Babek dest pê kirîye li xaneya farisan hatîye nivîsîn.

Bêguman heman tişt vê dawîyê ji hêla tirkan ve jî hatîye kirin. Mîna Ittihadiyekî bi navê Habil Adem/Adem/Habil ku navê wî yê eslî Nacî Ismaîl e, di destpêka komara Tirkîyê de çend werger û kitêb nivîsîbûn. Dû re belkî, li ser sparişê bi navekî sexte yê almanî (Diktor Firitsch) kitêbeke (bi navê Kurdler/كردلر) ku qaşo eslê kurdan gihandîye tirkan, nivîsiye.

Berî wî Suleyman Sabrî Paşa jî bi navê Van Tarîhî ve Kürtler kitêbek nivîsiye ku mîtanî, gûtî, sabûrî, hûrî, medî û yên din hemî pêşiyên kurdan nîşan dide, lê dawîyê eslê wan jî bi tirkan ve girêdide. Digel gelek gotar û kitêbên vê sedsala dawî ku lê xebitîne û dixebitin da kurdan bikin tirk. Lê gava ku kurd tirkbûna xwe qebûl nekirine û nakin jî wan kuştine û dikujin û qetil dikin bê ku bibêjin qaşo ev birayên me ne jî.

Her weha mîna vanên gotî li jêr jî koşiş û xebata nesebnas û tarîxnasên ereban jî tê ku ew jî lê xebitîne da kurdan bikin ereb. Ew jî ev wergera jêrîn e ku bi berfireyî wê angaşta wan nîşan dide. Ê de baş e , lê ji hemiyî wêdetir ma çawa dibe ku kurd hem faris, hem ereb û hem jî tirk bin? Ger yek ji wan bin dê nebin yên din, îlla ku em, – çendî ku nevên xwe têxin cihên wan jî – angaşta wan li wan vegerînin û bibêjin: “belkî ew ji kurdan zêde bûne û eslê xwe înkar dikin!”.

(Bnr. Ibn Hewqel, Sûret ul-Erd, 468; Teberî, Tarîxu l-Umeme we l-Milûk, 1/390; Ibn Esîr, el-Kami fî t-Tarîx, 1/295; Firdewsî, Şehname, wegera Mustafa Koğu, sedsala 15an, r. 224, 400, 532, 692, 714, 790; Süleyman Sabri Paşa, Van Tarihi ve Kürtler; Dr. Firitsch/Habil Adem/Nacî Ismaîl, Kurdler/كردلر).

                                                           Emîn Narozî

* * *

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl

Ew rexnegrekî wêjeyî û lêkolînerekî ser Tarîxê ye ku li  herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Wî dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê li xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata erebî daye û di navbera salên 1990-1993an de li wê derê mamosteyî kiriye. Dû re ew çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê li mamostatiya xwe domandiye.

Dr. Ehmed Xelîl xwe derçûyê sê dibistanên din ên girîng dihesibîne:

Yekem dibistana malbatî,

Duyem dibistana kitêban û

sêyem jî dibistana jiyanê ye ku derbarê wê de jî weha dibêje:

“Tiştê herî girîng ji min re bi ya min ew bû û niha jî ew e ku rêya jiyana min ne xeteke ber bi jêr ve, ber bi paşketinê ve be. Lê belê xeteke ber bi jor ve, ber bi prensîbên bilind û ber bi nirxên mirovî yên resen, nirxên rastî, başî û bedewiyê ve be.”

Wî gelek berhemên edebî, lêkolîn û xebatên giranbiha yî lêgerînî pêşkêş kirine û tê de hewil daye ku hinek rastiyan di korîdorên tarî yên dîrokê de rohnî bike. Da berevajiyê wan hemû nivîsên bêedaletî û pêşdaraz yên li dijî kurdan diyar bike ka kurd kê ne.

Her weha nîşan bide ku digel hemî tiştî jî divê meriv di biwara têgihîştin û danasîna kesayetiya gelan de ji dil baldar be. Çawa ku ger meriv wan aciz bike jî divê bi lêborînê meriv di ber dilê wan de bide û meriv gelekî bi giştî bi xerabî nede nasîn û wî nede ber dasa xwe.

Her mîna  ku wî di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê (Kesayetiya Kurd) de gotiye, “Lêkolîn bi derece/rade ne û ji lêkolînerî re jî giringiyê xwe hene. Yek ji wan giringiyên wî ew e ku tiştan bê xemilandin û tevlîhevkirin weke xwe bipesinîne û bi nav bike.

Her weha bê kêmkirin û zêdekirin bi heman şêweyî xwe nêzîkî wan bike. Çawa ku divê di derbirîna wan de jî rastgo be, ji hedê xwe zêde spehî û qenc nîşan nede û xweşbînî jî neke.”

Evên jêrîn hinek ji kitêbên wî yên giringtirîn in:

1- Zahîret ul-Qeleq fî î-Şi´r il-Cahilî/Diyardeya Nîgeraniyê di Şi´ra Cahiliyê de, 1989

2– Fî n-Neqd il-Cemalî/Di Rexneya Estetîkî de, 1990

3- el-Qebaîl ul-Kurdiye/Eşîrên Kurdan (werger), 2006

4- Tarîx ul-Kurd fî l-Hedaret il-Islamiye/Dîroka Kurdan di Şaristaniya Îslamî de, 2007

5- el-Kurd we Kurdistan/Kurd û Kurdistan (werger), 2007

6- el-Kewn el-Şi´rî/Cîhana Honraweyî (mijar û rêyên çêşa estetîkê), 2008

7- ´Ebaqîre Kurdistan fî l-Qiyade we s-Siyade/Salarên Kurdistanê di Serdarî û Siyasetê de, 2009

8- Seyahet fî Zakireti Cebel el-Kurd/Geştek di bîranîna Çiyayê Kurd de, 2010

9- Siyer E`lam el-Kurd fî et-Turas il-Erebî/Biyografiya Zanayên Kurdan di Kelepûra Erebî de, 2011 (zimannas, nivîskar, muzîkjen)

10- Memleket Mîdya/Welatê Medan, 2011

11- Sûret ul-Kurd fî Mesadir it-Turas el-Islamî/Sûretê kurdan di Çavkaniyên Kelepûra Islamî de, 2012

12- el-Şexsiyet el-Kurdiye/Kesayetiya Kurd (lêkolîneke sosyolojîk), 2013

13- Tarîx ul-Kifah el-Qewmî el-Kurdî/Dîroka Têkoşîna Netewî ya Kurd (werger), 2013

Digel gelek pirtûk, lêkolîn û gotarên din yên cuda.

Suret ul-Kurd fî mesadir it-Turas il-Islamî/Wêneyê Kurdan di çavkaniyên rewşenbîriya islamê de (Ji Ehmed Mehmûdê Xelîl)

Bingeh û eslên kurdan di mîrateya/kelepûra islamî de -1(Ji Sûret ul-Erda Ehmed Mehmûd Xelî)

  1. Musteleh/liserlihevkirî/navlêkirî

Mebesta me bi gotina liserlihevkirî ya (mîrateya/kelepûra islamî), hemî tiştên di warê dînî de ne ku bi ser serdema islamê ve tên dayin; mîna (Quran, tefsîr, hedîs, fiqih, tesewif) digel tarîx, cografya û zanînên din yên mîna (tib/bizîşkî, endazyarî, matematîk, fizîk û kimya) zanînên ramanî, felsefî, edebî (çi honrawe, çi pexşan), huner (wêne mûzîk û stran).

Mebesta me ji serdema îslamî jî serdemeke bi qasî 1300 salî ye ku bi derketina islamê ya sala 610an dest pê dike û bi ketina dewleta Osmanî û rabûna serokê tirk Mistefa Kemal (Atatürk) û ji holê rabûna xelîfetiyê ya sala 1924an diqede.

Nexwe ew dema ku dikeve ber serdema islamê 13 sedsalan digire nav xwe û di vê peryoda dirêj hemî de û heya niha jî gelê kurd yek ji gelên misilman e. Ew her û her hevkarê mîrateya/ kelepûra islamê ye û yek ji giringtirîn beşdarê hunera vê kultirê ye jî. Çawa ku ji wan sehabî, peyrew, mifessir/ravekar, fiqihnas, şêx ul-islam, mitesewif, rewşenbîr, fîlozof, bizîşk, endazyar, tarîxnas, cografînas, zanayên siruştê, wêjenas, rexnegir, şa´ir, mûzîkjen, dengbêj rabûne. Herweke ku siltan, melik/mîr, wezîr, walî, serdar, fermandarên leşkerî, spahsalar, şervan û çekdar jî ji wan derketine.

Bi gotineke din, heçî gelê kurd tu carî dervayê tarîx û cografiya û civaka islamê nemaye, lê belkî herdem di her warî de ji dilûcan bi wan re bûye. Digel vê jî di çavkaniyên kultir û kelepûra islamê de ji bo eslê wan çima ewqas tişt hatine gotin û di kîjan aspektê de jî ew axaftin li ser eslê wan hatine kirin?

Rastîhevhatina ereb û kurdan

Berî pêşkêşkirina tiştên ku di kelepûra islamê de li ser eslê kurdan hatine gotin, divê bal bê kişandin ser rastiyeke giring. Ew jî ev e ku; kurd yek ji wan gelên pêşî ye ku di dema vegirtinên islamê yên bergehê rojhilatê de, ereb bi wan re rûbirû mane.

Îcar gava em zanibin ku di cenga Qadisiyê ya navbera erebên misilman û farisan ya sala 15/635an, ya Celûlaya sala 16/637an û ya Nehawendê ya sala 19-20/639-40-41an de. Hima bêje hemî li ser tixûbê Kurdistanê û cografiyaya wê qewimîne, hingê rewş bêhtir xwiya dibe. Çawa ku vê cengê di ketina împeratoriya faris de jî rolekî sereke lîstiye.

Ev tê wê maneyê ku erebên misilman di demeke baş zû de, yanî sedsala1/7an de kurd naskirine. Çawa ku tê zanîn, jixwe kurd berî hatina islamê girêdayê bi Dewleta Sasanî ve bûn û mîna farisan ew jî peyrewê baweriya zedeştî bûne. Lê digel vê jî weke gelekî cuda ew jî xwedî taybetmendiyên xweser bûne û bi navê xwe yê kurd/ekrad hatine nasîn. Palpişta/delîla vê yekê jî ew e ku gava kurdan li dijî êrîşên ereban li berxwe daye, yan jî ew gihane tevgerên dijî ereban, hingê di çavkaniyên islamê de ew bi navê xwe yê kurd/ekrad hatine binavkirin.

Li van agahên jêrîn binêre: – xezaya ´Utbe ibn Ferqed ku gava çûye ser Şehrezor û Samîxanê û piştî cengê li ser cizye û xeracê ew vegirtine, hingê di şer de hinek kurd jî hatine kuştin.[1]

– Spahake misilmanan gava li cem Emer ibn Xettab civiyaye, wî Seleme ibn Qeysê Eşce´î[2] daniye ser wan û mîna hercar ew şandine cengê/cihadê. Ew çûne û rastî kurdên mişrik ên dijmin hatine ku wan ew vexwendiye ser islam yan jî cizyeyê, lê wan qebûl nekiriye. Hingê misilmanan şerê wan kiriye, ew şikandine ku hatine kuştin û revandin û talanên wan jî hatiye parve kirin.[3]

Ev herdu bûyer di dema xelîfeyê duyem Emer ibn Xettab de qewimîne, ya pêşî di sala 22/643an de bûye û ya duyem jî di sala 23/644an de bûye. Lê çendî ku erebên misilman hê demeke zû gelê kurd naskiriye jî pes em di çavkaniyên wan de li ser eslê kurdan gelek agahên carina nediyar, carina jî dijberî hev û carina jî pir xerîb dibînin.

Rast e ku di hinek ji wan çavkaniyan de gelek efsane jî hene û çîrçîrok jî ketine cihê rastiyên dewixî ku rastî û guman tevlîhev bûne.  Ew agahdarî jî weha hatine: “Xelkê gotiye, hatiye gotin, hinekan gotiye, hinan galgal kiriye” ku pirê caran bê biryareke hişmendî û mentiqî ye. Lê digel vê jî hinek tiştên ku li ser eslê kurdan hatine gotin bi rastî meriv pir şaşmayî dihêlin.

Di vî warî de hinekên pir navdar û belav ku hatine, ev in:

Di warê tarîxê de, Mesûdî (345/956) gotiye: “Heçî cûre û cinsên kurdan in, li ser destpêka wan gelek gotûbêj hatiye kirin: Hinek wan digihînin Rebî´e ibn Nezar ibn Merd ibn ´Edanan[4] ku di demeke berê de ji wan veqetiyane û çûne gihane gelî û çiyayan ku rewşê jî ew bi bal xwe ve kişandine. Li wê derê ew bûne cînarên miletên bajarî û şaristaniyên ecem û faris ku bi demê re jî dev ji zimanê xwe berdane û zimanên eceman ji xwe re girtine. Jixwe her beşeke kurdan xwedî zarekî[5] xwe yê kurdî ye.

Hinek jî wan digihînin Midir/Mider ibn Nezar ku ew jî ji zaroyên Kurdê kurê Merdê kurê Se´se´eyê kurê Hewazin[6] in. Ew di demeke pir kevn de ji ber hinek bûyerên navbera wan û xesaniyan de xwînî bûne û çûne wan derên ku niha lê ne. Saloxek/rîwayetek jî wan digihîne rebî´e û nezariyan pêkve ku ji bo av û çêreyê xwe avêtine çiyan û ji ber cînarî û têkiliya wan bi gelên din re dev ji axaftina bi erebî berdane.[7]

Hinek kesan jî ew gihandine qerwaşên/cariyeyên Silêman Pêxember (e. s.) ku dema ji ber kibrekê yan jî bêemriyekê, Xwedê desthilata wî jê sitandibû. Hingê şeytanekî bi navê Cesed xwe xistibû cihê wî û ketibû cem cariyeyên wî yên dilxerab, lê yên pakîze yî paqij Xwedê ew ji şeytanê bi navê Cesed parastibûn. Dû re gava ew cariyeyên dilxerab ji Cesed avis derketibûn û Xwedê jî piştî tobeyê desthilata Silêman (e. s.) lê vegerandibû. Hingê cariyeyan jî barên xwe yên ji Cesed danîbûn.

Ji ber vê Sileyman jî gotibû wan bikeridînin/biteriqînîn û bibin biavêjin wan gelî û çiyayan. Ew bo wan gelî û çiyayan hatibûn avêtin ku wan jî ew zarok li wê derê xwedî û mezin kiribûn. Dû re jî ew bi hev re zewicîbûn, ji hev zêde bûbûn û bûbûn destpêk û eslên kurdan.

Li gorî hinek kesan jî ew Dehakê ku qala wî di vê kitêbê de derbas bû ku ereb û faris li ser wî di nîqaşê de bûn ka ew ji kîjan ji wan e. Ewê ku di ser milên wî de du mar derketibûn ku ji bilî mejiyê merivan tu tişt nedixwarin û aram nedibûn. Ji ber vê jî ji bo xwarina wan gelek kes telef bûbûn, ewqas ku êdî xelkekî pir derketibûn şerê wî ta ku dû re Ferîdûn jî gihabû wan. Wan direfşên/alayên çermîn hildabû ku farisan jêre “Direfşên Kabiyan/Kawiyan” digot.

Dû re bi hêza wan Ferîdûn Dehak desteser kiribû û ew biribû di çiyayê Dinbawendê de qeyd û lele kiribû. Hingê wezîrê Dehak her roj beranek û zilamekî serjêkiribû, mejiyên wan tevlîhev kiribû û ew dabû marên ser milên Dehak. Lê yekî ji wan jî berdabû û ew şandibû serê çiya. Ewên ku çûbûn çiyan li wê derê civiyabûn ta ku bûbûn komek û xwediyê hêzeke mezin, dû re jî ew bi hev re zewicîbûn, pir bûbûn û bûbûn destpêka kurdan.

Ev kurdên vêga jî ji nifşên wan in ku pir bûne û bûne bavik û eşîr û gelê kurd. Faris bi xwe jî van agahên ser Dehak inkar nakin û dîroknasên kevn û nû jî dijî vê çîrokê dernakevin.”[8] Mesûdî ev jî lê zêde kiriye: “Ev agahên ku me li ser kurdan gotin, ya eseyî û navdar li cem xelkê û rastiya neseba wan ew e ku ew zaroyên Rebî´e ibn Nezar in.”[9]

Meqrîzî (m. 845/1442) jî gotiye:

Kurd ji nesla Kurd ibn Merd ibn ´Emr ibn Se´se´e ibn Mi´awiye ibn Bekir ibn Hewazin in. Lê hatiye gotin jî ku ew ji dundeyên ´Emr ibn Mizeyqiya` ibn ´Amir Mau s-Sema´ in.[10] Çawa ku hatiye gotin jî ew ji Himeydê Tariqî ne ku digihên Himeyd ibn Zuheyr ibn Haris ibn Esed ibn Ebdu l-´Uzz ibn Qussey ibn Kilab.[11]

Hozên wan jî ev in: Toranî/Torî/Torinî (Benû Toran/Torin), Hezbanî, Beşnewî, Şahencanî/ Şahincanî, Serlecî, Yezolî/Îzolî, Mihranî, Zerzarî, Kîkanî, Cakî, Lorî/Lûrî, Dunbilî, Rewadî, Deysenî/Dasinî, Hekarî, Hemîdî/Himeydî, Werkecî, Merwanî, Celalî, Şebenkî/Şebekî/ Şabankare (?) û Cûbî. Merwanî dibêjin ew dundeyên Merwanê kurê Hekemê kurê Ebû ´As in, çawa ku hinek Hekarî jî dibêjin ew ji zaroyên ´Utbe ibn Ebû Sufyan Sexr ibn Herb in.[12]

Di çavkaniyên dînî de jî weha hatiye:

Alûsî (m. 1250/1834-35)[13]

“Di Qamûsê[14] de wehaye: ´Kurd cîlek/gelek ji yên naskirî ye ku piraniya wê ekrad e û bapîrê/pêşiyê wan jî Kurd ibn ´Emr ibn Muzeyqiya ibn ´Amir Mau s-Sema´  e …. .[15] Lê bi texmîna min ya xurt, ev gelê ku niha ji wan re Kurd tê gotin, ne dûr e ku di nav wan de yekî ku ji zaroyên ´Emrê Muzeyqiya be hebe. Herweha ne dûr e jî ku hinek ji wan ji nesla erebên din yên ji bilî ´Emrê qalkirî bin jî.

Lê tu guman tê de tune jî ku pirên wan qet ne ereb in; pes di nav rêzika zincîra vî gelî de hinek hene ku tê gotin ji dundeyê Xalid ibn Welîd in û tê gotin ku hinek ji wan jî ji ziriyeta Me´az ibn Cebel in. Çawa ku hinek jî wan ji nesla Ebas ibn Ebdulmitelib dibînin û yên ku dibêjin ew ji emewiyan in jî hene. Lê li cem min yek ji van jî ne rast e, çendî ku malbateke mezin ya seyîdên bi navê Berzencî ku ji zaroyên Hiseyn (r. e.) in û bi kurdan re mane hene. Çawa ku jixwe di rastiya neseba wan û heşmetmendiya wan de jî tu guman tune”.[16]

Alûsî di tefsîra ayeta “Ji wan e´rabên (bedewiyên) ku berê xalifîbûn re, bibêjin ´ji hêla gelekî hêzdar î dijwar ve dê gaziya şer li we bê kirin, hûn yan dê şerê wan bikin yan jî ew dê [bê şer] misilman bibin. Ger hûn beremrî bikin dê Xwedê heqekî baş bide we, lê ger hûn mîna cara berê li paş bimînin Ew dê cezayekî zehmet î xerab bide we”[17] de weha gotiye:

“Ibn Ebû Hatem ji Ebû Hureyre weha veguhastiye: ´Mebest ji Barizînên (Çiya) kurd in, … Ibn Munzir û Teberanî jî di [kitêba] Kebîr de ji Mucahid weha veguhastiye: ´E´rabên/erebên bedewî yên Faris û Ekradên (kurdên bedewî/koçerên) Ecem`, li vir tiştê ji gihanekê xwiya dibe ewe ku kurdên Ecem ne bedewiyên/koçrên Faris in. Çawa ku ji îzafeya kurdan bi bal eceman jî tê hîskirin ku ji henek kurdan re “kurdên ereb” jî tê gotin. Heçî em bi xwe vê parvekirinê nasnakin, lê em hew gelekî ku ji wan re “kurd” tê gotin dinasin, bê girêdana wan bi ereb û eceman ve.

Pes di nav zana û şarzayan de cudayî derketiye ka eslê wan ji ereban e yan jî ew ji eslekî din in. Hatiye gotin ku; ew ne erb in, lê hatiye gotin jî ku ew ji wan in, pes Qazî Şemsedîn Ehmed ibn Mihemed ibn Xellikan di jiyannameya Mihelleb ibn Ebû Sufre de weha gotiye: “Ebû Emer ibn Ebdulberrê xwediyê Kitab ul-Istî´abê di kitêba xwe ya el-Qesd û we l-Umem fî Ensab il-Ereb we l-Ecem de qal kiriye ku; kurd ji nesla ´Emr ibn Muzeyqiya ibn ´Amir ibn Mau s-Sema[18] ne ku ketine nav erdê eceman û li wê derê zaroyên wan çêbûne û zêde bûne ta ku ji wan re “Kurd” hatiye gotin.”

Hinek şairan jî ji bo Ebdulberr xurt bikin li ser vê angaştê/idîayê weha gotiye:

Ez bi temenê te kim kurd ne zaroyên Faris in

Lê ew Kurdê kurê ´Emrê kurê ´Amir in[19]

Raxibê Îsfehanî jî gotiye: “Emer ibn Xettab ji Pêxember (e. s.) weha salox daye: “Kurd gelekî ji ecniyan/cinan in, lê perdeya ser wan rabûye. Sedemê navdana wan bi Ekrad/kurd jî ew e ku; gava Sileyman (e. s.) çûbû cenga Hindê, hingê 80 cariyeyan ji wê derê dîl gortibûn û anîbûn li giravekê bi cih kiribûn. Li wê derê ecnî ji deryayê derketibûn û dest avêtibûn wan ku çel cariye ji wan bi zaro bûbûn.

Gava ev bûyer ji Sileyman Pêxember re hatibû gotin, wî ferman kiribû ku wan ji giravê derxin û bibin biavêjin nav erdê Faris. Li wê derê ji wan re çel kur bûbûn û dema bêhtir jî bûbûn êdî dest bi xerabî û rêbirriyê kiribûn. Ji ber vê xelkê jî giliyê wan li cem Sileyman kiribû û wî jî gotibû ger weha bin hûn jî wan îkradê/sergomê Çiyan bikin. Ji hingê ve ji wan re Ekrad/Kurd hatiye gotin.[20] Jixwe Teberî, Qurtubî û Alûsî gotine ku kurd koçerên Faris/parsê/Îranê ne.[21]

Di çavkaniyên misilmanên sinnî de li ser kurdan weha hatiye, lê di çavkaniyên misilmanên şî´î de jî ev gotina Kulînî (m. 328/940) hatiye: “Ji Mihemed ibn Yehya û yên din, ji Ehmed ibn  Mihemed, ji Elî ibn Hekem ku ji Ebû Rebî´eyê Şamî veguhastiye, weha gotiye: “Min ji Ebû Ebdullah (Caferê Sadiq e. s.) ev pirsî: ´li cem me gelekî bi navê kurd heye, ew herdem tên bazara me û em jî tevlî wan dibin û bi wan re kirînûfirotinê dikin`.” Wî got: “Ey Ebû Rebî´e hûn tevlî wan nebin, çunkî kurd yek ji gelên cinan in, lê Xweda perdeya ser wan rakiriye, ji ber vê hûn tevlî wan nebin”.[22]

Dîsa Kulînî gotiye: “Wî ji Elî ibn Ibrahîm, wî jî ji Ismaîl ibn Mihemedê Mekî, ji Elî ibn Hiseyn, ji ´Emr ibn Osman, ji Hiseyn ibn Xalid û ji yê ku ji Ebû Rebî´eyê Şamî û wî jî ji Ebû Ebdullah (Caferê Sadiq e. s.) weha veguhastiye: ´Hûn tu kurdî mahr nekin, çunkî ew ji cisnên cinan in, lê Xweda perdeya ser wan rakiriye [ku loma tên dîtin].”[23]

Di biwara ziman û ferhengê de:

Zebîdî di Ferhenga/Mu´cema Tac ul-´Erûsê de gotiye:

“Kurd gelekî naskirî ye ku ji gelek hoz û êl û tîreyan pêk tê û piraniya gotina kurd jî [bi erebî] ekrad e, lê li ser tof û nîjada wan cudayî heye. Hatiye gotin ku kalkalê wan (yanî bapîrê wan yê pêşî) Kurdê kurê ´Emr Muzeyqiya ye ku Muzeyqiya jî nasnavê ´Emr e, çunkî her roj wî kincê ku li xwe dikir di dawiya rojê de ew diçirand da roja din wernegire…”[24]

Ev tiştê ku nivîskar qal dike her ew e ku Ibn Xelikan di Wefeyat ul-E´yana xwe de li ser jiyana Miheleb ibn Sufre gotiye: “Heçî Kurd in ew ji nesla ´Emr Muzeyqiya ne ku çûne erdê ecem, li wê derê zewicîne, zaroyên wan pir bûne û ji wan re Ekrad hatiye gotin.” Hinek şairan jî gotiye:

Bi temenê te kim kurd ne ji zaroyên faris in

Lê ew yên Kurdê kurê ´Emrê kurê ´Amir in[25]

Heçî nesebnas in wan weha guman kiriye, lê Ibn Quteybe jî di kitêba xwe ya el-Me´arifê de gotiye ku; ecem dibêjin: “Kurd ji zêdeyiya xwarina Bîwrasp/Bîwarsp in, çunkî wî ferman kiribû ku her roj jê re du meriv bên serjêkirin û ji goştê wan xwarin jê re bê çêkirin. Lê wezîrê wî yê bi navê Eryayîl/Ermayîl yekî ji wan serjêdikir û yekî jî sax berdida û ew dişand çiyayê Faris ku dû re li çiya zaro ji wan re bûn û pir bûn.

Lê şêxê/zanayê me gotiye ku; pirên nesebnasan ev nêrîn qels dîtiye.

Ev Bîwrasp jî Dehakê Marî/Madî/Medî ye ku piştî Cemê kurê Sileyman sed salî desthilatdariya eceman kiriye. Di Mefatîh ul-´Ulûmê de hatiye ku “Dehak” erebîzekirina “Deh Ek” e, yanî xwedî deh bobelatan. Lê hatiye gotin jî ku erebîzekirina “Ezdeh” e, yanî tinêna du marên (zêdeyiyên sermilên) wî. Ebû Yeqzan jî gotiye ew [Bîwarsp/Dehak] Kurdê kurê ´Emrê kurê ´Amirê kurê Rebî´eyê kurê  ´Amirê kurê Se´se´e ye.[26]

Hêjayê serdema xwe pirzana Mihemed Efendiyê Kurd, kitêbek li ser neseba kurdan nivîsîye. Wî tê de hinek gotinên dijî hev jî gotiye û mîna şevekoran xwe avêtiye nav û gotiye ku; ew Kurdê kurê Ken´anê kurê Kûşê kurê Hamê kurê Nûh e. Ew gelek hoz in, lê ji çar tîreyan pêk tên: Soran, Goran, Kelhor û Lor. Dû re ew dabeşî ser gel, eşîr, bavikên pir î bêhejmar dibin û xwedî zarava û rewşên cuda ne.

Di pey de ew ji Menahîc ul-Fiker we Mebahic ul-´Ibera Kelbî weha vediguhêze: “Heçî kurd in, Ibn Dureyd di el-Cemherê de gotiye: ´Kurd bavê vî gelî ne ku ji wan re Ekrad tê gotin, lê Ebû Yeqzan guman kiriye ku ew Kurdê kurê ´Emrê kurê ´Amirê kurê Se´se´e ye. Pes Ibn Kelbî gotiye: “ew Kurdê kurê ´Emr Muzeyqiya ye ku dema lehiya ´Erimê rabûye ew çûne herêma bakur û xelkê Yemenê jî li Eyda Sebe`ê belav bûne.”[27]

Dû re Zebîdî ji kitêba yekî bi navê Mihemed Efendiyê Kurd weha vediguhêze: “Mesûdî gotiye: ´hinek ji merivan guman dikin ku kurd ji zaroyên Rebî´e ibn Nezar in û hinekan jî galgal kiriye ku ew ji zaroyên Kurd ibn Ken´an, ibn Kûş, ibn Ham in.

Lê ya diyar ew ku ew jî weke farisan ji nesla Sam in û yên naskirî ji wan jî: soranî, goranî, Îmadî, hekarî, mehmûdî, buxtî, beşnewî, cûbî, zerza`î, mihranî, cawanî, reda`î, sirûcî, harûnî, lurî/lorî û gelekên din in ku nayên jimartin. Welatên wan jî Erdê Faris, Îraqa Ecem, Azerbaycan, Erbîl û Mûsil in.”[28]

Me ev agah di gotinên Mesûdî de nedît, ne di kitêba wî ya Mirûc uz-Zehebê de û ne jî di Tenbîh ul-Îşrafê de, lê dibe ku ji kitêba Mesûdî ya winda wegirtibe.[29]

Zebîdî weha lê zêde kiriye: “Min got, ew agahên ku Bilbîsî ji Mesûdî veguhastiye weha ne: ´Li ser destpêka kurdan di nav xelkê de cudayî derketiye, hinekan gotiye: ´Ew ji zaroyên Rebî´e ibn Nezar ibn Bekr ibn Waîl in[30] ku ji ber sedemekî nediyar ew bêgavî cihguhertinê bûne û rabûne ji xelkê xwe veqetiyane çûne çiya. Li wê derê ew bûne cînarê farisan û zimanên biyanî ji xwe re girtine ku her beşeke wan li gorî cihê lê, zimanekî [zaravayekî] kurdî fêrbûne.

Hinek jî wan ji zaroyên Mider ibn Nezar dibînin ku digihîjin zaroyên Kurd ibn Merd ibn Se´se´e ibn Hewazin,[31] lê ji ber xwîniya navbera wan û xesanan ew ji wê derê veqetiyane. Hinek jî wan ji Rebî´e ibn Mider dibînin in ku ji ber av û çêrê xwe li çiya girtine û ji ber têkiliya bi cînaran re dest ji erebiya xwe berdane. Lê li cem farisan jî ew ji zaroyên Kurd ibn Isfendiyar ibn Minoçehr in.

Hinekên ku wan digihînin cariyeyên Silêman (e. s.) jî hene gava ku şeytanê bi navê Cesed çûbû cem wanên minafiq. Hingê yên xerab jê bi zaro bûbûn, lê yên mu`min î qenc paristî mabûn. Îcar dema wan barê xwe danîbû, hingê Silêman gotibû “wan bikeridînin/biqewirînin çiyayan…”

Dû re Mihemed Efendiyê navbihurî gotiye: “Hatiye gotin jî ku; eslê kurdan ji cinan e û çi kurdê ku li ser rûyê erdê hene çaryeka wan cin e, çunkî ew ji nesla Belqîzayê ne û jixwe yekîtî çêbûye ku dêya wê jî ecnî/cinî bûye.

Hatiye gotin jî ku gava gewmekî ereban bêemriya Silêman (e. s.) kiriye û reviyaye çûye cem eceman, li wê derê ew bi cariyeyên ku yekî ew ji Silêman re kirîbûn razane û kurd jî ji wan hatin dinê.

Lê Ebû Mu´înê Nesefî di kitêba xwe ya Behr ul-Kelamê de gotye: “Ew idîaya ku yekî ecnî gihaye cariyeyên Silêman û bi wan re razaye û kurd jî ji wan çêbûne derew e û tu bingeh jê re tune”.

Ibn Cewaniyê nesebnas gava behsa kurê Şalix ibn Erfexşed hatiye kirin, hingê weha gotiye: “Peymayên [yên ji pişta] Farisanê kurê Ehlewayê kurê Eremê/Iremê kurê Erfexşedê Kurdê kurê Farisan bapîrê qebîleya navdarê bi Kurdan e.

Li gorî hinek galgalan ev weha ye, lê bêhtir jî wan digihînin Qeys ku weha dibêjin: “Kurdê kurê Merdê kurê ´Emrê kurê Se´se´eyê kurê Me´awiyeyê kurê Bekrê kurê Hewazinê kurê Mensûrê kurê ´Ekremeyê kurê Hefseyê kurê Qeys´eylanê kurê Miderê kurê Nezarê kurê Me´dê kurê Ednan … in,[32] lê Xwedê çêtir dizane.[33]

Fîrûzabadî jî di ferhenega xwe ya Qamûs ul-Muhîtê de gotiye: “Kurd gelekî naskirî ye û pirhejmariya wê jî [li gorî zimanê erebî] Ekrad e ku bapîrê wan jî Kurd ibn ´Emr Mizeyqiya ibn ´Amir ibn Maî s-Sema` e.[34]

Evên han diyartirîn agah in ku derbarê eslê kurdan de di çavkaniyên mîrateya/kelepûra islamê de hatine. Lê ji me re jî ew maye ku em bipirsin ka gelo kîjan ji van rast e?

7

Bingeh û eslê kurdan di rewşenbîriya islamê de 2

Diyardeyeke bêhemta:

Çawa ku bihurî me hemî saloxên ser eslê kurdan yên di kelepûra rewşenbîriya islamê de nîşanda, digel baldariya ser xilbeyî û cudayiya wan saloxan. Jixwe ev rewş jî diyardeyeke bêhempa ye ku hêjayî gotin û ramanê ye û encama wan saloxan jî bi kurtî weha ye:

  1. Kurd ereb in ji nesla ´Emr ibn Se´se´e ne (erebên bakur)
  2. Kurd ereb in ji tuxmê Rebî´e ibn Nizar ibn Me´d ibn ´Ednan in (erebên bakur)
  3. Kurd ereb in ji cisnê Mider ibn Nizar ibn Me´ed ibn ´Ednan in (erebên bakur)
  4. Kurd ji nesla Kurd ibn Merd ibn Se´se´e ibn Hewazin in, ji şaxê Qeys´ilan ibn Mider ibn Nizar ibn ´Ednan in (erebên bakur)
  5. Kurd bermayên zaroyên Himeyd ibn Zuheyr ibn Haris ibn Esed ibn Ebd ul-´Uzza ibn Qussey in (ji erebên qureyşî yên bakur in).
  6. Kurd ereb in ji nesla ´Emr Mizeyqiya ne (erebên başûr- Yemenê).
  7. Kurd ji nesla qewmekî ereb in ku dijî Nebî Sileyman serî hildane û reviyane çûne nav eceman; li wê derê wan bi cariyeyên Nebî Silêman re zina kiriye.
  8. Kurd e´rabên/bedewiyên/koçerên faris in.
  9. Kurd ji nesla Isfendiyarê kurê Minûçehr in.
  10. Kurd ji nesla Ekrad ibn Farisan ibn Ehlewa ibn Îrem ibn Sam ibn Nûh in.
  11. Kurd ji nesla Eşûd/Eşûz (Eşûr) in ku çar kurên wî hebûne: Îran, Nebît, Cermûq û Basil; ji Îran re jî sê kur bûne: Faris, Kurd û Xezer.
  12. Kurd ji nesla wan ciwanên ku ji ber Dehak (Ezdehak) filitîne û hilkişiyane çiyan û li wê derê ji hev zêde bûne.
  13. Kurd û gurcî ji heman neslê ne ku ji bo yên misilman Kurd û yên ne misilman jî Gurc hatiye gotin.[35]
  14. Kurd ji zaroyên Îran ibn Aşûr ibn Sam ibn Nûh in.
  15. Kurd ji nesla Kurd ibn Kenan ibn Kûş ibn Ham ibn Nûh in.
  16. Kurd ji nesla Kurd ibn Merd/Mird ibn Yafis ibn Nûh in
  17. Kurd ji nesla Şeytanê bi navê (Cesed) in ku bi cariyeyên Silêman ibn Dawid û jinên wî yên minafiq re zina kiribû û ew jê bi hemle mabûn û ji wan kurd zêde bûbûn.

Em ji van saloxan jî baldarî û encamên jêrîn derdixin:

Salox û çavdêrî/balkêşî:

Çavdêrî yek: Ya pêşî ku bala meriv dikişîne, ev piraniya saloxên ser eslê kurdan e di çavkaniyên islamê de û cudayiya navbera wan saloxan e. Kurd carekê ji nesla ereban in, cara duyem jî ji nesla farisan in, ya sêyem jî ji nesla Samê kurê Nûh in, yanî li gorî bingehê dabeşkirina gelan ji nû ve, ew samî ne.

Li gorî saloxa çarem jî ji nesla Yafis ibn Nûh in, yanî ew arî ne; li gorî ya pêncan jî ew ne meriv in, lê ew ji tofekî cinan in ku ketine sûretê mirovan. Li gorî saloxa şeşan jî ew nîv ademî (ji hêla dê ve) û nîvê din jî şeytanî ne (ji hêla bavê ve ji şeytan Cesed in).

Ya rastî giringîdana çavkaniyên mîrateya/kelepûra islamî bi eslê gelan û siruşta wan ve ne hew bi kurdan tenê ve bûye, lê belkî ji bo gelek gelên din jî çêbûye. Li vê derê em dê hinek ji wan bibêjin, mîna erebên ´ednanî û qehtanî, rûm, faris, deylemî, nebtî/nebîtî, suryanî, qiptî, nûbî, tirk, berber (emazîx), gelê tibetî, gelê endulisî (spanî). Lê saloxên derbarê eslê van gelan de mîna yên ser kurdan ne ewqas pir û cuda ne û ne dijberî hev in.

Ya baladartir jî ew e ku li pişt vê tevlîhevî û piriyê jî du sedem dixwiyên:

Sedemê yekê ew nediyarî ye ku kurdan dorpêç dike; di dema xebata min ya ser edebiyata erebî ya berî islamê (cahiliyê) de. Nemaze jî di biwara honraweyan de, min ji bilî hinek destnîşaniyên pir hindik li ser kurdan tu tişt nedît; ger meriv bide ber yên ser farisan. Ev jî tê wê maneyê ku ereb berî hatina islamê li ser kurdan ne xwedî agahên xurt bûne û heya destpêka fethên islamê û şerê bi dewleta farisî ya sasanî re jî wan ew ji nêzîk ve nasnekirine.

Sedemê duyem jî hê bêhtir derencama sedemê yekê ye, çunkî kêmasiya agahdariyên ser kurdan yên berî islamê weha dike ku hemî saloxên ser kurdan, rast hatine qebûlkirin. Yanî radeya cudayiya navbera wan, tevlîhevî û dijberiya wan çiqas dibe bila bibe, ne giring e. Ev jî rewşeke weha ye ku hemî saloxên agahên kevnar çi ji ereban be û çi jî ji yên din be rast û çewt hemî tê de mîna hev in.

Ya balkêş jî ew e ku gava rewş li ser eslê gelên din be em ewqas pirhêlî û qelebalixiya saloxan tê de nabînin. Weke nimûne em li tirkan dinêrin ku di şi´rên ereban yên berî serdema islamê de behsa wan nayê kirin, çunkî welatê wan li nav Asya navîn e. Ev jî tê wê maneyê ku ew di serdema cahiliyetê/nezaniyê de pir dûrî ereban in, lê kurd ne weha ne.

Ji ber vê jî em mîna kurdan li ser eslê tirkan jî ewqas saloxên pir tevlîhev û dijber nabînin. Ma ne bi mentiqî jî diviya ku saloxên derbarê eslê wan de ji yên ser eslê kurdan bêhtir cuda, têkel û dijîhevtir bûna?

Herweha çima em heman cudyî û tevlîeviyê di eslê farisan de jî nabînin? Digel ku em dizanin ew jî cînarên kurdan bûne û hê jî cîranên wan in û tam weke wan jî nêzîk in. Tevlî ku di navbera wan û kurdan de hem yeknijadiya aryanî û hem jî hevpariya kultirî ya zerdeştiyê jî heye. Ji bilî van jî serîdanîn û hevpariya herduyan jî di heman dewletê de bi fermandariya mediyên pêşiyên kurdan carekê û careke din jî di bin fermandariya axemenî û sasaniyan de bûye.

Yanî bi kurtî çima hew kurd bi tenê bûne taybetgêrayên bi çêkirina evqas esl û pirgeliyê.?

Çavdêriya duyem: piraniya wan saloxan e ku eslê kurdan vedigerînin ser ereban, çendî ku di berfireyî û ravekirinê de gelek cudyî di navbera wan de heye jî. Ji nav wan saloxan yek ew e ku eslê wan dighîne erebên Qehtanî (erebên Yemenê yên ´arîbe/esîl). Ew jî ew salox e ku wan digihîjîne bapîrê mezin (´Emr Muzeyqiya) û ev riwayet jî ya nesebnas Ibn Kelbî ye ku gotiye: “Ew ji Kurd ibn ´Emr Muzeyqiya ne, lê gava ku lehî rabûye û xelkê Yemenê jî ber bi Sebe´ê ve belav bûne ew (kurd) jî çûne hêla bakur”[36]

Lê pirtirînên saloxan, kurdan digihînin erebên Ednanî (erebên bakur yên erbîzekirî) û saloxdêrê  pêşî ku bingehê van saloxan digihîne ednaniyan jî nesebnasê ereb Ebu l-Yeqzan e.[37] Jixwe tê zanîn ku di Kitab ul-Ensabê de erebên ednanî ji nesla Nizar ibn Me´ed ibn ´Ednan in û ji Nizar jî du şax diçin: şaxê Rebî´e ibn Nizar û şaxê Mider ibn Nizar. Şaxê Mider ibn Nizar jî di nava xwe de dibe du şaxên piçûk: şaxê Ilyas ibn Mider ku Qureyşî ji wan in û şaxê Qeys ´Îlan ibn Mider ku Hewazinî ji wan in.

Gava  mirov li saloxên ku eslê kurdan digihînin şaxê erebên ednanî dinihêre, meriv dibîne ku ew jî gelek ji hev cuda dibin. Saloxek wan digihîne şaxê Rebî´e ibn Nizar, yek jî wan digihîne şaxê Mider ibn Nizar, lê di nav şaxê miderî de jî cudayî derketiye. Riwayetek wan digihîne Qeys ´Îlan ibn Mider û yek jî wan digihîne Qusey ku mezintirîn şexsiyetê qureyşiyan e û bapîrê mezin yê haşimiyan (malbata Mihemmed Pêxember e. s.) e. Ji xwe berê derbasbû jî ku bapîrê mezin yê hoza qureyşiyan Ilyas ibn Mider e. Gelo ev çi cudayî ye di navbera saloxên ku kurdan digihînin ereban de?

Çavdêriya sêyem: jî ev e ku; hinek salox eslê kurdan carina yekser digihînin farisan û carina jî wan digihînin gelên aryanî. Mebest bi gelên aryanî ew gelên ku li Aryanê jiyane ku ew jî ew herêma cogarafî ye ku Kurdistan, Îran û bakurrojavayê Afganistanê (Xorasana kevnar) digire nav xwe. Lê ew salox jî bi giştî tam nediyar in, li gorî wan kurd carekê e´rabên Faris in ku mebest ji e´rabê bedewî, koçer in û mebest ji Faris jî welatê Faris e. Yanî herêmên Aryana rojava ku Îrana niha ye, ne Herêma Faris ya ku dikeve başûrrojavayê Îrana niha.

Saloxek jî binyata kurdan bi rêya Isfendiyarê kurê Minûçehr yekser digihîne eslekî farisî. Digel riwyeteke din jî ku ew wan digihîne xortên ku wezîrê Şah Dehak/Ezdehak ew berdabûne û şandibûne serê çiyan ta ku li wê derê zewicîne û zêde bûne. Li vê derê jî çend pirs hene: gelo rastiya pêwendiya kurd û farisan çi ye?, rastiya serpêhatiya Dehak çi ye? Ew raste yan jî efsaneyek e? Gelo eslê wan xortên ku çûbûn serê çiya çi bû? Ew faris bûne yan jî medî bûne? yan jî ji cisnên din bûne?

Balkêşiya çarem: ew e ku; kurd û gurciyan gihandine yek binyatekê/eslekî û bi dîn wan ji hev cuda kirine. Heçî misilmanên wan in kurd in û mesîhiyên wan jî gurcî ne (yan jî kafir in li gorî parvekirina kultura islamî). Ma gelo ew nêzîkiya deng û devikî dibe delîla ku herdu gel ji heman esl û binyatê ne? Yan jî ji ber hinek tiştên din mîna cînariya cografî ya navbera kurd û gurciyan li başûr rojavayê Kafkasya? Yan jî gelo ji bilî vê û wê palpiştiyeke din heye ku em nizanin?

Balkêşiya pêncan: jî ew e ku; hinek salox jî eslê kurdan digihînin hinek qonaxên pir dûr. Ew li ser gihandina eslê wan ya bi faris û ereban ve ranewestiyane û xwe dane ser dabeşkirinên tewratê yên li ser eslê gelan. Jixwe li gorî Tewratê gelên cîhanê hemî ji hersê kurên Nûh zêde bûne ku ew jî Samê (bapîrê samiyan), Hamê (bapîrê hamiyan/afrîqiyan) û Yafisê (bapîrê gelên din) in.

Lê di nav vê nêrînê de jî gelek cudahiyên mezin hene, çunkî kurd tê de carekê ji dundeyên Aşûr ibn Sam, carekê jî zaroyên Kenan ibn Kûş ibn Ham û cara sisêyan jî ji ziriyeta Merd/Mird ibn Yafis in.

Gelo ev dijberiya dijwar ya ser eslê kurdan ji kûve tê û kîjan ji wan rast e?

Çavdêriya  şeşan: jî ew e ku; çend salox jî kurdan dikin hinek afirandiyên ji du cisnan/tuxman pêkhatî:

  1. cisnê ademî ku dêya wan kurdên cariyeyên ademî ne û di qesra Silêman Pêxember de bûne.
  2. tuxmê şeytanî ku ji zaroyên şeytanê navdarê bi Cesed hatine dinê.

Heçî rewşa tuxmê duyem e, tê saloxdan ku şeytan (Cesed) bi cariyeyên xerab re zina kiriye û kurd jî ji wan zêde bûne.

Ev riwayeta han pêwendiya wê bi vê ayeta Quranê ve jî heye: “We le qed fettena Suleymane we elqeyna ´ela kursiyihi ceseden, summe enabe/ولقد فتنا سليمان و ألقينا علي كرسيه جسدا ثم أناب: Sond be ku Me Sileyman imtîhan kir û cesedek avêt ser textê/desthilata wî, lê dû re tobe kir û vegeriya”.[38]

Di kitêbên ser Tefsîra Quranê de li ser vê ayetê gelek salox û riwayetên dirêj hatine ku rastiya wan weha ye: “Nebî Sileyman carekê gava ji bo pêwîstiya xwe diçe xelayê/qedemgehê gustîla (mora) xwe ji destê xwe derdixe û dide jina xwe ya ku ji ber şapaliyê xwedî cihekî taybetî bû li cem. Lê ew jina wî hê nû ji pûtperestiyê vegeriyabû û hê tam li ser misilmaniyê ne dilbicihbû.

Hingê ev ji şeytanê bi navê Cezed re jî bû fersend ta ku qiyafetê Sileyman li xwe kir û bi dek û dolaban ji jinikê gustîl sitand. Gava weha kir desthilata Sileyman jê hat wergirtin û emr û fermana desthilatê ket destê şeytan Cesed ku dikaribû here nivîna jinên Sileyman û cariyeyên wî jî.

Piştî demekê Sileyman gustîla xwe bi paşve sitand ku hingê desthilata wî jî lê vegeriya û hemî karên ku şeytanê bi navê Cesed kiribû betal bûn. Lê jin û cariyeyên wî ji şeytan bi hemle mabûn ku astengkirina danîna hemla wan ne mimkin bûye.

Ibn Cerîrê Teberî jî yek ji wan tefsîrzanan e ku gotiye: “Xwdayê payeberz jinên Sileyman ji şeytan parastiye û nehiştiye ku bi wan re razê[39]

Li ser tefsîra vê ayetê Alûsî diyar kiriye ku; Sileyman gotiye: “Îşev ez dê herim cem heftê jinan da her yek ji wan fêrisekî cihadxwazê di rêya Xwedê de bîne”, lê ne gotibû: “inşaellah/bi destûra Xwed”. Îcar gava ew çûbû cem wan, ji yekê pêve kes bi zaro derneketibû û wê jî hew zarokekî nîvco anîbû… A mebest ji cesed jî ew zarokê nîvco ye ku jê re bûbû û mebest bi avêtina wî ya ser textê wî jî, danîna pêşberî wî ye da bibîne”.

Nesefî jî heman tefsîr û şiroveyê kiriye û gotiye: “Heçî ew saloxa ser bûyera gustîl, şeytan û pûtperestan di mala Sileyman (e. s.) de ye, ew ji gotinên cihûyan yên pûç î betal in”.[40]

Lê pirên mifesiran/tefsîrnasan li gorî ya pêşî tefsîr kirine, pes ya giring jî ew e ku yek ji wan mifesiran jî negotiye kurd ji nesla şeytan Cesed û cariyeyên Sileyman Pêxember in. Ji bo rastderxistina vê yekê min li bêhtir ji bîst kitêbên tefsîrê yên kevn û nû tev nihêrt ku ez dê navên hinekan ji wan li vê derê bidim:

Tefsîra Teberî, Tefsîra Qurtu, Tefsîra Ibn Kesîr, Tefsîra Bexewî, Tefsîra Beydawî, Tefsîra Alûsî, Tefsîra Nesefî, Tefsîr ul-Keşşaf ya Zemexşerî, Tefsîra Nîsabûrî, Tefsîra Ebu s-Si´ûd, Tefsîra Celaleyn û Tefsîr fî Zilali l-Quran. Nexwe ev saloxa ku kurd ji nesla şeytan Cesed in, ji kû ve hatiye?! Gelo kê li pişt vê saloxê heye û çira ev salox hatiye afirandin?

Çavdêriya heftan: jî ew e ku hinek saloxan kurd kirine encama zewaca du tuxman ku cin û jinên ademî ne. Lê vê carê jin cariyeyên hindî ne û cin jî ne yên bejê lê yên deryayê ne. Li vê derê dîsa Sileyman Pêxember bi babetê ve pêwendîdar e ku ew ferman dike da cariyeyên kurd ên Hindê ji wê girava dûr ya di nîvê deryayê de bi zaroyên xwe ve bar bikin herin welatê Faris.

 Lê ev tuxmê têkelê ji cin û merivan gava dest bi rêbirriyê kirine, hingê Nebî Sileyman jî ferman daye ku wan ji deştan biavêjin çiyan. Yanî ev salox navê kurdan ji gotina Nebî Sileyman ya “Ekrîduhum ila l-cibal: wan biavêjin çiyan” hatiye çêkirin.

Ji vê saloxê du fereziye derdikevin holê:

  1. Ew e ku Nebî Sileyman bi erebî axifiye
  2. ew e ku xezayên Nebî Sileyman gihane heya Hindê jî

Lê ya rastî herdu ferezî jî tam çêkirî û xwedest in, çunkî zimanê Sileyman Peyxember ibranî (kenaniya eslî) bûye û ne erebî. Jixwe tê zanîn jî ku li gorî Sabatino Moscati[41] Sileyman (e. s.) di navbera salên 922-961 b. z. hikimdarî kiriye û li gorî Abraham Malmat û Hayîm Tedmûr jî di nabera salên 928-965ê b. z. de fermanrewayî kiriye.[42]

Digel vê jî Sileyman nikaribûye hemî welatê Aramî yê sûriyeya ku ji rojhilat ve cînarê Filistînê ye jî têxe bin desthilata xwe, îcar dê çawa xezayên wî bigihîjin heya welatê Hindê? Herweha Sileyman dê çawa Sûriyeya ku nîvê bakurê wê (ku ji bajarê Hemayê, yê hêla rastê Himsê dest pê dikir) di bin desthilata hitîtiyên hêzdar de bû, şeq bikira? Û çawa Sileyman dê welatên navbera herdu çeman ku di bin hikmê asûriyên xurt de bû û çawa dê Kurdistanê û welatê Faris ku di bin hikimdariya Med û Faris/Parsê de bû, şeq bikira [û biçûya heya Hindê]?

Nexwe hingê saloxa ku kurd ji nesla cinî û cariyeyên nebî Sileyman bin ji veçinîneke xeyalî ye û dijî rastiya biyolojî, tarîxî û cografî ye. Jixwe ev jî di eslê xwe de ji serkaniyên saloxên ibraniyan/îsrailiyan in, çunkî ev salox li rojavayê Asya bi rêya peyrewên cihû û mesîhiyan belav bûne.

Mebest jî jê mezinkirin û hêzdarkirina şexsiyeta Sileyman pêxwember û desthilata wî bûye. Lê digel vê jî hinek pirsên hêja yî giring dimînin ku ew jî ev in: Gelo çima di vê saloxê de wêneyê kurdan zişt hatiye nîşandan? Û çira ew ji bo parastina nasnameya xwe bi vî bihayê giran hatine bêgavkirin?

Li vê derê dê em vegerin ser bîranîna duyem ya ser xirecira Axemenî û Mediyan. Heçî şahê Medî Key Xwisro ye wî bi melikê Babilî (Kildanî) Nebû Bûlaser re dijî imperatoriya Aşûrî/Asûrî peyman girêdabû. Hevpeymanan di sala 612ê b. z. de ew têk birin û axa imperatoriyê di nav xwe de par ve kirin. Hingê welatê Israîliyan yê erdê Ken´anê (Filitînê) para Babîliyan ket, lê ´Ibranî dijî desthilata Babîliyan derketin ku ji ber vê jî gelek zordarî û tolgirî li wan hat kirin.

Şahê Babîlî Nebûkad Nasserê (Buxtunessir/Buxt un-Nesr) kurê Nebû Bûlaserê (xezûrê şahê Medî Key Xwisro) di sala 586ê b. z. de êrîşî ser Qudsa paytexta welatê cihûyan kir. Wî ew hedimand, hejmareke pir ji ´ibraniyan dîl girtin, bi xwe re birin û ew cîhêlî welatên navbera herdû çeman kirin. Ew di navbera welatên Babîl, Medî û Faris de hatin belavkirin ku bi dirêjiya salan re bûne hêzeke aborî û kultirî ya giring î ne kêmdîtî.[43]

Weha dixwiyê ku şahê Axemenî Kûrişê IIem pêwendiyên pêbawer bi grûba bijare ya ´Ibraniyên nefîkirî re girêdabû. Ev jî gava ku ji bo xistina şahê medî Istiyag ji ser desthilatê demeke kurt mabû, qewimîbû, çunkî têkçûna desthilata mediyan û hikimdariya babîliyên hevkarên wan li fêdeya ´Ibraniyan bû jî, ji ber ku ew jî dê ji dîlîtiyê rizgar bibûna.

Kûriş jî di sala 550ê b. z. de zora Istiyagê Medî bir û desthilata Medî ji holê rakir û di sala 539ên b. z. de jî çû ser desthilata Babîliyan û ew jî ji holê rakir. Bêguman ev jî bi alîkariya pêbawerên koma bijareyên ´Ibraniyan pêk hatibû û bihayê ku wê koma bijare girtibû jî bi biryara resmî ya Kûriş derketibû. Ew jî ev bû ku dê ji bo vegerîna ibraniyan li welatê cihûyan destûr bihata dayin û heykelê perestgeha Qudsê jî dê ji nû ve bihata avakirin.[44]

Weha dixwiyê ku gurûba bijare ya ´Ibnraniyan di wê serdemê de xwedî ragihandin û adetên kultirî yên çalak î xurt bûne, digel çalakiya wan ji hêla aborî û siyasî ve jî. Jixwe şahên Axemenî jî ev hêza wan ji bo fêdeya deshilata xwe bi kar anîne û lekeyan anîne ser sûretên medî û babîliyên hevkarên wan. Agahdariyên berfireh yên ser hevkariya axemenî û ibranyan di kitêba bi navê (Sifir/Sefera Estîr/Estêr/beşeke Tewratê) de hatine ku yek ji kitêbên (serdema Kevnar) e.

Ji ber van sedeman diviyabû ku kurd jî bibûna mîratxwirê plangêriyên ku axemenî û ibraniyan anîbûn serê mediyên pêşiyên wan û ew jî di bîranînên rojavayiyên Asyayî de bi wî sûretê kirêt bihatina nîşandan.

8

Hevrikiya ereban li ser Kurdan

 

Em çawa Tarîxê dixwînin?

Nivîsîna tarîxê tiştek e û xwendina wê jî tiştekî din e. Hima çi bigir tu tarîxek tune ku bê niyet û amancê hatibe nivîsîn, (bê nêrîna li bingehê wê amancê) ka erênî yan jî nerênî ye. Hingê li wê derê jî du cemser/qutb hene ku dê li nivîsîna kitêbên tarîxê tesîr bikin, yan jî dikin ku ew jî rewşenbîrî û siyaset e.

Ji bo xwendina tarîxê bi awayekî rast î hûrûkur jî divê bi erênî bersiva çar pirsan bê dayin:

  1. Tarîxnasê ku wan agahên tarîxî rêz û pêşkêş kiribe kê ye?
  2. Ew dîroknasê ku wan agahên tarîxî pêşkêş kirine ew ji kû wergirtine?
  3. Atmosfera rewşenbîrî û siyasî ku tarîxnasî dorpêç kiriye çi ye?
  4. Ew zihniyeta ku tarîxnasî agahan jê derxistiye û xweşgotiye, çi ye?

Bersiva van pirsan bi gelemperî ji bo tevlivîna/miamelya bi kitêbên dîroknasan û êxistina wan nav arasteya rewşenbîrî û siyasiya rastîn karekî giring e. Bi tayebetî jî bi raya min dema em kitêbên dîroknasên misilman bigirin destên xwe ew hê jî giringtir e. Çunkî kitêbên wan di serdema bingehdanîna islamê (yanî sedsala yek, du û sêyem) de bi vî tibabî yan jî yê din diketin bin bandora tiştên jêrîn:

  1. Wergirtina agahan di gelek deman de ji çavkaniyên tam nediyar û qayilbûna bi derbirînên nediyar yên mîna (tê gotin, yekî gotiye, li gorî nêrîna hinekan, qal kiriye/kirine ..)
  2. Carina jî palpiştiya agahan û derbaskirin û rêzkirina zincîra saloxdaran bê dayina saloxdêrî û çavkaniyên ku wan agahan jê wergirtiye jî, mîna (kitêb, şahidên bûyeran û şopan. ..) digel gumana pêbawerî û şika di gotinên wan de.
  3. Ketina wan ya bin tesîra efsane û çîrvanokan bê eseyîkirina veguhastina agahê li gorî pîvanên hişmendî û daxwaziya bûyina rastiyê. Nemaze agahên girêdayê bi destpêka gihandina gelan û detayên wan ve.
  4. Qelsiya hisên rexnegirî yî zanistî û hezkirina ji saloxên di bin tesîra tiştên xerîb î ecêb de.
  5. Ketina bin bandora saloxên ku ji kitêbên farisî, suryanî û ´ibranî hatine wergerandin û bê pakkirina wan bi awayekî zanistî yî têrker.
  6. Carina pêwîstî bi tibabek dengeyên zanistî yî têrker û pê re jî bi hevgirêdan û rûbirûmanên dînî, pêlên mezhebî/rêbazî û erêkirina ji bo rûdanên siyasî yî qayim heye.
  7. Ketina bin tesîra dilbijîna (nepixandina agahê) ku nepixandina agahê jî nepixandina kitêbê ye û ji ber vê jî ew ewqas stûr dibin, heya ku dibin bergên qalind jî. Jixwe li vê derê hizkirina bîreweriya rojhilatî ya teqlîdî ji aliyê hejmarî yî (cûreyî) ve jî neveşartiye. Mixabin ku ev zihniyet her dem xwe li ser asta rewşenbîrî dide ferzkirin.

Ereb û tarîxa berî islamê

Piştî tiştê ku me li ser eslê kurdan di rewşenbîriya islamê de çesipand, êdî em dikarin gereke bi lez di xaneya ku di serdema islamê de ilmê tarîxê tê de gihaye, bikin. Çunkî çawa ku tê zanîn berî islamê nexwendewarî di nav ereban de pir bû û di nav civaka ereb ya qebîleyî de jî dezgehên zanînê ku alîkariya lêkolîn, nivîsîn û weşanê bikin, tunebûn.

Saloxa kevntirîn ku dîroknasên edebiyatê di vî warî de riwayet kiriye ew e ku bijareyên/elîtên ereban hinek qesîdeyên erebî yên serdema cahiliyê (ya berî islamê) yên çêtirîn ji bo hinek şairên mezin hilbijartine. Wan ew nivîsine û bi dîwarê Ka´bê ve daleqandine, yan jî ew xistine  gencîneya Ka´bê ku ew bi navê Mu´elleqat/Daleqandî hatine navdan. Ew nav hê jî hene û dimînin, lê ji bilî van em di çavkaniyên kultura/rewşenbîriya erebî de tu kitêb û serkaniyên tarîxî ku berî islamê ji elîtên ereban re mîras hiştibin, nabînin.

Ji bo parastina ji şaşiyê, em dikarin erebên (hunefa) xalis î rast mîna şairê Seqefî Umiye ibn Eb us-Selt û ronakbîrê Mekî Zeyd ibn ´Emr ibn Nufeylê kurapê Emer ibn Xettab ji ber derxin.[45] Her weha em wan erebên ku bûne xiristiyan yan jî mecûsî (zerdeştî), yan jî cihû jî ji ber derdixin, çunkî ew ji kitêbên eqîdeya dînê ku tê de ne, agahdar bûn.

Ji van em dê weke nimûne mekiyê xiristiyan bidin. Ew Wereqe ibn Newfelê kurapê Xedîce Xatûna herema Muhemed Pêxember (e. s.) bû.[46] Mekiyê din jî en-Nedr ibn Haris ibn Keldeyê ku di bin bandora kultira zerdeştiyan de mabû û ji hinek agahên tarîxa farisan jî agahdar bû. Wî himberiyê bi Pêxember re dikir û ji qureyşiyan re agahên ser Isfendiyar û şahên faris yên din gilî dikir. Ji ber vê jî dema fetha Mekê, Pêxember ferman kir ku wî bi kuştinê ceza bikin.[47]

Bêguman sûd tê heye meriv têxe hesabê ku hejmara van ronakbîran ger meriv bide ber erebên din, bi rastî pir kêm e. Ew jî bi piranî di navenda sereke ya ku dikeve ser xeta bazirganî ya navdewletî de ye ku bi navê Rêya Bixûrê tê nasîn.

Ew navenda mezintirîn jî Yesrib/Medîne, Meke û Tayif bû ku hemî diket herêma cografî ya naskiriyê bi navê Hicazê li rojhilatê Girava Erebî. Çawa ku ev ronakbîrên han jî mîna ku cuda û dûrketî bûn ji piraniya civaka ereb ya ji kultira senemî/wesenî ku tu bandora wan li ser sûretê spehîtiya kultira erebî tunebû.

 Dibe bê gotin ku dema ereb ji serdema cahiliyê/nezaniyê derbasî serdema islamê bûne tu tomarkariyên wan yên tarîxî tunebûn, mîna yên ku li nik faris, rûm, yûnan, misrî û cihuyan hebûn. Jixwe hingê di mîrata kultira erebî de zanîneke ku karibe bi navê “Zanista Tarîxê” bê navdan, tunebû.

Ma qey ev tê wê maneyê ku ereb gelekî bêtarîx in? Na, eseyî na, çunkî nebûyî ye ku gelek bê bîrhatin be. Çawa nabe ku ew bê tarîx jî be, herweha jixwe tarîxa her gelekî jî li gorî rewşa wî ya hawîrdorî, civakî, siyasî û abûrî şekil digire û bi rêk dikeve. Heman rewş ji bo civaka erebî jî derbas dibe û li gorî vê rohniyê divê li nik ereban jî behsa tarîxê bê kirin.

Bêguman ereb berî islamê û bi derketina islamê re jî di sedsala heftê zayinî de li gorî çavkaniyên erebî bi giştî ji du şaxên sereke pêk tên:

  1. Erebên başûr (Yemenê) ku digihîjin bapîrê xwe yê mezin Qehtan û çavkaniyên ereb yên islamê ji wan re ´Erebên ´Arîbe yan Erebên Eslî dibêjin. Evên han hima çi bigir ji du hezar sal berî mîladê ve dewlet in ku mezintirînê wan dewleta Me´în, dû re dewleta Qeteban, dû re dewleta Sebe` û dû re dewleta Himyer e. Ev dewlet hemî xwedî desthilatên navenda bazirganî ya hêla başûrê Rêya Bixûrê bûn.

Lê ew rê dawiyê qels û lewaz bû û ji holê rabû ku Yemen di sala 525an de ket bin destê dagîrkeriya hebeşî ya hevkarê Rûmê. Pes dagîrkeriya Hebeşî jî di sala 575an de bi dawî hat û desthilata Îranî ya Sasanî ket cihê wê. Ya ku meriv li bendê bû ew bû ku li wî welatî çavkaniyên tarîxî hebin, lê ya ecêb ew e ku rewş ne weha ye. Çawa ku ji du çavkaniyan pêştir tu kesên ku ew dewlet û ew desthilat dîtibin jî nema ne, ew jî şûnwarên mayî û saloxên devikî ne.[48]

  1. Erebên Bakur ku digihîjin bapîrê mezin Ednan; serkaniyên erebên misilman wî digihînin erebên Miste´rîbe/erebîzekirî ku wî ji nesla Nebî Ismaîlê kurê Nebî Îbrahîm dihesibînin. Jixwe tê zanîn ku erebên bakur di bin dewletekê de kom nebûne û sîstema qebîleyî/eşîrtî di nav wan de rewac bûye. Bi gotineke din her yek ji wan bi navê eşîra xwe dihat nasîn û her eşîrek jî parêzvanê welatê wê, şairên wê û agahdar û nesebzanên wê digel saloxdêrên cengên wan (dîroknasên wan) hebûn.

Bi kurtasî heçî ereb in ew berî islamê xwedî hinek agahdariyên tarîxî bûn, lê ew di qesîdeyên şairan û di gotarên axêveran de belavbûyî bûn. Hew nesebnas û saloxdêrên agahan bi wan zanibûn ku ew agahdarî jî ji neslekê bi bal nesleke din ve bi saloxên devikî dihatin veguhastin. Ji ber vê jî ji bo windabûnê misaîd bûn, her weha ji bo xerabkirin, tevlîhevkirin, jêçûn û lêzêdekirinê jî weha bûn.

Ereb û Tarîx di islamê de

Bêguman tê texmînkirin ku em ji mijara xwe ya bingehîn ya ku eslê kurdan di çavkaniyên islamê de ye, dûr ketine. Lê ya  rastî jî em hê jî di nîvê mijarê de ne, çunkî ew agahên ku li ser eslê kurdan di wan çavkaniyan de tên, bêşik ew vedigerin ser serkaniyên kevnar. Erê ya pêdivê ku tê texmînkirin ev e, ger na ya mentiqî ew e ku divê em biryara çêkirîbûn û xwedestiya wan bidin.

Lê ya çêtir ew e ku bêhtirîn agahadariyên ser kurdan ku di serkaniyên islamê de tên, hemî piştî derketina islamê hatine dîtin. Pes divê em bi lêgerîn û komkirinê wan bi dest bixin û ji bo rêya gihîştina vê jî divê em rastiyên jêrîn bi bîr bînin:

  1. Islam di nav erebên bakur de derketibû û pêxemberê islamê jî qureyşî û ji erebên bakur bû. Kitêba islamê Quran jî bi zaravayê qureyşiyan daketibû ku qebîleya rûmetdartirîn bû di nav erebên bakur de.
  2. Qebîleya başûr ya Qehtanî ku piştî xerabûna seda Me`aribê, koçî bakur kiribû û ji xwe re kultira erebê bakur girtibû. Weke nimûne ji wan yê ku em bi bîr bînin qebîleya Tey e ku yek ji şaxên qebîleya Mezhicê qehtaniyê mezin e.

Em qebîleya Ews û Xezrec ya Yesribê ku di dema islamê de navê wê bûye Medîne jî bi bîr bînin ku ew jî bi bal hoza Ezdê Qehtaniyê mezin ve tê dayin. Her weha ew menazîriyên xwediyên Hireya başûr-rojavayê Iraqê û xesaniyên başûrê weletê Şamê jî ji wan in.

  1. Islamê pergala qebîleyî ji holê ranekir, bi gotineke din: wê nasnavê qebîleyî ranekir, lê li kêleka wê nasnameyeke firehtir û şamiltir ya islamê peyda kir. Yanî her qebîleyê mîrata xwe ye devikî ya taybetî ku ji hêla qebîleyên din ve pê dihat nasîn, parast.
  2. Di sedsala pêşî ya tarîxa hicrî de qebîle bêhtir li ser tarîxa xwe hewesdar bûbûn, ew jî ji ber du sedeman:
  3. Birêkxistina zaroyên her qebîleyê di bin alaya wê de ji bo xeza û vegirtinên islamê, ji bo belavkirina rihê hemberiyê di qadên cengê de.
  4. Xebata xelîfeyê duyem Emer ibn Xettab ji bo danîna Dîwanê û ya giring jî tomarkirina navên herkesên qebîleyê bi qeydeke taybetî; geh ji bo hejmartina wan û geh jî ji bo belavkirina parên wan yên malî ji Beyt ul-Malê û destkeftiyên cengê.

Di bin siya vê guhartina mezin de ku islamê di civaka ereb de peyda kir û ji ber pêwîstiya her qebîleyê bi şanaziya her lehengiyên xwe. Di dema vegirtinan de ji hêlekê ve û di dema xirecirên mezhebî û siyasî de jî ji hêleke din ve; saloxên tarîxî çalak bûn û gelekî rewac geriyan.

Li ser vê Gibb Hamilton dibêje: “Gava deftera Dîwanê hat danîn, pê re çalakiya nesebnasan jî xurt bû û mafên  partiyên erebên hevhember ketin dijî hev û di dema emewiyan de jî ew hemberiya wan giha radeyeke ku pê re alaya neseban hemî tevlîhevbû.[49]

Encama van jî bû ew ku saloxên nesebnasan di nav bûyerên ku bi derketina islamê û serkeftinên wê yên nav girava erebî re pêkve hatibûn, li gorî asta herêmî hatin tomarkirin. Bêguman tomarkirina Quranê û hedîsên Pêxember jî di nav koma karên alîkarê destpêkî yên tomarkirina agahên ereban û derketina kitêbên tarîxî di civaka erebî de bûn.

Gera li destpêkê

Lê gelo ew nivîsên tarîxî çawa pêkhatine?

Kevntirîn dîroknasên ereban ku di tarîxê de kitêb nivîsîne û çavkaniyên islamê jî behsa wan kiriye du kes in: ´Ubeyd ibn Şeriyeyê Curhumî (m. li dor 67/686) û Weheb ibn Minebbeh (m. 114/732). Hamilton Gibb gotiye ku kitêbên van tarîxnasan delîleke rohnî ye ku erebên pêşî mihtacê his û çavnihêrên tarîxî bûne.

Ewqas ku gava behsa wan bûyeran dikin hima meriv dibêje qey hevdemên wan bûne. Lê digel vê jî nifşên piştî wan bêhtir agahên ku wan nivîsine, qebûl kirine û tarîxnas û nivîskarên din jî ew xistine kitêbên xwe.

Heçî Ibn Ishaq e ew yek ji wan saloxdêrên ku ji ´Ubeyd e … heya dema Teberî jî – di qada berhemên dînî de bêhempa ye – wî di Tefsîr ul-Kebîra xwe ya Quranê de ji gelek gotinên Weheb ibn Minebbeh alîkarî wergirtiye… Her bi vî awayî jî ev çîrok/esatîr di meydana tomarkirina tarîxa ereban tev de jî bûne hêmanên dijmentiqî. Ew bûne erqele/asteng ji bo derketina rêya melekeya rexneyê û gihîştina têgeheke diyar ji bo tarîxa kevnar.[50]

Erê, rewşa tomarkirina tarîxê di sedsala pêşî ya koçî de ev bû, lê hêjayî gotinê ye ku tarîxnas wan saloxên derbarê eslê kurdan de nagihînin yek ji van dîroknasan jî lê belkî ew hinek ji wan digihînin nesebnasên ereb yên navdar mîna:

  1. Ibn el-Kelbî Ebû n-Nedr Mihemed ibn Saib ibn Bişr ibn ´Emr ibn Harisê Kelbî ku bi Ibn is-Saib el-Kelbî (146/763) navdar e. Ew nesebnas, saloxdêr û şarezayê bi tefsîr, agahdarî û serpêhatiyên ereban e ku ji xelkê Kûfeyê ye, lê bûye, lê miriye jî û ji qebîleya Kelbê Yemenî ye.[51]
  2. Ebu l-Yeqzan ku navê wî ´Amir ibn Hefs e û ji ber reşiya rengê wî bi nasnavê Suheym navdar e. Li gorî hesabê Ibn Nedîm ew di sala 170/786an de miriye, lê li gorî el-E´lama Ziriklî ew di 190/806an de miriye. Kitêbên wî jî ev in: Exbaru Temîm û Kitab un-Neseb il-Kebîr ku di saloxên xwe de bi pêbawerî hatiye pesindan.[52]

Jixwe li pêş derbas bû ku ez-Zebîdî weha veguhastiye: “Eb ul-Yeqzan gotiye: “Ew kurd ibn ´Emr ibn ´Amir ibn Rebî´e ibn ´Amir ibn Se´se´e ye.” Dû re ez-Zebîdî bi xwe jî weha daye: “Heçî kurd in, Ibn Dureyd di Cemhereyê de gotiye: ´Kurd bavê vî gelî ye ku jê re “Ekrad” tê gotin`. Ebû Yeqzan jî guman kiriye ku; ew kurd ibn ´Emr ibn ´Amir ibn Rebî´e ibn ´Amir ibn Se´se´e ye. Lê Ibn el-Kelbî jî gotiye: “ew Kurd ibn ´Emr Muzeyqiya ye ku di dema Seyl ul-´Erimê[53] de  daketine hêla bakur û xelkê Yemenê li Eyd ul-Sebeyê belav bûne.[54]

Berî kurtedemekê derbasbû ku Ibn ul-Kelbî di sala 146/763an de miriye û Ebû Yeqzan jî di sala 170/786an de yan jî di sala 190/806an de miriye. Ev jî tê wê maneyê ku di kultira ereban de li ser eslê kurdan kevntirîn agaha tomarkirî digihîje dor nîvê sedsala duyem a koçî. Lê berî wê yanî di dirêjiya sedsala yekê koçî de em rastî tişekî tomarkirî nehatine, pes ya bêşik tê de ew e ku hem Ibn Kelbî û hem jî Ebû Yeqzan saloxa xwe ji çavkaniyeke berî xwe wergirtiye.

Bêguman dixwyê ku hem ´Ubeyd ibn Şeriyeyê Curhumî û hem jî Weheb ibn Munebbeh têkildarê bi vê saloxê û belavkirina wê ve ne û dû re jî di navbera şarezayên bi esl û neseban de ne. Nemaze yên ku bi xwe jî nivîskar in, jixwe dibe ku çavkaniya saloxê ne yek ji van herduyan lê yekî din be jî.

Ya giring ew e ku rêzezincîra saloxa taybetê bi eslê kurdan ve li cem Ibn Kelbî û Ebû Yeqzan radiweste. Ev jî çawa tê zanîn ku rewşenbîriya ereb ya bijare di nav sehabî û peyrewan de bûye û kurd jî ji wan ve ne nenas bûne. Çunkî di nav sehabeyan de sehabe Cabanê Kurd[55] hebûye û di nav peyrewan de jî çend şexsiyetê kurd hebûne. Yek ji mezintirînê wan jî Meymûnê kurdê kurê Cabanê navbihurî ye ku heya dawiya sedsala pêşî ya koçî jî sax bûye.[56]

Rexneyên ser saloxan:

Li hire sê pirsên hêja û giring hene.

Pirsa pêşî: Gelo çira belavbûna behsa gihandina eslê kurdan bi ereban ve bi qasî dirêjiya nêzîkî sedsalek û nîvê bi paş ketiye? Gelo pêwendiya wê bi hevrikiya ku hingê di nav civaka islamê de derketiye, hebûye? Bêguman ew hevrikî jî sê hêlên wê hene, lê ew bi awayekî balkêş ji hev diqetin û têkel dibin.

Hêla pêşî ew hevrikiya navbera desthilata emewiyan û dijberên wan yên şî´î û xaricî ye.

Aliyê duyem ew hevrikiya navbera erebên ednanî û erebên qehtanî ye ku hikimdarên emewiyan carê ew hevrikî nû dikir û hercarê bi tîmekê xwe bihêz dikir da grûba din ji xwe re bitewîne.

Hêla sêyem jî hevrikiya navbera misilmanên mewalî (ne ereb) û desthilatdarê emewî ku xwedî esebiyeta/tundrêyiya/nasyonalîzma erebî bûn.

Ji bo zelalkirina zêde em vegerin ser saloxên pêştir/kevntir ku saloxa Ibn Kelbî ye. Ev nesebnasê han di sala 146/758an de miriye, lê ya pêbawertir ew e ku saloxa wî ya vê nûçeyê ne yekser hima berî wefata wî derketiye. Lê belkî ew vedigere berî hingê bi peryodek du peryodan, belkî bêhtir jî. Lê pêwîst e em li vê derê têxin hesabê ku ev nesebnas hevdemê şoreşa ebasiyan ya dijî dewleta emewiyan e. Ew şoreş jî di sala 132/750î de hima berî mirina Ibn Kelbî bi çarde salan bi ser ketiye.

Em li vir dixwazin ku hê bêhtir li ser jiyana Ibn Kelbî bikolin, çunkî di çavkaniyan de hatiye ku ew di bûyera dêra Cemacimê de bi Ibn Eş´es re hazir bûye û ew bûyer jî di sala 82/701ê de qewimiye.[57] Ev Ibn Eş´es Ebdurehman ibn Mihemed ibn Eş´es ibn Qeysê Kindî ye ku di sala (85/704an de hatibû kuştin).

Ew spahsalarê spaha Emewî ya ku li dijî tirkan li cebheyê/bergehê rojhilat şer dikir, lê ew bi mîrê xwe Heccac ibn Yûsufê Seqafiyê waliyê emewiyan yê Iraq û Faris re ketibû dijberiyê. Ibn Eş´es li dijî wî û Hekemê emewî di sala 81/700î yan jî 82/701ê de serdariya şoreşeke tirsinak kiribû ku gelek mewalî jî pê re bûn, lê bihayê wê şoreşê bûbû jiyana Ebdurehman.

Gava em zanibin ku qebîleya Kindî yemenî (Qehtanî) ye û Ibn Kelbî jî digihîje qebîleya Kelbî ku ew jî Yemenî (Qehtanî) ne, hingê hêvî heye ku rewş dê bêhtir diyar bibe. Lê Emewî û waliyê wan Heccac ji erebên bakur in (yanî ´ednanî ne). Her weha nasnameya Ibn Kelbî jî yemenî ye, yanî dijberê Hekemê Emewî ye û ji mewaliyên şoreşa ebasî ye ku dijî dewleta emewiyan bûye; çawa ku ji gotinên Ibn Nedîm yên di kitêba wî ya el-Fihristê de diyar dibe.[58]

Gava em cografyaya ku ji şoreşa Ibn Eş´es re bûbû merkez nas bikin, em dê hê bêhtir di giringîpêdana Ibn Kelbiyê Yemanî bi kurdan de bigihên. Ew herêm ya başûrrojhilatê Iraqa niha û başûrrojavayê Îranê bû ku ew jî hinek herêmên başûrê Kurdistanê bûn û beşeke mezin ya wê cografiyayê bû ku ew şoreş lê derketibû.

Ger hê bêhtir em bi sînor bikin: Beşeke mezin ji cografiyaya şoreşê herêma kurdên Lorî bû (ku niha ji wan re Feylî/Fêlî tê gotin). Ew jî ji başûr ve hevsînorê Ehwazê (Xûzistanê ye) û ji bakur ve jî hevsînorê Herêma Çiya ye. Jixwe hem Teberî û hem jî Ibn Esîr diyar kirine ku Ibn Eş´es di cengeke xwe ya li Sûsê de li dijî Emareyê serdarê spaha Heccac xesirî ye.

Dû re ew bi hêza xwe ve şikiyaye û çûye heya Sabûrê/Şahpûrê ku li wê derê kurd li dora wî civiyane. Hingê Emmare li dertengê şerekî dijwar bi wan re kiriye, ku Emmare û gelek hevalên xwe birîndar bûne, Emmare şikiyaye û dertengê ji wan re hiştiye.[59]

Pirsa duyem jî ew e ku gelo sedemê cudayiya navbera gihandina kurdan carekê bi şaxê qehtanî ve û cerekê jî bi şaxê ednanî ve çi ye? Gelo hingê li wê derê di navbera nesebnasên herdu şaxan de hemberî hebûye ku her yek ji wan xwestiye kurdan bigihîne xwe ne yê din û sedemê vê hemberiyê jî çibûye?

Li vê derê divê em li saloxa ez-Zebîdî ya ku berê derbasbû bikolin. Çavdêriya/têbiniya pêşî ew e ku Ibn Kelbî kurdan digihîne şaxê qehtaniyan (erebên başûr), lê Ebû Yeqzan jî wan digihîne şaxê ednanî yên bakur. Jixwe bihurî ku Ibn Kelbî Qehtanî ye, lê gava em li xuyê Ebû Yeqzan vedikolin derdikeve holê ku ji şaxê ´ednaniyan e û weke ku ji berhemên wî jî diyar e, ew nesbnasekî parêzerê tarîxa wî şaxî ye.

Ji nav berhemên wî: Kitêbu Helfi Temîm Be´duha Be´den/Kitêba Hevkariya Temîm hinek bi hinekan re, Kitabû Exbari Temîm/Kitêba Agahên ser Temîmiyan, Kitabu Nesebi Xindif we Exbariha/Kitêba ser Neseba Xindif û Agahên ser wan, Temîm û Xindif min qebayil il-Miderî el-Ednanî/Temîm û Xindif ji Qebîleyên Miderî û Ednanî ne.

Bi vê re jî xwiya dibe ku hemberiyek di gihandina kurdan bi bal erebên ednanî û erebên qehtanî ve hebûye. Lê ger em careke din vegerin ser saloxên Zebîdî û bi balkêşî bixwînin hingê em dê bêhtir nêzîk bibin ku diyarbûna vê hemberiyê ji mêjvetir ve ye.

Heçî Zebîdî bi xwe yemenî û Qehtanî ye, lê di sala 1205/1790an de miriye ku dibe ji nifşên sedsala hijdeyê zayinî. Wî wextî tûjiya hemberiya ednanî û qehtaniyan berevajiyê rewşa her sê sedsalên pêşî yên koçî, di cih de qut bûye. Ji ber vê jî Zebîdî saloxa Ebû Yeqzan bi emanetî werdigire û tê de tu bêgumanî nake gava dibêje: “Ebû Yeqzan gotiye …”.

Lê rewş di saloxên ku Ibn Dureyd diyar kiriye de cuda ye, pes Zebîdî jî ew bi emanetî pêşkêş kiriye, çunkî Ibn Dureyd weha ji wan veguhastiye: “Ebû Yeqzan galgal kiriye …… û Ibn Kelbî gotiye: …”. Ji xwe ferqeke mezin di navbera maneya peyva “qale:gotiye” û maneya “ze´eme: galgal kiriye” de heye. Ya pêşî agaheke bêlayan e, yanî dibe ku rast be û dibe jî ku derew be. Lê ya duyem jî di xwe de hêmanên guman û tawanbariya bi derewê digire.

Di nimûneyên erebiya kevnar de, di “ze´emû/wan gagal kir de: gumana derewê heye. Yanî gava bêgotin: “Ze´me filnun keza/Filankes weha galgal kir” ev balê dikêşe ser gumana derewê. Lê ya ecêb ew e ku Ibn Dureyd ji bo Ibn Kelbî peyva (ze´eme/galgal kir) ya gumanbariyê bi kar neaniye, hew peyva bêlayan (qale/got) bi kar aniye.

Vêca heya em nas nekin ka Ibn Dureyd kê ye em nizanin sedemê vê cudakirinê çi ye. Ew Mihemed ibn Hesen ibn Dureydê Ezdî (223-321/838-933) ye ku ji Ezdiyên ´Ummanê û ji Qehtiyan e. Kunyeya wî Ebû Bekir e ku li Besreyê hatiye dinê û bar kiriye çûye ´Ummanê û dozde salan lê maye. Dû re ew ziviriye Besreyê ku yek ji îmamên ziman û edebiyatê ye, dihat gotin ku: “Ibn Dureyd mezintirîn şairê zanayan e û zanatirînê şairan e”.

 Gava sedem diyar bû ecêbî jî weha betal bû, yanî Ibn Dureydê Qehtanî pirê jiyana xwe di sedsala sisêyê koçî de jiyaye. Ew sedsala ku hê jî rêçên hemberiya navbera Ednanî û Qehtaniyan di nav civika erebî de her didomand. Ji ber vê jî meyla wî li ser Ibn Kelbiyê Qehtanî ye û hemla wî ji Ebû Yeqzanê Ednanî dûr e, digel ku evê dawî çawa ku derbas bû, di saloxên xwe de pêbawer jî tê nasîn.

Ev hemberiya ser neseba kurdan heya sedsala çaremê koçî jî domandiye, nimûneya aşkere ya ser vê hemberiyê gotina Mesûdî ya di vî warî de ye. Ew piştî ku hemî nêrînên cuda yên ser eslê kurdan diyar dike, êdî gotinê bi derbirîneke pêbawer û diyar diqedîne. Ew nêrîna xwe weha rohnî dike: Ew tiştê ku me li ser kurdan got ya navdar li cem xelkê û ya rasttirîn jî li ser neseba wan ew e ku ji zaroyên Rebî´e ibn Nizar in. Bi vî awayî Mesûdî ji gihîştina eslê kurdan ya şaxê qehtaniyan re nakiriye û ew gihandine şaxê ednaniyan bi tenê.

Ev jî pêwîst deke ku em pirs bikin ka Mesûdî kê ye? Ew Elî ibn Hiseyn ibn Elî (m. 346/957) ye. Ew tarîxnasekî mezin e ku Gibb Hamîlton weha pesnê wî daye: “Mafê Mesûdî heye ku mezintirîn tarîxnasê ereban bê pejirandin”.[60] Mesûdî erebekî resen e û ji dundeyê sehabiyê navdar Ebdullah ibn Mesûd e.

Ebdullah ibn Mesûd jî digihîje qebîleya mideriyê ednaniyê Huzeyl. Herweke ku em dibînin Mesûdî kurdan dixe nav lîsteya tuxmê gelê xwe yê ednanî û ne lîsteya qehtanî. Ji vir jî dixwiyê ku berdewama hemberiya qebîleyî ya navbera herdu şaxên mezin heya sedsala çarê koçî (dehê zayinî) jî her domandiye.

Diyardeyeke/berjengeke bêhemta:

Di mijarê de ya balkêş ew e ku saloxên nisbetdanê yên ser eslê kurdan bi bal neseba erebên resen ve ew salox in ku ji sînorê helkeftin dernakevin. Ew bi hemî dûriyê ji efsaneyî û çîrvanokiyê dûr e, çawa ku ji hemî rengê dek, zilimkarî û lekedariyê jî vale ne. Kurd di van saloxan de merivên normal î ademî ne û ne ji cinan in çawa ku ne ji gerdûna helçinîn û lekedarkirî ne ku nivê wan ji hêla dê ve ademî/meriv in û nîvê din şeytanî ne, (yanî ji şeytanê navdayiyê bi Cesed in).

Nîşaneyên saloxên nesebnasên ereban li ser rewşa kurdan bi vî qasî naqedin, lê ew bi awayekî aşkere diyar dikin ku kurd ne merivên xerab in. Lê belkî ew mirovên çê yî bijare ne û hêja ne ku ji ereban bin, êdî çi ew ji ednaniyan yan jî qehtaniyan bin û çi jî ji Mider yan jî ji rebî´eyan bin weke hev e.

Lê bi hindikayî min vedixwînin ser bext û siuda ku nesebnasên ereban pê, kurdan digihînin eslê ereban – ku li gorî adetê wê sedsalê – ew [bi vê gihandina xwe] weke cûreyek şeref û rûmetê didin kurdan. Belê yanî li gorî wan ew şanazî û babeteke fexrê ye ku ji bo kudan tê dayin.

Bêguman heya ku em li hewayên siyasî, çandî û civakî yên ku wê demê serdest bûn venekolin, pîvanên vê rûmet û naskirinê diyar nabin. Heçî ereb in ku mebesta min jê ewên resen ku bi qebîle û nesebên xwe ve tên nasîn, ne erebên zimanî ne, yanî yên ku umeta Nebî Mihemed ji wan bûne, Quran, hedîsên Pêxember û cûreyên din yên encamên kultirî/rewşenbîrî jî bi zimanê wan bûne.

Herweha ewên ku xelîfe (Emîr ul-Mu`minîn) jî ji wan bûne û mezin, serdar û desthilatdarên mezin jî ji wan rabûne; ew jî di wê dema ku gelên islamê yên din bi Mewalî dihatin navdan. Ewên ku vedigerin ser rewşenbîriya erebî ya berî islamê û ya nav serdema islamê bi xwe jî.

Çawa ku hingê meriv dibîne û tê digij´hê bê ereb çiqasî bi nasnameya xwe ya qewmî şanaz in û çima ew weha li eceman/biyaniyan bi pozbilindî dinihêrin. A ji bo van hemiyan têr dike ku ez sedemên jêrîn bibêjim:

Nafi` ibn Cubeyr ibn Mut´emê (qureyşî) merivekî mewalî (koleyê azadkirî) da pêş da li pey nimêj bike. Sedemê vê yekê jê hat pirsîn, wî jî got: “Min xwest ku ez bi nimêjkirina li pey wî, nefsa xwe ji Xwedê re bişikênim. Ev Nafi` ibn Cubeyr ew kes bû ku gava cenazeyek di ber re diçû, dipirsî:

 – Ew kê ye?” ger bigotina qureyşî ye, wî digot:

– Çi heyfa qewmê me! Ger bigotina ereb e, wî digot:

– Wax ji welatê me re! Lê gava bigotina mewlayek e, wî digot:

– Ew malê Xwedê ye, kesê ku bivê dê bibe û kesê ku bixwaze dê bihêle.[61]

Gava Ebdullah ibn Kesîrê mewlayê Ibn Mexzûm bi jineke ereb re zewicî, çendî ku herduyan ji hev jî hezdikir, lê dîsa desthilatdarê Iraqê Mes´eb ibn Zibeyr ibn ´Ewam ji ber vî tiştî, hew ji ber ku jinik ereb bû û Ibn Mexzûm ji mewaliyan bû wî ew ji hev veqetandin.[62]

Mezinek ji dehqanan (mezinê gundên welatê Faris) xwest bi jineke bahilî re bizewice; ev bahilî ji piçûktirîn qebîleyên ereban in û xwedî bêhtirîn gund in jî. Lê qebîleyê ji daxwaza wî re na kir û dehqan jî li revandina wê fikirî ku ev bû sedemê şerekî mezin û bi serkeftina ereban qediya.[63]

Heçî ereb in, heya dewleta ebasiyan vegeriya ser hikim jî gava yekî ereb ji bazarê bihata û tiştek pê re bûya û mewlayekî (misilmanekî ne ereb) bidîta tiştê xwe didayê da jê re hilgire. Ne wî na dikir û ne jî siltan/desthilatdar ew diguhart (dijî wî derdiket). Herweha gavê siwarek rastî wî bihata û bixwesta jê re dakeve, dadiket û gava yekî bixwesta bi mewlayekê re bizewice, wî ew ji mewlayê wî dixwest ne ji bavê wê û bapîrê wê.[64]

Ev tiştê ku me li ser kultira/kelepûra ereban û li ser tevgera wan ya dijî mewaliyan got, bi tenê hindikek ji wan e. Nexwe dê çawa nesebnas dest ji van cudakariyên navbera ereb û mewlayan yên fermîkirî berdin? Her weha dê çawa ew nesebnas wêribin kurdan bêxin nav desthilatdariya taybetê bi cihêkariya ereban ve?

Wan heman tiştî di biwara berberan (emazîxan) de jî kiribû, lê wan ji bo nebtiyan (niştecihên başûrê Iraqê) ev nekiribû, çawa ku ji bo tirk û farisan jî ev nekiribû. Pes divê em jîbîr nekin ku kurd berî islamê jî bi ziman û dînê xwe tev de ji ereban cuda bûne. Lê digel vê jî nesebnas û tarîxnas behsa sedemên ku wê cudahiyê pêkanîne, dikin.

Em dê li vê derê hinek agahên ku Mesûdî veguhastiye bibêjin: “Wan ji bo av û çêreyê xwe di çiyan de asê kiriye û dest ji zimanê erebî berdane gava ku bûne cînarê gelên din.”

Mervi dikare carekê bipirse, ka sedemê vê hemberiya navbera nesebnasên erebên başûrî û nesebnasên erebên bakurî çi ye? Herweha careke din jî navbera nesebnasên erebên bakur ên miderî û yên rebî´e çi ye? Ku ewqas kurdan bi bal vî şaxî û vê qebîleyê ve dikişînin û digihînin xwe.

Ya rastî ew sedem bi temamî nayên zanîn, çunkî xwediyê saloxan ew diyar nekirene ku ji ber vê jî ji me re tu rê namîne ji bilî texmîn û tercîhê. Lê belkî ji ber ku kurd hêzeke xurt û giring ya cengê bûne. Îcar weke hev e çi ew di dema xirecir û şerên navbera şî´î û dewleta emewî de xwiya bûbe û çi jî di dema şerê ebasî û dewleta emewî de be. Çawa ku ew li cografiyayeke fireh î mezin dimînin ku ji ber vê her aliyên erebên hember û hevrikên hev pir dixwestin ku wê hêzê bikêşin hêla xwe.

Paşê jî pirsa sêyem û giring dimîne ku ew jî ev e: Ma gihîştina eslê kurdan ya ereban ji kengê ve ye?

9

Gelo Kurd ji eslekî erebî ne?

Vegera li destpêkê:

Li pêş derbasbû ku nisbetdana kurdan bi bal ereban ve bi palpiştiya du navdartirîn nesebnasên ereban û kevintirînên wan derketiye; ew jî Ibn Kelbî û Ebu l-Yeqzan in (ku di sedsala duyê hicrî/heştê zayinî de jiyane). Jixwe me zanî ku hingê di vê biwarê de hemberiyeke diyar di navbera nesebnasên şaxê qehtanî û yên ednanî de hebûye.

Hemberiyeke ewqas kûr bû ku ketibû heya nav çembera hoza ednanî bi xwe jî ku carina kurdan di gihandin êlên mider û carina jî ew digihandin qebîleyên rebî´e. Lê ew hemberî bi vî qasî jî nesekinî ta ku ket nava qebîleya miderî bi xwe jî, çawa ku hinek saloxdêrên wan kurdan digihandin qureyşiyên (dundeyên Îlyas ibn Mider) û hinek ji wan jî ew digihandin ´Amir ibn Se´se´e (yanî ji neviyên Qeys ´Eylan ibn Mider).

Jixwe me dît ku dîroknasekî erebê ednanî yê xalis, Mesûdî (m. 346/957) saloxên ku eslên kurdan digihandin ereban, bêdudilî tomar kiriye. Ya balkêş ew e ku vî dîroknasê şareza dest bi rêzkirina saloxên ku eslê kurdan bi ereban ve girêdidin, kiriye.

Dû re behsa saloxên ku eslê kurdan dighînin efsane û çîrvanokan kiriye û piştî van tevan jî nêrîna xwe weha rave kiriye: “Ji wan agahên ku me li ser kurdan gotiye, ya navdartirîn li nik xelkê û rasttirîn li ser eslê kurdan ew e ku ji dundeyên Rebî´e ibn Nizar in.”[65] Yanî li gorî dîtina Mesûdî kurd ji erebên ednanî ne.

Em ji nota Mesûdî sê tiştan derdixin:

Yek. Mesûdî biryar daye ku eslê kurdan bigihîne erebên ednanî û bi taybetî jî şaxê rebî´e.

Du. Mesûdî di saloxên ku eslê kurdan digihînin şaxê qehtanî û digihînin cinan û şeytan Cesed de digumanê de bûye.

. Rast e, Mesûdî delîlên xwe yên ku biryara xwe li ser ava kiriye negotiye, lê digel wê jî wî bi “ya rasttir” gotina xwe berfireh kiriye. Lêbelê em ne bawer in ku tarîxnasekî mîna wî vê biryarê bê rûbarkirina saloxên cuda, dabe. Pes çawa ku dixwyê wî ji nav çêtirîn hincetan ya ku bihêle saloxekê di ser ya din re bigire, dîtiye.

Cudabûna Mesûdî ew e ku wî hamî saloxên berî serdema xwe û yê dema xwe jî bi kurtasî daye. Yanî wî daye pey salox û gotinên taybetî yên ser eslê kurdan yên bi dirêjayiya sêsed salan û ew bêjing û dabeş kirine. Çawa dixwiyê piştî Mesûdî çi kesê ku li ser eslê kurdan axifîbe û jê qal kiribe ew wan yan jê yan jî ji çavkaniyên wî wergirtiye. Jixwe tarîxnasên sedsala pêncê koçî û yên pey wan jî di vê biwarê de ji bilî hinekî pir kêm, tiştekî nû neanîne.

Yek ji wan saloxên kêm ji veguhastina Zebîdî (m. 1205/1790) jî ku di kitêba xwe ya Tac ul-´Erûsê de daye ev e: “Hatiye gotin ku qewmek ji yên ereban dijî Sileyman (e. s.) rabûye û dû re ew reviyane hêla eceman/biyaniyan. Ew li wê derê bi hinek cariyeyên ku zilamekî ji Sileyman (e. s.) re kirîbû re razane û kurd jî ji wan zêde bûne.[66] Ev jî saloxeke tam piştî sedsala Mesûdî ye.

Em ji bîr nekin ku Zebîdî çavkaniya ku ev salox jê wergirtiye, nedaye, lê hew bi derbirîna “qîle …/hatiye gotin …” bes kiriye. Pes ya nû di saloxa wî de ew e ku wî eslê kurdan guhartiye û ew  xistiye nav efsane û xurafeyan. Mebesta min jê nisbetdana bi bal cin û şeytan (Cesed) ve ye, yanî pêşiyên kurdan di vê saloxê de ne cin û şeytan in.

Lê ew hew merivên normal yên ereb in ku bi awayekî ne rewa bi cariyeyên nebiyê ´Ibranî Sileyman re zewicîne. Çunkî maneya “weqe´û fî cewarin:ew bi cariyeyan re razane” ev e, lê salox behsa nasnameya wan cariyan nake, pes ya eseyî ew e ku ew ne ereb in, nexwe dê salox ne weha bihata dayin. Ji vê saloxê em du tiştan derdixin:

Yek. Ew e ku kurd ji nesla ereban in, lê ew ne erebên xalis/quh in, ew ji erebên “Hucna`” ne ku li gorî Ibn Munzirê Afrîqî “hecîn/[hucna`]” erebên ji cariyeyê ne, ku eyibdar in. …, yanî ewê ku bavê wî ji dêya wî çêtir e… Ji kurê erebê ku dêya wî ne ereb be re “hecîn” tê gotin, hespê hecîn jî ew e ku ji birzewnekî (hespekî ne cisnî) û hespeke erebî bûbe. …

Fahlê hecîn (dê ne cisnî) jî gava bivê rabe ser huştira cisnî bêvila xwe li gopal yan jî tiştekî din dihesikîne da jê vegere û jê biqere.[67] Yanî mebesta vê saloxê ew e ku kurd ereb in lê ji erebên radeya duyem in.

Du. Ew e ku kurd ne tenê erebên radeya duyem in, lê her weha ew di biwara Nebî Sileyman de erebên gunehkar in jî. Bi vî awayî hem pêwîstiya wan bi rewayiyeke civakî (esaleteke tam) û hem jî ihtiyaca bi bal rewayiyeke dînî ve jî heye (teqwayî, taeta Nebî Sileyman).

Piştî van hemiyan tu dibînî ku dengê kurdan di nav vaqas nêrînan de li kû ye?

Gelo elîtên kurdan li ser vê çi gotine?

Ya rastî, di vî warî de nêrîneke kurdan jî heye ku şeş kurdên zemanê berê gihane pêwendiyên nesebî yên kurd û ereban.

Yê pêşî û kevntirîn, Şair Hiseyn ibn Dawidê Beşnewî (m. 465/1074) ye. Imadê Isfehanî gotiye:

Yek ji kurdên hêja/payedar Hiseyn ibn Dawidê Beşnewî ye ku kurapê xwediyê [keleya] Finik bûye. Serdema wî kevnar e û malbata wî jî qenc î mezin e, wî di sala 465/1074an de wefat kiriye, xwedî dîwaneke mezin e û gelek şi´rên wî jî hene.[68]

Li ser keleya Finikê Yaqûtê Hemawî gotiye:

“Finik, keleyeke asê yî mehkem ya kurdên Beşnewî ye ku dikeve nêzîkî Cizîra Ibn Emer (Cizîra Botan/Kurdan) ku navbera wan du ferseng (nêzîkî 11 km) in. Ne xwediyê Cizîrê û ne jî yên din digel têkelheviya wan ya bajêr jî nikarin hikim lê (keleya Finikê) bikin. Ew ji gelek salan ve bi qasî sêsed salî ye ku di destê wan kurdan de ye û ew bi rûmet û gelparêz in ku kesê xwe li wan bigire jî wî diparêz in û qencî pê dikin.”[69]

Şair Hiseyn ibn Dawidê Beşnewî hevdemê bûyerên derketina Mîrnişîniya Dostikî yî kurdî bû ku piştî hingê bi navê Dewleta Merwanî hatiye nasîn. Nemaze [piştî] têkoşîna mîrê kurd Bazê (Badê) kurê Dostikê Hemîdî/Himeydî ya dijî dewleta Biweyhî û hevkarên wan Hemdanî û ´Uqeyliyan. Ev kurdên Beşnewî yên xwediyê keleya Finikê jî hevalbendê wî bûne ku şairê wan yê navbihurî pesnê cenga Baculaya navbera Bad û dijminên wî ku Bad tê de hatibû kuştin, dabû.[70]

Ji me re ya giring ew e ku Hiseyn ibn Dawidê Beşnewî di du malikên/beytên qesîdeya xwe de dibêje:

Ger meriv sûretê kêmasiyê li hêlekê binase

Ew kêmasî bêşik li cem mihraniyan nenase

Em ew serek in ku ji Kurd ibn Se´se´e ne

û bi dirêjayiya demê ve em ji nesla Qeysi ne[71]

Çawa dixwiyê Beşnewî bi gihandina bavikê xwe bi hoza Mihranî (yanî Şemsanî/Rojanî/Rojkî ku ji Mihra bi maneya Roj tê) dipesine. Ya çêtir ku niha ew hoza kurd ya naskiriyê bi navê Mîran:Mihran e, weke ku dixwiyê ev êla Beşnewî şaxekî wê ye.

Lê şair Beşnewî bi wê tenê jî qîma xwe nayne û ew şanaz e ku gelê wî ji mezinên Kurdê kurê Se´se´e ne û ji şaxê Qeys ´Eylaniyê ´Ednanî ne (erebên bakur). Ji vê tê zanîn ku ew ji saloxa gihandina neseba kurdan bi ereban agahdar e û ew qebûl dike ku kurd ji erebên ednanî ne.

Careke din jî Beşnewî xwe dighîne şaxê Qeys ku ji erebên ednanî ne (erebên bakur). Ew jî vê yekê di qesîdeyeke ku tê de hevalgirî û rastiya xwe bi alê Beytê re radigihîne û bi devavêtina kesên ku dest danîne ser mafê alê Beytê yê xelîfetiyê jî diyar dike.

Mebesta wî jê xelîfeyên ebasî ne ku xwe bi (wekîlî/cihgirî) bi nav dikirin. Ev ew term e ku şî´î ji bo siniyên ku mafê xelîfetiyê yê pêşî nadin Elî ibn Ebû Talib û ziriyeta wî ya ji Fatîmaya keça Mihemed Pêxember (e. s.), bi kartînin. Li ser vê Beşnewî weha gotiye:

Ma qey malbata Taha bêpar in

û dewleta cihgir xwe rast dike?

Ger şûrê min jê re nê tazîkirin

hingê ez ne ji havênê Qeys im

Şahnaziya kurdan bi papîrên min e

û serfiraziya ereban jî bi hevgihana min e

Ji vê derê xwiya dibe ku pirsa gihandina eslê kurdan bi ereban di zihna/bîreweriya Beşnewî de ne zelal e. Yan jî belkî jê re nêrîneke diyar î ku em nizanin hebe, çunkî ew xwe digihîne erebên Qeysê edananî. Lê di heman demê de ew di neseba xwe de hem kurdan û hem jî ereban dicivîne, lê bi awayekî weha ku kurd ne ereb in.

Ev jî dijî agahên berê ye ku gotibû gelê wî digihîje Kurd ibn Se´se´e. Ma gelo mebesta wî ew e ku gelê wî hem eslê eşrafî yê ereb û hem jî yê eşrafi yê kurd pêkve civandiye?[72] Belkî jî.

Heçî kurdê duyem ku pirsa gihandina eslê kurdan bi ereban ve girtiye destê xwe Melik Mu´iz Ismaîl ibn Tuxtigînê Eyûbî ye (ku di sala 598/1202an de hatiye kuştin). Lê hêjaye bê gotin ku wî hew malbata xwe ya eyûbî gihandiye ereban û hem jî qureyşiyan, lê angaşt nekiriye ku kurd hemî ji eslekî erebî ne.

Ibn Esîr diyar kiriye ku Ismaîl ibn Seyf ul-Islam Tuxtigînê kurê Eyûb piştî wefata bavê xwe Tuxtigînê birayê Selahedîn bûye şahê Yemenê û weha lê zêde kiriye: “Ew yekî serkêş î xêtik bû û pir tevlîhevî dikir, çunkî angaşt/idîa dikir ku ew ji emewiyên qureyşî ye, wî li ser navê xwe xutbe xwendiye û nasnavê Hadî li xwe danîye.

Lê dema apê wî Melik Adilê birayê Selahedîn ev yek jê bihîstiye, ew doza wî xerab û giring dîtiye. Wî jê re nivîsiye, lome lê kiriye, pê re xeyidiye û ferman lê kiriye da vegere ser neseba xwe ya rastîn û dev ji kirinên ku pê xelkê bi xwe dikenîne, berde.

Lê wî guh nedayê, ji kirinên xwe venegeriyaye û lê domandiye, di ser re jî xuyê xwe ji serdar û leşkerê xwe re jî nexweş kiriye. Ji ber vê jî wan êrîşî ser kiriye, ew kuştiye û yek ji memlûkên bavê wî kiriye mezinê xwe”.[73]

Meqrîzî jî di bûyerên sala 594/1198an de gotiye:

“Mu´izedîn Ismaîl ibn Seyf ul-Milûk Tuxtigînê şahê Yemenê aşkere doza xwdayiyê kiriye û kitêb jî nivîsiye ku li ser jî tarîxa “ji wargeha/baregeha Îlahî” daniye. Dû re jê zivirîye, lê vê carê doza xelîfetiyê kiriye û bi derewî gotiye ew ji emewiyan e. Wî li welatê xwe yê din jî xwe xelîfe ragihandiye û xwendina xutbeya ser navê ebasiyan qut kiriye”.[74]

Ziriklî jî gotiye:

“Mu´izzê Eyûbî: Ismaîl ibn Tuxtigîn ibn Eyûbê Siltanê Yemenê, di dema bavê xwe de li Yemenê ji rêbaza siniyan derketiye û ketiye rêbaza ismaîliyan ku bavê wî jî ew ji dergahê xwe avêtiye. Ew ji Zebîdê derketiye ku here Bexdayê, lê piştî derketina wî ya sala 592/1197an hê pir dûr neçûye ku bavê wî wefat kiriye û ew jî bi paş ve vegeriyaye.

Dû re ew ketiye Zebîdê, rojekê maye û jê derketiye çûye Te´izê; wî mezhebê xwe lê diyar kiriye ku ismaîlî pê xurt bûne. Jixwe ew yekî mêrxas bû, pir xwînê dirêt û şair bû jî. Hatiye gotin jî ku hişê wî tevlîhev bûye û angaşt kiriye ku ji emewiyên qureyşî ye û bi nasnavê Emîr ul-Mu`mininiyê ji xwe re xutbe xwendiye.

Dû re wî xwe Îlah dîtiye û ferman kiriye ku li ser weha bê nivîsandin: ´ev nameguhastin ji wargeha Îlahî derketiye`. Dû re ew di ser xwe re çûye, zilma wî domandiye ta ku hinek kurdên pê re li Zebîdê ew kuştiye, wan serê wî xistiye serê rimekê û ew li welatê Yemenê gerandiye”.[75]

Çawa em dibînin, hemî salox eseyî dikin ku Melik Îsmaîlê Eyûbî xwedî daxwaziyeke siyasî bûye û xwestiye ku bibe xelîfe. Lê li gorî pirên medreseyên fiqhî yên islamê ew payeyeke taybetiyê bi hoza ereb ya qureyşî ve ye.

Lê gava wî dîtiye ku ji bo pêkanîna xewna wî astengiyeke mîna (veto) heye ku ew jî divê xelîfe ji nesebeke ereb be û qureyşî be jî. Hingê biryar daye ku zora wê vetoyê bibe û ji bo malbata eyûbî nesebeke erebî yî qureyşî yî emewî peyda kiriye.

Wî emewiyan hilbijartiye, çunkî ew berî ebasiyan xelîfe bûne, lê camêr ji apê xwe Melik Adil û kesên din yên malbata Eyûbî rastî dijberiyeke dijwar hatiye. Wan ji bo derketina wî ya ji eslê xwe yê kurdî re nakiriye, lê gava bi ya wan nekiriye û li kirinên xwe yên siyasî yî çavbirçîtî domandiye, wan jî biryara dawî li ser daye.

Heçî kurdê sêyem ku eslê kurdan gihandiye ereban qaziyê erbîlî Ibn Xelikan (m. 681/1282) e ku di pêşkêşiya  axaftina xwe ya derbarê jiyana serdarê ereb Mihelleb ibn Ebû Sufre de gêtiye: “Ebû Emer ibn Ebd ul-Berrê xwediyê kitêba el-Istî´abê di kitêba xwe ya bi navê el-Qesdu we l-Umem fî Ensab il-Ereb we l-´Ecem de ku kitêbeke mezin e, gotiye “Kurd ji nesla ´Emr Muzeqiya ne.”[76]

Ev Ibn Ebd ul-Berr Yûsuf ibn Ebdullahê Qurtubî (m. 463/1071) ye, bêguman wî ev agah ji nesebnas û dîroknasên berî xwe mîna Mesûdî û yên din wergirtiye. Çawa ku em dibînin Ibn Xelikan jî ev agah bê ku notek deyne ser, daye, digel em dizanin jî ku ew tarîxnasekî qazî ye û bernameya qaziyan jî lêkolîn û lêhûrbûn e.

Ev jî karekî weha ye ku em di gelek cihên kitêba wî ya Wefeyat ul-E´yanê de dibînin û em li bendê ne ku li ser vê pirsê jî weha bikira. Nemaze jî ku ew yekî kurd e û ji neseba Cafer ibn Yehya ibn Xalidê Bermekî ye û pir xwestiye ku agahên ser neseba xwe ya bermekiyên kurd bigihîne kurê xwe Mûsa. Wî eseyî kiriye jî ku eslê wî digihê hoza kurd ya bi navê Zerzarî.

Heçî kurdê çaran ku neseba kurdan gihandiye ereban Melikê Eyûbî Ebu l-Fida Ismaîl (m. 732/1331) e ku bapîrê wî yê pêncemîn Şahinşahê birayê Siltan Selahedînê Eyûbî ye. Lê hêjayî balkişandinê ye ku Ebu l-Fîda bi xwe eslê kurdan bi ereban ve girênedaye, pes wî hew agahên ku di çavkaniyan de hatine veguhastiye.

Lê wî nêrîna xwe li ser mijarê negotiye û bi tenê weha gotiye: “Heçî furs/pars/îranî ne gelek tofên wan hene ku deylemî, geylî û kurd jî j wan in…. Lê hatiye gotin jî ku kurd ji ereban in û dû re hêdî hêdî guherîne, çawa ku hatiye gotin jî ew e´rabên/bedewiyên/koçerên eceman in.[77]

Heçî kurdê pêncem ku bi gihandina eslê kurdan bi ereban ve rabûye ellame/pirzana Mihemed Efendiyê Kurd e, lê me di çavkaniyan de agahên têrfireh li ser nedîtiye. Pes dixwiyê ku ew yek ji zanayên navdar yê serdema xwe bûye. Ger em nasnavê wî yê Efendî bixin hesabê ew di serdema dewleta osmanî de bûye, çunkî ev nasnav ji bo zana û erkdarên mezin dihat bikaranîn ku di vê serdema me de bergindê nasnavê ustad e.

Li gorî vê em dikarin bibêjin ku ew yek ji zanayên kurd yên vê dawiyê bûyê di dewleta osmanî de. Zebîdî gotiye ku; pirzana Mihemed Efendî agahên xwe ji kitêba Menahic ul-Fiker we Menahic ul-´Ibera Kutubî wergirtiye. Lê me di Keşf uz-Zinûna Hacî Xelîfe de weha dîtiye: “Menahic ul-Fiker we Menahic ul-´Iber berhema Şêx Cemaledîn Mihemed ibn Ibrahîmê Wetwatê Kutubiyê Werraq e ku di sala 718/1318an de wefat kiriye.[78]

Bi vî awayî tu guman tê de nema ku pirzana Mihemed Efendiyê Kurd di sedsala 8ê koçî/16ê zayinî yan jî piştre de jiyaye.[79] Ebasê ´Ezzawî di kitêba ´Eşair ul-Iraq de Mihemed Efendiyê navbihurî weke Mihemed ibn Sileymanê kurdî dide nasîn ku Muradî jî di kitêba Silk ud-Durerê de weha gotiye û daye zanîn ku wî di sala 1194/1780î de wefat kiriye.[80]

Zebîdî jî di Tac ul-Arûsa xwe de weha behsa pirzana Mihemed Efendî kiriye:

“Hêjayê serdema xwe pirzana Mihemed Efendiyê Kurd li ser neseba kurdan nivîsîye ku tê de gotiye: ´Li ser eslê wan gelek nêrînên cuda yên dijberî hev jî hatine gotin û ew bi korfeleqî  hatiye tevlîhevkirin`.

Lê wî ev nêrîna ku ew ji Kurdê kurê Kenanê kurê Kûşê kurê Hamê kurê Nûh in tercîh kiriye ku ew jî bûne gelek qebîle. Pes ew hemî vedigerin ser çar tîreyan ku ew jî Soran, Goran, Kelhor û Lor in, dû re ew jî bûne gelekî ku ji pir bavik û hozên mezin î bêhejmar pêk hatiye û xwedî zarava û rewşên cuda ne”.[81]

Paşê Zebîdî weha lê zêde jî kiriye:

“Dû re Mihemed Efendiyê navbihurî gotiye: ´… hatiye gotin jî ku qewmek ji yên ereban dijî Sileyman (e. s.) rabûye û reviyaye çûye Ecemistanê. Li wê derê ew bi hinek cariyeyên ku merivekî ew ji Sileyman (e. s.) re kirîbûn re razane û kurd jî ji wan zêde bûne.”[82]

Encama tiştê ku em ji gotinên Mihemed Efendî derdixin ew e ku ew xwedî agahên hûrûkûr yên ser şaxên sereke yên ku kurd ji wan pêk hatine, ye. Çunkî ew navê Soran, Toran,[83] Kelhor û Loran dide, lê xwiya dibe ku wî kurmanc û soran yek şaxek hesibandiye. Pes çawa dixwiyê ew di nav zehmetiya saloxên kevnar de winda bûye û li gorî wê derbirîna ku bi piranî girêdayê bi rewşa pîroziyê ve ye, ketiye ber tesîra wan.

Li ser vê yekê wî gotinên cuda yî dijber daye hev ku encama wê jî bûye parastina wê nêrîna ku “kurd ji nesla Kurd ibn Kenan ibn Kûş ibn Ham ibn Nûh in”. Bi vê nêrînê jî Mihemed Efendî kurdan ji çembera gihandina wan ya ereb û farisan bi carekê derxistiye.

Ew jî li gorî wî hesabê ku ev her du gel (faris û ereb) jî li gorî parvekirina Tewratê ji nesla Sam ibn Nûh in. Lewra wî kurdan xistiye nav tuxmê kenaniyan ku digihîjin Hamê kurê Nûh. Ji ber vê jî Zebîdî biryar daye ku “wî (Mihemed Efendî) bi korfeleqiyeke xerab rewşê tevlîhev kiriye”.

Heçî kurdê şeşan ku behsa gihandina eslê kurdan bi ereban ve kiriye, Ibrahîm Fesîhê Heyderî (m. 1299/1881) ye ku Ziriklî weha jê behs dike:”Fesîhudîn Ibrahîm Sibxetullah ibn Es´edê Heyderî ku jê re Ibrahîm Fesîh jî tê gotin, edîbekî ku bi eslê xwe kurd e, li Bexdayê bûye, lê mezin bûye û lê miriye jî. Wî cihgiriya qaziyê Bexdayê jî kiriye û kitêbek jî nivîsîye.”[84]

Ebasê ´Ezawî jî di kitêba xwe ya Eşair ul-Iraq de gotiye:

“Ibrahîm Fesîh el-Heyderî yek ji mute`exirînan e ku tiştên di Tefsîra Alûsî de hatiye, şopandiye û gotiye: “Kurd hemî çawa ku di Qamûs ul-Muhîtê de jî hatiye ji zaroyên Kurd ibn ´Emr Muzeyqiya ne….

Li gorî vê kurd ji eşrafên ereban û mezinên wan in, çawa ku qenciya wan, mêrxasiya wan û xîreta wan jî şahidê rasttirîn e li ser ku ew ji rûmetdarên ereban in. Lê ew gotina hinekan ku ew ne ji ereban in, ji ber rehgeziya wan e ne tiştekî din.

Bêguman guwahî û rastdêrana xwediyê Qamûsê têr dike ku ew li gorî gotina hêja Fîrûzabadiyê xwediyê Qamûsê, wan ji neseba erebên esîl yên qehtanî dibîne. Çunkî çawa ku nesebnasan gotiye Muzeyqiya ji qehtaniyan e, lê ji ber ku cihên wan nêzîkî eceman bûye, zimanê wan guheriye”.[85]

Diyar e ku ev zanayê kurd ji agahên Alûsî yên ser neseba kurdan ku bêhtirên wan ne ji neseba ereban in, ne raziye. Ji ber vê jî ew saloxên Fîrûzabadî yên ku kurdan digihîne qehtaniyan nû dike ku ji bo vê jî du delîlên wî yên dûrê ji babet û zanîna mentiqî hene:

Ya pêşî ew e ku wî xwe bi agahên Fîrûzabadî girtiye, yanî Fîrûzabadî di vî warî de jê re bûye delîl. Lê çawa ku em dizanin, ew zimanzan e ne nesebnas û tarîxnas e. Jixwe wî agahên xwe jî ji yên berî xwe yên mîna Mesûdî û yên din wergirtiye.

Ya duyem jî ew e ku ew zanayên kurdan yên ku pê re ne hemfikir in, bi rehgeziyê tawanbar dike, lê eva han ne delîleke zanistî yî têrgihayî û resen e.

Gelo rastî li kû ye?

Ji bo ku em bersiveke erênî yan jî neyinî ji vê gelşê bigrin, divê em bi nêrîneke lêkoler li agah û vederên/datayên girêdayê bi babetê ve binêrin ku kurtiya wê jî ev e:

Yek. ew saloxên ku eslê kurdan dighînin nesebeke ereb xwe didin ser derbirînên ne hûrûkûr ku berztirînên wan (bi hatiye gotin, tê gotin, hinekan gotiye, hinekan weha dîtiye û hinekan weha guman kiriye) dest pê dikin.

Du. Di wan saloxan de tu delîlên tarîxî, fîlolojî û etnolojî tunin ku gihandina eslê kurdan bi ereban ve eseyî bikin. Ji bilî hinek destnîşaniyên gengaz yên ku ji hêla koçeriyê/bedewîtiyê ve wan ji kevn ve dişibînin hev. Digel wekheviya wan di hinek hîjayiyên mîna rûmetdarî, mêrxasî, camêrî û xîretkêşiyê de.

. Me di kitêbên giring yên ser qebîleyên ereban de tu qebîleyeke bi navê kurd nedîtiye û nebînaye. Çawa ku  me ji wan nivîskarên xwediyên saloxên ku eslê kurdan digihînin ereban jî bi navê kurd qebîleyek nebihîstiye. Ev jî belge ye ku wan dizaniya ev saloxa gihandina kurdan bi ereban ve ne rast e û ji ber vê jî wan dest ji dana navê wê qebîleyê berdaye.

Ez dê navê hinek ji wan kitêban li vê derê bidim: “Nesebu Qehtan we ´Ednan”a Miberred, “Cemheretu Ensab il-Ereb”a Ibn Hezemê Endilusî, “Lub ul-Lubab fî Tehrîr il-Ensab”a Siyûtî, “Nihayet ul-Ireb fî Me´rîfeti Ensab il-Ereb”a Qelqeşendî û “Ensab”a Sem´anî. Ya ji hemiyî ecêbtir jî ku di kitêba Ibn Kelbî ya Cemhertu Ensab il-Ereb de jî navê qebîleyeke bi navê “Kurd” nehatiye dayin û tuneye.

Ev Ibn Kelbiyê han Hişam ibn Mihemed ibn Saibê Kelbî ye ku yek ji kevintirîn/pêşiktirîn ji herdu nesebnasên ereb e. Ew herdu nesebnasên ku saloxa gihandina eslê kurdan bi ereban ve ji wan tê veguhastin, yanî qaşo ev salox ji wan derketiye.

Îcar ya balkêş jî ew e ku çawa kurê wî Hişam ku jê bi xwe veguhastiye agaheke weha nedaye, lê yên din ku hê ji kurê wî Hişam veguhastine ev agah dane? Ma dibe ku ibn Saib wê saloxê diyar kiribe, lê kurê wî Hişam di vî warî de jê cuda bûbe û ji saloxê qeriyabe?

Çar. Herweha herdu tarîxnasên navdar yên meydana tarîxa islamê ku Teberî û Ezedîn Ibn Esîr in, çira wan di vê babetê de ne tu agah daye û ne jî nêrînên xwe gotine.

Heçî Teberî (m. 310/923) ye, ew pêşiktirîn tarîxnasê islamê ye û ji hemiyan jî di rêzkirina agahan de hûrûkûrtir e. Çawa ku ew yek ji navdarên ravekarên/tefsîrkarên Quranê ye jî ku agahên tarîxê jî li gorî qaydeyê rêzezincîra veguhêzerên hedîsên Pêxember rêz kirine.

Lê ya ecêb ew e ku wî ne dûr û ne jî nêzîk tu xwarî û lewazî li ser eslê kurdan nekiriye û ew bi bal tu kesî ve nedaye. Ew wan hew carina bi navê Ekrad û carina jî bi navê Kurd dide bi zanîna ku ew gelekî xwedî taybetiyên xwe yên nîjadî ne û ne ji tu gelên din in.

Pes Heçî Ibn Esîr (m. 630/1233) e, wî jî rêya Teberî ajotiye, lê divê em jibîr jî nekin ku ew hevdemê dewleta eyûbî ya kurdî bûye. Jixwe malbata wî jî ji Cizîra Botan e ku dikeve bakurê Kurdistanê û başûr-rojavayê Tirkiya niha. Çawa ku hinek nivîskarên kurd yên mîna M. Emîn Zekî jî, ji ber ku ji Cizîra Botan e û nasnavê Cizîrî wergirtiye, ew di nav navdarên kurdan de hejmartine.

Lê ya giring ew e ku ev dîroknasê agahdarê li ser kurdan û ji cografiya kurdan e jî eslê kurdan ji wan pêştir negihandiye tu kes û gelên din. Digel giringîdana wî ya pir bi babeta ser gelên rojavayê Asya nemaza jî ereb û farisan.

Pênc. Hinek ji tarîxnas û zanayên berê jî ji gihandina eslê kurdan bi ereban ve re eşkere na kirine, çunkî Ibn Xeldûn jî (m. 808/1406) gotiye ku; “hinek kurd û deylemiyan jî ji ereban hesab dikin lê ev ji binî ne rast e”.[86]

Çawa ku Alûsî jî gotiye: “Texmîna min a mezin ew e ku ev gelê niha jê re kurd tê gotin, ne dûr e ku di nav wan de hinekên ku ji zaroyên ´Emr Muzeyqiya bin hebin. Her weha ne dûr e jî ku di nav wan de hinekên esilereb û ne ji zaroyên ´Emr Muzeyqiya bin jî hebin, lê heçî pirên wan qet ne ji eslê ereban in.

Erê di rêzika neseba vî gelî de hatiye ristin ku hinek meriv ji wan ji ziriyeta Xalid ibn Welîd in, hinek jî ji ziriyeta Me´az ibn Cebel in. Çawa ku hinekî din jî ji ya Ebasê kurê Ebdulmitelib in û hinek jî ji ya emewiyan in, lê bi ya min yek ji van jî ne rast e. Pes tîreyek ji seyidên zaroyên Hiseyn (r. e.) bi navê Berzencî hene ku bi kurdan re dijîn û jiyane, tu guman tê de tune ku neseba wan rast e.”[87]

Meqrîzî jî gava li ser tarîxa malbata eyûbiyan nivîsîye, gotiye: “Hatiye gotin ku ew bi bal Kurd ibn Merd ibn ´Emr ibn Se´se´e ibn Me´awiye ibn Bekir ve hatine dayin. Lê hatiye gotin jî ku ew ji zaroyên ´Emr Muzeyqiya ibn ´Amir ibn Mau s-Sema` in.

Çawa ku ew ji zaroyên Hamid ibn Tariq in, yan jî ji zaroyên din yên Himeyd ibn Zuheyr ibn Haris ibn Esed ibn Ebd ul-´Uzza ibn Qusey in. Evên han nêrîn û gotinên fiqihnasan in ku ji wan re çêkirine, da gava werin ser desthilatê pareke wan jî li cem ereban hebe. Lê ya rastî ew hew hozek/qebîleyek ji yên eceman/biyaniyan in”.[88]

Şeş. Hemî lêkolînên vê sedsala nû eseyî dikin ku kurd ji nijada arî ya (hinduÎranî) ne û ne ji nîjada Samî ne. Delîla wan jî ew cudahiya cewherî ya nabera zimanê kurdî û erebî ji hêla taybetmendiyên deng, morfolojîk û semantîkî ve. Lê divê em ji bîr nekin ku hinek ji saloxdaran rave kirine ku ev ereb têkelî biyaniyan bûne û zimanê xwe jibîr kirine.

Lê her çawa be jî heçî zanayên vê sedsala nû ne, pirsa ziman bi tenê wan sedemê arîbûna kurdan nîşan nedaye. Wan ew bi delîlên tarîxî, arkeolojî û etnolojî ve jî girêdane û wan hebûna kurdan di çarçoveya koçên mezin ku gelên arî ji Asyayê ber bi başûr (Hindê), rojava (Îran û Kurdistan) û bakur (Evrûpa) ve kirine, girtine destê xwe.

Ev delîlên han di hemî berhemên ku li ser kurdan hatine nivîsîn de çesipandî ne. Çawa ku nivîskarê ermenî Erşak Safrastiyan jî hinek ji wan di kitêba xwe ya Kurd û Kurdistanê de daye ku me jî giringtirînên wan di kitêba xwe ya Tarîx ul-Kurd fî l-Hedaret il-Islamî de gotiye.

Kurtasiya wan agahên di wan berheman de ew e ku kurd neviyên wan gelên Lûlû/Lolo, Tûtî û Sûbarî ne ku ji serdema şeveqa/spêdeya tarîxê ve li çiyayên Zagrosê jiyane. Ew jî bi wan gelên arî yên ku ji rojhilat û bakur-rojhilat ve hatine, têkel bûne ku hinek ji mezintirînên wan gelan jî kaşî, hûrî, mîtanî, nayrî û medî bûne.

Li ser vê rastîiyê, gava em bipirsin ka gelo kurd bi eslê xwe ereb in? Yan jî gava em pirs bikin ma gelo nabe ku rehên etnîkî yên hevbeş di navbera kurd û ereban de hebin? Encama bersivan dê cuda be, heta dê ecêb û serencrakêş be, belkî jî gelek baweriyên tarîxî yên çespandî û rehberdayî ku hatine û tên hesabkirin, bihedimîne.

Lê babetên gelşên weha yên bi vê çavnêriyê di tarîxa gelên rojavayê Asaya yên berî zayinê bêhtir ji sê hezar salî de, hewceyî bi gelek lêkolînên mezintir heye. Çawa ku  pêwîstî bi nêrîneke hûrbînî li pêkhatina bedena ereb û kurdan û tevgera dirêjiya sih sedsalên berî zayinê (sih û şeş sedsalên berî islamê) heye. Ew jî di cografyayeke berfireh de ku ji rojhilat ve ji nîveka Asya û ji rojava ve jî heya çemê Nîlê, ji bakur ve jî ji çiyayê qaf/Kafkasyayê heya başûrê Yemenê dirêj dibe.

Ya rastî ez bi xwe tu ihtîmal nadim rêçeke babeta hebûna rehên etnîkî yên hevbeş di navbera kurd û ereban de, çendî ku hew bi ferezî be jî. Lewra li gorî ku min bi xwe li tarîxa kurd û ereban ya berî zayinê bi sê hezar sal kolaye hindk be jî hinek nîşanên ku gelş hew ji teoriyekê/fereziyekê mezintir be, hene.

Ev jî  cesaret dide meriv ku di vê mecalê de meriv dikere rêçbirinên dûr û dirêjtir bike û li delîlên tarîxî ku heya vêgavê jî hatine ajotin, bigere. Ji ber vê jî ez dibêjim ku ew tiştên hevbeş yên nav ereb û kurdan eseyî dike ku pêwendiyên navbera wan ne hew yên islamî bi tenê bûne, lê belkî jî ew heya radeyekê bi aliyê xwe yê etnîkî ve jî girêdayîne.

Evên han hemî hewceyî biçekkirina zêde ya bi alavên ramana zanistî digel pêdidivêyiya bi standardên lêkolînên zêde yên babetên bêalî heye. Behtir ji vê û wê jî pêwîstî bi dilêriyeke zêde ji bo azadiyeke xurt li hemberî nexşeya nesebî ya ibraniya bandordar heye ku heya niha li ser dabeşkirina gelên rojhilata navîn, tesîr kiriye.

                                             Wergera Ji Erebî: Emîn Narozî

[1] Ibn Xeldûn, Tarîxa Ibn Xeldûn, 4/952.

[[2] Ew eshabeyekî serdema xelîfe û Emîr ul-Mu`minîn Emer ibn Xettab  e ku demekê serdariya hêza islamê ya fethan kiriye.]

[3] [Ibn Xeldûn], b. n, 4/993.

[[4] Çawa ku li jêr jî dê bê, ev erebên bakur in ku digihîjin bapîrê mezin ´Ednan û ji wan re muste´rîbe/erebîzekirî tê gotin. Pêxemberê islamê Mihemed (e. s.) jî di bavê bîst û yekê de digihîje vî ´Ednanî, bnr. li jêr.]

[5] Ya rastî zaravayekî xwe.

[[6] Ev jî çawa dê li jêr jî were ji erebên bakur in û muste´rîbe/erebîzekirî ne.]

[[7] Jixwe her ev jî dîsa ji erebên bakur in û pismamên Nizariyan in.]

[8] Mesûdî, Mirûc, b. n., 2/122-123.

[9] Mesûdî, Mirûc, b. n., 2/124.

[[10] Ev ji erebên başûrî yên yemenî ne, çawa ku dê li jêr jî were]

[[11] Ev jî çawa ku dê were ji qureyşiyên bakurî ne.]

[12] Meqrîzî, Kitab us-Silûk, r. 22-23.

[[13] di eslê tekstê de 1250/1544 bû, lê min li gorî cedwelê herdu tarîxan rast kir, pes li gorî wikipedyayê jî 1217-1270/1802-1854 e. bnr. Wikipedia, Mahmud al-Alusi]

[14] [Mebest jê Qamûs ul-Muhîta Fîrûzabadî ye ku ferhengeke zimanî ye.]

[[15] Ev ji erebên yemenî yên başûrî ne, çawa ku dê li jêr jî were.]

[16] el-Alûsî, Rûh ul-Me´anî, 25/102-103.

[17] Sûretê Feth (48), ayet 16.

[[18] Ev, çawa ku dê li jêr jî were,  erebên yemenî yanî başûrî ne.]

[19] el-Alûsî, Rûh ul-Me´anî, 25/102-103.

[20] er-Raxîb l-Isfehanî, Muhaderat ul-Enba`,

[21] Teberî, Cami´u l-Beyan, 10/43; Qurtubî, el-Cami´u li Ehkam il-Quran, 11/200; el-Alûsî, Rûh ul-Me´anî, 17/67-68. [Li pêş derbas bû ku Alûsî gotiye: “Kurd gelekî serbixwe ne û ne e´rabên/koçerên tu kesî ne”, bnr. li jor beşa Alûsî].

[22] el-Kulînî, el-Kafî, 5/158, çavkaniya Ketrûnî (kartonî ?)

[23] el-Kulînî, el-Kafî, 5/352, beşa kesê ku mahrkirina wan mekrûh/nebaş e.

[[24] Çawa ku li jor jî derbasbû, ev ji erebên yemenî yanî başûrî ne.]

[[25] Li vê derê jî îcar dibin ji erebên ´Ednanî ku bakurî ne.]

[[26] Ev jî ji erebên ednanî û bakurî ne.]

[27] ez-Zebîdî, Tac ul-Erûs, xala kurd.

[28] B., n., heman cih.

[[29] Mebest jê kitêba wî ya mezintirîn ya “Exbar uz-Zeman” e]

[[30] Ev jî ji Nezarî û ´Ednaniyan in ku ji erebên bakurî ne]

[[31] ev jî çawa ku derbasbû ji kurdên bakurî ne.]

[[32] Çawa dixwiyê ev jî ´ednanî ne û ji kurdên bakur in.]

[33] ez-Zebîdî, Tac ul-Erûs, xala kurd.

[34] Fîrûzabadî, Qamûs ul-Muhît, xala kurdan. [Li gorî vê nêrînê êdî ew dibin ji erebên yemenî yên başûrî]

[35] Bnr. Qelqeşendî, Subh ul-E´şa, 1/422-424.

[36] Bnr. ez-Zebîdî, Tac ul-´Erûs, xala “Kurd”.

[37] Berhema navbihurî (b. n.), xala “Kurd”

[38] Sûretê Sad (38) ayet 34.

[39] Bnr. Ibn ul-Cewzî, Zad el-Mesîr, 7/132-138; el-Bexewî, Me´alim ut-Tenzîl, 4/604-606; Ibn Kesîr, Tefsîr ul-Quran il-´Ezîm, 7/57-58.

[40] el-Alûsî, Rûh ul-Me´anî, 22/198-199; bnr. Nesefî, Medarik ut-Tenzîl, 3/194.

[41] Septinio Moskati, el-Hedaret us-Samiye l-Qedîme, r. 144.

[42] Abraham Malmat û Hayim Tedmûr, el-´Ibraniyûne we Benî Israîl, r. 216.

[43] Mihemed Beyyûmî Mihran, Tarîx ul-Iraq el-qedîm, r. 445, 447-448.

[44] Septinio Moskati, el-Hedarat es-Samiye el-Qedîme, r. 147; Israel Finkelstein, et-Tewrat el-Yehûdiye, r. 367; Ibn ul-´Îberî, Tarîxu Muxteser ud-Diwel, r. 51.

[45] Ibn Hişam, Sîret un-Nebewiye, 2/53, 73; Ibn Hebîb, el-Muhebber, r. 171; Mesûdî, Mirûc uz-Zeheb, 1/70-71.

[46] Ibn Hişam, Sîret un-Nebewiye, 2/53; Mesûdî, Mirûc uz-Zeheb, 1/250-251.

[47] Ibn Hebîb, el-Muhebber, r. 161; Mesûdî, Mirûc uz-Zeheb, 1/250-251.

[48] Ehmed Adil Kemal, et-Terîqu ila l-Medayinî, r. 41; Septinio Moskati, el-Hedarat us-Siyasiye el-Qedîme, r 19, 193; Flîp/Phlip Hetta we Axeran, Tarîx ul-Ereb, r. 99.

[49] Hamilton Cibb/Gibb, Dirasetun fî Hedaret il-Islami, r. 146.

[50] Serkaniya buhûrî, r. 144-145.

[51] Ibn en-Nedîm, el-Fihrist, 1/167; Ziriklî, el-E´lam, 8/133.

[52] Ibn Nedîm, el-Fihrist, 1/165-166; Ziriklî, el-E´lam, 3/350.

[53] Ev ayeta Quranê ya ku dibêje: “Fe erselna ´eleyhm Seyl el-´erimi/ فارسلنا عليهم سيل العرم/ Me lehiya dijwar ku kes xwe li ber ranagire şand ser wan“, destnîşan dike.

[54] ez-Zebîdî, Tac ul-´Erûs, xala kurd.

[[55] Ji bilî Cabanê Kurd jî çend sehabeyên din yên kurd hebûne, mîna: Cabir ibn Kurdî ibn Carbir el-Wasitî, Ebû Hefs ´Emr ibn Ibrahîm ibn Xalid ibn Ebd ur-Rehman el-Kurdî û Ebû Hesen Elî el-Kurdî ibn Emer ibn Îsayê Netarê Mihranî. Bnr. D. Ferest Mer´î, el-Feth ul-Islamî li Kurdistan, Dar uz-Zeman, Dimeşq, 2011, r. 96-101.]

[56] Bnr Yaqûtê Hemawî, Mu´cem ul-Buldan, 3/236; Ibn el-Esîr, el-Lubbab fî tensîb il-Ensab, berg 2, babeta “s” û “r”; Ehmed el-Xelîl, Tarîx ul-Kurd fî l-Hedaret il-Islamiye, r. 151-153.

[57] ez-Ziriklî, el-E´lam, 8/133.

[58] Ibn Nedîm, Fihrist, 1/167.

[59] Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, 4/484; Teberî, Tarîxa Teberî, 6/368.

[60] Hamilton Gibb, Dirasatun fî Hedaret il-Islami, r. 155.

[61] Ibn Ebdi Rebbihi, el-´Iqd ul-Ferîd, 3/412-413.

[62] Mihemed ´Emmare, Fecr ul-Yeqzet ul-erebiye, r. 96.

[63] Zahiye Qedûre, eş-Şi´ûbiye, r. 50.

[64] Ehmed Emîn, Dehy ul-Islam, 1/25.

[65] Mesûdî, Mirûc uz-Zeheb, 2/124.

[66] ez-Zebîdî, Tac ul-´Erûs, xala kurd.

[67] Ibn Menzûr, Lisan ul-´Ereb, xala “هجن/hecene”. “birzewne” hespê ne cisnî,.

[68] el-´Imad el-Isfehanî, Xerîdet ul-Qesri, 2/541.

[69] Yaqûtê Hemawî, Mu´cem ul-Buldan, 4/315-316.

[70] Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, 9/35; Emer Riza Kehale, Mu´cem ul-Mu`elifîn, 13/382.

[71] el-´Imad el-Isfehanî, Xerîdet ul-Qesri, 2/542.

[72] Berhema gotî, 2/542.

[73] Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, 12/130.

[74] Meqrîzî, es-Silûk li Me´rîfet il-Milûk, 1/173-174.

[75] Xeyredîn Ziriklî, el-E´lam, 1/319.

[76] Ibn Xellikan, Wefeyat ul-E´yan, 5/357.

[77] Ebu l-Fîda, el-Muxteser fî Exbar il-Beşer, 1/83.

[78] Hacî Xelîfe, Keşf uz-Zinûn, 2/184.

[79] [ya rastî sedsala 8ê koçî divê bibe sedsala 15ê zayinî – E. N]

[80] ´Eşair ul-Iraq, 1/201; el-Muradî, Silk ud-Durer fî E´yan il-Qerni s-Sanî ´Eşer, 4/111.

[81] ez-Zebîd, Tac ul-Arûs, xala Kurd.

[82] B. n. bi xwe.

[83] [li Jor ji dêla “toran” ve “goran” bihurî, bnr. li r. jorîn.]

[84] Ziriklî, el-E´lam, 1/44.

[85] Ebasê ´Ezawî, ´Eşair ul-Iraq, 1/141.

[86] Ibn Xeldûn, Tarîxu Ibn Xeldûn, 3/140.

[87] el-Alûsî, Rûh ul-Me´anî, 25/103.

[88] el-Meqrîzî, el-Mewa´ize we l-´Itîbar, 2/232. [Di çapa cem min de 3/404-405 e]