Sedema vê nivîsê lêhaybûna nakokîyek di helwesta min de ye. Bi şiklekê cuda be jî di helwesta gelek kesên din de jî ev nakokî xuyaye. Hebûna vê nakokîyê pêşî li ber nirxandinên kêrhatî û çareserkirina pirsgirêkan digire. Loma him ji bo rexneyek li xwe him jî ji bo balkişandina li ser vê mijarê min xwest binivîsim.
Sîyaseta rêxistinan, pratîkên wan dîyar dike. Rêxistinên Kurdan jî li gor sîyaseta xwe tevdigerin û ez êdî nakokîyek di navbera sîyaset û pratîka wan de nabînim. Pirsgirêk di nirxandinên me de ye. Ger em fahm nekin ku sîyaseta wan çi ye emê li hêviya pratîkek cuda bin. Helbet gelek caran pratîka wan û hêviyên me ne wek hev derdikevin. Wê çaxê em bi awayeke xwezayî vê cudabûnê wekî nakokîyek di navbera sîyaset û pratîka wan de dinirxînin û pratîka wan rexne dikin. Lê di eslê xwe de nakokî tune ye û pirsgirêk ne di pratîkê de, di sîyasetê de ye. Loma divê em berê rexneyên xwe bidin sîyasetê.
Em dikarin ji bo neteweyek bindest qala du sîyasetan bikin. Sîyaseta kêmnetewî û sîyaseta netewî. Cudahiya bingehîn a van her du sîyasetan daxwaza serwerîyê ya li ser axa xwe ye.
Sîyaseta kêmnetewî daxwaza serwerîyê nake. Xwe wekî parçeyeke dewleta serdest dibîne û di wê çarçoweyê de li çareserîyan digere. Bihêzkirina rêveberiyên herêmî, mafên çandî û zimanî, naskirina nasnameya nijadî/çandî/dînî daxwazên vê siyasetê ne. Loma sîyaseta kêmnetewî pirsgirêka netewên bindest çareser nake. Ji ber ku pirsgirêk serwerî ye.
Sîyaseta netewî daxwaza serwerîyê dike. Rêya wê jî di dewletbûnê de dibîne. Ji ber ku xwe ne wekî kêmneteweyek wekî xwediyê axa xwe dibîne û dixwaze serwerîya wî ya li ser axa wî ku ji dest çûye şûnde bigire.
Nakokîya ku mijara vê nivîsê ye di cudahiya pênaseya van her du sîyasetan de derdikeve holê. Ev çend sal in ez dibêjim ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistineke ku xwediyê sîyaseta netewî ye tuneye. Lê dîsa jî min pratîka wan wekî nakokîyek bi sîyaseta wan dinirxand û rexne dikir. Lê madem sîyaseta wan sîyaseta kêmnetewî ye, helbet pratîka wan jî wê li gor vê siyasetê be. Loma tu maneya rexnekirinê ya bi vî awayî tuneye û nakokîya mezin jî di vê helwestê de ye. Helwesta rast, rexnekirina sîyaseta wan a di çarçoweya sîyaseta netewî de ye. Ji ber ku ji sîyaseta kêmnetewî encameke netewî dernakeve.
Li bakurê Kurdistanê partîyên Kurdan ji bo têkevin parlamentoya dagirker a Tirkan bazarê dikin. Di bin navê tifaqa Kurdistanî de PKKê meşrû dikin. Daxwazên wan daxwazên sîyaseta kêmnetewî ne. Ev encamên sîyaseta wan a kêmnetewî ne.
Rêxistinên rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de tim qala demokratîkkirina Îranê dikin. Qala xurtkirina muhalefeta Îranê dikin. Bi PJAKê yekîtiyê ava dikin. Vana tev encamên sîyaseta wan a kêmnetewî ne.
Serkirdeyên başûrê Kurdistanê tim di çarçoweya Iraqê de daxuyaniyan didin. Perçeyên din di çarçoweya dewletên dagirker de dinirxînin. Piştgirîya wan a pêvajoya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û entegrasyona başûrê rojavayê Kurdistanê ya bi Şamê re nîşanên vê helwestê ne. Serokê PDKê Mesûd Barzanî dikare bangî Sunnî û Şîiyan bike ku Iraqê ji qrîzê xelas bikin. Vana tev encamên sîyaseta kêmnetewî ne.
Li başûrê rojavayê Kurdistanê ENKS di encama 15 salan de parlamenterîya çend kesan li Şamê qebûl kir. Ev encama sîyaseta wan a kêmnetewî ye.
Alîyek din a vê meselê jî PKK ye. Ez PKKê û rêxistinên di bin bandora wî de wekî rêxistinên Kurdan nabînim. Lê dîsa jî qismeke girîng a Kurdan wekî min nafikirin û PKKê wekî rêxistineke ku ji bo Kurdan tevdigere dibînin. Ew jî xwediyê vê nakokîyê ne û ji ber vê yekê nirxandinên wan jî şaş in. Mînaka herî ber bi çav mijara başûrê rojavayê Kurdistanê ye. Her çi qas HSD ji roja ewil de eşkere kir ku daxwaza wan a veqetandina ji Sûrîyeyê tuneye û xwe wekî parçeyeke Sûrîyeya demokratîk dibînin jî, gelek kesan hêviyên pir mezin ji wan dikirin. Di encama 15 salan de dema ku wan wekî ku ji roja ewil ve jî eşkere kiribûn entegreyî rejîma nû bûn hêviyên gelek kesan şikestin. Lê di eslê xwe de ew li gor sîyaseta xwe tevgeriyan û li gor sîyaseta xwe tu gavekê şaş jî neavêtin. Pirsgirêk di nirxandina wan kesan de bû ku ji wê siyasetê hêviya encameke netewî dikirin.
Ji van mînakan ev encam derdikeve ku partiyên Kurdan li gor sîyaseta xwe tevdigerin û tu nakokî di navbera sîyaset û pratîka wan de tuneye. Ji bo zelalkirina rewşê û peydakirina çareseriyê divê em berê xwe bidin vê siyasetê û zextê li partîyên Kurdan bikin ku sîyaseta xwe biguherin. Ger sîyaset şaş be wê encam jî li gor wê be. Loma bi ya min îro mijara girîng zelalkirina xeta sîyaseta netewî û ya kêmnetewî ye û nirxandinên li ser vê bingehê ne.
31.08.2026
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.