Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê bîr û îradeya neteweyî ya miletê Kurdistanê bû û di dîroka hevdem a neteweya Kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nêzîkê 11 meh li ser pîyan ma. Li ser rûxandina Komara Kurdistanê 74 sal derbas bûn.

Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka Kurd de li şûna têkilîyên civakî-sîyasî, serdestbûna têkilîyên eşîrî; di tevayê bajar û cografyaya Kurdistana Rojhelat de nerêxistinbûna PDKê û hikûmetê; têkilîyên hinek serokeşîran bi dewleta merkezî ya Îranê re ku hêza artêşa neteweyî ya komarê ji wan pêkhatibû, sedemên herî girîng ê navxweyî ne. Paşvekişana Yekîtîya Sovyetê û piştgirînedana bo Komara Azerbaycan û Kurdistanê, îtiraza Brîtanya û DYA ji bo damezirandina Komara Demokratîk a Azerbaycan û Komara Kurdistanê û bi awayekî aktîf piştgirîdana hikûmeta merkezî ya Îranê, berxwenedana Komara Azerbaycanê jî, sedemên girîng ên derveyî ne.

Li vê derê wek welatek sosyalîst bi taybetî divê polîtîka YSê bête dîyarkirin. Em dikarin bibêjin ku ji ber pêdivîya polîtîkaya derveyî nebe, ji destpêka salên 1920an şûn ve piştgirî ji bo têkoşîna rizgarîya neteweyî û şoreşgerî nehatîye dayin. Bi rastî di meseleya neteweyî ya Kurd de, polîtîkaya YSê, li gorî berjewendîyên wan ên li Rojhelata Navîn û têkilîyên wan ên bi Brîtanya, DYA û dewletên herêmê ve girêdayî bû. Ji ber vê yekê, Mesûd Barzanî nirixandinek balkêş dike û dibêje: “Fikra pêkanîna Komara Kurd li Mehabadê, belkî jî parçeyekî polîtîkaya Yekîtîya Sovyetê bû li ser Îranê.”[1]

Rêberîya Yekîtîya Sovyetê, bi taybetî nedixwest meseleya neteweyî ya Azarbaycan û Kurdistanê û bi giştî jî meseleya neteweyî ya di nav Îranê de, di çarçoveya mafê dîyarkirina çarenûsîya xwe de bîne rojevê û jê re çareserîyekê pêşkêş bike. Dewleta Sovyetê ji ber berjewendîyên xwe yên neteweyî û navneteweyî, ji alîyê sîyasî, rêbaz û teorîyê ve paş ve kişîya. Piştgirî nedida tevgera rizgarî ya neteweyî, berovajî wê gelek caran jî tengasî û astengîyên bi hêz derxistin pêşberî xebata tevgera rizgarîya neteweyî.  Stalîn di nameya xwe ya bo Pîşewerî de li ser qirîza (buhran) navxweyî ya Îranê, sîyaseta wê demê ya Yekîtîya Sovyetê derbarê Îranê de weha dîyar dike:

“Li Îranê qeyrana (qirîza) giştî ya şoreşgêrane û helûmercên weha nîn e, ku hûn bikin taktîkên salên 1905 û 1917an yê Lenîn. Îran ligel dujminên derve di haletê şer da nîn e ku sernekevtina wê bibête hoyê lawazbûna kevneperestî û qulbûna qirîzê”….

Taktîka me di vê navberê da divê çi be? Ez weha bîr pê dikime ku divê em li têkhelçûnê da kar wergirin ji bo ew ê ku Qewam paşegize (fêlbazî) nekit, divê piştevanî li Qewam bête kirin ta ku layengirên (alîgirên) Îngiliz belav bikin û bi vê terzê hindek pêge bo demokratîzekirina Îranê pêk bîne.”[2]

“Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem û vegerandina leşkerên Rusî û Îngilîzî ji bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.”[3] Ji bona ji nû ve dagirkirina Kurdistan û Azerbaycanê. Rêvebir û hêzên leşkerî yên Komara Azerbaycanê li ber xwe nedan û di demeke kurt de hêzên leşkerî yên Îranê ketin Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Azerbaycanê, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bûn, rewşa nû hate nirixandin, ji bo parastina Komara Kurdistanê, pêşîyê biryara berxwedan û şerkirina li hemberê hêzên Îranê hate girtin, lêbelê paşê ew biryar hate guhartin, di dawîya gengeşîyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.

Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzanîyan hatin Mehabadê ji bo hevdîtina bi Pêşewa Qazî Mihemed re. Qazî Mihemedî, biryara qabîneyê ji Serokerkan Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftûgoyan, General Barzanî pêşnîyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:

General Mistefa Barzanî (Serokerkanê Komara Kurdistanê)

“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mehabadê hîç sûd ji we re û ji gelê Kurd re nayîne. Tu remzê vî miletê yî û pêdivîya wê bi te heye û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe. Ez li ser bext û şerefê ehd dikim ku ji bo parastina we, ez amade me xwe û hemû hevalên li nik xwe feda bikim. Qet bawerî bi gotinên dewleta Îranê neke. Yekemîn Reîsê Cimhurê Kurd bi dîlî bikeve destê dijminan, ev ji me re pirr giran e.”[4]

Di êvara vê rojê de, hevdîtina dawî ya Barzanî û Qazî Mihemed çêdibe û Pêşewa, ji bo dilovanî û qedirzanîya General M. Barzanî sipasên xwe pêşkêş dike û vedigere ji serokerkanê artêşa Komara Kurdistanê M. Barzanî re dibêje:

“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayîya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û  bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestîye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.”[5]

Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ew ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:

“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[6]

Piştî vê hevdîtina dawî ya Barzanî û Qazî Mihemed, roja dinê Barzanîyan ji alîyê Nexede û Şinoyê ve ber bi tixûbê Iraqê hereket kirin. Xelkê siwîl bi tevî Şêx Ehmed derbasê nav sînorên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin. Di 19ê meha gulana sala 1947an de, bi tevî 506 hevalên xwe ve, berê xwe dan ber bi sînorên Yekîtîya Sovyetê. Di vê rêwîtîya dirêj a dîrokî de; sînorên sê dewletan (Iraq, Îran û Tirkîyê) bihûrîn û di 18ê hezîrana 1947an de gehiştin ber derîyê sînorên Yekîtîya Sovyetê. M. Barzanî serûwena wê rêwîtî û meşa dirêj weha dihêne ziman:

“Em hatin neçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtîya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leşkerên Îranê rizgar bikin. Em pêşî çûn nav erdê Tirkîyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meşa xwe ya heta ser Robarê Arasê de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji holê rakin; lê piştî şerekî giran û xwînî em gihîştin ser sinorê Yekîtîya Sovyetê.”[7]

Di vê meş û rêwîtîya dirêj de, ji nav sînorên sîyasî yên sê dewletan re, bi dehan gund û navçeyên sê parçeyên Kurdistanê re derbas bûn. M. Barzanî, di dema vê rêwîtîyê de helwest û xweragirtina miletê Kurd li hemberî tevgera wan weha dihêne ziman:

Miletê Kurd şiûr, hest û îxlasa nehênî ya xwe bi eşkereyî nîşan dan ku wan deman gundî, serok û welatperwerên Kurd  bi coşekî pirr mezin, bi dilsozî, biratî û evîndarîyê pêşwazîya me dikirin û em bi rê dikirin. Hêsirên jin û zarokên Kurd di dema birêketina me de, bi eşkerayî dilsozî û evîndarîya Kurdan ji bona me dida zanîn. Di nav wan hemû rêyên bêkeys ê nexweş ên çîyayên me de ku em di nav re derbas dibûn; miletê Kurd bê ku guh bide tirs, zilm û tawankarîya dijmin, bi hezaran gundî, serok, mezin û welatperweran bi xwe, bi mal û zarokên xwe, bi tevî xwarin û vexwarinê, bi cil û bergan dihatin cem me, tiştê ku ji destê wan dihat ji me re dikirin. Paşê jî wan silavên miletê Kurd digihandin me û bi dengekî pirr bilind gazî dikirin û digotin “bi selametî biçin!”[8]

Ji çûyina Barzanîyan şûn ve, di 21ê meha diwanzdeh (december) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.

Mehkemekirina Qazîyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafîyetek û lawazîyek nîşan nedaye û serê xwe netewandîya, bêtirs û bi serbilindî parastina gelê Kurdistanê kirîye.

Kîyomers, di derbarê helwest û mehkemekirina Qazî Mihemed û rêberên Kurd de weha dibêje:

“Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên Kurdan hindî bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête guhê min, dema digot: “Xwedê heqê mezlûman ji zaliman bistîne.” Lê nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydana dewr û ber pirr kiribû, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavê min in û di guhê min de ne.”

[1] Mesud Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 190

[2] Kovara War,  h.: 15 (ji Nivîsara Amîr Hasanpor), r. 72, Nameya Stalîn bo Pîşewerî, 8ê Gulana 1946

[3] Mahname, h.: 66

[4] Mesud Barzanî, Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi, Doz Yayınları, 3. Baskı,  İstanbul, r. 197

[5] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 103 weş. Doz, 2006 Stenbol

[6]  Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, r. 104 weş. Doz, 2006 Stenbol

[7] M. Barzanî, Ji bo Generalê Yekîtîya Sovyetê Heval Stalîn J. V. 18ê  Hezîrana 1947

[8] Axaftina Barzanî li Bako di Konferansa Wênerên Kurdistana Îran û Iraqê de (19.01.1948), Kovara War, h.:12,  2002, r. 47

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*