1. Pêvajoya Şerê Yekem ê Cîhanê

Rewşa miletekî û ferdên wî, bi rewşa wî ya komelî (civakî), dîrokî û sîyasî ve girêdayî ye. Wek ferdekî civata kurd, jîyana Nûredîn Zaza jî, ji rewşa civakî û sîyasî ya miletê kurd cihê nîne. Ji lewma, dema ku em behsa jîyan û serborîyên Zaza bikin, bi kurtî be jî, divê em behsa rewşa giştî ya wê demê û civaka kurd jî bikin.

Rayedarên Împeratorîya Osmanî û sîyaseta desthelat a Îtihat û Terakî, destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê, weke fersendeke nû dîtin ji bo bidestxistina erdê wendakirî yê Împeratorîyetê. Ji bo vê armancê, Împeratorîya Osmanî di sala 1914an de wek terefdarê Elmanyayê bi tevî Şerê Yekem ê Cîhanê bû. Şerê Yekem, çar salan berdewam kir. Di encama Şerê Yekem de, li Rojhelata Navîn û Efrîkayê jî erdên ku pirranî yan jî giştî nifûsa wan misilman bûn ji dest çûn. Jixwe berîya ku Şerê Yekem dest pê bike, hemû miletên Balkanî ji wan veqetiyabûn û gelek giravên Behra Sipî û Egeyê ji dest wan çûbûn. Ji alîyê Rojhelatê ve jî rus hetanî bajarê Ezirgan, Dêrsim û Bedlîsê hatibûn. Li Rojhelata Navîn jî, şerê di bereyên Besra, Bexda, Musil, Filîstin, Şam û Helebê de wenda kiribûn. Ev erd yan jî cografya miletên misilman, di navbera Brîtanya, Fransa û Îtalyayê de ku serkevtiyên şer bûn, hate parvekirin.

Ji nû ve parçekirina cografya Kurdistanê ya bin destê Împeratorîya Osmanî jî, yek ji encamên Şerê Yekem bû. Bûyerên herî girîng ên pêvajoya Şerê Yekem, tevkûjîya ermenan û di sala 1917an de li Rusyayê pêkhatina Şoreşa Bolşewîk bû. Piştî pêkhatina Şoreşê, hêzên leşkerî yên Rusyayê ji bajarên wekî Wan, Bedlîs, Mûş, Ezirgan û Dêrsimê vekişyan û digel vê jî bi Îtihatçî yan jî Kemalîstan re têkilî danîn û peyman çêkirin. Ev têkilî û peymana Bolşewîkan û Îtihatçîyan (Kemalîstan), li ser zemîneke dijî berjewendîyên miletê kurd û ermenan pêk hatibû. Ev peyman, li hemberî tevgera kurd û ermenan, ji Kemalîstan re bû piştgirî û serkevtineke sîyasî-dîplomatîk a girîng. Peymana bi Bolşewîkan re, seha menawrayên Kemalîstan firehtir kir û rêya êrîşkirina li ser tevgera kurd jî xweştir û hêsantir kir.

Di pêvajoya berdewamkirina Şerê Yekem ê Cîhanê û piştî wî de, di navbera Brîtanya, Fransa, Rusya û Îtalyayê de peymanên veşartî hatibûn çêkirin. Li gorî Peymana Sykes-Picotê, ji xeynî cografya Sûryeyê dê ji axa Dewleta Osmanî, hemû Başûrê Anatolîyê (beşekî mezin ê bakurê Kurdistanê) biketa bin destê Fransayê. Lê ji ber ku di derbarê mesela Rojhelatê de, berjewendîyên Fransa û dewletên din ne lihev bûn, Fransayê qîma xwe bi vê peymana giştî neanî. Piştî vê peymanê, di navbera Fransa û Brîtanyayê de jî, di 15yê Îlona sala 1919an de peymaneke dualî çêbû.

Li gorî vê peymanê, Iraq û Filîstin dê biketana bin mandaterîya Brîtanyayê, Sûrye û Lûbnan jî dê biketana bin mandaterîya Fransayê. Di vê navberê de sê mehan berîya îmzekirina Peymana Sevrê (10ê Tebaxa 1920an), di nav hikûmeta Fransa û Kemal de mûtarekeyek hatibû kirin. Ev, yekemîn têkilî bû, di navbera dewleteke rojavayî û hikumeta nû ya Anqerê de. Paşê di 20ê Çirîya Pêşîn a 1921an de, di navbera hikumeta Anqerê û Fransayê de Peymana Anqerê hate îmzekirin. Bi vê peymanê, dewleta nû ya Anqerê ji alîyê Fransayê ve bi fermî tête naskirin û sînorê wê yên başûr jî têne dîyarkirin. Piştî vê peymanê, êdî têkilîyên van herdu dewletan kêm-zêde di vê çarçoveyê de dom dikin. Sûriye di sala 1921an de bi biryara Cemîyeta Miletan kete bin mandaterîya Fransayê. Sînorên wê demê yê Sûriye û Iraqê jî, li gorî berjewendîyên wan hêzên mezin ên wekî Brîtanya û Fransayê hatin dîyarkirin. Herweha sînorên sîyasî yên Sûriye û Tirkîyeyê jî, di sala 1929an de şiklê xwe yê îroyîn girt.

Bi kurtayî be jî behskirina vê pêvajoyê, ji bo dîyarkirin û bi bîrxistina têkilî û peymanên hêzên emperyal û Îtihatçîyan (Kemalîstan) e. Ji ber vê, divê helwesta Brîtanya û Fransayê ya li hemberê Tevgera 1925an û tevgera başûrê Kurdistanê û kurdên rojhelatê başûrê Kurdistanê, di vê çarçovê de bête dîtin.

Berîya damezirandina hikumeta Anqerê, Mistefa Kemal ji bo ku piştgirîya şêx û serekeşîr û axa û mîrên kurdan bigire, li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê gerîyabû, soz û bextê nasîn û dayina mafê kurdan dabû wan. Lêbelê gelek ronakbîr û neteweparêzên kurdan bawerî bi van gotinên Kemal nedikir, lewra jî helwesta xwe ya li hemberê gotin û hewldanên Kemal bi rêxistinkirina Komela Tealîya Kurdistanê û damezirandina Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê dîyar kirin. Piştî damezrandina hikumeta Anqerê, ew hêvîyên ku hinek kurdan dikirin pêk nehatin û berevajîyê wê, mudaxele û zulma li ser wan zêdetir dibû. Bi taybetî jî dûrxistin û kujyarî û zulma herî dijwar jî di dema desthelatdarîya Şefê Gewre Mistefa Kemal de çêdibe. Em dikarin gelek mînakên balkêş ên dema desthilatdarîya Kemal, nîşan bidin ku çi bi serê gelê siwîl ê kurd anîne. Mînak: Dema ku Nûredîn Paşa û Topal Osman ji ber kirinên xwe yên tûndrew û hovane yên di Tevgera Qoçgirîyê de li Meclîsa Anqerê têne darezandin, li hemberî şîkayet û daxwaza cezakirana wan, M. Kemal parastin û piştgirîya Nûredîn Paşa û Topal Osmanê xwînrij dike. Berevajî cezakirinê, pileyê wan bilind dike û wan xelat dike. Wekî dî jî em dikarin van mînakan gelek zêde bikin, lê mijara vê nivîsê ne ew e. Ji ber vê, em ê vegerin ser mijara xwe ya esasî.

Xebata sîyasî-netewî ya kurdan di dawîya Şerê Yekem de bêtir geş bû. Komela Tealîya Kurdistanê yek ji van rêxistinan bû ku di sala 1918an de hatibû damezirandin, ji herêm û bajarên cuda yên Kurdistanê gelek kurdperwer û roşinbîr endamê vê rêxistinê bûn. Kurdan pêşîyê li Qoçgirîyê, di sala 1919an de çalakî û dengê bidestxistina mafên xwe yên neteweyî bilind kirin û li hemberê damezirandina hikumeta Anqerê, biryara damezirandina hikumeta kurd ragehandin. Rêberên Tevgera Qoçgîrîyê, endamên Komela Tealîya Kurdistanê bûn. Kemalîstan li hemberî van hewldan û xebatên kurdan reaksîyoneke dijwar nîşan dan. Piştî tevkujîya ermenan, ji bo miletê kurd jî êdî pêvajoya tehcîr (dûrxistin), tenkîl û îslehkirinê dest pê kiribû.

Di wê rewş û pêvajoyê de têgehîştin û armanca kirinên tirkan (Îtîhatçîyan), li ser bingeheka nijadperestî, tunekirina yên din bû. Hemû kirin û tevkujîyên wê demê, bi gotinên wekî tehcîr, tenkîl, mûbadele û îslehat hatin îzehkirin. Naveroka van gotinan wê demê jî û îro jî, îstîsna ne tê de, ji alîyê roşinbîr û sîyasetmedarên tirkan ve erênî hatin nîşandan, kirinên di encama vê têgehîştinê de jî meşrû hatin qebûlkirin. Di rastîyê de jî, ev gotin ji alîyê roşinbîr û sîyasetmedarên tirk ve wek qod û rêbazeke netewebûna etnîsîteya tirk hatine têgehîştin û qebûlkirin. Encama vê têgehîştinê, meşrûkirina tevkujî (qirkirin) û asîmîlasyona grubên netewî û etnîkî yên din bû.

Belê, di encama Şerê Yekem ê Cîhanê de, ji alîkî ve ev rewşa sîyasî ya ku bi kurtayî me li jorê behs kir pêk hatibû, ji alîyê din ve jî barê maddî û manewî yê Şerê Yekem li ser civaka kurd tesîreke gelek giran kiribû. Di ser vê re jî xizanî, nezanî û bêtifaqîya kurdan hebû.

Rewşa miletek û ferdên wî, bi rewşa wî ya komelî (civakî), dîrokî û sîyasî ve girêdayî ye. Nûredîn Zaza yê ku dê paşê bibe sîyasetmedar û roşinbîrekî navdar ê kurd, di rewşekê wisa de çavên xwe li vê dinyayê vedike.

2. Malabata Zaza li Paxir Madenê cîwar dibe

Li gorî gotina Nûredîn Zaza, malbata wî bi eslê xwe ji eşîra Şadîyan in û kalê kalikê wî Îbrahim Efendî di salên 1780yî de hatine li Madenê cîwar bûne û bi xwe jî bûye hakimê Madenê. Maden, di navbera bajarên Dîyarbekir û Elezîzê (Xarpetê) de, dikeve bakurê qeza Arxenîyê. Maden bi rastî jî wekî navê xwe, cî û warê cewherê (maddenê) paxir (sifir) e, ku di kîmyayê de bi sembola “Cu” yê tête nîşandan. Li vê heremê ji xeynî vê maddenên wekî krom (Cr), Erciş (Pb), Zêr (Au) jî têne derxistin.

“Îbrahîm Efendî, peyakî zana û dinyadîtî bûye. Hingî nifûsê Madenê tenê 3000 kes bûye û wek hemû rûniştvanên piranîya bajarokên Kurdistanê, bi tacirî û esnafîyê mijûl bûne. Ew radibe ji Trabzonê (bajarekî li ser qeraxê Derya Reş ku ji demên kevin de bi maden û endustrîya xwe naskirî ye, piranîya rûniştvanên wî Rum ango Yewnan bûn) qasî 500 malên Rum tîne û wan li Madenê bi cî dike, da ku ew kanên madenî yên wir bi kar bînin… Bi saya vê xebatê, di sala 1792yan de sifir (paxir) hate deranîn û bû kanîyeka girîng a dewlemendîya vî bajarî. Îbrahîm Efendî bi firotina madenê paxir, di nav demeke kurt de bajarê Madenê ji nû ve geş dike; rê, pir, medrese û xanîyên nû dide avakirin. Xelkê bajêr roj bi roj dewlemendtir dibe û jîyaneke xweştir dijî. Ji ber vê, bêtir ji hakimê xwe hez dike. Lêbelê Dewleta Osmanî nedixwest ku hakimek, xan, beg an mîrek xurt bibe û rojek jê re bibe talûke. Lewra di sala 1830 de dişîne pey Îbrahîm Efendî ku biçe Stenbolê, lê ew naxwaze terka Madenê bike, biçe Stenbolê. Li ser vê yekê, Sultan Mehmûd 10.000 leşkerê xwe dişîne ser wî. Ji bo bajarê ku ewî bi keda xebata çil salan pêş ve biribû, ava kiribû di şer de neye wêrankirin, Îbrahîm Efendî şevekî cilê derwêşekî li xwe dike û bi dizî, bêdeng, bajarê xwe û welatê xwe diterkîne diçe Yemenê û li wê derê wefat dike.”[1]

Dewleta Osmanî dest dide ser mal û milkê wî, malbatê tehdîd dike û keda çil salan têk dibe.

Dema ku Îbrahîm Efendî terka welatê xwe dike, “jina wî û kurê wî Mistefa li Madenê mabûn. Ew dixebite û berebere milkê bavê xwe yê ku dewletê dest danîbû ser yek bi yek dikirre.”[2] Mistefa bi rêberî, zîrekî û mêranîya xwe jî şûna bavê xwe dadigire. Jê re kurek çêdibe û navê bavê xwe, yanî Îbrahîm lê dike. Mistefa pirr qîmetê dide perwerdeyîya kurê xwe Îbrahîmê II. Îbrahîmê II yê bavkalê Nûredîn dibe walîyê Madenê.

Îbrahîm Efendî bi minewerî, zanyarî û edaleta xwe di navbera civata kurd û ermen û ruman de ahengeke pirr xweş pêk tîne, refah û dostanîya wan gelek bi pêş ve dibe. “Lê ev aheng û dostanîya wan pirr nadomîne. Di sala 1915an de hikûmeta osmanî fermana Filleyan (ermenan) radike, dest bi kûştin û qirkirina wan dike. Pirr kêm bin jî hinek çete û serekeşîrên kurd jî arîkarîya hêzên dewletê dikin. Gelek kurdên din jî li cîran û kirîvên xwe yên ermen re xwedî derdikevin, wan ji mirinê difilitînin. Dê û bavê Zaza jî keçikek ermen a bi navê Caco li mala xwe vedişêrin û xwedî dikin.”[3] Her çiqas Caco û yên wekî wê, di malên kurdan de bi xweşî û dilgermî bêne qebûlkirin jî, qirkirina malbat û miletê wan di ruhê wan de birînên kûr vedikin. Qirkirina ermenan ji berîya Şerê Yekem dest pê kiribû, lê geremola dema Şerî, ji bo temamkirina vê tesawirê fersendeke pirr girîng bû ji bo rêvebirên Îtihat û Terakîyê.

3. Jidayikbûn û zaroktîya wî

Nûredîn di vê rewşa hanê de, Sibata sala 1919an, li welatê jorî, li navçeya Madenê ji dayik bûye. Pênc zarokên Wisif Efendî hebûn:

Reşo, Nafîz, Gulçîn, Îffet û Nûredîn. Ew cî û warê ku Nûredîn paşê wek bihûşta (ceneta) li ser rûyê zemînê tarîf dike, mecbur dimîne ku di deh salîya xwe de terka wî bike. Dema ku Nûredîn behsa vê bihûştê dike dibêje:

“Bexçeyên me, wek bihûşta rûyê zemînê, bi darên fêkî yên cur bi cur tije bûn; gelek cûreyên tirî, tûyên reş û sipî û şîrîn û tirş, gelek cûreyên gûzan û fendeq û hêjîran, behîvên qaliknerm hebûn. Cîyê her cureyek dara fêkîyan cuda bû. Dema ku ez di nav wan darên cur bi cur de digeryam û dibeziyam, min bîhna wan dikişand nav xwe û bi tama devê xwe ji wan her yekî dixwar.

Ku heywanên me tune bûna, belkî ev bihûşta rûzemînê ev qas xweşik nedibû. Nêzîkê pêncî serî mangeyên me, çil serî bizin û karikên me, hesp û hêstir û ker kûçik û pisîkên me hebûn.”[4]

4. Tevgera 1925an û trajedîya piştî wê

Dema ku Tevgera 1925an dest pê dike, jîya (emrê) Nûredîn nêzîkê pênc salî ye. Tevgera 1925an, di nav çend mehan de têk diçe, li her derê Kurdistanê kuştin û zulm û zordestîyeke dijwar û hovane dest pê dike. Hesen Hişyar ê Serdê di bîranîn xwe de dibêje: “Di dema Tevgera 1925an de wisa zulmeke nedîtî hate kirin, ku kesê mirî jî hatin darvekirin. Zilfiqar Axayê deşta Gewran, ku wê demê di hepisxaneya Elazîzê de girtîyekî kal û nexweş bû, ji bo wî cezayê darvekirinê hatibû birrîn. Berîya înfazkirina cezayê darvekirinê ew çûye ser heqîya xwe. Edaleta Komara Tirkiyê ew mêrxasê mirî jî bi dar ve kir.”[5]

“Wê demê li Madenê jî qasê 30 kurdên bijarte têne girtin; di nav wan de: bavê Nûredîn, birayê wî yê mezin, apê wî û pismamê wî Osman Efendî jî hene. Gava ku cendirme van girtîyan dibin, xelk li dora wan dicivin û Osman Efendî bi dengekî bilind diqîre: “bijî Şêx Seîd!”. Cendirme, ji bo ku wî ceza bikin, wî tazî dikin û bi darekî ve girê didin, avê lê dikin û şevekî li derva dihêlin. Ew di vê şeva sar de, li ber sermayekî xurt (-35o) dicemide û şehîd dikeve.”[6]Bavê Nûredîn û birayê wî Nafîz jî, hijdeh mehan di zîndanan de dimînin û ancax bi rûşweteke pirr zêde têne berdanê.

Di sala 1927an de, wê hilbijartinên herêmî û şaredarî yên Cimhuriyeta Tirkiyê çê bibin. Li ser daxwaza hinek endamên malbatê û xelkê, Dr. Nafîz ê kekê Nûredîn wek berendamê şaredarîya Madenê tête nîşandan. Dr. Nafîz, wê demê li bajarê Dîyarbekirê wezîfe dikir û ev hewldan jî ne bi dilê wî bû. Ji ber vê, tevî xebata propaganda hilbijartinan nebû û bi xwe jî nehat Madenê. Bi tevî vê sistî û dilsarîya wî, dema ku di 16yê meha Sermawezê de encamên hilbijartinan hatin ragehandin, Dr. Nafîz wek serokê şaredarîya Madenê hate hilbijartin. Ji ber vê yekê mecbur ma ku terka Dîyarbekirê bike. Serokê nû yê şaredarîya Madenê çawa ku dest bi wezîfa xwe kir, wek doktorekî, pêşîyê ji karûbarê saxlemîyê dest pê kir. Wî dixwest ku digel êşa zordestî û feqîrîyê, pêşîyê ji problemên nexweşîya xelkê Madenê re çareserîyê bibîne. Pê re jî, ji bo çareserîya problemên din ên bajêr hewl bide û bixebite. Ji bo vê jî, di serê xwe de hinek projeyên xweşik çêkiribûn. Li ser van hemû xiyal û hewldanên Dr. Nafîz, tenê çend meh derbas bûbûn ku Hikumeta Anqerê di bihara sala 1928an de hilbijartina şaredarîyên bajarên Kurdistanê betal kirin. Dr. Nafîz jî bêçare vedigere Dîyarbekirê.

Ev bûyer gelek tesîr li ser malbata wî dike û bêtir jî dayika wî diêşîne. Piştî vegera Dr. Nafîz, nexweşîya dayika wî bi derbasbûna her rojekî re bêtir giran dibe. Axirî di gava dawî ya jîyana xwe de bi kesereke kûr û dengekî zîz dibêje “Nafîz, Nafîz. Nafîz!” û hilma wê diçike. Wê demê Nûredîn zarokekî neh salî bû û li ber balîfa dayika xwe ya delalî hêsir dibarandin.

5. Terka bajarê Madenê û serbihûrîyên Dîyarbekirê

Dema ku dayika Nûredîn çû rehmetê, ew, piçûkê xuşk û birayan bû. Bêguman mirina dayika wî, tesîra herî giran li ser wî kir û piştre jî li bavê wî Wisif Efendî yê kal kir. Salekê li pişt mirina dayika wî, ew xwendina xwe ya seretayî xilas dike. Gava ku ew dibistana seretayî ya Madenê xelas dike deh salî ye û ji bo xwendina dibistana navîn, di dawîya Îlona 1929an de berê xwe dide bajarê Dîyarbekirê û diçe nik kekê xwe Dr. Nafîz. Nûredîn wê dema dûrketina ji Madenê bi van pêjnên xwe tîne ziman: “Ez mecbur mam ku bi girînê ji bav û bira û xuşkên xwe, ji Caco û Cemal û hevalên xwe, ji ker û hespê xwe, ji gir û newalên Madenê veqetim.”[7]

Dema ku Nûredîn diçe Dîyarbekirê, li vî bajarî hukmê bêdengîya têkçûna Tevgera 1925an û darvekirina şehîdên wî, hîn jî ji rû û rengê kevirên reş ên bedena Dîyarbekirê xuya dibû. Hîn jî bîna barûd û kelaxan, ji zikakên wê yên teng û fetilok xalî nebûbû, ewrên reş û tarî yên Cimhuriyeta Kemalîst asîmanên wê terk nekiribûn û bandora xwe ya li ser bajêr bi her awayî nîşan dida. Wê demê dibistana navendî ya ku Nûredîn qeyda xwe lê çêkiribû, li dervayê bedenên Dîyarbekirê, li ser pozê zinarekê pirr bilind ê bel û reş ê di qeraxa çemê Dîjlê de hatibû avakirin. Bi gotina Nûredin, di dibistanê de wezîyet qet nebaş bû. Gizgizeke dijwar di navbera xwendevanên kurd û tirk de hebû. Piranîya karmend û mamostayên dibistanê tirk bûn. Axaftina zimanê kurdî qedexe bû. Rojekê xwendevanekî bi navê Behrî, ji ber ku bi kurdî peyivîbû, mudirê dibistanê bangê wî dike û ji wî re dibêje: “Min ji we re negotibû ku li Tirkiyê tenê bi zimanê tirkî tête axaftin, ji xeynî wî hemû zimanên din qedexe ne.” Lawikê xwendevan dibêje: “Belê te gotibû, lê mixabin ku kurdî zimanê min ê zikmakî ye, tu qewetek nikare ji axifîna min a kurdî re bibe asteng. Ez dizanim ku axifîna kurdî hatiye qedexekirin, lê ji bo neaxifînê tiştê ku ez karibim bikim nîne.” Li ser vê bersiva Behrî, mudiryeta dibistanê bi lezûbez têkilîyên wî ji dibistanê qut dikin û wî ji dibistanê dûr dixin.

Li Dîyarbekirê jîyana xwendevanîya Nûredîn salekê dewam kir. Lewra, di sala 1930î de bi serokatîya rêxistina Xoybûnê, çirûskên tevgereke nû li çîyayê Agirî vêketibûn. Agirê vê tevgera nû, li ser xwelî û dûyê Tevgera 1925an geş bûbû. Vê pêla nû ya serhildana gelê kurd, xof dida hikumeta Anqerê. Ji ber vê yekê, qîma xwe bi sirgûn û dûrxistinên 1925an neanî, heçî kesên ku bîna kurdî û kurdperwerîyê ji wan dihat, dixwest hemûyan ji Kurdistanê dûr bixin. Dr. Nafîz jî yek ji wan kesan bû ku fermana dûrxistina wî derketibû. Ji bo ku gavekê zûtir ji Dîyarbekirê bête dûrxistin, rayedarên Cimhuriyeta Tirkiyê, her gav ew û yên mîna wî aciz dikirin û gef lê dixwarin.

“Ji bo perçiqandina Tevgera Agirî, Anqerê ji alîkî ve hêzên mezin ên leşkerî seferber kiribû û ji milê din ve jî xwenda, karmend û eşrafên kurd dişand navçeyên Anatolê. Dîyarbekir bûbû navenda (merkeza) îdarî, sîyasî û eskerî ya vê sîyaseta fetisandin û bêserîkirina tevgera welatparêz a kurdan. Mistefa Kemalî berpirsayarîya giştî ya vê sîyasetê dabû hevalekî xwe, Îbrahîm Talî. Û her weha payeyê Mufettîşê Umumî jî dabû wî. Îbrahîm Talî bi eslê xwe çerkez bû, lê wek gelek kesên asîmlebûyî ji şah bêtir şahperest bû, tirkçîyek har bû. Her xwendayê kurd ê ku piçek têkilî sîyasetê bibûna, an bi kurdî bipeyivîya an nexwesta bibûna endamê Turk Ocaxî, ji bo wî dijminê tirkan bû û diviyabû rojekî zûtir bê “paqijkirin”. Heke ronakbîrekî kurd nexwesta bibûna aletê îdeolojîya dijî-kurd a Anqerê, bi serê xwe li mala xwe rûnişta, Talî ji bo çavtirsandina wî hemû îmkanan bi kar dianî. Kesên ku teslîm nebûna, an jî xwe nedana ber çûyina sirgûnê, wan diavêt zîndanê an jî dida kuştinê. Ewî çend car “şîret”an li Dr. Nafîz jî kiribû ku rojek zûtir Dîyarbekirê biterkîne, here li bajarekî Rojava bi cî bibe. Doktor lê vergerandibû, ku li Dîyarbekirê hejmara hekîman gelek kêm e, ku xelkê vê derê jî hewceyê doktorîya wî ye, lewra ji bo “xizmeta ahalî” mayîna xwe çêtir dibîne. Li ser vê bersivê, Îbrahîm Talî bi şev û roj polîsan danîbû ber derê Dr. Nafîz, da ku ew yek bi yek îfadeya kesên ku tên û diçin nik wî, bistînin û çavên wan bitirsînin.

Rewş ev bû, bi vê awayê domkirin ne mimkun bû. Dema dayina biryara girîng hatibû. Dr. Nafîz, bi çend hevalên xwe yên nêzîk re dişêwire û digihê wê bawerîyê ku ji bilî terkkirina welêt, tu rêyekî nemaye jê re. Biryar dide ku biçe binê xetê, li nav kurdên Sûryeyê bi cî bibe. Ji vê bûnê, gava ku Îbrahîm Talî cardin dişîne pey wî û jê dixwaze ku biçe li bajarê Îzmîrê cîwar bibe, Dr. Nafîz herê dike. Ew û xêzana xwe û bi tevî birayê piçûk Nûredîn, rojeke germ a Îlona 1930î, bi ceweta çûyina Îzmîrê ji Dîyarbekirê bi rê dikevin. Bi rê de şopa xwe didin wendakirin û bi qaçaxî derbasî Binê Xetê dibin.”[8]

6. Terka Dîyarbekirê û çûna Binêxetê

Dema ku derbazê Binê Xetê (Sûryeyê) dibin, jîya Nûredîn 10,5 bû û wî wisa dizanî ku dê biçin Stenbolê. Dema ku digîjin Helebê, ne bi dilê wî be jî, mecbur dimîne ku êdî rewşa heyî qebûl bike. Li ba dilê Nûredîn, bêguman Maden ji Helebê xweştir bû.

Dema ku ew derbasê Binê Xetê dibin, li ba dilê wan dewleteke demokrat a wekî Fransayê; dê li hemberî mexdurîyetîya wan xweşbîn be, hêsanî nîşanê karûbarê cîwarbûna wan bide û bi her awayî alîkarî bi wan re bike. Dema ew serdana ji bo hemwelatîbûnê dikin, daxwaza wan ji alîyê Komîserê Fransayê ve tête redkirin û di ser de jî dibêjin, li gor peymana di navbera me  û Tirkiyê de, divê em we teslîmê Dewleta Tirk bikin. Ev tehdît û tirsa fransizan çend mehan dom dike. Piştre hinek giragirên kurdên li Sûryê û dostên wan ên ermen dikevin navberê û bi vî awayî dikarin destûra rûniştin û hemwelatîbûnê werbigrin.

Piştî xelasbûna karûbarê cîwarbûnê, diviya ji bo bihûrandina jîyanê, kar û xebatek bihata kirin. Ji ber ku Nafîz li Tirkiyê doktorî dikir, dixwaze li wê derê jî meslekê xwe berdewam bike û pêre jî bi kirina vî meslekê jî alîkarîya gelê kurd bike. Ji bo vê yekê, serdana Wezareta Tendûristîyê dike ku karibe muanexanekê ji xwe re veke. Tevî ku wî di dema Osmanîyan de li Stenbol û Şamê xwendibû jî, dîploma wî nayête erêkirin. Dibêjin, ji bo qebûlkirina vê dîplomayê, divê tu têkevî îmtihanê. Nafîz, di encama vê îmtihanê de mafê doktorîyê werdigre û li Helebê muanexanekê xusûsî sazdike. Nûredîn jî di dibistana Terre Saînte ya keşîşên fransizî de dest bi xwendinê dike. Nûredîn her çi qas ji rewşa dibistanê nerazî be jî, mecbûrî xwendina xwe berdewam dike.

Dema ku ew li Helebê bûn, rewşa aborî ya Dr. Nafîz nebaş bû. Ji ber vê yekê, dostên wan û kurdên li Şamê îsrar dikin ku Dr. Nafîz muanexaneya xwe bibe Şamê. Ew di Kanûna 1930î de berê xwe didin bajarê şamê û wê şevê dibin mêvanê Elî Axayê Zilfo. Dema ew dikevin eywana malê, dibînin ku digel eşrafên wê taxê, eywan bi kurdên sirgûnkirî yên nas û mecburî îskan ve tije ye. Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Haco Axa û kurên wî: Hesen, Cemîl û Çaçan, Celadet Bedirxan, Hemzeyê Miksî û wd. hinek ji endamên wê civatê bûn.

“Em di jûra mêvanan de diman. Gelek caran em ji bîst kesan zêdetir li ser sifreyê berhev dibûn. Hema hema her êvarê Elî Axayê Zilfo û eşrafên mehelê (taxê) di jûra mêvanan de tevî civata me dibûn. Ji alîkî ve qehwa ereban û çay dihate vexwarin, şekirê Şamê û fêkî dihate xwarin; ji alîyê din ve jî behsa ziman, sîyaset, felsefe û helwesta fransizan dihate kirin. Belê, ez di şevên dirêj ên van civatan de hişyar bûm, gehîştim bîrewerîya neteweyî û li hemberê neheqîyên li ser miletê xwe serî rakir.”[9]

Nûredîn di rewşeke wisa de xwendina xwe ya Lîseya Fransizî ya Şamê berdewam dike.

Piştî têkçûna Tevgera 1925an, gelek kadroyên tevgera rizgarîya kurd mecbur mabûn ku derbasê Binê Xetê bibin. Di sala 1927an de bi beşdarbûna pirranîya kurdên sirgûn ên Binê Xetê, bi navê Xoybûnê rêxistineke nû hatibû avakirin. Xoybûnê gelek roşinbîr, serokeşîr û eşrafên civata kurd anîbûn cem hev. “Baregaya komîteya navendî ya Xoybûnê li Beyrûdê bû, li bajarên wekî Şam û Heleb û Hesekîyê, li welatê wekî Turkîye û Iraq û Londra û Detroîtê jî şubeyên wê hebûn.”[10] Xoybûn, di çarçova herêmî de, ji alîkî ve, ji bo bidestxistina mafên kulturî yên kurdên Sûryê dixebitî û bi giştî jî giranîya xwe dabû li ser rêxistinkirina kurdên bakurê Kurdistanê. Dewleta Fransiz, ji sal 1921ê ta sala 1946an, hêza mandater a Sûryê bû. Ne berdewamî be jî, li hemberê faalîyetên kulturî yên kurdan xwedî helwesteke nermtir û xweşbîn bû. Bi tevî vê xusûsîyeta wê, di sala “1928an de bi tesîra Xoybûnê, pênc parlamenterên di parlamentoya Sûryê de serî li mesulên fransiz didin, ji bo ku zimanê kurdî wek zimanekî fermî bête qebûlkirin û li herêma kurdan bibe zimanê perwerdeyîyê. Ev daxwaza wan wek prensîb neye redkirin jî, ji ber hinek sedemên teknîkî pêkhatina vê daxwazê mimkun nehate dîtin.”[11] Ji alîyê din ve jî, ji bo rêxistinkirina gelê kurd, ala şoreşê li çîyayê Agirî hatibû hilkirin. Îhsan Nûrî Paşa serokê leşkerî yê vê tevgerê bû û li Agirîyê pêşengîya şoreşê dikir. Li gor rêbaza stratejîk a ku hatibû dîyarkirin, divîya li alîyê başûr jî cepheyeke şer bihata vekirin û ji bo vê jî Celadet Bedirxan, ji mala Cemîlpaşa Ekrem û Qedrî, Şêx Evdirehmanê Garisî û wd. hatibûn wezîfedarkirin. Lê mixabin hewldanên wan bi ser neketin.

“Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî, Ekrem û Mihemed Cemîlpaşa, Haco Axa bi zaroyên xwe ve û Hemzeyê Miksî …. Ev hemû endamên civata Xoybûnê bûn. Berî hatina me ya Sûriyê bi çend mehan, gava Îhsan Nûrî Paşa li Agirî şerê tirkan dikir, evan jî hilgirtibûn ser xwe ku ji alîyê Sûriyê êrîşê Tirkiyê bikin û bavêjne ser bajarên Mêrdîn, Mîdyad, Dîyarbekir, Urfa û hinê din. Lê ji ber kêm haziriyê, nedikarîn karê xwe bibine serî û bi şûn de vegerîya bûn. Fransizan jî, ji bo xatirê tirkan, ew girtibûn, ji sînor bi dûr xistibûn û ew anîbûn Şamê.

Herwekî armanca wan bi cî nehatibû û rê li ber tevgera wan a sîyasî hatibû girtin. Peyva van camêran, hîngê, ji her tiştî bêtir, li ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancî bû. Her êvar gava mezeleya rûniştinê dihate dagirtin, min bi kêfxweşîyeke mezin guhdarî, danûstendin û temaşa pevçûnên wan dikir. Celadet Bedirxan elfabeke kurdî ya bi tîpê latînî pêk tanî û dil dikir ku bi wan kovarekê derêxe. Ekrem Cemîlpaşa, Hemzeyê Miksî û hinekên din têde pir kêmasî didîtin û bi hişkî lê radibûn. Lê, her wekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewropa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ku şaşîyên xwe binase. Elfabeya xwe li gor dengên zimên pêk bîne û ji şîve û zaravayên têvel rêz û duzenên bingehîn derêxe. Ew ji zû de li vî tiştî hûr dibû. Lê, li Şamê ev karê ha bûbû mijûlayîya wî ya hergavî. Di sala 1932an de, piştî ku elfabeya xwe danî û rêzimanek jî dirust kir, rabû destûra derxistina kovara “Hawar”ê wergirt.”[12]

Di sala 1932yan de derçûna Hawarê, ji alîyê pêşxistina ziman û kultura kurdî ve pêngaveke pirr girîng bû, lê zêde dewam nekir. Dewra yekemîn a Hawarê, bi derçûna hejmara 26an, di 18yê Tebaxa 1935an de bi dawî hat. Gelek sedemên rawestandina weşandin û belavkirina Hawarê hebin jî, ya herî girîng problema aborî bû.

Ji bo ku careke din Hawar bête belavkirin, diviya problema aborî bihata çareserkirin. Destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, bû sedemê peydabûna piştgîrekî nû yê Hawarê.

“Di sala 1941an de îngiliz ketibûn Sûryeyê û dixwestin hîngê kurd bi alîyê xwe de bikşînin, ji bo tirsandina tirkan navbera xwe bi wan re xweş bikin. Ji lewre rê dan ku li Bêrûd û Ammanê kurmancî û soranî bêne weşandin û Hawar jî ji nû ve bête derêxistin.”[13]

7. Nûredîn Zaza di nav rêza nivîskarên Hawarê de ye

Nûredîn Zaza, di dewra duyemîn a derçûna Hawarê de, êdî bi çîrokên xwe yên tamxweş û navêş, yek ji nivîskarên Hawarê ye.

“Hingê, herwekî ez gihabûm, min xwe xweş hînî kurmancî kiribû, min jî têde dest bi nivîsandinê kir. Kêfa rehmetî pir ji çîrokên min re dihat. Ew sê, çar caran dixwendin. Gava ez diçûm mala wî û ku mêvan li wê pir biwana, dixwest ku ez bi xwe wan (çîrokan) ji wan re bixwînim. Hîngê radibû, ênîya min maçî dikir û digot: ‘Tu Çekofê me yî, kirîvo Çekof!…’ Rehmetî kirîvê min bû. Min çîrokên xwe hîngê bi navê Nûredîn Ûsif dinivîsandin…”[14]

Dewra duyemîn a Hawarê, du salan dewam kir û weşana wê di sala 1943yan de hate rawestandin.

Dr. Nafîz ji sala 1933yan heta 1935an li Eyn Dîwar û Qamîşloyê xizmeta gelê kurd kir. Dema ku Nûredîn di lîseya Fransiz de dixwend, bûyerên derheqê kurdan de û bi taybetî jî qewimandinên Tevgera Dêrsimê li ser wî gelek tesîr dike. Ew, wê demê bi giştî li ser kurdan û bi taybetî jî derheqê bûyerên Dêrsimê û sîyaseta tirkan de nivîsekê dinivsîne. Digel hevalên xwe yên lîseyê û çend xwendevanên unîversîteyê grubekî pêk tînin ji bo belavkirina vê nivîsê. Pêşîyê nivîsê pêşkêşê muxtarê mehelê dikin û paşê jî dibine balyozxaneyên dewletên bîyanî yên li Şamê. Nûredîn Zaza, refleksên derbarê vê nivîsê de wisa tîne ziman: “Balyozan em bi kêfxweşî pêşwazî kirin û guhdar kirin, soz dan me ku dê gilî û gazindên me bigehînin hikumetên xwe. Lê mixabin her kesî li hember dramaya kurdan xwe kerr kiribû.”[15]

Zaza dibêje, ew gruba ku me ji bo belavkirina nameyê pêk anîbû, di sala 1937an de bû dendika damezirênerên Komela Hêvîyê. Komela Hêvî, ji bo Neteweyên Yekgirtî û Balyozxaneyên dewletên bîyanî gelek nameyan dişînin û ancax dikare sal û nîvekê hebûna xwe bidomîne. Piştî van tecrûbe û hewldanan, mesela pêdivîya rêxistinbûnê êdî bîrawerîya wî meşxul dike.

Sîyaset û kirinên hovane yên Dewleta Tirk li Dêrsimê û bûyerên destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, Nûredîn Zaza ber bi sîyaseta aktîf ve dibin. Zaza dibêje:

“Serhatîyên miletê kurd û destpêkirina Şerê Duyem ê Cîhanê, gelek tesîr li ser min kir. Min dixwest di nav miletê kurd de bijîm, wan hişyar bikim û ji bo ku di rojên dahatû de karibin rewşa Rojhelata Navîn biguherin, diviya bihatana rêxistinkirin. Ev yek dîyar bû ku nexşeya Rojhelata Navîn piştî Şerê Yekem ê Cîhanê  hatibû çêkirin û ji bo miletê kurd bûbû sedemê bûyerên felaket. Kurd, ji bo berjewendîyên dewletên gewre û gelên herêmê hatibûn qurbanîkirin. Ji bo ku vê carê em ji xafila neyên girtin û karibin mafê xwe yê rewa bidine qebûlkirin, xebata rêxistinê pirr girîng e.”[16]

Dema ku Nûredîn van fikrên xwe ji Dr. Nafîz re dibêje, ew berîya her tiştî dixwaze birayê wî perwerdeyîya xwe berdewam bike. Bi tevî hemû şîret û pêşnêrînên Dr. Nafîz, Nûredîn îqna nabe û ji ya xwe nayê xwarê. Piştî ku Dr. Nafîz dibîne Nûredîn di fikra xwe ya sîyasetê de biryardar e, vê carê dixwaze derbarê sîyasetê de hinek şîretan lê bike. Ji bo vê, Nûredîn Şamê terk dike û diçe Qamîşloyê cem kekê xwe Dr. Nafîz. Wê demê Cegerxwîn jî li Qamîşloyê dimîne û li derûdora wî grubek kurdperwer çêbûne. Nûredîn jî tevî vê grubê dibe û dest bi xebata rewşenbîrî ya nava xelkê dikin. Di vê pêvajoyê de Nûredîn geh li Şamê, geh li Helebê geh li Beyrûdê û Qamîşloyê digere ji bo hişyakirin û rêxistinkirin kurdan. Di Nîsana sala 1942yan de bûyereke balkêş û xeternak tête serê wî: dema ku ew ji bo şixulekî ji Şamê tête Qamîşloyê, li wir rastê nasekî xwe tê û ew nasê wî dixwaze ku ew jî digel wî bi trênê biçe. Piştî dudilîyekî, biryar dide ku digel wî hevalê xwe yê ticar bi trênê rêwîtîyê bikin. Nûredîn li ser îxbarekê, di rê de ji alîyê tirkan ve tête girtin, lê bi firsetekê xwe ji pencera trênê davêja û direve, ji destê wan difilite. Ev rev, bi mehan li gundên wê herêmê tête axaftin.

Nûredîn Zaza, ji alîkî ve digel hevalên xwe xebata rewşenbîrî û çandî berdewam dike, ji alîyê din ve jî bala wî li ser tevgera sîyasî ya çar alîyên Kurdistanê ye. Ew hemû pêkhatinên sîyasî yên Kurdistanê dişopîne. Di sala 1934an de Şêx Ehmed, Mele Mistefa û beşekî mezin ê Barzanîyan hatibûn dûrxistin ji bo Besrayê. Piştî dûrxistineka heşt salan, Barzanî ji Besrayê hatibûn vegerandin û li Silêmanîyê tabihê îskana mecburî kiribûn. Di vê navberê de, li başûrê Kurdistanê di sala 1942yan de bi navê Hîwa rêxistinek hatibû damezirandin û di nav demeke kurt de li gelek cîyan belav bûbû. Mistefa Barzanî û hinek hevalên wî di sala 1943yan de bi alîkarîya Hîwayê ji Silêmanîyê direvin û têne herêma Barzan dest bi xebata çekdarîyê dikin. Di nav demeke kurt de bi alîkarîya Hîwayê jî hêzên pêşmergeyên kurd orduya (artêşa) Iraqê dixin tengasîyê û Nûrî Seîd mecbur dimîne ku daxwazên kurdan qebûl bike û Barzanî vexwîne Bexdayê. Di van hevdîtinan de, mafê çandî û xwerêvebirina kurdan tête qebûlkirin. Di encma vê pêşkevtinê de, nav û dengê Mistefa Barzanî li her derê belav dibe.

8. Nûredîn Zaza ji bo hevdîtina digel Barzanî û Hîwayê, berê xwe dide başûrê Kurdistanê

Nûredîn Zaza dema ku li Beyrûdê bû, endamekî Hîwayê nas kiribû bi navê Amedî. Piştî van pêşkevtinan, ew dixwaze bi rêvebirên Hîwa û Barzanî re hevdîtinekê bike. Ji bo pêkanîna vê hevdîtinê, daxwaza xwe ji Amedî re dibêje. Piştî demeke dirêj ev daxwaza wî tête qebûlkirin û Zaza di Temmûza 1944an de berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Şans ew şans e, roja dinê çawa ku derbasê alîyê Iraqê dibin, ji teref şurteyên (polîsên) Iraqê ve têne girtin. Pêşîyê wan dibin Zaxoyê û ji wê derê jî dişînin Mûsilê. Li Mûsilê piştî îfadekirina wan, bi gumana casusîya almanan têne hepiskirin. Zaza, çend caran ji bo dadgehîkirinê serlêdana mudirê hepisxaneyê dike, lêbelê nikare ti bersîveke erênî ji wan bigre. Ji ber vê, 15 roj piştî girtina xwe dest bi manggirtina (rojîya) birçîbûnê dike. Ev çalakîya wî deh rojan dewam dike û dawîyê ji ber ku wan dişînin Bexdayê, dev ji çalakîya xwe berdide.

Dema ku ew li Mûsilê girtî bûn, grubek kurdên li Mûsilê gelek bi girtina wan re eleqeder dibin lê nikarin tiştekî bi dest bixin. Ehmedê Botî yê hevalê Zaza jî, yek ji van kesan bû. Roja 2yê Tebaxê, bi trênê ji Musilê berê wan didin Bexdayê. Li Bexdayê, wan di hepisxaneya merkezî ya herî gewre de bi cî dikin.

Piştî ku ew têne Bexdayê, Elî Hemdî yê endamê Hîwa û mesûlê Bexdayê roja hevdîtinê serdana wan dike, ji bo wan gelek tiştên xwarin û lixwekirinê digel xwe tîne. Êdî şertên jîyana wan a hepisxaneyê li gorî berîya wê ber bi başîyê ve diçû û hewldanên ji bo berdana wan jî dewam dikir. Mistefa Barzanî bi xwe ji bo berdana wan, bi rêvebirên îngiliz û ereb re ketibû nav têkilîyê. Ji ber ku wê demê navbera wan û Barzanî nexweş bû, vê hewldanê li ser serbest berdana wan pirr tesîr nekir, lê hewldanên wisa jî berdewam dikir. Piştî ku çar mehan jî di Hepisxaneya Merkezî ya Bexdayê de dimînin, berê wan didin kampa Amarayê, ku dikete başûrê Bexdayê.

Ev kampa ku dê biçûnayê, li wê derê şoreşgerê navdar ê kurd Mîr Hac û çend hevalên wî yên din jî girtî bûn. Çawa ku Mîr Hac, Nûredîn û Amedî li wê derê dibîne, bi dilînîyeke pirr germ wan hembêz dike û xêrhatina wan dike. Li vê derê xebera xêrê ji wî re tê û dibêjin di nav deh rojan de dê te berdin ji bo vegerandina Sûriyê.

Berîya ku Nûredîn derbasê Sûryê bikin, kekê wî Dr. Nafîz bi mudirê asayîşa Sûryê re têkilî danîbû, ku wî hetanî pêvajoya mehkemê hepis nekin. Nûredîn dibêje, piştî vegerê, dema ku min li derîyê kekê xwe da, nîvê şevê bû. Çawa kekê min ez dîtim, gelek kêfxweş bû, kelogirî bû û got ‘dawîyê cardin çavê me te dîtî birayê min!’. Piştî vegerê, heval û nas û nenas gelek însan têne serdana wî, zîyareta mêvanan bi hefteyan dewam dike.

Piştî van bûyeran, Nûredîn, biryar dide ku bi gotina kekê xwe bike û xwendina xwe berdewam bike. Ji bo vê armancê, ji Şamê diçe Beyrûdê. Qeyda xwe li Unîversîteya Fransiz a Beyrûdê, di beşa Zanistîya Sîyasî û Aborî de çê dike. Dema ew li vir dixwîne, digel xwendina xwe ya unîversîteyê, faalîyetên xwe yên sîyasî û kulturî jî berdewam dike. Di sala 1948an de bi tevî gelek xortên parçeyên dî yên Kurdistanê li Beyrûdê Komeleya Xwendevanên Kurd dadimezrînin. Piştî ku xwendina xwe ya lîsansê li vê derê xilas dike, ji bo xwendina doktorayê berê xwe dide Swîsrê.

Li vê derê jî Zaza, faalîyet û xebata xwe ya ji bo kurd û Kurdistanê didomîne. Di dawîya sala 1948an de li Parîsê civîneke Neteweyên Yekbûyî çêdibe. Ew berîya civînê, digel hinek hevalên xwe delegasyonekê pêk dihênin ku muxtirayeke derbarê kurdan de pêşkêşê vê civînê bikin. Ji bo vê, dest bi hewldanan dikin, dixwazin yek û yek bi endamên civînê re hevdîtinan bikin. Di van hevdîtinan de yê ku bi germayî pêşwazîya wan dike, nûnerê Yogoslawî ye. Di dema van hewldan û têkilîyan de, mesûlê arşîvên Neteweyên Yekbûyî bangê wî dike, dibêje:

“Hûn dizanin, li gor rêznameya Neteweyên Yekbûyî, divê mudaxaleyê karê nevxweyî yê welatên endam neyête kirin. Ji ber vê, em nikarin mudaxeleyê karê navxweyî yê Turkîye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bikin. Hûn bi awayekî fermî hemwelatîyên Turkîye, Iraq, Îran û Sûryeyê ne, dema ku dewlet we dikûjin û qira we dihênin dibêjin, ‘ev mesela me ya navxweyî ye, we eleqeder nake.’ Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekbûyî nikare tiştekî jî bike.”[17]

Di Kanûna sala 1949an de, ew û şeş hevalên xwe Komeleya Xwendevanên Kurd Li Ewropa dadimezrînin û di kongreya yekemîn de serokê komelê tête hilbijartin. Ev Komele, bi navê Dengê Kurdistan kovareke bi îngilizî, fransizî û kurdî diweşînin. Dema ku li Swîsrê weşandina kovarê tête qedexekirin, vê carê li Parîsê dest bi weşandinê dike û di nav demeke kurt de li gelek cîyan di nav xwendevanan de belav dibe. Bi gotina Zaza:

“Rojnameya me di nav demeke kurt de, ji alîyê xortên xwendevan û çapemenîya demokrat ve bi balkêşî û hezkirinê hate pêşwazîkirin.

Pêşkevtina me, nerazîbûna partîyên kominîst ên dagirkerên Kurdistanê derxist holê. Ev partîyên dogmatîk ên Stalînîst, hebûna komeleya me dijî yekîtî û berjewendîyên çîna karker qebûl dikirin û dixwestin ku ev komele ji holê rabe.”[18]

Heman demî, gava ku ji bo beşdarbûna Kongireya Ciwanên Demokrat ên Dinyayê, li Budapeşteyê têne vexwendin, li vê derê jî partîyên kominîst ên Rojhelata Navîn êrîş dibin ser wî û hevalên wî, di navbera wan de gengeşîyên dijwar çêdibin, neheqî li wan tête kirin. Li vira jî, ancax bi piştgirîya partîyên çepgir ên Amerîka Başûr dikarin beşdarê kongirê bibin. Zaza dibêje: “Ez mecbûr mam ku di vê kongireyê de bi navê ‘kurdan’ bipeyvim, ku ez bi navê ‘Kurdistanê’ bipeyvama, dê hikumetên welatên Rojhelata Navîn bi dijwarî partîyên xwe yên çepgir şermezar bikira.”[19]

Dema ku wî li Swîsrê dixwend, ji ber faalîyetên wî yên sîyasî, sefareta tirk gelek aciz dibe û ji rayedarên Swîsrê re dibêjin ku ew li vir bimîne em dê hemû xwendevanên tirk ji Unîversîteya Lozanê vekişînin. Ji ber vê gefxwarina tirkan, polîsê federal ji Zaza ra dibêje divê tu di nav panzdeh rojan de Swîsrê terk bikî û hatina te ya ji bo Swîsrê jî du salan qedexe ye. Hinek nasên wî yên ji wê derê, mudaxele dikin û ji wî re dibin kefîl, ta ku xwendina xwe xelas bike, destûra mayina wî dirêj dikin. Wî li Zanîngeha Lozanê xwendina xwe ya lîsansê temam kir û di mijara pedagojîyê de têza doktoraya xwe pêkêşê heman Umîversîteyê kir. Doktoraya wî li ser “Herikana personalîst di ramana fîlozofê fransiz Emanuel Monnîer de” bû.

Piştî ku Zaza li Swîsrê têza xwe ya doktorayê xelas dike, di dawîya Hezîrana sala 1956an de, bi armanca xebat û xizmeta ji bo miletê kurd berê xwe dide Sûrîyeyê. Dema ku Dr. Nûredîn Zaza li Beyrûdê ji keştîyê peya dibe, dibîne ku kekê wî Dr. Nafîz û gelek dost û hevalên wan hatine pêşwazîya wî. Dr. N. Zaza dîbêje gava ez ji keştîyê peya bûm, bi min re qeneteke wisa peyda bû, ku kurdên Sûryeyê ji min gelek hêvîdar in.

Lêbelê, li gor berîya çûyîna wî û vê gavê, li Sûryê jî gelek guherîn çê bûbûn. “Ev welat ketibû destê Cemal Evdilnasir û peyayên wî yên Baasî û qewmîyên qirêj û xwînxwar de. Bi navê El Qewmîye El Erebîye û Wahda-el Erebîye (Yekîtîya Erebî) dixwestin hukmekî xwînrêj bajon, dengê azadîxwazan bidin birrîn, miletên ne ereb, nemaze kurdan, belawela, perîşan û şerpeze bikin û destê xwe dirêjî welatên ereban yên din bikin û wan bixin bin lepên xwe.”[20]

9. Nûredîn Zaza: Serokê Partîya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Di vê dema pêşkevtina Baasîzm û nijadperestîya ereban de, Dr. Nûredîn Zaza, li Unîversîteya Şamê dibe mamoste û dikeve dersên sosyolojî û pedagojîyê. Wê demê li Sûryeyê, tu rêxistinek tunebû ku hebûna kurdan û mafê wan biparêze. Dr. Nûredîn dibêje: “Min wisa tesawir dikir, ku di nav çarçova dewleta Sûryê de, parastina nasnameya neteweyî ya kurd, ji bo rizgarîya neteweyî pirr girîng e. Di vê çarçovê de rêxistinbûn ferz e.”[21] Ji bo vê armancê, bi tevî hevalên xwe yên din, xebat û hewladanê wan berdewam dikin. Di dawîya sala 1957an de, xewna Dr. Nûredîn û hevalên wî pêk tête; Partîya Demokrat a Kurd Li Sûryê tête damezirandin. Dr. Nûredîn di 38 salîya xwe de wek serokê partîyê tête hilbijartin û dest bi xebata xwe ya rêxistinî dikin.

“Partî, bi erebî û kurdî pirtûkan dertîne, kurdên welatparêz dicivîne û dixwaze bi hêzên demokrat û pêşverû yên ereb re peywendîyan deyne. Ew li dijî yekîtîya Sûrye û Misrê derdikeve. Çalakîyên wê bala polîsên sîyasî, Mabahes, dikşînin. Di roja 5ê Tebaxa 1960an de, bi qasî 15 serkirdeyên partîyê li Helebê tên girtin. Di 8ê Tebaxê de Zaza jî tête derdestkirin. Di nav çend rojan de dora 5000 kurd, hin ji wan zarokên 12-15 salî, hatibûn girtin. Piştî çend rojên lêdan û çêkirina fîşên polîsî piranîya wan hate berdan…”[22]

Dr. Nûredîn Zaza, di hepisxaneya eskerî ya Mezzeyê de tête hepiskirin, ev zîndana reş bi navê Bastille ya Sûryeyê tête nasîn. Li vê derê gelek îşkenceyên giran li wî têne kirin. Ji wî dixwazin ku di derbarê PDKSê; endamên wê, faalîyet û têkilîyên partîyê de agadarîyan bide wan. Bi tevî hemû îşkenceyên giran, Zaza ji wan re dibêje: “Ez ê tenê ji we re behsa partîyê û sebebê damezirandina wê bikim. Di derbarê endam û têkilîyê wê de qet agadarîya min nîne.”

Dr. Nûredîn Zaza di derheqê armanca damezrandina PDKSê de weha dibêje:

“Di salên 1949an de li pey hev darbeyên eskerî li Sûryeyê çêbûn, di encamê de tenê demokrasî têk neçû, gav bi gav hemû mafên kurdan jî ji destê wan hatin girtin. Ji sala 1955an vir ve jî, herêmên ku di bin bandora şovenîzma Baasîyan de bûn, li wan deran di qehwexane û aşxaneyan de guhdarîkirina mûzîka kurdî hate qedexekirin, xwendin û belavkirina pirtûkên kurdî hate qedexekirin. Yekîtîya sîyasî ya Sûrye û Misrê pêşî li vê qirkirina kulturî negirt, berevajê wê sîyaseteke dijwartir, bêtir faşîst û nijadperest hate tetbîqkirin. Memûrên kurd ên di derca bilind de, yên di nav artêşê û polîsan de, mamosteyên kurd hemû ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Êdî em newêrin bi zimanê kurdî jî biaxivin. Dahatûya me tarî û nedîyar bûye. Ev me mecburê yekgirtinê dike. PDKS, ji ber vê hate damezirandin..

Ji xeynî van gotin û agadarîyan, ez ne gotinek zêde dikim û ne jî kêm dikim.”[23]

Di pêvajoya mehkemekirinê de ji Zaza, Osman Sebrî û Reşîd Hemo re cezayên îdamê dihat xwestin. Di vê navberê de hem li hundir û hem jî li derve, hewldanên ji bo berdana Zaza û hevalên wî berdewam dikir. “Li Ewropa, heval û nasên Zaza ji ronakbîrên naskirî îmza berhev dikin û ji Nasir berdana girtîyên kurd dixwazin. Kurdên Ewropa, Iraq û Lubnanê beşdarê vê kampanyayê dibin. Di dawîyê de mehkeme sal  û nîvek ceza dide wan. Zaza û hevalên wî roja 8ê Tebaxa 1961an têne berdan.”[24]

Dema ku Nûredîn Zaza di zîndanê de bû, di navbera wî û hevalên wî yên derve de li ser sîyaset û rêgezên partîyê nakokî peyda dibe. Ew prensîbên ku partîyê ji xwe re kiribûn bingeh, wekî:

“Yekbûn û rizgarîya Kurdistanê”[25] ji bo kurdên Sûryeyê giran didît. “Wî digot: Ev slogan ne şaş e û ne jî neheq e, lê gelo kurdên Sûryê dikarin vî barî hilgirin?” Ev cûdahîya lênêrînî dibe sebebê dubendîya di nav Partîya wî de. “Gava doktor ji Zîndanê derket, piranîya endamên partîyê xwe li dora wî dane hev û gotine em bi te re ne li dijî hevalên din. Lêbelê ji bo ku nebe sebebê veqetandinê û dubirrîyê di partîyê de, ew ber bi tu lebat û gavan nehat. Û wî dît ku ev tiştekî gelek xerab e, menfeta gelê kurd jê nîne, belê dijmin jê fêde dibîne… Lewra ew dûrî xebata rêxistinî bû.”[26]

Di 28ê Îlona sala 1961an de bi serokatîya mîralay Nahlawî darbeyeke eskerî li Sûryeyê çê dibe û yekîtîya Sûrye û Misrê tête fesihkirin. Ji bo damezirandina hikumeta nû, profesorê Unîversîteya Şamê Memun Kuzberî tête wezîfedarkirin û ji bo hilbijartina nû, 11ê Kanûnê tête dîyarkirin. Li gor dîtina Zaza, serokê hikumeta nû, ji qata burjuvazîyê yekî lîberal û entellektuel e, ji bo bicîkirina azadîyên demokratîk gelek dilxwaz e, bi tevî vê, îqtidara esasî jî di destê orduyê de ye. Di rewşeke wisa de, endamên PDKSê û alîgirên wî pirr dixwazin ku Zaza tevî hilbijartinan bibe. Lê ew bi xwe dudil e. Bi mudaxelekirina kekê wî Dr. Nafîz jî, Zaza diçe Qamîşloyê û di 20ê Sermaweza 1961an de, berendamtîya xwe ya ji bo hilbijartinan radigehîne. Zaza û hevalên xwe digel grubên etnîkî yên din, lîsteyek hevbeş derdixin û dest bi xebat û propagandayê dikin. Derketin û serkevtina lîsteya wan îhtîmaleke pirr mezin bû. Nijadperestên ereban qet tehamula vê yekê nedikirin. Rojekê berîya hilbijartinê, bi hênceta ku Zaza di dema qedexekirî de propaganda kirîye, tête girtin. Bi tevî girtina Zaza, hevalên wî xebata hilbijartinê berdewam dikin û heta piştî nîvroyê jî lîsteya wî di pêşîyê de ye. Bêtehamulîya hikumetê diteqe; gelek wezîfedar û hevalên wî yên li ser sandoqan têne girtin, têne tehdîtkirin û li wan didin. Di encamê de bi zordarî û dijwarî, sandoqên hilbijartinê bi rayên alîgirên hikumetê têne dagirtin û lîsteya Zaza hilbijartinê wenda dike.

Dr. Nûredîn Zaza ji bo îtirazkirina li encamên hilbijartinê berê xwe dide Şamê. Dixwaze di derbarê vê neheqîyê de lêpirsîn bête kirin. Ereb tehamula vê yekê nakin û ew vedigerin Zaza sucdar dikin. Dibêjin: Alîgirên te yên ciwan li Amudê, li ser dîwaran nivisîne “Ereb, welatê me Kurdistanê biterkînin! Bijî Barzanî û delegeyê wî Nûredîn Zaza!” Di encamê de cardin Zaza tête destgîrkirin.

Tevî destgîrkirna wî, li ser daxwaznameyê lêpirsîn jî dest pê dike. Hîn komîteya lêpirsînê dest bi xebatê nekirbû, darbeyeke eskerî ya nû hate kirin. Êdî darbe li pey darbeyan tê û li Sûryeyê bêîstiqrarîya sîyasî dest pê dike. Di 8ê Adara sala 1963yan de, partîya Baas bi darbeyeke eskerî tê ser hukmê û dest bi girtina welatparêzên kurd dike. Pêre fîrarîya Zaza jî dest pê dike. Li Şamê taxa kurdan, bibû cîyê sirgûn û fîrarîyên kurdên neteweperwer. Di rewşeke wisa de ew mecbûr dimîne ku terka Sûriyeyê bike.

10. Reva ji zordestîya Beasîyên Sûryeyê û hewldanên ji bo agadarîya çapemenî û dîplomasîya rojnamegerî

Dr. Nûredîn Zaza dema ku ji Sûryeyê derdikeve, bi rêwîtiyeke gelek zehmet û xeternak digîje Lubnanê. Di rewşeke wisa de, tiştê ku dilê Zaza rehet dikir, geşbûna tevgera rizgarî ya başûrê Kurdistanê bû. Wê demê li başûrê Kurdistanê şerê di navbera kurd û Hikumeta Iraqê de, bi serokatîya Mistefa Barzanî her ku diçû bêtir germ dibû û Hikumeta Bexdayê xistibû tengasîyê. Baasîyên Sûryeyê çûbûn hawara Baasîyên Iraqê. Lê mixabin piştgirîya Baasîyên Sûryeyê ne bes bû. Hikumeta Bexdayê, ji bo dijberîya tevgera kurd, ji Turkîye û Îranê piştgirî xwest. Her çiqas ev herdu dewlet jî li benda rojekê wisa bûn ku bi hev re Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd têk bibin, bi berxwedana gelê kurd û mudaxaleya Rusyayê, ev hewldana wan ser negirt. Lêbelê di çapemenîya dinyayê û ya ereban de pirr kêm dengûbasê Tevgera Barzanî dihate kirin. Zaza vê kêmasîyê dibîne û ji bo dagirtina vê valayîyê dest bi hinek hewldanan dike.

Di rewşeke wisa de geşbûna Tevgera Barzanî, morala Zaza xweş dikir û hêvîya wî xurttir dikir. Ji bo vê, wî dixwest dengê Tevgera Barzanî bigehîne raya giştî ya dinyayê û derewên dagirkeran derxîne holê. Ji bo pêkanîna vê armancê, dest bi hewldanên çapemenî û dîplomasîya rojnamevanî dike. Li Lubnanê bi gelek rojnamevanên herêmî û Ewropî re têkilîya wî hebû û derbarê doza kurd û bûyerên Şoreşa Îlonê de agadarî didan wan: Dana Schmîdt (Emerîkî), Ricard Andereg (Swîsrî), Jori Biterê (berpirsyarê Civata Rojnamevanên Bîyanî Li Lubnanê), Hottingerê (Swîsrî), Mirkoyê (Yoxoslawî), Brady Wîllam Carter, Joe Morrîs, Hygleceyê (Emrîkî), Kurt Gebauer, Rainaziz, Harald Voeke, Rudolph Chemelli (Elmanî) Bardaud (Fransiz.) û wd. Her weha bi gelek rojname, Tv. û radyoyên Lubnanî û bîyanî re têkilîya wî hebû. Bi alîkarîya nûnerê Barzanî, hinek rewşenbîrên kurd û rojnamevanan, derewên Baasîyên nijadperest û hikumeta Bexdayê derdixîne holê. Deng û rewşa rastîn a Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistana Başûr digehîne raya giştî ya dinyayê.

Ji ber belavbûna van dengûbasên Tevgera Barzanî, Baasîyên nijadperest û Hikumeta Bexdayê gelek aciz dibin. Lewma, Hikumeta Bexdayê ji bo ku çapemenîya Lubnanê bêdeng bike, ji alîkî ve hewl dida ku hinek rojname û rojnamevanan bikirre yan jî bi ruşwetê bêdeng bike. Ji alîyê din ve jî lê digerîya ku çavkanîya van agadarî û hewldanan bizane. Piştî ku Nûredîn Zaza wek çavkanîyeke girîng a van agadarî û dengûbasan hate tesbîtkirin, ji bo girtina wî hewldanên sefareta Iraqê ya li Lubnanê dest pê dikin û di encamê de Nûredîn Zaza ji alîyê asayîşa Lubnanê ve di 15yê Sibata 1966an de tête destgîrkirin. Ji bo berdana wî gelek hewldan têne kirin, lê encameke erênî nadin. Wî di 21ê Nîsanê de ji nav sînorên Lubnanê derdixin û berê wî didin Ammana Urdinê. Rayedarên Urdinê wek penaber wî qebûl nakin û paşve vedigerînin Lubnanê. Polîsên Lubnanî, di 23yê Nîsanê de berê Zaza didine Sûryeyê.

Wê demê Sûrye û Iraq, welatên darbeyên eskerî bûn. Li van herdu welatan darbe li ser darbeyan çêdibû. Li Sûryeyê, darbeya herî dawî di 23yê Sibata 1966an de çê bûbû. Yanî roja ku Nûredîn Zaza vedigerînin Sûryeyê, wê rojê darbe çê bûbû. Dema ku ev darbe çêbû, serokê Partîya Baasî ya Sûryeyê Salah Cedîd bû. Di wê hengameyê de cardin tirs û xofa Girtîxaneya Mezzeyê tête ser dilê Zaza. Vê carê her çiqas Zaza nebin Girtîxaneya Mezzeyê jî, di wê rewşê de şertên hemû girtîxane û zîndanên Sûryeyê, kêm-zêde wekî hev in. Girtina vê carê jê re gelek giran tê û ji bo ku ji vî ezabî (zulmê) xilas bibe dixwaze xwe bikuje, lê bi ser nakeve. Mesulên girtîxaneyê ji hewldana wî ya xwekuştinê agadar dibin û cîyê wî diguherînin. Nûredîn Zaza, bi alîkar û teselîya kurdekî girtî yê di zîndanê de, dev ji fikra xwekuştinê berdide.

Vê carê jî Zaza, nêzîkê heft mehan di Girtîxaneya Şêx Hesen de dimîne. Piştî ku ji Şêx Hesen xelas dibe, wî dişînin Cebel Dûrzîyê (Çîyayê Dûrzîyan) û li wê derê bi nîv azadî di bin çavdêrîyê de jîyana xwe didomîne. Dema ku Sûrye di bin mandaterîya Fransayê de bû, rayedarên Fransiz erebên neteweparêz sirgûnê vê derê dikirin. Vê carê jî rayedarên ereb, kurdperwer sirgûnê vê derê dikirin. Nûredîn jî wê zivistanê jîyana xwe li Cebel Dûrzîyê derbas dike. Di Nîsana 1967an de, wî ji Cebel Dûrzîyê dişînin Şamê. Li vî bajarî jî jîyana xwe di bin çavdêrîya Mebahesên Baasîyan de derbas dike.

11. Nûredîn Zaza piştî 38 salan careke din li Dîyarbekirê ye

Di havîna 1967an de, germahîya îqlima Rojhelata Navîn bi pevçûna dewleta Îsraîlê û erban hîn germtir dibû. Pêre jî her rojek derbas dibû, zilm û zordarîya ereban, Dr. Nûredîn bînteng dikir. Ji alîyê din ve jî, merivên wî dixebitîn ku wî îqna bikin û bînin ser axa bav û kalan, bakurê Kurdistanê. Dr. Nûredîn vê fikrê ji heval û dostên xwe re jî aşkera dike û dibêje, ku ez li vir bimînim, dewleta Sûryeyê ji min re tenê jîyaneke nîvmirî û zîndanên tarî rewa dibîne, ya rasttir ew e ku ji vir derkevim.

Piştî dayîna biryara derkevtinê, 8ê Tebaxê bi alîkarîya qaçaxçîyan ji Binê Xetê derbasê Serê Xetê dibe. Wê şevê, digel xwarzîyê xwe li gundê Girêsora Nisêbînê derbas dikin û roja dinê di şefeqa sibê de bi rê dikevin, berê xwe didine Dîyarbekirê. Piştî 38 salan, Dr. Nûredîn Zaza ji derîyê Mêrdînê de dikeve bajêr û rewşa wê gavê ya bajêr wisa tarîf dike: “Ji xeynî caddeyê ku ber û berê bedenan hatibû çêkirin, ji rewşa xanîyên ku ji bazaldê reş hatibûn çêkirin tiştek nehatibû guhartin. Zikakên wî pirr qelabalix bûn, tije însan bûn. Ji sala 1930î vir ve nifûsa Dîyarbekirê pênc qatan zêdetir bûbû; ji 40.000an gihîştibû 200.000an.”[27] Wê rojê heta nîvro li Dîyarbekirê dimînin û piştî nîvro berê xwe didine ber bi Arxenîyê. Di êvara wê rojê de jî diçin Elezîzê li mala birayê xwe.

“Birayê min ê Reşo ji sala 1950î vir ve li Elazîzê dima û min ew nedîtibû. Ew ji lîsteya Partîya Demokrat du caran ji bo parlementerîyê hatibû hilbijartin, ji kurdan û her cure çalakîyên derbarê kurdan dûr ketibû. Piştî demekî biguman, êdî tirkan bawerî bi wî kiribû. Ji ber vê, li wê derê mayina min, ji bo têkilîyên wî û tirkan tehlûkeyek bû. Bi tevî vê yekê, wî û zarokên xwe, bi hesret û kêfxweşîyê pêşwazîya min kirin. Min li wê derê gelek rojên xweş bihurandin.”[28]

Piştî demekî, polîs û îstixbarata Tirkîyê pê dihesin ku Dr. Nûredîn Zaza li Elazîzê dimîne. Ji ber vê, Zaza mecbur dimîne ku Elazîzê jî biterkîne û berê xwe dide Stenbolê. Ew û mesulên hikumeta Tirkiyê du salan hev dibin û tînin, ji bo wergirtina destûra rûniştinê. Birayê wî, vê meselê digehîne heta Demirel û wezîrê navxweyî yê wê demê, cardin nikarin vê meselê çareser bikin. Dr. Nûredîn Zaza heta sala 1970yî nîv-veşartî li Tirkîyê dimîne û dibêje “Gava hikumeta Tirkî bi min hesiya, ez ji tabîyetîya tirkî derxistim û xwest min bigre û vegerîne Sûriyê, min lez da xwe û ji Tirkîyê derketim. Hatim Almanyayê û ji wê jî çûm Swîsrê.”[29]

Zaza, di sala 1972yan de, di 53 salîya xwe de bi rojnamevaneka Swîsrî re dizewice, ku ew li ser mesela kurd şareza bû û li bakurê Kurdistan jî geryabû. Piştî salekê, kurek ji wan re çê dibe û navê Şengo Valêry li wî dikin.

Dr. Nûredîn Zaza xebata xwe ya sîyasî û kulturî li Swîsrê û welatên din ên Awropî berdewam dike. Armanc û xeyala wî, pêşxistina doza kurd û pêkanîna yekîtîyeke neteweyî bû. Ew sedemên sernekevtina tekoşîna rizgarî ya miletê kurd weha tîne ziman: “Hebûna (bihêzbûna) mejîyê eşîrtîyê di nav civata kurdan de, parçebûna Kurdistanê, pirbûna neyarên miletê kurd, kêm an jî nebûna dostên wan bûne sedem ku şoreşên kurd neçin serî.”[30]

“Nûredîn Zaza di sala 1978an de, bi belavokek vekirî ji hemû rêxistinên Kurdistanî damezirandina enîyeke niştimanî û pêkanîna kongreyeke Kurdistanî xwest.

Her weha di sala 1979an de ji bo hevkarî û tevkarîya rêxistinên Kurdistanî, di damezirandina Partîya Yekbûnê de beşdar bû û ta dawîyê di serkirdayetîya wê de xebitî.”[31]

Ew, di sala 1983yan de, ji bo pêşxistina xebatên li ser ziman û kultura kurdî dibe yek ji hîmdarên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Wî digot:

“Gelî Kurdan!, Heke hun naxwazin ji hev tarûmar bibin û wenda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Lê heke dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin; bi havaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin; û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”[32]

Dr. Nûredîn Zaza, merivekî dilsoz ê dozê bû û wî tekoşîneke bi rûmet a neteweyî û jîyaneke tijî dijwarî derbas kir û di roja 07/10/1988an de ji ber nexweşîya penceşêr (kanser)ê li nexweşxaneya Lozanê wefat kir û li goristana wî bajarî hate veşartin.

12. Pirtûk û nivîsên Nûredîn Zaza

Nûredîn Zaza merivekî piralî bû, ew sîyasetmedar, çîroknivîs, zimannas û roşinbîrekî kurd bû. Ji ber vê, gelek nivîsên wî yên cur bi cur hene. Wî pêşîyê di kovara Hawarê de, bi çîrokan dest bi nivîsandinê kirîye. Di kovara Hawarê de bi navê Nûredîn Ûsif çîrok nivisandine. “Celadet Bedirxan gelek kêfa xwe ji çîroken wî re dianî û ji wî re digot: “Tu Çekofê me yî kirîvo, Çekof!…”[33] Digel Hawarê, wî di gelek rojname û kovaran de nivîsandîye. Roja Nû, Dengê Kurdistan û Hêvî çendek ji kovarên kurdî ne, ku nivîsên wî têde hatine weşandin. Ew berhem û nivîsên wî yên ku em jê agadar im:

  • Berhevoka ku ji nivîsandinên rojnameyên ereban pêk hatibû bi navê Gotinên Ereban Li ser Pirsa Kurd (Beyrûd).
  • Şerê Azadî, Helbest/Beyrûd (Li ser Şoreşa Kurdistana Başûr)
  • Bi navê Bîranînek, nivîsa ji bo Komcivîna Afro-Asîyawî li Qahîrê(1963).
  • Wergerandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî li ser zimanê Fransizî.
  • Memê Alan.
  • Nivîsên di rojname û kovarên Fransizî de.
  • Nivîsandina gelek meqaleyan bi zimanê fransizî û erebî di rojname û kovarên Lubnanî de.
  • Wergerandina Şivanê Kurd li ser zimanê fransizî.
  • Wergerandina pirtûka Bazîl Nikîtîn a bi navê Kurdan
  • Bi zimanê firansizî Ma vîe de kurde (jîyana min a kurdî) 1982, Swîsre.
  • Bir Kürt Olarak Yaşamım, Çapa Yekem, Nîsana 2000an, İstanbul, Peri Yayınları, İSBN: 975-8245-32-5.
  • Bîranîn, Çapa Yekem, 2008, Stenbol, Weşanên Avesta- ISBN: 978-9944-382-44-1.
  • Gulê (Berhevoka Çîrokên Wî), Çapa Yekem, Gulana 2007, Dîyarbekir – ISBN: 978-975-6179-30-7.

Çavkanî: Portreyên Çophiştî-I, r. 307-336

[1]   Kurmancî (Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê), h. 4, Zivistana 1989.

[2]   Heman jêder.

[3]   Heman jêder.

[4]   Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamım (Jîyana Min a Kurdî), Weşanên Pêrî, Nîsana 2000- Stenbol, r. 25.

[5]   Hişyar, Hesen, Görüş ve Anılarım (Bîranînên û Lênêrîn Min), Weşanên Med, 1994, Stenbol, r. 294.

[6]   Kurmancî (Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîse), h.: 4, Zivistana 1989.

[7]   Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamım (Jîyana Min a Kurdî), Weşanên Pêrî, Nîsana 2000, Stenbol, r. 62.

[8]   Kurmancî (Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê), h.: 4, Zivistana 1989.

[9]   Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamım (Jîyana Min a Kurdî), Weşanên Pêrî, Nîsana 2000, Stenbol, r. 79.

[10] Kovara Bîr, h.: 1, r. 49.

[11] Kovara Bîr, h.: 1, r. 55.

[12] Zaza, Dr. Nûredîn, Pêşgotina Hawarê (çapa ku li Ewropa ji alîyê Hemreş Reşo ve hatîye kirin), Lozan,1975.

[13] Heman jêder.

[14] Heman jêder.

[15] Zaza. Dr Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), Nîsana 2000, Stenbol, Weşanên Pêrî, r. 98.

[16] Heman jêder.

[17] Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), Weşanên Pêrî, Nîsana 2000, Stenbol, r. 144.

[18] Heman jêder, r. 144.

[19] Heman jêder, r. 146.

[20] Zaza, Dr. Nûredîn, Bîranîn, Weşanên Avesta, çapa yekem, 2008, Stenbol, r. 15.

[21] Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), Nîsana 2000, Stenbol, Weşanên Pêrî, r. 152.

[22] Kurmancî (Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîse), h.: 4, Zivistana 1989.

[23] Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamim (Jîyana Min a Kurdî), Weşanên Pêrî, Nîsana 2000, Stenbol, r. 160.

[24] Kurmancî (Weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîse), h.: 4, Zivistana 1989.

[25] Haco, Mecîd,  Kurdistan Press, hej. 76, Çîrîya Pêşîn 1989, r. 12- 28ê.

[26] Heman jêder.

[27] Zaza, Dr. Nûredîn, Bir Kurd Olarak Yaşamim, Weşanên Pêrî, Nîsana 2000, Stenbol, r. 160. Heman jêde, r. 248.

[28] Heman jêder.

[29] Heman jêder, r. 143.

[30] Kurdistan Press, h.: 51, 8ê Kanûna 1988.

[31] Hemreş Reşo, Kurdistan Press, h.: 51, 8ê Kanûna 1988.

[32] Kurdistan Press, h.: 44, 20ê Çîrîya Pêşîn, 1988, r. 1.

[33] Zaza, Nûredîn, Pêşgotina Hawarê (çapa nû ya ku ji alîyê Hemreş Reşo ve hatiye kirin).