Dewleta Tirk, li ser red û înkara mîrada Împeratorîya Osmanî ava bû. Dewlet ji aliyê burokrasiya sivîl û leşker ve ava bû. Felsefeye û îdeolojiya fermî ya dewletê, nîjadperest, otorîter, kolonyalîst, îşxalkar û îlxakkar li dijî sosyolojiya plural ya Tirkiyeyê bû.

Êw îdeolojî û felsefe ya îttîhad Terakkiyan bû. Desthilatdariya elîtekê kiribû armanc. Loma jî li dijî desthilatdariya neteweyan bû. Neteweyên li Tirkiyeyê jiyana xwe didomandin, xwediyê dewletê nebun. Elîta Dewletê ji bona xwe neteweyek ava kir. Ew neteweya jî, Neteweya Kemalîst bû. Ew neteweyên derveyî neteweya Kemalîst jî, dijmin û hebûna wan ya sosyalojîk û dîrokî jî tune hatin qebûl kirin.

Ev felsefe û îdeolojiya fermî ya Dewleta Tirk, bi taybetî jî li hemberî neteweya mezin û dîrokî ya Rojhelatê Navîn neteweya Kurd ket jiyanê.

Her çiqas di damezrandina Dewleta Tirk de M. Kemal Atatirk û hevalên wî ji neteweya kurd re rêzdar bûn û waad kiribûn ku herêmeke azad û xweser jî ava bibe, piştî ku Dewleta Tirk ava bû û piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Ewrûpayiyan û bi taybetî jî pişgiriya Îngilîzan wergirtin, neteweya kurd wek netew tune qebûl kirin. Encama ev siyaseta kolonyalîst û nîjadperest hemû mafên neteweyî yên neteweya Kurd xesip kir, ji bona ku wan ji holê rake, Kurdan di nav îdeolojî û neteweya xwe ya Kemalîst de bihelîne, stratejiyeke kolonyalîst, işgalê, Îlxak û helandinê (asîmîlsasyonê) ya hişk meşand.

Ew jî bû sedam ku neteweya kurd û berpirsiyarên wan ji bona ku welatê xwe azad bikin, dewleta xwe ava bikin, zûlma Kemalîst û Dewleta Tirk dawî bîn, îzin nedin kolonîzebûn û îşgal û ilxaka Kurdistanê di sala 1919an de li Koçgiriyê dest bi serhildana neteweyî û rizgarîxwaz kirin. Ev serhildanên netweweyî heta sala 1937an jî domand.

Dewleta Tirk, li hemberî serhildanên neteweyî yên li Kurdistanê dest bi komkujî, qirkirin, jenosîda neteweya Kurd kir. Jenosîd û komkûîjî û qirkirina Dersîmê jî beşek ji vê pêvajoyeyê ye.

Dewletê bi qirkirin-jenosîd-komkujiyan jî nikarî kurdan teslîm bigre. Bi taybnetî jî nikarî li herêma Dersîmê desthilatdar be û serweriya xwe li Dersîmê ava bike.

Loma jî 87 sal berê, roja 4ê gulanê M. Kemal Atatirk û Fewzî Çakmak di derbarê Dersîmê de biryara êrîşa jenosîd-komkujî- qirkirina Dersîmê bigrin.

Encama ev biryara barbar û nîjadperest û kolonyalîst, di 12ê gulana 1937ê de Dewleta Tirk Dêrsimê ji bona îşgal bike, dest bi tevgera leşkerî kir. Di encamê de Dersîm hat îşgal kir, kevir li ser kevir nehiştin û komkujiyeke bêsînor domandin û li Dersîmê xwîn herikî û rengê Çemê Mûnzûrê hat guhertin, sor bû. Loma jî navê çemê Mûnzûrê di heman dem de Çemê Sor e.

Gorî biryara Dewletê tê pejirandin ku ew kesên nehatibin kûştin jî “dê gelê herêmê bê komkirin û neqlî deverek din bê kirin. Ev operasyona komkirinê wê bigre ser gundan, hem çek û sîlehan kom bike û hem jî kesên hatine komkirin sirgûnê deverên din bike”.

Dîsa dê gor hesabê Dewleta Tirk tê pejirandin ku “heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê tifik û çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma jî divê em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin, di cîh de û ji binî de ji holê rakin, gundan bi tevahî wêran bikin û malbatên wan dûr bixînin”

Dewleta Tirk gelek aşkere, biryara jiholêrakirina Dersîmê, qirkirin-jenosîd-komkujiya Dersîmê dike biryar. Ev biryar jî pêk anî.

Li gorî belgeyên fermî, di Jenosîd-Qirkirin-Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir, 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin û 11 hezar 818 kes jî hatin sirgûnkirin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetên navdar ên Dêrsimê 15ê Çiriya Paşîna 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e.

Divê Dewleta Tirk ji ber qirkirin-jenosîd-komkujiyê û tewanên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye, rûreş bibe û bê dadgeh kirin.

 Dîyarbekîr, 05. 05. 2024