Remezan Alan/ Mexdûrê Serdemekê

0
2636

Li ser jiyan û şexsiyeta Erebê Şemo heger senaryoyek were nivîsandin, baştir e fîlma wî ji çar beşan pêk bê. Lê mirov dikare li gor naveroka berhemên wî, weke îroniyekê, beşa dawî jî wek berdewamiya ya diduyan bibîne û fîlmê bi sê beşan sînor bike. (Ez ê sedemê vê agahiya reng giriftar pişt re bibêjim; em niha hîmê beşa yekê daynin.)

1897-1924

Lehengê fîlmê, li gundekî Qersê -Azad/Sûsiz- di maleke feqîr û rêncber de çavên xwe vedike. Di mala (ya rast “merek”) hişk û biring de pênc kes in: Bav, dê, du xwişk û du birayên ji jina bavê wan a ku serî daniye. Bav, havînan şivan an gavan e; zivistanan jî xulamê xwediyê mereka ku tê de ne. Dê, di malên halxweş de nanpêj e, hirîşo ye. Zaro jî, ku bihar û havîn be, li çolê dûajoyê bavê xwe ne, pincarçîn in; ku zivistan be, ji bo xwegermekirinê di tewle û axuran de li ber afirê hesp û gamêş û dewaran in…

(Hin kîteyên din ên vê kesîbiyê,  hûn dikarin ji romana Şivanê Kurd bixwînin.)

Dema ku Ereb dikeve temenê yazdehan, li gundekî -Melegan- xulamê malbateke rûs e. Piştî şeş salên dî (1914), li heman gundî, (dema bavê wî îcar gavanê vî gundî ye û ew jî dergevanê dibistana wê ye), xwendin û nivîsandin dibe qismetê wî. Bi xêr û zordayîna mamosteya dilrehm û qîza wî Marûsyaya delal, (belkî di nav hestên xwişk û biratiyê de, belkî di nav yên florteke bêguneh de) Ereb êdî şagirtekî jîr e. Lê rewşa dinyaya ku berê xwe dayê herbeke giran jî ne baş e; lewma Ereb vê carê li gundekî din -Axdaş- xulam e. Feqîrî, malbatê tarûmar dike: Birayê mezin Bro dev ji malê berdide, diçe gundekî din dibe şivan da ku bi zikekî têr bijî û birayê din Derwêş jî di nav pencên nexweşiyekê de dihele diçe.

Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê dike, bi xêra zimanê rûsî, Ereb di artêşê de berdevkekî bi meaş e; lê di van rojên oxilmê giran de dema ku du-sê caran xelkê herêmê xelet rê nîşan didin, qumandar bi şika sixûriyê lê têne xezebê û meaşê wî jî nadinê.

Wisan bêtalih e, evîn, ev hesta herî insanî jî, di postê hûtekî rastî wî dibe: Dema riya wî li gundê meta wî -Qiznefer- dikeve, li wir dilê wî dikeve metê, Karê*. Bavê qîzê Şêx Sefo, bi 150 manat (banqinot), bi hepsek û tivingek qîzê dide Erebî, lê pişt re poşman dibe; bi Erebî re dikeve xirecireke mezin, ta ku tivinga Ereb bêhemd di dest de diteqe û Şêx Sefo dimre. Karê jî diçe, qelen jî…

Dîsa heman rê devê xwe jê re vedikin: Ereb, cardin di artêşan de geh berdevk e, li cem malbatên halxweş geh xulam e. Û li vê erdnîgara ku her roj sînor û xwediyên wê diguherin, ji bal efendiyekî bar dike cem yekî din. Serboriya wî û hînbûna zimanên efendiyan**  dibe yek.

Serdem jî serdema feodalîzmeke pûç e. Ji xeynî şerê giran û mihacirîya devtûj, mêtinkariya kevneperest jî li ser hukm e. Pişta karker, gundî û belengazên wekî Erebê Şemo, di bin barê xerc û bacan de (pêşkêş, teşîr, bêgar, maledû, baca dexlê, baca koçeriyê, xerca begitiyê…) xûz e. Lewma di çêkirina riya-hesinî ya Erziromê de dema rastî bolşevîkan tê û bi riya pirtûkan fikrên wan dinase, tê de qalibekî hazir ji nefreta xwe ya li hember kûlakan (beg/axa) dibîne. Ereb êdî wekî pêşengekî di nav karker û gundiyan de dixebite, ta ku di mîtinga li Sariqamişê ya li dijî Çar de tê girtin. Dema piştî çendekî tê berdan, tevlî “artêşa sor” dibe. Li eniya şer, di nav hurmegurma germ de dimîne. Di vê man û nemanê de, li şerê bi qazaxan re sê caran birîndar dibe, li nexweşxaneyê radikeve, li wir tê girtin û rastî êşkenceyan tê… Di vê navberê de bavê wî ji alîyê leşkerên osmanî ve bi lêdanê hatiye kuştin û diya wî ya ku revîyaye çûye Elegezê cem xwişka xwe, di xelayê de serî danîye.

Qareyên dijwar ên vê beşê, bi serkeftina bolşevîkan re dawî dibe. Vê demê Ereb, 27 salî ye.

1924-1937

Rengê vê beşê ronak e, şer û pevçûn cihê xwe dane aramiyê. Tê de pênûs, rojname, înstitû, devlikenî, xebat û elbet rengên sîstema nû hene. Erebê Şemo, her wekî li pey heyfa salan ketibe, pêşî Înstitûya Lazarevskî ya li Yêrîvanê dixwîne, li ser rojhilatnasiyê dibe pispor; pişt re Akademiya Zanistî ya li Lenîngradê doktoraya xwe temam dike. Di wan salan de bi Hovsêp Orbelî û Qanatê Kurdo re li ser kurdzaniyê dixebite; di sala 1929an de bi Îshak Maragulov re elîfbayek ji bo kurdî[1] amade dike. Di sala 1930an de xebateke sereke dike ji bo rojnameya Riya Teze ya di dilê hemû kurdan de qedirbilind e. Di vê navberê de li Lenîngradê, di İnstitûya Dîroka Kulturê de dersên kurdî dide. Ji gelê xwe re bo ku erka şoreşê û hêviyên wê serwext bike, broşûran dinivîsîne. Şanoya Koçekê Derewîn a Aleksandr Araratyan werdigerîne kurdî. (Belkî jî ev berhem yekemîn wergera kurdî be!) Pênûsa wî ya adan di sala 1931an de bi rûsî Şivanê Kurd dinivîsîne; heman berhem di 1935an de bi kurdî tê nivîsandin ku ev dîrok, destpêka romana kurdî ye. Piştî salekê Şemo bi tevî Li Ser Peywendiyên Feodalî di Nav Kurdan de vê carê Kurdên Elegezê[2]  dinivîsîne …

Lê ne hebûna berhemên wek Emrê Lenîn û Terîqa Rêvolûsa Oktobrê, ne jî xîretkêşî û şoreşgeriya wî ya dilsoz fayde dike. Erebê Şemo, di sala 1937an de bi emrê Stalîn, sirgûnî Sibiryayê dibe.

1937-1956

Temenê vê beşê ji 19 salên gilover pêk tê. Rengê wê spiyê sar e, qefa û sirra ku hestiyan dijenîne ye. Her kes behsa wê dike, lê tu kes teferûatên wê baş nizane. Xumam in xetên van salan. Heger teza qîza E.Şemo Zînê[3] di destê me de bûya (ku mijara wê li ser jiyana E.Şemo ye) an bîranînên E.Şemo yên wan salan ji arşîvên Partiya Komunîst a Ermenîstanê bihatana derxistin,[4]  me yê xumamiyê ji ser rakira û me yê nehişta ku dawiya vê beşê bi tariyeke kûr biqede. Bêguman dê tu dokûmentên cêwî, êşa şexsî şîrove nekin, lê ji bo têgihîştina van salan belkî jî li temaşekirina fîlma Chris Marker, Lettre de Sibérie (Ji Sibîryayê Name) û fîlma Bartabas,  Chamane (Şaman), ango xwendina pirtûka Aleksandr Soljenitsin, Rojeke Îvan Denîsovîç, faydeyek dê bide mirov.

1956-1978

Ji 22 salan pêk bê jî, ev ne beşeke taybetî ye. Mirov dikare vê beşê, wekî berdewamiya beşa duyemîn jî bihesibîne. Ji ber ku wek piştî navbirekê li ser xeta berê dişulike.

Hinek jî bi xêra wan salên rêncberî û karkeriyê, bedena E.Şemo ya hevalê zehmetiyan, ji sirgûna sar û azar sax vegeriyaye. Xwediyê wê bedenê, dilşikestî ye? Dibe… Ji şoreşa ku bi eşq himbêz kiribû, ketiye şikê? Dibe… Lê bi riya tu berhemên wî rêça dilşikestîbûnekê an şikbariyekê naxwiyê. Erebê Şemo, 19 sal berê ji cihê hiştî, dibezîne hespê xwe: Di 1958an de romana Berbang, piştî salekê jî Jiyana Bextewar diweşîne. Hinek diweste hespê wî, lê di sala 1965an de radibe çargaviyê û Dimdim, piştî çar salê din jî (1969) Hopo dinivîsîne.

Û rejîma Sovyetê jî wek xwebexşandinekê li ser navê xizmeta kulturî, du xelatan (ordên) pêşkêşî wî dike: Ala Sor û Dostaniya Gelan. Dema Erebê Şemo di 1978an de diçe ser dilovaniya xwe jî merasîmeke mezin a dewletî jê nahêvişîne, wî li Pantîona Goristana Yêrîvanê defin dike.

Piştî Eslê, Fesil…

Erebê Şemo, bi pênûs û tevgera xwe pêşengek bû. Wekî gelek pêşengî, rê-çêker bû. Di vê riyê de îro rengdêra “bavê romana kurdî” para wî ye. Ew dê her dem ji bo dîroka edebiyata kurdî fîgûrekî sereke be. Belê wî ji endîşeyên nivîskarekî afirîner bi dûr nivî-sand; di nivîskariya wî de “erk” û “hewce” zêdetir derketine pêş. Lewma bi çavê projeyeke çandinî / perwerdehî li romanê nihêrî. Belkî guman dikir ku bi riya romanê mirov dikare tiştina hînî gelê xwe bike: Faydeyên kolxozan, têkoşîna li hember dijminê kedkaran, dilpakiya xebatê hwd. pê bide fêm kirin… Ji ber vê nêrînê belkî li ser xeteke mêldayî (ku navê vê xetê “realîzma sosyalîst” an “romantîzma şoreşgerî” bû) nivîsand. Jixwe kêliya din di neynika jiyana wî de me dît ka çawa mirovekî derveyî (ekstrovert) ye, li hember zehmetiyên jiyanê çawa şer kirîye. Dibe ku ji ber van sedeman bo afirîneriyeke hunerî, motîvasyoneke hundirî bi dest nexistibe.

Digel vê, atmosfera serdemê jî wî mubtelayê vê mêldayînê kiriye. Divê em jibîr nekin di vê serdemê de polên Tolstoy, Dostoyevskî, Gogol û heta Çexov bê qîmet bûbûn û yê Gorkîyê[5]  ku îradeya wî ji alîyê Stalînîzmê ve hatibû zebt kirin, ketibû rewacê.

Lewma ez dibêjim ne di Jiyana Bextewar û berdewama wê Hopo de bal û dêla nivîskarekî afirîner heye; heta Dimdim a ku zêya xwe ji zargotinê girtiye jî wisan e.[6] Ev berhem di çarçova edebiyateke partînost* de hatine nivîsandin. Lehengên wan ên ku fezîleteke polîtîk temsîl dikin, mînak in ji bo gel; ji bo perwerdekirin û ehîlkirina hemwelatiyan, bi cewherên payebilind hatine mucehezkirin… Belkî heya sînorekî Şivanê Kurd ji vê tabloyê cihê ye. Ji ber ku di vê romanoka otobiyografîk de çavdêriyeke antropolojîk (debên jiyana koçe-riyê), xetên îronîk (serpêhatiya lehengê wê gelek caran kenekî tahl li ber mirov dixe) û vegotineke herikok (ku ji bo berhemên otobiyografîk gelek girîng e) û ji van jî wêdetir vebêjerekî rewa heye.[7] Lê ew jî dema ne wek vebêjerekî, wek Erebê Şemo qiset dike romanê ( di “bira diwemîn” de)  ji sînorên hunerî vediqete, rengê mêldayînekê digre û wekî wan ên din yekalî dibe.

Li vir tiştê balkêş ev e: Şivanê Kurd berî sirgûnê; Jiyana Bextewar, Hopo û Dimdim piştî sirgûnê hatine nivîsandin. Yanê romana pêşî ya ku ji taybetîyên mêldayînekê qismen bi dûr e, di dewra wê mêldayînê de hatiye nivîsandin; lê yên ku modelên wê mêldayînê ne, tev, piştî mirina hamiyê wê (Stalîn) û piştî têkçûna bandora wê ekolê hatine nivîsandin. Yanê piştî demodebûnekê! Ev e, ev taybetî bi min gelek manîdar e. Hûn ê bibêjin di qedera gelek pêşengî de nakokiyên bi vî awayî hene. Ser çavan! Dê ez ê jî bibêjim qedera her destpêkê, hinek jî qedera kêmasiyan e û jixwe destpêk, deste birayê kêmasiyan e… Lê heger ew kêmasî, ferxê awirekî îdeolojîk be, hingê kêmasî, rengekî trajîk digre, siya wî (nawile qefaya wî) dikeve ser gelek hêjahiyan jî.

Di vê noqteyê de pirsa ku serê min mijûl dike ev e: Gelo sirgûnî çima Erebê Şemo sewkî nêrîneke muxalîf nekir an nêrîna wî ya edebî neguhert?

Di eslê xwe de bersiva vê pirsê zehmet e; ji ber ku di destê me de (ya rast di yê ‘min’ de) tu belge û anekdot nîn in. Lê dîsa jî mirov dikare feraseten çend tiştan bibêje.[8]

Bi min hêvîşikestina mirovên bawermend bi du awayî ye: Di ya yekemîn de devê derza vê şikestinê gelek fireh e, mirov tê de winda dibe; an li dinyayeke din digere. Pêvajoya pirsîyarîkirina wê radîkal e; fînala wê derîgirtin e li ser hemû hêvî û qesrên wî yên berê…

Ya duyemîn wekî qezayekê ye ku bi du-sê şermixan mirov jê difilite. Ronahiya hêviyan tenê ji bo demekê vemirîne, dûvê xeyalan ji bo pêşerojeke çêtirîn hatiye kesaxkirin. Jixwe musebîbê van dilêşiyên dewrî, sîstem nîn e, şexs in. Ji wî, ne lazim e mirov ji dîn derkeve an li qibleyekî din bigere. Heta bo ku ev xeta bête tamîrkirin, lazim e mirov “vegerê eslê” û ji duh bêtir bixebite û xwe feda bike!..

Bi min hêvîşikestina Şemo, eva duyemîn bû. Ew komunîstekî bawermend bû[9], sedemê sirgûniya xwe ya 19 salan, wekî tetbîqeke şexsî didît.  Sedemê wê (Stalîn) madem ji holê rabûbû, nexwe kêş û pirsgirêk jî çareser bûbû.

Yanê sirgûnî, di Erebê Şemo de wek navbireke bêdil e; ne ezmûnek e ku mirov sewkî şik û guhertinan bike.[10]

An belkî jî (ku “belkî” bû motor-bêjeya vê nivîsê) di wijdana wî de minetdariya welatê duyem hebû; çawa be rejîma Sovyetê, wî û gelê wî ji mihaciriyê xelas kiribû, di mafên hemwelatiyê de nasnaveke wekhev dabû wan, filan bêvan… Elbet ev yek di nav awirekî ‘dibe’ de tên gotin; xwezî bîranînên wî li ber destê me bûna, an pê re çend hevpeyvînên din hatibûna kirin… Lê, lê me got bi riya berheman jî mirov dikare hin diyardeyan eşkere bike. Ez bi riya her sê romanên wî yên li dû sirgûniyê tabloyeke wisan dixwî- nim. Qey nebe heya dokûmentên esehî, ser qewlê xwe ez agirê xebata Erebê Şemo ya piştî vegerê, ku tim pesinandina jiyaneke bextewar dikir, niha wisan şîrove dikim.

Heger îro fotografê bavê romana kurdî, di ber serbilindiyekê de hinek melûl tê çavên me, sedemê wê, ev qe- der e. Ew û berhemên wî, mexdûrê ser- demekî bûn, bi xêr û gunehên xwe ve.

çavkanî: Kovara Bîr, hejmar: 7, Havîn 2007

Tebax 2007 / Amed

* Di romana Şivanê Kurd de  ev kes Gulê ye û Şêx Sefo jî Seîdo ye.

** Feraseta wî ya zimanzanînê, şayanî teqdîrê ye; wî heft ziman dizanîbû: Rûsî, ermenkî, gurcîkî, azerî, tirkî, yewnanî (hurumî) û elmanî. Ez wisa bawer im, ji bilî elmanî, van zimanan tev wekî hewcebûna karê xwe ji mecbûriyetê hîn bûbû. Lewma ew ziman têkiliyeke nejidil jî temsîl dikin.

[1] Di amadekirina vê kurtejiyanê de min gelek fayde ji kovara ‘W‘yê (Kovara Wêjeyî Çandî Hunerî, Hejmar 15, Tîrmeh-Gelawêj 2007) dît ku derbarê Erebê Şemo de dosyayeke hêja amade kirine. Lê di vê dosyayê de jî dîsa halê me yê tevlîhev xwe dabû dest. Wek nimûne; derbarê E.Şemo de Têmûrê Xelîl û Zeynel Abidîn Zinar digotin 17 sal li hepisxaneyên Sibîryayê maye, Eskerê Boyîk digot 19 sal; li gorî Ayhan Meretowar, Eskerê Boyîk û Xelîlê Çaçan, Şemo bi Ý.Morogûlov re di 1929an de cara pêşîn ji bo kurdî alfabeyeke latînî amade kiriye, lê li gorî hevpeyvîna Bavê Nazê (ji devê E.Şemo) wî û Morogûlov di wê salê de ji bo kurdî elîfbayeke kirîlî çêkirine. Navê berhemeke wî Xelîlê Çaçan Tarîxa Şoreşa Oktobrê dida lê Eskerê Boyîk û Abdurrahman Baqir û wek Terîqa Rêvolûsya Oktobrê didan (Û redaksiyona kovarê forma duyem qebûl dikir lê wê jî vê carê wek Riya Şoreşa Oktobrê pêşkêş dikir). Dîsa li gor T. Xelîl heya niha berhema wî ya bi navê Alav, ji ber desttengiyê hê çap nebûye û li gor E. Boyîk Kurdên Elegezê jî romanek e.

[2] Mirov dikare vê berhema piçûk wek çîrokekê bihesibîne. Lê nizanim çima di çapa 1994an a Weşanên Deng de wek beşeke Şivanê Kurd bi navê Kurdên Alagoz hatiye çapkirin ku min jî çend sal berê (kovara Pelînê, jimar 2, sal 1999) li ber vê çapê nivîseke rexneyî amade kiribû (Bextewariya Îdeolojîk) û tê de gotibû ku “Nizanim çima ev vegotina zimansivik û herikbar, bi beşa ‘Kurdên Alagoz‘ re dev ji serpêhatiya leheng û kîpa vegotina xwe berdide, diqulibe ser tenişteke din û bi vî awayî hem vegotin û hem cûre (genre) derbeke xedar dixwe.” Belê min li jor jî got, mixabin em hê ne xwediyê karekî bi rêkûpêk in; ji wî di qedera me de ‘teshîh’ rengekî berbiçav e. Lê ji wî trajîktir ev e ku piştî 8 salan bi awayekî tesadufî dîsa li xwe ez hay dibim. Halbikî ji bo vê nivîsê, (Bextewiriya Îdeolojîk) awira min çend car hatibû teqdîrkirin. Ez careke din bi dilşikestî dibînim ku kes bi baldarî kesî naxwîne; heger bixwendana ku ev çapa bêtalih wê demê li bal gelek kesî hebû, dê hem neheqiya min rast bikirina û hem jî layiqiya weşanxanê bidanayê.

[3] Binêrin kovara W, nivîsa Têmûrê Xelîl, r.29.

[4] Binêrin heman kovar, hevpeyvîna Bavê Nazê (Hevpeyvîna Bi Erebê Şemo Re Ya Berî 25 Salan), r.31.

[5] Çêbûna “realîzma sosyalîstî” de keda Gorkî jî hebû; jixwe dema di 1928an de vegerîyabû Sovyetîstanê, bi merasîmeke mezin hatibû pêşwazîkirin; di 1934an de bûbû serokê Yekitîya Nivîskarên Sovyetê. Dibe ku E.Şemo jî heyranekî Gorkî yê wê demê be; (jixwe Eskerê Boyîk qala rasthatina wan a ku Erebê Şemo her dem bi kêfxweşî behs dikir, dike.) Lê wisa dixwiyê ne berhemên hêja yên wek Dotstvo (Zaroktiya Min), V Iyudyah (Dema Min Nanê Xwe Derdixist), Moi universitet (Unîversiteyên Min), Na dne (Nav Pêxwasan); yên wek Mat (Dayîk) – ku li gorî rexnegiran berhema wî ya herî lawaz e-, Jizn nenujnovo çeloveka (Dijminê Gel), Vladimir İliç Lenin ji xwe re dikir model.

[6] Li ser navê realîzmekê Erebê Şemo, Dimdim ji hemû devlemendiyên folklorîk û çîrokî paqij kirîye; di şexsiyeta Xano de serokekî dadmend, fedakar û gelparêz, yanê tîpekî yekalî afirandiye. Ferqa Xano û Emerîk û Sehîdê lehengên J. Bextewar û Hopo nîn in.

* Navê din ê realîzma sosyalîstî an romantîzma şoreşgerî; ango “edebiyata partiyê.”

[7] Qey mirov dibêje ji xwe re Zaroktiya Min a Gorki mînak girtiye. (Di rastiya xwe de jiyan û qedera siyasî ya Erebê Şemo û ya Maksim Gorki gelek dişibin hev. Belkî di vî aliyê de jî E.Şemo, li ser Gorki nêzîkahiyeke dilînî kiribe.

[8] Ku rengekî vê ferasetê, ji hevpeyvîna wî ya bi Bavê Nazê re der dibe; di wê hevpeyvînê de Erebê Şemo (ku sal 1972 ye) diyar dike ku ‘rêbaza wî ya edebî, riyalîzma sosyalîzmê’ ye. Û ev ‘rêbaz dikare hemû alîyên jiyanê ronî bike’.

[9] Di heman hevpeyvînê de dibêje, “Rêbaza min a edebî riyalîzma sosyalîzmê ye. Lê çima? Ji ber ku ez bi xwe riyalîst û soyalîst im.” Ev hevpeyvîn, destpêka romana Hopo ya ku ji aliyê weşanxana Lîsê ve hatiye çapkirin de jî cih girtiye.

[10] Têmûrê Xelîl, di nivîsa xwe de (Erebê Şemo Rûspîtiya Gelê Kurd) dibêje ku E.Şemo, piştî efûya giştî, hîn bû ku kurdek bi xayîntî giliya wî kiriye, lê wî dev jê berda, nexwest ku xelk bibêjin kurd şikayetî hev dikin. (Binêrin kovara W, r.29). Heger rast be ev agahî, şîroveya me jî rast e; ji ber ku diyar e E.Şemo di bin-şiûra xwe de bawerî pê aniye ku sirgûniya wî bûyereke lokal e. Halbikî di wê salê de, ji her derî bi mîlyonan am û tam; û ji kurdan jî bi hezaran insan cêliyê Asyaya Navîn bûbûn.