Piştî ku şaredariya Diyarbekîrê biryar da ku navê kolanekê bikin navê serokê neteweyî Şêx Seîd Efendî, li Tirkiyeyê nîjadperestîya civakî û siyasî û îdeolojiyê xwe bi gelek awayan û rengan nîşan da. Siyasetvanan, rojnamevanan dest pê kirin êrîşî serokê neteweyî Şêx Seîd Efendiyê Pîranî kirin. Di destpêkê de Serokê Partiya Zaferê nîjadperest û dijminê kurdan Umîd Ozdag, pişt re jî Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê (TKP), Tevgera Komunîst ya Tirkiyeyê (TKT) û hinek kes û aliyên din yên çepgir û rastgir yên nîjadperest; rojnamevanê nîjadoperest Fatîh Altaylı di bernameyeke telewîzyonê de li hemberî serokê neteweyî yê Kurdistanê dest bi êrîşa nîjadperestî kir. Partiya Nû (İyî Partiyê) jî di derbarê wekîlê xwe yê Stenbolê Şêxê Pîranê Salîm Ensarîoglu de ji bo nêrînên wî yên di derbarê serokê neteweyî Şex Seîd Efendiyê Pîranê de lêpirsîn dest pê kir. Di encamê de Salîm Ensarîoglu ji partiyê dest berda û îstîfa kir.

Partî û rêxistinên Kurdistanê li dijî êrtîşa nîjadperestî yên li dijî Şêx Seîd Efendiyê Pîranê dengên xwe bilind kirin.

Di hemandem de ji Meclîsa Tirkan jî deng derketin. Dengê wekîlê AK Partiyê Galîp Ensarîoğlu, wekîlên HUDA-PARê  Serkan Ramanlı û Faruk Dînç jî li dijî êrîşa nîjadperest ya li dijî Şêx Seîd Efendiyê Pîranî bilind bûn.

Baroya Diyarbekîrê jî di derbarê Fatîh Altayli de doza heqaretê vekir. Divê em hemû kurd vê dozê bişopînin û ji Baroya Diyarbekîrê re bibin alîkar. Her çiqas encama vê dozê diyar be jî, lê ev doza dê bibe parçeyek ji parastina nirxên kurdî û serokên neteweyî yên Kurdistanê.

Lê di derbarê vê bûyerê de deng ji HEDEP yanî Dem û yanî PKKê nehat. Ev jî tiştekî gelek xwezayî ye. Lewra PKKê her demê gorî mîsyona xwe ya aparatiya Dewleta Koolonyalîst ya Tirk li dijî Tevgerên neteweyî û serhildanên Kurdistanê ên tarîxî bûye. Bi taybetî jî li dijî Tevger û Serhildana Neteweyî ya sala 1925an bûye. Di derbarê vê tevgera mezin û dewletxwaz de nêrînên serokê PKKê Ocalan wek nêrînên dewleta Tirk û Kemalîstan bûye.

Ocalan gelek vekirî dîyar dike ku Şêx Seîd Efendî ne rizgarîxwaz e, kevneperest e û hevalbendên îngilîzan bû û li dijî reformên Atatirk bû.

Dema partî û rêxistinên Kurdistanê di derbarê ev bûyera girîng de daxuyanî dan û nêrînên xwe pêşkêş kirin, ev rastiya diyar nekirin. Ev kêmadsiyeke mezin e.

Divê Dewleta Tirk û Kemalîst û Nijadperestên Tirk baş bizanin ku Şex Seîd Efendî li dijî îdeolojiya fermî ya Kemalîstan ku Kurd tune qebûl dikir û hemû mafên neteweyî yên neteweya kurd xesip kiribû; di bin serokatiya Rêxistina Azadiyê de, piştî ku serokê Rêxistina  Azadiyê Xalid Begê Cibrî û hevalên wî hatin darvekirin, encama prowokasyona Dewleta Kemalîst ya Tirk mecbûr bû ku bibe serokê Tevger û Serhildana  Neteweyî ya 1925an. Beriya vê serhildanê jî di sala 1919an de li Koçgirîî yê li hemberî siyaseta Kemalîstan û îttîhat Terakiyan serhildana neteweyî hatibû li darxistin. Piştî ku ev herdu Tevger û Serhildanên Neteweyî bi qetlîaman şikest xwaribin jî, neteweya kurd daxwaza xwe ya dewletavakirinê domand.

Loma jî divê bê zanîn ku ev tevger û serhildanên di navbera sala 1919-1938an de li Bakûrê Kurdistanê hatibûn li dar xistin, di dîroka neteweya kurd de xwediyê ciyekî gelek girîng in. Wek tê zanîn û dîrok jî dinîvîsîne, wê demê li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelatê Kurdistanê jî tevger û serhildanên neteweyî dom dikirin.

Dîsa divê baş bê zanîn ku dewletên emperyalîst hîç demekê ji Tevger û Serhildanên Neteweyî yên Kurdistanbê re nebûne alîkar. Lewra wan Kurdistan parçe kiribû. Dewleta îngîltereyê ji bona ku li hemberî Yekîtiya Sovyetan piştgirê Atatirk û hevalên wî bû, bi wan dewlet da ava kirin, ji Tevger û Serhildana Neteweyî ya1925an re alîkariya wan mimkûn nebû.

Elîta Kemalîst, ji bona ku Tevgera 1925an reş bike û rewabûna wê ji holê rake, ji derve û dinyayê re gotin ku “ev tevgera kevnepertest û olî ye. Dixwaze Xelîfetî bîne.” Di hûndir de jî, ji gel re digot ku “ev tevgera dewletxwaz û cûdaxwaz e.”

Rastî ew bû ku vê tevgerê avakirina dewleta Kurdistanê kiribû armanc. Serokê wê jî arîstokratê olî û civakî û neteweyî Şêx Seîd Efendiyê Pîranî bû.

Şêx Seîd Efendî rûmet û serokê neteweya Kurd e.

Divê hemû kurd ji dîrok û serokên xwe re xwedî derkevin. Ji dîrok û serokên Kurdistanê re xwedî derketin, ji hebûna neteweya kurd û nirxên Kurd-Kurdistanê re xwedî derketine.

Ji Şêx Seîd Efendî û ji serokê din yên Kurdistanbê re xwedî derketin, di hemandem de li dijî nîjadperestî û metîngehkariya Dewleta Tirk jî helwestek e.

Di vê qonaxê de jî neteweya kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bona azadî û rızgarî dewleta xwe xebat û têkoşînê dimeşîne. Ji Şêx Seîd Efendî û Serokêmn Kurdistanê û Tevger-Serhildanên Neteweyî re xwedî derketin, beşek ji têkoşîna neteweyî ye jî.

Dewleta Tirk evqas tirsoneke ku ji mezelê serokê Kurdistanê jî ditirse û ciyê wan diyar nake. Divê em kurd vê dozê jî bişopînin.

Diyarbekîr, 16. 12. 2023