Kevneserokê Şaredarîya Diyarbekirê Mehdî Zana do êvarê (29.08.2026) koça dawî kir. Mehdî Zana, kurdperwer û pêşengekî miletê Kurd bû, Berîya her tiştî serê malbata Zana, hemû hezkiriyê wî û miletê Kurd sax be. 

Bi vê minasebetê dixwazim di şexsê Kek Mehdî Zana de, behsa sê babetên girîng bikim û paşê hevpeyvîneka ku min di payîza sala 2006an de bi wî re kiribû, dubare belav bikim ji bo bîranîna gorbihuşt Kek Mehdî. Babeta yekemîn; derewên Apoçîyan e ku dibêjin berîya me Kurd mirî bûn, me wan zindî kir, rêxistinên pêşîya me hîç tiştekî nekirine, cara pêşî me li Kurdistanê serokşaredarî kar kirin. Di hilbijartina 11ê Kanûna sala 1978an de Mehdî Zana bû namzedê serokşaredarîya Diyarbekirê, ew bi rêjeyekê zêde yê rayên kurdperwer, çepgir û şoreşgerên Kurd hate hilbijartin. Herweha li gelek ciyên din jî namzedên kurdperweran hilbijartin kar kirin; di Licê de Nazmî Balkaş û di Bazîdê de jî Veysel Çamlibel û wd. Babeta duyem; Kurdperwer, neteweperwer û şoreşgerên Kurdan nehiştin di sala 1975an de serokê MHPê Alpaslan Turkeş li Diyarbekirê biaxife û propaganda fikrên xwe yên nijadperest û dijî-Kurd bike. Ku îro Ocalan dibêje: “Em dê kêmtirîn bi qasê MHPê bibin lingekî saxlem a dewletê.” Ya sisêyan; piştî darbeya leşkerî ya 12yê Eylûla sala 1980ê, bi tevî hezaran kurdperweran Kek Mehdî Zana û hevalên xwe jî hatin girtin û gelek êskenceyên giran li wan hatin kirin. Mehdî Zana, di vê pêvajoya wehşeta hepisxaneya Diyarbekirê de îmtihanekê pirr girîn û hêjayê pesindanê da û bû yek ji remzê berxwedana zîndanan li hemberê zilm û zora dagirkeran… Oxira te ya xêrê be Mehdî Zana!

* * *

Ez di sala 1940 de li Silîvanê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî li Silîvan temam kir û li pey wê jî min nexwendiye. Wê demê min ji xwendinê hes nedikir û vê gavê jî ez nexwînim qet sebra min nayê. Ez 8-9 salî bûm min dest bi terzîtî kir û ji sala 1950 heta 1970 li Silîvanê terzîtî kir. Piştî ku ez û Niyazî Usta di sala 1963an de bûn şirîg, hêdî-hêdî dikana me bû wek dibistan û warê merivên gundî û bajariyan. 

Me wê demê şaxê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) li Silîvan danîbû. Li Silîvan serokê pêşî yê TÎPê qesab Mistefa (Mustafa İpekçi) bû. Û ez, Mele Evdilkerîm, Mele Mehmûd û hinek hevalên din jî di rêvebirîyê de bûn. Di sala 1965an de jî ez bûm serokê TÎPa Silîvan. Gelek meriv di dikana me de berhev dibûn, nîqaş û sohbetên siyasî dikirin. Vê yekê gelek caran pêşî li kar û xebata me ya meslekî digirt. Di sala 1970ê de ji ber têkiliyên me yên civakî û siyasî, êdî me nedikarî mesleka xwe îcra bikin û ji ber vê yekê me berê xwe da Diyarbekirê. Min û Niyazî Usta li Diyarbekirê jî şirîgatiya xwe ya meslekî û siyasî berdewam kir. Wê demê dikana me li pişta avayîya belediya kevn, li nava Ar pasajîyê bû. 

Cî û warê me navenda rewşenbîr û sîyasîyên kurd bû. Wê demê bi tevî ku ez endamê lijneya merkezî ya TÎPê bûm jî, min di  damezirandina DDKOya Diyarbekirê de cî girt. Ez damezrênerê DDKOya Diyarbekirê me. Di 3ê Adara 1971an de ji ber axaftina min a Mitînga Hîlwanê ku di sala 1969an de çêbûbû, ez hatim girtin û min li Hîlwanê hepis kirin. Ez demek li wê derê mam, piştî sê mehan min anîn Diyarbekirê û li Diyarbekirê jî 35 meh li hepsê mam. Ez çendekî beriya efûyê, di sala 1974 de tehliye bûm.

Di wê salê de têkiliya min a sîyasî ya organîk bi Rêya Azadî re çêbû û ez bûm endamê navendî yê rêxistina Rêya Azadî. Ez di gulana sala 1975 de zewicîm. Di wê salê de bûyereke herî girîng jî hatina Alparslan Türkeş bo Diyarbekirê bû. Wê demê me zanibû ku hatina Türkeş bo Diyarbekirê li ser mesela Kurd û Kurdistanê bû. Ji ber ku me pratîka Türkeş jî dizanî, vê yekê gelê Kurd diêşand. Me jî dixwest li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin û gelê kurd jî vê helwestê nîşan da. Di wan bûyeran de tehrîkkirina polîsan jî hebû. Li ser vê helwest û reaksiyona gelê kurd, Türkeş mecbûr ma ku paşda vegere. Ji ber ku nekarî li Diyarbekirê bimîne, çû Rihayê. Di wan çalakiyan de eskerek û xortekî Kurd ê bîst salî hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

Di sala 1977an de ez bûm namzedê serbixwe yê şaredariya Amedê. Sedemê endambûna min a bo şaredariyê, ji ber tunebûna namzedên kurdperwer bû. Eger namzedekî din hebûya nîyeta min û nemzedîya şaredarîyê tune bû. Piştî ku min namzedîya xwe dîyar kir, min vê biryara xwe pêşkêşî Rêya Azadî jî kir û wan jî erênî dît. Bi tevî derbeya 12ê îlona 1980ê, wekî hemû kurdperweran, ez jî hatim girtin û ez 11 salan di girtîxaneya Diyarbekirê de mam. Êdî çîroka wê pêvajoyê tiştekî din e, mijara pirtûkan e.

Vegera Barzanî ji Yekîtîya Sovyetan tesîrekî pir mezin li ser Kurdistana Bakur dikir. Li her derê bahsa wî bû, hiş û aqilê her kesî li ser wê derê bû, ji bo dengûbasên nûh, nîvrokî her kesî guhê xwe didan radyoya Dengê Kurdistanê. Em dikarin bibêjin ku vegera Barzanî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tesîreke mezin kir û xwîn da Tevgera Netewî ya Kurd. Bêşik ew tesîr li Bakur xwe bi gelek germî dida hîskirin û tesîr li me hemûyan dikir.

Hewldanên me yên di nava TÎPê û damezrandina DDKOyan de jî, ji ber bayê wê pêlê bû û hestên welatparêzîyê bû. DDKO ji pêwistîya doza kurdî hate avakirin. Bingeha wê doza kurdî bû. Her çiqas mesela kurdî di nav Partîya Karkerên Tirkiyê (TÎP) de xwe nîşan dabe jî, esas bingeh ji hebûna pirsgirêka netewî ya Kurd tê. Tevgera Mistefa Barzanî wê demê li hemû Kurdistanê dihat axaftin û di rojeva gel de dihat bahskirinê.

Piştî ku li Tirkiyeyê pêvajoya dîktatorîya yek partîtîyê xelas bû, di hilbijartina duyemîn de     Partîya Demokrat hate desthilatiyê. Ji ber rewş û helwesta Partîya Demokrat, kevneşopa Îttihat û Teraqî pir aciz bû, ji aliyê din ve jî hatina Barzanî û tesîra wî ya di nav civata Kurd de hereketek di nav civatê de peyda kiribû, û bûyera 49an jî pêkhatibû. Ev bûyeran wekî dî hemû di ser hev de bûn sedemê Derbeya Leşkerî ya 1960an.

Bêşik damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistan (PDKT) gaveka girîng bû û heman demî xebata Kurdên çepgir jî di nava TÎPê de berdewam dikir. PDKT bêtir di nav gundiyan û meleyan de rêxistinkirî bû. Yên çep jî di nav TÎP û rêxistinên din ên xwendevanan de dixebitîn û yên serbixwe jî hebûn. Em dikarin bêjin ku tesîra yên çepgir ji yê PDKTyê zêdetir bû li ser civaka kurd. DDKO jî netîce û bilindayîya van xebatan e.

Em werin ser mesela Mitingên Rojhelatê. Di nav rêxistinkarên Mitingan de hemû kes û alî hebûn. Kadroyên TÎPê jî, yên PDKTyê jî û rewşenbîrên serbixwe jî hebûn. Di rastiyê de, di van çalakiyan de hîssên kurdperwerîyê di pêşiya her tiştî de bûn. Van mitîngan di nava gelê kurd de heyecaneke mezin peyda kir; van mitîngan, berîya her tiştî di nava gel de ew tirs û xofa dewlet û cendirmeyan ku di encama zilm û zordariya deh salan de peyda bûbû qismekî jê şikand. Ji xwe armanc jî ew bû.

Damezrandina Partiya Kakrkerên Tirkîye (TÎP) gevekî pir girîng bû. Di dîroka Tirkiyê de cara yekemîn bû ku partîyeke tirkî li ser mesela Kurd xeberdan dikir û ji kurdperwerên çepgir re deriyê xwe bi eşkerayî vedikir. Di nav TÎPê de yên pêşengiya vî fikrî dikir jî M. Ali AYBAR bû û fikrê wî yê li ser Kurdan baş bû. Di nava TÎPê de cîgirtina me jî ji ber vê yekê bû. Me digo em dê di nava TÎPê de hîn bêtir xebata xwe ya legal karibin bikin. Bi giştî di derbarê pirsgirêka netewî ya kurd de lênêrîna TÎPê baş bû, lê ev yek nayê wê manayê ku hemû endam û alîgirên TÎPê bi erînî li mesela Kurd dinihêrîn.

Bûyerekê girîng a wê demê jî wesiyetnameya nijadperestê tirk Nihal Atsız bû. Wesiyetnameya     Nihal Atsız, di nav gelê Kurd û xwendevanên Kurd de reaksiyoneke pirr dijwar peyda kir. Baş bû ku ev yek çêbû û wesiyetnameya wî hate belavkirin. Ev ji bo hişyarkirina Kurdan pirr baş bû.

Mesela rêxistinbûna cûda. Beriya her tiştî em Kurd bûn; hereketa Barzanî, Radyoya Yerîvanê û tesîra herketên netewî yên li dinyayê û hêza grûba me ya di nava TÎPê de girîngîya rêxistinbûna me, bi me dida nîşandan. Jixwe, gel jî bi hestên xwe ji vî fikrî re amade bû. Viya jî bi me re fikrê rêxistinbûna cûda peyda dikir. Bêşik di dîroka Kurdistanê de pêkhatina rêxistinên cûda yên kurdî digîje destpêka sedsala bîstan, beriya DDKOyan gelek rêxistin pêk hatibûn. Dîroka çêbûna van rêxistinan digîje destpêka salên 1900ê. Li dinyayê jî wisa çêbûye. Ev meselekî gelêrî û netewî ye, di mecraya xwe de wê bimeşe.

Di nava TÎPê de hêza yekgirtina grûba kurdî ku di Kongreya 4. û 5. de meseleya Kurd bi aşkere da munaqeşekirin û biryarên erênî hatin girtin. Vê yekê, di pratîkê de bi kurdan re fikrê rêxistina cûda û faydeya wê derxist holê.

Mitingên Rojhelatê û hereketa Barzanî û hişyarbûna gelê kurd dewletê tirsand. Armanca operasyonên komandoyan jî ew bû ku tirs û xof û zixtên li ser Kurdan bête zêdekirin ku Kurd behsa tiştekî nekin. Li hemberî van operasyonan DDKOyan çalakiyên baş nîşan dan; endamên DDKOyan li gundan geriyan û bûyeran raport kirin û di bultena DDKOyê de belavkirin. Derbarê van kirin û çalakiyên komandoyên      tirk de, xebatên baş hatin kirin û ji bo hişyakirina raya giştî ya Tirkiyê belavok hatin amadekirin û belavkirin. Van çalakîyan ji bona gel bûn moralekî baş.

Di navê DDKOyê de qesta bikaranîna peyva "doğu", Kurdistan bû, bikaranîna peyva "şoreşgerî" jî, ji ber fehma çepgirî û serkevtinê bû. Welhasil DDKO navgînek bû, armanc doza Kurdistanê bû.

Bi derbeya leşkerî ya 12 Adar 1971ê re DDKO hatin girtin. Armanca sereke ya darbeya 12ê Adarê ev bû ku, Qanûna Esasî ya 1960 bête guhartin û pêşî li hereketa kurd û fikrê çepgirîya li Tirkiyeyê geş dibû, bête girtin.

Wê demê di hepisxaneyê de derbarê parastina sîyasî de gelek nîqaş çêbûn. Bi giştî di encamê de meyla parastinê derket holê. Grûbên cûda bi cûda û hinek şexsan jî parastina sîyasî kirin. Lêbelê parastina Komuna Ocaxê hate çapkirin, ji ber vê yekê ew têye zanîn. Parastina yên dinê nehat çapkirinê.

Bi ya min di peydabûna grûbên cuda de tesîra îdeolojî tunebû, bêtir helwest û hesabên şexsî bû. Di dema îro de heqîqeta dinya û guhartina sîyaseta dinyayê, pêşkevtina teknolojîyê, gelek tişt guhartîye. Em kurd jî divê li gor berjewendiyên xwe yên netewî bifikrin û ciyê xwe diyar bikin û helwest bigrin. Îro li Başûr firsetekî mezin hatiye holê û divê hemû kurd li gor şert û mercên wê derê hevpar hereket bikin. Ev firsetekî mezin e. Pêşeroja kurdan bi îstiqbaleke bilind e. Siyaseta "Tirkiyeyîbûnê" jî xapandin e, ez tiştekî wisa qebûl nakim.

 

Çavkanî: Kovara BÎR, Hejmar: 6, Havîn- Payîz 2007