S. Demîrtaş 6,5 sal e ku jiyana xwe di hepse de didomîne. Lê rewşa wî û jiyana wî di hepse de ji girtiyên din yên PKKê ku cûda ye. Ew wek ku kesekî negirtî û nehepis dema dile wî dixwaze bi rojnameyan re hevpeyvînan çê dike, meqelayan dinivsîne; di rojnameyan de tên weşandin. Nivîsên wî di telewîzyonan de tên xwendin û tên şirove kirin. Ew her wext û her saet dikarê medyaya civakî bir kar bîne. Ewrûpayî piştgiriya wî dike. CHPê û PKKê û hêzên din yên radîqal û çep piştgiriya wî dikin; di lêha wî de propaganda dikin. Pirtûkên wî bı hezaran tên firotin. Pirtûkên wî tên wergerandin ên zimanê din. Ew nûha bûye dewlemendê çapemenî. Ji pirtûkên wî dibin senaryoya şanoyan û filman. Parêzer her dem dikarin biçin cem wî.

Wî her dem ji hikûmetê û ji serokkomar re dijminitî dikir, kesî jî û hikûmetê midaxeleyî wî nedikir.

Demîrtaş di hepse de ji bona PKKê û mixalefeta Tirk ya giştî rê nişan dida.  Siyaseta û rêxistina PKKê ya vekirî di hepse de bi rêve dibir. Dem dibû bi mixalefetê  re nermikî qise dikir, car caran jî, ji wan re heqeret dikir. Carna jî tehdit dikir. Mixalefeta Tirk û bi taybetî jî mixalefeta çep û Tîfaqa Milet li hemberî heqeret û tehdîta Selahaddîn Demîrtaş deng nedikirin û ew tolera dikirin.

Şik tune ye ku helwesta wî û tarz û daxwaz û fikren wî, yên Baronên PKKê  li Qendîlê li hevûdu dikir. Lê mixalefeta Tirk û Tîfaqa Milet  ji bona ku dengên PKK/HDPê bigrin, xwe bê deng dikir; an jî nedixwestin ku heqaret û tehdîdên Selahadîn Demîrtaş yanî heqeret û tehdîdên PKKê bibîzin û gotinên wî/wan davêtin pişt gûhên xwe. Dema ku mixalefete xwe bê deng dikir, di hemandem de xwe bê qiymet û bê rumet dikir.

Selahaddîn Demîrtaş hat xeteke wûsa ku xwe ji dewleta Tirk û ji Hikûmeta Tirk û ji R.T.Erdoğan mezintir dît. R.T. Erdogan û Hikûmet tehdit dikir. Digot ku “piştî hilbijartinê ezê ji hepse derkevim R.T.Erdoğan û heval û endamên hikûmetra wî  dê bên li ciyê min di hepse de razên. Emê wan dadgeh bikin û ciza bikin”.  Tereftarên PKK/HDPê heman tişt digotin û lê zêde jî dikirin digotin ku  ewê deriye hepisxanên Tirkiyeyê bişikînin, serokê PKK Ocalan û hemû  girtiyên PKKê dê rizgar û azad bikin. Şurekaya Dewletê dê dê di “dadgeha gel yên PKKê” de wan darizînin û ciza bikin.

Ew helwesta Demîrtaş bes bê mesûliyetî nebû û di heman demê de bi her awayî gelek aşkere provakasyon bû. Min jî gelek caran bi niviskî ew helwesta Demîrtaş wek prowokasyonê bi nav kir.

Ev provokasyona Demîrtaş û baronên Qendîlê û tirşikçiyê PKKê mirovên dewleta kur wek Ehmed Tirk û Sirri Sakik jî, ji bona tevayî kurdan û bi taybetî jî, ji bona terefatarên PKKê xeterî çê kir. Hezar mixabin kurd û tereftarên PKKê yên ku ji bona kurditî bûne hevalên wê,  dixistin ber şideta dewletê ya ku rewa bê dîtin û şirove kirin.

Ocalan ciza heta heta jiyanê girtiye, wan bi dengekî bilind digotin Tîfaqa Milet hilbijartinê qezenç bike, ew dê bê rizgar kirin. Ew siyaseta bi serê prowokasyon bû û xelkê Tirk bi giştî û beşekî mezin gele Tirk texrîk dikir.

Ehmed Tirk, di civînên PKK/HDPê de digot ku “kes û kurdên deng bidin Tîfaqa Cûmhûr; deng nedin PKK/HDPê û Tîfaqa Milet xayîn in.” Ji vê şaşî û xiyanetê re Demîrtaş denge xwe dernexist. Lewra bi xwe jî, li gel bi wî çavî meze dikir.

Demîrtaş ji siyaseta PKK/HDP/YSPê ecizî ya xwe diyar dike ku baş qempenyaya hilbijartinê  nemeşandine, lê li dijî siyaseta wan ya ne kurd ku namzetên wan yên parlamentoyê bi piranî Tirkin û di qempenyayê de ji derveyî dijminitiya R.T. Erdogan ji bona mafên kurdan daxwazeke neanîne ser zimên, rexne nake.

Demîrtaş li dijî siyaset û helwesta PKKê ku li dijî rêxistinên Kurdistanê û xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê jî di jiyana xwe ya siyasî qet tiştek negot. Ew jî li dijî dewleta Kurdistanê ye. Ew hemû siyaseten PKkê yên li dijî kurdan dioparêze. Ew ji zarokên kurdan re xwedî derneket ku PKKê wan nerevîne û wan neke leşker; wan nede kuştin.

Demîrtaş û baronên PKKê yên li Qendîlê di hilbijartinê de partiya Kemalîst ya li Kurdistanê qetlîam çekiriye û kurd wek milet înkar kiriye û ji bona ku kurdan bike Tirk, stratejiya nîjadperest ya asımîlekirinê re, piştgirî kirin.

Dîsa Demîrtaş dizanî ku PKKê jî û CHPê jî partiyên faşîzma-civakî ne, wek demokrat nişan da. Îdia kir ku CHP û Tîfaqa Milet dê li Tirkiyeyê demokratîzebûnê çê bike û ew demokratîzekirina Tirkiyeyê jî dê di encamê de qezençkirina mafên kurdan bîne!!!

CHPê ya qetlîamçêker a kurd û Tîfaqa Milet, ji bona kurdan qet tiştek nedixwestin û di peymanên xwe de cî nedabûn peyva kurd jî, bi demagojiye wek dê mafên kurdan bipejirînin, hatin propaganda kirin. Serê tereftarên xwe şûştin.

Şaşî û karen xwe yên ji dervayî hiqûqê û ne însanî nedîtin, bes ji R. T. Erdogan re dijiminatî kirin.  Vê siyasetê çavên wan û terefdarên wan kor û ker kirin. Di pêşerojê de qezençkirina Tîfaqa Cûmhûr û Serokkomar Erdogan qet nedan ber çav. Ji bona xwe rêzeke spî nehîştin.

Di encamê de siyaset û prowokasyonên Demîrtaş bû sedem ku dev ji siyasete berde.

Loma ez dibêjim ku Demırtaş bedela şaşî û prowokasyonên xwe da û dev ji siyasetê berda.

Stenbûl, 02. 06. 2023