Min nivîsa xwe ya yekemîn de diyar kir ku:

“Dewleta Tirk ya kolonyalîst ji bona xwe vê sîstemê bidomîne li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê wek apareteke xwe û wek rêxistienek kont-gerîllayê PKK jî ava kir. Bi hev re di nav pêvajoyekê de Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye kirin.”

Ev jî diyar dike ku dijminên Kurdistanê û neteweya kurd gelek aşkere ye. Ev dijimin jî: Dewleta Tirk a kolonyalîst û aparata wê PKKê ye.

Hîç şik tune ye ku PKK li hemû beşan jî dijmînê gelê kurd û Kurdistanê ye.

Loma jî divê modeleke nû ya rêxistinî û awayê têkoşîneke nû bê tespît kirin. Divê em Bakûrê Kurdistanê vê rastiyê baştir bizanin. Divê armanca me têkbirin û rûxandina Dewleta Tirk a kolonyalîst  û aparata wê PKKê be.

Dema ku ev armanca stratejîk nayê tespît kirin modela rêxistinî û awayê têkoşîna nû tespît jî nabe; di hemandem de encam jî nagre.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ TEVGEREKE NETEWEYÎ TUNE YE…                    

Tespîteke din ya girîng heye ku divê kurdperwer di vê tespitê de jî li hevûdu bikin. Ev tespîta girîng û stratejîk jî:

“Merhelaya em têde dijîn, li Bakurê Kurdistan Tevgereke Neteweyî ya Kurd tune ye. Potansîyela heyî vê yekê terîf dike. Lê li Bakûrê Kurdistanê gurubên siyasî hene. Beşekî wan jî, ji xwe re dibêjin partî. Potansyeleke neteweyî û kurdperwer ya xurt kesayetî heye.”

Hîç şik tune ye ku piştî salên 1974an Tevgereke Neteweyî ya Kîtlewî ya Bakûrê Kurdistanê ava bû. Ev tevgera çewa ji aliyê Dewleta Tirk a kolonyalîst û aparata dewletê PKKê  ve tasfiye bû, min di nivîsa xwe ya yekemînde nivîsand.

Ev jî diyar dike ku ji bona ku modeleke stratejîk û awayê têkoşîneke stratejîk  biqewime, divê li Bakûrê Kurdistanê Tevgereke Neteweyî ya xurt ava bibe.

Lewra li hemberî kurdperweran û neteweya kurd jî dewleteke xûrt û kolonyalîst û dagirker,  aparata wan PKKê heye.

Li hemberî Dewletê û PKKê,  potansîyala heyî ya kurdperwer, partî û rêxistinên heyî; li hemberî dewleta kolonyalîst û PKKê mixalefeteke xurt ya rizgarî û serxwebûnê nikare bimeşîne.

ARMANCA NETEWEYA KURD…

Hîç şik tune ye ku rastiya Kurdistanê û neteweya kurd diyar dike, ku armanca neteweya kurd dewlet ava kirine. Li dinyayê bes Neteweya kurd xwediyê dewleta xwe nîne. Loma jî armanca esasî ya Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê dewlet avakirine. Lê di qonaxa yekemîn de mimkun e ku  beriya dewleta serxwebûn ava bibe, kêmtir avakirina dewleta federal be. Guhertina radîqal ya Dewleta Tirk ya kolonyalîst be. Bi dewleta federal, neteweya kurd, tirk; grıubên din yên neteweyî bibin xwediyê dewletê. Dewlet dibe dewletek hevbeş û mişterek.

Bi dewleta federal, netewqeya kurd hemû Mafên xwe yên neteweyî qezenç dike. Dawî li dagirkerî û kolonyalîzma dewleta Tirk  tîne. Li Kurdistanê serwerbûn û desthilatdarî neteweya kurd pêk tê.

Ji bona Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê armanceke stratejîk jî, parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

JI BONA TEVGEREKE NETEWEYÎ LI BAKURÊ KURDİSTANÊ AVA BIBE DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Ji bona dewlete Kurdistanê ava bibe, divê hêzeke xûrt hebe. Ew hêza pir reng be. Ji hemû beşên civata kurd ava bibe. Ev hêza xwe organîze bike. Têkoşîneke layiqî armanca neteweya kurd bikare bimeşîne.

Ji bona vê yekê:

1-Divê kurdperwer, partî û rêxistinên heyî, zihniyeta xwe biguherînin. Divê baş bizanin ku bi zihniyeta berê ya kozmopolîtîk û ne neteweyî nikarin bigihîjin armanca xwe û armancên neteweya kurd ya pîroz. Gelek aşkere ye ku divê ji kevneşopiyê bi awayekî radîqal xwe qût bikin.

2-Kurdperwerên xweser û partî û rêxistinên heyî bi her awayî ji helwesta xwe ya berê dev berdin. Divê baş bizanin ku ji bona ku helwest û zihniyeta xwe ya kevn û heyî bişopînin nikarin Tevgereke Neteweyî ya Kîtlewî ava bikin. Di nav civatê de bibin hêz. Bi neteweya kurd re bibin xwediyê pêwendiyeke watedar.

3-Divê li Bakûrê Kurdistanê sinifa siyasî ya kurdpeewer bê guhertin. Dema ku  sinifa siyasî ya heyî ji bona rizgarî û serxwebûna Kurdistanê tevbigere, avakirina rêxistineke ku xizmetê armancên pîroz bike, guhertina zihniyet jî têrê nake, divê naverok û qerektera sınifa siyasî jî bê guhertin.

4-Dewleta Kurdistanê ava kirin bes karên xwendevan, rewşenbîran nîne. Pirsa kurd û dewlet avakirina Kurdistanê; karên hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê ne.. Loma jî ji bona ku  hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê beşdarî Tevgera Neteweyî kurdistanê û dewletavakirina Kurdistanê bibin, jê re serokatî bikin; divê sinifa siyasî ya kevnare  ji hişmediya berê ferqtir hişmendiyekê bimeşîne.

5-Her kurdek divê berjewendiya neteweya kurd di ser her tiştekî re bigre. Helwest û riya xwe gor wê tespît bike û bimeşîne. Ev nayê wê wateyê ku em zirarê bidin mirovatiyê û neteweyên din. Dewlet avakirina neteweya kurd zirarê nade tu qesî. Bes neheqiye ji holê radike, dagirkeriya li welatê xwe Kurdistanê dawî tîne û dawiya kolonyalîzmê tîne û neteweya kurd desthilatdar û serwer dike.

6-Li hemberî dewleta Tirk û aparata wê PKKê divê bi metod û hişmendiyeke rûberûbûnê xebat û têkoşîn  bê meşandin. Di têkoşînê de riyeke aktîf bê meşandin. Bi awayên gelek rengin têkoşîn bê meşandin.

Ji bona mixalefeteke xurt û avakirina tevgereke neteweyî ya nû û rêxistineke neteweyî ya barê neteweya kurd rake: di vê qonaxê de modeleke rêxistınî û tekoşîneke mobîl bê meşandin.

Loma jî divê di vê merheleyê de modeleke mixalefeteke xurt ya rêxistinî û guhertina hişmendiyê û awayê têkoşînekê bê dîtin. Gorî vê tevbêgerandin.

1-Bi hejmareke mezin kurdperwer xweser û li ciyê xwe û li mala xwe û li karê xwe têkoşîna neteweyî dewletavakirina Kurdistanê dimeşînin. Xwe di medyaya civakî de îfade dikin. Ew bi tevayî jî li dijî Dewleta Tirk ya kolonyalîst û PKKê ne. Serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Hîç şik tune ye ku di xebata hişmendî de têkoşîn û xebata wan xwediyê rolekî mezin in. Lê di pratîkê de li hemberî Dewleta Tirk û aparata wê PKKê xwediyê giraniyekê û bi tesîr û bandoreke mezin nînin. Loma divê xebata xwe hevbeş bikin. Ev hevbeşbûn dikare di medyaya civakî de pêk bê. Divê ji bona vê teknîkek bê dîtin. Bi vê teknîkê û bi qeweteke xurt û girseyî li dijî Dewleta Tirk û PKKê helwest nîşan bidin, têkoşînê bimeşînın, rojane mixdaxaleyî bûyeran bikin, mafên meteweya kurd biparêzin û dewletbûna Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk û aparata dewletê PKKê têkoşîneke bi tesîr û bandor bimeşînin.

Di encamê de divê kurdperwerên serbixwe bi hev re rêxistineke mobîl têkoşîneke mobîl ya bi bandor bimeşînin.

2-Li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistin û partiyên Kurd û Kurdistanê hene. Ew rêxistin û partiyan li hemberî dewleta Tirk ya kolonyalîst û aparata dewletê PKKê mixelefetekê xurt nameşînin û têkoşîneke bi bandor birêve nabin. Ji bona serxwebûna Kurdistyanê û avakirina Dewleta Kurdistanê, li hemberî tahribatên dewlet û aparat wê PKKê bi bandor projeyan çê nakin. Dewleta Federe ya Kurdistanê li hemberî PKKê bi bandor naparêzin. Li hemberî Dîktatoriya Baasê û PKK/PYDê ya hevbeş hîç mixalefetekê nikarîne bimeşînin.

Siyaseta rojane nikarin biafirînin. Di nav civatê de jî qiymeteke wan tune ye.

Divê ev rewşa bê guhertin.

Divê hemû partî û rêxistin di destpêkê vê rastiye qebûl bikin. Bibînin ku ji bona Tevgereke Neteweyî ya ya Bakûrê Kurdistanê nikarine gav bavêjin.

Xweser û an jî bi hev re divê xebateke mobîl û bi bandor bimeşînin. Li hemberî dewleta kolonyalîst û aparata dewletê PKKê siyaseta heta îro dimeşînin û awayê xebata xwe bi awayekî radîqal biguherînin.

3-Divê her kurdek jî, li hemberî xirabiyên li dijî Kurdistanê û neteweya me pêk tên;li dijî dewleta Tirk ya kolonyalîst û aparata wê PKKê; ji bona qezenkirina mafên neteweyî aktîftir bin. Bi taybetî jî karbidestên Kurdistanê berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji Kurdistanê re xwedî derkevin.

Ji bona vê divê kes û rêxistin kurdpeewer jî xwediyê têkiliyê bin û wan teşwîk bikin û bi wan re danûstandin bikin, ew jî berpirsiyariya xwe pêk bînin.

Diyarbekîr, 06.O1.2024