1. Ciyê ji dayikbûn, malbat û perwerdeyî

Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî ye û Qazî Elî jî kurê Qazî Qasim e. Qazî Elîyê bavê Qazî Mihemed, zanyar û rewşenbîrekî navdar ê herêma Mukrîyan bû û her weha, zanista wî ya li ser stêrknasîyê jî hebû.

“Mihemed Qazî kurê Axa Mîrza Elî ye, merhûm 11yê Banemerî 1279ê Şemsî beramber bi 2yê Miherema 1318 Hîcrî li şarê Mehabadê ji dayik bûye.”[1] Dîroka jidayikbûna wî li gorî teqwîma mîladî, rastê 2yê Gulana 1900î tê. Navê dayika wî Gewhertac Xanim e û ew qîza Axa Şêr Begê kurê serokê êla Feyzulahbegîyan e. Feyzulahbegîyan, yek ji malbatên mîrekên navdar ên herêma Mukrîyan bûn.

Malbata Qazîyan di nav civata Kurd de bi dadwerî, piştevanî, aştîxwazî û rewşenbîrîya xwe têne nasîn. Di nav gelê Kurd de gelek bi rêz û hurmet behsa wan tête kirin.

Qazî Mihemed piştî ku digîje temenê salên perwerdeyîyê li nik bav û dayika xwe dest bi xwendinê dike û paşê li bal zanyarên navdar ên wê demê perwerdeyîya xwe temam dike. “Ew, zor bi çakî li ber destê bab û dayika xwe hatîye perwerdekirin. Di temenê 7 salîya xwe de dest bi xwendinê kirîye û diwayê çend rîsaleyên kurdî û farisî, dest bi xwendina seretayî ya nehw û serfê kir û herweha di xwendinê de ta bi ûlumê maqûl û menqûl dewam kir:

Nehw û serf, mentiq, belaxe, usil, fiqih û kelam tehsîl kir. Qîma xwe bi vê xwendinê neanî û dilê wî aram nebû, li diwayê vê xwendinê, ji bo fêrbûna zimanê bîgane (bîyanî) bi wesîleya mamosteyên taybet îngilizî, rusî, frensî dixwîne û digel van sê zimanan; zimanê xwe yê zikmakî yê kurdî, zimanê erebî, farisî û tirkî jî pirr baş dizanî.”[2]

Qazî Mihemed merivekî pêşkevtinxwaz û hevdem bû, gelek hez dikir ji xwendina pirtûkan. Çi wext ku fersend bidîta bi xwendina pirtûkan ve mijûl dibû. Pirtûkên bi zimanên bîyanî jî dixwend, lewre ji rewşa dinyayê ya wê demê bi rêkûpêk agadar bû. Ew, heman demî roşinbîrekî navdar ê herêma Kurdistanê bû. Ku rojnamevan, bîyanî, mîsyoner û kadroyên sîyasî yên ecnebî bihatana herêmê, bêguman ew diçûn hevdîtina Qazî Mihemed. Her weha têkilîya wî bi werzişê re jî hebû; ji ber ku melevanekî baş bû, cîyê ku têde diket avê bi nave “Gola Qazî” dihat navkirin.

Ew, “Xwedî gîyanekî berz û bi hêz bû, nîşanê gewre yê şecaet, li xobûrdin dîyarî dida û xwe û rewiştî digel hemû tebeqeyek ribî kewtiwe û têkelî digel hemûman heye ji rêzê kesek be, malîk, şêx, mela, cehil, pîr û karbidestanî hikûmet da debîndirî û hemîşe weku bav û bapîranê xwe semtî (simtî) rîyasetî ruhanîyan û zanayanî Mehabad û dewr û berê wê bûye. Bêyî ku cihêtîyê bixe nav de, li her der li hiqûqê hemû Kurdan be taybetî jî yê hejaran û qewman parastîye.”[3]

Ev zatê alî xwedî sîfetên pirr qenc û bilind bû: “Rastî, fazîletdarî, mêrxasî, zanist, têgeyîştin, tewazih, rehm, halim, nîştimanperestî, miletperwerî bi tewawî di cenabê Mihemed Qazî Pêşewayî Kurdistanê de kobûnewe.”[4] Cenabê Qazî Mihemed, li hemberê dijminên şexsê xwe bexişkar bû û bi dostên xwe re jî wefadar bû, belam li miqabil dijminên nîştiman sernetewandî û bêteawiz bû.

Danasîn û şirovekirina helwesta Pêşewa Qazî Mihemed a li hemberî dadgeha dewleta Îranê, bêguman di kurtenivîsek weha de dê gelek zehmet û kêm be. Ji bo nivîsandina xusûsîyet, mezîyet, helwest, felsefe û ramanên Qazî Mihemed belkû bi çendek pirtûk jî têr nakin. Di vê kurtenivîsê de, bi awayeke giştî me behsa hinek xusûsîyetên wî yên berbiçav kirîye. Meriv bi balkêşî hişê xwe bide ser helwest û hevok û risteyên wî yên parastina li hemberê mehkemeyên dema dîktatorîya Riza Xanê Îranê, bi taybetî jî wesîyetnameya wî ya bo neteweya Kurd, nîşan dide ku Qazî Mihemed merivekî çiqas xwedîferaset e û xwedîbasîret e.

  1. Ber bi damezirandina Komeleya Jîyaneweyî Kurdistan û Partîya Demokrat a Kurdistanê ve

Dema Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike, Qazî Mihemed çardeh salî ye. Wekî gelek caran vê care jî Kurdistan dibe cihê şerê navneteweyî. Nemaze herêma Mukrîyan a Rojhelata Kurdistanê dibe meydana şer û peyderpey xizanî, kuştin, talankirin û karesatên hwd. dest pê dikin. Encamên şer di nav civaka Kurd de xwe nîşan didin. Gelê herêmê bi gelek zîyanên mal û canî re rûbirû dibin; koçberî dest pê dike.

Di navbera “salên 1921an heta 1941an de li Mehabad û Kurdistana Mukrî çi rûdan ku diqewimîn, cara pêşî kesên ku qise dikirin Qazî Mihemed û birayê wî Sedrî Qazî bû. Hemû karên perwerdeyî, civakî, rêvebirî û pirsgirêkên bajêr bi agahdarî û rêberîya wan çareser dibûn.”[5]

Şoreşa Oktobirê û Şerê Cîhanî yê Duyem, cografya Îranê ji alîyê jeostratejîk û jeopolîtîk ve xistibû nav rewşeke girîng. Ji alîyekî ve, Brîtanya û DYAyê dixwestin pêşî li berfirehbûna Şoreşa Oktobirê bigrin û wî di sînorên heyî de dorpêç bikin. Ji alîyê din ve jî, li dijî berfirehbûna faşîzma Alman di navbera Brîtanya, DYA û Yekîtîya Sovyetê de peymanek hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de ji bo têkoşîna li dijî artêşa Alman, cografyaya Îranê herêmeke stratejîk bû. Ji ber vê yekê, Îran di meha Tebaxa 1941î de ji alîyê dewleta Brîtanya û Yekîtîya Sovyetê (YS) ve hate dagirkirin. Brîtanya ji başûr ve û YSê ji bakûr ve Îran dagir kirin. Di sala 1942an de Amerîka jî daxilî vê pêvajoyê bû.

Cografya Îran û rojhelatê Kurdistanê, bi taybetî ji bo polîtîkayên YSê herêmeke stratejîk bû. Lewre li hember leşkerên Almanyaya Hîtler, piştgirîya DYA û lojîstîka ji bo Artêşa Sor jî di ser vê herêmê re çêdibû.

Piştî dagirkirina Îranê, bandor û zordestîya dewleta Îranê li ser herêmên wekî Kurdistan û Azerbaycanê kêm û sist bû û her wiha gelê Kurdistan û Azerbaycanê xebata têkoşîna azadîya neteweyî, germ û geş kirin. Digel vê, rewşenbîr û têkoşerên gelê Kurd, ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe û azadkirina nîştiman û neteweya xwe dest bi xebata nihênî (sirrî/îllegal) kiribûn. Di sala 1939an de, Komeleya Azadîxwazên Kurdistanê hatibû damezirandin. Di 16yê Gelawêja 1941an de jî bi hevkarîya hindek rewşenbîrên nîştimanperwer li bajarê Mehabadê, bingeha Komela Jîyanewey Kurdistan (JK/Je-Kaf) bi nihênî hatibû damezirandin.

(JK/Je-Kaf), li Mehabadê hate damezrandin û dest bi weşandina kovara Nîştiman kirin ku organa çapemenîya JKê bû. Di destpêka damezrandina JKê de Qazî Mihemed cî negirtibû. Di nav rêzên JKê de tunebûna Qazî Mihemed, hem ji bo komelê û hem ji bo damezrênerên komelê kêmasî û valayîyeke girîng bû. Di vê navberê de têkilîyên Qazî Mihemed û rêberên JKê berdewam dikir. Di dawîyê de ji salekê şûn de Qazî Mihemed hate îqnakirin ku tevlî rêza komela JKê bibe. Beşdarbûna roşinbîr û nîştimanperwerê wekî Qazî Mihemed di rêzâ JKê de, xebat û têkoşîna rizgarî û azadîya neteweyî bihêztir û berfirehtir kir. Ji alîyekî ve li ser bingeha têkilîyên civakî yên Kurd, di navbera hoz û eşîr û rewşenbîrên Kurd de xebata rêxistinî û hişyarkirina neteweyî dihate kirin; ji alîyê din ve jî bi hêzên navneteweyî re, bi taybetî jî bi rêberîya Yekitîya Sovyetê re pevgirêdanî pêk hatibû û ji wan daxwaza alîkarîyê dihat kirin.

Di encama Şerê Cîhanî yê Duyemîn de ji alîyê hêzên navneteweyî ve dagirkirina cografyaya Îran û Kurdistanê, bandor û îradeya hikumeta navendî ya Îranê li ser herêmên dewrûber kêm kiribû. Şertên xebat û têkoşîna azadîyê li gora berîya wê baştir bûn. Ji bo pêşxistina xebata azadîya neteweyî, Kurdan dest bi pêkanîna têkilîyên navneteweyî kiribûn. Ji ber ku Kurdistan li alîyê bakurê Îranê bû û ew herêm jî ji alîyê YSê ve hatibû dagirkirin, bivê nevê têkilîyên navbera mesûlên YSê û Kurdan geş dibûn. Di destpêkê de têkilîya Kurdan û YSê di çarçoveya têkilîyên kulturî de bû.

Piştî ku hinek kompanyayên (şîrket) Brîtanya û DYAyê ji bo derxistina petrola Îranê bi hukûmeta Riza Şah re peyman çêkirin û îmtîyaza derxistina petrolê bi dest xistin, YSê li hemberî vê peymanê bêdeng nema. Miqabilî vê yekê, bandora li ser Îranê girantir kir û jê daxwaza îmtîyaza derxistina petrolê kir.

Ji bo vê yekê YSê, li hemberî Brîtanya, DYA û Îranê pêwendîyên bi Kurd û Azerîyan re wek tehdîdekê bi pêş xistin; têkilîyên kulturî ber bi têkilîyên sîyasî ve birin.

Di destpêkê de rêberîya Yekîtîya Sovyetê xwest ku Kurdistan di nav sînorên Azerbaycanê de herêmeke otonom be. Ev pêşnîyara wan ji alîyê Qazî Mihemed û hevalên wî ve nehate qebûlkirin. Rêberîya YSê ji bo vê gelek xebitîn ku Kurdan îqna bikin, lê bi ser neketin. Qazî Mihemed ji bo hevdîtina bi rêberîya YSê re careke dinê vexwendin Bakûyê. Di dawîya van hevdîtinan de, rêberîya YSê qenaet pê anîn ku Kurd statuyeke di nav sînorên sîyasî yên Azerbaycanê de qebûl nakin, êdî mecbûr man daxwazên Kurdan qebûl bikin û ji Qazî Mihemed daxwaza danîna partîyeke nû kirin.

Şandeya Kurd hîn li Bakûyê bû, Barzanî, xelkê siwîl jî di nav de bi tevî 2500 kesan gihîştibûn sînorê rojhelatê Kurdistanê. “Hatina Barzanîyan ji bo rojhelatê Kurdistanê, di encama peywendîya bi serkirdeyên tevgera rojhelatê Kurdistanê û rayedarên YSê de û bi erêkirina hevalên wî yên Konseya Azadî û Şêx Ehmed Barzanî pêk hatibû. Barzanî, di roja 11/10/1945an de bi rêya Keleşîn-Mergewer derbasê Kurdistana Îranê bûn…. Ew bi awayekî germ ji alîyê Kurdên rojhelatê ve hatin pêşwazîkirin. Barzanî, ji ber zixtên Brîtanya û Iraqê, ji bo ku li ber çavan dûr bimîne, demek li gundê Mîravaya Serdeştê dimîne. Ew, ji bo ragehandina merasîma Komara Kurdistanê tê vexwendin û ji Newroza Adara 1946an şûn ve di nav hêza sereke ya parastina Komarê de cîyê xwe girtin.”[6]

Şanda bi serokatîya Qazî Mihemed piştî ku vegerîya Kurdistanê, ne bi dilê hemû endaman be jî bi dengên piranîyê, navê JKê bi navê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) guhartin di 16ê Tebaxa 1946an de û paşê beyannameya Partîyê ji bo raya giştî hate belavkirin. Di beyannameya PDKê de, daxwazên milletê Kurd bi heşt bendan weha hatiine rêzkirin:

“1- Milletê Kurd di hundirê Îranê de ji bo pêkanîna kar û barên xwe yên xwecihî (mehellî), divê azad bibe û di nav sînorên dewleta Îranê de xudmuxtarîya wê hebe.

2- Divê bitiwanî (bikarin) bi zimanê kurdî bixwînin û li welatê Kurdan hemû kar û barên nûsîna daîreyên dewletê bi kurdî be.

3- Wekî ku di Qanûna Esasî de dibêje, divê encûmena wîlayetê Kurdistanê di zutirîn dem de bête hilbijartin, di hemû kar û barên civakî û dewletê de pê rabigehîne û çavdêrî bike.

4- Memûrên dewletê her divê ji xelkê mehellî bin.

5- Divê li ser esasê qanûnekê giştî, di mabeynê reayîet û xudanmilk de saziştek (pêkhatinek) bête bicîkirin ku duwaroja her du alîyan temîn bike.

6- Partîya Demokrat a Kurdistanê di xebatê de têdikoşe ku bi taybetî di mabeyna milletê Azerbaycan û ew neteweyên din ên ku li Azerbaycanê de dijîn (Asûrî, Ermenî û wd.) bi hev ra yekîtî û birayetîyek tewaw pêk bînin.

7- Partîya Demokrat a Kurdistanê, ji bo îstifadekirina ji serçavî û kanîyên tebîhî (sirûştî) yê dewlemend ê Kurdistanê, ji bo berbipêşvebirina amûrî cotyarî û bazirganîyê, berfirehkirina kar û barê kulturî, bijişkî û baştirkirina jîyana aborî û manewî ya milletê Kurd têdikoşe.

8- Em dixwazin bi tevî neteweyên ku li Îranê dijîn, bikarin bi azadî ji bo bextewarî û pêşkevtina welatê xwe têbikoşin.

Bijî Kurdistana xudmuxtar û demokratîk.”[7]

Piştî damezrandina Partîyê û belavkirina bernameya wê, nexşeya sîyasî ya Kurdan dîyar bûbû û amedekarîyên ragehandina komarê dest pê kiribûn.

  1. Ragehandina Komara Kurdistanê

“Ez dê bi hemû dinyayê bidim dîyarkirin ku di Komara Kurdistanê de bi zilm û terorê tiştekî çareser nabe.”

(Qazî Mihemed)

Di roja 22.01.1946an de damezirandina Komara Kurdistanê li meydana Çarçiraya bajarê Mehabadê hate ragehandin. Alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” hate bilindkirin û Pêşewa Qazî Mihemed bi tevî komek rêvebirên PDK, serokeşîr û giregirên Kurdan li hemberî zêdetirî 20 hezar Kurdistanîyên li wê meydanê bi şehamet û tewazîyek tejîevîn sekinî û weha axivî:

“Kurdistan xwedî cihekî stratejîk û erdnîgarîya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û têde xwedî malîkîyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî (biserhatî) û dîroka wan a derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. (Kurd) xwedî adab û adet û nêrîtên netewî yên wisan e ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistîyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

Kurd ji kevin de xwedîyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad a niha de, malbata emîrên Mûkrî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020ê Hetavî/Şemsî (1641-ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine. Milletê reşîd û xwedî xîret e. Kurd di hemû dewr û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdarîya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî (berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakarîyekê jî kêmasî nekirine. Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdarîyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadîyê bi milyonan qurbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jîyanê de nekişînin û nebînin. Bi vîya re jî hêmû bextreşî, kurewerî, kuştin û talanên ji alîyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xwezîyên xwe newestîyane û di rîya bi destxistina azadîyê da nesekinîne (bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkoşan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikaribe bi hev re (têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li erdê dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.

Heta di van dawîyan de piştî Şerê Cîhanî yê berê ku dîktatorîya Îran û Tirkîyê hatine ser kar, ziman û adet û mezheb û taybetmendîyên Kurdan yên neteweyî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşîyet û hovîtîyekê nesekinîn, xwendin û nivîsîna zimanê kurdî jî yasax (qedexe) û liberkirina cil û kincan (kincên kurdî) jî qedexe bû.

Nedihiştin em xwedîyên qencî û di ti mafên mirovayetîyê de pişikidar û xwedî par bin. Rîya hînbûna zanist û teknolojîyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet (hêncet-behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste Kurdên hejar û bextreş heps û sirgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyn dibirin. Destkeft û hatina vî miletê perîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî (têhnî) û tazî dihiştin.

Heya ku di Şehrîwera sala 1320-an (Augusta 1941-an) de firîşta azadîyê desthilatdarîya dîktatorî û faşîstî ya Rizaxan herifand (têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerehetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û rîya rastî û bi destxistina azadîya vî miletî çi ye û yê çi bike?

Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêj da bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîlîya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurê wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roj e, ku yên berîya me jî pir çav li rîya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê) pêkanîn û bi destekî pêt (muqîm) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdivîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.

Berîya hemû tiştekî dubendî û nakokîyên êlî û eşîretî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin (kedxwarî) û xwarina maf û çemandin (tewandin)a vî milletî wek ew bi xwe dibêjin: “Tefreqê bîyendaz we hukumet kûn/Dubendîyê bavêje û ji xwe re desthilatdarîyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bûbû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekîtî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin…..

Me heya niha çend xwendingehên keçan û kuran (xortan) vekirine, me xwendingeha şevane damezrand û pirtûk bi zimanê kurdî wergêrandin… Xort û keç û zilamên mezin di xwendingehên şevane û rojane da bi zimanê kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku şeş-heft salan mijûlî xwendin û hînbûna zimanê farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwende (xwîndewar) û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.

Ji bo nasandina lîyaqeta millî û derxistina jîyana çandî, kulturî û edebî ya Kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cîhana mirovanetî û edaletê, pêwîstîya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me (Mehabadê) bi xwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bi xwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ray û daxwazên me di cîhanê de belav diken.

Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle (dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwarîyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kiribû. Me rîya çareserîyê peyda kir û ticaret û aborîya Kurdistanê pir baş hat temînkirin.

Di çaxê dîktatorîyê de ku hemû cure malîyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bi xwe nexweşxaneyek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikin û saxlemîya hevwelatîyên me temîn dibe.

Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvanîyê bike. Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen rîya demokrasîyê de û di netîceya çalakîyên Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê û bi piştgirîya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.

Gelê Kurd bi hezaran sede û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatorîyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdîyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û eşîretan de, di hundur de jî ji me re pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vana nekarîn berîya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadîya netewa Kurd me bi dest xist.

Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlûkan çi di hundur de û çi li derve hê jî mane, gelê Kurd bi me re li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîrîya Xwedê, dê serfiraz û pîroz bibe. Îro ji nûnerên hemû herêm û navçeyên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cûdahîyên çînî (sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hev re civîyane û bi yekdil û yekziman hawara demokrasîyê dikin û di rêya Demokratê (PDK) de dimeşin û hêza Demokratê didin xuyakirin.”[8]

“Ez bi Xwedê, bi kelama ezim (mezin) a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawîyê û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekîtîya gelê Kurd û Azerbaycanê, muti’i û wefadar bimînim.’

Piştî “Nutqî cenabî Pêşewa û reîsê cimhurî berzî Kurdistan”[9], mitînga ragehandina komarê bi axaftina şexsîyet û nûnerên din ê li meydana Çarçirayê dewam kir. Navê hinek şexsîyetên ku di mîtînga ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê de nutiq dabûn ev in: “Mele Hisên Mecîdî, Hacî Baba Şêx, Mihemed Hisên Xanî Seyfî Qazî, Şairê mîllî Hejar, Şairê mîllî Hêmin, Seyid Mihemedê Tezade, Şêx Mihemed Şemsedîn, Emer Xan, Seyid Ebdulezîz, Îbrahîm Edhem, Ehmedê Îlxanîzade, Mihemed Qadirî….”[10]

Piştî axaftina Pêşewa Qazî Mihemed, axaftinek pirr balkêş jî, ji alîyê Seyid Ezîz ve hatîye kirin. Seyid Ezîzê Şemzînî, bi nûneratîya binemala Nehrî, di roja ragehandina Komara Kurdistanê de li Mehabadê, di axavtina xwe de bal dikêşîne ser vê çendê û ji gelê Kurd dixwaze yekdil û yekgirtî li jêr sîwana rêberîya Qazî Muhemmed bicivin û hewl bidin ji bo rizgarkirina Kurdistana mezin.

“Birayên min! Mezin û axayên Kurd, binemala Nehrî, bi mezin û piçûk, jin û mêr, kiç û kurên xo ve gelek bi serbilindî pîrozbahîya vê cejna pîroz; bi rayêkê li meqamê paye bilind, Serokkomarê hêja dikin ku di rêka vê azadîyê da çi kêmasî nekirîye û bi himet û pêdagirî û ruhekî mezin û hikmet û karîna xo, şîya evê azadîyê bo me destve bînît….

Ey birayê min ên Kurd! Bizanin şehîdên binemala Nehrî, ku di rêka vê azadîyê da xûna xo rijandine û hatine şehîdkirin û perên dîroka xo pê ava zêr nivîsîne, niha li me kêfxoştir û geştirin û niha cejna wan e. Belê cejna wan e, çuku zanîn ku xûna wan bi xorayî neçûye û gelê wan bi vê azadîya pîroz şad bûn. Evê jî bizanin ku rihê wan şehîdan niha li vê derê amade ne û bi yek dengî pîrozbahîya cejnê li hemû birayekî Kurd dikin û tewawî kesên binemala Nehrî bi mezin û piçûkên xo ve bi rûyekî sipî û serbilind tikayê li her Kurdekî dikin ku bo xatirê Xudê, dilêşîyên rabihûrî û kevin ku encama kiryarên dagîrkeran bûn, ji bîr bikin. Serdestîya tayifeyî û dijminatî û berjewendîyên maddî û manewî yên kesî taze nekin. Mezintî û piçûk bûnê, axatî û gedayîyê di nav xo da rakin û wek bira destê hev bigrin, bixûnin û yekgirtî û yekdil, canfida bin ji bo vê azadîyê ku paş hezar sal xebat û têkoşînê ketîye destê me, car ji dest nedin û payedar û bihêztir bikin.

Birayên min; hûn dizanin, gelek birayên me hene ku niha jî dîlbûna di bendên îstîbdad û dagîrkarîyê dinalin û bi çavên hesretê, çavrêyê himet û camêrîya we ne. Ji ber hindê jî nabît çi Kurdekî xudan şeref bi vê azadîya piçûk razî bit. Belkî li ser her Kurdekî xudanşeref ferz û pêdvî ye, rabihûrîya reş ji bîr biket û bi biratî û tebayî û bihêza xo ve li jêr sîwan, serwerî û sergêrîya Serokkomara me Qazî Mihemmed da amade bin, ewan birayên Kurdên dî yên ku vê gavê jî ji dîlbûna di bendên zorbêjî û dagîrkarîyê dinalin, rizgar bikin û xûna xo di vê rêkê da birêjin. Nabît em bêjin, em azadin, heta ku em Kurdistana mezin bi tîrêjên azadîyê ronahî nekin. Em ji binemala Nehrîyan her yek hazir û amade ne, bi rih û can û ser û malê xo ve, bi dilekî pak li vê rêkê da xizmet û fedakarîyê bikin.

Li dawîyê, ji Xudayê mezin û bêheval lavayî dikim ku Xudê bo xatirê meznatîya xo temenê rêber û Serokkomarê me Qazî Mihemedî dirêj û payedar biket, ku bikarît vê risaleta pîroz û mezin ku dest pê kirîye tewaw û berqerar biket û Kurdistana mezin azad biket. Û bi dengekî bilind em dikine hewar û dibêjin: Her bijî rêberê me; Serokkomarê Kurd Qazî Mihemmed û her bijî Kurd û Kurdistana mezin …”[11]

Damezirandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, ne bexişandina hêzên navneteweyî bû, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê Kurdistanê û têkoşîna wan a dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hacî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan encumena hikûmeta Komarê hate eşkerakirin:

“1-  Serokwezîr: Hacî Baba Şêx

2-  Wezîrê Berevanîyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî

3-  Wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî

4-  Wezîrê Aborîyê: Ehmed Îlahî

5-  Wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî

6-  Wezîrê Perwerdeyîyê: Menaf Kerîmî

7-  Wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî

8-  Wezîrê Bazirganîyê: Hecî Mistefa Dawûdî

9-  Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî

10-Wezîrê Çandinîyê: Mehmûd Welîzade

11-Wezîrê Avedanîyê: Îsmaîl Îlxanîzade

12-Wezîrê Tendurustîyê: Seyid Mihemed Eyubîyan

13-Wezîrê Şêwirmendîyê: Ebdurrehman Êlxanîzade

14-Wezîrê Dadwerîyê: Mele Huseyn Mecdî.”[12]

Roja ku li Meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê hate ragehandin, wê rojê li meydanê ne tenê Kurd her wiha Ecem, ermen, azerî û Cihû jî berhev bûbûn. Digel xelkê berhevbûyî, ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî serok û kadroyên sîyasî beşdarî merasimê bibûn. Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa bi xwe jî vexwendîyê vê merasimê bû, lê ji ber şertên neyênî nikarîbû beşdar bibe.

Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vê miletê bibînim ku îro bûye çar parçe. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê Kurd ez layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vê miletê bibim.”[13] Piştî ragehandina Komarê, di nav demeke kurt de sazîyên girîng hatin rêxistinkirin û bi taybetî ji alîyê weşan û çapemenîyê ve gavên girîng hatin avêtin

Berîya ku behsa xebatên kulturî, civakî û perwerdeyîya dema Komara Kurdistanê bikim, divê pêşîyê li ser cografya Komara Kurdistanê agadarîyeke girîng bînim bîra we. Wê demê tevahîyî cografya rojhelatê Kurdistanê, ne di bin otorîteya Komara Kurdistanê de bû. Bi taybetî di navbera Kurdistan û Azerbaycanê de problema herêm û bajarên nakok hebûn. Otorîteya Komara Kurdistanê tenê li ser 1/3yê (ji sisêyan yekê) erdê rojhelatê Kurdistanê hatibû pêkanîn. Bi giştî em dikarin bibêjin ku du astengên girîng li pêşîya berfirehbûna sînorên cografîk û serwerîya sîyasî ya Komarê hebûn: Ê yekemîn, nakokîyên sînor û cografîk ên navbera Kurdistan û Azerbaycanê bû; yê duyemîn jî, nakokî û berjewendîyên sîyasî yên navdewletî bûn. Mîsal; nûnerên Sovyetê nedixwestin cografya Komarê fireh bibe û bigîje sînorên xwe yên dîrokî. Digotin ji bo bidestxistina bajarên din ên Kurdistanê; “Hêrîşa we dê bibe sedem ku Amerîka û Îngiliz wan cîyan hemû dagir bikin û nefta Kirmanşahê biêxin destê xwe.”[14] Di nav rûpelên rojnameya Kurdistanê de jî, bi girîngî li ser cografya Kurdistanê hatîye rawestandin. Di rojnameya Kurdistanê de, bi sernivîsa “Dersî Yekemî Cografyayî Kurdistan[15]  nivîs jî hatine çapkirin.

  1. Xebatên Komelayetî û Perwerdeyî yên Komara Kurdistanê

Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek sazîyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji alîyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Ev cûre xebat û çalakîyên rewşenbîrî, di bernameya PDKê de jî weha hatine destnîşankirin: “Ji bo armanca pêşxistina dereceya xwendewarîyê û jîyana şaristanîyetê, dê gelek merkezên zanistî, kitêbxane, cîyên xwendinê, kulûb, tîyatro û meydanên sporan jî bêne avakirin.”[16] Zanîna me ya li ser van xebat û sazîyên kulturî-weşangerî/çapemenî-perwerdeyî pirr zêde nebe jî, di derbarê van cûre xebat û dezgehan de, bi kurtayî be jî li ber destê me hinek agadarî hene.

4.1. Çapxaneya Kurdistanê

Di meha Çirîya Paşîn (November) a sala 1945an de li Mehabadê çapxaneyek bi navê “Çapxaneya Kurdistanê” hate damezirandin. Li ser pirsa nivîskar û berpirsên rojnameyên Îranî yên bi navê Ferman, Îranê Ma û Rehber ku ji Pêşewa dipirsin û dibêjin “We ev kaxiz û çapxane ji ku anîne?” Ew dibêje: “Me çapxane û kaxiz li Tewrîzê kirrîne û hûn jî dikarin ew cîyê ku me jê kirrîye agadar bin.”[17] Di vê çapxaneyê de rojname, kovar, pirtûk û belgenameyên komarê dihatin çapkirin. Kovar û rojnameyên bi navê Kurdistan, Hawarî Nîştiman, Zanist[18], Gelawêj, Helale (navê gulek e)[19], Awatî (daxwaz), û Gir û Galî Mindalan di pêvajoya damezirandina komarê de hatine çapkirin û belavkirin. Pirtûkên helbestvan Hêmin û Hejar Mûkrîyanî jî di vê çapxaneyê de hatin çapkirin. Digel vana belgenameyên PDK, Komara Kurdistan û pirtûkên dersdanê jî bi zimanê kurdî di vê dezgehê de hatine çapkirin.

4.2. Rojnameya Kurdistanê

Yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, li gorî teqwîma rojê di 20/10/1325 (1946)an de û li gorî ya mîladî jî di 11/01/1946an de hatîye çapkirin û di bin navê rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev rojname “Belawkirewey Bîrî Hizrî Dîmokratî Kurdistan” e. Li alîyê rastê jî hatîye nivîsandin ku

Kurdistan le layen heyetî tehrîrîye derdeçî.” Û her du rojan carekî tête weşandin. Gerîndeyê giştî û sernivîskarê rojnameyê Seyid Mihemed Hemîdî bû. Di hejmara yekemîn a Kurdistanê de, ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernivîsa “Amancî Ême”, meqeleyek pêşekîyê hatîye belavkirin û di vê nivîsê de amanca derçûna rojnameyê weha hatîye ragehandin:

“Di vê katê (demê) de xaka Kurdistanê ji hemû wextekî zêdetir pêwistî bi fedekarîyên gewre ye. Li vê demê ku hemû neteweyên heyî ji bo ragirtin, vedestanîna serbestî û azadîya xwe, ji bo bidestxistina wesîleyên pêşkevtina hevnîştimanên xwe diteqilînin.

Di vê wextê da ku hemû neteweyên dinyayê ji xeyrî serbestî û gewrebûna welat amancekî wan nîye, bi şev û roj ji bo geyîştina vê amancê hewl didin. Em xerîkî çi ne û amanca me çi ye?

Lawan û gencanî Kurdistan li komelekê kombûn, destê birayetî û yekîtîyê dan destê yekûdin, bi xebata wan ta ku Hîzbî Demokratî Kurdistan bi wicud hîna û her ber helest û xanîyek me çêbû li nav Kurdistanê da ku me hemû li nav xwe hilgirt. Hizbî Dîmokrat di maweyek (demek) kin de tiwanî leqê xwe li tewawî şarekanî Kurdistana Îranê bikatewe.

Hevnîştimanên me bi çavêk temaşe dikin û em hemû ji bo miletê kar dikin û bi zimanê şîrîn ê kurdî dixwînin. Exlaqê me yê xerab guherîye bi exlaqê çak (baş).

Di dilê me de xwedîyê çapxane û neşrîyat bûyin tunebû; ev e me bi yarmetîya Xwedê Kurdistan danî û jimara pêşî belav kir. Ev nameya ku ji layê Hîzba Dîmokrata Kurdistanê ve belav dibe, divê bibe qeleyekî asinî ji bo pêkanîna yekîtî û birayetî….”[20]

Bi giştî û kurtayî behsa naveroka rojnameya Kurdistanê bête kirin: Ev rojname li ser hev 92 hejmar hatine çapkirin, di nava rûpel û hejmarên rojnameya Kurdistanê de bi giştî; li ser dîrokê ku bi rêzenivîsa “Kurd ji destpêka dîrokê ta sala 1920an-30” û di bareyê Şoreşa Agirîyê de rêzenivîsa bi navê “Bi serhatî Ararat-25” bi tercûmeya Seyid Mihemed Hemîdî hatine belavkirin, li ser şexsîyetên namdar ên Kurd, bi taybetî jî nivîsên li ser zimanê kurdî û rastnivisîna wî, li ser cografya Kurdistanê, tercûmeyên nivîsên ji zimanên bîyanî, li ser rewşa sîyasîya Kurdan û parçebûna Kurdistanê, girîngî û pêdivîya serxwebûna Kurdistanê hatîye rawestandin. Nûçe û dengûbasê hundir û derve, agadarî, biryar, guherînên qanûnî û dengûbasê Radyoya Kurdistanê jî di rojnameyê de hatine belavkirin.

Di rûpela pêşî ya rojnameyê de, sê sernivîs hatine lêkirin: “Amancî Ême”, “Giftûgoyî Cenabî Qazî Mihemed” û “Be Boneyî Şêst û Şeşemîn Salî le Dayikbûnî Generalî Semus Stalîn”.[21] Di rûpela dido ya vê hejmarê de jî bi sernivîsa “Hilkirdinî alayî miqedesî Kurdistan le şarî Bokan.” nivîsek dirêj hatîye belavkirin. Di hejmara 3an de, li rûpelê yekê sernivîsek bi navê “Le ber çi Kurd Qîyamî Kird?” û di heman rûpelê de sernivîsek din jî bi navê “Silav le te Ey Kurdistana Mezin” hatîye nivîsandin.

Di hejmara sisê û ji wê şûn ve, di bin sernivîsa “Kurdên be Nawûbang[22] û “Zanayanî Kurd”[23] de, li ser gelek Kurdên rewşenbîr û navdar hatîye nivîsandin. Mînak: Mela Elî Qizilcî (h.3), Mela Camî, İbn Elhacib (h. 6), Siltan Sehaq (h. 7), Elî Termûkî (h. 8).

Baba Tahir (h. 9), Mele Ebdulahê Pîrebab (h. 11), Şêx Marûfê Nodî (h. 12), Şêx Baba Seîd (h.15), Mela Husên İbn Osman (h. 16), Mela Hedrî Nalî (h. 17), Mewlana Xalidê Kurdî Şarezûrî (h. 21). Di nav rûpelên rojnameyê de, ji edebîyata bîyanî jî werger hatine kirin. Mînak; çîroka “Kelawsûr”, ji alîyê Mihemed Mecidî ve ji zimanê fransizî hatîye wergerandin.

Di hejmara 8an de, lîste û rêjeya alîkarîya xelkê ji bo dezgehên Komara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 10an de, raportên li ser cejnên ragehandina Komarê di jêr navê, “Cejna Serbixweyî û Îstiqlala Kurdistanê” û naveroka peyam û axavtinên kesayetîyên Kurdistanê hatine belavkirin. Ev babete li jêr sernivîsa; “Istêra Xoşbextîya Kurdan Çirisî” hatîye nivîsîn. Di hejmara 14ê de, “Sirûda Millî ya Kurdistanê” hatîye belavkirin ku nivîskarê wê “Hejar” e. Rojnameya Kurdistanê, ji ber ku hem organa PDKê bû û hem jî organa nîvfermî ya Komarê bû, di nav rûpelên wê de gelek nivîsên cûr bi cûr ên derbarê jîyana civakî, rêvebirî, sîyasî û bajarvanî hatine belavkirin. Di hejmara 22 yê rojnameyê de, meqeleyek ji alîyê Seyid Mihemed Hemîdî ve bi sernavê “Şarewanî[24] hatîye belvkirin. Hejmara 25an, bi sernivîsa “Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan” hatîye çapkirin û herweha rêzenivîsa “Cejnî Serbixweyî û Nasandinî Pêşewayî Kurdistan”, hatîye domandin. Hejmara 27an, hefteyek piştî hejmara pêşîya wê hatîye çapkirin. Ev hejmar, bi meqeleya Haşim Xelîlzade ya bi sernivîsa “Cejnî Newroz li Mehabad[25] hatîye çapkirin. Di hejmara 29an de ku roja 30ê Adara 1946an hatîye belavkirin, meqeleyek bi navê “Ey dinya bizane ku Kurd serxwebûnê dixwazin” hatîye belavkirin. Di hejmara 30an de, şair Hêmin, bi sernivîsa “Dayikî Nîştiman û Hêmin[26] nivîsandîye. Di rûpela yekê ya hejmara 31an de, ji alîyê Haşîm Xelîlzade ve bi sernivîsa “Kurd û Radyoyî Turkîya”[27] de, bersiva rojnamevanê Tirk Falih Rıfkı Atay hatîye dayin ku wî li ser hatina Barzanî ji bo Azerbaycanê û damezirandina dewleta Kurd nivisandibû. Di hejmara 38an de, bi sernivîsa  “Serhatîyên Araratê”, rêzenivîsek li ser Tevgera Neteweyî ya Agirîyê hatîye belavkirin. Di hejmara 55an de, meqeleyek dirêj hatîye belavkirin bi sernivîsa “Heft Sed Sale Kurd bo Serbixweyî Gîyanbazî Deka.” Di rûpela pêşî ya hejmara 85an de, meqeleyek balkêş a ku rewşa demokrasîya Kurdistanê bide zanîn, bi sernivîsa “Demokrasî çi ye? Demokrasî li Kurdistana azad da çawa ye?” hatîye belavkirin. Di hejmara 92an de li ser Qedrî Cemîl Paşa nivîsek bi sernivîsa “Qedrî Beg Cemîl Paşa: Peyawekî nîştimanperwerî Kurd” hatîye nivîsandin…

4.3. Hawarî Nîştiman

Li bergê pêşî û jorê navê Hawarî Nîştiman hatîye nivîsandin ku “Organî Yekîtî Ciwananî Dîmokratî Kurdistan” e. Li jêrê navê Hawarî Nîştiman hatîye nivîsandin ku “Le layen heyetî nûseran we derdekewî.”[28] Li alîyê çep ê navê rojnameyê jî bi tîpên gewre ev nivîs hatîye lêkirin: “Milletî Kurd îmanî beramberî pêşewayî xoy heye, boye çekî helgirtuwe û daynanî heta heqî xoy nestînî!”[29] Cîyê çapkirin û midur mesûlê rojnameyê weha hatîye dîyarkirin: “Adres: Mehabad; Rojnameyî Hawarî Nîştiman, Çapxaneyî Kurdistan. Midurê mesûl: Sidîq Encîrî Azer.”[30] Ev rojname du rûpel e, li ser hev pênc hejmar hatine çapkirin. Di rûpela pêşî ya hejmara yekemîn de du nivîsên bi navê “Axayî Qewam ElSiltane” û “Şehametî Eşaîrî Welatî Kurdewarî” hatine weşandin. Hejmara dido ya rojnameyê; di 19ê Meya 1946an de hatîye çapkirin. Hejmara sisê ya rojnameyê, di 30yê Gulana 1946an de çap bûye. Hejmara çaran a rojnameyê; 17yê Cewzerdana 1325an de hatîye çapkirin û li ser bergê pêşî yê rojnameyê, bi puntoyên mezin li ser mirina Kalînîn weha hatîye gotin:

“Tewawî azadîxwanî Kurd mergî refîq Kalînîn be karkeran, zehmetkêşan, rênçberanî dinyayê, mexsûsa be malî rişîdî Rusyeyî sosyalîstî temilîn delîn…” û herweha meqeleyek bi navê “Kalînîn Mird…!!” hatîye nivîsandin. Hejmara pêncan jî, di roja 2yê Pûşbera 1325an de hatîye çapkirin.

4.4. Zanist

Midurê mesûl û xwedîyê îmtîyaz ê kovarê Dilşad Resulî bû. “Kovara Zanist, ji mangê carekî tête çapkirin. Em ji nûserên berêz ên Kurdistanê tika dikin ku meqaleyên edebî, zanistî û komelayetî ji bo me rêkin.”[31] Em nizanin ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin.

4.5. Heyetî Ferhengî Kurdistan

Li gor nivîsandina hejmara yekê ya rojnameya Kurdistanê, Heyeta Ferhengî Kurdistan di roja 12/10/1946an de kombûnek pêk anîye, di vê kombûnê de ji bo dibistanên wek “Gelawêj”, amadekirina kitêban, piştgirîkirina zarokên bêkes û xwendina wan hinek biryar têne girtin:

“1- Hazirî bête kirin ku şevane li dibistanan bi zimanê kurdî xwendin dest pê bike, 2- Hatîye pesendkirin ku nivisîna navê hemû îdare, mekteb û ticaretxaneyan biguhere, bi kurdî bête nivîsandin. 3- Hatîye pesendkirin, ew mindalên ku di van dibistanan de bixwînin divê temenê wan şeş ta çardeh salî be. 4- Ji bo destnîşankirina lîbasên mindalan, biryara pêkanîna kombûnek din tête pesendkirin.”[32]

4.6. Perwerdeyî û damezirandin dibistanan

Di roja ragehandina Komarê de kurdî, wek zimanê fermî yê Komarê hatîye qebûlkirin. Ji xwe di benda sêzdeh a bernameya PDKê de jî hatîye destnîşankirin ku “Ji bo armanca pêşvebirina ilm û şaristanîyetê di nav xelkê Kurdistanê de, dê xwendina destpêkî û navînî bibe mecbûrî û di temamê dibistanan de hewceye xwendin bi zimanê kurdî be.”[33] Mîne Xanima hevsera Pêşewa dibêje: “Qazî Mihemed pir qîmet dida xwendin û perwerdeyî. Piştî îlankirina komarê di demekî kurt de ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî, bi serkêşîya Qazî Mihemed kampanya (helmet) hatin destpêkirin, pirtûk û kovarên kurdî hatin çapkirin, bi hinek çalakîyên civakî pere hatin berhevkirin, Sînemaya Kurdistanê[34] hatîye damezirandin ku bi qezenca wê zarokên feqîr didan xwendinê. Ji bo pêşxistina perwerdeyî du-sê caran mitîng hatin sazkirin.”[35] 22 Ji bo pêşxistina zimanê kurdî, hewldanên pakkirin û standardkirina zimanê kurdî hatine kirin û di vî warî de biryarên girîng hatine girtin. Mînak; li hemberê peyvên leşkerî yên erbî û farisî, biryara bikaranîna peyvê resen ên kurdî hatîye girtin û ev biryar di rojnameyê de hatîye belavkirin.[36]

Di hinek cîyan de dibistanên keçane, lawane û ji bo pêşxistina xwendinê dibistanên şevane jî hatin duristkirin. “Di bajarên Şino, Bokan û Mehabadê de dibistanên nû hatin çêkirin. Wê demê meleyên mizgeftan jî di niwêjên înê de, di xutbeyên xwe de nutqên li ser pêdivî û girîngîya zimanê kurdî dane.”[37] Herweha “Li bajarê Şino danîna medreseya keçan”[38] û li Mehabadê “Damezirandina Kitêbxaneya Mîllî[39] jî, pêngavek pirr girîng bû.[40] Di rojnameya Kurdistanê de, behsa avakirina “Medreseya Gelawêjê” û “Medreseya Kurdistanê” hatîye kirin ku li wê derê zarok bi şev û roj dersên kurdî dixwînin. Berdewamî di rûpelên rojnameya Kurdistanê de li ser girîngî û pêdivîya xwendina bi zimanê kurdî hatîye rawestandin, nivîs hatine belavkirin û bangewazî hatine kirin. Li ser vê babetê, di hejmara 60an de jî meqeleyek dirêj bi sernivîsa “Millet û Xwendin” hatîye çapkirin. Li gor agadarîya Q. Cemîl Paşa: Wê demê li Mehabadê nêzîkê hezar xwendekarên dibistanan hebûn û di bin alaya rengîn a Kurdistanê de bi zimanê kurdî perwerde dibûn.[41]

4.7. Yekîtîya Jinên Kurd

Di vê demê de rêxistinên civakî yên ku hatine damezirandin, yek ji wan û belkî jî ya herî girîng “Yekîtîya Jinên Kurd” e. Hevsera Qazî Mihemed Mîne Xanim, Seroka Yekîtîya Jinên Kurd bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan; hînkirina xwendin û nivîsandinê, tevlîbûna jîyana sîyasî û civakî, perwerdeyîya zarokan û wd. rêxistina jinan hate damezirandin di çarçoveya benda 21. a destûrtnameya PDKê de ku dibêje; “Jin jî wek mêran di hemû warên sîyasî, civakî û şaristanî de xwedî maf in.”[42] Mîne Xanima hevjîna Qazî Mihemed dibêje: “Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî çalakîyên civakî û sîyasî bibin. Jinên Kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.”[43] Di dema hikûmeta Komara Kurdistanê de, adetên wekî sitandina qelenê, mehrkirina keçên zarok û berdêla jinan hatine qedexekirin.

Ji bo jinan dibistanên rojane û şevane hatin vekirin. Di van dibistanan de xwendin û nivîsandin fêrê jinan û keçan dikirin. Di her herêmê de bi jinan re kombûn çêdibûn, di van kombûnan de pirsgirêkên jinan dihatin guhdarkirin û paşê ji teşkîlatên partîyê re dihatin pêşkêşkirin ji bo çareserîyê.

Li vê derê bîrxistinek ji hevdîtina Mîne Xanim û Qazî Mihemed, helwest û nêrîna wî ya li ser vê babetê hîn bi zelalî dîyar dike: “Ez rojekî digel Mam Ebdulla li ber Hemamê li benda hatina Qazî bûm ku cilên paqiş bidime wî. Dema hatinê, çawa ku min ew dît, ez giryam. Ew zivirî ji min re got: Tu ji ber çi digirî… Divê jinên Kurdan negirîn. Ez baş dizanim ku wê min darve bikin, divê tu jî vana bizanî… ji ber vê yekê girîna te, ne li gorî xweragirtina jina Kurd e.”[44]

4.8. Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan

Rêvebirên Komara Kurdistanê û PDKê pirr girîngî dane rêxistinkirina ciwan û lawanê Kurdistanê. Ji bo vê armancê, rêxistina lawan hatîye damezirandin û bi navê Ciwan jî kovarek hatîye weşandin. Mînak; di hejmara 67an a Kurdistanê de meqaleyek Mihemed Mehmûd bi sernivîsa “Cewanan û Wacibyatî Nîştimanperwerî” hatîye belavkirin. Di hejmara 76an de bi minasebeta damezirandina Yekîtîya Ciwananî Demoqratî Kurdistan, belavokek dirêj bi sernivîsa “Ey Ciwanan!” hatîye çapkirin.[45]

4.9. Radyoya Kurdistan

Di dema Komara Kurdistanê de amûrekî din ê weşan û çapemenîyê jî radyoya Kurdistanê bû. Weşana radyoyê, di 10 Banemerî 1325 (1946)an de dest pê kirîye. Cîhazên vê radyoyê ji Sovyetê hatibûn kirrîn. Damezirandina radyoyê di hejmara 43yê rojnameya Kurdistanê de, bi sernivîsa “Kurdistan Qisan Deka” hatîye belavkirin û di nivîsê de dibêje: “Roja sêşema 10 Banemerî 1325an Îstasyona radyoya Mehabada paytexta Hikûmeta Mîllî ya Kurdistanê digel 5 destkabayneda ku ji vana; 1- Di hewşa xanîyê Partîya Demokrat, 2- Pêşmergexane, 3- Rûbirûyê şarewanî, 4- li rûbirûyê xanîyê hezretî Pêşewa, 5- Rûbirîyê mizgefta Ebas Axa hatine danîn.”[46] Bi rêya weşana vê radyoyê dengê Komara Kurdistan digihîşt millet û welatên dinyayê.

4.10. Tîyatroya Dayika Nîştiman 

Dayika Nîştiman, di sala 1945an de ji alîyê komeleya Je-Kafê ve hatibû pêkanîn. Xebatên vê komê, di dema ragehandina Komarê de jî berdewam dikin. Ev tîyatroya hanê, di hemû navçeyên azadkirîyên Kurdistanê de, ji bal komên xelkê ve bi germî pêşwazî lê hate kirin.[47]

  1. Rûxandina Komara Kurdistanê

Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê bîr û îradeya neteweyî ya miletê Kurdistanê bû û di dîroka hevdem a neteweya Kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nêzîkê 11 meh li ser pîyan ma.

Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka Kurd de li şûna têkilîyên civakî-sîyasî, serdestbûna têkilîyên eşîrî; di tevayê bajar û cografyaya Kurdistana Rojhelat de nerêxistinbûna PDKê û hikûmetê; têkilîyên hinek serokeşîran bi dewleta merkezî ya Îranê re ku hêza artêşa neteweyî ya komarê ji wan pêkhatibû, sedemên herî girîng ê navxweyî ne. Paşvekişana Yekîtîya Sovyetê û piştgirînedana bo Komara Azerbaycan û Kurdistanê, îtiraza Brîtanya û DYA ji bo damezirandina Komara Demokratîk a Azerbaycan û Komara Kurdistanê û bi awayekî aktîf piştgirîdana hikûmeta merkezî ya Îranê, berxwenedana Komara Azerbaycanê jî, sedemên girîng ên derveyî ne.

Li vê derê wek welatek sosyalîst bi taybetî divê polîtîka YSê bête dîyarkirin. Em dikarin bibêjin ku ji ber pêdivîya polîtîkaya derveyî nebe, ji destpêka salên 1920an şûn ve piştgirî ji bo têkoşîna rizgarîya neteweyî û şoreşgerî nehatîye dayin. Bi rastî di meseleya neteweyî ya Kurd de, polîtîkaya YSê, li gorî berjewendîyên wan ên li Rojhelata Navîn û têkilîyên wan ên bi Brîtanya, DYA û dewletên herêmê ve girêdayî bû. Ji ber vê yekê, Mesûd Barzanî nirixandinek balkêş dike û dibêje: “Fikra pêkanîna Komara Kurd li Mehabadê, belkî jî parçeyekî polîtîkaya Yekîtîya Sovyetê bû li ser Îranê.”[48]

Rêberîya Yekîtîya Sovyetê, bi taybetî nedixwest meseleya neteweyî ya Azarbaycan û Kurdistanê û bi giştî jî meseleya neteweyî ya di nav Îranê de, di çarçoveya mafê dîyarkirina çarenûsîya xwe de bîne rojevê û jê re çareserîyekê pêşkêş bike. Dewleta Sovyetê ji ber berjewendîyên xwe yên neteweyî û navneteweyî, ji alîyê sîyasî, rêbaz û teorîyê ve paş ve kişîya. Piştgirî nedida tevgera rizgarî ya neteweyî, berovajî wê gelek caran jî tengasî û astengîyên bi hêz derxistin pêşberî xebata tevgera rizgarîya neteweyî.  Stalîn di nameya xwe ya bo Pîşewerî de li ser qirîza (buhran) navxweyî ya Îranê, sîyaseta wê demê ya Yekîtîya Sovyetê derbarê Îranê de weha dîyar dike:

“Li Îranê qeyrana (qirîza) giştî ya şoreşgêrane û helûmercên weha nîn e, ku hûn bikin taktîkên salên 1905 û 1917an yê Lenîn. Îran ligel dujminên derve di haletê şer da nîn e ku sernekevtina wê bibête hoyê lawazbûna kevneperestî û qulbûna qirîzê”….

Taktîka me di vê navberê da divê çi be? Ez weha bîr pê dikime ku divê em li têkhelçûnê da kar wergirin ji bo ew ê ku Qewam paşegize (fêlbazî) nekit, divê piştevanî li Qewam bête kirin ta ku layengirên (alîgirên) Îngiliz belav bikin û bi vê terzê hindek pêge bo demokratîzekirina Îranê pêk bîne.”[49]

“Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem û vegerandina leşkerên Rusî û Îngilîzî ji bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.”[50] Ji bona ji nû ve dagirkirina Kurdistan û Azerbaycanê. Rêvebir û hêzên leşkerî yên Komara Azerbaycanê li ber xwe nedan û di demeke kurt de hêzên leşkerî yên Îranê ketin Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Azerbaycanê, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bûn, rewşa nû hate nirixandin, ji bo parastina Komara Kurdistanê, pêşîyê biryara berxwedan û şerkirina li hemberê hêzên Îranê hate girtin, lêbelê paşê ew biryar hate guhartin, di dawîya gengeşîyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.

Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzanîyan hatin Mehabadê ji bo hevdîtina bi Pêşewa Qazî Mihemed re. Qazî Mihemedî, biryara qabîneyê ji Serokerkan Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftûgoyan, General Barzanî pêşnîyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:

“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mehabadê hîç sûd ji we re û ji gelê Kurd re nayîne. Tu remzê vî miletê yî û pêdivîya wê bi te heye û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe. Ez li ser bext û şerefê ehd dikim ku ji bo parastina we, ez amade me xwe û hemû hevalên li nik xwe feda bikim. Qet bawerî bi gotinên dewleta Îranê neke. Yekemîn Reîsê Cimhurê Kurd bi dîlî bikeve destê dijminan, ev ji me re pirr giran e.”[51]

Di êvara vê rojê de, hevdîtina dawî ya Barzanî û Qazî Mihemed çêdibe û Pêşewa, ji bo dilovanî û qedirzanîya General M. Barzanî sipasên xwe pêşkêş dike û vedigere ji serokerkanê artêşa Komara Kurdistanê M. Barzanî re dibêje:

“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayîya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û  bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestîye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”[52]

Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ew ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:

“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[53]

Piştî vê hevdîtina dawî ya Barzanî û Qazî Mihemed, roja dinê Barzanîyan ji alîyê Nexede û Şinoyê ve ber bi tixûbê Iraqê hereket kirin. Xelkê siwîl bi tevî Şêx Ehmed derbasê nav sînorên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin. Di 19ê meha gulana sala 1947an de, bi tevî 506 hevalên xwe ve, berê xwe dan ber bi sînorên Yekîtîya Sovyetê. Di vê rêwîtîya dirêj a dîrokî de; sînorên sê dewletan (Iraq, Îran û Tirkîyê) bihûrîn û di 18ê hezîrana 1947an de gehiştin ber derîyê sînorên Yekîtîya Sovyetê. M. Barzanî serûwena wê rêwîtî û meşa dirêj weha dihêne ziman:

“Em hatin neçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtîya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leşkerên Îranê rizgar bikin. Em pêşî çûn nav erdê Tirkîyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meşa xwe ya heta ser Robarê Arasê de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji holê rakin; lê piştî şerekî giran û xwînî em gihîştin ser sinorê Yekîtîya Sovyetê.”[54]

Di vê meş û rêwîtîya dirêj de, ji nav sînorên sîyasî yên sê dewletan re, bi dehan gund û navçeyên sê parçeyên Kurdistanê re derbas bûn. M. Barzanî, di dema vê rêwîtîyê de helwest û xweragirtina miletê Kurd li hemberî tevgera wan weha dihêne ziman:

Miletê Kurd şiûr, hest û îxlasa nehênî ya xwe bi eşkereyî nîşan dan ku wan deman gundî, serok û welatperwerên Kurd  bi coşekî pirr mezin, bi dilsozî, biratî û evîndarîyê pêşwazîya me dikirin û em bi rê dikirin. Hêsirên jin û zarokên Kurd di dema birêketina me de, bi eşkerayî dilsozî û evîndarîya Kurdan ji bona me dida zanîn. Di nav wan hemû rêyên bêkeys ê nexweş ên çîyayên me de ku em di nav re derbas dibûn; miletê Kurd bê ku guh bide tirs, zilm û tawankarîya dijmin, bi hezaran gundî, serok, mezin û welatperweran bi xwe, bi mal û zarokên xwe, bi tevî xwarin û vexwarinê, bi cil û bergan dihatin cem me, tiştê ku ji destê wan dihat ji me re dikirin. Paşê jî wan silavên miletê Kurd digihandin me û bi dengekî pirr bilind gazî dikirin û digotin “bi selametî biçin!”[55]

Ji çûyina Barzanîyan şûn ve, di 21ê meha diwanzdeh (december) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.

Mehkemekirina Qazîyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafîyetek û lawazîyek nîşan nedaye û serê xwe netewandîya, bêtirs û bi serbilindî parastina gelê Kurdistanê kirîye.

Kîyomers, di derbarê helwest û mehkemekirina Qazî Mihemed û rêberên Kurd de weha dibêje:

“Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên Kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête guhê min, dema digot: “Xwedê heqê mezlûman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê min in û di guhê min de ne.”

Çavkanî: Komara Kurdistan û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Sîtav, Wan, 2019

[1] Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan, Kurdistan, h.: 25, r. 1, Marsa 1946an

[2] Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan, Kurdistan, h.: 25, r. 1, Marsa 1946an

[3] Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan, Kurdistan, h.: 25, r. 1, Marsa 1946an

[4] Hezretî Qazî Mihemed Pêşewayî Kurdistan, Kurdistan, h.: 25, r. 4, Marsa 1946an

[5] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 33, Weşanên. Doz, 2006, Stenbol.

[6] Mesud Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 175

[7] Rojnameya Kurdistan, Mehabad 1324-1325ê Hetawî (1946), Dezgeyî Çap û Belawkirdineweyî Aras, Hewlêr, 2007, r. 302

[8] Kakşar Oremar, Rojnama Kurdistan, h.: 10 (15.11.1324) Beranberî, 04. 02. 1946

[9] Kurdistan, h. :10, r. 1-4, ê Fîvrîye (Rêbendana) 1946

[10] Kurdistan, h. :10, r. 1-4, ê Fîvrîye (Rêbendana) 1946

[11] Kurdistan, h.: 13, r. 4,13/02/1946

[12] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 65, weş. Doz, 2006 Stenbol

[13] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Press re, 1987

[14] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 86. weş. Doz, 2006 Stenbol

[15] Kurdistan, h.: 93, Mehabad, 11ê Rezberî 1325 (02/11/1946)

[16] Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mehabad), r. 74, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

[17] Kurdistan, h.:1, r. 4, Mehabad,11ê Janîve (Rêbendan) 1946 (11/01/1946)

[18] Kurdistan, h.: 61, r. 2, 13yê Janîve (Rêbendan) 1946

[19] Kurdistan, h.: 48, r. 3, 18 Gulana 1946

[20] Kurdistan, h.:1, r. 1, Mehabad, 11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[21] Kurdistan, h.:1, Mehabad,11ê Janîve 1946 (11/01/ 1946)

[22] Kurdistan, h.:3, r. 2, 15yê Janîve (Rêbendan/ Çirîya Paşîn) 1946

[23] Kurdistan, h.: 5, r. 2, 20ê Janîve (Çirîya Paşîn) 1946

[24] Kurdistan, h.: 22, 4ê Marsî 1946

[25] Kurdistan, h.: 27, r. 1, 25ê Marsî 1946

[26] Kurdistan, h.: 30, r. 2, 1 Avrêla 1946an

[27] Kurdistan, Kurd û radyoyî Turkîya, h.: 31, r. 1, 3yê Avrêl 1946 

[28] Hawarî Nîştiman, h.: 1, 9ê Meya 1946

[29] Hawarî Nîştiman, h.: 1, 9ê Meya 1946

[30] Hawarî Nîştiman, h.: 2, r. 2, 19ê Meya 1946

[31] Kurdistan, h.: 61, 22yê Jevîn 1946

[32] Kurdistan, h.: 1, r. 2-4, 11ê Janîve 1946 (11/01/1946)

[33]  Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mehabad), r. 74, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

[34] Kurdistan, h.: 12, r. 3, 9ê Fevrîye 1946

[35] Mîne Xanim, Kurdistan Press, h.: 10, 10 Berfbarîna Paşî,1987

[36] Kurdistan, Mawey wuşeyî pêşmergeyî ke gurandirawe, h.: 23, r. 4, 6ê Marsî 1946

[37] Borhaneddin A. Yasin, Tasavvur mu Gerçek mi? Mahabad Kürt Cumhurîyeti Büyük Güçlerin Politikasında Kürtler (1941-1947), Avesta Yayınları, İstanbul, 2014, r.180

[38] Kurdistan, h.: 24, r. 4, 13ê Adara 1946

[39] Kurdistan, h.: 25, r. 4, 17ê Adara 1946

[40] Kurdistan, h.: 25, Mehabad, 17yê Adara 1946

[41] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Özge Yayınları, 1991, r. 173

[42] Mîrza Menaf Kerîm, Bîranînên Min, Weşanên Jîna Nû, 1987

[43] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Pressê re, no: 10, 1987

[44] Mîne Xanim, hevpeyvîna bi Kurdistan Pressê re, no: 10, 1987

[45] Abdulqadir Ahmed, Ey Ciwanan!, Kurdistan, h.: 76, 22yê Gelawêj 1325

[46] Kurdistan, h.: 43, r. 1, Mehabad, 3yê Meya 1946

[47] Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mehabad), r. 61, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1986

[48] Mesud Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 190

[49] Kovara War,  h.: 15 (ji Nivîsara Amîr Hasanpor), r. 72, Nameya Stalîn bo Pîşewerî, 8ê Gulana 1946

[50] Mahname, h.: 66

[51] Mesud Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 197

[52] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 103 weş. Doz, 2006 Stenbol

[53]  Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 104 weş. Doz, 2006 Stenbol

[54] M. Barzanî, Ji bo Generalê Yekîtîya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 18ê Hezîrana 1947

[55] Axaftina Barzanî li Bako di Konferansa wênerên Kurdistana Îran û Iraqê de (19.01.1948), Kovara War, h.:12,  2002, r. 47