Bîranîn, cureyekî edebî tê hesibîn ku ji aliyê xwendevanan de hertim bi kêfxweşî tê xwendin. Piraniya bîranînan dema nivîskar hê dijî tên nivîsîn, gelek jî piştî koça wan tên weşandin. Komek kes jî hene ku bîranînên xwe qet nenivîsîne. Cureyê bîranînan di edebîyata kurdên Ermenîstanê de jî zêde pêşta neçûye. Hin nivîskarên wek Ahmedê Mirazî û Elîyê Evdilrehman bîranînên xwe wek pirtûk weşandine. Bîranînên Ahmedê Mirazî[1] piştî mirina wî, bîranînên Elîyê Evdilrehman[2] jî berî mirina wî derketine. Beşeke bîranînên Heciyê Cindî gelek sal piştî mirina wî ji aliyê keça wî Firîda Hecî Cewarî li Rewanê hatine weşandin.[3] Bîranînên wî ji bo lêkoler û dîrokzanan agahiyên gelek kêrhatî dihewîne. Heciyê Cindî wek bavê berhevkirin, nivîsîn û şirovekirina folklora kurdî tê nasn. Firîda Hecî Cewarî paşê bîranînên xwe jî bi tîpên latînî amade kirin û weşandin.[4] Hejmara pirtûkên bîranînan ku li Ermenîstanê çap bûne wek em li jor jî dibînin ewqas zêde nînin. Hin kesên navdar wek Qanadê Kurdo bîranînên xwe qet nenivîsîne yan jî neweşandine. Xwezî wan jî wek Aslika Qadir bîranînên xwe rokirana ser kaxiz.

Bîranînên hunermenda kurd Aslika Qadir isal hatin weşandin.[5] Lê vê carê ev pirtûk ne li Rewanê, li Stembolê hate çapkirin. Li gorî berhemên ku me li jorê qala wan kir, ev pirtûka ji pirtûkên din gelek mezintir e, ji 415 rûpelan pêk hatiye. Pirtûk bi pêşgotin û redaktoriya Têmûrê Xelîl hatiye weşandin. Wek Têmûrê Xelîl jî di pêşgotina xwe de dîyar dike dengbêj Aslika Qadir bi amadekirina vê pirtûkê êdî bûye nivîskar jî. Bi vî awayî em dibînin ku piştî Sîma Semend hejmara nivîskarên jinîn yên kurdên Ermenîstanê zêde bûne. Di dawiya pirtûka Aslika Qadir de hin wênan jî cîh girtine ku ev bîranîn rengîn kirine.

Aslika Qadir di dîroka kurdên Ermenîstanê de û li Kurdistanê bi dengê xwe yê xweş wek dengbêjeke kurd hatiye nasîn. Dengbêja ku ev ji 50 salan zêdetir e distrê bi kilama xwe ya bi navê “Welatê me Kurdistan e” navdar bûye. Navê Aslika Qadir û navê vê kilamê hertim gazî hev dikin. Kilamê herweha beşeke navê pirtûka bîranînên wê jî pêk aniye: ”Jîyan û Bîranîn: Welatê me Kurdistan e”. Rêzên pêşîn yên vê kilamê wiha ne: 

Welatê me Kurdistan e,

Cîh, meskenê me kurdan e,

Welat ji me ra reh û can e,

Milet hemû bira ne.

Aslika Qadir di bîranînên xwe de ji bo xwendevan bizanibin qala serboriya kilamê jî dike. Ji der vê kilamê wê gelek kilamên din jî wek solo, carina jî bi koroyê ve tevayî gotine. Çend kilamên wê yên hezkirî ev in: Bejnê, Dolavê, Gulîzer, Hey Delal, Kewên Gozel, Lawikê Metînî, Lê Gidiyê, Mendo, Qasimo, Welatê me Kurdistan e, Yar Gulê, Zêr Zeynebê….Piraniya wan, kilamên teqil û govendê ne. Beşek jî li ser bûyerên dîrokî ne, di van de êş û keder heye. Ferîdûn Suphandax newiyê Kor Husên Paşa bi şandina mesajekê (ji bo min) dîyar dike ku Aslika Qadir ew kilama bi navê Hey delal jî avîtiye ser malbata wan, neferên eşîra Heyderan. Yek ji wan kilamên wê ku min gelek jê hez kiriye, perçeyê bi navê Gulîzer e. Di kilamê de qala robarê Erez jî tê kirin ku di nav bajarokê min Qaxizmana rengîn û hêşîn re diherike: “Vî Erezî lo guşe guşe”. Dema ez vê kilamê guhdar dikim ew hertim min dibe Qaxizmanê. Gotinên kilamê yên watedar: “…Dinya yek e, derge hezar” jî xweşbînî, bînfirehî û hêviyekê ji bo me însanan dibarîne!

Koma Xebatkarên Beşa Rojnameya Rêya Teze ya Jinên Neştat (Xwebexş)

Ji çepê: Porsora Sebrî (Haco), Nûra Cewarî, Svêtlana Bayloz, Cemîla Celîl û Aslika Qadir

(Rêya Teze, 7-4-1964)

Di nîvê salên 1960an de Aslika Qadir tevî tevger û rêxistinên jinan û xwendekaran dibe. Ew wek keseke aktîvîst û tekoşer di van çalakiyên kurdan de beşdar dibe. Du wêneyên ku min di Rêya Teze de peyda kirin û li jêr diweşînim nîşan didin ku Aslika Qadir di sala 1964an de çawa bi keç, jin û xwendekarên kurd re ketiye têkiliyan. Ew di van salan de nasiya xwe dide berpirsên Radyoya Kurdî û gelek caran diçe seredana radyoyê jî. Di van salên hişyarbûn û rabûnê de ew dest pê dike kilama Welatê me Kurdistan e di radyoyê de distrê. Kilam wek marşeke kurdî li ser kurdên li hemû komarên Sovyetê û perçeyên din yên Kurdistanê bandoreke mezin nîşan dide: “…Welat ji me ra reh û can e”. Di van salan de welatevîniya kurdan jî êdî wate û formeke nû werdigre. Aslika Qadir di cîhekî bîranînên xwe de dîyar dike ku li gorî organên fermî yên Sovyetê tenê welatekî kurdan heye û ew jî Yekitiya Sovyet e. Li gorî berspirsên ermenî jî welatê kurdan Ermenîstan e. Wan jî nexwesiye navê welatekî sêwemîn bibihên. Ji ber vê jî wan  zêde germahî ji navê Kurdistanê re nîşan nedane. Vê yekê ji bo kurdên Ermenîstanê carcar hin pirsgirêk pêk anîne.

Komek xwendekarên kurd li Rewanê.

Ji çepê: Cemalê Cindî, Lûsika Huseyn, Hesenê Qeşeng, Naza Cewarî û Aslika Qadir

(Rêya Teze, 29-11-1964)

Aslika Qadir di derbarê mijarên wek jin, evîn û malbatê de jî dîtinên xwe bi awakî vekirî, ji dil tîne zimên. Ew hin mijarên ku di nav kurdan de hê jî tabû bûne niqaş dike. Ew navên hin xortên ku dilê wan ketiye wê jî, dîyar dike. Dilê Aslika Qadir bi xwe jî dikeve xortekî kurd û di cîhekî bîranînên xwe de wiha dibêje: “Li zanîngehê min çav berdabû xortekî ku di fakûltêya fîlozofîyê de dixwind. Cano yekî bejin bilind, bedew û rêkûpêk bû” (rûp.149). Ew paşê gelek ji hev hez dikin û dizewicin. Lê belê nexweşîke bêderman pêsîra Cano bernade. Ji ber nexweşîya dil mêrê wê Cano gelek zû dimre. Aslika Qadir mecbûr dimîne bi tenê herdu zarokên xwe binihêre, wan xweyî bike. Mirov ji bîranînên wê fêr dibe ku ew di jîyana xwe de rastî rêzek tengasî û dijwariyan hatiye. Lê ew keseke bi cesaret, xurt û wêrek bûye, hertim li dijî van zehmetiyan derketiye.

Aslika Qadir di destpêka bîranînên xwe de, di beşên Elegez û Rewanê de bi hûrgilî zarotî û ciwaniya xwe vedibêje. Ew di sala 1945an de li gundê Elegezê tê dinê, di sala 1957an de bi malbata xwe ve tevayî bar dikin diçin Rewanê paytextê Ermenîstanê. Piştî xwendina bilind dest bi karê mamostetiyê dike. Ew di bîranînên xwe de bi dûr û dirêj qala seferên xwe yên wek Afganîstan, Tirkiye û Almanyayê dike. Ew ligel hin rûsên din diçe demekê li Afganîstanê kar dike. Çawa tê zanîn di van salan de Afganîstan di bin bandora Yekitiya Sovyetê de bû. Aslika Qadir li Ermenîstanê beşa Ziman û Edebîyata Farisî dixwîne. Ji bo ku ziman zanibû ew hildana ser vî karî. Aslika Qadir di sala 1993an de ligel pisporê bilûr, mey û fîqê Egîtê Cimo û hunermendê şanoyê Arsên Polatov diçe bajarên Qersê û Stembolê. Çawa tê zanîn piraniya kurdên Ermenîstan û Gurcîstanê ji herêma Dîgor/Qersê hatine. Piştî pirseke min ew di mesajeke xwe de dîyar dike ku pêşiyên wê ji herêma Dîgorê koçberî Ermenîstanê kirine. Dema sîstema Sovyetê serobino bû Aslika Qadir jî wek gelek kurdên din berê xwe daye Ewrûpayê. Di dawiyê de ew ligel herdu zarokên xwe bi rêyên qaçax derbasî Almanyayê dibe û demekê li bajarê Nurnbergê dimîne. Aslika Qadir heta niha jî li Almanyayê dijî û alîkariya pêşketina çanda kurdî dike. Di bêşên din yên bîranînên Aslika Qadir de seferên wê yên li cote-paytextên kurdan Dîyarbekir û Hewlêrê cîh girtine.

Bi vê nivîsê min xwest bi kurtahî pirtûka bîranînên Aslika Qadir bidim nasandin û kurt be jî li ser vê dengbêja nifşa dawî ya Radyoya Rewanê çend gotinan bêjim. Aslika Qadir di bîranînên xwe de qala van hunermendên din yên jin jî dike ku hemûyan wefat kiriye, wek Sûsika Simo, Zadîna Şekir, Belga Qado, Kubara Xudo… Ji wan dengbêjên jin ku di dewra xwe de her yek wek stêrkekê hatibû nasîn tenê Aslika Qadir maye. Ez jê re gelek salan dixwazim. Min bîranînên Aslika Qadir bi hewaseke mezin xwendin. Bi vê danasînê ez bala xwendevanên kurd dikşînim ser vê berhema balkêş ku ji bîranînên wê pêk hatine. Divê ez li vir dîyar bikim ku ev bîranîn ji bo lêkolînên di derbarê dîroka jinên kurd de jî çavkanîke gelek kêrhatî pêk tîne. Hêvî dikim ku ew kurdên ku ev pirtûk xwindine rojekê ji rojan dest pê bikin ew jî bîranînên xwe binivîsin, ne tenê binivîsin, biweşînin jî.

[1] Ahmedê Mirazî, Bîranînêd min, 1961.

[2] Elîyê Evdilrehman, Bîranîn-Serhatî, 1979.

[3] Firîda Hecî Cewarî, Hecîyê CindîJîyan û kar, 2007. Firîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbeta wî, 2012.

[4] Firîda Hecî Cewarî, Bîranînên min, 2010.

[5] Aslika Qadir, Jîyan û Bîranîn-Welatê me Kurdistan e, Avesta, 2023.