Pêşgotin

Yekemîn jimara mecmua (kovara) Kurdistanê di 30ê Kanûna Paşîna/Çileya 1919an de hatîya çapkirin û li ser çapkirina wê nêzîkê 105 sal derbas bûne. Kovara Kurdistanê li ser hev 19 jimar çap bûne û di bareyê vê kovarê û xwedîyê wê Mehmed Mîhrî de, xebatên ku hetanî îro hatine belavkirin gelek kêm û nebes in. Divê li ser naveroka berfireh û dewlemend a vê kovarê û jîyana piralî ya entellektuelekî wekî Mehmed Mîhrî tezên master û doktorayê bêne amadekirin. Piştî sed û yek sal ji çapa yekemîn şûn ve, çapa nû ya hemû jimarên Kurdistanê li ser hev di sala 2022an de ji alîyê Binkeyê Jîn ve hatîye amadekirin li bajarê Silêmanîyê. Mixabin di nava vê çapa Binkeyê Jîn de jimar 17an nîne û heta vê gavê jî peyda nebûye.

Xwedî û mesûlmidurê kovarê Mehmed Mîhrî û sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû. Ji jimara 13an û ji wê şûn ve Seyyîd Hêsên bûye mesûlmidurê kovarê. Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê kurd bû di sedsala 20an de. Ew, yek ji endamên çalak û qelemeke herikbar a rêxistin û weşanên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek meqale û nivîsên wî hatine çapkirin. Digel vê li ser zimanê kurdî, edebîyat, exlaq û felsefeya dînê Îslamê pirtûkên wî çap bûne. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wekî zimanzan, edîb, rojnamevan, sîyasetmedar, civaknas û hiquqzan tête naskirin. Bi derengî be jî, bîranîna ked û xebata şexsîyetên wekî Mehmed Mîhrî, ji alîyekî ve pêkanîna mesûlîyetîyeke komelî û neteweyî ye û ji alîyê din ve jî bi kêmanî hinek ronîkirina rewşa civakî û sîyasî ya wê demê ye.

Mehmed Mîhrî di nîvîsên xwe de xizmet û xebata ji bo millet û welat, wekî wezîfeyek pêdivî dibîne û yên ku neketine bin barê vê wezîfeyê, bi awayekî tund rexne li wan digre û dibêje: “Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nekarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wekî dîyarîyek ez vê beytê teqdîmê wan dikim: “Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.” Wisa dîyar e ku ev nêrîna di nava van hevokan de, wek çarçoveya weşana kovarê hatîye dîyarkirin. Herweha sernivîskarê kovara Kurdistan Arwasîzade Mehmed Şefîq jî di jimara yekemîn a kovarê de, behsa pêdivîya xebatê û parastina şeref û hesîyeta neteweyî dike û dibêje: “Çawa ku ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet, hem bo wî ye û hem yê temamî kesan e.”

Her wekî me li jorê jî got, Mehmed Mîhrî, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr û li ser babetên cîyawaz nivisandîye. Bi taybetî dema mirov bala xwe bide naveroka nivîsên wî yên di nav rûpelên Hetawî Kurd, Jîn û Kurdistan de; dîyar dibe ku mewzuya nivîsên wî, bi pirranî li ser ziman û edebîyata kurdî, girîngî û pêdivîya perwerdeyîya bi zimanê kurdî, cografya û belavbûna nifûsa Kurdan, xûsusîyetên tarîxî yên civaka Kurdan, rewşa derûnî û xusûsîyetên qerekterîstîk ên Kurdan, felsefeya dînê îslamê, meseleya qirkirina Ermenan û muhacirbûna Kurdan di dema Şerê Giştî yê Dinyayê de, girîngîya Prensîbên Wilson û tetbîqkirina wan e. Di vê kurte pêşgotinê de, ne mimkune bi teferuaten behsa van mewezuyan bête kirin. Lêbelê bi çend bendan dîyarkirina naveroka hinek babetên di nav vê kitêbê de, dê ji bo têgehîştina xebata Mehmed Mîhrî û kovara Kurdistan, ji xwendevanan re asanîyek çê bike.

Mehmed Mîhrî di naveroka van xebatên xwe de bi giştî di bareyê ziman, alfabe û perwerdeyîya bi zimanê kurdî de weha dibêje: “Ji bo mirovayetîyê ziman û pêkanîna perwerdeyîya ziman, wezîfeyeke pêdivî ya pêşkevtin û perwerdeyîya mirovan e. Ji ber ku Kurd ji nîmeta perwerdeyî mehrûm mane, zimanê kurdî jî yekcar paşve maye. Di vê babetê de xeteke sade û musteqîl a Kurdan jî nîne. Divê li Kurdistanê mektebên seretayî bêne zêdekirin û mindalên me bi zimanê xwe fêrê xwendinê bibin. Li ser meseleya alfabeyê jî fikra min a kurt ev e; divê herfên erebî esas bêne girtin û li gor pêdivîya zimanê kurdî li ser wan hereke bêne îlawekirin… Di vê babetê de, yên berîya me pêdivîya mesûliyetîya xwe neanîne cî. Mixabin rewş ev e, lê ev rewş nebû sebebê sistayî û bêhêvîtîya min, bîlekis ev, ji bo xebat û cîddîyeta min bû tesîrê herî girîng. Ji ber vê yekê ez bi xwe bûm yek ji pêşengê xebatên vê sehayê. Ji bo vê qewmê necîb bi şev û roj mesaîyê cedîde serfkirin, farîzeyê her Kurdekî(ê) ye.”

Babetên (mijarên) tewr girîng ên xebata wî, nivîs û lêkolînên wî yên li ser ziman û edebîyata kurdî ne. Ji ber vê yekê ye ku wî di binê sernivîsa “Nimûneyên ji edebîyata kurdî” de weha nivîsîye: “Mimkun e ku ev cumle, ji terefê gelek kesan ve wek heyretek bête dîtin û di mejîyê hinekan de jî ecêbîyeteke zêde peyda bike.” Lewra gelek kes dibêjin “Gelo zimanê kurdî ji edebîyatê re musaîd e, edebîyata kurdî heye?” Ji bo bersîva van pirsan, “Ez dê bi şêweyên kurmancî û goranî, ji edebîyata kurdî hinek xezel, beyt, stran, goranî, lawje, heyranok, lawik û bêrîteyan pêşkêşî we bikim.”

Di naveroka nivîsên Mehmed Mîhrî de, rewşa sîyasî ya wê demê jî hatîye nirixandin û di derbarê dahatûya milletê Kurd de nêrîn û peyamên sîyasî jî hatine belavkirin. Ew di nivîsa xwe ya bi navê “Le tarîkî bo ronakî” de, vê yekê dîyar dike û dibêje: “Hemû komele, bi derhênayên xwe, di tarîxa însanîyetîyê de cîyekî berkevtî kirine temînê mayina xwe; em hêşta di nav tarîtîyê de rizgar nebûne. Mewqîya me ya vê gavê, ligel dewreyê tekamula evro de qethîyen naguncit.” Herweha ji naveroka nivîsên wî dîyar dibe ku wî jî wekî gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên wê demê, Prensîbên Wîlsonî, ji bo dîyarkirina çarenûsa milletê Kurd wek ronahîyek rizgarî û hêvîyeke girîng dîtîye û li ser vê babetê weha gotîye: “Herhal wê encama tetbîqkirina Prensîbên Wîlsonî dîyar bibe; nêrîna giştî ew e ku di encama tetbîqkirinê de, li şûna dinya berê dê dinyayek nû bête sazkirin. Tetbîqkirina van prensîban, dê ji millet û qewmên felaketzade, mehrûm, xemxûr û jibîrbûyî yên wekî Kurdan re bibe wek “vejîna piştî mirinê.”

Mewzûyekê balkêş a nav rûpelên kovara Kurdistan jî, nîqaşkirin û nirixandinên li ser têkilîya Kurd û Ermena ye. Belavkirina agadarî û raportên yekalî û terafgîr, bi tundî hatine rexnekirin û hewldanên weha wekî “derew û îftirayên bêbingeh û xapînok” hatine nirixandin. Armancekê vê xebata li ber dest we jî, bîranîna Mehmed Mîhrî Hîlav û hemû nivîskarên kovara Kurdistanê ye. Bi derengî be jî, pêkanîna vê xebatê wekî wezîfeyek netewî-civakî dibînim. Ji ber van xebat û berhemên wî yên birûmet û dîrokî, em hezar carî teşekur û tebrîkên xwe pêşkêşî wî dikin û dibêjin şûna te şên û warê te geş bibe.