“Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê

Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.”

Hecî Qadirê Koyî

Destpêk

Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Serbestî û xwedîyê wê Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Dewleta Osmanî û destpêka sedsala 20an e

Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xweyîtî û midurmesûliya kurdekî hatîye çepkirin û weşandin. Weşana Serbestîyê dem deman hatibe rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî dewre bi dewre guherîn çêbûne; ku di vê xebatê de ew guherîn, bi ser sê dewreyan ve hatine destnîşankirin. Di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşanek bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve hatîye weşandin. Di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî pirr guherîye.

Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar, mûtefekîr û têkoşerekî girîng ê wê demê ye. Ew, bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin. Herweha hosteyekê polemîkê û xwedîyê qelemeke tûj bû.

Ji destpêkê hetanî dawîyê, sîyaseta weşandina rojnameya Serbestî, fikir û ramanên Mewlanzade Rifat, guherînên fikrî û sîyasî yên ku di nava demê de bi wî re çêbûne, bi ser sê dewreyan ve hatine parvekirin.

  1. Mewlanzade Rifat kî ye?

Mewlanzade Rifat, kurê nivîskarê namdar Abdurrehman Nacîm e. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê, ji mîrekên Silêmanîyê ye, endamê malbateke namdar û ji giragirên wî bajarî ye. Ew, nevîyê kesayetîyekî navdarê wê deverê Mihemed Beg e û malbata wan bi leqaba xwe ya Mewlanbegzade têne nasîn.

M.Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Agahdarîyên me yên li ser zaroktî, xwendina seretayî û navendî, jîyana wî ya malbatî û perwerdeyî pirr kêm in.

“Mewlanzade Rifat Begî Mekteba Hiquqî Şehane xwendîye. Piştî xelaskirina mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatîbûn û serkevtinên wî, hatîye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifîya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatîye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şikayeta Muteserrifîya Sînopê, roja 22yê Tebaxa 1895ê di derheqê wî de lêpirsîn hatîye kirin û di encama wê de li wî bajarî hatîye girtin… Demekî li Sînopê girtî dimîne, paşê bi biryareke nû wî sirgûnê bajarê Çorimê û ji wê derê ve jî rêdikin Qeyserîyê.” (Issı, 2010: h. 196)

Li gor nivîsandin û ewraqên fermî, M. Rifat hetanî Adara sala 1905an li Qeyserî girtî bûye. Ew bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vê, wî bi cezaya sirgûnê rêdikin bajarê Sanaya Yemenê. Lêbelê nayê zanîn ku di kîjan tarîxê de ji Qeyserîyê rêkirine Yemenê. M. Rifat van rojan di nav tengasîyên gelek mezin û tunebûnê de derbas dike.

  1. Derxistina efûyê û vegera ji bo Stenbolê

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Temûza 1908ê), efûyeke giştî tête derxistin û wekî gelek sirgûniyan M. Rifat jî vedigere Stenbolê. M. Rifat di bîranînên xwe de li ser îlankirina Meşrûtîyetê û vegera xwe dibêje: “Wekî her kesî, me jî berê xwe da wî bajarî û dixwest gavekî zûtir bigîjin Stenbola ku ji tarîtîya reş a îstibdadê, xweşikayîya xwe ya sirûştî wenda kiribû… Hîn di destpêka rêya hatinê de me digot, ku Sultan Abdulhemîd di meqamê xîlafet û seltenetê de bimîne, ji bo dahatûya welat xeterîyeke mezin e û me jî ditirsîne… Armanca me, rûxandina desthilatdarîya Abdulhemîd bû.” (Rifat, 2010: r. 96-97)

Piştî ku digîjin Stenbolê, li ser rewşa û dîmena sîyasî ya wê demê dibêje: “Dema em vegerîyan Stenbolê, rêvebirên Cemîyeta Îtîhad û Terakkî di nav serxoşîya înqilabê de bûn.” (Birinci, 2001: 381)

Mewlanzade Rifat, ji vegera Stenbolê şûn ve, li hemberî îstibdadê û ji text daxistina Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar dike. Dibêje: “Pêşîyê em bi nefîkirîyan re hatin ber hev, bi kurê Şêx Ubeydulahê Nehrî yê Seyîd Abdulqadir Efendî re hevdîtin pêkanîn û me pêşniyara yekîtîyê ji welatîyên ermenan re kir.” (Rifat, 2009: 21)

Di vê navberê de ji alîyê kesên nefîkirî û hin dijraberên îstibdadê ve, bi navê Cemîyeta Fedekarên Millet (CFM) rêxistinek hatibû damezirandin. M. Rifat û hevalê wî Hesen Fehmî jî tevlî xebata CFM dibin. Di 16yê Îlona 1908ê de, li ser navê cemîyetê, di bin mesûlmidurî û sernivîskarîya Necîp Nadir Beg de rojnameya Hukuk-î Umumîye tête neşirkirin. Piştî ku Necîp Nadir ji bêgavîyê karê rojnameyê dihêle, li şûna wî endamê cemîyetê Mewlanzade Rifat dibe mesûlmidurê rojnameya Hukuk-î Umumîye.

M.Rifat bi vê pêngavê, cara pêşîyê dest bi xebata weşangerîyê dike û hetanî hejmara şêstî (60), vî karî dimeşîne. Xebata wî ya di nav CFM de, zêde dewam nake û M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Me dît ku kesên bîyanî (nenas) tevlî Cemîyeta Fedekaran bûne û ji ber vê yekê em ji cemîyetê veqetîyan û me dest bi neşirkirina rojnameya Serbestî kir.” (Rifat, 2009: r. 28)

Bêguman armanceke M. Rifat û hevalên wî û polîtîkayek weşana Serbestî hebû. Dema em bala xwe bidin naveroka rojnameyê û çalakîyên M. Rifat, dîyar dibe ku li gor rewşa sîyasî ya demê, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guhartin çêbûne.

Em dikarin polîtîkaya weşana Serbestîyê, bi ser sê dewreyan (qonaxan) ve binirxînin: Qonaxa yekemîn, ji destpêka weşana Serbestî bigire hetanî pêkhatina Bûyera 31ê Adarê ye; dewreya duyemîn, weşana Serbestî ya li Misir, Parîsê û ji nû ve li Stenbolê ye; dewreya sêyemîn jî, karkirina Serbestî wek organa Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ye.

  1. Derçûn û dewreya yekemîn a rojnameya Serbestî

Çawa ku li rêzeyên jorê jî hate gotin, di vê xebata berdest de, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire hetanî nefîkirina duyemîn a 21ê Nîsana 1909ê, bi navê dewreya yekemîn a Serbestîyê hatîye binavkirin. Politikaya weşana Serbestîyê, di vê dewreyê de xwe sipartiye van armanc û prensîbên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen; parastina nirx û destkevtîyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdata Abdulhemîd; di çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke çalak a dijraberê desthilatdarîya Îtihad û Terrakkîyê; bêyê cudatî xistina di navbera dîn û unsurên ciyawaz de, parastin û tercumanîya fikrên welatîyên zulmdîtî.

3.1. Xusûsiyetên teknîkî, kunye û ciyê weşandinê

Neşrîyata rojnameya Serbestî, roja duşembeya 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 (16yê Sermaweza 1908) dest pê dike. Rojnameya Teawun û Teraqî ya Kurdan jî, di roja Şemîya 22yê Teşrîna Sanî ya 1324an (5ê Kanûna 1908an) de tête weşandin. Di navbera dîroka weşandina her du rojnameyan de 19 roj hene.  Hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me tune bin jî, ji hejmara 1ê bigre hatanî 498an, hemû hejmarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Stenbolê de peyda dibin. Lêbelê divê li ser rêzehejmarên rojnameyê têbinîyek bête dîyarkirin; ji hejmara 245an (31ê Adara 1919) şûn ve di hejmara 1ê Nîsana 1919yê de reqama 456 hatîye lêkirin û hejmarên mayî li gor vê reqamê dom kirine. Bi îhtimaleke mezin li vê derê xeletîyek çêbûye, divê em bala xwe bidinê. Ji xeynî van hejmaran, bi alîkarîya lêkolîner Murad Issı hejmarên 595, 596, 597, 598, 600 û 601 jî gihîştin ber destê min, lê mixabin di dema pêkanîna vê xebatê de bi tevî hemû hewldanan, min nikarî hejmarên mayî bidest bixim. Li gor agahdarîyên heyî, “Serbestî li ser hev 770ê hejmar” hatine belavkirin. Li ser bergê hejmara yekê (1.), tarîxa duşembeya 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 hatîye nivîsandin û li ser bergê hejmara 601an jî tarîxa yekşema 25ê Nîsana 1920î hatîye nivîsandin.

Li ser bergê hejmara 1ê û di alîyê rast ê nivîsa “Serbestî”yê de weha hatîye nivîsandin: Yekşem, 3yê Teşrîna Sanî 1324 (16yê Sermaweza 1908); Xwedî û midur: Mewlanzade M. Rifat e; ji bo meseleyên îdarî û karê nivîsê muracatî midur bikin; Adres: Di Xana Ferruh Beg de daîreya xusûsî ya li hemberî postexaneya nû; ewraqên ku ji bo rojnameyê bêne şandin nayin vegerandin. Di binê nivîsa “Serbestî”yê de rûmêzek weha hatîye nivîsandin: “Rojnameyeke rojane ye û bêyî ku li cudahîya cins û mezhebên osmanîyan binêre xizmeta hiquqa hemûyan dike.”

Li alîyê çep ê nivîsa “Serbestî”yê jî weha hatîye nivîsandin: Bûhayê abonetîyê: “Ji bo welatê Osmanî, Bulgarîstan, Bosna Hersek, Misir û Girîdê salane 180 û şeş mehane jî 90 quriş e. Ji bo welatên din jî salane 38 frank e. Ji bo îlanan jî miqaweleyên cuda têne çêkirin.”

Li ser bergê hejmara 498an jî ev agahdarî hatine nivîsandin: “Xwedî û midurê wê: Mewlanzade Rifat e; rojnameyeke rojane ye û sala wê ya yanzdehemîn e; stûnên me ji nivîsên rêya heqîqetê re vekirîne; nivîsên hatine rêkirin neşir bibin yan jî nebin, nayin vegerandin.” Adres û telefona wê jî weha hatîye dîyarkirin: “Divan yolunda Kadınlar Dünyası’nda bir özel daire/ İstanbul (di rêya Dîwanê de daîreyeke taybet a cîyê kovara Cîhana Jinan/ Stenbol), qutiya posteyê 346 û hejmara telefonê jî 2474 e.”

Ji xeynî hejmara 172yan, hemû hejmarên din ên Serbestîyê, di qewareyê 40cm x 54cm de hatine çapkirin; hetanî hejmara 190î (31 Tebaxa 1912), her yek hejmara wê 4 rûpel e û di her rûpelêkî de 5 stûn nivîs hatine lêkirin. Hejmara 172yan, wek hejmareke taybet hatîye çapkirin; qewareyê wê 13cm x 19cm ye, bi tevayî 32 rûpel e û di şiklê yek stunê de hatîye lêkirin. Hejmara 7 û 8an, roja 10ê Çirîya Paşîn a 1324an (1908) bi hev re hatine çapkirin. Herweha roj û hejmara 24ê Adara 1325ê dubare û hejmara 140î jî li pey hev du car hatîye çapkirin.

Nivîsên rojnameyê li gor babetên xwe, di bin sernivîsên stunên cur bi cur de hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Sîyasîye” de, meqaleyên sîyasî yên li ser rojevê hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Hudud-î Dahîlîye” û “Hudud-î Harîcîye” de jî, nûçeyên hundir û derve hatine nivîsandin. Bi piranî di rûpelên dawî de jî nameyên xwendevanan hatine belavkirin. Di gelek stunan de nivîsên bêîmze hene û di hinek hejmaran de jî stûnên vala hene, ew jî dîyar dike ku hin nivîs hatine sansurkirin. Sansur, yek ji zixtên desthilatdarîya sîyasî bû û hemû weşan û rojnameyên mixalif ên wê demê hatine sansurkirin, lêbelê weşanên wek Serbestî û wd. jî bi taybetî hatine sansurkirin.

3.2. Nivîsa edîtoryal û armanca weşanê

Di her hejmarekê Serbestîyê de nivîsa sereke ya edîtoryal heye ku bi giranî nêrînên rojnameyê pêşkêş dike. Di hejmara 1ê de nivîsa edîtoryal bi navê “Meslek” hatîye nivîsandin û heman nivîs di hejmara  1., 2., û 3. de jî hatiye belavkirin û di naveroka wê de dibêje: “Serbestî, bi hemû wateya xwe ve “hurr” e. Ew dê ji xeta fedekarîya ji bo parastina memleket û îdareya Meşrûtîyetê paşve nemîne. Em dê ji bo ronîkirina hemû xelkê û pêkanîna yekîtîya unsurên ciyawaz ên osmanî bixebitin, di rastiyê de yekwucudîya tevna civakî pêk bînin û karibin xîret bikin ku hêzek li hemberî dijminên xaricî amade bikin. Serbestî; dê berdewamî kêmasîyên karmendên dewletê û tevgerên wan ên dijî berjewendîyên millî, bi îsrar bîne ziman û tenkîl bike. Herweha dê bi lêkolînan hereketên wisa ji millet re arz bike û “qanûna” ku parastina hiquqa milletê dike, dê bibe rêbera yekane ya hereketa wê.

Serbestî, dê namûs û heysiyetê wek sertaca meslekê bibîne…. Serbestî, wê tenê heqîqetê bîne ziman û li rêya çareserîyên medenîbûna milletê bifikre.

Xulesa Serbestî; bi awayekî giştî, bêyê ku cudatîya dîn û unsuran bixe navbera wan, dê bibe parastvan û tercumanê fikrên welatîyên zulmdîtî. Ev e, mesleka wê.” (Serbestî, 1908: h. 3)

Piştî ku weşana Serbestî dest pê dike, di nav demeke kurt de zixtên desthilatdarî jî pêre tên; doz û cezayên ji bo M. Rifat peyderpey têne birrîn. Ji nûçeyek hejmara 3yan dîyar dibe ku “Xiyaben ji Mewlanzade Rifat Beg ê midurê rojnameya Serbestî re 3 meh cezayê hepiskirinê hatîye birrîn.” (Tunaya, 2010: r. 180)

3.3. Kuştina sernivîskarê Serbestî

Piştî ku Serbestî dest bi weşanê dike, di demeke kin de bi xeta xwe ya serbixwe, di nav xelkê de kutleyek pêgirên wê çêdibin û her roj tîraja wê zêdetir dibû. M. Rifat û rojnameya Serbestî, li hemberê desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî, bi tevî grub û rêxistinên mixalifên nêzîkê hev, mixalefet û têkoşîneke dijwar kirine. Ji ber vê yekê, zixt û zordestîya li ser mixalefetê her ku diçû girantir dibû; her rojê ku derbas dibû cînayetên sîyasî zêdetir dibûn. Di vê pêla terora desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê de, gelek caran rasterast yan jî bi rêya sîxuran, M. Rifat û nivÎskarên Serbestîyê jî hatibûn tehdîtkirin û gef li wî hatibû xwarin. Piştî van tehdît û gefxwarinan, roja 6ê Nîsana 1909ê, Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê li ser pira Galatayê hate kuştin.

Li ser kuştina Hesen Fehmî hefteyek derbas bû, di 13yê Nîsana 1909an de bûyerên bi navê “Vaka 31 Adarê” rû dan.

Xwedîyê Rojnameya Serbestî M. Rifat, ji ber Bûyera 31 Adarê, dîsa rastî êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê tê; ji alîyê Dîwana Herbî Urfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, careke din ji bêgavîyê berê xwe dide welatên bîyanî.

  1. Dewreya duyemîn a rojnameya Serbestî; çapa li Parîs û Misrê

Liv ê derê, ew dema ku bi navê dewreya duyemîn tête binavkirin, ji biryara nefîkirina Dîwana Herbî Urfî ya 21yê Nîsana 1909ê dest pê dike û hetanî rawestandina weşana Serbestî ya ber bi dawîya sala 1912ê dewam dike.

M.Rifat, hefteyek piştî bûyerên 31ê Adarê şûn ve, mecbur dimîne careke din Stenbolê terk bike. Di 21ê Nîsana 1909ê de berê xwe dide Misrê û piştî rêwîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. Li Misrê nexweş dikeve û ji ber nexweşiya xwe derbasê Atînayê dibe. Dema ku ew li Atînayê bû, Dîwana Herbê Urfî ya Stenbolê, biryara destgîrkirina wî derdixe û îlan dike.

M.Rifat, ji demekê kin şûn ve, ji Atînayê diçe Parîsê. Li Parîsê serdana Şerîf Paşa dike. Şerîf Paşa bi xwe jî mixalifekî meşhûr ê wê demê bû û “sala 1909ê li Parîsê bi navê Partîya Osmanî ya Islehata Esasî” (Rifat, 2010: r. 28) partîyek damezirandibû. M. Rifat li wê derê dibe endamê vê partîyê û li ser ji nû ve neşirkirina Serbestîyê, ew û Şerîf Paşa, di 27ê Temûza 1909ê de peymaneke dualî ya li ser 12 bendan çêdikin. Naveroka peymanê, li ser temînkirina mesref û polîtîka rojnameya Serbestî bû.

Bi vê awayê Serbestî, li Parîsê bi heftane tête weşandin û li ser hev 13 hejmarên Serbestî li Parîsê têne çapkirin û paşê ji ber hin nakokîyên navbera alîyan, Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestî qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Serbestî, M. Rifat dîsa berê xwe dide Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910an, 7 hejmarên din li vê Misrê çap dike û neşriyata rojnameyê tête rawestandin. Paşê dîsa ji bo çapkirina rojnameyê berê xwe dide Parîsê. Vê carê jî 4 hejmarên din ên Serbestî li Parîsê çap dike. Ji çapkirina 4 hejmaran şûn ve, weşana rojnameyê tête rawestandin û ew ji bêgavîyê cardin vedigere Misrê.

M.Rifat bi tevî hemû bargiranî û zehmetîyên nefîkirinê, ji prensîbên xwe yên bingehîn tawîzan nade û bi xwe jî dibêje: “Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdana xwe nekir malzemeyên yekî.” (Rifat, 2009: r. 89)

M.Rifat, ji Misrê diçe Yonanîstanê û piştî çend mehan ji wê derê ve jî derbasê Îstenbolê dibe. Dema ku tê Stenbolê bi biryara Dîwana Herbî Urfî cezaya îkameta mecbûrî digire û wî rêdikin bajarê Bûrsayê. Ji demekê şûn ve, guhartineke îdarê çêdibe, Îtîhad û Terakkî ji hikûmetê vedikêşe û bi serokatîya Ahmed Muhtar Paşa hikûmeteke nû tê danîn û efûyek tê derxist, ew jî dikeve ber vê efûyê û ji Bursayê vedigere Îstenbolê.

Ji bo çapkirina Serbestîyê serdana Wezareta Daxîlî dike, lê wezaret destûra weşandina rojnameyê nade. Paşê hin guhartinên qanunî çêdibin û di encama wê de, roja 29ê Temmûza 1912yê dîsa neşirkirina Serbestîyê li Stenbolê dest pê dike. Mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de bi biryareke sîyasî, neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Serbestî, sala 1913yê hem di jîyana wî ya şexsî û hem jî ya fikrî de guhartinên girîng çêdibin. Mewlanzade Rifat, sala 1913yê, di 44 salîya xwe de, bi Nûrîye Ulvîye Xanimê re dizewice.

Nurîye Ulvîye Xanim, jineke aktîvîst a wê demê bû û bi navê Cemîyeta Mûdefaa-î Hukuk-î Nîsvan [Komeleya Parastina Mafê Jinan-KPMJ] rêxistinek qanûnî bi tevlî hevalên xwe damezirandibûn û li ser navê vê cemîyetê kovara Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan-CJ] derdixist.

Nûrîye Ulvîye Xanim li ser fikiryata derxistina kovareke wisa dibêje: “Fikra derxistina kovareke wisa, ji alîyê Mewlanzade Rifat ve hate pêşniyarkirin û ji hejmara 163an şûn ve jî ew bi xwe bû mesûlmidurê kovarê.” (Mojab, 2005: r. 86)

  1. Guherîna fikrî û sîyasî: Ji xêza “Îtîhadî Osmanî” û “Adem-î Merkezî”yê, ber bi parastina serxwebûna Kurdistanê ve

Di sala 1913yê de, di jîyana wî ya fikrî û sîyasî de guherînên girîng çê dibin. Wekî fikrîyateke giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, M. Rifat jî di destpêkê de çareserîya meseleya qewmî-neteweyî, di çarçoveya fikra “Îtîhadî Osmanî” de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletên di nav sînorên împeratorîyê de dinirixand.

Ji nîvê sala 1913yan şûn ve, êdî “rejîma dewletê di çarçoveya bernameya Cemîyeta Îtihad û Terakkî de, sîyaseteke tundrew a tirkparêzîyê dimeşîne. Armanca sereke û yekane ya Cemîyeta Îtihad û Terakkî ev bû; bi awayekî mutlaq tirkkirin û yan jî ji binî ve tesfîyekirina unsûrên din bû.” (Dêrsimî, 1997: r. 31)

M Rifat jî di vê pêvajoyê de wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên mixalif, êdî îqna bûye ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîne. M Rifat, di rewşeke wisa de berê xwe ji fikra “Îtîhadê Osmanî” ber bi daxwazên neteweyî yên kurd ve dide. Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê, têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ev dem û dewreya nû, bi nameya wî ya ji bo kovara Hetavî Kurd dest pê dike. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de, ji alîkî ve bersiva Abdullah Cevdet jî dide û dibêje: “Nûha wezîfeya me ev e, divê bîzatîhî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealeke mîllî baznedin, milleta xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr bi paş ve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas diêşîne…Em dibînin ku hemû milletan ji bo bilindbûn û pêşketinê, ji xwe re helqeyeke neteweyî dîyar kiriye. Eger armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye… Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanet amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.” (Rifat, 1913: Hetavî Kurd, h. 2)

  1. Dewreya sêyemîn a rojnameya Serbestî

Hîç neteweyek nikare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nikare bernameya xwe bi bê netewe pêk bîne. (Memdûh Selîm Begî)

Di vê dewreyê de M. Rifat, hem rojnamevan û hem jî sîyasetmedarekî çalak e; wî rasterast di navenda sîyasetê de cî girtîye, yek ji damezirêner û serkirdeyê herî girîng ê tevgera kurd e û karê çapemenîyê jî li ser navê tevgera neteweyî ya kurd dimeşîne. Ew, digel Emîn Alî Bedirxan, yekemîn partîya sîyasî ya bi navê Partîya Radîkala Gel damezirandine û paşê jî bi tevî hevalên xwe beşdarî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê) bûne û bi xwe jî dibe endamekî aktîfê navendî yê CTKê. Serokê CTKê, Seyîd Abdulqadirê kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî bû.

CTKê, di roja 17yê Kanûna Ewel a 1334ê [30yê Kanûna 1918] de hatîye damezirandin. Qedrî Cemîl Paşa jî endamê vê rêxistinê bû û di bîranînên xwe de dibêje: “Di dawîya Şerê Giştî de welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) komeleyeke sîyasî damezirandin.” (Silopî, 2007: r. 51)

CTKê, ji bo milletê kurd, mafê dîyarkirina çarenûsîyê diparêze û dixwaze “Prensîbên Wîlson” ji bo çareserîya meseleya milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlson, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezirînin.” (Şimşir, 2009: r. 305)

Rojnameya Serbestî, piştî Şerê Giştî, gihiştîye dewre û statuyeke nûh. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) tête nasandin. Abdurehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, li ser vê têkilîyê weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya millî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutalaakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehemîyeteke zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan rasterast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin.” (Serbestî, 1919: h. 483)

Suleyman Tevfîkê îdarekarê rojnameya Turkçe Îstanbulê jî li ser vê dewreya Serbestîyê dibêje: “Bi tevî pêkhatina mutarekeyê Mewlanzade dest bi weşandina Serbestîyê kir. Serbestî, fikrên Cemîyeta Tealîya Kurd belav dikir.”  (Tevfik, 2011. r. 513-514)

Ji van agahdarîyan dîyar dibe ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşaneke rojane ya CTKê hatîye neşirkirin.

  1. Hinek meqale û nivîsên di nav rûpelên Serbestî de

Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, li gorî lêgerêna me ya li ser hejmarên berdest, li ser navê Kurd û Kurdistanê hin nivîsên girîng ên li jêrê di nav rûpelên Serbestî de hatine neşirkirin.

Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî M. Rifat, Kamuran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Bedîûzeman Seîdê Kurdî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memdûh, Îbrahîm Merdux, Zuhdîzâde Ahmed Huseyn, N. N. û wd. hene. Herweha hin navên maxlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.

Birrek ji wan nivîs û meqaleyan ev in:

– Kamiran Bedirxan, Kürdler hakkında [Der heqê kurdan de] (Serbestî, 1918: h. 181)

Serbestî, Bugünkü vazifeler [Wezîfeyên îroyê] (Serbestî, 1918: h. 185)

– Kamiran Bedirxan, Kürdistan-1 (Serbestî, 1918: h. 186)

– Kamiran Bedirxan, Kürdistan-4 (Serbestî, 1918: h. 198)

– Celadet Alî Bedirxan, Kürdler ve İttihad siyaseti

[Kurd û sîyaseta îtîhadê] (Serbestî, 1918: h. 209)

Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfî’de

[Mewlanzade di Dîwana Herbî Urfî de] (Serbestî, 1918: h. 210)

– Kamiran Bedirxan, Kurdistan (Serbestî, 1918: h. 462)

– Kamiran Bedirxan, Kurdistan hakında selahiyetdar olmayanlar

[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in] (Serbestî, 1918: h. 470)

– Serbestî, Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara

[Kurd û Kurdistan: Ji kurdên welatî re] (Serbestî, 1918: h. 476)

– Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye

[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî] (Serbestî, 1919: h. 477)

Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd hemşirelerimiz

[Kurd û Kurdistan: Hemşîreyên me yên kurd]  (Serbestî, 1919: h. 479)

Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd muhacirlerinin vaziyeti

[Kurd û Kurdistan: Rewşa mihacirên kurd] (Serbestî, 1919: h. 481)

-Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurdistana kurd memurler

[Kurd û Kurdistan: Memurên kurd li Kurdistanê] (Serbestî, 1919: h. 482)

– Abdurehîm Rehmîyê Hekarî, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan] (Serbestî, 1919: h. 483)

– Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana doğru-2

[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2] (Serbestî, 1919: h. 484)

– Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Nazik bir vaziyet karşısında

[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyeteke nazik] (Serbestî, 1919: h. 485)

– Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurd lisani

[Kurd û Kurdistan: Zimanê kurdî] (Serbestî, 1919: h. 486)

– Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3] (Serbestî, 1919: h. 487)

– Cizreli Taceddin Taqî, Kürd mektubu [Mektuba Kurd] (Serbestî, 1919: h. 487)

– Serbestî, Kürdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi

[Beyannameya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê] (Serbestî, 1919: h. 488)

– Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq

[Kurd û Kurdistan: Îttifaqa di kurdan de] (Serbestî, 1919: h. 489)

– Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana göz dikenler

[Kurd û Kurdistan: Yên çav berdane Kurdistanê] (Serbestî, 1919: h. 490)

– Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd edebiyatı- Mem û Zîn-I-2

[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-I] (Serbestî, 1919: h. 491)

– Sîvereklî Hîlmî, Aziz Kürdistan [Kurdistana Xoşevîst] (Serbestî, 1919: h. 492)

Serbestî, Kürd Teali Cemiyeti’nden [Ji Cemîyeta Tealîya Kurdistanê] (Serbestî, 1919: h. 595)

Serbestî, San Remo Konferansı [Konferansa San Remo] (Serbestî, 1919: h. 598)

– Mevlanzade Rifat, Ümitlenelim mi? [Gelo divê em bi hêvî bin?] (Serbestî, 1919: h. 600)

Ji ber ku hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me nînin, agahdarîyên ji Gulana 1920an şûn ve gelek kêm in. Hejmara dawî ya li ber destê me, numro 601 e, di 25ê Nîsana 1920an de hatîye çapkirin û li ser bergê wê dibêje “Sala 12an”.

Piştî ku Îstenbol jî dikeve bin hikmê M. Kemal û hikumeta nû, M. Rifat cardin mecbûr ma ku di dawîya sala 1922an de Îstenbolê terk bike. Vê carê berê xwe daye Binxetê û li bajarê Helebê bi cî bûye. Li gor agahdarîyên Alî Bîrîncî, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûna 150an Stenbol terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.” (Birinci, 2001: r. 19) Lê mixabin hejmarên wê demê li ber destê me nînin.

Encam

Rojnameya Serbestîyê, di rêvebirîya M. Rifat de ji diwanzdeh salan bêtir weşana xwe domandiye û rojnameyeke herî temendirêj a wê demê ye. Li ser hev 770ê hejmara hatine çapkirine. Dîroka li ser hejmara 770ê,  14 Rebîûlevvel 1339/26ê Sermawez/Mijdara 1920 e.

Xwediyê rojnameya Serbestîyê M. Rifat, şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera nasyonalist a kurd e di destpêka serdema 20an de. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û sîyasetmedarî tête naskirin. Digel rojnameya Serbestîyê, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye. Ji nav wan weşanan ya herî temendirêj Serbestî ye.

Herweha ew, têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekê bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.” (Rifat, 2009: r. 60-61) M. Rifat wek evîndar û têkoşerekî doza rewa ya milletê kurd û hurrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.

Jêder

  1. Pirtûk:

Birinci, A. (2001). Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât, İstanbul: Dergâh yayınları

Birinci, A. (2001). Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım, İstanbul, Dergâh Yayınları

Cemîl Paşa, E. (1992). Muhtasar Hayatım, (Çapa Duyem), Ankara, Türkiye: Beybun Yayınalrı,

Cemîl Paşa, Q. (Zinar Silopî). (2007). Doza Kur distan, Dîyarbekir: Weşanên Bîr

Cevdet, Dr. A. (2002). İttihad Yolu, A. Meretowar (Amadekar),  Rojî Kurd (j. 2, r.51-52), İstanbul: Weşanên War

Dêrsimî, Dr. Nûrî. (1997). Hatıratım (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları

Göldaş, İsmail. (1991). Kurdistan Teâlî Cemîyeti (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları

Hanioğlu, Dr. M. Şükrü. (1981). Bir Siyasal Düşünür Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, İstanbul: Üçdal Neşriyat

Hişyar, Hesen. (1999). 63 yıl sonra Şeyh Said direnişi, War (h. 8, r. 22-36), İstanbul: Weşanên War

Hür, Ayşe. (2011). Resmi tarihin hainleri: 150’likler,Taraf gazetesi

Şaweys, Îsmaîl Heqî. (2005). Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Wer. R. Lezgîn), Bîr (h. 2, r. 35-40), Hewlêr: Çapxaney Wezaretî Perwerde

Jwaideh, W. (2014). Kürt Milliyetçilinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi (Çapa Heştem) (İ. Çekem & A Duman, Wer.). İstanbul: İletişim Yayınları

Malmîsanij. (2000). Cizîra Botanli Bedirhaniler (Çapa Duyem), İstanbul: Avesta Yayınları

Malmîsanij. (1991). Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Sweden: Weşanên Jîna Nû

Mesut, Ahmet. (1992). İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), İstanbul: Doz Yayınları

Mojab, Shahrzad. (2005). Devletsiz Ulusun Kadınları, İstanbul: Avesta Yayınları

Mumcu, Uğur. (1991). Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Ankara: Tekin Yayın Evi

Nacim, Abdurrahman. (1309/1891-1892). Gulzarı Asar, Beyrut: Beyrut Edebiye Matbası

Olson, Robert. (1992). Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Ankara: Öz-ge Yayınları

Rifat, Mevlanzâde. (2010) 31 Mart; Bir İhtilalin Hikayesi (Çapa Sêyem) (Wer. Berîre Ülgenci). İstanbul: Pinar Yayınları

Rifat, Mevlanzâde. (2009). Sürgün Hatıralarım. (Amadekar: Mithat Kutlar), İstanbul: Avesta Yayınları

Rifat, Mevlanzâde. (2000), Türkiye İnkılabının İçyüzü (Çapa Duyem), İstanbul: Pınar Yayınları

Rojî Kurd-1913. (2002), İstanbul, Weşanên War

Paşa, Şerif. (1990). Bir Muhalifin Hatıraları, İstanbul: Nehir Yayınları

Şimşir, Bilal. (2009). Kürtçülük: 1787-1923 (Çapa Sêyem), İstanbul: Bilgi Yayınevi

Tevfik (Özzorluoğlu), Süleyman. (2011). II. Meşrutiyet’ten Cumhuriyet’e: Elli Yıllık Hatıralarım, Hazırlayanlar: Şaban Özdemir-Tahsin Yıldırım, İstanbul: Dün Bugün Yarın Yayınları

Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild:2 (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları

Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasî Partîler, Cild: I (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları

Zürcher, Erik Jan. (2005).  Savaş, Devrim ve Uluslaşma, İstanbul: Bilgi Üniversitesi Yayınları

  1. Kovar û rojname:

Hetavî Kurd (5ê Teşrîna Ewel 1913). h: 1, İstanbul

Hetavî Kurd (1913). h. 2, İstanbul

Kürt Tarihi (Ağustos-Eylül 2011), h. 8, İstanbul

Serbestî (3 Teşrînisani1324), h. 1, Constantinople

Serbestî (5 Teşrini Sani 1908), h. 3, İstanbul

Serbestî (1326-1918), h. 172, İstanbul

Serbestî (16 Kanun-i Evvel 1918). h. 176, İstanbul

Serbestî (21 Kanun-i Evvel 1918), h. 181, İstanbul

Serbestî (25 Kanuna Ewel 1918), h. 185, İstanbul

Serbestî (26 Kanun-i Evvel 1918). h. 186, İstanbul

Serbestî (28 Kanun-i Evvel 1918), h. 188, İstanbul

Serbestî (2 Kanun-i Sani 1919), h. 193, İstanbul

Serbestî (7 Kanun-i Sani 1919), h. 198, İstanbul

Serbestî (22 Şubat 1919), h. 209, İstanbul

Serbestî (23 Şubat 1919), h. 210, İstanbul

Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul

Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul

Serbestî (7 Nisan 1919), h. 462, İstanbul

Serbestî (19 Nisan 1919), h. 470, İstanbul

Serbestî (25 Nisan 1919), h. 476, İstanbul

Serbestî (26 Nisan 1919), h. 477, İstanbul

Serbestî (28 Nisan 1919), h. 479, İstanbul

Serbestî (29 Nisan 1919), h. 480, İstanbul

Serbestî (30 Nisan 1919), h. 481, İstanbul

Serbestî (1 Mayıs 1919), h. 482, İstanbul

Serbestî (2 Mayıs 1919), h. 483, İstanbul

Serbestî (3 Mayıs 1919), h. 484, İstanbul

Serbestî (4 Mayıs 1919), h. 485,İstanbul

Serbestî (5 Mayıs 1919), h. 486, İstanbul

Serbestî (6 Mayıs 1919), h. 487, İstanbul

Serbestî (7 Mayıs 1919),  h. 488, İstanbul

Serbestî (8 Mayıs 1919), h. 489, İstanbul

Serbestî (9 Mayıs 1919), h. 490, İstanbul

Serbestî (10 Mayıs 1919), h. 491, İstanbul

Serbestî (11 Mayıs 1919), h. 492, İstanbul

Serbestî (14 Mayıs 1919), h. 495, İstanbul

Serbestî (15 Mayıs 1919), h. 496, İstanbul

Serbestî (20 Mayıs 1919), h. 497, İstanbul

Serbestî (21 Mayıs 1919), h. 498, İstanbul

Serbestî (20 Nisan 1920), h. 595, İstanbul

Serbestî (21 Nisan 1920), h. 596, İstanbul

Serbestî (22 Nisan 1920    ), h. 597, İstanbul

Serbestî (23 Nisan 1920), h. 598, İstanbul

Serbestî (24 Nisan 1920), h. 600, İstanbul

Serbestî (25 Nisan 1920), h. 601, İstanbul

Toplumsal Tarih (Nisan 2010), h. 196, İstanbul

* Ev nivîs, metna axaftina min a Panela “Salvergera 110an a Rojnameya Serbestî” ye, di WÎB a Şaxa Amedê de. 11.11.2018

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*