Serokê mezin cenabê Barzanî dibêje “Kerkûk dilê Kurdistanê ye” û sîyaseta PDKê jî li ser vê esasê ye. Du şoreşên me li ser Kerkûkê ji nav çûne. Di sîyaseta me da kurdistanîyeta Kerkûkê esas e.

Seîd Veroj: Berêz Mesrûr Barzanî,  cenabê we dikare bigiştî û bikurtî rewşa nûke ya Kurdistana Başûr dîyar bike?

Mesrûr Barzanî:  Bi raya min nûke wezhê Kurdistanê baş e, hemî tişt nîsbî ye. Eger em fekin li wezhê Kurdistana Iraqê, ji rewşa hemû parçeyên Kurdistanê baştire û li daxilê Iraqê da jî, ji hemû herêmên Iraqa Federal baştire. Ji layê sîyasî ve tecruba demokrasiya Kurdistana Iraqê di sêzdeh salên rabirdû da saziyên demokrasî hatine avedankirin û bêîstiqrarîyeke sîyasî yan jî îdarî nîye. Li hermên dî yên Iraqê tabî ev heye. Elhemdûlîla vê gavê Kurdistan ji hemû rûyekê ve bihêztire. Pêşmergeyên Kurdistanê mewcude û amadeye her gavekê parastina Kurdistanê bike.

Hêzên sîyasî yên Kurdistanê vê gavê tevayî di nava aşitîyê da ne, têgehîştin û qebûlkirina yekûdu heye. Ji hemîyan mihîmtir jî parlamentoya Kurdistanê heye, karê xo diket û zor çalekiya pêk diîne û tesîrek baş jî heye. Pêşveçûnek îqtîsadî ya zor baş a berçav heye li hemû parêzgeyên Kurdistanê. Ev pêşveçûna îqtîsadî bûye bingeh bo îstîsmaratêt derve. Ewil care ku Kurdistan ji derve da jî wek welatekî aram û biîstiqrar tête qebûlkirin ji layê emnî û sîyasî ve. Wezhê sîyasî û emnî yê Kurdistanê ev mecalê pêş xistî. Bo hindê wezhê îqtîsadî jî berev pêş diçe. Dîsan ez dibêjim vê gavê bi her awayê wezhê Kurdistanê bi nîsbî ji wezhê Iraqê pêşvetire. Îhtimale eve mistehwayê timahayê miletê Kurd nebî. Miletê kurd belkî zêdetir li pêş bibît. Bes divê em jî weqahbîn bin, ligor weqehê dinyayê hin gavan bavêjin, hin gavên wer bavêjin ku sibehî em nebin pîşeman. Her gava ku berve pêş diçin lazime biçespêt û hin gavên zêdetir em biavêjin ku hindî zêdetir berve pêş biçin û înşelah hemû mafê kurdan cîbicî bibin. Tabî cenabê te mimkune agadar bî ji qanuna îdareya Dewleta Federal a Iraqê ku wextê hate îmzekirin, herêma Kurdistanê wekî herêmeka federal daxilê dewleta Iraqê da hatiye nasîn û hemû dezgayê hikumeta herêma Kurdistanê biresmî hatine nasîn. Eva xo bi xo cîyê serkevtin û cîyê umidê ye. Bo destkevtîyên zêdetir jî înşelah dahatû da miletê kurd biserkeve.

Berêz Mesrûr Barzanî, nizîkê hefteyeke ku li Kurdistanê me, ez ji xelkê, ji roşinbîr û kesayetîyên cûda dipirsim û her kes dixwaze ku serkirdayetîya sîyasî ya kurd yek be, axwaza yekîtîya sîyasî dikin. Ji yekîtiya sîyasî qesta me ev e ku îdareya Silêmanî û Hewlêrê yek bin. Di vê mijarê da gelek tiştên erînî têne guhê me lê yên şik dikin jî hene. Di rastiyê da ev peywendî û pêşveçûna yekîtîya sîyasî di kîjan qonaxê da ye, em çi qas bi çakbînî lê binêrin?

-:  Welahî ez dikarim zêdetir behsê mewqifê Partiyê bikim. Partî li ser vê mewzuyê zor dixebite û hewlê zorî jî dide bo yekîtîya herdu îdareyan (îdareya Hewlêrê û îdareya Silêmanî). Tabî me projeyek zor kamil heye. Em ligel serkirdayetîya YNK jî axiftîne, ku ev yekîtîya îdareyên hikumeta herêmê bête kirin. Esasen dê yekîtîyek tund û tol bî yanî tû meşakîlek têda nebî. Îca di nehiya praktîkê da jî emê berçav bigrin, bes rûtîniyat nebê, bes nav nebê. Wextê yekîtî tête wicudê divê bibe yekîtîyek fealen û di xizmetê miletê kurd da be. Em li ser vê bawerîyê ne; yekîtîya miletê kurd, serkevtina miletê kurd e. Me heta vê gavê jî, yanî deh salên çûyî, me yekîtîya xo zor baş birêve birî û stratejiyeta PDK û YNK li ehdasêd Hikumeta Federal a Iraqê da zor nizîkê hev bûne, ku hemû gavê yek nebin jî. Bes me yek stratejîyek hebî û berev pêşçûnek zor berçav e. Nûka jî cihud berdewam in, hêjta em negehîştine netîceyên nîhayî. Em dixwazin herdu îdare bibine yek. Heqîqeta mewzuyê jî ew e. Hilbijartina dahatû yê Kurdistana Iraqê dê em bi sûretekî giştî hel bikin. Tabî heta hingê jî mecalê yekbûna herdu îdareyan bisûretekî kamil nebî û negehîşte qonaxeke nîhayî, piştî helbijartinê li Kurdistanê dê herdu îdare bibe yek.

Yeknebûna herdu îdareyan hem di peywendiyên navnetewî da û hem jî di peywendîyên bi Dewleta Federal a merkezî ya Iraqê ra nabe sebebê tevlihevî û probleman?

-: Heta vê gavê tû tengavî çênebûne. Çimkî stratejiyeta me herduwan yek bûye. Yanî wa nîye ku li ser mewzuyê esasî yê kurdayetîyê di navbera me da cûdayetî hebe. Eger bîr û boçûnêt me yên cûda hebin, li ser esasê daxîlî ye, yanî hîzbî ye. Li ser musewayê neteweyî bîr û boçûnêt me daîma digel derva û Hikumeta Federal a Bexdayê yek bûye, heta nûha çi mişkulek çênebûye.

 Cenabê we dikare hinek behsa mesela Kerkûkê bike, çiye ev mesele? Hem li der ve û hem jî di hundir(daxil) da Kerkûk di rojevê da ye, tête gengeşîkirin(minaqeşekirin). Em dizanin ku çavkanîyên dîrokî Kerkûk wek bajarekê qedîm ê Kurdistanê didin dîyarkirin. Ji BM. 3800 sal yanî ji wexta Hurrîyan vir da her li vê herêmê kurd jîyane û topografya vê erdê jî wek berdewamîya sîlsîleya cografya Kurdistanê ye. Evro eger bi sebebê dewlemendiya petrola wî be yan jî jiber rewşa wî ya stratejîk û wd.  be, hem bala dewletên herêmî û hem jî yê hêzên sîyasî yên navnetewî li ser Kerkûkê ye. Ev rewşa hanê jiber çi ye, dê çawan çareser be?

-: Bi raya min baştirîn tehlîlê li ser Kerkûkê, serokê mezin cenabê Barzanî kirîye ku dibêje “Kerkûk dilê Kurdistanê ye” û sîyaseta PDKê jî li ser vê esasê ye. Du şoreşên me li ser Kerkûkê ji nav çûne. Di sîyaseta me da kurdistanîyeta Kerkûkê esas e. Em amade nînin rojekê ji rojan di bin her fişarekê da bî jî îhtirafê pê bikin û bêjin Kerkûk ne Kurdistan e.

Eger em îstinad li ser delayînêd kevn jî bikin, tarîxîyen çi li wextê Dewleta Osmaniyan da û piştî wê jî parçekirina dewleta Iraqê û îtirafa Dewleta Brîtanyayê ku hingê li Iraqê bû, ekseriyeta xelkê nişteciyê Kekûkê kurd bûne. Heta Dewleta Osmanîyan di wextê xo da parêzgeya Kerkûkê wekî Kurdistan hesab kirîye.

Ez wek tesdîqkirina gotina cenabê we dixwazim li ser wê demê gotara nivîskarek bi bîr bînim. Gerokê meşhur ê tirk Şemseddîn Samî di kitêba xwe ya bi navê Kamus-ûl Alem da li ser wîlayeta Musil ku wê demê Kerkûk jî girêdayî Musilê bû dibêje: “Ji çaran sisê yê nifusa Kerkûkê kurd in û ji çaran yek jî ew ên din in.” 

Belê. Îcar, axir serjimêra ku hatibû kirin ne li ser esasê meramên sîyasî, bes bo daniştîyên bajarê Kerkûkê bû, di sala 1957ê da hatibû kirin ku hingê tihumatê hikumeta merkezî têda nebû. Li gor wê serjimêrê zor aşkira ye ku miletê kurd li Kerkûkê pirranî ye. Tabî piştî hingê hebûna neftê li bajarê Kerkûkê bi sûretekî giştî, dewleta Iraqê bi taybetî piştî hatina Baasîyan welê kir ku Kerkûkê ji destê kurdan derbixê. Û hejmarek sîyasetên rêgezperestî, şovînî û heta şerê jenosîdî digel miletê kurd hate kirin da ku miletê kurd li bajarê Kerkûkê bi taybetî kêm bin. Ewil car meşakîl bo wan çêkirin da ku kurd neyin Kerkûkê. Ew îmtiyazên ku bo ereban çêkirin bo kurdan çênekirin. Di jîyana wan da zehmetî çêkirin, heta di netîce da welê hatin mecbur kirin ku kurd ji kerkûkê derkevin. Mal û milk û wd. hemû tiştên wan girtin û erebên tehrîbê anîn li ser milk û xaniyên kurdan danîn. Heta wekî dî jî yarmetî danê bo hindê ku nifusa ereban beranber yê kurdan zêdetir be heta der deran ev yek li hember aşûrî û tirkmenan jî hate kirin. Bes hedefa esasî kurd bûn. Dixwestin nifusa kurdan li Kerkûkê kêm bikin.

Gorîna demografiya parêzgeya Kerkûkê bi taybetî sîyaseta rejîma Baasîyan bû. Qeza û nehiyeyên ku ekseryeta wan kurd bû ji parêgeya Kerkûkê cûda kirin û dixwestin bi sûretekî giştî kurdan li parêzgeya Kerkûkê bikin eqliyet yanî kêm bikin. Mîsal Çemçemal, Kelar, Kifrî, Duz, Pirdê û Dibis ev qeza û nahiye hemû ji kerkûkê hatin cûdakirin. Çunkî ekseriyeta wan kurd bûn. Hingê bi rehetî karîbûn nav bajarê Kerkûkê tehrîb bikin û nifusa kurdên têda bikin eqliyet. Ev sîyaseta gorankariya demografiya bajarê Kerkûkê bû.

Wextê di qanuna îdara dewletê da mewzuya Kerkûkê hatiye munaqeşekirin, ev behsan hatine kirin û îtifaq li ser kanuna îdareya dewletê heye û lazime bête tetbîqkirin û proja normalîzekirina Kerkûkê bête kirin. Ew jî çawa bête kirin?

Ew erebên ku înan û bi zor erdê kurdan jê standine dane wan(em nabêjin bi zor ewan vegerînin yan çawa wan zilim û tehda li kurdan kiriye em jî li wan bikin, bes dibêjim lazime ew cardin vegerineve, heta bila îmtiyazatan bidinê) bila ew cardin vegerin cîyê lê hatî.

Ya duyê, ew awareyên Kerkûkê, ew ên ku hatine derkirin, ewan vegerineve û biçine Kerkûkê.

Ya sêyê, ew qeza û nahiyeyên ji Kerkûkê hatine cûdakirin; dayne Dîyala, dayne Selehedîn, dayne Silêmanî ewe carekî dî vegerine ser bajarê Kerkûkê. Piştî wê serjimêr bête kirin û da bizanin ekseriyeta bajarê Kerkûkê kî ne û daniştîyê eslî yên Kerkûkê hingê biryara xo bidin; ka aya Kerkûk divê ser bi herêma Federal a Kurdistanê ve bimîne yan jî ser bi Hikumeta Federal a Merkezî ve bimîne.

Tabî heta hingê ew tişt nehatiye kirinê, çinku maqul nîye. Kurdê aware hêjta venegeryane, ew qeza û nahiyeyên jê cûdakirî hêjta venegeryane ser Kerkûkê. Eger vê gavê her tişt bête kirin mana wî ew e: dirêjpêdana sîyaseta tehrîbê wextê xo rejîma Baas ev e û em wê qebûl nakin, me divê Kerkûk wekê xo yê berê bê û piştî hingê miletê Kerkûkê biryara xo bide, bizanibe digel kî da ye.

Baş e, ligor yasa katî ya Iraqa Federal: divê berê awareyên Kerkûkê vegerin û piştê wê serjimêrek giştî çêbe û li pey wê jî dê referandomek çêbe jibo dîyarkirina qedera Kerkûkê. Gelo serkirdayetîya kurd xwe bi vê yekê ve girêbide û ligor vê proserdûrê di encama vê referandomê da piranî nifusa Kerkûkê bêjin em naxwazin daxilê Kurdistanê bin, wê demê dê çi bibe?

-: Eger ew tetbîqa em dibêjin; normalîzasyona Kerkûkê bête kirin; awareyên Kerkûkê vegerin û qeza û nahiyeyên ku zorbeyê wan kurd e û ji Kerkûkê hatine cûdakirin careka dî vegerin ser Kerkûkê û ew erebên bizor înayî ewan vegerine ser cîyê xo, ekseriyeta mutlaq li bajarê Kerkûkê kurd e. Eger wê demê kurdan neviya aîdê Kurdistanê bin, wê gavê lazime gilîyên kurdên Kerkûkê bête kirin.

Bes serkirdayetiya Partî bitaybet hemû hewl û koşeşê xo kirine bo hindê, Kerkûk waqehê xo yê eslî vebîne û miletê kurd careka dî vegerin Kerkûkê û hingê çêdibe miletê kurd biryarê bidate aya Kerkûk Kurdistan e yan ne.

Gotarek Serok Mesûd Barzanî heye dibêje “em kurdistanîbûna Kerkûkê bi kesî ra minaqeşe nakin”, ev referandom nayê wê manayê ku kurdistanîbûna Kerkûkê tête minaqeşekirin?

-: Ez gotina wî teekîd dikim. Serkirdayetîya Partî û cenabê Serok mutekîd in, eger ew bername bê tetbîqkirin û normalîzekirina Kerkûkê bête kirin, eksesryetê miletê Kerkûkê kurd e û ekseryetê miletê Kerkûkê dê tekîdê li ser mewqifê Partî û serkirdayetîya sîyasî ya kurdî bike ku Kerkûk Kurdistan e. Tabî me nevêt em bizor bibêjin ev e, me divê em îsbat bikin ku ev e, û eve tiştekî ye ku îtifaq li ser hatiye kirin. Vê gavê axaftina me ya li beramber axaftina nehezên me, dewletên qualîsyonê jî beşdar bûn têda. Yanî me hemû minaqeşe li ser vê mewzuyê kirîye. Me gotîye bila heqîqeta mewzuyê bête aşkirakirin. Tabî ew înkarê dikin; mîsal hinek turkmen înkarê dikin ku Kerkûk ekseryeta wê kurd e, ereb înkarê dikin ku ekseryeta Kerkûkê kurd in. Em dibêjin ekseryeta Kerkûkê kurd e. Lê sîyaseta şovenî ya Baasî ev heqîqetê gorîne. Em dibêjin divê heqîqet wek ya berê be. Lazime kurd vegerin Kerkûkê. Wê çaxê jî ekseryeta xelkê Kerkûkê dibe kurd û Kerkûk parçeyek Kurdistanê ye. Ev raye raya serkirdayetîya PDK û raya cenabê Serok e.

Ya dî, eger Kerkûk vegere ser îdareya Federalî ya Kurdistanê mana wî ew nîye ereb û tirkmenên  ku di eslê xo da xelkê Kerkûk bûbin, heqê jîyana wan li Kerkûkê nebê, bîlakîs hemû heqê wan heye û hemû heqê wan ê desthelatê jî heye. Divê ligor nîsbeta wicuda xo beşdarê îdareya Kerkûkê jî bin.

Berêz Mesrûr Barzanî, wesa dîyar dike ku mesela Kerkûkê bêtir meseleka sîyasî ya navnetewî ye û ne tenê herêmî ye, hem herêmî ye û hem jî navneteweyî ye; girîft û pirralî ye. Ji ber vê yekê dê gelek leyiztikên sîyasî yên navnetewî jî têda hebin. Em dizanin piratîk û ceribandinên we yên li ser dîroka dûr û nizîk heye. Vêga hun biçakbînî li bûyeran nanêrin? Îcab nake ku serkirdayetîya kurd di vê pêvajoyê da li ser mesela Kerkûkê bêtir bişik û bitevdîr be?

-: Em mesulin li beramberê mewqifê xo, em amade nînin li jêr her fişareka bêtin, waz bînin ku Kerkûk Kurdistan nîye. Me bi hindê bawerîya xo û bawerîya miletê xo înaye ku her gava ew gorankariyên lazim û îtifaq li ser hatiye kirin bêne bicîkirin, dê hindê heqîqeta Kerkûkê bo hemû dinyayê aşkira be. Yanî eve mewqifekê wazih e, eve ne mesela tehdaya heqê kesî ye. Em dibêjin heqê me li Kerkûkê da çi ye, me ew divê. Eger ev gorankarîyên dema rejîma Baas hatibûn kirin, nûka jî bo her sebebek sîyasî ew texîre nayine bizîvirandin û her li ser wê sîyasetê biçin, tabî em qebûl nakin. Û eger leyztik di sîyaseta alemê da hebîtin yan ya Iraqê da hebîtin, eve mewzuyeke. Lazime em vê dîyar bikin: yek, eger em parçeke Iraqê bin û eger em behsê dewleta Federal a Iraq bikin, lazime miletê Iraqê biryarê bide; kurd û ereb û tirkmen û asûrî û wd. Eger dewletên dî destê xo înetin nav da û mesela Kerkûkê bibe meselekî navnetewî, tabî eve nayêt qebûlkirin û em qebûl nakin.

Kerkûk berê her tiştekî mewzuyekî Iraqî ye. Heqê dewletên bêgane nîye tedaxulê nav me bikin. Mesela Kerkûkê meseleke mustaqbelê Kurdistan û Iraqê ye, dê ev mewzuyê Iraqî hal bikeyn ne ku xelkekî dî.

-: Baş e, ligor cenabê we li ser mesela Kerkûkê sîyaseta PDK û YNK wek hev e, yan jî yekdengî heye? Demek berê Mam Celal hatibû Tirkîyê li ser pirsyara rojnamevanan jibo çareserîya mesela Kerkûkê behsa “statuyek taybetî” kir. Gelo qesta ji “statuya taybetî” çî ye? Hun vê gotarê çawa şirove dikin?

: Welahî ez hes nakim tesvîrê axaftinêt Mam Celal bikim. Tiştê Mam Celal gotî li ser rojnameyan hatîye belavkirin, bila xelk tevsîr bikit. Ez tevsîr nakim. Bes ez behsê mewqifê resmî yê YNKê dikim ku li ser wê helwêstê PDK Û YNK lihevkirîye û em jî girêdayî wê helwêst û polîtîkayê ne. Ji dervayê wê ew ligel rojnamevanan çi dibêjin, li Tirkîyê çi dibêjin, li Îranê çi dibêjin, mewqifê xo digorin … her kes beramber helwêta xo mesul in. Em mecbur nînin axaftinên wan şirove bikin, lazime ew parastina axaftinên xo bikin.

-: Em dizanin ku bi minasebeta tirkmenan Tirkîye dixawaze tedaxulê mesela Kerkûkê bike. Di vî warî da hewildanên wê jî hene. Em dizanin di peymana 13yê qanuna 1926 da ku di navbera Brîtanya û Tiekîyeyê da hatibû îmzekirin, li gor wê peymanê Tirkîyê dev ji hemû îdeayê xwe yên li ser wîlayeta Musilê( ku wê demê Kerkûkê jî di nav sînorên wîlayeta Musilê da bû) ber dide. Evro bi raste rast nebe jî, bi rêka medya û çapemenîyê Tirkîye li ser Kerkûkê heq îdîa dike. Gelo hun vê yekê çawa dibînin.

-: Tabî em hes dikeyn Tirkîye dewleteka dost bî û em hes dikeyn Tirkîye alîkar bît bo îstiqrar û emniyeta Iraqa Federal, bo damezirandina sîstemekî demokratîk, ne ku meşakîlan dirist bikê. Çawa em navên meşakîlan dirist bike, em jî meşakîlan çênakin bo wê.

Bes mesela Kerkûkê meseleka Iraqî ye, heqê Tirkîyeyê nîye tedaxulê meseleya Kerkûkê yan jî bihostekî xaka Iraq û Kurdistanê bike. Ew dewleteke bêgane ne, ev jî dewleteke serbixo ye. Jiber vê yekê em hes ji dostayetîya wan dikin, bes em qebûl nakin tedaxulê kar û barê nav Iraqa Federal bikin; li ser Kerkûkê yan bajarekî dî tiştekî ferz bikin.

Mesela ne tenê Tirkîye ye, her weha Îran û Surye jî naxwazin Kerkûk bi Kurdistanê ve bête girêdan, heta helwesta beşek hêza sîyasî ya navnetewî jî ne dûrê helwesta dewletên herêmî ye. Demek berê di rojnameyek Tirkîyê da gotara rêvebirek Almanî hatibû belavkirin ku digot “Kurdistanek Federal a bi Kerkûk, dê li Rojhelata Navîn da bibe Îsraîla duyemîn”. Têgeyîştina tirs û şikên dewletên herêmî aşkiraye, gelo dewletek serkêş a Yekîtîya Awrupayê çima wesa dibêje? Cenabê we û serkirdayetîya Partîya we di derbarê Rojhelata Navîn û Kurdistanê da sîyaseta Yekîtîya Awrupayê çawa şirove dikin?

-: Kurdistan her tiştekî wî Kurdistan e. Kurdistan ne Îsraîl e û ne jî dewleteka dî ye. Dewletên dî, xelkên dî pê xoş bin yan nexoş bin ev e. Ev heqîqet e, emnê waqihe. Kurdistan e, wê hebe û dimîne. Lazime tehamûlê pê bikin. Tabî her dewletek sîyasetê xo heye, îhtimale tumahatêt Tirkîyeyê bo hinek Iraqiyan pare bidin, yanî leyizîna Tirkîya bi sîyaseta Iraqê da ferqe ji tumahat û sîyaseta Îranê. Her yekê meşakîlêt xo heye. Tirkîye mitefîkê Amerîka ye, endamê NATO ye. Îran bîlhes mişakilêt wê hene, mişakilêt wê bi Amerîkayê ra heye, ligel wê Îranê mesela Kurdan hal nekirîye. Hebûna Amerîka li Iraqê mişkule. Dîsan Deweletek Federal a Iraqî û Herêma Federal a Kurdistanê her yek bîr û boçûnêt wan hebin, sîyaseta xo hebî. Ji ber hindê her yek ji wan xwedî sîyaseta cûda ne. Dîsan me divê aşitî hebê, me divê dostayetî hebê ligel Îranê, ligel Tirkîye û Suryeyê û ligel hemû dewletên dorûber. Bes ev aşitî û dostayetî û hisnûniyeta me nayête wê manayê ku mecal hebit ew tedaxulê sîyaseta nav me bikin. Daxwaza me ji wan ev e ku ew destê alîkarî dirêj bikin bo çareserkirina meseleyên navxoyî. Miqabilê wê heta ku mimkun be em jî mihawele bikin ku demokrasî li Iraqê çêbikin. Em naxwazin bibin mezderê tehdîdê bo hîç dewletekê.

Evro bi giştî Rojhelata Navîn û Iraqa Federal û bi taybetî jî mesela Kerkukê qasê ku bala dewletên herêmî dikşîne, ew qas jî jibo hêzên sîyasî yên navneteweyî balkêş û mihîme. Em dizanin ku li ser Rojhelata Navî û Iraqê(Kurdistan jî têde) sîyaseta Yekîyîya Awrupa û Amerîkayê ji hev cûda ye; layekî parastina statuquya heyî(YA) dike û layê din jî(Amerîka û hevalbendên xwe) dixwaze statuqoya heyî bigorîne û ligor xwe statukoyekî nû pêk bîne. Hun nakokî û dijraberîya ev herdu hêzên sîyasî yên navnetewî bi giştî li Rojhelata Navîn û bitaybetî li Iraqa Federal da çawa dinirxînin(şirove dikin)?

-:  Birastî rewşa giştî ya Iraqê zelal nîye, ne dîyare wê çi bibe jî. Tabî ez dîsan jî dibêjim her tiştek, her gorankarîyek, her wezhek sîyasî dê encamên nû peyda bikin. Eger vê gavê li Iraqê îstiqrar nemîne, rewş berve xirabtir biçit; sibê şîîyan li başêrê Iraqê doza cûdabûnê bikin, sûnî doza cûdabûnê bikin yanî texsîma Iraqê mewzuyekê heqîqet e. Bes mesela ne tenê kurd e, gelek mewzuyê dî jî hene. Lê girîng ew hemû hewildan weka dewletek federala miweqet a yekgirtî bînit. Bo çi? Çinku vê gavê zirufêt sîyasî yên navnetewî ev in. Bes ev nayê wê manayê gorankarîyên ku li Iraqê çêdibin mewzu tenê Kurdistan e, mewzu hemû Iraq e. Ji ber vê yekê desttêwerdana dewletên derve yên navneteweyî; çi Amerîka bîtin çi Awrupa bîtin, di nav rewşa giştî ya Rojhelata Navîn û Iraqê da mesela Kurdistanê beşeke têda.

Eger em li rewşa xo ya rabirdu fekin, Kurdistan heta nûha berve pêş çûye berve paş neçûye û hêvîya me jî ew e. Eger em atîfe li sîyasetê nekin yanî bi mentiq û aqilane rêve biçin, dahatû û mistaqbelek zor ronakî li pêş miletê kurd e.

Dixwazim wê bêjim encama nakokîya(dijraberîya) sîyaseta Amerîka û Yekîtîya Awrupayê dê li Iraq û Kurdistanê tiştê nexoş peyda neke?

– : Çi mişkîle bo me nîne. Me peywendî û dostanîya dewletên YA û Amerîkayê heye. Bes vê gavê jî hemû layan zêdetir destê Amerîkayê di nav Iraqê da heye. YA(Yekîtîya Awrupa) heta vê gavê dewrekî hindî zor nedîtîye li Iraqê. Ligel dewletên Awrupayî jî peywendîyê me yên baş hene. Mişkila me ligel YA û Amerîkayê nîye, mişkila me mişkila hiquqê miletê Kurd e, ême xebatê bo destînan hiquqê miletê kurd dikin. Tabî kesekî ji wan dijî vê mewzuyê nîye. Çinku YA û Amerîka herdu mitefiqin li ser esasê prensîbên demokrasiyê. Sîyaseta kurdan vê gavê bo pêşvebirina demokrasiyetê ye, bo pêşvebirina hiquqê miletê kurd e li ser esasê demokrasî û federalîyê. Eve dijî prensîbên Awrupayîyan û dijî prensîbên Amerîkê nîye. Ji ber vê yekê ez li vira xîlafek nabînim.

Lê ev dîyare ku jibo her alîyek rêbaza pêkanîna prensîbên demokrasîyê û demokrasî bi xwe jî cûda tête têgehîştin. Mîsal Amerîka dibêje guhartina rejîmên van dewletan ancax bi zor û qewetê dibe; YA jî dibêje ev guhartin peyderpey bi reforman dibe. Mebesta min ne peywendiya bi rêkxirawên civakî û raya giştî ya van dewleta ra ye, esas sîyaseta van dewletan e. Evro sîyaseta YA parasatina rewş û statuqoya kenv e. Ev jî bivê nevê dê navbera herdu aliyan da nakokî peyda bike.

– : Statuqoya çi mesela? Qesta te statuquya heyî ya Iraq û Kurdistanê be, vê gavê dewletên Awrupayî û dewleta Amerîkayê hemîyan îtirafa federalîya Kurdistanê kirîye di daxilê Iraqê da. Eger ji xaricê vîya mexseda te pê hin gavên zêdetir bin, ew mewzuyekê dî ye. Eger statuqo eve ye, vê gavê me tû mişkilatekî nîye. Ya dî jî ez mewzuyek bo cenabê te behs bikim: di heqîqetê da heq nayêt dayin, kes heqê te nade, lazime wekî kurd tû heqê xo bitsînî û heta vê gavê ew tiştên bo kurdan hatiye kirin me stendîye kesî bo me nekirîye. Federalîyeta Kurdistanê bi xwîna hezaran şehîdan hatîye stendin, bi zehmeta hezaran pêşmergan û xwîdan rijîna bi hezaran malbatên enfalan û milêtê kurd ê derbeder e. Federaliyeta Kurdistanê heqê miletê kurd ê stendî ye. Bi xebata dîrokî ya deh salan me stendîye. Ji ber vê yekê em ne amadene ji rojan rojekî ew heqê ku me bi xwîna xo stendîye, careka dî yekî bê ji me gavekî paşavêtinê bixwaze. Me kurdan hinde sale şer kirin bo çi? Bo stendina heqê xo.

Vê gavê sîyaseta me ligel sîyaseta dewletên pêşkevtî; dewletên Awrupayî û Amerîkayê hevdu vedigirêt, me mişkule digel wan nîne. Em doza hiquqê miletê xo dikin çi li ser esasê demokratî bî, çi li ser esasê referandomê bî. Vê gavê federaliyeta Kurdistanê statuqo ye. Eger dewletên Awrupayê vê dixwazin û piştgirîya miletê kurd dikin, eve berjewendîya miletê kurd e. Û eger doza referandom û prensîbên demokrasîyê dikin ev jî berjewendîya miletê kurd e. Amerîka jî heta nûha wekî dostekê piştevanê miletê kurd bûye, tiştekî dijî me nekirîye ku hiquqê miletê kurd neyê parastin.

Di dema şerê Iraqê da kurdan di nav rêza hêzên hevpeyman da cî girtin. Wesa dîyar dibe ku ew peywendî evro jî berdewamin. Gelo lênêrîn û xweragirtina hêzên hevpeyman li ser mesela Kerkûkê çî ye? Hun bi taybetî li ser Kerkûkê gotin û xweragirtina Pol Hardî çawa şirove dikin?

-: Pol Hardî temsîla hêzên hevpeyman nake. Pol hardî şexsek bû û ew gotinên wî jî raya wî ya şexsî bûn. Em jî dibêjin Pol Hardî zêdeyê xo çû. Ne Kurdistan milkê wî ye û ne jî Kerkûk bajarê wî ye, ku qerar bide Kerkûk bajarekê Kurdistanê ye yan nîye. Mirovekî bi xo hin gotina kir û çû. Pol Hardî wicûd nemaye, ne li sîyaseta Iraqê ne li sîyaseta Kurdistanê û ne jî li Kerkûkê. Mewzuyekî esasî nîye ku raya Pol Hardî çi bû yan çi nebû. Tiştê resmî yê nik me, ew îtifaqa ku hêzên hevpeymanan ligel me îmza kirî ye. Û ew îtifaqa hikumeta katî û îdara miweqet ku ligel me îmza kirî esas e. Şerha wezhê Kerkûkê, ew sûneta berê nûha ku min bo cenabê te şerh kirî, em mitefîqin li ser wê. Bi axaftinê çênabe. Çawa çêbe dê bêjin Kerkûk Kurdistan nîye, em jî dê bêjin Kerkûk Kurdistan e, ew bivêt nevêt Kerkûk Kurdistan e. Eger dixwazî çareserîya vê wezhê bête kirin, em dê îsbat bikeyn. Mewzu ne tehda ye, mewzuh heqîqet e, heqîqeta Kerkukê Kurdistan e û em îsbat jî dikeyn; mentiqî bîtin yan qanunî bîtin bi her newhekî em amadene îsbat bikeyn. Li ser wê îtifaqê hemû razî bûne, hem hêzên Iraqî û hem jî hêzên hevpeymanan. Bi vê awayê be em razî ne. Çunkî em mûtekîdin, netîceyê nîhayî yê ekseryeta miletê bajarê Kerkûkê bigiştî Kurd in û biryara miletê kurd bo pêşeroja Kerkûkê ew e ku Kerkûk parçekî Kurdistan e. Pol Hardî bivêt nevêt ev e.

Cenabê we jî teqdîr dike ku mesela kurdan ne tenê Kurdistana Başûr e, mesela kurdan li Îran, Suryê û Tirkîyê jî heye. Bigiştî lênêrîna we ya li ser parçeyê dî yên Kurdistanê çîye?

– : Wekî serkirdayetîya PDK heta evro sîyaseta me zor zelal û aşkira bûye, her gavê me piştgirîya hiquqê miletê kurd yê her parçeyê Kurdistanê û li her cîyekê dinyayê kirîye. Divê em wekî kurd bizanin ku berjewendîya miletê me di çi da ye, yan çawan em dê pêşve biçin. Em li du atifan nekevin, yanî larîkirin û atîfe daîma kurd tûşê mişkilan kirîye, tarîxen jî ev hatîye dîtin. Lazime em gavên xo biaqilane bavêjin. Û em dibêjin lazime xebata miletê kurd hevçerx bît, xebata miletê kurd xebateke pêşkewtû bît, li ser esasê prensîbê demokrasî bît û ji her tiştekî xeşo û mişkilan bînê der. Miletê kurd miletekî mezlum û xedir lê hatîye kirinê, zilim lê hatîye kirnê. Bo hindê ku zilm û xedra xo bîne cî, lazime kurd sûretê xo yê wazih û sûretê xo yê kurdayetîya resen û li ser esasên prensîbên demokrasîyê xebatê bikin. Xebata miletê kurd lazime xebatekî rast bît, lazime xebateke dirûst bît û hevçerx bît.

– Di encamê da, bi minasebeta vê hevpeyvînê û bi rêya kovara me hun dixwazin bo kurdên Kuırdistana Bakur çi mesajekî birê kin?

-: Ez zor zor memnunim ku weka çavpêkevtinê cenabê te vê derfetê dam min. Silav û rêz û hûrmetê me bo hemû birayêt me, hemû hevalên me yên Kurdistana Bakur dikim. Ew birayên me ne, dilê me ne. Dilê me bi wan ra ye. Em hêvîdarin zehmeta hingu bigehîne encam û daxwazên xo. Serkevtinê bo wan daxwaz dikim. Zor sipasîya cenabê we jî dikim.

Em jî ji bo cenabê we zor sipas dikin.

Hewlêr/22.08.2004

Kovara War, Hejmar: 16