Aslika Qadîr

(Stranbêja berê ya Radyoya Rewanê)

Wê rojê ez pir xemgîn bibûm, dûrî we, te digot qey şîn ser min de hatibû. Ji mal dernediketim, dilê min qet şa nedibû, ango min destê xwe tewar kiribû, bêhîvî mabûm, te tirê qey dinya vala bibû bo min. Di haletên ha de tenê pirtûk tên hewara min. Çavên min pirtûkên nivîskar û lêkolerê me yê eyan Rohat Alakom ketin ku wî berî du mehan li Stockholmê wek dîyarî dabû min. Ez ketim nava nivînan, min pişta xwe de belgî û dest bi xwendinê kir. Pirtûka yekem, ya bi sernivîsa “Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan” bû. Min dest pê kir û ez di nav pirtûkê de winda bûm, nivîskar bi xemxwarîke mezin û bi fedekarî lêkolîneke berfireh di derbarê zargotina kurdî de, bi çar aliyan ve û bi kurayî, amade kiribû. Beşa pirtûkê ya li ser rola jinan di destanên kurdî de bû, pir û pir balkêş bû.

Lêkolerê zîrek bi dehan pirtukên nîvîskar û zanyarên kurd, wek çavkanî bikar anîne. Bi taybetî cildên dewlemend, yên folklora kurdî, yên Ordîxan û Celîlê Celîl, her wisa, xebatên “bavê zargotina kurdî” Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, xebatên zanyarên rus, ermenî, ewrûpî wek M.V. Rudênko, V. Nîkîtîn, Orbêlî û yên mayîn. Pirtûk usa jî bi mînakên devkî, wek kilam, metelokên cimaetê ve hatine xemilandin ku bala xwendevanan pir dikişînin ser xwe. Bi kurtî nivîskar erf, edet, şîn û şahîyên gelê kurd bi giştî derdixe ber çavan.

Min herdu pirtûkên Rohat Alakom jî bi bêhnekê xwandin. Zimanê nivîskar zimanê min e jî, ji ber ku kal û pîrên min jî ji Qersê bûne, ewî ava çiyayê Araratê vexwariye, tehm ji erf, edet, rabûn, rûniştina miletê xwe girtiye, her tişt bi çevên xwe dîtiye û bi ruhê xwe hîs kiriye, ango ew di paşla tebîyet û siruştê de mezin bûye. Qebîlyeta naskirin û nivîsandinê Alakom hema li vir bi dest xistiye. Loma min pirtûka wî ya bi navê “Di Folklora Kurdî de Serdestike Jinan” bi hewaskarîke mezin xwand. Nivîskar ne tenê mînakên balkêş yên zargotina kurdî nîşanî me dide, ew herweha van nimûneyên xwe şirove dike û wateyên wan jî li ber me radixe. Ew her tiştî zelal dike, ango “dicû û dike devê me”. Loma jî ev pirtûk bi curê xwe ve, pir balkêş e.

Pirtûka duda “Rêya Teze” lêkolîneke bêhempa ye ser rojnama navborî, rojnama here temendirêj û heman demê jî, yekem rojname ye ku ji aliyê hikumetekê ve, bi fermî hatiye fînansekirin û parastin. Ev mînaka yekane ye di jîyana rojnamegeriya kurdî de. Ez bi xwe li Ermenistanê mezin bûme û di salên xwendina bilind de min despêkirîye bi rojnamê re kêm yan zêde eleqedar bûme, lê bi xwendina vê pirtûkê ez ji gelek mijaran agahdar bûm ku min heta niha nizanibûn.

Hebûna “Rêya Teze” rastîyeke serketinê bû bo hemû kurdên dinyayê. Ewê derê her maleke kurd dida û dikete hundir, çevên xwendevanan hertim li ser jîyana pirreng, xastek û xewnên miletê kurd bû. Rêya Teze belgeke zêrîn ya edebiyeta me bû. Niha bûye milkê dîrokê. Ez tiştine nû ji xebata Alakom ya li ser rojnamê fêr bûm. Ez ji xebata Alakom fêr bûm gelek hunermendên ermen berhemên xwe bi motîvên kurdî çêkirine û ev berhem di Rêya Teze de hatine nasandin. Ji ber vê yekê min beşa pirtûkê ya bi navê “Berhemên Wênesazên Ermen” (rûp.90-98) bi meraq xwend.

Hilbet min zanibu ku şêwekarên (wênesaz) ermen yek, du wênên jinên kurd wek mijar xwe re hilbijartine lê min nizanibu ku evqas zêde şêwekar motîvên tîpên kurd (jin, mêr) bikar anîne û kirine mijara berhemên xwe ya sereke. Beşek ji wan berheman li Muzeya Moskovayê, ya Ermenî û Çanda Netewan ku sala 2015de hatiye vekirin, cîh girtine û tên parastin. Şêwekarên wek Hmayak Hakobyan, Panos Têrlêmêzyan, Marîam Aslamaziyan, Yêranuhî Aslamazyan. Hunerzan û lêkoler K.Samvêlyan di derbarê M. Aslamazyan de gotiye ku “Meriv şikilê wê de ji emirê kurda lezeteke bedewtiyê ya baş dibîne. Kemala wan şikilan ya miletzaniyê jî hene”. Gerekê bê gotin ku ev yeka ciyê şanaziyê ye bo me kurdan. Evan navên nenas bûn ji bo min. Wisa jî wênekêşê eyan M. Saryan tîpên jinên kurd ji xwe re hilbijartiye, ewî usa jî wênê kurdekî naskirî Şamîr Têmurov, kesekî ku di dîrokê de rolek berbiçev lîstiye, çê kiriye. Ad û qirar be, îjar, nigê min bajarê Moskovayê keve, ez ê herime seredana muzeya navborî û bi çevên xwe van wêneyan bibînim. Mijareke din jî min heta niha nizanibu nivîsên ku di Rêya Teze de nedihatin weşandin jî gişt hatine arşîvkirin û gelek tiştên din, ez ji vê lêkolîna Rêya Teze fêr bûm.

Wek kesayetekî zane, rast û pak Rohat Alakom ku bi çanda kurdî ve girêdayî ye, karibûye bi “mîkroskopê” bigere, bibîne û teybetmendiyên gelê xwe bi awayekî profêsyonal nîşanî xwendevanan bike, wekî ew bibin dersa jîyanê, jê fêr bibin, ew bikevin nava xwîna wan û pê serbilind bibin. Tiştê ku min ecêbmayî dike, ew çawa bû ku nivîskar, hema wî, mijara lêkolînê ji xwe re wek qeder hilbijart? Bi nêrîna min, her yek bêhemdî xwe ciyê xwe di jîyanê de dibîne, ka kîjan meslekê hilbijêre ku bikaribe karebûnên (qabîlyet) xwe derxe holê. Ji zanyarên şêwekar min bihîstiye ku di her mirovekî de şêwekarek rûniştî ye. Hin kesan di kalbûn û pîrbûna xwe de dest bi şêwekariyê kirine û merîfeteke ecêb, ya şêwekariyê derxistine ber çevan. Hilbet nivîskarê me Alakom hê genc e, lê em ese (qetî) dikarin bêjin ku di wî de jî nivîskarî û lêkolînerî hê di zaroktiyê de, rûniştî bûye. Hene merî ku qedera xwe bi xwe dinivîsin, ji hin kesan re jî qeder dibe hevrê.

Hurmet bo rêzdar Rohat Alakom, ewî heq kiriye, wekî em wî yek ji wan lêkolerên zîrek yên serdema me bi nav bikin. Ez pesnê wî nadim, ew usa ye jî. Ez, wek edebiyatzan, karê ku lêkolerê me kiriye, gelek berz dinirxînim û destketinên hê mezintir û emirekî dirêj jê re dixwazim ku ji vir pêda jî ew dîsa di xizmeta miletê xwe, miletê kurd de be.