1. Têkçûna Tevgera 1925an û Damezirandina Xoybûnê

Îsal li ser tevkujîya Gelîyê Zîlan, 89 sal derbas bûn. Gelîyê Zîlan, navê herêmek e û dikeva rojavayê bakurê navçeya Ercîşê û ev herêm giş bi girêdayî bajarê Agirî ye. Di herêma Gelîyê Zîlan da eşîretên wekî Heyderan, Xwêtî, Kalkan, Bekiran û Ademan dijiyan. Di dema tevgera neteweyî ya Agirîyê de, di Temûza sala 1930an da 44 gundên Gelîyê Zîlan hatin şewitandin û kavilkirin. “Ev herêm, heta sala 1950yan ji cîwarbûn û avakirina xanîyan re hate qedexekirin û di sala 1980yî da jî koçberên Afxanî li vê derê hatin bicîkirin.”[1] Li gor agadarîyên rojnameyên wê demê yên Turkiyê, bi kêmanî 15.000 kurd di herêma Gelîyê Zîlan de hatine kuştin. Li gor agadarî û belgenameYên rusî jî 47.000 kes hatine kuştin. Wekî hemû caran, wê demê jî hikumet û raya giştî ya dinyayê li hemberê vê tevkujîya kurdan reaksîyonekê nîşan nedane û dengê xwe dernexistine. Îro jî politikaya, xwe kerr kirin û lalkirina li hemberê tevkûjîya neteweya kurd berdewam dike. …

Piştî têkçûna Tevgera 1925an (bi serokatîya Şêx Seîd), gelek sîyasetmedar, şoreşger, rewşenbîr û se­rokeşîrên kurd hatin derdestkirin. Ji wan kesên derdestkirî, pirranî hatin xenikandin û hepiskirin; gelek jî bi tevî zar û zêç û qewm û eşîrên xwe ve hatin nefî (sirgûn) kirin û beşekê din jî mecbur mabûn ku derbasê Binxetê yanî li rojavayê Kurdis­tanê bibin. Ji xelkê Kurdistanê jî bi deh hezaran însan hatin kuştin û bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi deh hezaran kurd hatin sirgûnkirin; koçber bûn û di rêya sirgûnê da ji ber êşkence û rewşa xerab a rêwîtîyê, bi hezaran kurd jî di dema rêwîtîya koçberîyê da mirin an jî hatin kuştin. Bahozekê rabûbû li ser welatê kurdan, dîsa ewrên reş û tarî li ser wan digeriyan, çiyayên Kurdistanê mij û dûman girtibûn, pêlên awazên azadî û bihna barudê tevlî hev bûbûn. Ew dîsa mecbur mabûn ku axa pîroz a bav û kalan terk bikin.

Li herêma Agirîyê, ew eşîret û serokeşîrên ku dawîyê beşdarê tevgera neteweyî ya Agirî bûn (Ji Celalîyên Hesesorî Biroyê Heskê Têlo, Kor Husên Paşayê serokê eşîra Heyderan, Mûsa Begê Xwêtî û yd.) pirranîya wan di dema tevgera 1925an da xwe bêdeng kiribûn, piştgirî nedabûn Şêx Seîd Efendî. Bi tevî vê helwesta wan jî, paşê hemû ji alîyê hikumeta Anqerê ve bi muameleyekî pirr xerab hatin sirgûnkirin. Ev sirgûnî û koçberî, ji wan re pirr giran hat. Ji cîyê sirgûnîyê (bajarê Qeyserî, Antalya û cîyên din.) berê xwe dan Binxetê û li wê dere tevlî partîya Xoybûnê bûn.

Bi tevî têkçûna Tevgera 1925an, di hinek herêman de şer û têkoşîna pêşmergayetî ya gurubên şoreşgerên Komîteya Îstiqlala Kurdistanê jî berdewam dikir. Gelek endam û rêvebirên Komîteya Îstiqlala Kurdistanê jî derbasê Binxetê bûbûn û bi lawazî be jî, tê­kilîyên wan û hevalên wan hebûn. Piştî demeke kurt, bi serkêşîya Memduh Selîm Begî ji bo piştgirîya berdewamî ya gurubên şoreş­gerên tevgera rizgarîya kurd û pêdivîya ji nû ve rêxistinbûnê tête rojevê. Di encama vê lêgerînê de, bi gelek grubên sîyasî yên kurd û şexsiyetên sîyasî yên hundir û dervayê Kurdistanê re têkilî û hevdîtin çêdibin. Herweha bi hin gurubên mixalif ên ermenan re jî têkilî û hevdîtinên piştevanîyê têne kirin. Di dawîya vê xebatê de, bi şertê xwe fesihkirina gurubên heyî, di roja 5ê Cotmeha 1927an da li Beyrûdê bi beşdarbûna panzdeh kesan, Partîya Xoybûnê tête da­mezirandin û Celadet Bedirxan jî wek serokê pêşî yê vê rêxistinê tête hilbijartin. Yek ji beşdarvanên vê civînê Ehmedê Abdurehman Axa, di rêzehevpeyvînek xwe de navê panzdeh kesên beşdarvanên civînê weha rêz dike:

 “1- Celadet Bedirxan Beg, 2- Elî Rizayê kurrê Şêx Seîd, 3- Memduh Selîm Wanlî, 4- Doktor Şûkrî Mehmed, 5- Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd), 6- Kamil Efendî (mulazim bû li Iraqê) 7- Kerîm Efendî (mulazim bû li Iraqê), 8- Tewfîq Efendî (mu­lazim bû li Turkiyê), 9- Haco Axa (reîsê eşîra Hevêrkan), 10- Emînê Ehmed lawê Perîxanê (serokê eşîra Raman), 11- Bedre­dîn (reîsê eşîra Hebizbinî), 12- Bozan Beg, 13- Mustefa Şahîn (herdu jî serokên eşîra Berazan), 14- Ehmedê Abdurehman Axa (kurê Şahîn Axa), 15- Abdullah Cizrawî.”[2]

Ev navên jorîn, lîsteya beşdarvanên civîna damezirandinê ye, lêbelê nedîyar e ku kî ji wan ji bo komîteya merkezî hatine hilbi­jartin. Bi îhtimalek mezin navê 8 kesên di bin protokola peymana Partîya Xoybûn û Taşnaqê da ye, navê kesên rêvebir û mesul in. Ew heşt kesên alîyê kurd ev in: “Mehmed Şûkrî Sekban, Celadet Be­dirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Elî Riza, Mus­tefa Şahîn, Kerîm Rustem Beg.”[3] Rohat Alakom di pirtûka xwe ya navborî de dibêje: “Ehmedê Abdurehman Axa û Abdullah Ciz­rawî ne têde yên 13 kesên mayî, ji bo yekemîn komîteya merkezî ya Xoybûnê hatine hilbijartin.”

Di bendên rêznameyê de damezirandin û armanca Xoybûnê weha hatîye dîyarkirin:

“1- Bi biryara Kongireya Yekemîn a Kurd, di 5ê Cotmeha 1927an da bi navê Xoybûnê rêxistinek neteweyî ya kurd hatîye damezirandin. 2- Mexseda rêxistinê ev e; kurd û Kurdistanê ji bin nîrê Turkiyê rizgar bike û di nav hidûdên sirûştî yên neteweyî da Kurdistanek serbixwe damezirîne. …”[4]

Di raportek îngilizî yê roja 30.08.1928ê da lîsteyek kurdên aktîf ên piştgirê Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de ev kes hene: “Mevlanzade Rifat, Ali Îlmî, Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Haco Axa, Emînê Ehmed, Mustefa Berazî, Şûkrî Sekban, Celîl Begê Baban, Awnî Beg, Xelîl Rehmî Beg, Sûreya Bedirxan, Şêx Hûznî Berazî, Şêx Şahîn Berazî, Hûsên Paşayê Kor, Mûsa Begê Xwêtî.”[5]…. Ekrem Cemîl Paşa ku li Dîyarbekir şaxek Xoybûnê dameziran­dibû, dibêje: “Di civîna awarte ya sala 1934an de, kargêrîya Xoybûnê guherîye. Ji sala 1934an heta 1939an Qedrî Beg nûnertîya sîyasî ya Xoybûnê dike û ji ragehandina Şerê Duyemîn ê Cîhanê heta sala 1946an jî Ekrem Beg nûnertîya Xoy­bûnê dike.”[6]

Piştî ku Xoybûn biryara rêxistinkirin û rêvebirina çalakvanên Agirîyê digire, li herêmê teşkîlateke nû pêk tîne. Xoybûn, bi rutbeya Paşayîyê, Biroyê Heskê Têlo ji bo walîtîya Agirî tayîn dike û digel wî hejmarek wezîfedarên din jî tayîn dike:

“Temir Axa: Ji bo Qumandarîya Cendirmeyên wîlayetê

Mele Husên Efendî: Qeymeqamê Korxanê

Îbrahîm Axa: Midurê Nehiya Botî

Hesen Efendî: Midurê Nehiya Ortî

Mûsa Berkî Axa: Midurê Qorî

Omer Axa: Nehiya Korxan”[7]

  1. Ber bi Tevkujîya Gelîyê Zîlan ve

Di salên 1928-29an da şerê Agirî hêdî hêdî li her derê deng dida. Her ku diçû pêlên wî mezin dibûn, şax didan. Ji her alîyê ve şervan û şoreşgerên kurd xwe digihandin Agirî. Ji wan yek jî, Ihsan Nurî Paşa bû. Ihsan Nûrî Paşa, bûbû serdarê leşkerî û sîyasî yê tevgera Agirî. Ew endamekî Xoybûnê bû, bi navê Xoybûnê berpirsyarî û rêvebirîya tevgera Agirî hildabû ser milê xwe. Ihsan Nûrî, di sala 1893yan da li Bedlîsê ji dayik bûye û di artêşa Împeratorîya Osmanî da yuzbaşî bû. Li hemberê hikumeta osmanî ya dema Ferîd Paşa rabû û paşê tevlî hêzên Mistefa Kemal bû. Piştî damezirandina Cimhurîyetê jî di nav artêşê da cî girt û herweha endamê Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê bû û di sala 1924an da li Beytûşebabê bi tevî çar hevalên xwe yên subayên kurd; Rasim, Tewfîq, Xurşîd û Elî Riza tevgerekê neteweyî bi rêk xistin lêbelê bi ser neketin û ew mecbur ma ku derbasê başûrê Kurdistanê bibe. Ji damezirandina Partîya Xoybûnê şûn ve, ji nû ve bi rêxistinê re têkilî wan çêdibe û bi biryara Xoybûnê, bi rutbeya paşayî û serleşkerî ya tevgera Agirî tête wezîfedarkirin. Ew, di destpêka sala 1928an da derbasê Agirî dibe û dest bi rêxistinkirin û tenzîma leşkerî û sîyasî ya nû dike. Bi navê Agirî rojnameyek tête çapkirin. Di rûpela pêşî ya rojnameyê de ev sirûda bi navê “Hêlbe Agirî” hatîye weşandin:

“Îro dîsa hêrsa te hat,

Ev agiran bûne kelat,

Kom bûn êdî ser te civat,

Hilbe Agirî, hilbe Agirî”[8]

Rêvebirên Cimhuriyetê, ji çûyina wî ya Agirîyê, pirr aciz dibin û dest bi girtina tevdîrên nû û tûndrew dikin. Bi gotina Ihsan Nûrî Paşa, amaca Xoybûnê ev bû:

Bi pêgirtin û teslîm nekirina Agirî, dê bi şerê pêşmergetîyê cî bi cî êriş bibin li ser ordiya tirk û darbe li wan bixin. Bi vî awayê, di Kurdistanê da wê bandor û hûkma dewletê bête şikestin û di nava gelê kurd da bîr û bawarîya serxwebûnê bête peydakirin, ku amedekarîya serhildaneke gelemperî bête çêkirin[9] Ev rê û rêbaz (taktîk) ji alîyê serokatîya Xoybûnê e ve hatibû danîn.

Ji ber ku babeta vê nivîsê, bi awayek berfireh lêkolîna “Serhildana Agirî” nîne, ez bi kurtayî behsa Serhildana Agirî dikim. Amaca vê nivîsê ev e, ku di neva bûyerên Serhildana Agirî da, di derbarê tevkujîya Gelîyê Zîlan da hin tiştan bîne ziman. Lewra, her yek çalakî û bûyera tevgera neteweyî ya Agirîyê, bi serê xwe babetekî lêkolîn û lêgerînê ye.

Şervanên Agirî ji gelek alîyan ve êriş dibirin ser qeraqol û leşkerên dewleta Cimhuriyetê. Eşîretên wê herêmê digel ku tevlî Tevgera 1925an nebûn, ji ber xapanadin û bêbextîya hikumeta Cimhurîyetê gelek aciz bûbûn, kerb û kînekê wan ê pirr zêde li hemberê hikumet û rêvebirên wê demê çê bûbû. Ji ber vê yekê, ev car dilê wan ji bo serkevtina tevger û şervanên Agirîyê diavêt. Mesûlên lejkerî yên li herêmê, li ser bûyer û kirinên xwe bi berdewamî raport rêdikirin Anqerê. Di van raportan de dibêjin: Eşîrên Gelîyê Zîlan tevda alîkarîya tevgera kurd dikin, lewma ewqas lejker hatine kuştun. Lê bi rastî, di şerî da hemû eşîran alîkarîya şervanên kurd nekiribûn. Li ser raportên derewîn, dewleta Tirkiyê, piştî hevdîtin û lihevkirina bi Yekîtîya Sovyet û Îranê re, bi piştgirîya wan jî di 2yê Temûza 1930î da, bi tevî bobebarandina diwazdeh teyareyan, dest bi operasyonek berfireh û mezin dikin. 44 gundên Gelîyê Zîlan bi tevî xanî û heywanên wan şewitandin, kal û pîr, jin û zarok, xort û bûkên wan hatin kuştin. Ji xelkê siwîl, ew ên ku gihîştin hêrêma rizgarkirî ya Agirî û zozanên Celalîyan yên alîyê Îranê, ji mirinê xelas bûne. Di 16ê Tîrmeha 1930an da rojnameya Cumhuriyetê bi kêfxweşî di serrûpelên xwe da weha nivîsandîye: “Ewan gundên ku tevlî serhildana eşqiya bûne temamî hatine kavil(wêran) kirin û xelkê wan sewqê Ercîşê kirin. Eşqiyayên ku di hereketa Zîlanê de hatine kuştin û tunekirin, hejmara wan ji 15.000an zêdetir in. Ew ên ku tenê bi mifrezeyekê hatine kuştin, nêzîkê 1.000 kes in. Gelîyê Zîlan, bi cesedên însanan tije bûye. Pênc kesên ku ji newalê xelas bûbûn, ew jî teslîm bûne.”[10]

Li herêmê polîtîka û pîlanên dewleta Cimhurîyetê, ji alîyê ordiya 7an û 9an ve di bin mesulîyetîya Îbrahîm Talû yê Mifetîşê Giştî de di dihat pêkanîn. Di raportekê roja 21ê Temûza 1930an de, rewşa li herêmê weha hatîye tearîfkirin:

“… Di vê du rojên dawî da bi bombardumankirina teyaran, ji eşîra Xelikan 25 mirî û ewqas jî birîndar çebûne û gelek heywan jî hatine telefkirin.

Mûfreza Dervîş Beg (Yuzbaşî Dervîş Ahmed) meleyê gundê Pabuşkan û çar Kesên din kuştin, 9 tifing û 700 heywan bi dest xistin.

Mûfreza Dervîş Beg, di pirê Qoç û herêma çiyayê Gûrgûr Baba û Partaç da, ewan kesên ku xwe di şikeftan da veşartibûn, wan girtin gelek hevelên wan di nava şikeftan da kuştin … “[11]

  Wê demê qumandarekî tirk ê ku bi kirinên xwe yên hovane bûye navdar û di nav gel û kilamên kurdî de navê wî pirr derbas dibe, yuzbaşî Dervîş Ahmed e. Dengbêj Seyidxan, tevkujîya Gelîyê Zîlanê, zilm û zordarîya hovane û nedîtî ya wê demê, di kilama xwe ya bi navê Gelîyê Zîlan de weha tîne ziman:

“Wî de dayê, dayê, dayê! Dayê rebenê sibe ye,

Min dî agir li Gelîyê Zîlan vêketî ye,
Serê sibê ye, ba dide ber bi çiyan
Keko gidî min dî dergûşekê, li hembêza bûkekê ser bi xêlî da

Ji jêr ve têne wek qulingên Nîsanê, bira dibê!

Dihat û li çokê xwe dixist, pêve dileriziya keko digirya.

Ez çûm pêşiyê min go: xûşkê çi bû, çi qewimî, çi cirya?

Go: lo bira ya ku hatîye serê Gelîyê Zîlan,

Bi raya xwedê, belkî neyê serê gurê kendal û çiyan,
Xwedê xirab bikira mala mifetîşê umumîyê, emekdarê gawirê Derwêş Begî

Ji êvar da xwe berdaye Gelîyê Zîlan,
Tu bala xwe bidî; qîzên bakîre, bûkên serbixêlî,

Dergûşên ber pêsîran, xortên nazikên cindî,
Temamî bira îro kuştine bi singûyan,

Were bira ferman e, ferman e!

Bira fermana me kurdan e, emrê Gelîyê Zîlan e.”[12]

Van gotinên Seyidxan, rewşa wê rojê ya Gelîyê Zîlan bêkêmanî anîye ziman. Ez nizanim ji xeynê van gotinan meriv dê çawa wê rojê tarîf bike.

Wê demê li tevayî Kurdistanê polîtîkaya Cimhurîyetê, bi biryar û pîlanên Serokerkanîyê ji alîyê artêşa 7an û 9an ve dihate tetbîqkirin (pêkanîn). Yek ji qumandarê wê demê yê ku bi zilm û zordarîya xwe, nav û dengê wî derbasê kilamên kurdî bûye û ji alîyê dengbêjan ve bi dubare navê wî hatîye gotin, Yuzbaşî Derwêş Beg e.

Dengbêj Seyidxan kirin û tawanên qumandarê dewleta Cimhuriyetê, Derwîş Begê weha tîne ziman:

“Min dî gawirê Derwêş Begê li gundê me newbetê digerîne.

Wey gidîno! Heyran min dî derîyê odekî dişikîne,
Bûkekê ser bi xêlî û bi tevî xortekî dest bi hene jê der tîne,

Xort digiriya digo: Xalo! te sê birê min kuştine,
Bidî xatirê xwedê min nekuje, miradê min li dinyê ye,

Bila di çavê min da nemîne.

Wî gawirî herduyan li serê singûyan dixîne.
Ez ji wan derbas bûm, min dî jinekê li erdê bû,

Li ber pêsîra jinikê dergûşekî şeş mehî bû,
Dergûş digiriya dest davêt pêsîran, bira têda şîr tu nîne.

Ez ji wan derbas bûm, keko tu bala xwe bidî,

Qîz û xortekî rûniştî ne, qîzik digirî, lawik hêsiran li ser da dibarîne.
Min go: Xûşkê hun çiyê hevûdu ne?

Go: Em xûşk û bira ne, ji êvar da sêzdeh nifûs ji mala me birrîne,
Em her yek bi du singûyan birîndar in,

Em dimirin keko, birînên me pirr xedar in, wele xêra me tu nîne.

Çawîşo tu kurmanc î, mala te şewitiyo, tu çima weha xayîn î?

Tu bide xatirê Xwedê, tasekê ava sar ji birîndarê xwe ra bîne,

Were keko ferman e, ferman e! Dîsa fermana Gelîyê Zîlan e.”

 

[1] Kemal Süphandağlı, Ağrı Direnişi ve Haydaranlılar, Fırat Yayınları, 2001, İstanbul, r. 231

[2] Ehmedê Abdurehman Axa, Şoreşa Şêx Seîd, çûna me ya Iraqê, avaki­rina Xoybûnê, Armanc, no: 91, Sweden, 1989, r. 4

[3] Alakom, Rohat; Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoy­bûn û Serhildana Agirî], Avesta yayınları, Çapa: 2, Îstenbul, 2011, r. 32

[4] Alakom, Rohat; Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoy­bûn û Serhildana Agirî], Avesta yayınları, Çapa: 2, Îstenbul, 2011, r. 32

[5] Alakom, Rohat; Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması [Rêxistina Xoy­bûn û Serhildana Agirî], Avesta yayınları, Çapa: 2, Îstenbul, 2011, r. 32

[6] Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana Min, weşanên Bîr, Dîyarbekir, Tîrme­ha 2007, r. 50

[7] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Öz-ge Yayınları, 1991, r. 113

[8] İhsan Nûrî Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayınları

[9] İhsan Nûrî Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayınları

[10] Cumhuriyet gazetesi, 16 Temmuz 1930

[11] Faik Bulut, Devlet Gözüyle Türkiye’de Kürt İsyanları, r. 169-170

[12] Dengbêj Seyidxan, ji kilama “Gelîyê Zîlan”