Nav û paşnav bersîva pirsa; <Em kî ne?> didin. Lêbelê berîva pirsa; <Em mirovên çewa ne?>, nadin. Tevî ku nav pênaseke taybet e, paşnav pênaseke hevbeş, a malbata biçûk û mezin e. Ew me ji mirovên em pev re an ne pev re dijîn, vediqetînin. Heta dawîya sedsala 12.an jî mirov bi yek navekî bûne. Dema li gundekî, li taxekê navê du, an pir kesan weke hev bûye, ew bi taybetmendîyeke wan ya herî naskirî, ji hev veqetandine. Wilo ku Hesenên yek dirêj û yek jî şivan bûye, weke Hesenê Dirêj û Hesenê Şivan binav kirine. Weke Nûrîyê Arif û Evdîyê Hezarê, navê dê û bav jî ji bo jihevveqetandinê hatine bikaranîn. Di sedsala 13.de li Ewropayê bêyî ku mecbûrîyetek hebe, li gel nav paşnavek Jî hatiye bikaranîn. Qanûna paşnavê di sedsala 16.an de li Ewropayê derketiye û bi wext li dinyayê belavbûye. Tevî ku behsa têkiliyeke navbera nav û karekterên mirov, nav û serkeftin, an neserkeftina mirov tê kirin jî, ev yek ji aliyê ilm ve nehatiye pejirandin.
Öldürülenoğlu[1] bi serê xwe û têra xwe paşnavekî balkêş e û mirov bi bihîstina vî paşnavî vediciniqe û di cîhê xwe de sar dibe. Hin nav û paşnav hene ku mirov dixin nav miraqê. Weke paşnavê Oldurulenoglu, hin paşnavên dinê hene ku ji kêlîya mirov wan dibihîze, mirov ji xwe dipirse, bê gelo çima ev paşnav. Mirov dil dike bizanibe, kê, çima ev paşnav li wan kiriye. Di Zanînîgehê de hevalekî me hebû, hevalekî welatperwer, têgihîştî, bîrbir û şoreşgerekî gelekî li pêş bû. Heta bûye 18 salî paşnavê wî Türkekul[2] bûye. Dibe ku di nav Tirkan de jî hebin, lê bi nîsbeteke mezin di nav kesên bi koka xwe netirk de, paşnavê Türk, Aktürk, Öztürk , Mutlutürk, Atamtürk û Türküsev gelek belavbûyî ne. Hin ji wan weke Ahmet Türk, Kurdên naskirî ne. Min di 2011an de mafparêzek nas kir. Navê wî Öztürk Türkdoğan[3] bû. Turkdogan hêj serokê giştî yê IHD-ê[Komeleya Mafên Mirovan]ye. Öztürk ne Tirk bû. Kîjan derûnî dikara li ser bavekî netirk û paşnavî wî kirine Türkdoğan, ferz bike ku navê kurê xwe jî bike Öztürk?
Nifşa me navê Dîcle Oldurulenoglu [Kurê bavkuştî] cara pêşî bi nivîseke Yaşar Kaya bihîst. Kaya, pireke di navbera nifşa me û ya berî me bû. Em bi nivîsên wî bi Kurdbûna gelek şexsîyetan hesiyan. Paşnavê Dîcleyê, ji bavê wê Muzafer Oldurulenoglu, jê re maye. Muzafer kurê Dr.Fûad e. Dr.Fûad ji Çêrmûgê, ji malbata Hecîqadiran e û kurê Hecî Îbrahîm Efendî ye. Dr. Fûad pêşî li Stenbolê û paşê jî li Parîsê tip xwendiye û weke doktor vegeriyaye Diyarbekirê. Ew û şaîr Cahît Sitki Taranci û Ziya Gokalp bi jinan dighêjin hev.
Dr. Fûad yek ji rêberê serhildana di pêşengîya Şêx Seîd ya sala 1925a ye. Tevî Qedrî Cemîl Paşa, Bavê Tûjo[Hecî Axtî], Cerîzade Fikrî û Elîyê Lîceyî, Dr. Fûad jî yek ji damêzrêner û zîrekê Desteya Birêvebir ya Komela Tealî ya Kurdistanê ya şaxa Diyarbekirê ye[4]. Ê ji sedema serhildanê herî pêşî hatiye bidarvekirin jî Dr. Fûad e. Dr. Fûad di 16.4.1925an de tê mahkemekirin û di 17.ê Nîsana 1925an de bi lez û bez li Diyarbekirê tê bidarvekirin.
Şeva Dr. Fûad dibin sêdarê, weha diqîre;
Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv;
Deşt di xew da çiya digrî, ne hilate hîv”
Û paşê li rûçikê dagirkeran de weha dibêje;
“Mirina ji bo welatê xwe û bi mêranî, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li serê têne darvekirin, bêguman dê rojekê alaya serxwebûnê li ser bête hilkişandin.”[5]
Bi navê Muzafer û Mehmet Fûad du kurên Dr.Fûad hene. Lêbelê her du ne ji dêkê ne. Berî ku Dr. Fûad bê girtin lawê wî Muzaffer û keçeke wî ku navê wê ne diyar e, hene.[6] Li gorî salixan, weke ku adet e, piştî mahkeme birayara îdama wî dide, berî bidarvekirnê, daxwaza wî ya dawî ji Dr. Fûad tê pirsîn. Doktor daxwaz dike ku ew şeva xwe ya dawî bi xanima xwe re derbas bike. Bawerî ew e ku Mehmet Fûad berhemê wê şevê ye. Wê şevê Fûadek çûye, Fûadek hatiye. Li gorî qeyda nifûsê Mehmet Fûad di 25.02.1926 [7]an de ji dayik bûye, an jî di nifûsê de ev tarîx hatiye nivîsandin. Muzafer li Stenbolê jiyaye, di salên 1950-1960î de li şaredariya Kadikoyê xwebitiye û di sala 1978an de li Stenbolê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mezelê Muzafer li Mezelgeha Karacaahemedê ye. Mehmet Fûad paşnavê Erkmen, lê Muzafer paşnavê Oldurulenoglu werdigre. Erkmen ku lawê biçûk e, di sala 1949an de Fakulta Hiqûqê qedandiye û heta destpêka salên 2000î li Îzmîrê parêzerî kiriye. Mehmet Fûad di 21.01. 2013an de çûye ber dilovaniya Xwedê. Wî bi navê Fureyya û Muberra du keç li pê xwe hiştine. Paşnavê Muberra, Yilmaz e.
BARO-ya Îzmîrê, ji bo alîkariya ji sedema wefata Mehmet Fûad di 12.2. 2013an û 19.02.2013an de du biryar wergirtiye. Di biryarên ku di wan de alîkarîya diravî hatiye wergirtin, li gel alîkariya ji bo rakirina cenaze û cihê cihê alîkariya ji bo herdu keçên wî û jineka bi navê Hacer Gulay Erkmen jî derbas dibe. Di derbarê bê gelo Hacer Gulay Xanim kî ye û dereceya mervantîya wê bi Mehmet Fûad re çi ye, tu agahiyên zelal tune ne, lê bi îhtimaleke zêde Hacer Gulay hevjîna wî ye.[8] Alîkarî cihê cihê ji bo evan sê kesan hatiye kirin û alîkarîya ji bo Hacer Gulay û Fureyya Xanimê hatiye kirin ji ya bo Muberra zêdetir e. Ev dikare wisa bê qebûlkirin ku Muberra Xanim zewiciye.
Yaşar Kaya di nivîsa[9] xwe de dibêje, jiber Muzafer xwestiye balê bikşîne ser bidarvekirina bavê xwe, paşnavê xwe kiriye Oldurulenoglu.
Nivîskar Solmaz Kamuran ku di heman demê de xwendekareke Dicle Xanimê ye, xwe dispêre hevdîtineke bi wê re û vê dîtinê piştrast dike. Kamuran dibêje;Piştî ji wê re behsa malbata xwe kiriye û di wê hevdîtinê de gotiye ku pîrika wê jî di tevkujîya Ermenan de hatiye kuştin, wê jê destûr xwestiye ku çîroka malbata wan binivîse. Dicle Xanim bi şertê piştî mirina wê binivîse, destûr dayê Solmaz Xanimê.[10]
Yekta keça Muzafer, Dîcle di 1944an de li Kadikoya Stenbolê çavên xwe vekiriye. Navê dayika wê Mezîyet Xanim e.[11] Mezîyet keçapa Fikret Şefik Ozdoganci ye. Ozdoganci di dema II. Şerê Dinyayê de li Parîsê sefîr e. Dîcle li Stenbolê xwendiye û li Maarîf Kolejiya Kadikoyê ku yek ji kolejên navdar ya serdema xwe ye, 30 salî mamsotetîya Îngîlîzî kiriye.
Dîcle li gel mamostatîyê, li pêşangeha kitêban, TUYAPê kitêbên înglîzê xwendiye û kitêb dane nasîn. Wê bi salan şêwirmedîya Festîvala Filman ya Stenbolê kiriye. Li gorî agahîyên şagirdên wê ên ku li mala wê bûne mêvan, kitêbxaneyeka wê ya pirzimanî û dewlemend, arşîveka wê ya gelek dewlemend ji plak, CD û kasetan hebûye. Şagirdên wê kitêbên li kitêbxaneyan peyda nekirine, li kitêbxaneya wê dîtine. Ji edebîyat, sînema, muzîk û fûtbolê gelek hez kiriye. Wilo ku her plaka nû derketiye, her kaseta hê`j ji Unkapaniyê belav nebûye, her CD-ya hê`j negihaştiye dikanan, di refikên mala wê de ji xwe re cîhek dîtiye. Filmên sînemayê berhev kiriye. Bi qasî bikaribe bi pisporek fûtbolê re sohbet bike, hay ji fûtbolê hebûye. Şagirdên wê yên ji fûtbolê hezkirine, li mala wê li maçan temaşe kirine. Wê edebîyat, sînema û muzîkê li ber dilê şagirdên xwe şîrîn kiriye.[12]
Dîcle Xanim ne tenê mamosta ye, ew hevala şagirdên xwe, Ablaya wan, şirîka derdê wan e. Derîyê wê ji şagirdên wê re timî vekirî ye. Mala wê ya weke muzeyekê, dibe qad û wargeha sohbet û gotebêjên li ser edebîyat û fûtbolê. Sifra wê ji şagirdên wê re helal e. Bi têkiliyên xwe yên sosyal, bi jixwebawerîyeka bihêz, bi zanîn, bi xweşzarîya xwe, bi dilgermî, kubarî û henûnîya xwe dibe hezkiriya şagirdên xwe. Şagirdên wê gotina hezikirineke ji dil, têra wê nabînin. Ew lewma jî wê, weke efsaneya herî mezin ya dibistana xwe binav dikin.
Şagirda wê Solmaz Kamuran nîvîskar û wergereke zîrek û hevjîna nivîskar û rojnamevanê navdar Çetîn Altan e. Çetîn Altan bavê Mehmet û Ahmet Altan e, lê Kamuran Xanim jinbava wan e. Kamuran di nivîseke xwe de weha dibêje;
„ Dema wê salê dibistan bi dawî bû, te derîyê dibistaneke dinê li me vekir. Ew dibistan mala te bû. Em bi salan çûn û hatin. Tiştên em li wê malê fêrbûn, ji dîplomaya dibistanê girîngtir bûn. Dema behs tê ser Bahariyê, tenê tu di bîra min de yî. Mamosta, dost, Abla, yekta Dîcleya min. Tenê tu… Tu ji bo min paşnîvroyeke hênik û ew derîyê te li me vekir, baxçeyekî ku me nefes li distend, bû. Em li wê dibûn kulîlk.“[13]
Levent Konur şagirdekî wê yê dinê ye. Piştî wefatê mamosteya xwe weha nivîsandiye;
„Ew mamostaya me ya jiyanê bû. Ew mamostayeka wisa bû ku him şagirdên cirnexweş û him ên zîrek, weke hev û weke dînan hez jê dikirin. Mamosta Dîcle ji bo bi hezaran şagirdên ku di emrekî herî hesas de bûn, meşaleyeke rênasîyê bû.„[14]
Dîcle Xanim li gel pêwendîyên herî baş bi şagirdên xwe re, gohdarvan û şêwirmendeke qenc e. Bi hemû derd, kul û pirsgirêkên şagirdên xwe re mijûl bûye. Derdên wan ji xwe re kiriye derd, ji der û kulên wan re li çareyan geriyeye, rê nîşanî wan daye. Mamosteyeka bidisîplîn û biplan bûye. Tevî ku mamsoteyên dinê deh roj pazdeh roj piştî îmtîhanê encamên îmtîhanê ji şagirdan re gotine, ku wê roja sêşemê îmtîhan çêkiribe, roja çarşemê notê şagirdan ji wan re gotiye. Sedemeka trajîk ya vê guhlêbûna wê heye.
Dîcle Xanim jî di salên destpêkê de weke her mamosteyî kiriye. Kaxezên îmtîhanan bi dilê xwe û hêdî hêdî xwendiye. Rojekê du, roja dinê yek, ya dîtirê sê kaxezên îmtîhanê xwendiye. Piştî çend rojan dor tê ser kaxeza şagirdekî ku gelekî hez jê kiriye. Şagird ji dêvla bersîva pirsan, derd û kulên xwe, pirs û pirsgirêkên xwe nivîsandiye. Şagirdê li berê dilê wê şîrîn, di talîyê de nivîsandiye ku ew neçar e û ew ê xwe bikuje. Dema Dîcle Xanim kaxeza wî xwendiye tiştekî êdî bikaribe bike nemaye, dereng bûye û şagird bi rastî jî xwe kuştiye. Dîcle Xanim piştî wê rojê biryar dide ku azmûnên şagirdên xwe di heman rojê de bixwîne da ku wext ji bo rêlibergirtina bûyerên neqenc, hebe..[15]
Bi zelalî ne diyar e, bê Dîcle Xanim zewiciye, zarokên wê hene, an na. Lê ji axaftin, nivîs û çûnûhatina şagirdên wê, ya mala wê, diyardeyên ku nezewiciye, ku zewicibe jî zewaca wê kurt bûye û zarokên wê tune ne, bihêztir in.
Du-sê salên dawî yên Dîcla Xanimê bi nexweşîyê derbasbûn. Dîcle Xanim di 8.3.2015an de li Stenbolê çû ber dilovaniya Xwedê. Dî îlana wefata wê de şagirdên wê yên derssala 1982yan weha nivîsandine:
“Weke mamostayekê hatibû dinyayê û wê ji bo hezkirina xwe nîşan bide, rêya belavkirin û parvekirina zanînê dabû ber xwe. Çi dizanibû fêrî me kir û ji bo qaqlîbazên nû peyda bike, koçî dinyayên dinê kir.“
Mezelê Dîcle Oldurulenoglu li Stenbolê, li Mezelgeha Karacaahmedê ye.
Îzmîr, Hacilarkiri, Nimreya mezel:37722
Koln, 7.5.2021
[1] Kurê bavê kuştî
[2] Ê ji Tirk re kole
[3] Ê Tirk ji dayik bûye
[4] Seîd Veroj, Kovara Bîr, http://candname.com/kesayetiyeke-idealist-u-rexistinkar-soresgereki-calak-dr-fuad-1887-1925/, dîtina dawî 17.8.2020
[5] Seîd Veroj, Kovara Bîr, http://candname.com/kesayetiyeke-idealist-u-rexistinkar-soresgereki-calak-dr-fuad-1887-1925/, dîtina dawî 17.8.2020
[6] Seîd Veroj, Kovara Bîr, http://candname.com/kesayetiyeke-idealist-u-rexistinkar-soresgereki-calak-dr-fuad-1887-1925/, dîtina dawî 17.8.2020
[7] Di belgeya mezelgeha li hatiye veşartin, jidayikbûna wî 01.07.1924 hatiye nivîsandin. Lê li gorî faktan tarîxa li serkevirê mezelê wî rast e.
[8] Deftera Biryaran ya BAROya Îzmîrê, https://www.izmirbarosu.org.tr/IzmirBaro/pdf/yk/2013/2.şubat%202013/12.02.2013.PDF, dîtina dawî, 17.8.2020
[9] Kürt Portleri II, Kürt Demokrasi Vakfı yayınlarıö2003
[10] https://www.milliyet.com.tr/gundem/maarif-in-kara-gozlu-hayat-ogretmeniydi-2024698
Dîtina dawî;19.07.2020
[11] https://ibraniyetvebeyazturkler.blogspot.com/2019/04/fahri-koruturk-fuat-carm-fikret-sefik.html, dîtina dawî 10.11.2020
[12] https://eksisozluk.com/dicle-oldurulenoglu–371711?p=4, dîtina dawî, 16.8.2020
[13] Solmaz Kamuran, https://www.milliyet.com.tr/gundem/maarif-in-kara-gozlu-hayat-ogretmeniydi-2024698, dîtina dawî 15.8.2020
[14] Levent Konur, https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=908008749219331&id=116776991675848&substory_index=0, dîtina dawî 15.8.2020
[15] Batuhan Alan, https://www.facebook.com/pg/Kadıköy-Anadolu-Lisesi-Öğretmenleri-116776991675848/posts/, dîtina dawî 16.08.2020
Bir yanıt yazın
Yorum yapabilmek için oturum açmalısınız.