Wek tê zanîn û aşkere bû ku dema Hûmeynî û hevalên wî li Îranê desthilatdarî girtin destên xwe û desthilatdariya xwe xurt kirin, xwestin ku Împeratoriya îslamî ava bikin. Ji bona vê jî xwestin ku li welatên hemû Îslam destwerdanê bikin û li wan welatan bibin dagirker. Lê Dewleta Îranê di ev armanca xwe de bi serneket.

Pişt re Dewleta Îranê stratejiyeke din meşand. Li welatên îslamî ji bona xwe hêzên terorîst yên wekaletê ava kir. Li welatên Îslamî destwerdanî kir û bi rêya hêzên wekaletê wek Hizbûllahan, Hûsiyan, Haşdî Şabî, PKK, meşand û hîn jî dimeşîne.

Dewleta Îranê di hûndir de jî bû dewleteke terorîst, bi deh hezaran Kurd, Faris, Belûcî, Ereb, Azerî; çep û îslamî û sosyalîst kûştin. Desthilatdariya de facto ya Rojhelatê Kurdistanê ji holê rakir. Encama ew karên wan yên terorîstî Partiya Demokrat ya Kurdistan a Îranê û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê dest bi şer û xebata pêşmergetî kir. Ev şerê neteweyî, rizgarîxwaz, azadîxwaz, federal parêz ya rêwa li Rojhelatê Kurdistanê dom dike.

Dewleta Terorîst ya Îranê, bi xwe terorîst e, rêxistinên Kurdistanê û Belûcistanê û yên neteweyên din yên bindest terorîst qebûl dike û êrîş dike.

***

Loma Duşema borî di 15.1.2024 de, bi hincet û sedem û behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê û terorîstan li Hewlêrê, Dewleta Terorîst ya Îranê bi rêya pasdaranên ku dijminên neteweya kurd in, bi çend Fuzeyên Balistîk êrîş kir ser Hewlêrê û mala hemwelatiyê Kurdistanê  Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Encama ve ev êrîşa hovanê û barbar pênc hemwelatiyên Kurdistanê şehîd bûn û şeş hemwelatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan jî endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Dewleta Terorîst ya Îranê di hemandem de êrîşî Pakîstanê Herêma Belûciyan kir. Li Sûriyeyê jî êrîşî bingehên leşkerî yên Emerîka kir.

Piştî ku Dewleta Terorîst ya Îranê êrîşî Dewleta Federe ya Kurdistanê kir, kurdên hemû beşên Kurdistanê û dinyayê, rêxistin û partiyên Kurdistanê li dijî êrîşên Dewleta Îranê yên terorîstî reaksiyoneke mezin nîşan dan. Ew reaksîyon û mixalefeta hîn jî dom dike. Divê reaksîyon domdar be.

Li hemberî êrîşa Dewleta Terorîst ya Îranê, li dinyayê jî reaksîyoneke mezin pêk hat.

Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Îran şermezar kir. Diyar kir ku ji bona êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê serîlêdan li Neteweyên Yekgirtî bike.

Neterweyên Yekgirtî, Emerîkayê, Fransayê, Hollandayê, Engilîstanê û gelek dewletên din yên Yekîtiya Ewrûpayê jî li dijî êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê reaksiyon nîşan dan û şermazar kirin û diyar kirin êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê li dijî sîstema navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekgirtî û hiqûqa navneteweyî ne.

Cara yekem e ku Komara Îslamî li dijî êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê biryar digre. Êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê şermezar dike.

Gelek aşkere û diyar e ku êrîşên Dewleta Terorîst ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Îraqê û qanûna navdewletî û peywendiyên cîrantiyê ye.

Dewleta Terorîst ya Îranê di êrişên xwe de xwediyê çend armanc e.

1- Yek ji armancên Dewleta Terorîst ya Îranê li ser Hewlêrê û cîwarên din, dûrxistina baldariya li ser nerazîbûnên navxweyî yên wê ye. Lewra tê zanîn ku di hûndirê Iranê de roj bi roj mixalefeta civakî û mixalefeta neteweyên bindest (Kurdan, Belûciyan, Ereban, Azeriyan) xûrt dibe.

2- Êrîşên Dewleta Terorîsr ya Îranê yên li ser Hewlêr û Pakistanê di hemadem de ji bona ji Israîlê re bibêje, fuzeyên Tehranê digehîjin hemî ciyan û Televîvê ve.

3- Dewleta Terorîst ya Îranê ji parçebûna xwe ditirse, loma jî êrîşên hêzên rizgarîxwaz yên Kurdistanê û Belûcîstanê da û dide. Bi dehsalan e ku vê yekê dike. Lê bi sernakeve û nikarê têkoşîna neteweyên bindest bitemirîne.

4- Yek ji armancên dî yên wan êrîşên Deweleta Terorîst ya Îranê ew e ku Îran dixwaze wê peyamê bigehîne Amerîkayê ku her dema bixwaze dikare li dijî berjewendiyên wê li herêmê bibe gef û tehdît.

5- Armancek Dewleta Terorîst ya Îranê ew e ku li aboriyê Herêma Kurdistanê bide. Kurdistanê ji aliyê aborî der qels bike, bi xwe re girê bide û nifûza xwe li Dewleta Federe ya Kurdistanê û Dewleta Federe ya Iraqê zêdetir bike.

6- Armanca girîngtir a Dewleta Terorîst ya Îranê jî ew e ku dixwaze Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku garantora Dewleta Federe ya Kurdistanê ye, wek YNKê û PKKê teslîm bigre, bixe bin bandora xwe, xirabiyên zêdetir bîne rojevê.

7- Armanceke Dewleta Terorîst ya Îranê ew e ku dixwaze pêwediyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê, bi dinyayê re, bi Emerîkayê, Dewletên Rojava û Tirkiyeyê ve bibire.

Dvê hemû kurd û dinya pêşiya ev xeteriya Dewleta Terorîst ya Îranê bigre. Dewleta Terorîst ya Îranê dixwaze ku ji bo berjewendiya xwe li Herêma Rojhelatê Navîn şerekî mezin ava bike. Loma jî Hamas li hemberî Îsraîlê bi kar anî.

Ev plana qirêj a Dewleta Terorîst ya Îranê dom dike.

Diyarbnekîr, 20. 01. 2024