Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di 03.11.2023an de li Fransayê li Parîsê bi Serokê Fransayê Macron re hevûdîtinek pêk anî. Ev hevûdîtina di şertên gelek taybet yên Rojhilata Navîn de pêk hat. Di navbera Dewleta Îsraîlê-Hamasê de şer dom dike. Lê ev şera gelek aşkere ye ku bes şerê Dewleta Îsraîl-Hamasê nîne. Di destpêkê de Şerê dewleta Îsraîlê-dewleta Îranê- rêxistina terorîst Hamasê bû. Nûha şer bûyê Şerê Emerîka-Ewrûpa-İsraîlê û dewletên Îslamî û Misilmanan.

Şer bi êrişa Hamasê dest pê kir û nûha jî dom dike. Dewletên îslamî û Misilmanan ev şera kirin, şerên Filîstîniyan û Dewleta Filîstînê. Hemû dinya jî Dewleta Filîstînê diparêzin û dixwazin ku Dewleta Filîstînê ava bibe. Ji bona Dewletbûna Filîstîniyan jî, gavên di hiqûqa navneteweyî û Neteweyên Yekgirtî de hatine avêtin hene. Filîstinî wek berpirsiyarên dewletekê tên pêşwazî kirin. Li Neteweyên Yekgirtî û li hemû platformên navneteweyî berpirsên Filîstiniyan hene.

4 Dewletên piştgiriya Dewletbûna Filîstîniyan bi kelecanî dikin, dewletên kolonyalîst Dewleta îranê-Tirk-Sûriye-Iraqê ye. Ev çar dewletann Kurdistan îşgal û îlxak kirine. Loma jî sextekar û durû ne.

Dewletên dinyayê di serî de Emerîka û Îngiltere û Fransayê jî dewleta Filîstinê diparêzin. Hezar mixabin Îngiltere û Fransayê bûn sedem ku piştî Peymana Lozanê Kurdistan bibe çar parçe û wan Kurdistan xistin bin çar dewletên barbar, dagirker, qetlîamçêker.

Di van şertên nû yên şer de divê Kurd û bi taybetî jî Herêma Federe ya Kurdistanê dewletbûna Kurdistanê bixin rojeva Rojhilatê Navîn û dinyayê. Bi taybetî jî ev erka zêdetir li ser milê Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê  ye. Lewra Herêma Federe ya Kurdistanê li dinyayê wek herêmeke federe di hiqûqa navneteweyî de bi xurtî nebe jî, tên nas kirin. Dewletên Rojava û Emerîka wan wek berpirsên Kurd û Kurdistanê qebûl dikin. Girîngtirîn mijar jî ew e ku di sala 2017an de Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat li darxistin. Kurdan û Kurdistaniyan li hemû herêmên û bajar û bajerokan û gundên  Kurdistanê û li Kerkûkê jî, ji dewleta Kurdistanê re erê gotin.

Hezar mixabin ev encama Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê encama êrîşa Tîfaqakeke qirêj û barbar û hov ya hûndir û derve î bi cî nebû.Kerkuk û gelek herêmên din yên Kurdistanê jî, jinûve hatin îşgal kirin.

***

Kurdan û Kurdistaniyan bi awayekî gelek aşitîxwaz û bi pîvanên demokratîk û gorî hiqûqa navneteweyî daxwaza xwe ya dewletbûnê anîn kirin biryar. Mixabin Neteweyên Yekgirtî û  Dewletên demokrasî û hiqûqa demokratîk diparêzin, di serî de jî Emerîka, îngiltere û Fransa ji encama refêrandûma serxwebûna kurdistanê re xwedî derneketin. Li Hemberî kurdan tewan kirin.

Lê di ev qoxana ku Rojhilata Navîn û Dinya tê re derbas dibe, ji bona dewletbûna kurdan jî derfetên nû derxistîyê rojevê. Dema ku çar dewletê Kurdistanê îşgalkirî bi awayekî êrîşker li dijî Îsraîlê piştgirê Hamasê ne, divê dewleta Îsraîl û Emerîka û Îngîltere û dewletên Yekîtiya Ewrûpayê pirsa Kurd û dewletbûna Kurdistanê derxin pêş wan.

Lê bi taybetî jî divê kurd di her platformê de ev daxwaza xwe bînin ser zimên. Bi taybetî jî çar dewletên kolonyalîst deşîfre bikin.

Divê Serokê Kurdistanê, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê û partiyên Kurdistanê ji bona Dewlata Kurdistanê û encama refêrandûma sala 2017an cî bi cî bibe, xebeteke siyasî û dîplomatîk dest pê bikin.

Loma ez hevûdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê Fransayê Emmanuel Macron di vê qonaxê de bi vê mabestê girîng dibînim.

 Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de, di civîneke dualî da her du aliyan qaşla gelek pirs û mijara kirine. “Qala peywendiyên Fransayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Iraqê û pêşhat û aloziyên dawî yên herêmî gotûbêj kirin.

“Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan da di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Fransayê da kirin û, herwesa, li ser wê yekê ku di rewşa aloz ya navçeyê da, aştî û aramiya Iraqê pêwîst e û divê li hevtêgihiştin û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be hevfikir bûn.

“Derbarê rewşa aloz li Rojhilata Navîn da, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hewlên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna şer, parastina sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan kirin, û li ser wê yekê hevfikir bûn ku, zêdetir alozbûna rewşê dê aramî û seqamgiriya navçeyê bixe di nav metirsiyê da.

“Pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da hatin gotûbêjkirin.”

Ez jî dibêjim ku her çiqas fermî nehatibe diyar kirin jî, mijara encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê jî divê hatibe qise kirin. Dem û dema axivtina vê mijarrê ye. Ev daxwaza me kurdan ji bona Îsraîlê û Emerîka û Îngiltere û Fransayê û Elmanyayê û dewletên din yên Ewrûpayê li hemberî Dewletên îslamî û Misilmanan derfeteke mezin e.

Diyarbekîr, 04. 11. 2023