Ev demek e ku rayedarên tirk rêkeftina Lozanê û derbasbûna sed salî di ser îmzekirina wê re tînin ziman û çapemeniya wan dem bi dem agahîyên nerast û xapînok di derbarê wê de diweşîne. Bi mebesta ku bandorê li rayagiştî ya tirk û ta cîhanê bike, wek tê zanîn ku rêkeftin û belgeyên wê li Parîsê hatine bicîkirin û (Enstîtuya Lêkolînê ya Misrê ) ew rêkeftin di sala 2020an de ji zimanê ferensî bi bal zimanê erebî ve hatine wergerandin. Bi wergereke bê kêmasî û rast.
Rêkeftina Lozanê ji pênc beş û 143 ê xalan pêk tê “Beşê Yekem: Bendên Siyasî, Beşê Duyem: Bendên Darayî, Beşê Sêyem: Bendên Aborî, Beşê Çarem: Mijarên Ragihandin û Tenduristiyê, Beşê Pêncem: Daxwazên Cûrbecûr”[1] û her beşek ji çend xalan pêk tê.
Piştî Şerê Caldîranê yê sala 1514an ku Kurdistan tê de cara yekemîn hatibû percekirin rêkeftina Lozanê yek ji peymanên navneteweyî ye ku bandorek mezin li kurd û Kurdistanê kiriye.
Dema têkçûna Empiratoriya Osmanî û radestkirina wê di Peymana Modrisê ya1918an de, komele û rojnameyên Kurdan xwestin ku ji vê yekê sûdê werbigirin û dewleteke Kurdî ava bikin.
Bi taybet piştî sozên hevalbendên navnetewî, nemaze Brîtaniya, ku daxwaza “Azadkirina wan gelan dikir ku di bin nîrê Empiratoriya Osmanî de bûn”.
Efserê îngilîzî “Mîcer Nowel” hat Kurdistanê, û pêwendî bi serokên êl û eşîrên kurdan re danîn.
Ji bo ku helwesta Kurdan li ser pêşniyaza Brîtaniyayê ya û ji bo veqetandina Kurdistanê ji Turkiyê, û avakirina dewleteke Kurdî, ku “Nowel” bi heyecan dubare dikir: “Divê Kurd xwe bispêrin sozên Brîtaniyaya Mezin” [2].
Kongireya aştiyê li Parîsê
Bi beşdariya 32 dewelet û saziyên nefermî ji 18 – 12-1918 an ta 21 – 1- 1920 an . Li Parîsê li darket.
Di Kongirê de cudahî û nakokî di navbera welatên serkeftî de derketin, bi taybet , di navbra: Birîtaniya, Firensa, Italiya, Emrîka, Ji bo perçekirina Emperatorya Osmanî û her wiha ya Elemanî. piranyên biryarên kongirê li gorî Berjewendiyên Brîtanya û Firansayê bûn.
Kurdan xwest Berjewendiyên xwe pêk bînin, bi riya vê kongireyê de û li ser sozên Brîtaniyayê û prensîbên Serokê Amerîkî Wilson: (Mafê diyarkirina çarenûsa gelan.)
Şanda Kurdî di kongirê Parîsê de
Bi serokatiya Ceneral Şerîf Paşa kurd beşdarî kongira Parîsê bûn, ji aliyê: “Komeleya te,alî Kurdistan, Partiya Serxwebûna Kurd, Komela Kurd, û Partiya Demokrat a Kurd ji bo nûnertiya Kurdan bikin.”[3].
Endamên Şandeyê
Fexrî Adel Beg, Adil Begê Mêrdînî, Salih Begê Hisnî, rêvebirê karûbarên Şerîf Paşa û Xalib Alî Beg, sekreterê Şerîf Paşa.
Şêx Mehmûd, Hakimê Silêmaniyê, hewl da ku şandeyeke taybet bişîne Parîsê ku tevli şandeya Şerîf Paşa bibe, lê îngilîzan rê nedanê.
Ceneral Şerîf paşa
Mihemed Şerîf , Saîd Paşa kurê Husên Paşa Xandan,( ji malbatike navdar e, malbata Baban), ku wê gelek wezîfeyên payebilind girtibûn.
Bavê wî wezîrê Karên Derve bû û Serokê Perlemana Empiratoriya Osmanî, ji 1898 – 1908 an, Şerîf Paşa wezîrê giştî yê Dewleta Osmanî li Stockholmê bû. Piştre vegeriya Tirkiyeyê û tevli refên tevgera kurd bû, yek ji damezrînerê Komela Te’alî Kurdistan bû bi Emîn Alî Bedirxan re.
Tevlî ku şanda Kurdî biçûk bû, lê rolek baş di nava kongir de list û karîbû rê li ber astengiyên ku. Nûnerê Empiratoriya Osmanî danî pêşiya vê şandê ku dixwest Kurd di kongir de beşdar nebin.
Wilo jî Brîtanya û Fransa ji şanda kurdan dil giran bûn. dixwestin pirsgirêka Kurdan li gor berjewendiyên xwe çareser bikin.
Şerîf Paşa peywendî bi nûnerên piraniya welatên ku beşdarî kongirê bûne kir, ji bo careserkirina pirsgirêka Kurd, û bi taybetî nûnerê Brîtanya û jê re pêşkêş kir ku: “Kurdistanê têxe bin “mêtingerya – انتداب” Brîtanya de “. û hevrêzî be nûnerê Ermenyan re, ku bi du şanda beşdarî konferansê bûn, yek bi serokatiya Awadis Ohanesyan, serokê şandeya komara Ermenistanê, û ya duyemîn jî bi serokatiya wezîr Boxaz Nûbar Paşa bû.
di 29 ê Çile 1919 an de, cara yekemîn pirsa kurdî di kongir de ji aliyê nûnerê şanda Brîtanî de hat giftûgokirin hat xwestin ku “Ermenistan, Sûriye, Mezopotamiya, Kurdistan, Filestîn û girava Ereban ji Empiratoriya Osmanîya bi temamî perçe bikin.”[4].
Helwesta Birîtaniya:
Brîtaniya yek ji wan welatên ku herî zêde bi Kurdistanê re têkildar bû û ji ber cîhê wê yê girîng di nîvê Rojhilata Navîn de : “ hewl dida ku her tiştî di Kurdistanê de kontrol bike”.
Helwesta Firansa:
Firansa dixwest destê xwe deyne ser bingeha aborî û darayî ya Empiratoriya Osmanî, ji bo ku Rojhilata Navîn kontrol bike, nemaze Sûriya û Libnan.
Bandora firansî li Kurdistanê di rêya: mîsyoner, dibistanên fransî û projeyên aborî diyar dibû.
Nêrîna Kurdî:
Ji ber kompiloya perçekirina Kurdistanê, Şerîf Paşa, nameyek ji Serok wezîrê Firansa Georges Clemenso re şand, wekî serokê konferansê, tê de daxwaza serxwebûna Kurdistanê kir û bi du ( belga – nama ) nerînên Kurdan pêşkêşî ( Konseya Bilind ya Konferansê kir. ).
A yekem di 22 -ê Adarê, sala 1919 an de bi zimanê Firensî bû. Bi navê Ceneral Şerîf Paşa, serokê şandeya Kurd li Kongirê Parîsê, ku li ser ser 14 rûpelan hatibû çap kirin.
Tê de (( daxwazên rewa yên netewa kurd )), û doza serxwebûna kurdistanê, li gora prensîpên Wilson, “mafê çarenivîsa gelan” kir.
di notê de agahiyên giring li ser Kurdan, warênwan,, rewşa wan , têkoşîna wan, daxwazên wan.û têkiliya wan bi Ermeniyan re. û nexşeya Kurdistanê ye, ku beşek mezin ji Wîlayeta Mûsilê tê de bû.
Nota duyemîn di 1 ê Avdara sala 1920 an de pêşkêşî kir, û tê de tekezî li ser pêwîstiya veqetandina axa Kurdan ji Empiratoriya Osmanî, û damezrandina dewletek serbixwe ya Kurdî mîna dewleta Ermenî kir. ko tixûbên xwê bi Deryaya Xezerê û Derya Sipî re hebe, da ku berhmên Kurdan derxe derve.
Di wê notê de daxaza: avakirina komîteyeke navneteweyî kir ji bo çavdêrîkirina tevlêbûna xaka ku tê de kurd bi piranî tevlî dewleta kurdî ya serbixwe “ Kurdistan ” bibe.
Ji alyê xwe ve Serokê Emerîka Wilson di konferansê de hewl da ku bandora Brîtanî-Fransî li Rojhilata Navîn de kêm bike.
ji ber wilo despêşxerîk pêşkêşr ku: gel û herêmên ku ji Emperatoriya Osmanî veqetin. Têkevin bin Mêtingerya (انتداب) dewletên mezin de.
Lê belê, vekişîna şandeya Emerîkî ji konfêransê, û berjewendiyên Brîtaniya û Firansa, bûn sedemên lezgîniya hin peymanan ji bo parvekirina pê mayên dewleta Osmanî heya ku Brîtaniya û Firansa gihiştin Peymanekê …
Di Konferansa San Rîmo 1920 an de, (danpêdana mêtingerya -الاعتراف بالانتداب ) Brîtaniyayê ya li ser Iraq û Filstînê.
û (danpêdana mêtingerya – الاعتراف بالانتداب) Fransayê ya li ser Sûriye û Libnanê hatin naskirin. Ta gihştin Peymana Sîverê.
Peymana Sîver 10 ê Tebax, 1920
Ew ji 13 beş û 433 ê xalan pêk tê, ku ji hêla pênc komîteyên taybet yên ku ji Kongirê Parîsê hatine amadekirin. Ew li gorî berjewendiyên welatên kolonyalîst, nemaze Birîtaniya û Firansayê hat..
Ev peyman bi Peymana Sîverê tê nasîn ji ber ku bajarê Sîverê yê nêzîkî Parîsê, di 10 ê tebaxa sala 1920 an de. Hatiye emzekirin.
Pirsgirêka Kurd di Peymana Sîvrê de cihek girîng girt, ji ber ku beşê Siyemîn yê peymanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hate veqetandin, di bin navê “ Kurdistan ” de. ku ji sê xalên taybet: ” 63,64, û 65 ” pêktê, ku ((mebesta wan avakirina dewletek serbixwe ya kurdên li Tirkiyê bû, ku Kurdên Kurdistana Iraqê “Wîlayeta Mûsilê” eger bixwazin dikarin tev li wê bibin))[5].
Tevî sozên hevalbendan ji bo tekezî kirina mafên Kurdan ta serxwebûnê, lê nîşanê wan xuyabûn ku peymana Sîverê bi zorê pêknayinin, ji ber ku ew ji hêla piranya welatan ne hatibû îmzekirin. ji bilî Îtaliya bi tenê.
Li hundirê dewleta ji ber guhertina hêzan û xurtbûna pêgeha Kemalîstan li Enqerê, yên ku bi hukûmeta Ferîd Paşa li Îstenbolê, ye ku Peymana Sîvrê îmze kir bû, (danpêdan – اعتراف) ne dikirin.
Ji aliyê derve, bi sazkirina pêwendiyên nêzîk bi Yekîtiya Soviyetê re, “Peymana Biratî û Dostiyê ” ku di 16/3/1921 de hatibû emzekirin û tê de “hevkariya hevbeş a di navbera herdu welatan de zêdetir dibû, û piştgiriya leşkerî ji Tirkiyê re, ji bilî xêzkirina sînorên di navbera herdu welatan de.”[6]
Dibû sedema guherîna helwesta welatên Rojava li hember Tirkiyê.
Li ser asta Kurdî
Peymana Sîvrê hêviyên Kurdan ji bo avakirina dewletek serbixwe zêdetir kir û dema ku ji wan re hat piştrast kirin ku hukûmeta Kemal Ataturk vê peymanê pêk nayine û nahêle ku tu mafê Kurdan ta bi (Otonomî ) yê bigihêje wan.
Rêberên Kurdan ji bo bi cîkirina wan tevgeran. Xalid begê Cebrî, bi hevkariya Abdel-Qadirê Nehrî, Abdel-Rahman Colemêrgî û Yousif Zeya, çalakiyek berfireh kirin, ji bo amedekirna Şoreşekê li Kurdistanê lê xebitîn.
Komela vejîna Kurdistanê ji bo cîbicî kirina bendên Peymana Sîvrê çend Note ji (Hevgirtina Miletan). û ji Perlemena Tirkiye re şandin: “ê de doza dewleteke kurdî di wilayetên, Diyarbekir, El Ezîz, wan, Bitlîs . wek ku di Peymana Sîvrê de hatîye, yan dê Kurd neçar bibin ku vî mafî bi Çek û Sîlah bi dest bixin.”[7]
Hikumeta Enqereyê hewl da ko kurdan parçe bike û (Îdîaa ) kir ew daxwazên kurdan lêkolîn dikin, û ji bo berjewendiya kurdan wê biryarin girîng di Konferansa Erziromê de 1919 de ( bên stendin ) û Kemal Ataturk ragihandibû ku divê Kurd û Turk bi hev re bi dijminan re şer bikin û Turk û Kurd şirîkên vî welatî ne.
Lê di Kongireya Sîwasê de (1919) Ataturk Kurd bi xiyanetê gunehbar kirin û “dostanî û têkiliya Kurdan bi Engilîzan re zêde kirin[8]. Ji bo Êrîşî Kurdan bikin.
Di bersivê de, di sala 1921 -an de şoreşeke kurdî destpê kir, ku tê de herêmin mezin ketin bin destê kurdan de, lê hukûmeta Turkyê bi hovîtî ew bi dawî kir.
Ji van pêvajoyan, û ji ber cudatiya di navbera dewletên hevalbendiyê de helwestên wan ji Kurdan û Peymana Sîvrê hatin guhertin .her kes rê da ku Sîvrê ji nû ve binirxîne. û berê xwe dan konferansa Londonê.
Kongirê London: 21ê Sibatê heta 14 ê Adarê, 1921
kongir li paytexta Brîtaniya, Londonê, di navbera } hevalbend { û Tirkiyê de hate li darxistin, bi beşdarbûna şandeke yekbûyî a turkî bi serokitiya Bekir Samî Bey wezîrê derve.
Di 26ê Sibata 1921ê de, pirsa kurdî bi taybetî hat giftûgokirin û welatên “hevalbend” nîşan dan ku “ewên pêşerojê de dema giftûgo liser pirsgirêka Kurdistan û Ermenistanê bikin ewên ji hinik daxwazên xwe ji Tirkiyê bigirin.” [9]
Şandeya Turkiyeyê ne hişt di kongirê de pirsa Kurd û Kurdistanê bê giftugokirin û destnîşan kir ku ew nûnertiya Tirkiye û Kurdistanê dikin û pirsgirêka Kurd mijareke navxweyî ye û daxwaza rakirina bendên Peymana Sîvrê yên têkildarî Kurdistanê re rakin.
Firansayê nêzîk bûna xwe ji Kemal Ataturk re daxwiyanî, yê ku bi Peymana xwe bi Yekîtiya Sovyetê re rewşa xwe ya navxweyî baştir kir û serkeftinên li pey hev li ser hêzên Yownan bi dest dixistin.
Brîtaniya dosyeya Kurdan ji dest xwe berneda û xuyabû ku Brîtanya tenê bi parastina Peymana Sîvrê û pêkanîna bendên wê dike.
Gava Brîtaniya dît ku hukumeta Enqerê di helwesta xwe de hişk e, wê destnîşan kir ku ew amade ye ku Peymana Sîvrê biguhêze”, bê ku zirarê bide bingiha wê ya giştî.
Brîtanya dev ji serxwebûn û dewleta kurdî berda û ji hukûmeta turkî xwest ku “xweseriyê bide wletên ku piraniya wan kurdin. û sînorên wan bi tekezî diyar bike – Lê wezîrê turk got:- Xweserî wê ne ji bo kurdan tenê, lê bi giştî ji bo hemî parêzgehan, û ji hemî neşteciyên Turkya re wê bê dan.”[10]
Li kêleka konferansê, Fransayê bi hukumeta Enqerê re peymanek leşkerî, siyasî û aborî îmze kir û bi vê peymanê berjewendiyên xwe yên li Tirkiyeyê xurt kir. Tê de sînorên ( mêtingerî – انتداب ) ye Fransî li ser Sûriyê 1921 guherand.
Piştî ku Brîtanya ” wîlayeta Mûsilê ” kontrol kir, pêwendiyên wên bi Tirkiyê baştir bûn. Ji ber wilo wezîrê Derve yê Turkiyê wiha ragihand: “Mezopotamiya ji bo hevaltiya Brîtaniya hindik e.”[11]
Ji ber vê yekê, Kongirê Londonê gavek li paş bû ji bo pirsgirêka Kurd û tekeziya perçebûna Kurdistanê kir, ku tê de Brîtaniya û hevalbendên wê Kurdistanê ji Enqerê re hiştin, ji bilî Başûrê Kurdistanê, ku di nav wilayeta Mûsil de bû.
Kongirê Lozan
Di bin navê ( kongirê karûbarên Rojhilata Navîn ) ( kongirê Lozanê ) di 20 ê Çiriya Paşîn sala 1922 an de li darket. ku nêzîkî heşt mehan berdewam kir. Serokê şanda Turkî Îsmet Inino bû.
Armanca kongirê danûstandin ji bo peymanek nû bi hukumeta Enqereyê re ku Peymana Sîvrê qebul nedkir.
Piştî danûstandinên dirêj di navbera Brîtaniya û Fransa de ji aliyekî ve û hukumeta nû ya Tirkiyê bi serokatiya Kemal Ataturk ji alîkî ve, ku tê de nakokî hatin careserkrin.
Di destpêka konngirê de, “Brîtaniya û Fransa” diyar kirin ku ew amade ne lihevhatinê bikin û hin şert û mercên tirkan qebûl bikin ku “nehêlin şandek Kurdî serbixwe di Kongir de beşdar bibe û pirsgirêka kurd û Kurdistanê neyê giftûgokirin”[12] û dev ji hin berjewendiyên xwe di Turkiyê de berdin, ji tirsa ku ew bikeve himbêza Sovyeta de, ku ev yek gefê li berjewendiyên wan ên li herêmê dike. Ji ber vê yekê hin şertên turkan pejirandin.
Bi vî awayî, cihê Turkiyê li herêmê û li qada navneteweyî bi hêztir bû, gava hikumeta Enqereyê bi hêztir bû , hukumdariya (Sultanate ) bi şûnda kirin û paytext ji Stenbolê veguheztin û birin Enqereyê ( xîlafetê ) rakirin û komara Turkyê ragihandin di 1923 an de.
û ne hiştin ku pirsgirêka Kurd li Lozanê derkeve. Paşguh kirin, nemaze Brîtaniya û Firansa, çarenûsa doza gelê Kurd û sozên wan ên ji bo damezrandina dewleteke Kurdî hatin jibîrkirin. û navê Kurd Kurdistanê ji aliyê her kesî ve ji bo bazarkirinê hat bikaranîn ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixin.
Bi saya wê peymana Sîvrê hat rakirin, şert û mercên herêma Anadolê û beşê turkiyeyê le Ewropayê hatin bicihkirin.
Lihevkirinek li ser awayê dana deynên Ewropayê û mekanîzmayên derbasbûnê di Tengavên Tirkiyê de pêk hat.
Digel hin mafên ku di hin bendên peymanê de hatine ku bi gelek wateyan têne şîrove kirin:
Bendê: 38 an
Hikumeta Turk berpirsiyariyê digire ku neşticiyên xwe bi tevahî: ku (jiyan û azadiya wan) biparêze.
Turkiyê ti cûdahî di navbera : Netew, ziman, nijad an ol. nake.
Bendê: 39 an
Di civînên taybet, bazirganî, ol, çapemenî, an weşandin, nabe ku qedexe li ber ziman bê danîn .
Tevî hebûna zimanê fermî, divê ji bo hemwelatiyên turk ên ku ji bilî turkî bi zimanin din diaxivin ji bo ku li ber dadgehan zimanê xwe bi devkî bi kar bînin.
Bendê: 42 an
Bi hemî awayî mafên ku li gorî bendên vê Peymanê di derbarê hindikiyên nemisilman ên li Tirkiyeyê de têne dayîn.
Ew ê bi hemî awayî ji hindikiya Misilmana li xaka xwe were dayîn.[13]
Di 24 ê Tîrmeha sala 1923 -an de, rûpela Sîvrê hate tewandin, û di nav 143 -ê bendên “Peymana Lozanê“ ku hat îmzekirin, nav û mafê Kurdan nehat diyarkirin.
Peymana Sîvrê (ku danpêdanik nav netewî bi serxwebûna Kurdistanê tê de hat) hat rûxandin wek cerê (xezef) ko li Sîvrê di hatin çekirin.
Encam
Welatên mezin li berjewendiyên xwe digerin, bêyî ku bala xwe bidin nirxên (sincî – exlaqî), an çarenûsa gelan di warê siyasetê de, tenê berjewendî û hêz heye.
welatên ku Kurdista perçe kirine, tevî ku cûdahiyên wan hebin, wan ciyawazî didin aliyekî û dibin yek li dijî Kurdan.
Hevdîtinên sê alî di dema şerê Kendavê de di navbera Turkiye, Iran û Sûriyê de, ku niha bûye çar alî bi tevlêbûna Iraqê re. li ber çava ne…
Encama herî girîng a vê Sîmînarê ew e ku tevgera siyasî ya kurdî li hemû beşên Kurdistanê bi hevkariya rewşenbîrên kurd re, nirxandinek rast ji hemî serpêhatiyên kurd re bikin. û li ser têkçûn û armanca wan rawestin û sûdê ji wan bigrin.
jêder:
1- )Ebû bekir), Dr. Ehmed Osman, Kurdistan di serdema aştiyê, Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî, Ç 1, 2002.
2- (Cafer ), Dr. Mecîd, Kurdistan Turkey. Ç 1, 1990.
3- (Şêrgo) Dr. Bi c, pirsgirêka Kurd. Dar al katib. Beyrut, Ç 1, 1986 .
4- (Refîq ) Adil, nivîsa tevayî ya Peymana Lozanê 1923, wegera Enîstutya Mesrî, 2020 .
5- (Lazaref ), M, S, Pirsa Kurd 1917-1923 z. werger: Ebdî Hecî, Dar El-Farabî, Ç 1, 2013.
6- Mezher ), Dr. Kemal Ehmed, Kurdistan di salên şerê
Cîhanê yekemîn de, werger: Mihemed Mele Ebdul Kerîm. bê.
7- (Nîkîtin ), Basil, Kurd, werger: Salah Barwarî. bê.
8 – (Hasretyan), M, Kurdistana Turkiyê di navbera her du şeran de, werger: Saad Eddîn Mella – Bvê Nazê, Kombenda Kawa ji bo Çanda Kurdî, ç 1,1987.