Welat: Ew cîyê ku mirov di nava wî da disekine we li ser wî digere kû ji bab û kalê mirov ji mirovan ra maye.

Welat pur şîrîn, pur ezîz e; lewra cî û meskenê bab û bapîra ye. Di saxîya wan da li ser rûyê wî rehetîya wan hatîye temînkirin we di pey mirina wan da wucuda wan bi şefqet, bi merhemet, bi hurmet muhafeze kirîye we dike!…

Welat bi xesîyeta ku temamî efradê kulfetê xwe -her yekî li gora xebat û emelê wî xudan par dike- dayikê ku pur şefîq; bi me’na kû ji bab û kalan bi dewrekî tebîî hatîye heta kû gihiştîye me we ji me ra maye. Irsekî tarîxî, emanetekî ezîz kû bûye mala umûmî, namusa millî, meskena ebedî ye, mekanekî qudsî we ulvî ye! ! !

Welat; Xuda wî yeqînî da me kû şefqet we merhameta wî li bal tû dîya, tem û lezeta wî li bal tû cîya tune we nayê dîtin.

Welat; li nik ereba navê wî “weten” e, Tirka îcar anîye ji ber piranîya hezkirina bi ewî “weten” va “ana” danîne! Yanî wî anîne teşbûhkirina bi bal dê da. Mana “anavatan” ew e kû “dayik welat e”, ev îstîlaha hanê ne kû Tirka ji ber xwe da danîne; belkî ji miletê medenî yê wusa kû li qarşî birûskê dafî, li çûndina li ser hewayê ra teyare, ji ser erdê ra şemendûfer (trên), ji bin behra ra tehtel-behr we emsalê van tişta kû bi saya quweta eqlê dê xwe îcad kirîne. “Yê din”! Ji wan mirovê xudanê fikr û ferasetê îhtimale kû gelek ji umre xwe wenda kirine hêja ji dîtina vê kelîmê ra muveffeq nebûne! Di pê da îcar Tirka jî anîne weke me bi zimanê xwe tercûme kirine.

Meqsed ji ev çend tefsîlat ne kû beyankirina mûcîdê vê cumlê ye, sirf sebeba bi vî navê navdana wî ye.

Sebebê teşbûh dayina bi dê çî ye? Mêze kin ez bêjim: Çawa kû tû mexlûqekî bê dê nebûye, wusa bizanin kû tû kes jî bê welat nabe! Eger bi vî hawa ya jî baş nehat fêmkirin guh bidin ez li ser vê qiseyê mîsalekî bînim! Binêrin! ! !  Di nava cemîyetê da wan ê bi dê bîne pêş nezera mirov; şexsê di wan faxir, lîbasê di wan paqij, wechê di wan temîz, wergirtina wan muntezem we çak e. Daîma di nava hevalan da serbest, serbilind, xudan keyf û zewqin, çira? Lewra bi saya dê, xwe ji her afatî, ji her belayî xwe emîn dizanin. Ewê kû dê di wan tu nîne; weqta wan bê întîzam, şexsê di wan perişan, porê di wan lihevketî, pejmürde, wechê di wan ne paqij bi qirêj, wergirtina wan bêîntîzam, şexsê di wan sefîl, nihayet di nava sefalet, perîşanîyet, bêîntîzamî di nav umûmê da xuya dibin.

Sebeba vana çi ye? Bêşubhe kû tunebûna dê ye. Çewa mirovê bêwelat wekî ew kesê bê dê kû li bal damarîyê ye me got. Baş bizanin kesî welatê wî ji destê dewleta bi derê, wekî mirovê bavê wî neyar bikûjê û dîya wî bistînin. De ka ewê rehetîya wî li ba zirbabê wî dê çi hebit! Lazime çewa welat bi dê hatîye teşbîhkirin wusa kû dewlet wî wekî bavê bê zanîn.

Maazellah! Mirov li pêş çava bibine kû ew dîya ezîz waye ketîye destê hinek mirovê ecnebî we pê keyf dikin! Erê, Erê! Îşte bê dê hawayê mirov destekî xerîb li ser sîngê wê dê bibine û bisekine, gelo ji wî wêdetir tiştekî alçax heye? Mirina kû mirov di rêya welat da bimire sed car çêtire ji jîna kû hetta dunya hebit we welat di destê neayra da ye!…

Ey gelî bira!!! Lazime ji bo mudefaa vê dêya me ya ezîz kû em bi temamî mal û canê xwe di rêya hukumeta xwe da hazir bisekinînin, da wekû hetta hukûmeta me serfîraz be kû bi wê sayê em jî bi dîya xwe welat şad bibin. Zîra “jîna cuwan bê mêr nabe” yanî bav lazime kû hebit. Bo paşî mirov bikeve destê bamarîya rehetî tune.

Piştî van xebera rica min ew e ji tamamê birayê min ê Kurd kû ji îro pêda em wekî berê nekevine xewa xefletê, em jî bi wî av û nanê welatê ha wezîfa bê ser me bi dil û can bikin we di rîya wî da bixebitin kû belkî em wî ji destdirêjîya van neyara muhafeze bikin!

Ferze bo wî her kesek madema kû dixwaze necat

Da feda kit can û malê xwe di ber rîya welat.

Silvan: 10-16 Mart1335 lawî Kurdê Silîvî

Abdulselam

Jêder: Kurdistan, No: 7, 8 Mayıs 1335 (8 Mayıs 1919)