Dilo bêje Kemal Fewzî tu kanî?/Tu dilxweş be, bi van rojên ciwanî

Dizanim ku divî wextî tu rabî/ Welatê me ji xwînrijan cida bî.

Cîgerxwîn

kemal-fewziKemal Fewzî di sala 1891-92 de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji qeza Hîzanê ya girêdayê Bedlîsê ye. Ji malbateke muhterem û navdar e. Navê bavê wî Reşîd e. Bavê wî demeke dirêj sawcîtî (dozgerî) kirîye. Kemal Fewzî ji sê zarokên lawîn yek bû û yek jî xwişka wî hebû. Di 13 salîya xwe de bo xwendinê ji welatê xwe dûr dikeve û bi mebesta xwendina Mekteb-î Herbîye diçe Stenbolê. Piştî xilaskirina Mekteb-î Herbiye, di sala 1912an de dema ku bi tevî şerê Balqanan dibe, emrê wî nêzîkê bîst salî ye. Di wî şerî de birîndar dibe û ji ber seqetiya xwe teqawut dibe.

Kemal Fewzî xwendevan û lêkolînerek zîrek bû. Di tezeyîya jîyana xwe de dest bi nivisîna helbestan dike. Naveroka helbestên wî yên destpêkî bi hesreta dûrketina ji malbat û welat û evînê têne honandin. Her wiha ji ber ku di Mekteb-î Herbiye de dixwend, li destpêkê propagandaya îttihatcîtîyê jî tesîr li wî dike. Ev yek, di naveroka helbestên wî yên ji wê demê ve mayî de bi zelalî xuya dibe. Di helbesteka xwe ya bi navê “Di Bin Alayê De” weha dibêje: Nûra vê alayê hîlal e, rengê wê jî soriya sipêdê ye/ Pêlên li ser dihejin ji xwîna Ertoxrulî ye!/ Li ser burcê wek perîyeka bi perr e, devilken e/ Ey ala bilind hebûna te nîşanê welatê xoşewîst e!.[1]1 Bi gotineka gelêrî, berê rojê bi bêjingê nayê girtin, yanî rastî nayin veşartin. Kemal Fewzî jî pêre rastiya xwe ya dîrokî û netewî têdigîje, ber bi dawîanîna mektebê re, xwe ji tesîra propaganda û derewên îttîhatciyan xelas dike û dibe kurdperwerekî xas û çalak.

Ahmet Ozcan ku bi navê “İmparatorluk Çökerken Yeni Bir Ulusun Tahayyülü /Di Dema Têkçûna Împeratorîyê de Xiyalkirina Pêkhatina Neteweyeke Nûh” lêkolînekî li ser kovara JÎNê kiriye û di beşê nivîskarên kovarê de, helbesta wî ya li jorê destnîşan dike û di derbarê guherîna Kemal Fewzî de weha dibêje: Çîroka guherîna Kemal Fewzîyê “Turkperwer” bo Kemal Fewzîyê “Kurdperwer” hêjayê lêkolînê ye. Di nav demeke kurt de kîjan pêvajoya dîrokî dikare ramanên merivekî ew qas biguherîne. Di derbarê netewetîyê de, lêkolîna vê pêvajoyê bo dîyarkirina pozîsyona elîtên kurd dê bibe diyardeyeke girîng.”[2]

Her çiqas Ahmed Ozcan, pêvajoya guherîna Kemal Fewzî hewaleyê demeke nedîyar bike jî, em dikarin sedemên esasî yên guherîna wî ya ji aliyê fikr û ramanê ve wisa diyar bikin: Beşdarbûn û pratîka wî ya di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, xwendekarî û zîrekiya wî û piştî teqawutbûna mecburî pêkanîna têkiliyên germ û nêzîk ên bi xwendekar, roşinbîr û rêxistinên kurd ên li Stenbolê re.

Dema ku Komeleya Tealî ya Kurdistanê tête avakirin, Kemeal Fewzî dibe yek ji damezrêner û endamê çalak ê komelê. Heman demî di lijna derhênerên kovara JÎNê de cîh digre û dibe yek ji nivîskarê wê yê berdewmî. Di gelek hejmarên kovara JÎNê de li ser hev çardeh nivîsên wî derketine. Têgehîştina ramyarî û felsefî ya Kemal Fewzî, di nivîsên wî de wisa xwe dide der: “Di kaynatê de rewş û bûyer bi berdewamî diguherin…”[3] Kemal Fewzî di çarçova vê têgehîştina felsefî ya materyalîst de, di derbarê guherîna civakê de jî weha dibêje:

“Her wextek, feyza xwe ji wexta beriya xwe werdigre, bi têgehîştina fikr û raman û felsefeya xwerû ya dema xwe jî, jê vediqete. Di berdewamiya vê pêvajoya dewrûdaim a bêdawî de, nîzamî nebûna guherîna civakan di çarçova şiklekî diyarkirî de nehatiye destnîşankirin.

Dîrok hîç wextekî nebûye şahidê hevkariyeke giştî ku ji bextiyariya (kamiraniya) mirovatiyê re bibe temînat û ji ber vê yekê bindestiya netewî hetanî vê wextê jî berdewam dike.”[4]

Kemal Fewzî di çarçova vê lênêrîna felsefî ya li jorê diyarkirî de, dused salên dawî yên pêşkevtina civakî jî wisa şirove dike:

“Di nav lênêrîn û ramanên hizirkarên sedsala XVIII. de, esasên desthilatiya netewî yên ku ji aliyê Rousseau ve hatibûn destnîşankirin, tenê nebûn sedemê amadekirina pêkhatina Şoreşa Fransizî, divê bête qebûlkirin ku esasên sosyalîzma evroyî jî ta digîje sedsala XVIII.ê. Sedsala XX., ji alîkî(layekî) ve bi xwîn û agir derketiye rûyê dîrokê, ji aliyê din ve jî esasên hiquqî yên azadiya pêşkevtina neteweyan û azadiya mirovatiyê dirist kiriye.”[5]

Bêguman guherîna fikrî ya Kemal Fewzî, di jîyana wî de dibe sedemê destpêka pêvajoyeke nûh. Têkiliyên wî yên bi rêxistin û roşinbîrên kurd re, bi taybetî jî têkoşîna azadî û serxwebûna miletên di bin nîrê Împeratorîya Osmanî de, pirr tesîr li wî dike, ku heman tiştî bo miletê xwe jî rewa bibîne û pêk bîne. Piştî vê guherînê êdî ew ne Kemal Fewzîyê berê ye. Pê re fikra netewî ya kurdî peyda dibe û êdî ew dahatûya jiyana xwe di nav dahatûya miletê xwe de dibîne û bo hişyarbûna netewî deng li wan dike, dibêje “Hûn çi qas lez ji riya zerarê vegerin ew qas bikêr e, eger hûn vî karî di gavekî leztirîn de pêk neînin, dê qirnên (neslên) dahatû ji we pirs bikin û bibêjin: Çavê we kor û guhê we kerr bû?”[6]

Dr. Fuad Berxo(Dr. Fuad), di nameyeke xwe yê bo hejmara 5. a kovara JÎNê de, kêfxweşî û memnuniyetiya xwe ya derbarê guherîna kesên wekî Kemal Fewzî dike û dibêje: “Ev e, gelek hevalên me yên ku bi hemû ruhiyet û naveroka xwe ve kurd bûn lêbelê xwe nêzîkê kurdayetî nedikir û ji gengeşiyên derbarê kurdan jî dûr diketin, evro bi hişyarî û baweriyeke dilsoz tevî tevgerê dibin.”[7]

Ji vê pêvajoyê şûn de, di jîyan û mejîyê Kemal Fewzî de êdî fikra netewî û têkoşîna doza Kurdistanê di beriya her tiştî de tête.

Wekî ku tête zanîn piştî Şerê Yekem ê Cîhanê, hinek rêxistinên siwîl ên kurd ji aliyê roşinbîr, xwendekar û kurdperweran ve li Stenbolê hatibîn damezrandin. Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê, yek ji wan rêxistinan bû, ku di 30ê Kanuna 1918 de hatibû damezrandin û heman demê kovareke bi navê JÎN diweşand û belav dikir. Kemal Fewzî jî dibe endamekî çalak ê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê. Hem karûbarê katibiyê û hem jî digel Memduh Selîm, mesûliya rêvebirina xebata çapemenîyê digre ser milê xwe. Her wiha bi nûkila qelema xwe ya tûj û bihêz jî, di nav rûpelên kovara JÎN de dibe tercumanê derd, armanc û daxwazên miletê kurd. Cûr bi cûr nivîsên wî di nav rûpelên hejmarên- cûda yên kovara JÎNê de hatine weşan din. Mijara (babeta) nivîsên Kemal Fewzî îro jî di rojevê de ye û girîngiya xwe dipê. Kemal Fewzî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Derd Xelas Nabe[8] de diyar dike ku di wexta Şerê Yekem de digel jenosîda ermenan, gelek kurd jî hatine kuştin û ji cih û warê xwe hatine dûrxistin û koçberkirin. Ew vê fikrê xwe, di hevdîtina 28 Çiriya Pêşî ya 1923ê de ji konsolosê Rusî yê Ûrmiyê re jî dibêje. “Tirk dixwazin li Kurdistanê hîn bêtir hêzên xwe bicî bikin û siyaseta xwe ya berê dubare bikin. Ew dixwazin beşekî mezin ê niştecihên kurdistanê û bi taybetî jî kurdên hawîrdora Wan û Bedlîsê bişînin bajarên rojavayê Tirkiyê.”[9] Û dibêje ew ên ku ji vî şerî herî zêde xusar dîtin kurd in.

Her weha ew, encam û serûvena hewldanên derbarê dîroka kurd û pêvajoya Şerê Yekem ê Cîhanê, ji gelê kurd re wisa diîne ziman. “Lê mixabin kes serûvena gilîya we ya ku mirovatiyê dixe nav dehşetê û gilîya serûvena we ya ku dîrokê şermezar dike nayîne bîra xwe.”[10]

Kemal Fewzî di nivîseke xwe ya dî de jî sedsala bîstan wisa şirove dike, “Di vê sedsalê de her çi qas ji aliyê şarezayî û teknolojîyê ve, ji alîyê zanistî û sinayîyê ve berhemên herî zîrek hatibin afirandin jî, lêbelê sedsala bîstan bi wijdana xwe her daketî ye, guhên wê kerr û çavên wê kor bûne!”[11]

  1. Fewzî, di nivîseka xwe ya bi navê “Kurdistan’daki Kent Sakinleri Türk Müdür?/Gelo Rûniştvanên Bajarên Kurdistanê Turk in?” de, aîdiyeta etnîkî ya rûniştvanên bajarên Kurdistanê, bi referansên dîrokî û civaknasî gengeşî dike û bersîva yên ku nifusa van bajaran tirk dibînin wisa dide:

“Evro yên ku dijberê kurdbûna nifusa van bajaran derdikevin, di van bajaran de ji aliyê rûniştvanên bajêr ve axaftina zimanê turkî, wekî îspatekî diyar dikin. Ev îddîayên wan ji gelek aliyan ve pûç in. Me li jorê bi berfirehî diyar kir ku turk di dîrokeka nêzîk de hatine li van deveran bicî bûne. Ji aliyê dîrokî ve hatina turkan bo van deveran bi kurdan re muqayesekirin, îddiayeke pûç e. Ji aliyê din ve, axaftina zimanê civakekî, nabe îspata aîdbûna li ser wê civakê. Mînak: Axaftina zimanê turkî bibûya îspata turkbûnê, dê parvekirina cuhûyan di navbera dewletên desthelatdarên ku lê dijîn de gelek zahmet bibûya. Evro heman tişt bo rum û ermenan jî wisa ye.”[12]

Ji nivîsa Kemal Fewzî ya bi navê “Çîrokên Kurdan” jî diyar dibe, ku Fewzî li ser edebiyata gelêrî ya kurd jî xebitiye û xebata di vî warî de wek wezifeyeke netewî û parçeyeke ji xebata dîrokî qebûl kiriye. Ji bo vê yekê dibêje “wekî her tiştê wî, ew efsaneyên xoşevîst û baş ên neteweya bêçare jî li bin xweliya jibîrbûnê de mane. Ew ên ku min bihîstine bêyî ku ez tiştekî li ser zêde bikim, wekî eslê wan ê xwerû pêşkêşî we dikim.”[13] Di berdewamiya heman nivîsa xwe de dibêje:

“Qasê ku ez dizanim û dikarim dê efsaneyên kurdan berhev bikim, bişînim bo rûpelên hêja yên kovara JÎNê re û li ber çavên zanyarên mîtolojiyê raxînim û pêşkêşê însaf û lêkolîneriya wan bikim. Wê demê mimkun e ku van nivîsan, bêînsafiya Diyarbekirîyekî nankor* jî derxîne holê, ku ev efsaneyên xoşewîst ên kurd bi navê çîrokên “Dede Korkut” guherandiye.”[14]

Piştê ku Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ji ber lênêrînên cûda yên wekî serxwebûnxwazî û otonomîxwazîyê, ku serkêşiya vê nihêrînê Seyid Evdilqadir dikir, di 27ê Sibata 1920an de jihev bû, Kemal Fewzî di rêza serxwebûnxwazan da cîyê xwe girt. Vê grubê di bin serokatiya Emîn Elî Bedirxan de bi navê “Kurd Teşkîlatê Îctîmaiya Cemiyetî” komeleyeke nû damezirandin. Di nav vê grubê de yên wekî: “Emîn Elî Bedirxan (Botan), Ferîd Beg, Şukrî Baban (Suleymaniye), Fuad Baban (Suleymaniye), Hikmet Baban (Suleymaniye), Dr. Ebdullah Cewdet (Arapkîr), Dr. Şukrî Mihemed (Baqirmaden), Kemal Fewzî (Bedlîs), Ekrem Cemîlpaşa (Amed), Nejmedîn Huseynî (Kerkûk), Memduh Selîm (Wan) û Mewlanzade Rifat” hebûn.”[15]  Ev grub di heman demê de bi navê “Demokratên Kurd” jî tête nasîn û di damezirandina “Kurd Millet Fırqesî/ Partîya Milletê Kurd” de jî cî digrin. Piştî ku ev partî ji alîyê hikumetê ve tête girtin, bi serokatiya Necmedîn Huseynî “Partî Demokratî Kurd” dadimezrînin.

Dema ku Îttihatçiyan bi dewletên Antant re li hev kirin, êdî giraniya hêza xwe dan ser Stenbolê. Di encama vê lihevkirinê de, şertên xebata li Stenbolê gelek giran bûn. Ji ber vê, gelek endamên Komîteya Stenbolê berê xwe dan Kurdistanê. Jixwe ji berê ve di navbera Komîteya Stenbol û Komîteya Erzromê de xebat û têkiliyên yekbûnê hebûn. Ev rewşa şênber jî bû sedemê lezandina vê pêvajoyê. Li gorî raporta konsolosê Rûsî Pavlovsky, “Komîteya Kurd ya Stenbol û Komîteya Kurd ya Erzromê par di meha Nîsanê de (Nisana1922 – S. Veroj) yekîtiya xwe pêkanîne.”[16]

Bi yekbûna komîteyên Erzrom û Stenbolê, Komîta Kurd ya Erzromê navê xwe guherandiye bûye “Komiteya Nawendî Kurdistan.”[17]

Konsolosê Rusî yê Erzromê Pavlovsky, di heman raporta xwe de derbarê damezrandina dîroka Komîteya Erzromê dibêje:

“Komîteya Kurd ku di pêvajoya Kongreya Erzeromê(23yê Temuza 1919- S. V) de hatibû damezirandin, bi muhalefetê re di nav têkiliyên nêzîkê de bûn. Komîteya Kurd, têkiliyên bi muhalefeta Turkiyê re bi rêka Xalid Begê Cibrî birêve dibir. Xalid Beg, hem nûnerê Komîteya Kurd bû û hem jî serokê eşîra Cibran bû.”[18]

Konsolosê Rusî yê Urmiyê di raporteke xwe yê di navbera 16yê Çirî (Kewçêr) û 1 ê Kanuna 1923yan de jî dedibêje:

“Kemal Fewzî, ji bo ku di navbera Simko û Konsolosxaneya Rusî de peywendiyê pêk bîne, ji aliyê Komîta Kurd ya Erzromê ve hatiye wezîfedarkirin. Ji bo vê yekê Kemal Fewzî roja 20ê Çiriya Pêşî biryar dabû ku bi Konsolosxaneya me ya Urmiyê re hevdîtin bike û ew di 28ê Çiriya Pêşî de gihaşte Konsolsoxaneya me û xwe bi me da naskirin.” “Di hevdîtina me û Kemal Fewzî de, wî, xwe wekî endamê komîteya navendî ya rêxistina kurd û endamê beşê propaganda yê komîteyê da naskirin. Di hevdîtina me de Kemal Fewzî bal kişand ser babetek (mijarek) û got: Xalid Beg berdewamî bi serokên kurd yên li Stenbolê re di nav têkiliyê de ye, ew bi xwe jî endamê gruba Stenbolê ye û ev grub bo Kurdistaneke serbixwe dixebite.”[19]

Wî di heman hevdîtinê de, armanc û lênêrîna Komîteyê jî aşkira kiriye di derbarê meseleya kurd de:

“Komîteya Erzromê, berê di nav sînorên dewleta Turkiyê de daxwazkirina otonomî bo Kurdistanê, wekî programeke asgarî qebûl kiribû. Lêbelê ji par ve diyar bû ku Dewleta Turk di pratîkê de tu daxwzeka kurdan pêk nayîne. Li hember vê rewşê tenê rêyekî li pêşiya me kurdan dimîne, ku ew jî bihêzkirina şiyara Kurdistana serbixwe ye. Ji ber vê yekê Komîte, di çarçova biryarên wergirtî de dê ev pêngavên pêdivî bavêje: 1- Di nav rêxistineke berfireh de pêkanîna yekîtiya hemû serokên Kurdistana Bakur û amadekirina serhiladaneke çekdarî ya giştî; 2- Pêwendî danîna bi Yekitiya Sovyetê re û li ser piştgiriya wî ya bo Tevgera Netewî ya Kurd pêkanîna hevdîtinan; 3- Pêkanîna têkiliyên bi serokên Kurdistana Başûr re; 4- Ji bo berdewamkirina têkiliyên bi Simko re, verêkirina endamekî Komîteyê li cem Simko ku daîmî li wê derê bimîne.

Ji ber vê yekê, em nûka amedekariya serhildanekî dikin bo meha Adarê. Ji bo ku Komîteya Kurd bigîje armanca xwe, yanî ji bo azadkirina gelê kurd ê bextreş, çavê wî li alîkarî û piştgirîya Dewleta Yekîtiya Sovyetê ye. Van tiştana hemû bêyî ku bêne zêdekirin û gewrenîşandan hatin axaftin. Kemal Fewzî wek gotina dawî weha got: Divê hun di encamê de bo min bêjin, gelo dê Dewleta Sovyetê piştgiriya kurdan bike yan na? Eger hun piştgiriya me nekin jî, em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Eger tevgera me li hember turkan biser nekeve û bête çewisandin jî, em dê wek budeleyan nerawestin, wekî şêran bimrin.”[20]

Digel ku nûnerên Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê, daxwaz û armanca tevgera kurd bi gelek zelalî pêşkêşê Dewleta Sovyetê kirine û bo ragehandina mafê çarenûsiya xwe, ji wan piştgirî û alîkarî xwestine jî, wan qet piştgirî nedaye Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurd. Bervajê vê yekê, Tevgera Netewî ya Kurd bi hevkariya împeryalîzma Îngiliz tawanbar(sucbar) kirine û piştgirî dane Tevgera Mistefa Kemal.  Raskolinikof di rojnameya Pravda ya roja 26.02.1925 derbarê Tevgera 1925an de weha dibêje:

“Vê gavê têlgirafeke din ji Turkiyê hat di derbarê serhildaneke kevneperest a nûh de. Li gor nûçe û agada- riyên ku hatine dayin, ew dixwazin bi piştgiriya împeryalîstan Tevgera Şoreşgera Netewî ya Turkiyê têk bibin. Li van demên dawî li her aliyê Turkiyê ev muhalefeta(opozîsyona) kevneperes xwe dide nîşandan. Di vê herêmê de destpêkirina serhildanê ne tesadûfî ye. Lewra, axayên erd û feodalên mezin li vê herêmê berhev bûne. Olperest li vê herêmê xwedî hêzekî gewre ne. Wan gelek caran meleyên kevneperest, wekî nûnerên xwe şandine Meclîsa Turkiyê. Her wekî yê Afxanîstanê, serhildêrên vir jî çeteyên li dijî-şoreşê ne. Çete, ji nav xelkê koçer ê cahil û nîvhov tête û rasterast bi herêmên di bin bandora Îngilistanê re cînar in. Di serî de serhildanê, li herêmên nêzîkê sînorên Musilê dest pê kiribû.

Hêza serhildêran nêzîkê 5000 kes in. Divê em jibîr nekin ku hemû kurd ji piçûkayiya xwe ve bi çek mezin dibin. Ev yek dikare di nav demeke kurt de hejmara şervanan bêtir bike. Divê ev jî neye jibîrkirin ku çûna Cemiyeta Miletan bo Musilê û destpêkirina serhildanê, rastê heman demî tête. Ev jî mînakeke dî ye, bo destnîşankirina armanca rastîn a serhildanê.

Daxuyaniyên rojnameyên Turkan gelek dirist in, ku dibêjin ev tevger bi teşwîqkirin û tevdana îngilizan û bi destekkirina feodalên fanatîk derketiye holê. Îngiliz bi tûrik û çewalan piştgiriya diravî(aborî) bo wan dikin.

Dewleta Turkiyê ya nûh,  berhemê tevgereke rizgarîxwaz e. Vê serhildanê jî bi piştgiriya împeryalîzma îngiliz dest pêkiriye û armanca wî ev e ku vê tevgera pêşkevtîxwaz bifetisîne. Ji ber vê yekê, çîna karkerên dinyayê, li hember vê tekoşîna dewleta Anqerayê rêzdar e û dijberê împeryalîzma zordar a dinyayê piştevaniya Şoreşa Netewî ya Turkiyê dike.”[21]

Rayedarên Dewleta Sovyetê, Tevgera 1925an û serokên wê bi hevkariya împeryalîzmê tawanbar bike jî, Îsmet Onunî yê ku wê demê serokê Hikumeta Turkiyê bû, wekî rayedarên Sovyetê nafikre, dibêje: “Tu delîllekî nehatiye dîtin ku serhildana Şêx Seîd rasterast ji aliyê îngilizan ve hatiye rêxistinkirin yan jî piştgirî jê re hatiye dayin.”[22]

Mixabin helwesta Dewleta Yekîtiya Sovyetê li hemberî Tevgera Netewî ya Kurd, ne li gorî felsefe û îdeolojiya hebûna Dewleta Sovyetê bû, li gor berjewendiyên sîyasî yên Dewleta Sovyetê bû.  Ji bo vê, prensîbê bingehîn ê fikr û ramana sosyalîzmê, yanî “mafê dîyarkirina çarenûsiya xwe”, ji bo miletê kurd rewa nedihat dîtin. Ev helwesta Sovyetê ji aliyê nûnerên kurdan ve jî hatibû hesabkirin. Nûnerên kurd ji têkilî û alîkariya Sovyetê nepiştrast bûn. Lewra Kemal Fewzî ji Konsolosê Rusî yê Urmiyê re bi aşkira dibêje: “Eger hun piştgiriya me nekin jî em dê tekoşîna xwe berdewam bikin”. Bêşik ev helwest û xweragirtina Kemal Fewzî, heman demî helwest û biryareka rêxistinî jî bû. Helbet pêdivî ye li ser Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê(Komîteya Navendî ya Kurdistanê) û endamên wê yên din jî lêkolîn û xebateke berfireh bête çêkirin. Mijara vê nivîsê kurtejînanîgeriya Kemal Fewzî ye, ji ber vê yekê naxwazim babet zêde belav bibe.

Ji xebat, têkilî, helwest û xweragirtina wî dîyare ku Kemal Fewzî, di nav demeke kurt de jiyaneke çalak û têkoşîneke bêrawestan û rêxistinî domandiye; dema ku Kemal Fewzî tête girtin, xortekî sîh û pênc salî ye. Darezandina Kemal Fewzî û hevalên wî di 20ê Nîsana 1925an de dest pêdike. Li gor Naşît Hakkî yê nivîskarê rojnameya “Vakit” a tirkî, Kemal Fewzî di navbera çar cendirmeyên nizekirî (singûlî) de anîn nav hola mehkemeyê. Rojnameya “Vakit” behsa parastineke dirêj a Kemal Fewzî dike, lê tenê qismekî piçûk jê diweşîne. Fewzî di parastina xwe de dibêje: “Ez ji bo damezirandina Kurdistaneke serbixwe gelek xebitîm. Gelek salan ji bo xebatê di nav eşîretan û bajaran de geryam û min ji Simkoyê navdar re şeş heyv katibî kir.”[23]

Piştî darezandineke sembolîk, ji bo Kemal Fewzî û hevalên wî Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Evdilqadir, Mihemed Tofîq û yên din biryara darvekirinê tête dayin. Wî ji serî ve giraniya barê ser şanê xwe qebûl kiribû û bedêla armanc û têkoşîna doza netewî bêminet dikir û digot: “Bila yên fanî ji mirinê bitirsin, lewra ew bo min ne tiştek e!”

Kemal Fewzî û hevalên xwe di 27ê Gulana 1925an de li şefeqa sibehê de li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camî) a Diyarbekir têne darvekirin.

Kemal Fewzî jiyaneke rêxistinî û têkoşîneke şoreşger a netewî wek terzekî jîyanê ecibandibû. Ew hem xwedî qelemeke jêhatî û hem jî şoreşgerekî çalak bû. Ji bo vê yekê Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) dibêje:

“Hikumeta Turk tehlûka agirê geş û pîroz ê netewî yê di ruh û qelema wî de têgehiştibû. Lewra darvekirina wî ji ber zulmê bû. Kemal Fewzî, şexsîyetekî cesûr û xwedî hamîyet bû, ji bo miletê xwe ji tu fedekarî û xizmetê re xwe paş ve nedida. Divêt hemû kurd vî zatê şoreşger û fedekar bi rêzdarî bînin bîra xwe û ji xwe re wek mînak qebûl bikin.”[24]

Li gor gotina Nûrî Dêrsimî, piştî biryardana darvekirina wî, hukmê darvekirina vî kurdperwerî sê roj tête derengxistin, ji bo ku bêhtir eziyet bidinê. Di van sê rojên tije ezab de, xwişka wî tê hevdîtina wî. Ew keça kurd bi tevî hemû dilşewatiya xwe, dixwaze birayê xwe teselî bike û bi bîrhanîna gotineke pêşiyan jê xatir dixwaze û dibêje “Berxê nêr, ji bo kêr!”

Kemal Fewzî di deqîqeyên herî dawî yên jîyana xwe de, li meydana Mizgefta Mezin û li ber lingên sêdaredanê, di bin ronahîya asoya sibê de deng li bêdengiya Diyarbekira şewitî dike û dibêje:

“Kurdistan wek bihuşt e û ya me ye, xwedîyê malê em in, kî çi dibêje bila bêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewre ew yê me ye.”

Bila ruhê wî şad û gorê wî bihûşt be.

Çavkanî:

JÎN(kovara Kurdî-Tirkî)(1918-1919)

– Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzî

– Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi, cilt:3

– Vet. Dr. Nûrî Dersimî, Hatiratim

– Zinar Silopî (Qedrî Cemîlpaşa); Doza Kurdistan.

– Ugur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması

– Ahmet Özcan, İmparatorluk çökerken Yeni Bir Ulusun Tahayyülü.

[1] Ahmet Özcan, İmparatorluk Çökerken Yeni Bir Ulusun Tehayyülü(Di Dema Têkçûna Împeratorêyê de Xiyalkirina Pêkhatina Neteweyeke Nûh), r. 41, weşanên Lotus, Nîsana 2007-Anqere

[2] Jêdera berê, r. 41

[3] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919)), Cild: I, r. 233, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[4] Jêdera berê, r. 235

[5] Jêdera berê, r. 235

[6] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: III, r. 629, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[7] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: I, r. 321, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[8] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: V, r. 1015, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[9] Belgelerle Şeyh Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin Suç Ortaklığı, bn. www.Newroz.com

[10] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: IV, r. 872, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[11] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: III, r. 628, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-198

[12] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: II, r. 355, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[13] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: IV, r. 952, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985.

[14] (*Li vê derê kesê ku bi navê Diyarbekirîyê nankor tête binavkirin, bi îhtimaleke mezin Ziya Gokalp e. Gokalp, di serî de wek kurdperwerekî derket holê, lêbelê paşê bêbextî li milet û doza miletê xwe kir; bû turanî û turkperwer. Bn. jêrenota M. Emîn Bozarslan, r. 935),  heman jêder,  cild: V,  r.  953

[15] JÎN(kovara kurdî-tirkî(1918-1919), Cild: I, r. 101, werger û amedekar: M. Emin Bozarslan, weşanxana Deng-Sewêd-1985

[16] Di derbarê Meseleya Kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzromê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com

[17] Erzrum Konsolosu Pavlovsky’nin Kürt Meselesi hakındaki 26.07.1923 tarihli raporu. www. Newroz. com

[18] Belgelerle Şeyh Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin suç ortaklığı, bn. www.Newroz.com

[19] Erzrum Konsolosu Pavlovsky’nin Kürt Meselesi hakındaki 26.07.1923 tarihli raporu.   www.Newroz.com

[20] Jêdera berê.

[21] Raskolinikof’un 1925 Kürt Hareketi ile ilgili 26.02.1925 tarihinde Pravda’da çıkan yazısı.   www.Newroz.com

[22] İsmet İnönü, Hatıralar 2. Kitap, Bilgi yay. Ankara-1987i s. 200

[23] Ugur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması (Serhildana kurd-îslamî), r. 117, çapa yekemîn-1991, weşanên Erkal.

[24] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, r. 98, weşanên Oz-ge(1991)

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*