Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Te’avun û Teraqî” û “Kurd Neşrê Me’arif” de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî di sala 1910an de ji aliyê  komeleya “Kurd Neşrê Me’arif” ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye veki- rin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê jê behs bikin, perwerdeyî bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve komeleya “Hêvî” hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî roleke girîng lîstiye.[1] Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyeke kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê “Rojî Kurd” de, ku organa weşanê ya vê komeleyê bû, li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standardkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:[2]

2) Ser terzek nû elifbayek.

3) Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).

8) Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).

Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin ji ber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standard ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn elfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbayê Kurmancî”. Seîdê Nûrsî (Kurdî) derbarê wî û elfabeya wî de wiha dibêje:

“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî elfabe û serf û nehv (rêziman) a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.[3]

Çawa ku ji gotinên Seîdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo standartkirina zimanê kurdî li ser elfabeyek standard nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku elfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev elfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi elfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê elfabeyê bidin naskirin û wê ji tîpên erebî veguhêzin ser tîpên latînî. Beriya ku em elfabeya wî qeyd bikin em dixwazin çend gotinan bibêjin:

1- Elfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn elfabeya kurdî bi tîpên erebî ye.

2- Ev elfabe bi heman çapî di pirtûka Mehmet BAYRAK a bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gayr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.[4]

3- Hogir Tahir Tewfîq di xebata xwe ya bi navê “el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye” (Elfabeyên Kurdî Bi Tîpên Erebî û Bi Tîpên Latînî) de li gor çapa Mehmet  Bayrak elfabeya Xelîl Xeyalî jî qeyd kiriye.[5]

4- Elfabe ji aliyê weşanxana “Hîvda” jî bi tîpên erebî hatiye weşandin.[6] Lê tê de hinek guhartin çêbûye û kêmayî tê de hene.

5- Elfabe digel mînak û agahiyên cûrbecûr ji 27 rûpelan pêk tê. Naveroka rûpelan wiha ye:

a) Rûpela yekemîn qapax e. Tê de navê xebatê (Elîfbayê Kurdî), navê nivîskar (Xelîl Xeyalî yê Motkî), navê çapkirox (Kurdîzade Ehmed Ramîz) û sala çapê (1325) cih digire.

b) Di rûpela duyemîn de 34 tîpên elfabeyê hatine nivîsandin ku me van tîpan digel latîniya wan li jor da nîşan dan.

c) Di rûpelên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn de navê van tîpan û rewşa nivîsandina wan di ser û nav û dawiya bêjeyê de hatiye nîşandan.

d) Di rûpela şeşemîn û heftemîn de li ser rewşa dirêjkirina tîpan, tîpên bênuqte, tîpên biyeknuqte, tîpên bidunuqte û tîpên bisênuqte hatiye sekinandin.

e) Nivîskar di rûpela heştemîn de li ser bilêvkirina tîpan li gor ser û cer û ber yên erebî ku ji wan re “hereke” tê gotin sekiniye. Mînak: Be, bi, bu; te, ti, tu.

f) Di rûpela nehemîn de nivîskar behsa “tenwîn”a ‘erebî kiriye û bal kişandiye ku di zimanê kurdî de tenwîn nîn e. Çawa ku tê zanîn tenwîn di dawiya navdêrên erebî de cih digire û wekî du seran, du beran an jî du ceran tê bilêvkiin ku jê dengê “..en”, “..in”, “..un” tê der. Bo nimûne tîpa ب =B yê gava di dawiya navdêrek erebî de cih bigire wiha tê xwendin: Ben, bin, bun. Di rûpelên di pey re mînakên cûrbecûr cih girtine.

g) Di rûpelên 23 û 24an de di bin serenavê “Îbare” de nivîskar bi şiklê şiîrê hinek nesîhet kirine. Mînak: Ders bixwune, zimanê kurmancî ho be.

h) Nivîskar di rûpelên 24, 25 û 26an de hinek d‘ayên erebî nivîsandine. Ev duayên erebî di jêrenotan de ji aliyê me ve hatine wergerandin.

i) Di rûpela dawîn de di bin serenavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin:

“Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkê) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.

6- Çawa ku li jor tê dîtin tiştên ku ji aliyê me ve hatine nivîsandin di nav kevanê de hatine nîşandan.

7- Tevî jêrenotan ji aliyê me ve hatine bi karanîn..

8- Tiştek balkêş jî ev e ku Xelîl Xeyalî bêjeya “kurmanc” wekî “kurmac” bi kar aniye. Ango cih nedaye tîpa “n”yê. Berê me got qey viya kêmasiyeke çapî ye. Lê me dît ku Cemal Reşîd Ehmed di kitêba xwe ya bi navê “Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx” de dibêje ku di dema Mîrektiya Erdelan de Mîrê kurd yê bi navê Xusrev  b. Muhemmed di destnivîsek xwe de bêjeya “kurmanc” wekî “kurmac” bi kar aniye û ev destnivîsa han di sala 1984an de li Moskovayê hatiye çapkirin.[7] Wê demê me fêm kir ku di nav hinek nivîskarên kurd ên berê de navê “kurmanc” wekî “kurmac” jî hatiye bikaranîn.

9- Elfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel latîniya wan ev in:

ا = Aa ب  =Bb پ=Pp ت  =Tt ث  =Ss ج = Cc چ=Çç
ح = Hh خ =Xx د =Dd ذ  =Zz ر =Rr ز =Zz ژ =Jj
س =Ss ش =Şş ص =Ss ض =Dd ط =Tt ظ =Zz ع =‘
غ =Ğğ ف =Ff =Vv ق =Qq ك =Kk گ=Gg ل =Ll
م =Mm ن =Nn و =Ww ه =Hh لا=La ي =Yy

Ya Ellah, Ya Fettah, Ya Rezzaq

Musemma           (Navdar) Di serî da Di ortê da Di dawî da[8] Esma

(Nav)

ا Aa Elîf
ب Bb
پ Pp
ت Tt
ت Ss
ج Cc Cîm
چ Çç Çîm
ح Hh
خ Xx
د Dd Dal
ذ Zz Zal
ر Rr
ز Zz
ژ Jj Jeyn
س Ss Sîn
ش Şş Şîn
ص Ss Sad
ض Dd Dad
ط Tt
ظ Zz
ع ‘Eyn
غ Ğğ Ğeyn
ف Ff
Vv
ق Qq Qaf
ك Kk Kaf
گ Gg Gaf
ل Ll Lam
م Mm Mîm
ن Nn Nûn
و Ww Waw
ه Hh
لا La La
ي Yy

  

Herfên Tevlî

T

D

W

D

F

H

M

ع

V

C

G

Z

S

T

Q

S

Z

Z

R

X

J

Ş

L

H

ع (‘Eyn)

Ç

P

Y

Y

K

S

N

Z

ا (Elif)

 

 

                                                      Hereke

Ziber = e                            Zêr  = i                              Pêş = u

(Ser)                                  (Cer)                                   (Ber)

 Cezm=   ه                          Şedde = ّ                     Medde=  È

                                                     Herfên med

             ا (Elif) :   Ziberê (Serê)  dirêj dide xwendin

                  ي  (y)  :    Zêrê (Cerê)    dirêj dide xwendin

             وُ (W)  :  Pêşê (Berê)     dirêj dide xwendin

Herfên bê nuqte

ه      و    م     ل   ك    ع    ط    ص   س    ر    ل    ح    ا

A    H       L     R      S       S        T     ‘        K    L      M    W     H

Herfên bi yek nuqte

ب =B        ج =C           خ =X           ذ =Z    ض = D

 ظ =Z        غ = Ğ         ز = Z        ف = F     ن = N

Herfên bi du nuqte

ت =  T          ق =Q         ي =Y

Herfên bi sê nuqte

پ = P       ث = S        چ =Ç         ش = Ş          ﭫ = V    ژ=J

ي = Y         و = W

Herfan orte û giran didine xwunden û bi îşaretki (Ù) wiha ji hev têne ferqkirin

Yek herf û yek hicaê hereke[9]
A

Be

Pe

Te

Ce

Çe

De

Ze

Re

Ze

Je

Se

Şe

Se

De

Te

Ze

عَ

Ğe

Fe

Ve

Qe

Ke

Ge

Le

Me

Ne

He

We

Ye

İ

Bi

Pi

Ti

Ci

Çi

Di

Zi

Ri

Zi

Ji

Si

Şi

Si

Di

Ti

Zi

عِ

Ği

Fi

Vi

Qi

Ki

Gi

Li

Mi

Ni

Hi

Wi

Yi

U

Bu

Pu

Tu

Cu

Çu

Du

Zu

Ru

Zu

Ju

Su

Şu

Su

Du

Tu

Zu

عُ

Ğu

Fu

Vu

Qu

Ku

Gu

Lu

Mu

Nu

Hu

Wu

Yu

 

    Tenwîna Erebî
En

Ben

Ten

Sen

Cen

Hen

Xen

Den

Zen

Ren

Zen

Sen

Şen

Sen

Den

Ten

Zen

عً

Ğen

Fen

Qen

Ken

Len

Men

Nen

Hen

Wen

Yen

İn

Bin

Tin

Sin

Cin

Hin

Xin

Din

Zin

Rin

Zin

Sin

Şin

Sin

Din

Tin

Zin

عٍ

Ğin

Fin

Qin

Kin

Lin

Min

Nin

Hin

Win

Yin

Un

Bun

Tun

Sun

Cun

Hun

Xun

Dun

Zun

Run

Zun

Sun

Şun

Sun

Dun

Tun

Zun

عٌ

Ğun

Fun

Qun

Kun

Lun

Mun

Nun

Hun

Wun

Yun

 

İxtar

Tenwîn di zimanê kurmncî da Tune û erebî da heye. Mîsal:

Qelben           Qelbin      Qelbun

‘Elîmen          ‘Elîmun    ‘Elîmin

 

Yek herf û yek hica bi herfê medd

Ziber(Ser) Zêr (Cer) Pêş (Ber)
Sivik Giran Sivik Giran
A Ê Î O Û
Ba Bo
Pa Po
Ta To
Ca Co
Ça Çê Çî Ço Çû
Ha Ho
Xa Xo
Da Do
Ra Ro
Za Zo
Za Zo
Ja Jo
Sa So
Şa Şê Şî Şo Şû
Sa So
Ta To
عَا عِى عِي عو عو
Ğa Ğê Ğî Ğo Ğû
Fa Fo
Va Vo
Qa Qo
Ka Ko
Ga Go
La Lo
Ma Mo
Na No
Ha Ho
Wa Wo
Ya Yo

 

ه:’Elametê ser e, nayê xwendin[10]

Be Pe Te Se Ce
Çe He Xe De Ze
Re Je Se Şe Se
De Te عَه Ğe Fe
Ve Qe Ke Ge Le
Me Ne He We Ye

 

Du herf û yek hica[11]

Ziber (Ser) Ziber (Ser)
Sivik Giran Sivik Giran
Ev Av Ber Bar
Per Par Teb Tab
Cem Cam Çek Çak
Hel Hal Xef Xaf
Dev Dav Rez Raz
Zer Zar Jer Jar
Ser Sar Şeş Şaş
Sed Sad Tev Tav
عَرْ عَارْ Ğeb Ğab
Fel Fal Ver Var
Qez Qaz Kel Kal
Gef Gaf Mer Mar
Nev Nav Her Har
Weh Wah Yel Yal
Zêr Pêş
Sivik Orte Giran Sivik Orte Giran
İn Ên În Un On Ûn
Bir Bêr Bîr Bur Bor Bûr
Pir Pêr Pîr Pur Por Pûr
Cir Cêr Cîr Cun Con Cûn
Tir Têr Tîr Tub Tob Tûb
Çit Çêt Çît Çuk Çok Çûk
Çih Çêh Çîh Hut Hot Hût
Hik Hêk Hûk Hub Hob Hûb
Xir Xêr Xîr Xun Xon Xûn
Diz Dêz Dîz Duz Doz Dûz
Riz Rêz Rîz Ruz Roz Rûz
Ziv Zêv Zîv Zur Zor Zûr
Jin Jên Jîn Jur Jor Jûr
Sil Sêl Sîl Suk Sok Sûk
Şir Şêr Şîr Şur Şor Şûr
Tir Têr Tîr Tuq Toq Tûq
عِلْ عىل عِيل عُر عور عوور
Ğik Ğêk Ğîk Ğul Ğol Ğûl
Fil Fêl Fîl Ful Fol Fûl
Qir Qêr Qîr Qul Qol Qûl
Kir Kêr Kîr Kur Kor Kûr
Gir Gêr Gîr Kur Kor Kûr
Lik Lêk Lîk Lur Lor Lûr
Mir Mêr Mîr Mur Mor Mûr
Nir Nêr Nîr Nur Nor Nûr
Niv Nêv Nîv Nuk Nok Nûk
Hin Hên Hîn Hur Hor Hûr
Wil Wêl Wîl Wul Wol Wûl
Yik Yêk Yîk Yun Yon Yûn

 

Sê herf û yek hica[12]

Ehd   Bext   Çerx   Heşt   Xerc    Cerd   Zehf   Meşk   Peşk   Hesp   Birk   Tirp   Çilm   Dirp   Zirq   Rind   Kirm   Pişk   Lehd   Hirç   Wird   Burc   Hukm   Fikr   Kurt   Xurt   Muşt   Kulm   Xurc    Kunc   Qurç   Kunk   Ask   Bask   Pars   Rast   Mast   Bîst   Sîrt   Şêzt  Çîzt   Mêrg   Sênk   Bûst   Post   Dost   Xort   Gurt   Goşt.   Xewn   Dewr   Şewq   Fewt   Heyf   Gewr   ‘Ewr   Hewş   Kewş   Heyf   Deyn   Zeyt   ‘Eyb    Ğeyb   Qeyd   Meyl.

Lefzê şedde

Rebb   Xett   Berr   Qedd   Sedd   Şedd   ‘Edd

Lefzê bi hemzeyê elîf

Edeb   İzin   Sual   Qur’an   Mu’min   Ru’yet

ا و ي (Elif, Waw Yê) ‘Elametê Hereke ne

Lefzê du hicaî

Badan  Palan  Talan   Razan  Şadan  Kalan  Valan  Qalan  Gavan  Garan Beran   Beraz  Tebat  Delav Serad  Deman  Qedar Kemal   Telaq  Tifaq    Xirab   Zirav   Silav   Firaq   Kiras   Miraz   Qulat   Kulav   Kulan   Xunav   Beden   Deber   Henek   Gelek   Kelem   Tifik   Sivik   Şimik   Qijik   Kiçik   Sirik   Çiçik   Jinik   Berik   Terik   Kerik   Selik   Qetik   Şekir   Serik   Memik   Pepik   Pale   Tawe   Xaşe  Maşe  Sade  Kawe  Paçe  Male  Pere  Mene  Deve  Şepe  Çire  Şile  Qire   Kire   Kele   Evî   Bejî   Devî   Geyî  Tilî   Kirî   Mirî   Şilî  Tirî  Penîr  Telîs  Heqîq  Ğerîb  Hekîm  Birîn  Cirît  Qirîn  Kirîn  Şirîk  Xulîk  Kurîk  Avis  Paxir  Qalik  Klik  Bawer  Bacîk  Tacîk  Paxîl  Yaşîv  Aşîv  Kadîn  Tenûr  Qebûl  Kevok  Hevor  Melûl  Bilûr  Piçûk  Dirov  Kilor  Kirûf  Tulû’   Ğurûb  Poxik  Şonik  Tolik  Koxik  Gomik  Poxîn  Doxîn  Bîrov  Pîçûk  Çîrok  Tîrik  Tîjik  Kêrik  Mêrik  Şîrîn  Arvan  Berwar  Kirdan  Mujgan  Şermok  Axçîk  Pîrejin  Nêremok  Şêremêr  Tarîgan  Kornigan  Biraza  Berbû  Qenter  Kereng  Kêvjal  Kîvroşk  Dendik  Çeltûk  Petpîtok  Çavînok. 

Lefzê sê hicaî 

Sermiye  Germiyan  Misliman   Cendere   ‘Erebe   Textirme   Kelbetan   ‘Erbane   Şiyandin.

Îbare 

Xwedê ‘elîm e

Sevab bike

Guneh meke

Hêviyê mebir

Limêj bike

Rojî bigir

Xêr bike

Dilê keskî mehêle

Kubarî meke

Ji mezinan re hurmet bike

Destê wan ramûse

Edebê hîn be

Perpîj mebe

Hindik bêje

Zehf godarî bike

Mirovî kamil kamil û ‘aqil be

Rihet rûne

Ders bixwûne

Zimanê kurmancî ho be

Dê û babê xwe hez bike

Ji xeberê wan der mekeve

Bextiyariya  du  ‘alem di xwendin û nivîsandinê  da ye

Bê van tiştik nabe

Diyarê xwe jî Evbeçîn

Lewra muhebbeta welat ji îmanê ye

Bi cennetê  xwe jî xelas ke.

Ebced. Hewwez. Huttî. Kelemen. Se’fes. Qereşet. Sexez. Dezuxîlen.[13] Fetebarkellahu ehsenu’l-xaliqîne.[14]

Rebbî yessir. Wela tu’essir. Rebbî temmim bi’l-xeyri. Rebbî zidnî ‘ilmen we  fehmen.Wela tezidnî zulmen we cehlen.[15]

Ettehiyyatu,el-Mubarekatu,es-Selewatu,et-Teyyibatu Lillahi. Esselmu ‘eleyke eyyuhe’n-nebiyyu we rehmetullahî we berekatuhu. Esselamu ‘eleyna we ‘ela ibadillahi salihîne. Eşhedu ella ilahe illellahu  we eşhedu enne Muhemmeden ‘ebduhu we resûluhu. Ellahumme selli ‘ela Muhammedin we ‘ela ali Muhemmed. Kema selleyte we sellemte we barekte we rehimte we terehhemte ‘ela İbrahîme we ‘ela ali İbrahîme. Fi’l-alemîne inneke hemîdun mecîd.[16]

Amentu billahi we melaiketihi we kutubihi we rusulihi welyewmi’l-axiri we bilqederî xeyrihî we şerrihî minellahî te’ala welbe’su be’delmewtî heqqun.

Eşhedu ella ilahe illellahu  we eşhedu enne Muhemmeden ‘ebduhu we resûluhu.[17]

Innî weccehtu wechiye lillezî fetere’s-semawati we’l-erde henîfen muslimen wema ene mine’l-muşrikîn. Qul inne selatî we nusukî we mehyaye we mematî lillahi rebbi’l-alemîn. La şerîke lehu we bizalike umirtu we ene ewwelu’l-muslimîn.[18]

Qunût

Ellahummehdinî fîmen hedeyte, we ‘afinî fîmen ‘afeyte, we tewellenî fîmen tewelleyte, we barik lî fîma e’teyte, weqinî şerre ma qedeyte. İnneke teqdî wela yuqda ‘eleyke, we innehu la yezillu men waleyte, wela ye’izzu men ‘adeyte, tebarekte rebbena we te’aleyte. Nestexfiruke we netûbu ileyke, we sellellahu ”ale’n-nebîyyî.[19] 

Rica

Behayê vê ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkên) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê Kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye.

Çavkanî: Kobara BÎR, hejmar: 3

www.kovarabir.com

[1] Silopî, Zinar Mes’eletu Kurdistan (Doza Kurdistan), Pêşkêşkirox: Îzedîn Mistefa Resûl, çapa duyemîn, Beyrut, 1997, r.33-35

[2] Rojî Kurd, 1913, hejmar:3, r. 21-22 (Amadekar: Cemal Xeznedar).

[3]  Nûrsî, Seîd İki Mektebê Musîbet (Di nav “Asarê Bedî‘iye” de), r.334 -335.

[4] Bayrak, Mehmet, Açık-Gizli Resmi-Gayr-ı Resmi Kürdoloji Belgeleri, Enqere, 1994, r.462-505.

[5] Tahir Tewfîq, Hogir. el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye, çapa yekem, Erbîl, 2005.Ji bo agahiyên derbarê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî di vê kitêbê de binêrin  r. 23-40.

[6] Elîfbêya Kurdî, muherrir (nivîskar): Xelîl Xeyalî, Çapxana Hîvda , çapa yekem, Stenbol, 2004.

[7]  Reşîd Ehmed, Cemal, Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx , Erbîl, 2003, I, 61.

[8] Ji ber ku li gor ser û nav û dawiya bêjeyan di rewşa tîpên latînî de guhartin çênabe û guhartina bi vî hawayî taybetiyek elfabeya erebî ye, sitûnên mînakan vala mane.

[9] Tevê van mînakan di eslê xwe yê erebî de yek tîp in. Lê çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî ji bilî rêza yekemîn du tîp derdikevin holê. Ango herekeyên ser û cer û ber jî wekî tîpan xwe nîşan didin û tên nivîsandin.

[10] Ev tîp gerçi nayê bilêvkirin lê di nivîsandinê de tê xuyakirin. Di bêjeyên ku îro li gor elfabeya Kurdistana Iraqê tên nivîsandin de ev tîpa ku nayê xwendin tîpa beriya xwe bi dengê “e” dide xwendin û bi tîpa piştî xwe ve nayê zeliqandin. Mînak: بَه رف =berf.

[11] Çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî gelek ji van mînakan wekî sê tîp derdikevin holê û bi sê tîpan tên nivîsandin.

[12] Çawa ku tê dîtin li gor bilêvkirina bi latînî  gelek ji van mînakan wekî çar tîp derdikevin holê û bi çar tîpan tên nivîsandin.

[13] Li gor hinek riwayetan ev navê hinek qebîleyan in ku ereban tîpên ku di elfabeya wan da hene ji van navan girtine. Bo nimûne tîpên  “e, b, c, d” ji navê “Ebced” hatine girtin. Tîpêna “h, w, z” ji  navê “Hewwez” hatine girtin.

[14] Xwedayê ku afirînerê herî baş e, pîroz e.

[15] Ey Rebê min, tu tiştan li ser min hêsan bike, zor meke. Tiştên ku ez bikim ji min re bi xêrê temam bike. Ey Rebê min, tu ilm û fêmkirina min zêde bike, zilm û nezaniyê li min zêde meke.

[16] Saxîtî, pîroztî, dia û nimêj, başîtî û rindayî ji Xwedê re ne. Silav û rehmet û bereketa Xwedê li  ser  te be ey  Pêxember! Silav hem li ser me hem jî li ser bendeyên Xwedê yên qenc be. Ez şahidî dikim ku ji bilî Xwedê qet îlahek heqîqî tuneye û ez dîsa şahidî dikim ku Muhemmed bende û qasidê wî ye. Ey Xwedanê me, çawa ku te li ser Îbrahîm û malbata wî selat û silav hanîne û te ew pîroz kirine û tu li wan hatî rehmê, her wisa  li ser Muhemmed û malbata wî jî selat û silavan bînî. Ey Rebbê me, di nav hemû ‘aleman de yê ku layiqê pesn û  camêriyê be her tu yî.

[17] Ez bi Xwedê, bi melaiketên wî, bi kitêbên wî, bi pêxemberên wî, bi roja axretê û bi qedera ku xêr be jî şer be jî ji Xwedê ye îman tînim

[18] Bê guman min berê xwe rasterast daye wî Xwedayê ku ezman û erd afirandine. Ez ji wan kesên ku ji Xwedê re şirîkan çêdikin nîn im. Tu wiha bibêje: Bê guman nimêja min, ‘îbadetê min , jiyana min, mirina min, tev ji bo Xwedê ne ku temamê aleman wî afirandiye. Qet kesek şirîkê wî tuneye. Emrê min bo vî tiştî hatiye kirin û yekemîn ji misilmanan ez im.

[19] Xwedayê min, tu min hîdayet bike û min jî têxe nav wan kesên ku te ew hîdayet kirine. Tu efiyetê bide min û min jî têxe nav wan kesên ku te efiyet daye wan. Tu ji min re jî bibe dost û min jî têxe nav wan kesên ku tu ji wan re bûyî dost. Te çi daye min ji min re pîroz bike. Min ji şerê wan tiştên ku tu tînî holê mihafeze bike. Tu li her tiştî hikim dikî, lê li te nayê hukimkirin. Tu bi kê re dostaniyê bikî ew qet zelîl nabe û tu bi kê re dijminatiyê bikî ew jî qet ‘ezîz  nabe. Ey Rebbê me, tu ji berê ve pîroz î û mezin î. Em ji te efukirinê daxwaz dikin û di hizûra te de tewbe dikin. Selat û silavên Xwedê li ser Pêxember bin.