Struktura demografîk, nexşeya civakî ya ‘gen’ên civakekê ye. Têgihiştina struktura civakî ya civakekê, ku li erdnîgarîyeke diyarkirî dijî, bi daneyên rêk û pêk ên demografîk û bi nirxandina rast a van daneyan mumkun e. Daneyên demografîk pêşandina hemû taybetmendîyên mirovan e û ya herî girîng jî karakter û tevgerên gelheyî yên li cografyayekê ne. Di çarçoveya vê gotarê de ev mijar dê werin nirxandin.

I – Gelhe û karaktera gelheyî ya Kurdistana Bakur

Encamên fermî yên serjimarîya dawî ya li wan 24 bajaran (**), ku kurd lê dijîn û li erdnîgarîyeke blok cih digirin (anku cîranên hev in) weha ne:

1985 11.129.594
1990 12.036.243
2000 14.388.784
2010 14.931.904

Li dû van encaman, gelheyên di navbera salên 2000 û 2010ê de zêdebûneke gelek kêm tê dîtin. Ev ne rewşek e, ku rastîyê nîşan dide. Sedema sereke ya vê ferqê ew koç e, ku li vê herêmê rû daye. A duyemîn jî, ji ber ku serjimarîya duyemîn (a sala 2010ê) li ser esasê îqametgehê hatibû li dar xistin, encam nêzîkî rastîyê nînin. Sedema sêyemîn jî, ji ber ku hêza lêşkerî, ku ji herêmê hatiye vekişandin, di nav hejmarên dawîyê de cih nagirin û herweha çekdarên hêza leşkerî, ku hîna li herêmê ne, li ser îqametgehên xwe yên li bajarên jê tên hatine nivîsîn. Heger trenda asayî û zêdebûna gelheyê ya li herêmê werin nirxandin, diviyabû ku gelheya herêmê bibûya 16.400.000.

Dema ku gelheya vê herêmê û ya Tirkiyeyê digel daneyên cur bi cur werin nirxandin û tesnîf kirin, hejmara kurdan jî dikare bê bi dest xistin. Hejmara kurdan, a li 24 bajarên, ku kurd lê dijîn; ya ku li derveyî van bajaran û li derveyî welêt dijîn, kêm zêde wekî 19.970.000 derdikeve. Berfirehîya vê cografya blok, ku kurdan dihewîne, 225.000 km² ye. Gol û bendavên 6.000 km²yî ku li herême ne, di nav vê berfirehîyê de nîne.

I – Karaktera demografîk a gelheyê

Tevahîya nirxandinên jêrîn li ser gelheya 24 bajarên li vê cografya blok, ku kurd lê dijîn û li ser daneyên sala 2000ê hatine kirin.

I.1) Belavbûna gelheyê li gor qada jîyanê: Ji gelheya bajarên kurdan, ku 14.388.784 e, % 57.55 li bajaran û % 42.45 jî li çolteran (derveyî bajaran) dijîn. Bi ya daneyên sala 2010ê tê dîtin ku gelheya bajaran hê zêdetir bûye.

I.2) Belavbûna gelheyê li gor zayendê: Li Kurdistana Bakur, rêjeyên gelheyê di warê zayendê de nêzî hevdu ne û ev yek digel rewşa giştî ya li Tirkîyeyê jî li hev dike. % 51.42yê gelheyê mêr û % 48.58 jî jin e.

I.3) Belavbûna gelheyê li gor komên temenî: Piranîya gelheya Kurdistana Bakur gelheyeke ciwan û dînamîk e. Gelheya giştî ya wan kesan, ku temenên wan di navbera 0-9ê de ne, % 27.99ê hemû gelheyê, yên 10-19 salî % 24.49ê, yên 20-29 salî % 17.47ê, yên 30-39 salî % 11.55ê hemû gelheyê pêk tînin. Rêjeya komên temenên din gelekî kêmtir e.

I.4) Belavbûna gelheyê li gor asta perwerdehîyê: Hejmara kesên perwerdebûyî yên Kurdistana Bakur, hem di warê çendînî û hem jî di warê çawanîyê de, li jêr asta naverast a Tirkîyeyê de ye.

I.4-i) Kesên nexwenda: Di komê de 2.827.658 kes hene, ku % 23.30ê gelheyê pêk tînin. % 12.14ê wan mêr, % 34.88ê wan jî jin in.

I.4-ii) Ên ku dibistana seretayî qedandine: Kesên ku di vê komê de cih digirin 3.727.373 kes in û % 30.72ê gelheyê pêk tînin. Di vê komê de herweha rêjeya mêran % 61.54 û ya jinan jî % 38.46. Ev dane, li ser esasê dibistana seretayî ya pênc salî hatine hesab kirin.

I.4-iii) Ên ku dibistana navendî qedandine: Rêjeya wan kesan, ku di vê komê de cih digirin, gelek kêm e. Hejmara wan 707.638 kes e û % 5.83 gelheyê pêk tîne. Di vê komê de rêjeya mêran % 73.58 û ya jinan jî % 26.42 ye.

I.4-iv) Ên ku dibistana amadeyî (lîse) qedandine: Hejmara kesên ku lîse qedandine 1.236.579 e û 10.19 derseda gelheyê pêk tîne. 71.10 derseda vê jî ji mêran, 28.90 dersed jî jinan pêk tê. Di nav van lîseyan de lîseyên pîşeyî jî hene. Li vê derê xalek heye ku balê dikişîne. Rêjeya û hejmara wan kesan, ku lîse qedandine, ji wan kesan, ku dibistana navendî qedandine, gelekî zêdetir e. Ev ferq ji ber gelheya dembuhurî derdikeve holê ku ji leşker, hêzên ewlekarîyê û karmendan pêk tê, ku ne ji herêmê ne.

I.4-v) Ên ku lîsansa qedandine: Di vê komê de 331.358 kes hene. Rêjeya van kesan li gor gelheya giştî % 2.90 e û % 73.29ê wê ji mêran % 26.7ê wê jî ji jinan pêk tê. Lê belê kesên ku di vê komê de cih digirin bi tevahî ne ji cografya blok a kurd e. Piranîyeke wê ya berbiçav dadger, dozger, rêveberên îdarî, efser û polîsên payebilind e. Lê belê piranîya kurdên ku lîsansa xwe ya bilind qedandine, li derveyî cografyaya Kurdistanê dijîn.

I.4-vı) Daneyên sebaret bi hindikahîyên olî û zimanî gelek kêm in û yên hene jî gelek kevin in. Ji ber vê yekê, li ser esasê azîne û daneyên cur bi cur mumkin e ku mirov nexşeya van her du mijaran derxe. Dema ku min pirtûka xwe ya li ser demografîyê amade dikir, ez çûm hema hema hemû bajarên Kurdistana Bakur. Dema ku daneyên min, ku min di van 8 salan de berhev kirin, û koçberîya heta sala 2000ê bi hev re werin nirxandin, encam weha ye: Bi ya sala 2000ê li Kurdistana Bakur % 6.54ê gelheya kurd a Kurdistana Bakur bi zaravaya dimilî (zazakî) dipeyive. Dîsa li gor heman daneyan % 6.07ê gelheya kurd a Kurdistana Bakur bawermendên alewî ne. Ji ber ku gelheya suryanî, keldanî û kurdên êzîdî di dumahîya şer de cih û warên xwe terikandine, derbarê wan de daneyên bi rêkûpêk nînin.

II -Tevgerên gelheyî

Divê tevgerên gelheya ku li ser vê cografya diyarkirî dijî û nemaze jî li ser guherînên demografîk ên ji ber koçberîyê werin şirove kirin. Ji ber gelek sedeman gelheya hem di nav vê cografya diyarkirî de koç dike, hem jî koçberî derveyî vê herêmê dibin. Lê belê ev yek di xebateke demografîk de dikare li jêr sê serenavan de bên kom kirin:

  1. a) Tevgerên xwezayî yên gelheyî. Ev yek; bûyerên wekî jidayîkbûn, zewicîn, hevberdan û mirin in ku di nav jîyanê de rû didin û sebaret bi statu, cih guhertin, tevkarîya di jîyanê de gelek daneyên din pêşkeşî me dikin. Lê belê ev sedem, di asta gelek bilind de rê li tevgerên gelheyî venakin. Civak bi piranî seqemgîr dimîne.
  2. b) Karesatên xwezayî û teknîk. Karesatên xwezayî ku nikarin werin pêşbînî kirin, (erdhej, şewatên mezin, karesatên rabûna avê û qezayên radyoaktîf) li gor mezinbûna xwe dibin sedema tevgerên gelheyî û gelheya ku ji ber van sedeman neçar dimînin ku cihê xwe biguherînin, pirî caran di nav cografya xwe de dimînin, yan jî piştî demekê vegiderin ser warê xwe.
  3. c) Koçberî. Mezintirîn tevgera gelheyî ku ji ber mezinahî, armanc û sedemên xwe di warê civakî, sîyasî, aborî, çandî û hwd. de bandora herî mezin a civakî pêk tîne, koçberî ye. Koçberî, xwedî wê taybetmendîyê ye ku dikare struktura civakî biguherîne û ji bo kurdan jî xwedî cihekî taybet û dîrokî ye. Civakên ku koçberî hatiye serê wan di her warî de tûşî serûbinbûnekê dibin. Ev serûbinbûn çendîn caran hatiye serê kurdan yan jî anîne serê kurdan.

II.1) Sedemên civakî û aborî yên koçberîyê

Civaka kurd bi rêxistina xwe ya civakî û bi şêwaza xwe ya jîyana aborî, ji demeke gelek dirêj ve di nav liv û tevgerekê de ye. Di pêvajoya dîrokî de tê dîtin ku kurd naxwazin cografya xwe biterîkînin û li cografyayeke din bi awayekî mayînde bi cih bibin. Koç û mişextbûnên girseyî yên kurdan herî zêde di sedsala 20emîn de pêk hatine. Di sedsala 20emîn de ji her alî ve xizanbûna Kurdistanê û koçkirina gelheyê ji ber sedemên dîrokî yên xwedî bandorên girîng in: Yek ji wan ew e ku di 1915ê de ermenî ji alîyê Îttîhat ve Terakkî ve hatin qetl kirin û tûşî tehcîrê bûn, anku ew ji cografya ku lê dijîyan hatin dûrvekirin; ya duyemîn jî parçebûna Kurdistanê ya di pêvajoya Lozanê de ye.

Parçebûna Kurdistanê egera bingehîn e ku kurd ji ber sedemên aborî koçber bûn. Piştî ku Kurdistanê yekparebûna xwe ji dest da, bazar û têkilîyên neteweyî yên kurdan bihevrebûna xwe jî wenda kir. Piştî ku Kurdistan bi Peymana Lozanê re û di pêvajoya piştî peymanê de hat parçe kirin, navendên girîng ên bazirganîyê yên Kurdistanê wek Xarpêt, Erzirom, Wan, Bêdlîs, Sêrt, Diyarbekir, Nisêbîn, Cîzirê, Bazîd, Qamişlo, Ûrmîye, Makû, Mûsil, Silêmanî û Kerkûk her çû xizan û piçûk bûn. Di nav van navendan de têkilîyên aborî, civakî û çandî hatin birîn, bazar hat parçe kirin. Bazirganîya li ser sînoran, ku di van demên dawîyê de dest pê kir, ji bo kurdan bû nostaljîyeke ticarî û li bajarên ser sînoran jî livîneke nisbî hat dîtin. Ev yek bivê nevê, rewşa neyînî ye, ku ji ber parçebûnê pêk hat. Kurd encamên herî mezin û giran ên vê yekê di warê neteweyî û di qada sîyasî de dijîn. Ev yek egerên sereke yên koçberîyên kurdan in, ku di çaryeka pêşîn a sedsala 20emîn de pêk hatin.

Ji sala 1950ê û pê ve Tirkîyeyê hewl da ku bikeve nav pergala aborî ya rojavayî û têkilîyên xwe yên kapîtalîst xurttir kirin û vê yekê bi awayekî nisbî bandora xwe li ser Kurdistanê jî kir. Di vê serdemê de nemaze piştî ku di warê çandinîyê de mekîneyîbûn berbelav bû encamên bandorkar jî derketin holê: Çawa ku ji bo wan kesan, ku xwedî erd û zêvîyên piçûk bûn, çandînî nema rantabl bû û herweha ev erd û zêvîyên mîratmayî her ku çû piçûktir bûn. Ji ber vê yekê êdî ne mumkin bû ku xelk debara xwe bi çandinîyê bike; û daku debara xwe bikin, bêgav man ku koçî bajaran bikin. Piştî ku xwedîyên erdên fireh dest bi çandînîya mekîneyî kir, piranîya malbatên rênçber, ku li ser erd dixebitîn, karên xwe ji dest dan û koçberî bajaran bûn daku ji xwe re derfetên jîyanê peyda bikin. Xwedîyên erdên mezin, ku têkilîyên wan ên digel dewletê baş bûn, derfetên çandinîya mekîneyî bi kar anîn û mêrg ji xwe re kirin zêvî û ji ber vê yekê kesên ku debara xwe bi xwedîkirina pez û dewaran dikirin, ji van deran bi dûr ketin û ev yek bû sedem ku him hejmara wan kêm be, him jî ev kes xizan bin. Berfirehîya mêrgên li Tirkîyeyê, ku di pêncî salan de 44 mîlyon hektar bû, îro daketiye 12 mîlyon hektaran. Ev kêmbûna mêrgan li Kurdistanê bi awayekî berbiçav tê dîtin. Ji bilî kêmbûna mêrgan sedemeke din jî heye ku xelkê ku heywan xwedî dikirin, xizan bin. Ev yek jî ew e ku dewletê polîtîkayên xwe yên ji pêşdebirin û islaha xwedîkirina heywanan xurttir nekir.

Bûyerên bi vî rengî li Kurdistanê bûn sedem ku xelk ber bi bajaran ve koç bikin. Ev koçberî piranî ji gundan ber bi bajarên kurdan ve pêk hatin. Sedemên koçberîya vê demê, ku di navbera 1950 û 1980yê de ye, civakî û aborî ne.

Ji ber ku koçberî tevgereke gelek girîng a gelheyî ye, heger bi awayekî tund were jîyin, dibe sedem ku di struktura civakî de guherînên girîng pêk werin, ku encamên wan ên girîng jî hene. Koçberî ne tenê li cografya terikandî lê herweha li wê erdnîgarîyê, ku xelk koç dike, xwedî karaktereke weha ye ku dikare hevkêşîyên civakî yên heyî xera bike. Ji ber ku koçberî bi mirovan ve têkildar e; hemû nirx û guherîn, ku bi mirovan re têkildar in, di nav vê rûdanê de cih digirin. Lewma di koçberîyê de, koçberîya hêza karkirinê, sermîyan, çand û mêjî û hwd. hemû bi hev re pêk tên û li cografya terikandî dibin sedema kêmbûna gelheyî û xizanî.

Her çend cografya terikandî di her warî de xizan dibe jî, cografya ku xelk koç dike, digel çendîn pirsgirêkên aborî û civakî, dikare zindîbûneke aborî bijî. Li van deran pirsgirêkên wekî kar, xanî, debar, perwerdehî û tendurustî bandora xwe li ser komên koçber dike. Heger koçber çûne cografyayekê, ku lê struktureke cuda ya zimanî, çandî û etnîkî heye, ji bo koçberan pirsgirêka herî mezin entegrasyon, dejenerasyon û asîmîlasyon in.

Di rewşeke weha de koçber di nav dudilîyekê de dimînin; yan çand û adetên xwe bi awayekî hesûd bijîn û berdewam bikin, yan jî bi demê re nirxên çanda nû bipejirînin. Di rewşa pêşîn de, koçber wekî getto û kolonîyan bi awayekî nedîyar û lidervehiştî, lê belê herweha bi awayekî resen dê bijîn. Di rewşa duyemîn de jî ew nirxên çanda cografya nû çiqas pir bipejirînin, dê ewqas dev ji nirxên xwe yên çandî berdin û di demeke dirêj de di nav çerxa asîmîlasyonê de bibin xwedî şêwazeke nû ya jîyanê. Ev yek dê lihevnekirin û pevçûna navbera nifşan jî bi xwe re bîne. Di vê rewşê de civak dê di navbera entegrasyon û asîmîlasyonê de tengezar bibin û ev her du mijar dê hertim bên nîqaş kirin. Dîrejahî û tundîya vê pêvajoya êşbar bi mezinbûna koma koçber, rêxistîbûn û daxwaza wan a berxwedanîyê re girêdayî ne. Kurd li wan derên ku koç kirine, di vê serdemê de, wan her du rewşa bi hev re dijîn.

Koçberî, ne tenê parçebûna civakî, lê herweha perçebûna malbatî jî bi xwe re tîne. Ev parçebûn li gor mezinbûna koçberîyê dikare bibe sedema parçebûna neteweyî jî. Ji ber vê yekê ji bo kurdan koçberîyê, pirsgirêk û encamên gelek girîng derxistine holê. Ji ber ku kurd pirtir tûşî deportasyonê bûne, travmaya civakî ku di nav civaka kurd de tê jîyîn, gelek mezin e.

II.2 ) Sedemên siyasî yên koçberîyê

Piştî 1920ê li Kurdistana Bakur ji bilî sedemên aborî û civakî, sedemên din ên koçberîyê hene. Bi ragihandina komarê re hebûna kurdan li Tirkiyeyê hat înkar kirin. Kurd, ku li gor îdeolojîya fermî ya dewletê tune dihatin hesibandin; di rastîyê de li ser warên xwe bi ziman, çand û pêkhatina xwe ya civakî û şêwaza xwe ya aborî dijîyan.

Dewletê dest bi bernameyeke bi navê Şark Islahat Planı (Bernameya Islahatê ya Rojhilatê) kir. Bi vê bernameyê re dewletê di warê kurdan de konseptên nû yên sîyasî, civakî û aborî ava kirin. Ev konsept dikarin li jêr serenavên asîmîlasyon, mişextî û qirkirinê werin kom kirin. Berîya her tiştî, hemû riyên ji bo trên û makîneyan ji rojhilatê ber bi rojavayê ve hatin ava kirin. Bi vî awayî berê kurdan dan hin bajarên rojava. Wê demê, herçend di xeta bakur û başûr de di navbera cihên herî nêzîk de jî çûn û hatin ne mumkin bû, lê belê xeta rojava û rojhilat pir hêsan hatibû çêkirin. Herweha li Kurdistanê nebûna sermayeguzarîyê bûye sedem ku kurd ber bi bajarên rojavayê ve koç bikin.

Sedema hemû tiştên kirî û tiştên nekirî, ku diviyan bihatan kirin, siyasî ne. Ên herî girîng di qanûnên mişextî û îskanê de ku ji alîyê dewletê ve hatin derxistin û sepandin. Bi qanûnên hejmar 1097, 1505, 2510, 2584 kurd bi darê zorê bi awayekî girseyî li hin bajarên rojava hatin îskan kirin (deportasyon) û di şûna wan de xelkê bi eslê xwe tirk hatin bi cih kirin. Kesên mişextkirî li derveyî cografya Kurdistanê hatin bi cih kirin, ku li wan deran de jî diviya bû gelheya wan bi ser % 5ê nekeve.

Koça herî mezin û sereke ji ber darbeya leşkerî ya sala 1980ê û şerê li dû wê ye. Reftarên li Kurdistanê nehiqûqî û bêrehm bûn. Gelek gund hatin şewitandin û vala kirin. Mêrg û çêrandina heywanan li gundîyan hatin qedexe kirin. Li gelek qadên fireh destûra xelk lê bijî nehat dan. Li gor rapora sala 1998ê ya Komîsyona Lêkolînê ya Parlementoya Tirkan, 3428 gund û mezra hatine vala kirin. Gelheyeke zêdeyî 3 mîlyon ji warên xwe hat rakirin û hin ji wan koçî bajarên Kurdistanê û hin ji wan koçî rojavaya Tirkîyeyê kir. Gelek nîşane û sedem hene ku piranîya van kesên koçber dê nema vegerin. Sedema sereke ya koça li Kurdistanê, ku di 30 salên dawîyê de pêk hat, şer e û plana dewletê ya bêkurdkirina herêmê ye ku şer ji xwe re kiriye hincet.

Nifşên ciwan ên koçber, ji ber li wan bajaran li jêr standartan jîyanê dijîn, bi hêrs in û wan şer jî bi xwe re bir wan bajaran. Niha metropolên Tirkiyeyê jî bûne qada şer. Ev yek nîşaneya teqînên mezintir ên civakî û siyasî dide.

Ji ber ku dewletê di 20 salên dawîyê de struktura demografîk a gelê kurd ewqas xera kir, ev yek dê di dahatûyê de hem ji civaka kurd û hem jî ji bo civaka tirk pirsgirêkên nû bîne rojeva sîyasî û civakî. Di vê merheleyê de weha xuya dike ku ne civaka kurd, ne jî dewleta tirk xwedî planên aşkere yên çareserîyê ne. Jê girîngtir, weha diyar e ku dewlet di vî warî de ne xwedî tu niyetan e. Dema ku ev pirsgirêk her du alîyan ji nişka ve, bêyî ku tu amadekarîyên wan hebin, zeft bike panîka ku derkeve dê çareserîya pirsgirêkê dijwartir bike.

Çavkanî: www.lemonde-kurdi.com, hejmar:19

Osman Aydin: Nivîskar, lêkolînêr

** Bajarên ku li vê cografya blok de cih digirin ev in: Semsûr, Agirî, Ardahan, Batman, Bingol, Bêdlîs, Diyarbekir, Elazîz, Erzincan, Erzirom, Entab, Ixdir, Hekarî, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Dêrsim, Riha, Wan.

  1. Ismail Beşikçi, Bicihkirina bi darê zorê ya kurdan, Weşanên Yurt, 1991 Ankara
  2. Enstîtuya Îstatîskî ya Dewletî, Bultenên Serjimarîyên Giştî
  3. Amke Dietert Scheuer, Li, Komara Tirkîyeyê Derfetên Çareserîyê ji bo Pevçûnê, Deutsches Orient Institut, Hamburg 1998
  4. Erhard Franz, Li Tirkîyeyê Polîtîkayên Gelheyî, Deutsches Orient Institut, Hamburg, 1994
  5. Mehrdad Izady, Kurd, Weşanên Doz, 2004, Istanbul
  6. Osman Aydın, Demografîya Kurdistanê û Tevgerên Gelheyî yên li Kurdistanê, Apec Förlag AB, Stockholm, 2004

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya