Veguherîna Neolîberalîzmê ya Ber bi Neomerkantîlîzmê (pdf)

Destpêk

Bi vê nivîsê, mebesta me analîzkirina vê dema kaotîk ya ku em tê re derbas dibin e. Vê dema kaotîk ya ku di warê siyasî, aborî û civakî de her tişt serûbino bû, meriv dikare wek dema “Ji neolîberalîzmê derbasbûna neomerkantîlîzmê” pênase bike. Ji bo ku meriv vê pêvajoya derbasbûnê hîn baş fam bike, bi analîzekê rexnekar û bi awayekî giştî, li ser têgeha lîberalîzmê û bingeha siyasî û aborî ya vê têgehê bête rawestin, dê mifadar be.

Li gorî feraseta lîberalîzmê aborî sîstemeke wisa ye ku bi qanûna arz û taleban dikare xwe bi rêve bibe pêdiviya wê bi hewldaneke derveyî tuneye ji bo ku bikaribe xwe bi rêve bibe. Dewlet çiqas kêm têkelî wê bibe aborî dê ew qasî baş xwe bi rêve bibe. Ji bo ku kesayet û dewlet bikaribin bibin xwediyê aboriyeke baş, divê dewlet di asta herî jêr de destêwerdan û kêmkirinên li ber aboriyê bike û di asta herî jor de derî li pêşber geşbûna sermiyanê kesayetan veke. Lê di eslê xwe de ya ku tê kirin berepaşî vê yekê ye. DYA (Amerîka) li ser sînorê xwe û Meksîkayê dîwar lê dike, YA (Yekîtiya Awropayê) di nav dewletên xwe de serbestiyeta geştê baş disepîne lê ji kesên li derveyî dewletên xwe re pir bi kontrolê destûrê dide. Bi vî awayî rê li ber kesên xwedî sermiyan vedikin lê li ber kedkaran jî bisînor tevdigerin. Nexwe gotina neolîberalîzmê ya ku dibêje dê sînor ji holê rabin tenê propagandayek e. Di pêvajoya ku em tê de dijîn de hinek hêzên global polîtîkayên neolîberal, hinek jî yên neomerkantîlîst diparêzin û tetbîq dikin. Hukumet li gorî van armancên xwe polîtîkayeke çalak ya pere û aboriyê disepînin. Di warê polîtîkayê de jî hişmendiyeke netewî ya dewletan û aboriyê pêş dikeve û feraseta têrîxwekirinê belav dibe. Ev pêşketin amajeyên girîng bi vegera sîstema merkantîlîst dikin.

Di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de û bi taybetî jî piştî Krîza Mezin ya 1929an li şûna rêgezên ekonomiya lîberal, rêgezên ekonomiya merkantîlîst hatine tetbîqkirin. Merkantîlîzm bi polîtîkaya xwe ya ekonomiyê muhafazakar e, li gorî polîtîkaya xwe ya derveyî belabûneke cîhanî dixwaze, li gorî polîtîkaya xwe ya navxweyî jî netew-dewletparêziyeke tund û tûj dimeşîne. Ji dawiya Şerê Duyemîn ê Cîhanê heya 1980yî hewl ji bo pêşxistina modela dewleta sosyal hatiye dayîn. Ji salên 1980yan heya niha jî polîtîkayên neolîberal tên sepandin. Lê axir neolîberalîzm hatiye pêvajoya rûxandinê. Krîza ekonomî û siyasî ya ku li ser cîhanê hebû, bi derketina pandemiya vîrusa koronayê kûrtir dibe. Kapîtalîzm, digel ku du şerên cîhanê hatibûn jiyîn, ji krîza siyasî û ekonomîk ya ku di dema lîberalîzma klasîk de tûşî bûbû, nekarî ji wê derbikeve. Kapîtalîzm, ber bi dawiya Şerê Duyemîn yê Cîhanê, encax bi polîtîkayên dewleta sosyal û peymana Bretton Woods ku hemû aborîya global digirt nav xwe, ji krîzê xelas bûye. Kesên bijarte yên kapîtalîzmê yên polîtîk û ekonomîk, mebest dikin ku krîzên ekonomîk û siyasî bi arava vegerandina li ser polîtîkayên neomerkantîlîst çareser bikin.

Rûdanên ekonomîk û polîtîk yên ku di vê nivîsê de hatine destnîşankirin, pirsgirêkên ku di civaka modern de derdikevin holê û lêgerîna çareseriyên wan in. Şêwaza xwebirêxistina siyasî ya civaka modern netew-dewlet e, şêwaza xwebirêxistina ekonomîk jî kapîtalîzm e. Ûnsûra sûbjektîf ya civaka modern netew-dewlet e, ûnsûra objektîf jî kapîtalîzm e. Nexwe hemû rûdanên di nava civaka modern de, berhema hevkarîgerîya unsûra subjektîf û unsûra objektîf e. Bi vê ferasetê em ê lêkolîna di derbarê veguherîna neolîberalîzmê ya ber bi neomerkantîlîzmê ve bikin.

  1. Merkantîlîzm

Ji sedsala çardehan û pêve pirsgirêka herî girîng ya ku civakên Rojavayê Awropayê mijûl dikir, pêkanîna dewleteke netewî ya bi hêz û navendî bû. Rêya avabûna dewleteke netewî ya navendî û pêkanîna yekîtiya ekonomiya netewî jî, bi şikandina berxwedan û tunekirina otorîte an jî lawazkirina mîrên feodal, dêr û bajarên ku wek unîteyên otonomîk dihatin birêvebirin mimkun bû. Diviyabû hêza wan bihata tunekirin an jî lawazkirin û yekîtiya ekonomiya netewî bihata avakirin. Dewletên Rojavayê Awropayê yên vê demê ji eyalet û herêmên nîvotonom pêk dihatin. Ji bo avakirina dewleteke netewî ya navendî ya bi hêz, diviyabû yekîtiya ekonomîk bihata çêkirin. Ji bo vê yekê jî diviyabû serdestiya dewletê li hemû xebatên ekonomîk hebûya. Bawerî pê dianîn ku rêya bihêzbûna dewletê û pêkanîna mebestên wê dê bi dewlemendbûna wê pêk were. Dewlemendî jî bi madenên berhevkirî, ango bi hebûna zêr û zîvan pêkan e. Ji bo vê yekê jî dewlet bi boneya ku madenên biqîmet berhev bike divê faaliyetên aborî bi rêve bibe û ji bo ku vê mebesta xwe pêk bîne jî, dê serî li gelek alternatîfan bide. Dikare bi rêya şixulandina madenên biqîmet yên li welêt jî zêr û zîvan bide hev. Ev alternatîf bi binaxeyên xwezayî yên li wî welatî sînordar e. Alternatîfa duyem, pêşîlêgirtina zêr û zîvên li wî welatî ya derketina derveyî welat e. Alternatîfa sêyem jî, biserketina anîna madenên biqîmet ji welatên derve ye. Ji bo sepandin û pêşxistina van alternatîfan jî divê faaliyetên ekonomîk yên li welat bi destê dewletê were tekûzkirin. Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê hemû faaliyetên hilberînê û mezaxtinê û hemû têkiliyên tîcarî di bin rêveberî û kontrola dewletê de bin. Divê mebesta hemû faaliyetên ekonomîk zêdekirina madenên biqîmet be, ango dewlemendkirina dewletê be.

Dewleta ku ji ekonomiya çandiniyê derbasbûna ekonomiya endustriyê pêk tîne, di heman demê de dê şîrketên maddeyên xam jî ava bike. Ji bo bikaranîna dewlemendiyên xwezayî dê tevdîrên ku jê re divên bigire. Dê endustriya netewî ji reqabeta welatên biyanî biparêze û dê ji endustriya netewî re bazarên derveyî peyda bike. Yek ji sedemên destêwerdana dewletê ya li ekonomiyê jî ew e ku bikare hilberîna malê erzan li dar bixe. Ji bo vê yekê jî tevdîrên zêdebûna nifûsê digire. Yek ji kartêkerên pêşketin û zêdebûna hilberîna çandinî û endustriyê jî nifûsa gel e. Nifûs divê zêde bihilberîne û kêm bimezixîne. Ji bo vê yekê jî divê qanûn sîstema xebatê û heqdestê herî zêde diyar bike. Pêdiviya ewlehiya dewletê û geşbûna ekonomiyê bi zêdebûna nifûsê heye. Ji bo ku dewlet bikare di vî warî de bi ser bikeve rê li ber girtina derve digire û hewl dide ku kesên şareza ji derve bîne nav xwe. Aha ji vê feraseta siyasî, îdeolojîk û ekonomîk re merkantîlîzm tê gotin. “Ji dema sêsed salî ya ku ji nîveka sedsala pazdehan destpê kir û xwe gihand nîveka sedsala hijdehan re tê gotin dema merkantîlîst. Ji vê yekê re meriv di heman demê de dikare bibêje kapîtalîzma ticarî jî”[1]

Merkantîlîzm siyaset û îdeolojiya avakirina dewleteke bihêz û yekîtiya ekonomiyê ye. Dewleta merkantîlîst ji bo bihêzbûnê û avakirina yekîtiya ekonomîk û pêşxistina wê, faaliyetên siyasî, hûqûqî û ekonomîk durust dike. “Dixwestin di nava sînorên welat de ji gumrukê û mafê derbasbûnê girtina pere rakin, diviyabû ticaret ji keviyeke (kenarek) welat heya keviya din serbest bûya. Ji bo ticareta malan diviyabû astengiyek nemaya. Nifûsa qerebalix dixwestin. Lewre nifûsa qerebalix tê wateya hêza kar ya erzan û zêde. Neteweperweriya merkantîlîst neteweperweriyeke mîlîtarîst bû û maf nedida tu kesekî din. Meyla wê li ser kolonyalîzmê ye. Heya dikaribû diviyabû xwediyê koloniyên zêde bûya û heya jê dihat diviyabû bi wan bimêta. Diviyabû koloniyan bi welatên din re têkilî çênekirana, welatê serdestê wan koloniyan diviyabû hemû bazirganî û têkiliyên ekonomîk di bin destê xwe de bihişta. Hebûna dewleteke li gorî rê û şêwaza berjewendiyên xwe xwestibûn. Ji bo hemû rêgez û sepandinên yekrengî, pîvan, wezin, pereyê netewî yên di nav welat de ev lazim bû.”[2]

Merkantîlîzm teqabulê siyaset û îdeolojiyeke mîlîtarîst, hîmayekar û mêtinkar dike. Merkantîlîzm bi mebesta zêdekirina hilberîn û îxracatê, berhevkirina madenên zêr û zîvan dixwaze welatên din bike mêtingehên xwe. Dewlet ji bo pêkanîna vê mebesta xwe hemû tevdîrên xwe digire. Mêtinkarî bi merkantîlîzmê destpê dike. Dewleta merkantîlîst siyaseta mêtinkar werdigerîne fikra hevpar ya hemû birrên (beşên) civakê. Lewre dewleta merkantîlîst dizane ku mêtinkarî xala bingehîn ya dewlemendbûna dewletan e. Merkantîlîzm him ji ber mêtinkarî û reqabeta ekonomîk siyaseta navnetewî, him jî ji bo tasfiyekirina hêzên herêmî û otonom siyaseta navxweyî dispêre şer. Siyaseta merkantîlîzmê li ser diruşma “Li nav welat şer, li derveyî welat şer” ava dibe.  Daxwazên siyasî û ekonomîk yên merkantîlîzmê encax hêzeke navendî ya mûtlaq dikare bi cih bîne. Ji ber wê jî di dema merkantîlîst de li hinek welatên Rojavayê Awropayê monarşiyên mûtlaq ava bûne, bi destê van monarşiyên mûtlaq jî ekonomiya netewî ava bûye. Ango di dema merkantîlîzmê de qanûn û sepandina qanûnan (navendîbûna siyasetê) xwestine bidin cihekî û bi vî awayî yekîtiya ekonomîk pêk anîne. Ramangêrên dema modern yên wek Bodin û Hobbes jî teoriya navendîbûna siyasetê pêk anîne.

Dewletên merkantîlîst, ji nîveka duyem ya sedsala hijdehan û ji wê şûn ve di warê siyasî, huqûqî, ekonomîk û leşkerî de serdestî û yekdestiya xwe ya mûtlaq li ser mêtingehên xwe danîn û têkiliyên ticarî yên mêtingehên xwe yên bi dewletên din re qedexe kirin. Bi vî awayî mêtingeh wergerandin bazarên maddeya xam, hêza kar ya erzan, ticareta bendeyan (koleyan) û mezaxtinê. Bi xêra dewleta merkantîlîst ticaret û endustriyê bi şêwazeke lezgîn xwe berfireh kir û pêş ket. Heya vê demê pere di nav welat de jixweber dihat dest diguherand. Avabûna bankayan û polîtîkaya deyndarbûnê ya dewletê destguherandina pere navendî kir. Ango pere ji navendekê derket, ket nav piyaseyê û dîsa vegeriya heman navendê. Ji ber ku pere jî eşyayek e li gorî piyaseya arz-talebê pereyê pere wek banqinot, pereyê pereyê pere jî wek senedê çekan, senedê hîsseyan hat rojevê. Di vê qonaxa kapîtalîzmê de êdî bi sîstema bankayan karê konvertîbîlîteyê (Bi serbestî pereyê welatekî wergerandina li pereyê din) mecbûrî bû. Ji ber van pêşketinan qedexeya îxrackirina zêr û zîvan ji holê rabû.

Di encamê de siyaseta derveyî ya merkantîlîzmê siyaseteke mêtinkar, fetihkar û êrîşkar e. Mebesta siyaseta navxweyî ya merkantîlîzmê jî pêkanîna dewleteke navendî û netewî ya bihêz e. Bi vî awayî sîstema merkantîlîzmê ji aliyê ekonomîk ve muhafezakar û belavbûnxwaz e, ji aliyê siyasî ve jî mebest dike ku li welêt yekîtiya netewî pêk bîne.

Ji nîveka sedsala hevdehan û pêve hinek fikrên ku bêtir girîngiyê didin azadiya kesan û li hemberî sîstema dewletê ya destêrwerdankar radiwestin, ango hinek fikrên ku merkantîlîzmê rexne dikin derketine holê. Li gorî van fikran ekonomî sîstemeke wisa ye ku dikare teşe bide xwe, pêdiviya wê bi destêwerdeneke derveyî tuneye.  Destêwerdana derveyî çiqas kêm be dê ekonomî ew qas baş bimeşe. Ji bo ku yeko yeko mirov û bi tevahî jî ekonomî bikaribe bi awayekî kartêker û bêyî pirsgirêk bixebite divê dewlet ji derve destêwerdanê neke û astengiyan dernexe. Pêşniyara wan ev e. Van fikrana cara ewil ji aliyê ekola fîzyokratan ve hatine aşkerakirin. Bi vî awayî di sedsala hijdehan de li hemberî ekonomiya merkantîlîst, ekonomiya lîberal ya ku serbestiyeke temamî diparêze derketiye û xwestine vê fikrê bixin şûna merkantîlîzmê. Di berhemên ramangêrên ekola fîzyokrat yên wek Quesnay (1694-1774), Turgot (1727-1781), Dupont de Nemours (1739-1817) de bingeha ekonomiya lîberal hatiye danîn. Li gorî van ramangêran di navbera bûyerên ekonomîk de sîstemeke hevsengiyê û tekûziyê heye. Vê pergala hevsengî û tekûziyê ji aliyê qanûnên xweser yên ku jixweber dimeşin tên avakirin. Ekonomî li gorî pergaleke xwezayî dimeşe. Xwediyê gotina “Laissez faire, laissez passe” (Berdin bila bikin, bedrin bila derbas bin) ya ku li dunyayê populer e fîzyokrat in.

  1. Lîberalîzm

2.1. Derketina Têgeha “Lîberal”

Ji bo ku meriv bikaribe lîberalîzmê baş fam bike divê meriv ferqa di navbera lîberalîzma siyasî û lîberalîzma ekonomîk de diyar bike. Ji sedsala hevdehan û pêve li Rojhilatê Awropayê ji bo ku deshilata monarşiyên mûtlaq sînordar bibe, hinek ramangêran bi fikrên polîtîk, felsefî, sosyolojîk û ekonomîk beşdarî di lîberalîzma siyasî de kirine û mifa dane vê fikrê. Ramangêrên sedsala hevdehan (XVII) û hejdehan (XVIII) yên wek Montesquieu û Locke xwe wek lîberal bi nav kirine. Têgeha lîberal di destpêka sedsala nozdehan (XIX) de derketiye holê. Ango ev têgeh tevî hejarbûn, zalimtî, pêkutkarî û hemû neyîniyên dema endustriyê bi awayekî gelemperî hatiye bikaranîn. Li gorî lîberalan bi saya şoreşa endustriyê dê azadiya ekonomîk bihata avakirin. Bi vî awayî lîberalîzm ji lîberalîzma siyasî bêtir wek lîberalîzma ekonomîk hatiye famkirin. Ev yek jî bûye sedem ku têgeha lîberalîzmê bi têgehên wek pêkutî, hejarî û mêtinkariyê re wekhev were famkirin. Hal ew e ramangêrên sereke yên dema berê yên lîberalîzmê yên wek Montesqueiu û Locke rûmeteke mezin didan mafê mulkiyetê û ne teorîsyenên kapîtalîzma wehşî ya ekonomiya lîberal ya ku bi feraseta “Laissez faire” dihat meşandin bûn. Ji ber ku têgeha lîberalîzmê di demeke neyînî ya aborî de derket holê, ev bû sedem ku ramangêrên ku lîberalîzmê diparêzin jî bi awayekî neyînî werin nasîn û zanîn. Sedemeke din ya bi awayekî neyînî nasîna ramangêrên lîberal jî ew bû ku dixwestin karbidestiyên dewletê werin sînordarkirin, ji ber vê yekê jî nedixwestin ku dewlet mudaxeleyî van neyînîbûnan jî bike. “Heke ne ji vê lihevhatina bêyom bûya, lîberalîzm dê awayekî têkel nikaribûya ji bo nîşandana fikrên Montesquieu û Consant jî, ji bo fikrên ekola Manchester jî bihata bikaranîn. Di şûna vêya de me yê pirsgirêka azadiya siyasî di çarçoveyekê de, pirsgirêka azadiya ekonomîk jî di çarçoveyeke dîtir de bi cih bikira û me yê ji bo van du navên cuda bikar bianiya.”[3]

Di destpêka sedsala nozdehan (XIX) de du reqîbên lîberalîzmê yên hêzdar hebûn. Ev demokrasî û sosyalîzm bûn. Heta hilweşîna monarşiya mûtlaq jî duserîtî di navbera monarşî û cûmhûriyetê de bû. Piştî ku monarşiyên mûtlaq wergeriyan cûmhûriyetan an jî wergeriyan monarşiyên makezagonî, duserîbûna nû ket nav lîberalîzmê û demokrasiyê. Berev nîveka sedsala nozdehan (XIX),  wek ekoleke nû sosyalîzm derket ser dika dîrokê. Li hemberî vê ekola sosyalîzmê ya bi hêz ya ku di warê pratîk û teorîk de xurt dibû û daxwazên çîna karkeran bi rêdixist, lîberal û demokrat nêzî hev bûn û ketin nava heman qada siyasî. Ev rewş îro hê jî berdewam e.[4] Bi vî awayî cûmhûriyet an jî rêvebiriya monarşiya makezagonî wek demokrasiya lîberal an jî dewleta lîberal hat bi nav kirin.

2.2. Di Dewleta Lîberal de Ekonomî

Bi saya çêbûna du bûyerên nîveka sedsala hejdehan (XVIII), Awropî ji sîstema merkantîlîst kapîtalîst derbasî sîstema lîberal kapîtalîst bûne. Ya ewil pêkhatina şoreşa endustriyê ya li Îngilîstanê ye. Bi xêra şoreşa endustriyê derbasî hilberîna bi makîneyan dibin. Ya duyem jî Şoreşa Fransewiyan e. Şoreşa Fransewiyan ekonomî ji mudaxaleyên dewleta merkantîlîst û dîsiplîna dijwar ya pergala korporatîf xelas/rizgar kir û hişt ku derbasî ekonomiya lîberal bibin. Bi xêra makîneyan û lîberalbûna ekonomiye, hilberanî di destê sermiyankaran de ango kapîtalîzm berfireh bû, mezin bû û bû navendî. Êdî hat famkirin ku bingeha dewlemendbûnê ne di berhevkirina zêr û zîvan de ye, di keda takekesî de ye. Ev yek jî dê di dema hilberîna endustriyel de were famkirin.

Di dawiya sedsala hijdehan (XVIII) de û di destpêka sedsala nozdehan (XIX) de ekonomiya lîberal hatiye spartin li bingeheke zanistî. Li Îngilîstanê Adam Smith (1723-1790), Ricardo (1772-1823) û Malthus (1766-1834); li Fransayê J.B. Say (1767-1832) û Bastiat (1801-1850), di nav ramangêrên ku ekonomiya lîberal spartine bingeheke zanistî de ne. Li gorî kesên ku ekonomiya lîberal diparastin, ekonomiya ku wek pergala xwezayî jixweber dimeşe ji ekonomiya ku însan bi awayekî sûnnî dide meşandin çêtir e. A rastî hinek ramangêrên wek Malthus û Ricardo qebûl kirine ku di nav pergala xwezayî de, dê di nav jiyana ekonomîk de bêedaletî û hejarî hebe. Lê ev rewş bivênevê ye û ji bo pêşîlêgirtina van neyîniyan her çi tekûzkirin bi destê mirovan were kirin dê bibe sedem ku ev neyînîtî mezintir bibin. Digel vê yekê serdestiya merkantîlîzmê ya li ekonomiya cîhanê heya destpêka sedsala nozdehan ajotiye. Gava di vê demê de merkantîlîzmê hêz wenda kiriye li şûna wê feraseta ekonomiya lîberal ya ku xwe disipart piyaseya serbest cih girtiye.

Li gorî ekonomiya lîberal dewlet divê têkelê pergala ekonomîk nebe û mudaxele neke. Pergala ekonomîk encax dikare bi qanûnên xwezayî were pêkanîn. Qanûnên xwezayî yên ekonomîk bi qasî qanûnên zanista fîzîkê rasteqîn in. Ji ber vê yekê jî hemû çareseriyên ku rê li ber karkirina qanûnên xwezayî yên ekonomiyê digirin têkçûyî ne û dibin sedema encamên bi xusar. Karkirina qanûnên xwezayî yên ekonomiyê jî mifadar e û encamên serkeftî dê bi xwe re bîne. Qanûnên xwezayî yên ekonomiyê qanûnên arz û talebê yên ku pergala piyaseya serbest bi rêve dibin in. Ev qanûn jî wek azadiya teşebbusê, azadiya peymançêkirinê û mafê mulkiyetê ne. Di bingeha qanûnên xwezayî yên ekonomiyê de berjewendiya ferdî heye. Çawa ku mebest û bingeha pergala siyasî ferd e, her wisa mebest û bingeha pergala ekonomîk jî berjewendiya ferdan e. Ferd qîmeteke wisa ye ku bi tena serê xwe dikare wek hêzeke serbixwe û tekane pergalekê bide faaliyetên ekonomîk. Berjewendiya ferd jî destûra qezençkirinê ye. Mebesta faaliyetên ekonomîk yên ferdan bidestxistina qezencê ye. Ji ber vê yekê jî mafê bidestxistina qezencê ya ferdan bêsînor e. Heke ferdek di nav azadiya teşebbuseke temamî de, li gorî dilê xwe bikare faaliyetên xwe yên ekonomîk bi rêve bibe an jî bikare faaliyetên xwe yên ekonomîk biguhere an jî bikare bisekinîne û peymanên li gorî dilê xwe çêbike bi rehetî, wê hingê dê qanûnên ekonomîk jixweber bimeşin. Nexwe gava ferdek li pey berjewendiyên xwe bazde di heman demê de berjewendiyên civakê jî diparêze. Ji ber vê yeke, divê siyaseta dewletan rê bide hilberîna mal û xizmetan û azadiyeke berfireh bide ber ticaretê. Bi vê awayî dê kes çi hilberînin, çiqasî hilberînin, dê bihayê wê hilberînê çi be, dê qezenca xwe li kîjan karê ticarê xerc bikin, tevahiya van karên ekonomîk dê li gorî piyaseya serbest û dê bi qanûnên arz û talebê yên ku van hemû faaliyetan bi rêve dibin were meşandin jixwe. Di nav vê pergala xwezayî ya ekonomîk de hejarbûn û dewlemendbûna hinek mirovan ne li derveyî qanûnên ekonomiyê ye. Divê dewlet ji ber boneyekê tu caran têkelî ekonomiyê nebe û mudaxeleyî qanûnên wê yên xwezayî neke. Dewlet tenê ji pêkanîna edaletê û ewlehiyê mesûl e û hemû mijarên din ji ber ku mafê ferdan e, li derveyî karbidestiya dewletê ye.

Li gorî ekonomiya lîberal erka dewletê tenê pêkanîna ewlehiya hundirîn û derveyî ye. Divê dest bi pergala xwezayî ya ekonomiyê nede û ferdan bi awayekî temamî serbest bihêle û wê qadê ji wan re tesîs bike. Dewletê li gorî van prensîban astengiyên pêşber prensîba reqabeta serbest rakiriye, qanûnên ku mafê mulkiyetê bi sînor dike rakirine û azadiya ekonomîk ya mûtlaq ya ferdan ya ku ji ûnsûrên herî bingehîn ya pergala hilberînê ya sermayedaran e pêk aniye. Rêya herî çalak ya pêşxistina hêza ekonomîk ya çîna bûrjûvayê ku şirîgê deshilata siyasî ye, di azadiyeke ekonomîk ya bêyî destêwerdan e. Bi vî awayî dewletê li gorî pêkanîna berjewendî û mebestên çîna bûrjûwayê ya ku nû derdiket sehneya dîrokê, ji bo pêşxistina kapîtalîzmê hemû tekûzkirinên xwe qedandiye. Êdî ev dewlet, dewleta lîberal e.

Prensîbên ekonomiya lîberal, bi prensîbên kapîtalîzma destpêka sedsala nozdehan (XIXan) re dişibiyan hev.  Lê pêşketinên di qada civakî û ekonomîk de, ji nîveka duyemîn ya sedsala nozdehan û vir de vê şibandina bi temamî ji holê rakiriye. Êdî dewlet ji bo ku di civakê de hinek tiştan sererast bike mecbûr maye ku destêwerdanê di qada civakî û ekonomîk de bike. Em dikarin sedema vê destêwerdana dewletê ya di qada civakî û ekonomîk de bi şeş xalan zelal bikin.

Ya yekemîn, wek prensîp ekonomiya lîberal teşebbusa reqabeta serbest, wek teorî jî pêşbîniya refah û şadiyê dike. Lê kapîtalîstan di nav demê de dîtin ku reqabet bi awayekî pratîk ne li gorî berjewendiyên wan e. Di nav demê de her diçe qezenca wan dadikeve lê hevgirtin qezenca wan zêdetir dike. Bi rêya hevgirtina sermayeya sanayiyê û bankayê hinek şîrket wergeriyan şîrketên mezin, ango bûn monopol. Monopolan şûna şîrketên biçûk yên di qada ekonomiyê de girtin. Di hinek sektorên sanayiyê de çend heb monopol dikariin ji nîvê hilberîna wî welatî bêhtir hilberînin. Di van sektorên sanayiyê de êdî teşebbusa reqabeta serbest tuneye, li şûna wê monopol hene. Monopolên ku di heman qadan de dihilberandin, xwe dane hev û wergeriyane yekîneyên mezin yên ekonomîk yên wek kartel û trostan. Bi saya van yekîneyên ekonomîk, di navbera monopolan de berxwedana tîcarî ya ku ji ber reqabeta serbest derdiket holê an bi temamî ji holê rabûye an jî gelekî kêm bûye. Di qadên ekonomiyê yên girîng yên wek sanayî, bankagerî, ragihandin û bazirganiyê de êdî monopolan şûna reqabeta serbest girtine. Bi vî awayî ji kapîtalîzma reqabetkar derbasbûna kapîtalîzma monopolkar pêkhatiye.

Ya duyemîn, li gel tîrbûn û navendîbûna sermayeyê, qonaxeke nû destpê kiriye. Heya vê demê hilberîna kapîtalîst li nav welat pêk dihat. Welatên din yên cîhanê an jî mêtingehên din bazara eşyayan bûn, bazara maddeyê xam bûn, bazara mezaxtinê bûn û ji bo ku li welatên xwe bidin xebitandin bazara keda erzan bû. Lê ji 1870yî û pêde Îngilîstanê û piştre jî welatên din yên Awropayê têkiliyên xwe yên hilberîna kapîtalîst ango hilberîna kapîtalîst guhestin mêtingehên xwe. Bi vî awayî ji bilî eşyayan dest bi îxrackirina sermayeyê jî kirin. Dema navbera 1870 û 1900î, dema wergerandina kapîtalîzma mêtinkar ya ber bi kapîtalîzma emperyalîst ve. Bi vî awayî têkiliyên hilberîna kapîtalîst sînorên Awropayê derbas kiriye û wergeriyaye têkiliyên hîlberîn ya cîhanê. Ew rewş jî bûye sedem ku her cara hilberîn çêbibe para îxrecata sermayeyê ji para îxrecata eşyayan derbas bibe û ji wê girîngtir bibe. Tesîra ku têkilîyên hilberîna kapîtalîst wergerandîye têkilîyên hilberîna dinyayê, meyl û îhtiyaca sermîyana ku di monopolan de berhev û merkezîbûyî ye.

Ya sêyemîn, di kapîtalîzma reqabetkar de qanûnên arz û talebê yên ku pergala piyaseya serbest bi rêve dibin, biryarê didin ku dê çi were hilberandin, çiqas were hilberandin, dê qezenca ji bazirganiyê li ku were serfkirin. Encamên van hemû bûyerên ekonomîk dê bi kêrî mezaxtkaran were. Wek mînak: Di ekonomiyeke ku pergala piyaseya serbest rê dide ber de, bihayê eşyayan nêzî maliyeta wan e. Ev jî ji bo mezaxtkaran baş e. Ji bo wê jî divê dewlet mudaxaleyî qada ekonomiyê neke. Lê prensîbên kapîtalîzma reqabetkar, di kapîtalîzma monopolkar de fonksiyonên xwe wenda kirine. Di kapîtalîzma monopolkar de têkiliyên ekonomîk ne li gorî qanûnên arz û talebê dimeşin, li gorî lihevkirina monopolan dimeşin. Van sazkirinên monopolan jî li aleyhê mezaxtkaran e, bi gotineke din li aleyhê civakê ye. Di kapîtalîzma monopolkar de monopol, dê derfetên bazarkirinan li gorî dilê xwe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Beramberî vê yekê mezaxtkar an jî birrên ku li derveyî bûrjûwaziya monopolkar dimînin xwestine ku dewlet peymanên di navbera şîrketan de kontrol bike û mudaxaleyî bihayê malên wan bike. Li hemberî van pêşketinan dewlet bêgav maye ku mudaxaleyî jiyana ekonomîk bike. Bi vî awayî dewleta lîberal dest bi kontrolkirina peymanên monopolan û polîtîkayên wan yên bihayê dike. Şîrketên ku hêza xwe ya ekonomîk bi awayekî xirab bi kar bînin tên qedexekirin an jî cezakirin. Dewleta lîberal beramberî pergala siyasî û ekonomîk, yek caran li hemberî monopolên bazirganiyê û endustiriyê piştgiriyê dide hilberînerên biçûk an jî mezaxtkaran û bi vî awayî wan diparêze.

Ya çaremîn, di sedsala nozdehan (XIX) de çîna karkeran dibe xwediyê hişmendiya rêxistinî. Heya nîveka duyemîn ya sedsala nozdehan (XIX)  jî çîna karkeran di jiyana xebatê de bi tena serê xwe bûn, ji ber vê yekê jî di mercên xirab de dixebitîn. Karkerê ku ji bo jiyanê pêdiviya wî bi karekî hebû, mecbûr ku mercê patronan qebûl bike. Îmkanên kardêr hebû ku li bendî karker bisekine heya şertên wî qebûl bike an jî xwediyê wan îmkanan bû ku di nav girseya mezin ya kesên bêkar de karkerekî din bide xebitandin. Karker jî mecbûr bû ji bo ku bikaribe bijî bixebite, ji bo ku bikaribe bixebite jî şertên kardêr qebûl bike. Lê di vê lihevkirinê de karker gelekî xisar didît. Piştî şoreşa 1848an û pêve di encama berxwedanên mezin de, di rewşa çîna karkeran de pêşketinên girîng qewimîn. Karker pêşiyê bi awayekî rasterast, dû re jî bi awayekî huqûqî bûne yek û xwe bi rêxistine. Karkeran bi xêra rêxistinên ku ava kirine li hemberî kardêran mafên xwe parastine. Li şûna peymana tekane ya karkerekî êdî peymanên komî yên kar hatine çêkirin.

Ya pêncemîn, di sedsala nozdehan de bi pêşketin û belavbûna hilberîna kapîtalîst û têkiliyên wê hema hema ji deh salan carekê krîzên ekonomîk rû dane. Van krîzan him tesîr li ser kardêran kirine him jî li ser karkeran. Ji aliyê kardêran ve îflas çêkirine van krîzan, ji aliyê karkeran jî bêkarmayîn çêkirine. Dewleta lîberal ji bo ku bikaribe şîrketan di demên xirab yên krîzan de, ji krîzên ekonomîk biparêze û encamên civakî piçek çêtir bike, hinek tedbîr girtine.

Ya şeşemîn, sîstema piyaseya serbest cihê xwe ji parastvaniya ekonomîk re hiştiye. Dewletê dê di sedsala nozdehan de, pêşiyê ji bo ku endustriya xwe ya netewî ji reqabeta welatên din biparêze û pêş bixe, serî li hinek tedbîran daye. Wek mînak bi dîwarên gumrukê xwe parastiye û tedbîrên teşwîqê girtine. Piştre dewletên kapîtalîst yên ku reqîbên hev bûn, ji bo berdewamkirina berxwedana parvekirina dinyayê, ji bo ewlehiya netewî û parastina serxwebûna ekonomîk mudaxaleyî ekonomiyê kirine. Burjûvaziyê wek şirîkekî bi hêz yê îqtîdara dewletê, pêşiyê pêdivî bi neteweperweriya welatparêzî û mafperweriya gel didît, niha li gel vê yekê neteweperweriya ekonomîk an jî neteweperweriya dewletparêzî pêş dixe. Êdî dewlet dikeve şûna parastvan, hêz û zordariya fînansa kapîtal ya monopolkar ya ku komkirina sermayeyê û belavkirina sermayayê di destê wê de ye. Lihevdana dewleta ku parastvan, hêz û zordariya fînansa kapîtal ya monopolkar e, bi dewletên din yên ku çavên wan li parvekirina dinyayê ye re bivênevê ye. Rêya serkeftina vî şerî jî kişandina girseya karker û kedkaran ya li qada berxwedana parvekirina dinyayê ye. Ji bo vê yekê jî mebesta dewletê pêşxistina welatparêzî û neteweperweriya dewletê ye, da ku bi vê rêyê hişmendiya çînî ya çîna karkeran şûnde bixe.

Hal ew e ekonomiya lîberal, li dijî mudaxaleya unsûrên siyasî û civakî ya li ekonomiyê bû û ekonomî dê bi qanûnên arz û talebê pêş biketa. Lê ji ber ku bi saya berxwedanan li gel mafên siyasî mafên civakî jî hatin bidestxistin, unsûrên siyasî û civakî li gorî unsûrên ekonomîk bêtir pêş ketin û bûn xwedî îmtiyaz. Her ku di civakê de daxwazên demokrasiyê zêde bûn û ji bo van daxwazan berxwedan zêde bûn, çîna karkeran û girseya kedkaran jî ji bo bidestxistina mafên xwe yên siyasî û civakî berxwedanên birêxistintir û biryardartir meşandine û li ser dewletê zexta xwe zêdetir kirine. Bi xêra van berxwedanan dewleta lîberal mecbûr maye ku jiyana kar û xebatê tekûztir bike. Ev yek jî bûye sedem ku dewlet li gel mafên siyasî, mafên civakî jî qebûl bike. Bi van pêşketinan re dewleta lîberal, ji prensîbên ekonomiya lîberal dûr ketiye.

2.3. Di Dewleta Lîberal de Azadî û Wekhevî

Azadî nirxa lîberalîzmê ya bingehîn e û ji nirxên lîberalîzmê yên din pêştir e. Lewre ji ber ku ferd wek objeya navendî tê qebûlkirin, ji objeyên civakî (çîna civakî, etnîk, dînî û saziyên mezhebî) û objeyên siyasî (partiyên siyasî û dewlet) pêştir e. Sedema vê taybetmendiya ferdan, azadbûna wan e. Ferd encax gava ku azad bibe dikare bibe xwediyê nirxên din yên wek wekheviyê. Ji ber ku azadî zikmakî ye, mirov ji zikmakî ve azad e. Di demên beriya dewletê de, mirov di xwezayê de bi awayekî azad dijiyan. Mirovên ku bi awayekî azad dijiyan, gava bi rêya peymana civakî dewlet ava kirin ji azadiya xwe piçek jî dan dewletê. Azadiya wan ya ku ji ber ma jî, ji xwe re veşartin. Azadî, di demên jîyana bi dewlet de,  ne ew mafe e ku ji ferd re hatîye dayîn an jî mafekî bidestxistî ye. Di belavoka Mafê Mirov û Hemwelatiyan ya 1789an de, çar mafên xwezayî tên nîşandan. Madde-2. “Mebesta her civakeke polîtîk parastina mafên xwezayî û mîsoger ya mirovan e. Vana mafê azadiyê, mafê mulkiyetê, mafê ewlehiyê û mafê li hember pêkutiyê berxwedanê ne.” Li vir mafê azadiyê pênaseyeke giştî ye, azadiyên bingehîn yên wek azadiya fikirîn û aşkerakirina fikrê, azadiya bawerî û îbadetê, azadiya seyahatê, azadiya xebatê ne. Li gorî lîberalîzmê maf û azadiyên xwezayî jixweber hene û pêkhatina wan jî bi kêmnekirina azadîyên ferdan ya ji alîyê dewletê ve girêdayî ye. Ferd bi qasî ku xisarê nede yekî din dikare azadiya xwe bi kar bîne. Belavoka 1789an vê rewşê weha aşkera dike. Madde-4: “ Azadî bêyî ku xisarê bide yekî li gorî dilê xwe jiyîn e: Bikaranîna mafên xwezayî yên her mirovî, bi qasî ku mafên endamên din yên civakê jî bike garantiyê sînordar dibe. Van sînorana jî tenê bi qanûnan dikare were diyarkirin.” Wekî ku di belavoka 1789an de tê diyarkirin, di belavokên din de jî bi awayekî şênber pîrozwerî û mîsogeriya mafê mirovan tê vegotin. Ev maf nikarin werin dewrkirin û jêneger in.

Di lîberalîzmê de hîmê ku wekhevî xwe disipêrê, prensîba hemû mirov xwediyê heman exlaqî ne. Wekhevî wek azadiyê mafekî zikmakî ye. Her çiqas statuyên wan ên ekonomîk û civakî cuda bin jî, wek mirov hemû ferd layiqê heman nirxdayîn û rêzdariyê ne. Di nav pergala (sîstema) dewletê de her ferdek li pêşberî qanûnan wekhev in û prensîba “Bêyî qanûn sûc û ceza nabe” ji bo herkesî wekî hev derbasdar e. Tenê li pêşber qanûnan wekheviyê diparêze û mebest dike. Li gorî feraseta lîberal, di nav civakê de hebûna hinek kesên hejar û bêkar an jî biserneketina peydakirina pêdiviyên ji bo jiyanê jî ne newekhevî ye. Sedema vê yekê jî wek cudabûna kapasîteya însanan ya ji bo kar û xebatê û cudabûna daxwaza wan a xebatê nîşan dide. Digel ku lîberalîzm azadî û wekheviyê wek mafekî zikmakî yê mîsoger dibîne û diparêze jî demên dirêj bende, hejar û jin wek kesên azad û wekhev qebûl nekiriye. Encax di nîveka sedsala bîstem (XX) de bêyî ku li nijada mirovekî, dînê mirovekî, zayendê, tehsîla mirovekî, hêza wî ya ekonomîk binêre qebûl kiriye ku herkes li pêşber qanûnê wekhev e. Vê qebûlkirina jî ne li hemû welatan tenê li welatên ku ekonomiya wan pêş ketiye û xwediyê demokrasiyeke siyasî ne pêk hatiye.

Lewre jî dewlet wek prensîp azadiya teşebbus û peymançêkirinê û mafê taybet yê mulkiyeta amûrên hilberînê bêyî ku di nav kesan de dubendiyê bike diparêze. Îdeolojiya lîberal vî mafî û xwe ji nû ve hilberandina civaka ku xwe dispêre vî mafî, bi argumanên bihêz yên wek azadî û wekheviyê diparêze.

2.4. Di Lîberalîzmê de Demokrasiya Siyasî û Demokrasiya Sosyo-ekonomîk

2.4.1. Demokrasiya Siyasî

Çîna bûrjûvaziyê û ramangêrên bûrjûvaziyê bi îktîdara monarşiya mûtlaq re ketin milê hev, pergala feodal rûxandin û berepaşî civaka serdema navîn ya girtî û sekinandî civakeke vekirî û pergala kapîtalîst ya dînamîk ava kirin. Di nava vê pêvajoya dîrokî de mafê mulkiyet û mîrasê yê li ser amûrên hilberînê jî bi heman awayî bihêztir bûye û bêtir belav bûye. Şoreşên 1688 ên Îngilîstanê û 1789 yê Fransayê jî rê li ber çîna bûrjûvayê vekiriye ku bibe şirîkê îktîdara siyasî. Ji ber ku çîna bûrjûvayê bû şirîkekî bi hêz yê îktîdara dewletê, dewlet li gorî berjewendiyên xwe, pêdivî û daxwazên xwe bêtir pêş xist û bihêztir kir.

Lîberalîzma ku îdeolojiya bûrjûvayan e, civakê wek civaka sivîl û civaka siyasî dabeş dike û herdu civakan ji hev cuda dinirxîne. Civaka sivîl pergala piyaseya serbest e. Civaka siyasî jî dewlet e. Civaka sivîl ango unsûrên bingehîn yên piyasaya serbest, teşebbus, azadiya peymançêkirinê, milkê taybet yê amûrên hilberînê û mafê mîrasê ye. Herkes di warê hilberandina malê bi dilê xwe, di warê serfkirina mal û hêza keda xwe û di warê pevguherandina wî malî de wekhev û azad e. Nexwe sîstema piyaseyê xwe dispêre têkiliyên kesan yên azad û wekhev. Lê gelek demên dirêj bende, hejar û jin kesên azad û wekhev nehatine dîtin û ji vî mafî bêpar hatine hesibandin. Bi vî halê xwe îdeolojiya lîberal bi gotinên xwe yên “Civaka sivîl û civaka siyasî” re ketiye nakokiyê. Lîberalan gelek demên dirêj vê nakokiya xwe piştguh kirine û nexwestine wê bibînin. Ango digel ku lîberalîzmê di warê sîstema piyaseya serbest de bi tundî azadî û wekhevî parastibû, di warê pêşxistina azadî û wekheviya civaka sivîl de nekitibû nava hewldaneke girîng. “Bi temamî qebûlkirina lîberalîzmê ya wekheviya siyasî (wekî dengdayîna wekhev) gelek salên dirêj birine û mafê dengdayîna wekhev ya herkesî, bi gotina hejmartina seriyan ji jêkirina seriyan çêtir e, bi darê zorê hatiye qebûlkirin.”[5] Piştî nîveka duyem ya sedsala nozdehan (XIX), ji ber ku mafê dengdayînê yê wekhev hat naskirin û li her derê ev maf belav bû, lîberal bêhtir demokrattir bûn û bikaranîna têgeha lîberalîzmê bû gelemperî û zêdetir bû. Encax piştî nîveka duyem ya sedsala nozdehan mafê dengdayîna wekhev ji bo herkesî hat qebûlkirin. Ji ber ku hemû mirov in hemû jî li pêşber qanûnan wekhev hatin qebûlkirin.

Di pergala piyaseyê de prensîba pevguherandina mal û xizmetê ya azad û wekhev ya herkesî, di rayagiştî de beramberî prensîba bikaranîna dengan ya azad û wekhev e. Herkes di pergala piyaseya serbest de di warê pevguherandina malê xwe de û di pergala rayagiştî de jî di warê bikaranîna dengan de azad û wekhev e. Bi vî awayî di encama bikaranîna dengan ya azad û wekhev de û di beşdariya herkesî ya di warê girtina biryarên siyasî de hiştiye ku demokrasiya lîberal an jî siyasî pêk were. Wezîfeya demokrasiya siyasî tesîskirina edalet û ewlehiyê ye. Li gorî îdeolojiya lîberal tenê mijarên edaletê û ewlehiyê mijarên siyasî ne. Hemû mijarên din ji ber ku bi mafên xwezayî yên kesan re têkildar in, li derveyî karbidestiya dewletê ye û mijara sîstema bazara serbest e.

2.4.2. Demokrasiya Civakî û Ekonomîk

Îdeolojiya lîberal demokrasiya siyasî û demokrasiya civakî û ekonomîk wek rêveberiyên qadên cuda pênase dike û wan ji hev diqetîne. Li bemberî mudaxaleya demokrasiya siyasî ya li ekonomiya piyaseyê ye. Piyaseya ekonomiyê ji dewletê azad e û hebûneke kollektîfî ye. Li vir biryar ji aliyê kesên azad û wekhev tên girtin. Çawa ku îdeolojiya lîberal di civaka siyasî de girtina biryarên siyasî ya bi şêweya demokratîk mumkun dibîne, di heman demê de di civaka sivîl de jî girtina biryarên ekonomîk ya bi şêweya demokratîk mumkun dibîne. Di civaka sivîl de ango di ekonomiya piyaseyê de ne têgehên kollektîf yên wek dewlet, netewe û çînê, tenê ferd xwediyê mafê teşebbusê, azadiya peymanê û mafê mîras û milkiyetê ye. Jixwe van têgehên kollektîf jî ji ferdan ne cuda ne, mebest û îradeya wan ne ji derveyî ya ferdan e.

Dê bi mafdarî pirsa “Gelo îmkan heye ku di sîstema piyaseya serbest ya ku îrade û mebesta wê ji ya ferdan ne cuda ye de demokrasiya ekonomîk çêbe?” were rojevê. Lewre di ekonomiya lîberal de biryar ji aliyê kêmhejmara bûrjûwayan ve tê girtin. Îdeolojiya lîberal vê pirsê wisa dibersivîne: Çawa ku destûrdana dengdayîna giştî û wekhev rê li ber girtina biryarên siyasî yên demokratîk vekiriye, pergala/sîstema piyaseyê jî rê li ber girtina biryarên ekonomîk yên demokratîk vedike. Lewre di pergala piyaseyê de biryarên ekonomîk bi kartêkeriya herkesî an jî pirraniyê tên girtin. Yên lîberal van nêrînên xwe bi xebitandina qanûnên arz û talebê yên ku piyaseya serbest bi rêve dibin ve rawe dikin. Çawa ku di sîstemên ekonomîk yên din de pêdivî bi çareserkirina du mijarên bingehîn heye di ekonomiya lîberal de jî pêdivî bi çareserkirina du mijarên bingehîn heye. Ev divê zelal bibe; çi dê were hilberîn û çawa were parvekirin yên ku hatine hilberandin? Li gorî teoriya lîberal ev biryar tenê ji aliyê bûrjûwaziyê ve nayên girtin, bi beşdariya herkesî ve tê girtin. Di girtina biryarê de kartêkeriya kesê herî hejar jî heye. Lewre rewşa talepkirina wî kesî jî bi awayekî erênî an neyînî dê tesîrê li ser hilberînê bike. Lîberalên ku li gorî vê fikrê dimeşin dibêjin qanûnên arz û talebê yên ku pergala piyaseya serbest bi rêve dibin, dihêlin ku biryarên ekonomîk bi awayekî demokratîk werin girtin. Di pergala piyaseyê ya ku xwe dispêre azadiya teşebbus û peymançêkirinê, mafê milkiyeta taybet û mîrasê de, biryarên firoşkaran û kirîdaran yên takekesî diyar dike ku dê binaxeyên civakê (ked, mal, sermiyan) çawa werin bikaranîn. Ji ber wê jî divê dewlet mudaxeleyê li pergala ekonomîk ya ku bi xwezayî xwe bi rêve dibe, neke.

  1. Dewleta Sosyal

3.1. Di Dîrokê de Pêşketina Dewleta Sosyal

Bi tesîra şoreşa endustriyê di sedsala nozdehan de kapîtalîzm bi lez pêş ketiye û bi vî awayî li şûna kapîtalîstên ku bi tena serê xwe kar dikirin monopol û trostan cih girtine. Ango kapîtalîzma reqabetkar wergeriyaye kapîtalîzma monopolkar. Bi heman şêwazê dewletên kapîtalîst yên Awropayê ji bo mêtinkariya tevahiya dinyayê an jî ji bo nîvmêtinkariya dinyayê ketine nav berxwedaneke mezin û di çaryeka sêyem a sedsala nozdehan (XIX) de, kêm hindik gihane van mebestên xwe. Polîtîkaya dewletên lîberal ya “Bihêlin bila bikin, bihêlên bila derbas bin” dilşadî û xwefxweşî nedaye karkeran berepaşê wê, bêkarî, hejarî, cehalet, nexweşî û xirabiyên civakî zêde kiriye. Ev yek jî bûye sedem ku newekheviyên civakî him bi awayê berwarî him bi awayê tîkane kûrtir bibe. Di mercên kapîtalîzma wehşî ya ku bi polîtîkayên Laissez-faire tê meşandin, ji bilî çîna bûrjûwayê birrên din ji maf û azadiyên ku lîberalîzmê pêşkeşî kesan kiriye bêpar mane. Ji ber vê yekê jî demokrasiya siyasî wernegeriyaye rejîmeke demokratîk. Azadî,  wekhevî û demokrasiya ku demokrasiya siyasî gotibû dê zêde be, di jiyana rojane de zêde nebûbû, tenê di teoriyê de mabû.

Girseyên kedkaran yên ku kapîtalîzmê ew hejartir kiribûn û xistibûn bin zextan, ji nîveka sedsala nozdehan (XIX) û pêve dê dest bi tevgerê bikirana û bi şoreşa 1848yî re li hemberî zulm û pêkutiyên kapîtalîzmê dê dest bi berxwedaneke mezin bikirana. Şoreşa 1848yî dê bibûya sedema guherînên bingehîn di qadên civakî, ekonomîk û siyasî de. Beriya her tiştî şoreşa 1848yî hiştiye ku cara ewil çîna karkeran wek çîneke siyasî li hemberî çîna bûrjûwayê raweste. Ji bo ku çîna karkeran bikare bibe çîneke siyasî, divê li hemberî çîna bûrjûwayan raweste û li hemberî wan di ber xwe bide. Puxteya şoreşa 1848yî jî ev e. Bi şoreşa 1848yî re çîna bûrjûwayê bi siyaseta mûhafazakar re li hev kir û ji berxwedana demokratîk vekişiya. Bi vê yekê re berxwedana siyasî, civakî û ekonomiya demokratîk êdî bû bernameya tevgera çîna karkeran. “Mebesta şoreşa 1848yî ew bû ku demokrasiya siyasî pêk bîne û bi vê yekê re jî demokrasiya civakî û ekonomîk pêş bixe. Êdî bêhtir dihat têgihîştin ku demokrasî ne tenê di warê siyasî de ye, di heman demê de aliyên wê yên civakî û ekonomîk jî heye.”[6]

Di nav bizavên siyasî yên çîna karkeran de bi giştî du xet an jî du feraset derketin pêş: Sosyalîzma reformkar ya ku di nav sînorên demokratîk yên bûrjûwayan de rêya berxwedanê dane pêş xwe an jî komunîzma ku bi bizava siyasî ya demokrasiya sosyal mebest dike têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst ji holê rake. Ji ber vê yekê jî rehên bizava siyasî ya demokrasiya sosyal an jî bernameyên wê xwe naspêrin sosyalîzmê an jî marksîzmê, xwe dispêrin lîberalîzmê. “Her çiqas demokratên Almanyayê û welatên Îskandînav rehên xwe bispêrin Marx jî bi pirranî revîzyonîst in û meriv nikare ferqeke mezin di navbera bernameyên wan û lîberalîstên welatên cuda de bibîne. Bizava sereke ya sosyalîzma Îngîlîzan jî tu caran li Marx xwedî derneketiye, hetta meriv dikare bêje ku meriv nikare Partiya Karkeran ji Partiya Lîberalan bide alî.”[7]

Gava ku kapîtalîzma monopolkar şûna kapîtalîzma reqabetkar bigire, bi vê yekê re lîberalîzm jî dê li du şaxan dabeş bibe. “Di navbera 1870yî û 1930î de ji bo bikare bi mercên ku civakên modern yên ku tên guhertin çareser bike du stratejiyên lîberal yên sereke (Neolîberalîzma sosyal û lîberalîzma neoklasîk) derketin holê. Ya ewil li welatên ku demokrasiya lîberal di ewlehiyê de bû derket holê. Wek mînak li welatên wek Îngilîstanê, Amerîkayê û Fransayê derket holê. Ya duyem jî bi pirranî li welatên ku demokrasî an lê nebû an jî welatên ku lîberalan bawerî pê nedianîn derket holê. Wek mînak li Îtalya, Almanya û Awûstûryayê derketiye holê.”[8] Lîberalîzma sosyal bi feraseteke azadiya pozîtîf mudaxeleya dewletê ya li qadên civakî û ekonomîk diparêze lê lîberalîzma neoklasîk alîgiriya feraseta azadiya negatîf dike û dixwaze piyase xwe bi xwe bi rê ve bibe. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin lîberalên sosyal kapîtalîzma ku tê bi rêvebirin dixwazin, lîberalên neo-klasîk jî kapîtalîzma ku bi rê ve dibe dixwazin.

Ji ber Komuna Parîsê ya 1870yî, Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Şoreşa Bolşevîkan, Şerê Cîhanê yê Duyemîn û krîzên ekonomîk yên li dû hev, lîberalîzma sosyal dê him bibûya unsûreke bernameya çîna karkeran him jî ya tevgerên siyasî ya çîna bûrjûwayan. Êdî lîberalîzma sosyal, lîberalîzma modern, lîberalîzma refaha sosyal, dewleta sosyal ya korporatîst (muhafazakar) an jî dewleta sosyal, dê wergeriya têgeha merkezî û siyasî ya welatên kapîtalîst. Bi vî awayî êdî fikra kesan ya ku digotin piyaseya serbest ya ku xwe bi xwe dimeşe dê kêfxweşî û refahê bîne ji gel re û pergala herî baş ya ekonomîk ev e ji holê radibû. Sedema guherîna vê fikr û nêrînê, “Bi awayekî giştî fikrên J. MK. Keynes (1883-1946) yên ku dibêje meriv tenê dikare bi kapîtalîzmeke ku tê birêvebirin xwe bigihîne refah û kêfxweşiyê û divê berpirsyariyên ekonomîk meriv bispêre dewletê, hişt ku fikrên di derbarê vê sîstemê de werin guhertin.”[9] Heman rewşê di warê hiqûqê de jî xwe nîşan da. Dewleta sosyal pêşiyê di qanûnan de, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî di makezagonan de hat îfadekirin.

Axir di encamê de feraseta dewleta sosyal ya ku mebesta wê başkirina mercên refaha civakê ye, bi pêvajoya şoreşa 1848an derketiye holê. Di eslê xwe de dewleta sosyal berhema çîna karkerên bi rêxistin yên ku pey şoreşa endustriyê mehkûmî hejarî û cehaletê mabûn bû. Welatên kapîtalîst yên pêşketî di navbera salên 1945-1980yî de dest bi sepandina modela dewleta sosyal kirin. Di vê demê de welatên kapîtalîst yên pêşketî ji bo lêçûnên sosyal li gorî butçeya xwe par veqetandine. Sepandinên dewleta sosyal ya ku ji bo lêçûnên civakî hatibûn veqetandin di her warî de xwe dane hîskirin. “Di sala 1900î de li Awropayê tenê li du sê welatan ji dahata netewî para ku ji lêçûnên civakî re dihat veqetandin ji sedî sêyan (%3an) derbas dibû. Gava xwe gihandin 1940î hema hema li hemû welatan para ku ji lêçûnên civakî re dihat veqetandin li ser ji sedî pêncan (%5an) bû. Di destpêka salên 1950yî de ev reqem di nav ji sedî dehan (%10) û heya pazdehan (%15) dihat guherandin. Di nîveka salên 1970yî de di nav welatên Awropayê yên mureffeh de butçeya ku ji mebestên civakî re dihat veqetandin ji çaran yek an jî sêyan yekê de bû. Dewletên ku herî kêm bala xwe didan dewletbûneke mureffeh jî di warê lêçûnên civakî de xwe guherandine. Li YDAyê di sala 1890î de ji dahata netewî ji sedî 2,4 ji lêçûnên civakî re dihat veqetandin. Di sala 1981ê de ev rêje derketiye ji sedî 20,2yê. Li Japonyaya ku di warê pêşketina refahê de beşek mezin li ser milê şîrketên taybet bû de, di sala 1890î de ev lêçûn ji sedî 1,4 bû lê di sala 1985an de ev reqem bûye ji sedî 16,2.”[10] Di sedsala bîstan de beşek ji dahata welatên kapîtalîst yên pêşketî ji bo refaha civakî hatiye veqetandi û serfkirin. Van dewletên navborî ji bo ku di sedsala dawî de ser kesan heft qat hilberîna xwe zêde kiribûn, şiyan ji dahata netewî di heman rêjeyê de parê veqetînin ji lêçûnên civakî re. Di sedsala bîstan (XX) de dewletan di warê refaha civakî de bi awayekî berbiçav mesref û lêçûn terxan kirin.[11]

3.2. Feraseta Ferda û Civak a Dewleta Sosyal

Dewleta sosyal jî bi prensîbên bingehîn yên lîberalîzma siyasal ve girêdayî ye. Lê ji bo pirsgirêkên ku di sepandina wan de muşkîle derdikevin holê, hinek rêbaz û helwestên nû tîne. Di feraseta dewleta sosyal de ferd qest û mebesta navendî ya dewlet û civakê ye. Lê ji ber ku piştî şoreşa 1848an rewşa giştî berev civakîbûnê çû, êdî ferd ne bi tena serê xwe ye. Saziyên sosyal, ekonomîk û çandî yên ku ferdan çêkirine jî wek rastiyeke civakê tê qebûlkirin.

Makezagona 1848an ya Fransayê ji ferdparêziyê vediqete û malbatê wek bingeh esas digire ji xwe re. Beriya mafê xebatê, têgeha mulkiyetê û pergala rayagiştî behsa malbatê dike û malbatê wek bingeha cumhuriyetê qebûl dike. Bi herikîna demê re ji bo parastina mafê ferdan jî saziyên wek saziyên krediyan, yekîneyên çandiniyê, sendîka û komên din jî digirin bin ewlehiya huqûqê.[12]

3.3. Feraseta Azadî û Wekhevî ya Dewleta Sosyal

Derket holê ku pirraniya civakên bi demokrasiya lîberal tên birêvebirin, gelên wan bi ser neketine ku mafên xwe yên medenî û siyasî yên ku di belavokên Amerîka û Fransayê de de hatine diyarkirin bi kar bînin. Lewre pirraniya civakê di nav hejarî, bêkarî û cehaletê de debara jiyana xwe dikirin. Kesên hejar ji bikaranîna mafên xwe yên rewa bêpar bûn. Ji bo kesên ku perwerdeya xwe ya bingehîn negirtibe û rojê 8-12 saetan bixebite, tu qîmeta azadiya fikrî tuneye. Ji bo kesên ku xaniyên wan tune ye tu qîmeta qanûna destnedayîna xaniyan tune ye. Ji bo kesên ku perê wan nîn e biçin doktoran û ji xwe re dermanan bigirin tu qîmeta mafê jiyanê, mafê mulkiyetê, azadiya seyahatê û azadiyên wekî din tune ye. Hal ew e lîberalîzmê bi rêgeza xwe ya wekheviya li hemberî qanûnan îmtiyazên arîstokratan ji holê rakiribû û pêşbîniya wê ew bû ku her çend mirov ji astengiyên huqûqî rizgar bibûya dê ewqas di qadên sosyal û ekonomîk de başbûn çêbûya û ferqên di navbera çînan de dê ewqas nêzî hev bibûna. Baweriya lîberalîzmê ew bû ku mirov cihekê ku wekheviya huqûqî lê hebe dê bikare behremendiyên xwe pêş bixe û ji xwe re jiyaneke bi rûmet ava bike. Lê vê pêşbîniya lîberalîzmê nedîtibû ku mirov di şertên wekî hev de dest bi jiyanê nakin. Ferdekî malbateke zengîn bi xêra mîrasê dikare heya dawiya emrê xwe bêyî ku bixebite debara jiyana xwe bike. Lê ferdê malbateke hejar digel ku heya dawiya emrê xwe bixebite jî dê gelek caran nikare debara jiyana xwe bike. Hatibû famkirin cihê ku serweteke newekhev lê hebe, cihê ku mîras lê hebe, ne mumkun e ku ferd bi rêya behremendiyên takekesî û kapasîteya xebata xwe bibin xwediyê jiyaneke bi rûmet. Ji ber wê jî diviyabû li gel wekheviya li pêşber qanûnê, wekheviya derfetan an jî wekheviya fersendan jî bihata dayîn ji bo gel. Lê wekheviya fersendan ya ku dewleta sosyal pêşniyar dikir ne wekhevkirina ekonomîk û civakî ya hemwelatiyan bû; hewl dida wê ferqa mezin ya ku kapîtalîzmê di warê ekonomî û civakî de xistiye nav mirovan piçek kêmtir bike, ango hewl dida pêdiviyên asgarî yên xebatkaran çareser bike.

Armanca maf û azadiyên takekesî, ji bo ferdên xwe afirandina qadeke taybet bû, ya ku dewletê nikaribûya mudaxele lê bikira. Di nava vê qada taybet de kesayetan dê bikaribûya li gorî dilê xwe tevbigeriyana. Mebesta mafên takekesî parastina ferdan ya li hemberî dewletê bû. Nehiştina mudaxaleya dewletê ya li qada taybet ya ferdan bû. Lê xuyaye ev maf tenê bi kêrî bûrjûwayên ku komeke biçûk bûn, hatiye. Ji bo ku kesên hejar bikaribin sûdê ji maf û azadiyên takekesî wergirin divê dewlet mudaxele bike û piştgiriyê bide hejaran. Vê piştgiriya dewletê jî kategoriyeke nû vekiriye, bi navê mafên sosyal. Mafên civakî; ji dewletê daxwazkirina piştgiriya tendurustî, ewlehiya civakî, perwerdehî û her wekî din e. Xizmetên ku dewletê ji bo sûdwergirtina hejaran ango kesên xebatkar hildane ser xwe wek mafên sosyal tê bi navkirin.

Em dikarin mafên sosyal wisa rêz bikin; mafê xebatê, mafê avakirina sendîkayê, mafê grevê û mafê peymançêkirina komî, mafê têketina rêveberiya cihê kar, mafê ewlehiya civakî, mafê arisînê, mafê perwerdeya bêpere, mafê xwarinê, mafê tendurustiyê, mafê beşdariya jiyana çandî, mafê nasnameya çandî, mafê xwedîxanîbûnê û mafê parastina kesên ku pêdiviya wan bi parastin û alîkariyê heye (dayik, zarok, temendar, seqet).

Bidestxistin mafê takekesî û girtina wan ya bin ewlehiyê bi pirranî di encama berxwedana çîna bûrjûwayan de pêk hat, bidestxistina mafên sosyal û girtina wan a bin ewlehiyê jî bi pirranî di encama berxwedana çîna karkeran de pêk hat. Him mafên takekesî û him jî mafên sosyal, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê û debirandina jiyaneke mirovane mafên bivênevê ne.[13]

Ji bo ku mafên ferdî û civakî bikarin werin sepandin divê unsûrên tekane û giştî weke hev bin. Unsûra giştî: welatê ku unsûra giştî têrî sepandina mafan bike divê bikaribe ji bo mafên mirovan ekonomiyê terxan bike. Unsûra tekane jî ew e ku çîna karkeran û girseya kedkaran divê bikaribe mafên ku bi dest xistine biparêze bi awayekî rêxistinî. Van dewletên ku unsûrên giştî û tekane hevdu digirin bi taybetî welatên pêşketî yên kapîtalîst in. Tevahiya van mafan nebe jî beşek mezin ji van mafan bi awayekî teorîk ji aliyê gelek welatan ve tên qebûlkirin lê encax li welatên pêşketî yên kapîtalîst ev maf dikarin werin sepandin. Tenê gava tevahiya mirovan û mafan wekî hev bin wateyeke mafên ferdî û civakî çêdibe. “Heke hemû mirov xwediyê mafên wekhev bin û hemû gel xwediyê heman mafan bin, sîstema newekhev a kapîtalîzmê dê zêde di ber xwe nede. Lê heke ev bi awayekî aşkera were qebûlkirin di çavê çîna hejar de dê meşrûtiyeta ekonomiya dinyayê ya kapîtalîst nemîne. Û heke meşrûtiyeta sîstemekê tunebe ew sîstem nikare bijî.”[14] Weke ku Wallerstein jî diyar kiriye, di nava karkirina terzê hilberîna kapîtalîst de ne mumkun e ku hemû mafên civakî û takekesî bi awayekî wekhev ji hemû mirov û gelan re were naskirin.

3.4. Dewleta Sosyal û Demokrasî

Lîberalîzmê wisa bawer dikir ku bi rêya hilbijartinên giştî yên ku dengên wekhev tên bikaranîn, dê demokrasiya siyasî pêk were. Bi rêya qanûnên arz û talebê yên ku sîstema piyaseyê bi rêve dibin jî demokrasiya sosyal û ekonomîk pêk were. Ev teorî bi awayekî qismî ji aliyê kapîtalîzma reqabetkar ve dikaribû pêk bihata. Lê di sedsala nozdehan (XIX) de kapîtalîzma reqabetkar cihê xwe ji kapîtalîzma monopolkar re hişt, rêvebiriyên şîrketên ekonomîk ji destên kesên berastîn (tuzel) derketin û ketin bin destên şîrketan. Êdî biryarên ekonomîk ne bi tesîra herkesî an ne bi hukmê piyaseya serbest dihatin girtin, ji aliyê monopolan ve, kartelan ve, tröstan ve li gorî berjwendiyên wan dihatin girtin. Monopol çawa ku qada ekonomîk li gorî berjwendiyên xwe bikar tîne her wisa dikare qada siyasî jî bixe bin bandora xwe. Bi vî awayî ew demokrasiya qismî ya qadên siyasî, civakî û ekonomîk jî ji holê rabû. Bi pêşengiya çîna karkeran birrên kedkar di warê peydakirina mafan de di berxwe daye, li gel berxwedana wan bi xêra piştgiriya lîberalan modela dewleta sosyal pêk hatiye.

Li gorî feraseta dewleta sosyal gava ku demokrasiya ekonomîk û sosyal jixweber nemeşiya divê dewlet mudaxale bike. Ev yek jî dê bi tekûzkirinê qanûnî û wergirtina berpirsyariya dewletê ya di warê rayagiştî de pêk were. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo başkirina birînên şer û rewşa ekonomîk ya nebaş di warê civakî û ekonomîk de hinek tekûzkirin hatine çêkirin. Bi pêşketina pêvajoya demokratîk re, tekûzkirinên di warê ekonomîk û sosyal de dê bibin mijarên tekûzkirinên makezagonî. Bi vî awayî dewleta lîberal ya sedsala bîstan ne tenê berpirsê tesîskirina edaletê û parastina ewlehiyê ye, di heman demê de berpirsê parastina mafên sosyal e jî.

Dewleta sosyal ji bo pêşxistina demokrasiya ekonomîk, qadên dewletê yên sosyal û ekonomîk jî tevlî pêvajoya demokratîk kiriye û hiştiye ku van qadana jî siyasî bin. Biryarên sosyal û ekonomîk him di asta şîrketan de him di asta dewletê de tên girtin. Ji bo pêşxistina demokrasiya ekonomîk gava di asta şîrketan û dewletê de biryar hatin girtin divê kesên ku tesîrê ji van biryaran digirin jî beşdarî pêvajoya girtina biryaran bibin.

Biryarên ku di asta şîrketan de tên girtin xebatkarên wan şîrketan jî eleqedar dike ji ber wê yekê divê ew jî beşdariyê li rêveberiyê bikin. Li gorî feraseta dewleta sosyal xebatkar jî bi saya nûnerên xwe beşdariyê li rêveberiyê dikin li cihê karên xwe. Beşdarbûna rêveberiya karkeran, çawaniya rêveberiya rêvebiran nîşanî karkeran dike. Di hinek mijaran de dibe ku karker û rêveber bi hev re wê şîrketê bi rêve bibin. Beşdarbûna rêveberiyê ya xebatkaran, dikare di warê çareserkirina hinek mijarên sosyal û ekonomîk de rêveberiyê bike rêveberiyeke hevpar. Tevî vê yekê jî “Di sîstema dewleta sosyal de, beşdarbûna xebatkaran ya li rêveberiyê, îmtiyazên mafê mulkiyeta taybet ji holê raneke, karder mafê rêveberiya cihê kar û qezenca cihê kar tim di destê xwe de dihêle.”[15]

Li gorî feraseta dewleta sosyal di asta netewî de ji bo pêşxistina demokrasiya sosyal û ekonomîk li gel temsiliyeta siyasî divê di heman demê de temsîliyeta korporatîf jî hebe. Ji ber ku lîberalîzm dewletê û civakê bi ferdan û îradeya ferdan rawe dike, di demokrasiya siyasî de hukmê temsîliyetê tenê di destê ferdan de ye. Her hemwelatî bi arava temsîliyeta siyasî beşdariyê li rêveberiya dewletê dike. Parlamenterên ku tên hilbijartin ne tenê nûnerê herêmekê an jî kesên ku ew hilbijartine ye, di heman demê de nûnerê neteweyê ye jî. Li gorî feraseta dewleta sosyal, bingeha civakê ferd û saziyên ku ferdan ava kirine pêk tînin. Ji ber vê yekê jî divê saziyên ku ferdan ava kirine di binyada dewletê de werin temsîlkirin. Navê vêya jî temsîliyeta korporatîf e. Temsîliyeta korporatîf; temsîlkirina saziyên wek sendîkayan, saziyên pîşeyan, yekîneyên çandiniyê, rêxistinên mezaxkaran e. Li gorî vê rewşê di dewleta sosyal de divê du meclîsên ji hev cuda hebin. Ya yekem, meclîsa ku netewe temsîl dike, ewa din jî ya meclîsa korporatîf ya ku nûnertiya saziyên sosyal û ekonomîk dike.

Lê ji bo avakirina meclîsa korporatîf gelek pirsgirêkên teorîk û pratîk yên ku çareseriyên wan zehmet in hene. Beriya her tiştî korporatîf li dijî prensîba serdestiya netewî ye. Di lîberalîzmê de çavkaniya deshilatê, neteweya ji ferdan pêhatî ye. Di temsîliyeta siyasî de parlamenterên ku tên hilbijartin yekser neteweyê temsîl dikin. Di temsîliyeta siyasî de li gorî rêgeza wekheviyê her ferdek xwediyê mafê dengdayînê ye. Di temsîliyeta korporatîf de ji bo ku ferd dikare bibe endamê gelek saziyan, her ferdek dibe xwediyê mafê dengdayînên zêdetir. Di vê pêvajoya me de di warê sosyal û siyasî de gelek sendîka û saziyên pîşesazî û ekonomiyê hene. Temsîlkirina van saziyan hemûyan bi carekê di warê pratîk de zehmet e. Nêrîna temsîliyeta korporatîf him ji ber van pirsgirêkan him jî ji ber ku di Şerê Duyemîn yê Cîhanê de li welatên wek Îtalya, Îspanya û Portekualê demokrasî têk çû û di heman demê de demokrasî li van welatan bû sedema avabûna faşîzmê, vê nêrînê rûmeta xwe û pêbaweriya xwe wenda kir.

Di feraseta demokrasî ya vê roja me de saziyên sosyal û ekonomîk êdî ne bi rêya meclîsên korporatîf, wek lijneyên şêwirmendiyê yên bi qanûnan hatine avakirin bûne saziyên pestandinê û tesîrê li siyasetê dikin.[16]

Hinek nivîskaran dema navbera salên 1945-1970yî wek “Serdema zêrîn ya dewleta sosyal” bi nav kirine. Di vê demê de lêçûnên welatên pêşveçûyî nêzî du qatan zêde bûye. Lê polîtîkayên dewleta sosyal yên wê demê, rêjeya qezenca sermayeyê kêm kiriye.[17] Du pirsgirêkên din jî ev in: Şolîbûna ji ber rûxîna sîstema Bretton Woods ya sala 1971ê û kêmasiya butçeyan ji ber lêçûnên sosyal. Şoka petrolê ya yekem (1973-75) û şoka petrolê ya duyem (1979-80) qeyrana heyî xirabtir kiriye. Herdu şokên petrolê bi awayekî yekser tesîrên stagflasyonê (Di nava rewşeke rawestiyayî ya ekonomîk de qewimîne enflasyonê) li welatên ku petrol îtxal dikirin kir, welatên din jî bi awayekî neyekser tesîr ji vê rewşê girtin. Li van welatan performansa xurtbûnê daket, enflasyon û bêkarî zêde bû.

Ji ber van faktoran qeyrana komkirina sermayeyê rû daye û him di warê teorîk de him di warê sepandinên şênber de dewleta sosyal ji qîmetê de ketiye û bi vî awayî demeke nû dest pê kiriye. Dema navbera salên 1978 -1980yî jî wek “Dema zîvîn ya dewleta sosyal” bi nav kirine. Hêzên serdest hewl dane ku sedema qeyrana heyî wek modela dewleta sosyal nîşan bidin û vê baweriyê bilind bikin. Ji ber vê fikrê, di lêçûnên civakî de hinek qutbûn çêkirine. Bi vî awayî modela dewleta sosyal hatiye bêrûmetkirin û li şûna wê neolîberalîzma takekesî derketiye pêş. Li gorî neolîberalîzmê ne rast e ku meriv ji dahata kesên jêhatî û bikêrhatî bacê bigire û wê bacê bide kesên bikêrnehatî û keslan (terral). Ev nêrîn piştî demekê li Îngilistanê ji aliyê Margaret Thatcher ve (1979) li Amerîkayê jî ji aliyê Ronald Reagan ve (1981) wek polîtîkaya hukumetê hat qebûlkirin.

Bi vî awayî dewleta sosyal dê wek sedema hemû qeyranan bihata dîtin û di encamê de bihata tasfiyekirin. Li şûna wê jî dê modela neolîberalîst bihata danîn. Armancên neolîberalîzmê gihaştina rêjeya herî kêm ya bacê, hêza kar ya herî erzan û lêçûnên sosyal yên herî kêm in.[18]

  1. Neolîberalîzm

Mudaxaleya aktîf ya dewleta sosyal di derbarê ekonomiyê de, hiştibû polîtîkayên wê yên ku îstihdamê diafirînin û poltîkayên wê yên ku dewlemendiyê ji nû ve belav dikin, ji feraseta ekonomik-polîtîk ya dewleta liberal gelekî dûr bikeve. Ji ber van pêşketinan giregirên polîtîk û ekonomik yên çîna bûrjûwayê û komên sermayeyê yên mezin berjewendiyên xwe di bin tehdîtê de didîtin. Çareseriya ku ji vê tehdîtê re dîtibûn, li şûna ekonomiya dewleta sosyal û polîtîkayên wê, bicihkirina lîberalîzma klasîk bû. Bi vî awayî ji 1960î û şûn ve polîtîkayên dewleta sosyal rexne kirin û nêrîna “Bihêlin bila bikin”ê ya lîberalîzma klasîk parastin. Vê lîberalîzma klasîk ya nû jî wek neolîberalîzmê bi nav kirin. Neolîberalîzm, feraseta ekonomîk ya lîberalîzma klasîk e, di heman demê de em dikarin bibêjin neolîberalîzm ji nû ve vegotina ekonomiya piyaseya serbest û ji nû ve vegotina ticareta serbest ya derveyî ye.

Polîtîkayên ekonomiya neolîberal meriv dikare wisa rêz bike; xwemalîkirina fîrmayên dewletê û rayagiştî, dawîlêanîna mudaxaleyên ekonomik yên dewletê, sînordarkirina subvansiyonan, bi rêya kêmkirina lêçûnên sosyal kêmkirina lêçûnên rayagiştî, him di warê kartêkeriyê de him jî di warê personelan de biçûkkirina dewletê, ji holê rakirina qûra serbest ya diwîzan û derbasbûna qûra bipêl, ji bo pêşxistina piyaseyên navnetewî serbestberdana hereketên sermayayê yên global, di rêjeyên bacan de daxistin, serbestkirina ticaretê, îtxalatê û endustriyê, sistkirina standardên parastina xwezayê, piyaseya hêza kar ya guherbar.

Wekî ku ji van taybetiyên wê jî tê famkirin, neolîberalîzm û lîberalîzma klasîk di warê taybetiyên xwe de heman tişt in. Di warê çawaniyê de ferqek di navbera wan de tuneye. Ji ber wê jî ramangêrên lîberal an jî alîgirên lîberalîzmê xwe ne wek neolîberal wek liberal pênase dikin. Lê di warê saziyan de, di navbera wan de hinek ferq hene. Di dema lîberalîzma klasîk de sîstema pere, li ser standarda zêran ya klasîk û bi vê yeke ve girêdayî li ser sîstema qûra sabît dimeşîne. Di dema neolîberalîzmê de jî sîstema pere, sîstema global ya fînansê ya bi endeksa dolar ve û bi vê yeke ve girêdayî li ser sîstema bipêl ya qûran dimeşîne. Ferqa din jî, di dema neolîberalîzmê de hebûna du saziyên bi hêz yên wek IMF û Bankaya Dinyayê ye. Ligel hebûna dewletên bi hêz, polîtîkayên ku IMF û Bankaya Dinyayê jî meşandine, hiştine ku neolîberalîzm li seranserê dinyayê bibe feraseta serdest. IMF û Bankaya Dinyayê ji welatên ku ji wan deyn dixwazin, şertê sepandinên xwe yên bi navê “Reformên Binyadî” didin pêş wan.

Weke ku li jorê jî hatiye diyarkirin polîtîkayên neolîberalîzmê li Îngilîstanê ji aliyê rêveberiya Thatcherê ve li YDAyê jî ji aliyê rêveberiya Reagan ve hatiye sepandin û heya roja me jî bi vî awayî dimeşin. Polîtîkayên neolîberal him li welatên emperyalîst him li welatên din, di warê serwet û dahatê de newekhevî zêdetir kiriye. Dahatên karker û kedkarên di piyaseyên kar yên guharbar de, li hemberî enflasyonê gelek hindik zêde bûne û van birrên karker û kedkaran feqîrtir bûne. Ji bo ku em bikaribin merkantîlîzmê, lîberalîzmê, dewleta sosyal, neolîberalîzmê baş fam bikin û rejîma neomerkantîlîzmê ya ku em ê li rûpelên pêş li ser rawestin baş nas bikin û divê em li sîstemên pereyan bikolin.

  1. Sîstemên Pereyan 
  1. 1. Sîstema Yek Metalî

Di sîstema yek metalî de tenê pereyekî metalî tê bikaranîn. Ango di vê sîstemê de tenê pereyên zêrîn an jî zîvîn tê bikaranîn. Ji sîstema yek metalî re sîstema monometalîzm jî tê gotin.

  1. 2. Sîstema Cot Metalî

Piştî Şoreşa Endustriyê ji ber ku him ekonomiyên welatan him jî tîcareta navnetewî bi lez pêş ket, vê yekê taleba pere jî zêde kir. Ji ber ku stokên zêran yên dewletan jî têr nekirin, pereyên zîvîn jî hatin derxistin û bi vî awayî sîstema cot metalî derket holê. Di sîstema cot metalî ya pere de, him pereyên zêrîn him jî pereyên zîvîn tên derxistin. Ji sîstema cot metalî re bîmetalîzm jî tê gotin. Sîstema cot metalîzmê, di destpêka sedsala hijdehan (XVIII) de li Awropayê û Amerîkayê wek pereyê resmî hatiye qebûlkirin û di heta çaryeka ewil ya sedsala nozdehan (XIX) dewam kiriye. Vê sîstema cot metalî ya pereyan, di pêşiyê de baş meşiya bû lê di dawiyê de likumîna wê bivênevê bû. Her demê li dinyayê hilberîna zîvan ji ya zêran zêdetir bû. Ji ber vê yekê jî tevahiya pereyê zîvîn ji tevahiya pereyê zêrîn zêdetir bûye. Ev yek jî bûye sedem ku parîteya nav herdu pereyên metalî xera bibe.

Ji ber ku stokên zêr û zîvan timî diguherî dewletên ku sîstema cot metalî ya pereyan hilbijartibûn li hemberî diyarkirina parîteyê pêdivî bi revîzyonan didîtin. Lewre sîkeyên zêrîn û zîvîn bi hev re arza pere çêdikirin û li hemberî wan tenê taleba pereyekî heye. Ango taleba pere wek taleba pereyê zêrîn û zîvîn ne cuda bû. Li piyaseyê stokê pereyê zîvîn ji ber ku ji stoka pereyê zêrîn zêdetir bû, hêza stendina pereyê zîvîn ketibû, lewre pereyê zîvîn di nav piyaseyê de zêdetir bûbû. Sînorekî ekonomiyan heye li hemberî zêdekirina prîma pereyê zêrîn. Heke ev sînor were derbaskirin dê qanûna Gresham bikeve dewreyê. Li gorî vê qanûnê, heke du pereyên metalî yên ku qîmeta wan ya nomînal wek hev be lê qîmeta kulçeya wan ji hev cuda be, ji wan pereyan yê kulçeya wê bilind be ji piyaseyê tê derxistin. Bi gotineke din pereyê xirab pereyê baş ji sîrkulasyonê derdixe. Di çîrokê de pereyê xirab pereyê zîvîn yê ku daîmî qîmeta wî dikeve ye, pereyê baş jî pereyê zêrîn yê ku daîmî prîm li xwe zêde dike ye. Meşandina qanûna Gresham bi du aliyan de bûye. Yan mirovan israr kirine ku lêçûn bi pereyê zêrîn were kirin û ji qebûlkirina pereyê zîvîn xwe şunda kişandine. Bi vî awayî pereyê zîvîn bi awayekî fiîlî ji tedawulê rabûye. An jî pereyê zêrîn hatiye helandin û wek kulçe vegeriyaye piyaseyê. Her çiqas di nava welêt de qîmeta stendinê ya pereyê zîvîn û bihayê kulçeya zîvan wek hev dîtin jî ji ber cudabûna bihayê kulçeyê zîvan yê navnetewî dîsa dê metal ji welat derkeve, dîsa pereyê xirab dê pereyê baş biqewirîne. Ji ber van sedeman ji sala 1816an û vir de Îngilîstanê sîkeyên zîvîn ji tedawulê rakiriye û tenê sîkeyên zêrîn bikar aniye. Ligel vê yekê jî welatên wek Fransa, Holland û Çînê sîstema cot metalî bikar anîne. Bi vî awayî ji destpêka sedsala hijdehan (XVIII) heta 1870yî sîstema cot metalî hatiye sepandin.

  1. 3. Sîstema Zêran ya Klasîk (1870-1914)

Sîstema zêran ya klasîk sîstema pereyan ya ku di navbera salên 1870-1914an de hatiye sepandin e. Di vê sîstemê de qîmeta pereyê netewî yê kaxizîn li gorî rêjeyeke giranî û eyara zêran dihat nirxandin. Kê gava meriv xwest, meriv dikaribû zêran bi pereyan, pereyan jî bi zêran biguherîne. Di vê demê de bûhayê pereyekî kaxizîn yan jî nirxê wî yê beramberê zêr, di navbera %20 û %100î de bûye.

Beriya sîstema zêran ya klasik, sîstema cot metalî ya pereyan di meriyetê (tedawulê) de bû. Sîstema cot metalî ya pereyan li ser zêr û zîvan bû, herdu metalên ji hev cuda sîstema pereyan ya wê demê bû. Di sîstema cot metalî ya pereyan de ji ber ku zîv timî bi şûn ve diket di piyaseya navxweyî de bêhevsengiyê rû dida û li aliyê din jî ticareta navnetewî bi awayekî neyînî diket ber tesîra vê sîstemê. Ji ber van pêşketinên neyînî dewletên Awropayê û YDA dev ji sîstema cot metalî ya pereyan berdan û derbasî sîstema zêran ya klasîk bûn. Sedemeke din ya ji sîstema cot metalî ya pereyan derbasbûna sîstema zêran ya klasîk jî ev bû ku li şûna nêrîna merkantîlîzmê nêrîna ekonomiya lîberal rûmet girtibû. Di dema sîstema zêran ya klasîk de, rewşa ekonomiyên welatên pêşketî îstikrara xwe parastine ango di wê demê de enflasyon çênebûye. Teknolojî bêyî ku bikeve nav arîşeyekê û îstihdamê peyda bike, pêşketina xwe dewam kiriye. Berhemdariya ji ber pêşketina teknolojik, zêdebûna xwe dewam kiriye û standardên jiyanê bilind kiriye. Ev dem, dema ji kapîtalîzma mêtinkar derbasbûna dema kapîtalîzma emperyalîst e. Di vê demê de, tevahiya dinyayê xistine rewşa mêtingehê an jî nîvmêtingehê.

Di destpêka sedsala bîstan (XX) de welatên emperyalîst ji bo derbaskirina qeyranên ekonomîk û dewamkirina xurtbûna xwe, ketina nava hewldana ji nû ve parvekirina dinyayê. Vê hewldanê hiştiye ku sîstema zêran ya klasîk were rûxandin. “Di 28ê Tîrmeha 1914an de Împaratoriya Awûstûrya Macarîstanê şer li hemberî Sirbîstanê îlan kiriye. Di 30ê Tîrmehê de borsayên Amsterdam, Parîs, Madrîd, Roma, Berlîn, Viyena û Moskoyê hatine girtin. Brîtanyayê û hemû dewletên mezin vegera pere ya li zêran rawestandine. Di 31ê Tîrmeha 1914an de roja Îniyê, li Îngilîstanê tiştekî seyr diqewime û borsaya Londrayê tê girtin.”[19]

Beriya Şerê Cîhanê yê Yekem, beramberiya pereyê netewî yên dewletên Awropayê hebû. Lê gava şer destpê kir diviyabû van welatana ji bo lêçûnên şer pere çap bikirana. Ji ber vê yekê jî dev ji standarda zêran ya klasîk berdan. Ji ber texrîbata şer, qeyrana mezin ya 1929an û piştre jî rûdana Şerê Cîhanê yê Duyemîn, van dewletana neşiyan pereyên xwe bigihînin standarda zêran. Gava dem hat sala 1944an stokên zêran yên welatên din gelek jê hatibûn xwarê lê di xezîneya YDAyê de ji tevahiya stokên zêrên dinyayê, ji sê paran du par hebûn. Di vê rewşê de tenê beramberiya dolarê YDAyê hebû li zêran. Bi vî awayî di navbera salên 1914-1944an de sîstemeke rezerva pereyan tunebû. Di vê demê de di warê ekonomîk de kaosek hatibû jiyîn. Di vê pêvajoyê de YDA ji alîyê aborîyê ve gelek mezin û hêzdar bû, bi serkêşîya wê sîstema Bretton Woods hate pêkanîn û bi vê sîstemê karîn ji kaosê derbikevin.

  1. 4. Sîstema Bretton Woods (1944-1973)

Sîstema Bretton di Tîrmeha sala 1944an de li bajarokê Bretton Woodsê (YDA, Eyaleta New Hamspire) di encama Konferansa Pere û Fînansê ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin. Vê sîstemê xwe spart sîstemeke hevpar ya pereyan. Yên ku beşdarî li konferansê kirin diviya pergala pereyên hevpar qebûl bikirana. Di eslê vê sîstemê de qebûlkirina beramberiya dolar ya li hemberî zêran hebû.[20] Di encama peymana Bretton Woodsê de biryar hat dayîn ku Fona Pere ya Navnetewî (IMF) û Bankaya Dinyayê (World Bank) were avakirin. Piştre jî di sala 1947an de Tarîfeyên Gumrukê û Peymana Giştî ya Ticaretê (GATT) hatine îmzekirin.

Taybetmendiyên sereke yên Bretton Woodsê ev in: 1- Pereyê ku kare bi zêr bête guherîn, tenê dolarê YDA ye, onsek zêr wek 35 dolar hatiye diyarkirin. 2- YDAyê taahut kiriye ku dolarên di destên biyaniyan de bi beramberiya 35 dolar/onsî wergerîne zêran. 3- Qîmeta pereyên biyanî li gorî dolar hatiye diyarkirin û qîmetên wan li cem IMFyê hatiye tomarkirin. 4- Heke di qîmeta pereyê dewletekê de bêhevsengî derkeve, ew dewlet dikare li hemberî dolar qîmeta pereyê xwe biguhere. Di rewşên wisa de rêjeya devaluasyonan an jî revaluasyonan herî zêde dikare bibe ji %10. Ji bo ku revaluasyon an devaluasyoneke bikare ji %10ê zêdetir bibe, divê erêkirina IMFê bigire. Bi vî awayî her dewletekê pereyê xwe li gorî dolarê YDAyê endeks kiribû û ji ber ku dolar jî dikaribû wergere zêran, pereyên netewî yên din jî dikaribû bi awayekî beramberiyê li zêr bike. Jixwe di çarçoveya Bretton Woodsê de (1944-1971) “Tenê qûra ku nikaribû were guhertin bihayê dolar û zêr bû. Zêr tekane mîhenga vê sîstemê bû.”[21] Bi vî awayî YDAyê qebûl kiribû herkesê ku 35 dolarî bide wan, ew dê li beramberî wê 1 onsa zêr bide wan.

Ticareta derveyî ya YDAyê ket kêmasiyan û YDA ket nav welatên deyndar, di heman demê de welatên Awropî jî di warê ticareta derveyî de zêdeyî çêkir bi xwe re. Ev yek bû sedem ku dewisandin li ser dolar çêbibe. Li gel van pêşketinan di heman demê de lêçûnên leşkerî yên dema şerê sar, şerê Vîetnamê û zêdebûna lêçûnên sosyal hişt ku kêmasiya butçeyê zêdetir bibe. YDA ji bo peydakirina beramberiya van kêmasiyan bêgav ma ku timî dolaran çap bike. Lê bi qasî beramberiya dolarên ku dihatin çapkirin stokên zêran nemabûn bi YDAyê re. Di serî de Fransa û êdî gelek dewletên din jî baweriya xwe ya li hemberî dolar wenda kirin. Xwestin ku dolarên di destê xwe de wergerînin zêran. YDAya 15ê Tebaxa 1971ê di bin serokatiya Nixon de daxuyanîyek belavkir ku ji ber tengasiyên ekonomîk dê nikaribin zêran bi dolaran bidin. Jixwe Nixon gotibû em dê bi awayekî derbasdar guhertina zêran ya bi dolaran bidin rawestandin. “Vê rawestandina derbasdar ne çareseriyek bû ji bo welatên wekî Fransayê ku li bendê bûn dolarên di destê xwe de ji ser parîteyeke nû wergerînin zêran. YDAyê li gorî Peymana Smithsonianê, di 1ê Berfanbara 1971ê de bi awayekî teknîkî mîqdarê zêrê beramberê dolar ji 35 dolar/onsê derxist 38 dolar/onsê û bi vê yekê jî hewl da ku qîmeta dolar biparêze. Di Îlona 1973an de li hemberî onsa zêr dolar derket 42.22an û bi vî rengî qîmet wenda kir. Lê di eslê xwe de van devaluasyonan li gorî formalîteyê dihatin kirin, lewre ji Tebaxa 1971ê û vir ve li YDAyê konvertîbilîteya (pevguherîn) dolar nemabû. Di 19ê Adara 1973an de piraniya dewletên mezin derbasî qûra bi pêl dibin. Di Pûşbera 1971ê de IMF bi awayekî fermî zêran ji sîstema pere derdixe û derbasî pergaleke ku xwe dispêre mafê kişandina taybet (SDR). (Gava SDR di 1969an de derdikevin beramberî zêran in, lê gava dem tê 1973yan SDR tên halê pereyê îtibarî). Di sala 1976an de Kongreya Amerîkayê peyva zêr û zîvê ji hemû pênaseyên dolaran davêjin.”[22] Bi vî awayî di sala 1973yan de derbasî qûra bi pêl dibin.

  1. 5. Sîstema Qûra Bi pêl (Sîstema Fînansa Global ya Bi Dolar ve Endekskirî)

Di sîstema qûra bi pêl de beramberiya tu pereyan li hemberî zêran nemaye. Jixwe li cihê ku pere bi beramberî zêran be, qûra bi pêl çênabe. Temînata pereyan tenê dewlet in û baweriya dewletan ya bi ekonomiya xwe ye. Di vê rewşê de ji bo ku dolar di piyaseya fînansî ya dinyayê de wek pereyê rezerv bimîne diviyabû YDA xwediyê temînatê bûya û di warê ekonomîk de jî li ser bûya. A rastî di salên 1970yî de jî wek van rojên me, YDA xwediyê ekonomiya herî bi hêz bû. Di salên 1970yî de taleba petrolê zêde dibû û diyar bû ku ev rewş dê wisa bidome. YDAyê hewl da di warê petrolê de karbidest be, ji bo ku bikaribe sîstema hegemonîk ya dinyayê di destê xwe de bihêle, rêyek jî ev bû. Ji bo pêkanîna vê yekê bi Erebistana Siûdî re di warê petrolê de peyman çêkir. Di salên 1972-1973yan de bi malbata qraliyetê re di berdêla parastina îqtidara malbata qraliyetê de peymanek çêkirin da ku êdî petrolê tenê bi dolaran bifiroşin. Piştre welatên OPECê jî beşdarî li vê peymanê kirin û qebûl kirin ku petrol tenê bi dolar were firotin. Bi xêra vê peymanê êdî beramberiya dolar li petrola ku kana herî girîng ya dinyayê ye heye.  Sedema ku dolar di piyaseya fînansî ya dinyayê de heye, beramberiya wê ya bi petrolê ye.

Di piyaseya dinyayê ya fînansê de heke pereyek wek rezerv were qebûlkirin divê gava meriv taleb bike meriv xwe bi hêsanî bigihîne wî pereyî. Ji bo ku sîstema ekonomîk ya YDAyê jî bikare xwe bide meşandin, divê timî dolar îxracî dinyayê bike. Ev jî tê wateya kêmasiya ticareta derveyî û deyndarbûnê. Heke YDA hewl bide di ticareta derveyî de kêmasiyê neke, zêdekirinê bike dê hemû dolarên dinyayê li welatê xwe kom bike. Ev yek jî dê zehmettir bike ku dolar bibe pereyê rezerv ji ber ku di piyaseya fînansê ya global de peydakirina dolar dê ne hêsan be. Jixwe kêmasiyên YDAyê yên tîcareta derveyî û deynên wê, unsûreke sîstema peydakirina lîkîdîteya sîstema ekonomîk ya global e. Heya dolar pereyê rezerv be, divê YDA timî deyndar be li dinyayê. Helbet ev deynekî bi rastîn e û mîqdareke zêde ye. Lê ji ber ku ew dolar bêyî beramberî çap dikin, dikarin deynê xwe bidin. Bi vî awayî maliyeta deynê wan ê derve, tenê malîyeta çapa dolarê wan e.

Di navbera salên 1971-1980yî de dolar li her derê dinyayê belav bûbû û bûbû sedema pirrbûna lîkîdîteyê. Êdî hemû pirsgirêkên ekonomik, dê bi rêjeyên faîza kêm, bi krediyên erzan û rihet û bi pereyê erzan bihatana çareserkirin. Ji vir û şûnde dê qeyranên ekonomîk neqewimiyana. “Lê pereyê erzan nayê wateya çareserkirina qeyranên fînansî. Di sala 1982yan de qeyrana deynê Amerîkaya Latîn, di sala 1994an de qeyrana peso ya Meksîkayê, di sala 1988an de qeyranên fînansî yên Asya û Rûsyayê û di navbera 2007an û 2009an de jî qeyrana global rû da.”[23]

Ji bo çareserkirina van qeyranan rêbaza xelaskirina bankayên îflaskirî û bi vî awayî berîlêgirtina bankayên mezin şopandin. Ji ber ku satandarteke zêr tunebû, pere di rewşeke elastîk de bû. Êdî tu sînor ji bankayên merkezî re tunebû ku pere çap bike û bi karê swapê (mubadele) an jî bi garantiyan lîkîdîteyê pêk bînin. Pere êdî bêhed û bêhesab e û gelekî erzan e, hetta meriv dikare bibêje bêmesref e.

“Rêbaza çareserkirina dubarebûna qeyranan-krîzan, di sala 2008an de bi garantîkirina fonên piyaseya pereyan û hemû hesabên bankayan ji aliyê Lijneya Tekûzkirina Bankageriyê ya Amerîkayê ve derket asta herî jorîn. FED ji bo bankayên xwe vejîne bi trîlyonan pere çap dike û bi ECByê jî bi trîlyonan dolaran karê swapê dike. Ji bo li Awropayê sektora bankayê geş bibe pêdiviya ECByê bi van dolaran heye.”[24] Di krîza mezin ya sala 2008an de ji bo bankayê binketî ji îflasê xelas bike û ekonomiya global geş bike, FEDê ji çar trîlyonan bêtir dolar çap kir. Di destpêka sala 2008an ya ku FEDê ev sal wek sala destpêka krîzê bi nav kiribû de bîlonçoya wê 800 mîlyar dolar bû, lê di sala 2015an de ev hejmar gihaşt 4,2 trîlyon dolaran. Heke FED di krîzeke din de heman rêbazê bikar bîne dê bîlonçoya xwe bigihîne bîst trîlyon dolaran. Ev reqem hema hema bi Hasilaya Mîllî ya Gayrîsafî ya YDAyê re beramber e.[25] Heman pirsgirêk ji bo bankayên merkezî yên welatên pêşketî yên din jî derbasdar e.

Li gorî projeya giregirên welatên pêşketî heke ekonomî xwe bigihîne asteke bilind, êdî bankayên merkezî dê dev ji piştgirîdayîna ekonomiyê berdin. Lê ev proje neçûye serî. Lewre xurtbûna ekonomiya welatan li gorî dilê wan pêknehatiye, berepaşî wê xurtbûna wan pir qels maye. Di roja îro de jî ji bo ku sermaye bikare xwe xurt bike û merkezîbûna xwe bidomîne pêdiviya bankayên merkezî bi polîtîkayên pere heye.

Giregirên ekonomîk û polîtîk yên welatên pêşketî li bendê ne ku krîzeke ji krîza sala 2008an mezintir biqewime. Tenê li bendê namînin di heman demê de tevdîrên xwe jî digirin. Lewre di krîza mezin ya pêşiya me de dê FED nikaribe wek rabirdûyê lîkîdîteyê pêk bîne. Heke YDA serî li çapkirina dolaran bixe wê bikeve nava “Bêçaretiya Triffin”. Vê bêçaretiya ekonomîk di sala 1960î de ji aliyê ekonomîstê Belçîqayî Robert Triffin ve li kongreya Amerîkayê hatiye aşkerekirin. Li gorî Triffin, welatê kê pereyê global yê rezerv çap dike divê ji bo berdewamiya hacima ticaretê timî di butçeya xwe de bikeve kêmasiyê. Lê welatê ku dema dirêj di butçeya xwe de kêmasiyan bide jî divê îflas bike. Di rewşeke wisa da şirîkên ticarî ji ber ku baweriya xwe dê bi pereyê nirxketî nebînin li şûna vî pereyî dê li pereyekî din bigerin.”[26] Li şûna sîstema global ya ekonomîk ya îroyîn, lêgerînên alternatîf yên vê sîstemê destpê kirine. Ji ber ku di serî de Çîn û ji bilî wê jî gelek dewletên din baweriya xwe ya bi dolaran wenda kirine, bi lez dest bi stokkirina zêran kirine. Bi vî awayî sîstema fînansê ya global ya ku li gorî qûra dolar dixebite ketiye nava qeyranê. SDR dikarin vê qeyranê çareser bikin. “Lewre ji ber ku yê SDRyan çap dike tenê IMF ye û ne welatek e, di butçeya xwe da nakeve kêmasiyê. Di çapkirina mîqdarê SDRyan de sînorê pêbawerbûnê tune ye. Tu şirîgekî ticarî yê ku SDRyên IMFyê qebûl neke nîn e. IMF yê hemû şirîgên ticarî yên cîhanê ye. Li gorî polîtîkaya pere ya normal SDR nayên îxrackirin. Van qaxizana ji bo xelaskirina saziyekê an jî welatekî nayên çapkirin. Sedema bingehîn ya hebûna SDRyan ew ku di krîzên lîkîdîteyan de an jî di dema wendakirina pêbaweriya pereyên din de zêdekirina lîkîdîteyê ye.”[27]

Ya rastî hinek îşaret nîşan didin ku SDR dê bibe pereyê cîhanî. “Di 25ê Adara 2009an de wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê diyar kir ku ne li hemberî bikarînan SDRyê ne, di derbarê pirsa îxrackirina SDRyan de li ser pirsa rojnamevanakî gotibû. “Bi rastî em ji vê yekê re vekirîne”. Her çiqas ev pêngav ji kesî re radîkal nehatibe jî di eslê xwe de ji bo kuştina dolar pêngavek hêdî û bêdeng bû. Pêngava din ya ku ji bo pereyê cîhanî hatibû avêtin jî xistina yûanê Çînê yê di nav SDRyê de bû. Di sala 2015an de lijneya rêvebiriya IMFê ev biryar girtibû. Di nav selika SDRyê de sterlîn, avro û yen heye û ev biryar bi temamî siyasî ye. Lewre yûan ne rezerva pereyê birastîn û herî kêm e, heta deh salan jî dê ne rezerva pereyê birastîn be. Ji bo yekeya pereyê rezerv piyaseyên tahvîlê yên lîkîd, amûrên hedgingê (parastina ji rîskê), fînansmana repoyê, mekanîzmayên saziyên mubadeleyê yên çalak û sîstemeke qanûnî ya tekûz divê. Li Çînê ji vana yek jî tune ye… Tenê çend hefte li ser qebûlkirina IMFê ya yûanê Çînê yê ji bo sepeta SDRyê derbas bû, berdevkê Mêclîsa Nûneran ya Amerîkayê Paul Ryan xalek din jî xist nava pêşnûmaya qanûnan û pêşniyar kir ku mafê dengdanê yê Çînê yê di nava sîstema IMFê de biguherînin.”[28] Ji bo ku Çîn xwediyê rezerva çar hezar ton zêr bû û bi berdewamî zêr distend ev maf dan Çînê. Beramberî vêya YA (Yekîtiya Awropayê) xwediyê deh hezar ton zêrî, YDA xwediyê heşt hezar ton zêrî û IMF jî xwediyê sê hezar ton zêrî ye. Hal ew e YDA û karbidestên welatên pêşketî yên din di axaftinên xwe de zêr gelekî biçûk dikin. Digel vê yekê welatên pêşketî di demên ku qîmeta pereyê wan kêm bibe de stoka zêran zêde dikin.

Di salên dawî de em dibînin ku welatên pêşketî dîsa berê xwe dane polîtîkayên parastvaniyê. Brexit, kedên parastina sînorên YAyê, şerên ekonomîk yên YDAyê û Çînê jî elametên vê yekê ne. Digel ku di salên dawî de ekonomiya dinyayê di nav resesyonê de ye, pandemiya Koronayê jî hişt ku krîzên ekonomîk û polîtîk yên welatan bi taybetî jî welatên pêşketî kûrtir bibe. Ev elamet nîşanî me didin ku neolîberalîzm û sîstema global ya bi dolar ve spartî êdî ber bi têkçûnê ve diçe. Pispor û lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin nîşanî me didin ku giregirên welatên pêşketî ketine nava peydakirina alternatîfeke nû. Lewre kapîtalîzm nikare xwe bi xwe bimeşe û bêyî ku ji der ve destekekê negire nikare hebûna xwe bidomîne. Di her dema rûxandina xwe de kapîtalîzm bi saya piştgiriya dewletê rabûye ser piya. Helbet dewletan ev yek jî bi alternatîfeke polîtîk û ekonomîk pêk anîne. Giregirên welatên pêşketî di wê baweriyê de ne ku krîza global ya pêşiya me dê ji krîza 2008an mezintir be û neolîberalîzm dê nikaribe krîzeke wisa ragire. Ev hemû îşaret nîşan didin ku alternatîfa neolîberalîzmê jî bi îhtimaleke mezin dê neomerkantîlîzm be.

  1. Neomerkantîlîzm

Wekî ku li jorê jî hatîye diyarkirin, Rojavayê Awropayê, di navbera salên 1500-1800î de bi sîstema merkantîlîst hatiye birêvebirin. Bi xêra vê sîstemê dewlemend bûne û di vê pêvajoyê de li ser meseleyên dewletê û ekonomiyê nîqaş kirine, di encama van nîqaşan de şîroveyên nû û fikrên nû derxistine holê. Bi vî awayî têgehên wek demokrasî, azadî, wekhevî û mafên takekesî derxistine pêş. Siyaset û ekonomiyê jî ji van nirxan tesîr girtiye, ew jî ji nû ve hatine şîrovekirin û teşedayîn. Fikra lîberalîzm ekonomîk û demokrasiya lîberal an jî siyasî jî, ji van pêşveçûna kedî bûye. Pêşiyê bi beşdariya Îngilistanê, dûre jî bi beşdariya welatên din yên pêşketî di dawiya sedsala hijdehan (XVIII) de sîstema lîberalîzma ekonomîk hatiye sepandin. Giregirên welatên pêşketî bi giştî ne bi awayekî îdeolojîk berê xwe dabûn fikrên lîberalîzmê, ticareta serbest û merkantîlîzmê, ji ber berjewendiyên ekonomiya kapîtalîst berê xwe dabûnê. Ticareta serbest û parastvanî du rûyên kapîtalîzmê ne û sepandineke alternatîf temsîl dikin ji bo kapîtalîzmê. Helbet di nav giregiran de kesên ji hev cuda difikirin jî hene. Yên ku li aliyê parastvaniyê ne neteweperwer in, yên ku li aliyê ticareta serbest in jî wek lîberalan tên binavkirin. Li gel vê yekê her çiqas bûyeran ji hev cuda binirxînin jî, kesên giregir di fikreke hevpar de dikarin werin cem hev. Wekî ku li jor hat zelalkirin, salên di navbera 1870-1914, 1944-1973, 1980-2008an de salên ticareta serbest in, dema navbera 1914-1944an dema parastvaniyê, piştî 2008an jî wek dema parastvaniya nû tê binavkirin. Ango di nav forma neolîberalîzmê de dest bi sepandina polîtîkayên astengiyên derveyî tarîfeyê hatiye kirin. Demên berfirehbûna ticareta serbest, di salê 1870-1914an de bi pêşengiya Îngilistanê, di salên 1944-1970yî de jî bi pêşengiya YDAyê pêk hatine. Lê di eslê xwe de polîtîkaya Îngilistanê ya di sedsala hijdehan de û polîtîkaya YDAyê ya di sedsala nozdehan (XIX) de parastvanî bû. Di roja me de polîtîkaya ticareta derveyî ya Çînê jî parastvanî ye. “Ji salên 1970yî û vir de li hemberî Amerîkayê, Çîn, Japonya, Kore û Taywan tedbîrên parastvaniyê digirin.”[29] Nexwe tê famkirin ku di heman demê de hinek dewlet dikarin ticaretên derveyî yên merkantîlst bikar bînin, hinek jî di heman demê de polîtîkayên lîberal bikar bînin.

Krîza 2008an ya global, di serî de ekonomiya YDAyê û ji bilî wê ekonomiya welatên pêşketî yên din jî biçûk kiriye. Ev yek jî bûye sedem ku ticareta navnetewî, hilberîn û îstihdam kêm bibe. Ji ber van bûyeran, gelek welatan ji bo parastina berjwendiyên xwe, di polîtîkaya xwe ya ticareta derveyî de di encama peymanên lîberal yên GATT (1948-1995) û WTOya ku dumahîka wê bû de, ne polîtîkayên parastvaniyê, ji dêvla wê politikaya parastvanîya nû yan jî polîtîkaya berastengên derveyî tarîfeyê tetbîq dikin. “Ji bilî tarîfeya gumrukê (ango sîstema nû ya ku li gumrukan tê sepandin), ji hemû amûr û polîtîkayên ku dibe berastengî li hember ticareta piyaseya serbest ya ku dihêle mal û xizmet bi serbestî tevbigerin re tê gotin polîtikaya berastengiyên derveyî tarîfeyê.”[30] Amûrên pêşîn yên berastengiyên derveyî tarîfeyê; antî dampîng, kota, di îtxalatê de baca lêzêdekirî, kêmkirinên îxracata kêfî û zehmetkirina îtxalatê ne.

Pêşiyê li YDAyê û dûre li gelek welatên din ên pêşketî ji bo ku dîsa saziyên endustriyê bikişînin welatên xwe hinek polîtîka, teşwîq û subvansiyonan disepînin. Piştî krîza fînansê ya global, ji bo ku saziyên endustriyê yên ku derketine derveyî welêt dîsa bi şûnde vegerînin welatên xwe, tevdîrên xwe girtine. Piştgiriyên ku divên, didin warê îmalat, makîneyên mazemeyan, ragihandin, înformasyon û nivîsbariyê. Ev piştgirî bi polîtikayên rezervên kûr ên dovîzan û berastengiyên derveyî tarîfeyê hatine dayîn. Mebesta van polîtîkayan, zêdekirina îxracatê û kêmkirina îtxalatê ye, ev jî ji bilî şerê ticarî ne tiştekî din e.

Îngilîstan ji bo bikare polîtîkayên parastvaniyê bisepîne biryara veqetandina ji YAyê girtibû. YDAya di bin rêveberiya Trump de, êdî qîma xwe bi berastengiyên derveyî tarîfeyê û polîtîkayên develuasyonê nayîne, bi ser de tarîfeya gumrukê jî disepîne. Bi vî awayî YDA şerê ticarî dide destpêkirin. Bi vî halî îxracata YDAyê dê ji îtxalatê zêdetir be. Ev jî dê bibe sedema xelaya dolar. Lê ji ber ku ticareta tevahiya dinyayê bi dolar ve girêdayî ye, xelaya dolar piyaseya sermayeya global bi bêîstiqrarbûnê tehdît dike. Nakokiya vê dere, ji ber bêalternatîfbûna dolar dertê holê. SDR ji bo ku taca dolar ji serê wê dayîne amade ye, lê heta krîz lezê neke ev kar dê wisa bidome.”[31] Xuyaye ku forma neolîberalîzma kapîtalîzmê êdî li ber têkçûnê ye. Ev pêvajoya têkçûnê ji ber pandemiya koronavîrusê kûrtir dibe. Di vê pêvajoya têkçûnê de di warê ekonomîk, sosyal û her awayî de yên ku dê herî zêde xisarê bibînin çîna karkeran, kedkar û kesên bindest bin. Ev rewş li dinyayê bi mîlyaran kesan eleqedar dike û wan dixe nav tevgerekê. Dewletan çawa ku berê jî kirine dê neolîberalîzmê wek kapîtalîzma wehşî îlan bikin û dewleta sosyal bi bîr bînin, bi vî awayî dê sîstema neomerkantîlîst bînin rojevê.

Encam

“Li gorî Raporta Monîtora Deynan ya Global ya ku Ensîtuya Fînansê ya Navnetewî (IIF) weşandibû, li tevahiya dinyayê û li tevahiya sektoran mîqdarê hemû deynan di 2019an de bi qasî 10 trîlyon dolaran derbas kiriye û xwe gihandiye 255 trîlyon dolaran. Mîqdarê deynê ku me behs kir ji sedî 322ê hasilaya gayrîsafî ya global e û ji krîza fînansî ya global ya sala 2008an bi qasî 87 trîlyonî zêdetir e.”[32] Wekî ku xuyaye deyndariyeke ku heta niha nehatiye dîtin heye. Bi tesîra pandemiya koronavîrusê ev deyndarî her diçe bilindtir dibe. Lê mixabin lezayiya ekonomîk ya global ya ku bi qasî bikaribe vê deyndariyê bimeşîne tuneye. Piştî krîza global ya sala 2008an, ekonomiya global, bi awayekî bi ser neket ku xurtbûna ekonomîk ya ku mebest kiribûn zeft bike, hetta berepaşê wê ket nav resesyonê. Ji ber wê jî, FED û bankayên merkezî yên din, dê nikaribin bi rêya emîsyonê krîza global ya dahatûyê çareser bikin. Lewre emisyon, nekare mezinbûna (gewrebûna) ekonomiyeke ku xwe bi xwe berdewam dike pêk bîne. Krîza global ya fînansî ya li pêşiyê dê bi sedan karkeran bêkar bihêle, bi milyonan kargeh dê werin girtin, bi mîlyaran însan dê hejar bibin û dinya demekê dê bikeve nav kaosekê. “Krîza fînansî ya li dahatûyê dê ne tenê ji krîzên salên 1998 û 2008an mezintir be. Krîza nû dê bi çawabûna xwe jî cuda be. Ango dê di warê global de gelek tiştên cuda hebe pêre. Di vî krîzê de, dê enflasyona ku di sala 1970yî de jî nehatibû dîtin, dê îflasên ku di sala 1930î de jî nehatibûn dîtin û girtina borsayan ya ku ji sala 1914an û vir de nehatibû dîtin biqewime û ji bo bergiriya vê panîkê hêza dewletê dê bikeve dewreyê. Lîkîdîte bi tesîreke mezin ya Çînê jî, bi fermana G20an dê ji aliyê IMFê ve were tedarikkirin.”[33] .

Welatên ku bi hev re di nava reqabetê de li gorî berjewendiyên xwe dikarin li ser sîstemeke wekî ya Bretton Woods li hev bikin. Dibe ku ev SDR be jî. Berjewendiyeke wan ya hevpar û ya din jî, lihevkirina li ser sîstema bacê ya dinya ye. Bi vî awayî dê bikarin rê li ber dizîna bacê bigirin. “Di encama xwe vekişandina dayîna bacan de holdîngên global di beheştên bacan de heft trîlyon dolar pereyê neqît vedişêrin. Her çiqas dostên wan li ser rêveberiyên saziyan be jî, ev mîqdar ji bo elîtên dewletan ne ew mîqadar e ku bikaribin çavên xwe ji wê re bigirin. Tenê ji sedî bîst û pênc bedêla ku deynin ser 7 trilonan, ji bo G7an, 1.75 trilyon dolarên nû ye. Vî pereyî piştre dê ji bo dayina deynên derveyî yên dewletê bikar bînin.”[34] Li gel vê yekê di dema neomerkantîlîzmê de bi îhtimaleke mezin dê statukoyên nûha yên sînorên siyasî tune bin an jî dê tu girîngiya wan nemîne. Saziyên wek IMF, Bankaya Dinyayê û WTOyê dê ji nû ve werin tekûzkirin. Saziyên wek YA, NATO û BRICSê dê nikaribin li piya bimînin. Hêzên global yên sîstema neomerkantîlîzmê dê li gorî pêdiviyên xwe, ji nû ve saziyên herêmî û navnetewî damezirînin. YDAya ku hêza herî deshilatdar e, ji bo domandina deshilatdariya xwe berê xwe daye neomerkantîlîzmê. “Lîstika YDAyê ya kapîtalîzmê ya ku di nav sînorê dewleta xwe de wek bi temamî di nav çarçoveya hiqûqê de li dar dixe, li dervayê xwe werdigerîne kapîtalîzma wehşî.”[35] Mebesta YDAyê li gorî berjewendiyên xwe û muttefîqên xwe ji nû ve tekûzkirina kapîtalîzma dinyayê ye.

Neomerkantîlîzma sedsala XXIan, wek merkantîlîzma dema 1914-1944an dê îdeolojiya neteweperweriya ekonomiyê û dewletê bide pêş û dê li vê îdeolojiyê xwedî derkeve. Ji ber ku dewletên nûhayîn li gorî dewletên berê xwediyê derfetên berfirehtir û bihêztir in, neomerkantîlîzma ku were jî dê ji ya berê cudatir be û dê tesîra wê zêdetir be. Rêbazên lêkolînan, navendên agahîstendinan, şopgeriya dîjîtal, kompîter, nivîsbarî, ragihandin û rêbazên teknolojîk yên li ber destê rêveberên dewletan, derfetên teknolojiya çekan û derfetên hwd, di warê kontrolkirina civakê û bûyerên civakî de gelekî bi tesîr e. Ji ber ku ev derfet her roj bêtir pêş dikevin dewleta neomerkantîlîst dê roj bi roj mafên mirovan û azadiya wan kêmtir bike û civaka sivîl bêtir bigire bin kontrolê, pêkutiya (çewisandina) li ser civakê zêdetir bike. Baş e lê gelo demokrasiya Rojavayê dê destûrê bide kêmkirina maf û azadiya mirovan? Em bêtir ji nêz ve berê xwe bidin vê pirsgirêkê nexwe. Divê pêşiyê em vê yekê diyar bikin ku demokrasiya Rojavayê ne demokrasiya beşdariyê û demokrasiya konsensusê ye. Demokrasiya temsîlî ye. Ji ber wê jî feraseta demokrasiya Rojavayê, bi giştî elîtîzma demokratîk e. Digel ku li Rojavayê gelek cûreyên bizavên demokratîk derdikevin holê jî, li Rojava feraseta elîtîzma demokratîk hilberîna siyasetê, çêkirina qanûnan û sepandina wan diyar dike. Li şûna elîtîzma demokratîk têgehên wek demokrasiya hemdem, demokrasiya lîberal û demokrasiya siyasî jî tên bikaranîn. Taybetiya herî zelal ya demokrasiya Rojavayê ya ku wê ji demokrasiya welatên din vediqetîne ew ku di demokrasiya wan de kadroyên elît di nav çend partiyên cuda de xwe birêxistine û ji bo îqtidara siyasî xwediyê mafê pêşbaziyeke serbest in. Bi xêra vê pêşbaziyê îdda dikin ku partiyên wan qanûnên li gorî berjewendiyên hemwelatiyên wan derdixin. Bi vî awayî hemwelatî dikarin partiya ku li gorî berjewendiyên wan nafikire, ango kadroyên elît yên rêveber bi rêya hilbijartinên demdemî biguherînin. Hilberîna siyasî ya di derbarê welêt de, çêkirin û xerakirina qanûnan û sepandina wan, bernameçêkirinên alternatîf yên li hemberî van siyasetan wezîfeya van kadroyên elît e. Karê siyasî yê esil yê hemwelatiyan jî, ji nav van bernameyên siyasî yên çêkirî neqandina yekê ye. Jixwe rêveberiya elîtîst dê xurtkirina ekonomiyê, peydakirina derfetên karên nû, kêmkirina bêkariyê, kontrolkirina maaşan û bihayên wan, mafê ewlehiya civakî, mafê perwerdebûna bêpere, mafê tendurustiyê, mafê xanîpeydakirinê û hwd bi cih bîne. Rêveberiya elîtîst ya demokratik, dê bi xêra van derfetên ku me li jor rêz kirine, bikaribe civaka sivîl bi hêsanî kontrol û manîpule bike.

Di roja îro de ji dusedî zêdetir dewlet hene û dewletên ku di nav wan de pirsgirêka nasnameya netewî nîn e, ji sedî dehê van dewletan jî kêmtir in. Van neteweyên bindest daxwaza civaka modern û netewe-dewletê dikin û ji bo vêya jî di ber xwe didin. Lê li dinyayê sîstema navnetewî, bi hinceta parastina statukoya xwe, destûrê nade ku sînorên siyasî werin guhertin. Ev yek jî dihêle ku dewletên serdest li hemberî neteweyên bindest hêzdartir bibe. Piştî şerê yekemîn û duyemîn yê parvekirinê gelek dewlet, bi taybetî jî dewletên destpotîk û totalîter dest bi sepandina polîtîkayên asîmîlasyonê, qewirandinên girseyî, komkujiyan û siyasetên derveyî mirovahiyê û qirêj kirine. Li hemberî vêya neteweyên bindest jî ji bo mafên xwe yên netewî di ber xwe dane û berxwedana xwe domandine. Bi ser de dewletên wek Yekîtiya Sovyetan, Yûgoslavya û Çekoslavyayê jî perçe bûne û li şûyna wan gelek netewe-dewlet çêbûne.

Di roja îroyîn de hêzên global ji bo derbaskirina krîza siyasal û ekonomîk hewl didin ku qada hukmê xwe berfirehtir bikin. Bi gotineke din ji bo ji nû ve parvekirina dinyayê ketine nav berxwedanekê. Berxwedana hegemonyayê û parvekirinê, di dema neomerkantîlîzmê de dê hişktir û tîrtir bibe. Ji ber wê ye ku berxwedana deshilatiyê ya hêzên global û berxwedana xelasiya netewî ya gelên bindest di nava tesîrdayîneke dualî de ye. Lê ya ku nêzîkatiya hêzên global ya li hemberî neteweyên bindest diyar dike, berjewendiya berxwedana hegemonyayê ye. Li hemberî vêya wezîfeya dîrokî ya tevgerên rizgarîya neteweyî, li ser rûyê erdê wergerandina berxwedana hegemonyayê ya ji bo deshilatiya netewî ye. Lewre hêzên global pirsgirêka siyasî dadixin pirsgirêkeke etnîk û çandî û bi vê rêyê pêşiyê li hember dewletbûna wan digirin, li şûna wê hewl didin rêveberiyên herêmî û federatîf ava bikin. Wek mînak; di 2003yan de di encama şerê di navbera YDAyê û Iraqê de dewleta Iraqê têk çûbû û hemû taybetiyên dewletbûnê ji dest berdabû. Dagirkeriya dewleta Iraqê ya li ser başûrê Kurdistanê bi temamî ji holê rabûbû. Li beramberî vê yeke, hêzên neteweyî yên Kurdistanî jî, xwediyê hêz û rêxistinîyeke siyasî bûn ku karibûn li ser axa xwe netewe-dewleta xwe ava bikin. Êdî tu hêza dewleta Iraqê ya ku navê wê hebû lê ew bi xwe tunebû nemabû ku rê li pêşber dewletbûna neteweya Kurd bigire û hê jî ew hêza wê tuneye. Ew hêza ku bi îsrar li hemberî dewletbûna neteweya Kurd rawestiyan û ew mecbûr kirin ku di çerçoveya “rêvebirîyeke federe” de, di nav dewleta ji nû ve avakirî ya Iraqê de bimînin, di serî de YDAyê û hêzên serdest ên dinyayê bûn.

Neteweyên bindest di dema neomerkantîlîzmê de, ji aliyekê ve dê ji nûha bêtir serxwebûnê bi dest bixin lê li aliyekî jî dê îhtimala ku komkujiyek li wan bête kirin zêdetir bibe. Wekî her neteweya bindest, rêya berxwedana xelasîya netewî ya neteweya Kurd jî li ser esasê siyaseta netewî-demokratîk xwe birêxistinkirin û avakirina yekîtiyê ye. Ji bo ku bi ser bikevin û vêya çêbikin jî; divê neteweyên bindest, karibin xetên cuda yên sîyasî, îdeolojîk û rêxistinî yên di navbera sîyaseta neteweyî û sîyaseta kêm-neteweyî de dîyar bikin û ji hev bikin.

Lewre siyaseta kêm-neteweyî, hewl dide ku pirsgirêka netewî wek pirsgirêka nasnameya etnîk û çandî nîşan bide. Ji ber wê ye ku di pêvajoya berxwedana xelasiya netewî de, dijminê herî xaîn û xeternak siyaseta kêm-neteweyî ye. Wekî ku me di gelek mînaka Kurdistanê de dît, di bûyerên Kerkûk û Şengalê de hevkariya YNKê û PKKê ya bi dijmin re, ne ji bêhişmendîbûn an jî tesîrgirtineke konjonkturel bû. Berepaşê wê, YNKê û PKKê, li gorî siyaseta kêm-neteweyî ya ku xwe bi sepandina wê wezîfedar kirine tevgeriyane û karê xwe bi cih anîne.

AMED/28.5.2020

Not: Berîya nûha tirkîya vê nivîsê jî di malpera www.kovarabir.com de hatibû belavkirin.

[1] Selik, M. İktisadi Doktrinler Tarihi, Gerçek Y. 1974, İstanbul, s. 105

[2] Selik, A.g.e., s. 116-119.

[3] Sartori, G. Demokrasi Teorisine Geri Dönüş, Çevirenler: Karamustafaoğlu, Mehmet Turhan, Sentez Y, Bursa, 2014, s.454

[4] Sartori, age, s.451

[5] Sartori, bnb, s.417

[6] Akın İlhan, Kamu Hukuku, W Üçdal. İstanbul, r.341

[7] Berktay, Fatmagül, Liberalizm, Modern Siyasal İdeolojiler, Zanîngeha İstanbul Bilgi, 200 r.89

[8] Fatmagül, Bnb., r. 75

[9] Heywood, Heywood, A. Siyaset, Werg. Bekir Berat Özipek, Bircan Şahin, Zeynep Kopuzlu, Bahattin Seçilmişoğlu, Atilla Yayla, Liberte Ankara, 2013, r. 75c.

[10] Pierson, C. Modern Devlet, Werg. Neşet Kutluğ, Burcu Erdoğan, Weş Chiviyazıları . İstanbul, 2008, r. 79.

[11] Pierson, Bnb., r. 80

[12] Akın, Bnb, r. 344.

[13] Uygun, Bnb., r. 496-497, Ayfer Göze, Bnb, r. 235-253.

[14] Wallerstein, Immanuel, Liberalizmden Sonra, Wer. Erol Öz, Weş Metis. İstanbul, 2009,r. 155.

[15] Göze, Bnb, r. 288.

[16] Göze, B.n.b, r. 282-310, Oktay Uygun, B.nb, r. 306-310.

[17] Li YDAyê di navbera heyna 1961ê û 65an de rêjeya qezencê ya beriya bacê ji sedî 14,1 bû. Ev rêje di salên 1966 û 70yî de vekişiyaye 12,9an û di sala 1970yî de daketiye ji sedî 9,1ê. Rewşeke wek vêya li Îngilîstanê jî rû daye. Rêjeya qezencê ya beriya bacê di salên 1960 û 64an de ji sedî 13,0 bû lê di salên 1965 û 69an de daketiye ji sedî 11,7, di sala 1970yî de daketiye ji sedî 9,7an. (Kara, Uğur, Sosyal Devletin Yükselişi ve Düşüşü, Adana: Karahan Pirtûkfiroş. 2015: 99-100).

[18] A. Göze, Sosyal Devlet, Beta Y. İstanbul 2013, r. 14-2. Oktay Uygun, Devlet Teorisi, XII Levha Y. İstanbul, 2014, 305-306. George Sabine, Werg. Özer Ozankaya, Yakınçağ Siyasal Düşünceler Tarihi, Cem y.  Ankara, 2013, r. 92-102.

[19] Rıckards James, Çöküşe Giden Yol, Werg. Mert Akcanbaş, Weş Destek. 2018, İstanbul,  r. 60-61

[20] Eğilmez, Mahfi,  Kendime Yazılar, Ekonomi Sözlüğ, Îlon, 2013

[21] Rıckards, B.n.b,  r.66

[22] Rıckards, B.n.b, r. 88-89

[23] Rickards, b.n.b, r.69

[24] Rickards, b.n.b, r. 71

[25] Rickards, b.n.b, r, 72

[26] Rickards, b.n.b, r. 98

[27] Rickards, b.n.b, r. 98

[28] Rickards, b.n.b, r, 99-100

[29] Rickards, b.n.b, r. 277

[30] Mahfi Eğilmez, Kendime Yazılar

[31] Rickards, b.n.b, r. 256

[32] Independent Tirkî, 8 Nîsan 2020

[33] Rickards, b.n.b, r.335

[34] Rickards, b.n.b, r. 107

[35] Akıl Piyonları, M.T. Cinius weşan. 2020, Stenbol, r. 129