folklorJi bo hişyarkirina hisên netewî û bi hêz kirina yekîtîya gel, folklor roleke mezin dilîze. Yek ji bingehên nasîyonalîzma gelan, ya çandeyî, ew folklora wan e, bi taybetî destanên êpîkî, stranên dîrokî. Folklor û mîtologîya, wek nimûnên bîrewarîya gele giştî, bingehekî xurt in ji bo yekîtîya gel, pirsgirêkek, ku giringî, ferz bûna wê îro ji bo gelê me pir mezin e.

Di pirsa berevkirin û parastina folklora kurdî de, li Yekîtîya Sovête berê karekî hêja hatîye kirin. Û ew kar ji pirtûka “Folklora Kurmanca” dest pê bûya, ya ku sala 1936 an, ji alîyê ‘Neşra hukumata Ermenistana Şêwrê’, li bajarê Yêrêvanê, hatîye çap kirin.

Ser pirtûkê usan jî nivîsar e ‘kitêba pêşin’. Ev wê wateyê dide, wekî di pey vê pirtûkê re divêt pirtûkên usan dîsan çap bibûna. Lê dû re sala 1937 an hat: dibistanên kurdî hatin dadan, rojnama “Rya teze” hate girtin, radîyo ya bi zimanê kurdî hate girtin, çap kirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat rawestandin…

Ronakbirên kurd: Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Ahmedê Mîrazî, Cerdoyê Gênco û çendekên mayîn avîtin girtîgehan, sirgûn kirin. Bi gilîkî, wê salê û çend salên dû re, derbeke mezin gihîşte kurdên Sovêtê û çanda wan.

Û “Folklora kurmanca”, ya ‘pêşin’, wan salan bû ya dawî.

“Folklora kurmanca” ji alîyê du zanîyar û ronakbirên kurdê bi nav û deng, Hecîyê Cindî û Emînê Evdal ve hatîye amade kirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cihanîyê, ya Yekemîn, dê û bav, mirovên xwe unde kirine û di sêwîxanên ermenîyan de mezin bûne. Li sêwîxanê ew bi nasnama xwe re tevayî, zimanê xwe jî ji bîra dikin. Lê piştî ji sêwîxanê derdikevin, dîsa vedigerin nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dikevin xizmeta çanda kurdî.

Tiştekî balkêş e, ji ber ku wan salan li sêwîxanan îmkanên xwendinê hê baş bûn, ji ber wê jî gelek rewşenbîrên kurdên Sovêtê ye nivşa yekemîn li sêwîxanan xwendibûn.

Çawan li jêra nimûnekê hatîye nivîsar, Emînê Evdal ji sala 1926 an dest bi berev kirina nimûnên folklora kurdî kirîye. Lê Hecîyê Cindî, çawan ew bi xwe bîr tîne[1], ji sala 1929 an dest bi wî karê pîroz kirîye. Usane Emînê Evdal ji bîst salîyê, Hecîyê Cindî jî ji bîst û yek salîyê dest bi berev kirina nimûnên folklorê kirine.

Em bîr bînin, wekî E. Evdal heta sala 1924 an li sêwîxanê bûye, H. Cindî jî piştî Peymangeha Perwerdeyê temam dike sala 1929 an vedigere nav gelê xwe, wê ji me re zelal be, wekî berevkirina folklora kurdî ji bo wan karekî hêsa nîbûye.

Kurdîya wan qels bûye, agahên wan ser folklora kurdî kêm bûne.

Berev kirina nimûnên folklorê, zanebûnên piralî dixweze. Ew berev kirin hingê dikare bi tam serkevtî be, gava kesên folklorê berev dikin bi xwe wê folklorê baş zanibin, di dorhêl, atmosfêra wê folklorê de mezin bibin. Lê dîsan jî dilsozî û daxweza kêrî çanda gelê xwe bên, ji H. Cindî û E. Evdal re bûne helan û wan karibû wî barê giran bi rûspîtî hildin ser milên xwe.

Salên 1932 û 1933 an ji bo berev kirina folklorê li Ermenistanê êkspêdîsîya tên li dar xistin. Hecîyê Cindî jî beşdarî wan êkspêdîsîyan dibe û nimûnên folklora kurdî berev dike, ku di vê pirtûkê de cîh girtine.

Bilî parastina nimûnên folklora kurdî, nirxê vê pirtûkê usan jî bi wê mezin e, wekî nimûnên wê çawan ji kurdên Ermenistanê, Gurcistanê û Azarbajanê, usan jî ji penaberên kurd û ermenî, yên ji gelek deverên Kurdistanê, hatine nivîsar û devokên kurdî, yên devereke mezin tînin ber çavan.

Gelekî balkêş e, wekî yekemîn car kurdên Yekîtîya Sovêt bi serî vê “Folklora kurmanca” bi zaravê Bahdînî re bûne nas. Şaxa “Ker û Kulik” e jimara 19 û destana “Îbrahîm” bi zaravê Bahdînî ne.

Têksta pirtûkê 651 rûpel e, ji wan 570 rûpel Hecîyê Cindî berev kirina, 81 rûpel jî – Emînê Evdal.

Di pirtûkê de beşa yekemîn, ew 30 şaxên destana “Ker û Kulikê Silêmanê Sîlîvî” ne. Dûarojê H. Cindî ser bingeha wan şaxên destanê, têza xwe ya doktorîya yekemîn dinvîse. Di pirtûkê de usan jî beşen “Êpos û Beyt”, “Kilamê bengîtîyê, zarotîyê û govendê”, “Kilamê zarotîyê”, “Kilamê govende”, “Kilamê Evdalê Zeynikê”, “Poêm û Hikyat”, “Hikyat”cîh digrin. Di beşa “Êpos û beyt” de, ku Emînê Evdal berev kirîye, sê şaxên destana “Mem û Zînê”, çendek helbestên Feqîyê Teyra, ku ji zarê gel hatine nivîsarê, destanên “Şêxê Sedeania û dota gurca”, “Leyl û Mecrûm”, “Zembîlfroş” û çend stranên Evdalê Zeynikê cîh girtine.

Gelek nimûnên di vê berevokê de cîh girtî ji xwendkarên Peymangeha Perwerdeyê ye Kurdî, ya Pişkavkazê ye li Yêrêvanê hatine nivîsar. Temenê wan xwendkaran 14-15 sal bûye.

Gelek nimûne ji ermenîyên penaber, ewên ji bakûra Kurdistanê ji destê Roma Reş revîyî hatine nivîsar. Ji ber ku pirî caran zimanê wan şikestî bûye, ew têkst usan jî hatine nivîsar.

Çiqwas jî di van têkstan de peyvên tirkî, erebî, rûsî, ermenî jî rastî me tên, lê tu bandûr, tesîra wan zimanan ser sazî, strûktûra zimanê nimûnên folklorê tune. Ji bo lêkolînên zimanê kurdî ev pirtûk dikare bibe bingehekî hêja.

Bi bawerîya me, ev pirtûka giranbiha gerek ser masa her kudekî pêşewitîyê ziman û çanda kurdî hebe.

Yekemîn nimûnên folklora kurdî ye nivîsar, ku gihîştine rojên me, ji sala 1711 an tên. Ew bi zimanê kurdî (zaravê kurmancî) û bi tîpên elfabêya ermenî hatine nivîsar û li Înstîtûta destxetên kevn, Matênadarana ser navê Mêsrop Maştos, li Yerêvanê tên parastin. Ew nimûn gotinên pêşîyan e[2].

Di kolêksîya destxetên kurdî de, ku konsûlê Rûsîya li Erzirûmê, A. Jaba nîveka sedsala XIX berev kirine, bi destxetên wêjeya kurdîye sedsalên navî re, nimûnên folklora kurdî jî hene, ku ji alîyê hevkarên wî ve hatine berev kirin. Li hinek şûnan haye ka ew têkst kingê hatine ber girtin. Ev yek dide xuyayê, wekî ew berê nivîsar hebûne. Lê ser wê pirsê ka kî, kingê, li ku ew têkst nivîsîne, tu malûmatî tunene. Lê navê kesên têkst ber girtine hene, Mele Mistefa, Şêx Nezer. Têkstên stranên folklorî ye ji wê kolêksyonê, bi wergera rûsî ve tevayî, ji alîyê kurdnas J. S. Mûsaêlyanê sala 1985 li Moskvayê hatine çap kirin[3].

Dûarojê jî zanyarên ermenî G. Srvartsyan, S. Haykûnî û gelekên mayîn nimûnên folklora kurdî berev kirine û bi tîpên ermenî çap kirine.

Dawîya sedsalîya XIX û destpêka sedsalîya XX rojhilatnasên rojava jî dest bi berev kirina nimûnên folklora kurdî dikin (E. Prym, A. Socin, O. Mann). Em li rûpêlên “Hewar” ê jî rastî gelek nimûnên folklora kurdî tên.

Folklora kurdî dewlemendîya gel e û dibêt berev kirin û çap kirina wê berdewem be.

Jêder: http://riataza.ru/kurdish/3545-folklora-kurmanca-1936.html

[1] Frîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî; Jîyan û kar, MêzopotamîyaYêrêvan, 2003, rû. 30.

[2] Mesrop Maştosî anvan matênadaran, destnivîsar N 737, ru. 119-121 û 150-151.

[3] Курдские народние песни, Издание текстов. Перепод. предисловие и примечания Ж. С. Мусаэлян, Москва, 1985, rû. 9.

[i] Sala 2008 an, min ‘Folklora kurmanca’ ji elfaba ser bingeha tîpên latînî, ku Erebê Şemo û Îsahak Merogûlov amade kiribûn, guhaste ser tîpên elfaba Celadêt Bedirxan amade kirî û weşanxana “Avesta” li Stenbolê ew pirtûk çap kir.

Riataza.com

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*