Vê gavê li ser çapa nû ya kovara Kurdistanê dixebitim bi tevî wergera 19 jimarên wê. Çapa yekemîn a vê xebatê, di sala 2015an de bi navê Mihemed Mîhrî Hîlav û Kuvara Kurdistan di nav weşanên ÎBVyê de hatibû çapkirin û wê demê tenê 9 jimarên kovarê li ber destê min hebûn û kitêba navborî di çarçoveya van neh jimaran de hatibû amadekirin. Çapa nû ya ku dê vê payîzê çêbe, li ser naveroka nozdeh jimaran hatîye amadekirin. Di vê çapa nû de, gelek nivîsên balkêş û hinek nivîskarên xwedî berhemên gelek hêja hene ku hate îro nehatine naskirin. Ji wan nivîskaran yek jê Îbrahîmê Babab Derwêş e ku bi navê “Tarîxa Serbûrdeyê Kurdan” kitêbeke dîrokî amade kirîye ji bo çapê. Baş nayê zanîn gelo ev kitêba navborî çap bûye yan na. Eger hatibe çapkirin jî, mixabin tu nûsxeyekê wê li ber destê me nîne.

Baba Derwêş Îbrahîm, yek ji nivîskarên kovara Kurdistanê ye, di nav rûpel û jimarên kovarê de pênc şiîrên (helbestên) wî hatine belavkirin bi sernivîsa; “Huwe’l mûîn”[1], “Beyana Hal û Hukma wan”[2], “Behsî Memleketî Kurdistan”[3], “Goranî”[4] û “Bo Cenabê Şerîf Paşa”[5]. Wî di nivîs û helbestên xwe de îmzeyên “Derwêş”, “Baba Derwêş” û “Baba Derwêş: Îbrahîm” bikaranîye. Helbesta wî ya li ser Şerîf Paşa ne têde, yên din hemû li ser dewlet û hukûmdarîya mîrnişînîyên Kurdan e, ji “Med”an bigre ta dawîya sedsala nozdehan, ta bi tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî ku li ser wî weha dibêje: “Şêx Ubeydullah şahê Nehrî bû/ Serhednişîn û padîşahê dehrê bû”[6]

Dema em bala xwe bidin rêzikên helbesta wî ya bi sernivîsa “Huwe’l mûîn” (Alîkar Xwedê ye), dîyar dibe ku wî bi awayekî menzûm bi navê “Tarîxa Serbûrdeyê Kurdan” [7], kitêbek amade kirîye û rêkirîye navenda kovara Kurdistan ji bo çapkirinê. Îdareya kovara Kurdistanê li ser çapa kitêbê bersivekê weha daye wî: Ji ber ku nûha makîneya çapxaneya me xera bûye, em nikarin bi lezgînî esera we çap bikin. Hinek sebir lazim e. Bi rastî; sebir tehl e, lakîn berhemê wê şîrîn e.”[8]

Agadarîya me ya li ser nasname û jîyana nivîskar gelek kêm e, tenê em ji sernivîsa “Açık Muhaberat” hîn dibin ku ew ji xelkê Dêrikê ye û berdewamî ji bo kovarê qesîde û meqaleyan dişîne. Herweha nayê zanîn ku ew çi wext ji dayik bûye û çi wext koça dawî kirîye. Di nameya navborî de ji bo wî weha hatîye nivisîn: “Li Dêrikê, ji edîbê muhterem Hezretî Baba Derwêş re: Kurdistan ji bo qesîde û meqalatên we yên edebî muteşekîr e.”[9] Hun dizanin li Kurdistanê gelek bajar û bajarokên bi navê “Dêrik”ê hene, ji şêwe û zimanê nivîskar weha xuya dibe ku bi îhtimaleke mezin ev Dêrik, wê Dêrika çîyayê Mazî be. Lêbelê ji bo bidestxistina agahîyên hîn zêde, ev babet hêjayê lêgerîn û lêkolînên hîn berfireh e. Bi taybetî jî lêgerîn û derxistina kitêba wî ya bi navê “Tarîxa Serbûrdeyê Kurdan” pir girîng e.

Dema em bala xwe bidin naveroka nivîsê wî yên di kovarê de çapbûyî , weha dîyar dibe ku hin beşên vê eser û kitêba navborî, bi sernivîsarên cihê cihê di nava jimarê Kurdistanê de hatine belavkirin. Di naveroka van çend beşên belavkirî de li ser halê Kurdan; dîroka dewlet û mîrnişînîyên Kurdan, belavbûna nifûs û welatê di bin hukumdarîya wan de dike.

I

“Huwe’l mûîn (Alîkar Xwedê ye)

Xwedê ya Reb muyesserkî umîdim her umîdim

Ewî name bi xeyrê te bi kê dim, ez bi kê dim

Tarîxa Serbûrdeyê Kurdan, müellif: Baba Derwêşî

Hemdê bê qiyas bo Xudayê alem

Masîwa çêkir bi cîlwe Adem

“Elleme’l-esma” da Ebû’l beşer

Ayînê Îslam da her Pêxember

Hero birêjin selat û selam

Bi qasî lûxatê elfaz û ewam

Bo rûhê cumleê enbîya bi am

Bo rûhê Mihemmed Mistefa temam

Hem ji bo rûhê taqî û neqî

Cem’î ewlîya mu’mîn û feqî

Paşê bibêjim ehwalê Kurdmanc

Şahanê Madî (Mazî) çawa bûn rewac

Hîkayet bikim serbûrdeyê Kurdan

Ji qurnê ûla ta halê Hûrdan

Neqil bikim ehwalê padîyaşê pêşîn

Ewel navê wan bi jimar bikêşîn

Yek bi yek bibêjim çawa ehwalê wan

Bi hukûmranî borandî zeman

Gelek padîşahê Kurmancî hebûn

Sahib edalet pirr qencî hebûn

Ji padîşahê Nemrûd ta şahê Dehaq

Dara, Îskender cam cîhanê tak

Noşîrwan heya Nadirşahê Efşar

Keyxusrew û keypadîşahê xûnkar

Xusrew per û nêr Ferhadê Kohkend (çîya qulkirî)

Melîk Mehmûd Îsfehanê bend

Sultan Mehmûd xeznewîyê meşhûr

Kurdê Efşar bû ew şahê Mensûr”[10]

II

“Beyana hal û hukema wan

Beyankim zemanê Padîşahê Nemrûd

Ber hûkmê wî da mulk digel hudûd

Ûrfe û Heleb ta bi mulkê Şam

Sêwaz û Xarpût Amêdî temam

Terefê şerqê tam beyne’n-nehreyn

Îqlimê Îraq ta qeleyê Şîrîn

Temamî Qafkas siyah koy hudûd

Yayleyê Kurdan bû tev çîyayê Nemrûd

Jêr îradeyê Padîşayê Nemrûd bû

Wekî şivan û pez ji hev hukûmran bû

Iraqê Ecem Qafqas zozan bû

Padîşayê Nemrûd Neyû hukûmran bû

Serhed temamî zozanê wî bû

Sed sal Kurmanc ber fermanê wî bû

Paşê wî hetta zemanê Dehhak

Ser qebîlê rabûn gelek dibî pak

Padîşahê Dehhak zor Padîşah bû

Zemanê xu da ferman rewa bû

Padîşahê Îskender sahib edl û tac

Wî fexrê dikir bi qewmê Kurmanc

Îran û Turan Yûnan û Bulgar

Anadol temam, Qefqas ta Efşar

Hemî bi qewmê Kurmancî girtin

Berê da Kurmanc milletek xurtin

Noşîrewan edlê bi Kurmanc dikir

Xusrew û Ferhad xudan tac dikir

Melîk Mehmûd hakimê Faris bû

Îqlimê Kurmanc hinek di des bû

Nadir Şah berê yetîm bû bê bab

Tevî piçûkan daîm di lîab

Rojê bo zaran dikir wî eş’ar

Em îsyan bikin bigirin Efşar

Zarok bi hev ra îtifaq kirin

Temamê Efşar înzibat kirin

Be’d ezan (pişte wî) Îran bi edl û îcad

Zebt kir digel Iraq û Bexdad

Harûn Reşîd Şahê beyne’n-nehreyn

Sultan Selehedîn sanî Zilqarneyn

Xeznewî meşhûr şahê Kurdistan

Iraq û Keşmîr heya Hindistan

Li bin îdareyê Sultan Mehmûd bû

Edalet û kerem li nik mewcud bû

Piştî wan şahan mîrekê Kurdî

Yek bi yek meşhur bûn li cîy û erdî

Sahib şecaet mîr û wezîran

Axa û Şêx û mela û pîran

Hin dunya û dîrem ji bo xwe birin

Hin navê qencî pê xwe çêkirin

Hin îlm û terîq daîm kir jiber

Hin dunya û uqba ji des çûye der

Şêx Ubeydullah şahê Nehrî bû

Serhednişîn û padîşahê dehrê bû

Azerbeycan temamî zept kir

Bi edl û hîmmet zulmê refî’ kir

Qewmê Kurmancî ramê şerê kir

Daxilê îrşad îlm û wer’ê kir

Paşanê Baban ta mîr û began

Ebrek Mehmûd ta ezîzê Wan

Mîrê Cizîrê meşhûrin qedîm

Sahib hûner bûn bi sehm û helîm

Şahê Suleyman Babanzade bû

Ji Bexdad hetta Bakû di des bû

Paşayê Reweandiz ta mîrê Dimdim

Mîrê Merîwan hukumdarê zim

Paşa ne Bayezîd sahib sikke û genç

Ji bo milletê gelek dîtin renc

Mîrzayê Bîtlîs, Mûtkî cindî bû

Mûş û Dîyarbekir di bin zindî bû

Mîr Elî Şengal hakimê Mûsil

Urbanê Ereb ji des bûn xecil

Mîrê Dêrsim û mîrekê Melat

Şîrîn Gulembar şehzadeyê Xelat

Her yek sahib text, bi hukumran bûn

Zemanê xu da pir navgiran bûn

Ehlê Dîyarbekir necîb xanedan

Xeyret qedîmin meşhûr bi wîcdan.”[11]

III

“Behsa memleketî Kurdistan

Qedîm ta nuka milkê Kurdistan

Yek yek beyan kim hudûdê di wan

Iraqê Ecem ta Cîzreyê Ereb

Ji Şamê bigrî heya bi Heleb

Ji Bexdad birgî ta herî Sîwas

Sethê Erzurûm ta herî Qafqas

Ji Qonya Sêwas ta Behre Sîya

Qefqasê Rusî mawerayê çîya

Mawerayê qefqas ta behre Hezar

Azerbaycan û Efşar ta Bender

Ji Bender bigrî heya Hemedan

Berjêr bête xwar ta bi Kermanşan

Newahê Keşmîr hey abî Bexdat

Şîmalî hetta bi nehrî Firat

Teht (bin) îdareyê padîşayê Kurdan bû

Meşhurî eqwam qewmê Kurdan bû

Êste wa zeîf bin dest mane

Nîfaq û hesed li beynê wan e

Xerzî xwe bi xwe bi hev negrî

Fesadê mel’ûn eceb dê bimrî

Ger dê hebûya me nuktedanek

Sahib hunerek alî mekanek

Halê me çima wuha melûl ba

Qewmê me çira wuha zelûl ba

Li dest bedkaran mezlûm û meqhûr

Daîm li çolan firar û mehcûr

Ededa nifûsê Kurdan bi texmîn ku gotine:

Behs û beyan kim nifûsê Ekrad

Ne yek kêm bêjim ne yekî jî zîyad

Qet’eyê heşt mîlyona me’lûm

Mîqdara deng kir heye mektûm

Mulkê Îran da nifûsê Kurmanc

Pênc mîlyon heye bi texmînê qenc

Qafqas û Reşd du mîlyon temam

Mecmûên yazde mîlyon xas û âm

Ger îtifaqek bi hev ra bikin

Zilmê nîfaq nav xwe rabikin

Wê wextê weten dê îhya bitin

Serîrî Îslam wê e’la bitin

Kurmancê Qefqas ta her dû Îraq

Bi hev ra temam ger bikin îlhaq

Sultanê Îslam cîhangîr bibit

Kuffarê xayîn pur feqîr bibit

Ger çî milletek mejî pur heye

Lêbelê bêsahib û perakendeye

Temambûn:

Tirk û Ereb û Kurd ji yek fekin

Emma li dîn da hemû jî yekin

Temam Îslam in li Hind û Çîn in

Ji hev ne dûr in tev birayê dîn in

Qedrê dînê xwe kor in nezan in

Pirr bi nîfaq in zor perişan in

Hinek ji destê kafiran zelûl

Xwe bi xwe hinek dest hev melûl

We îlla dunya exlebî Îslam

Bi ser nugûnî xwe kirine bednam

Xatir dikim ji we:

Lîsanê Kurdî daîm dûn kirin

Li bal dewletan te’mîm nekirin

Daîm bi zimanê xeyrî emel kirin

Hetta bi îro me wî xecil kir

Kitêbê Kurdan teb’ê nekiran

Lewma Kurmancî we maye bêşan

Kes fikrê nekir huquqê millet

Teqdîrê dîn û weten ba dewlet

Wexta Kurd hebû Ermen tune bû

Zemanê Kurmanc perakende bû

Tû çi bikî bira dunya xera bû

Kurmanc feqîr bû Ermenî rabû

Bes e Derwêşî, wî qewlî bes e

Zatî ew dunya me’way nakes e

Ricayî:

Muhterem qarî’ îxwanê dînî

Wî serburdeê han her ro bixwînî

Muxteser me got heyatê pêşî

Ji xwendina wî kes jê ne êşî

Lê got muxteser bi weznê haîz

Muhterem qarî’ jê nebin aciz

Ger piçûk daîm qusûr lê hene

Efwa mezinan lê pirr zêdene

Ez hêvî dikim ji sahib kemalan

Wî meşhûr bikin di anv duwelan

Munacat (dua):

Ya Reb kerîm û keremkar tu yî

Sahib rehmet bê şumar tu yî

Milelê Îslam cumle xas û am

Muttehîd bikî bi hev ra temam

Ax çi kim dilê min pirr şewitîye ax!”[12]

 

[1] Kurdistan, Jimar: 10, 30 Haziran 1335 (30 Haziran 1919)

[2] Kurdistan, Jimar: 11, 19 Temmuz 1335 (19 Temmuz 1919)

[3] Kurdistan, Jimar: 12, 13 Ağustos 1335 (13 Ağustos 1919)

[4] Kurdistan, Jimar: 14, 23 Eylül 1335 (23 Eylül 1919)

[5] Kurdistan, Jimar: 16, 27 Teşrin-i Sani 1335 (27 Kasım 1919)

[6] Kurdistan, Jimar: 11, 19 Temmuz 1335 (19 Temmuz 1919)

[7] Kurdistan, Jimar: 10, 30 Haziran 1335 (30 Haziran 1919)

[8] Kurdistan, Jimar: 16, 27 Teşrin-i Sani 1335 (27 Kasım 1919)

[9] Kurdistan, jimar: 16, 27 Teşrin-i Sani 1335 (27 Kasım 1919)

[10] Baba Derwîş Îbrahîm, Huwe’l mûîn (Alîkar Xwedê ye), Kurdistan, Jimar: 10, 30 Haziran 1335 (30 Haziran 1919)

[11] Baba Derwîş Îbrahîm, Beyana hal û hukema wan, Kurdistan, Jimar: 11, 19 Temmuz 1335 (19 Temmuz 1919)

[12] Baba Derwîş Îbrahîm, Behsa memleketî Kurdistan, Kurdistan, Jimar: 12, 13 Ağustos 1335 (13 Ağustos 1919)