1. Ji dayikbûn û zarokî

Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û nevîyê Mîr Bedirxan e. di 21ê Tebaxa 1895an de li Îstenbulê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî jî li Îstenbulê xelas kirîye.

Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî (Şaredar) Ridvan Paşa (24ê Adara 1906an) carekî din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwendevanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê, bi tevî kekê xwe yê Celadet û hemû zarokên Bedirxanîyan ji alîyê polîsan ve hatîye destgîrkirin. Ew, îfadegirtina zarokên Bedirxanîyan di merkeza polîsan de weha tîne ziman:

…Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigerîya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsîyam, bi qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm; lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar… Polîsê ku ez birim di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, ez gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind jê re got ‘Beraz!’…

Ji xeynî salên nefîkirinê, pirranîya jîyana zaroktî û ciwanîya zarokên M. Emîn Bedirxan li Îstenbulê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi rizamendîya xwe di 17 salîyê de tevlî Şerê Balkanê bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikiryata “Osmanîparêzî” û “Îslamîparêzî”yê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wî yên wê demê de bi zelalî xuya dibe.

  1. Destpêka nivîskarî û berhemên sereke

Yekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edirneyê] ye û di Hezîrana sala 1913yê de li Îstenbulê hatîye nivîsandin.

2.1. Nivîsên wî yên di nav Serbestî de

Piştî bidawîhatina Şerê Cîhan ê Giştî, Împeretorîya Osmanî têkçûye û rewşeke nû derketîye holê. Cemîyet û rêxistinên nû yên kurdan hatine damezrandin û bi wan ve girêdayî kovar û rojnameyên nû hatine belavkirin. Rojnameya Serbestî jî, yek ji wan neşrîyatan bû ku di vê dewrê de bi girêdayî CTKê, ji nû ve hatîye weşandin û belavkirin. Kamiran Bedirxan, di vê demê de hem endamê CTKê ye û he jî nivîskarê rojnameya Serbestî ye. Di hejmarên berdest ên Serbestî de, min panzdeh nivîsên Kamiran Bedirxan tesbît kirine. Navê meqaleyên nivîskar, li jêrê hatine destnîşankirin:

Kürdler Hakkında [Di derheqê kurdan de],

Kürdistan-I,

Kürdistan-II,

Kürdistan-III,

Kürdistan-IV,

Kürdistan

Kürdistan Hakkında Selahiyetdar Olmayanlar

[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’da Haleti Fikriye

[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî]

Kürdler ve Kürdistan: Nazik Bir Vaziyet Karşısında

[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]

Kürdler ve Kürdistan: Kurd Lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî]

Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Amali [Kurd û Kurdistan: Hêvîyên kurdan]

Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Göz Dikenler

[Kurd û Kurdistan: Yên ku çav berdana Kurdistanê]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

2.2.Nivîsên di nav Türkçe İstanbul û Îçtihadê de

Qasê ku min tesbît kirîye, di nav rûpelên van her du rojnameyan de nêzîkê deh nivîsên Kamiran Bedirxan hatine belavkirin.

Anadolu’ya Doğru [Ber bi Anatolyayê ve]

Kat’i ve Adil Tasfiye [Tesfîyeya qethî û adil]

Tahsili Tali ve Şekli Lazımi [Tehsîla talî û şiklê pêdivî]

Milliyet Meselesi [Meseleya mîllîyetê]

Ev sağlığı, İmar Meselesi [Tendirûstiya malê û meseleya îmarê]

“We la Tettektumuş-Şehade”[Şahidîyê veneşêrin]

Köleliğin Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekirina koletîyê]

Kiliseler İttihadi [Îtîhada kilîseyan]

Hala Militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e]

Kuholun Memnuiyeti Resmiyesi [Bi fermî qedexekirina alqolê]

    1. “Meseleya mîllîyetê”

Di bin vê sernivîsê de, rasterast wergera du meqaleyên Kamiran Bedirxan hatine kirin, da ku têgehîştin û nêrîna wî ya li ser meseleya neteweyî bête fêmkirin. Lewra têgihîştin û nêrîna kabirayên rewşenbîr û pêşengên tevgera rizgarîya kurd, ji alîyek ve nêrîn û sîyaseta rêxistinên wê demê dide nîşandan. Ji ber vê yekê, ev cûre nivîsên sîyasî, ji bo têgihîştina ast û rewşa sîyasî ya wê demê pirr girîng in.

Kamiran Bedirxan di nivîsa xwe de dibêje:

“Di Şerqê de hişyarîya neteweyî, -di nava hinek milletan de- piştê nîvê esra nozdeyan tesîra xwe nîşan daye.”[1]

“Serokkomarê Amerîkayê Mr. Wîlson, di xîtabeteke xwe de bi dengekî bilind dibêje; heqê hemû milletan heye ku bigîjin mafê xwe yê rewa yê xudabexş.

Ev serkirdeyê bijarte yê Dewleta Amerîkayê, bi vê gotinên xwe heqîqeteke ebedî tîne ziman. Ev rewşa komelayetî ya ku ji sedsala nozdeyan vir ve wek esra mîllîyetê tête qebûlkirin, wek aqîdeyekê roj bi roj girîngîya wê bêtir û xurttir dibe.

Eger milletekî hebûna xwe, bi unwanên nexwezayî ve girê bide û guhdarîya dîrok û qewmê xwe neke, dê rastî aqîbetên dilşewat bêt. Qurbanekî mûdhîş ê vê heqîqetê jî, memleket û milleta me ya masûm û mexdûr e ku îro em bi girîn û xemgînîyeke bêdawî şîna wê dikin.

Di derheqê girîngîya prensîbên mîllîyetê û qudreta ebed zindîbûna van qenaetan de çi bête gotin ne bes e.

Ew mirovên ku di heman rojê de bextewar bin, bi heman xemgînîyê bigirîn, heman muqaderatê bi hev re parve bikin, di delhîzên dirêj û berfireh ên welat de jîyana xwe di gelek esir û dewran de bi hev re derbas bikin, hevgirtina di navbera layengiriya wan de û xweşikîya xwezayîya lihevkirina ruhiyeta wan a bi bêaxaftinê, çi hîseke mûdhîş e.

Di vê xusûsê de ne pêwîst e ku zêde bête fikirandin. Dema mueseseyên ku  ne li gorî tabîatê bin, avabûn û demeke dirêj li ser pîyan mayina wan, di jîyanê de berhemdarbûna wan zahmet dibe û pêşiyê dereceya lihevbûna babetên xwezayî yên milletê xuya dibin.

Emê îro behsa prensîb û tevgerên hişyarkirina mîllîyetê û tesîra wan a îroyîn bikin ku -qaşo- berîya pênc salan dest pê kiribû.

Yekemîn: Di bingehê de divê ev bête qebûlkirin, ew milletperwerê ku xweperest nebe, girîngîya îstisnabûna (cihêtîya) milletê teqdîr dike û li hemberê milletperwerên din kîndar nabe, bîlakîs hûrmeteke pirr zêde û bêdawî nîşan dide. Bi vê hîsiyatê mûtehassîs dibe û tevdigere.

Duyemîn: Milletperwerek, berîya her tiştî naxwaze ferdên milleta xwe xerc bike û ji ber vê yekê jî welatperwerek hiqûqî -ku pêdivîyeke fewqalede û îhtiyaceke heyatî çênebe- û aştîxwaz e. Ne ku ji mirina sê mîlyonan re, li ser mirina birayekî xwe jî direcife.

Sêyemîn: Milletperwerên rewşenbîr û samîmî ji bo tekamûlkirina milletên xwe di rêya xwezayî ya îlm, medenîyet û esrê de diçin û milletên xwe jî di vê rê de dimeşînin.

Li ser vê babetê îzehet û hejmartina bendên çaran, pêncan û şeşan mimkun e.

Li vê derê li ser ew gurubên ku di bin navê Turk Ocaxî û hinek unwanên din de xebat û rêxistinkirina tevgera mîllî ji xwe re kirine armanc, sikût dikim.

Lêbelê anûka dixwazim vê bibêjim; hinek mirov ne têde, hîn ew milletperwer û rewşenbîrên ku bi cewhera xwe ve girêdayî bin, mirovan biheyirînin, hêja, ji dil û xwedîhûrmet bin negihîştine.

Di rastîyê de rewşa îro ya memleket; weziyeta perîşan a xemgîn û bedbext, wisa dide xuyakirin ku milletperwerên turk ên bijarte, gihaştî, saf, bêîhtiyat, bi bawer, mûsemahakar û xemxûrê yên din nîne.

Hestên mîllî yên rastîn, wekî muvafaqîyeteke îlahî tesîrên fewqalede dikin û berhemên wisa peyda dikin ku eqlê mirov pê diheyire.

Zihnîyetên wesat jî bi evîna mîllîyetê bilind dibin û dibin xwedîyê hêz û qudretek.

Îro bi awayekî giştî ew ên (fikrê) ku di çarçoveya îmkanên heyî de parastina gihaştina mirovatî dikin û bê rewstan herî zêde ji bo pêkanîna sazîyên civakî dixebitin, milletperwer in. Û mezinayîya hîssîyata mîllî, bêîstîsna milletên herî mezin û herî biçûk ên li Awrupayê xistine daîreya pêşkevtinê.

Bi awayekî minasib di îzehatkirina van rastîyan de mexseda me ev e; pêşîlêgirtin û hişyarîdayina alîgirên tevgerên li dervayê milletperwerîyê ku roj bi roj li welatê me çarçoveya xwe berfireh dikin.

Em hemû dizanin ku prensîbên exlaqî yên herî fewqalede jî di destê kesên kêrnehatî de çawa encamên neyînî derxistine holê.

Bêyî ku em vê rastîyê ji ber çavan dûr bixin û ji bîr bikin, divê em nefsa xwe biparêzin ji ew aksûl-emela [reaksîyona] ku ji alîyê mecnûnên di bin unwanên neteweperwerîya turkan de û di serîyê de jî li hemberê mîllîyet û milletê turk û bi giştî jî li hemberê bextewarî, refah, hizur û jîyana hemû mirovan hatîye kirin.

Ev mesele, meseleyek meşrû ye û ji her tiştî bêtir muxtacê pêkanîna qeweteke manewî ye. Ji ber vê, divê ev mesele bi nêrîneke rewşenbîrî û minasib bête vekolandin û şirovekirin, ji wê şûn ve jî bi tevgereke maqûl a mîllî ve bête girêdan.

Divê hemû mesayî ji bo pêkanîna vê qeweta manewî bête serfkirin û ji bo ku zeafîyeta têkoşîna mîllî çênebe, çi alîkarî ji destê me bête divê em bikin.

Ku em di nav daîreya hestên xwe de bimînin, şiroveyên maqûl û rastîyên berçav nebînin yan jî bibînin û qebûl nekin, dê aqîbetên êşdar ên wisa derxînin meydanê ku wê hidudê tesawirên gelek dilêş derbas bikin. Ji ber vê yekê, divê em xwe ji xerabîyên ku li jorê hatin gotin biparêzin, ruhê xwe bi cewhera eslî ya hîssîyata mîllîyetê û bi heraret û ronahîya vê hîssîyatê têr bikin.

Ji bo keştîvanan wateya wezîfeya stêrka Qurixê çi be, mîllîyet… namzetê ebedî û berdewamîya hişyarîya milletan e. Îstiqamet û piştgirîya pêdivî ya milletan, her dem û daîm ew temîn dike.

Li gorî vê yekê, wek zarûrîyeteke tabiî (sirûştî) wezîfeya me ya civakî ev e, ku em bibin milletperwerekî dilpak, jêhatî û dilxwazê xebatê.”[2]

Kamiran Bedirxan di nivîseke xwe ya din de jî, di derheqê meseleya neteweyî de bersiva rexne û pêşniyarên hinek rojnameyan û bi taybetî jî bersiva rojnameya Yenî dide û dibêje:

“Me, daxwazên kurdan bi dûr û dirêj anîn ziman.

Di çarçoveya pêdivî û xwestekên rastîn de, daxwaz û tesewirên milletan meşru ne û armanca wan a neteweyî jî digire nava xwe.

Di dereceyeke tewr bilind de û bi awayekî mîsoger (miheqeq) rêzgirtina li hemberê heqê hevûdu, di rêya azadbûn û bextewarîyê de riayetkirina ji bo azadî û bextewarîya her milletê, di rêya hereketa gihîştina armancê de nuqteyên tewr bingehîn in û divê kurd teqîba (peyçûna) wan bikin.

Kurd; nafikirin û naxwazin ku pêşkevtin û bextewarîya wan zerarê bide milletekî din. Em rîayetê prensîbên neteweyî yên Serokkomarê Amerîkayê Mister Wîlsonî dikin ku ew yek ji serwer û ustadê herî bêteref ê dinyayê ye û gihiştîye qencîyeke esasî ya îlahî. Dil û daxwazên me, ber bi pêşkevtina vê usulê ve ye.”[3]

  1. Reformekirina zimanê kurdî

Xebatên li ser kultur û pêşxistina zimanê kurdî, piştî Meşrûtiyetê bi awayekî hîn serûber û bi rêxistinî hatin kirin.

“Piştî îlankirina Meşrûtîyetê, ji bo îsleh û standardkirina kurdî, Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanînê û hin rêxistinên din hatibûn damezirandin. Van rêxistinan di dema destpêkirina Şerê Giştî de xebat û weşana xwe dabûn rawestandin. Bi dawîhatina Şerê Giştî şûn ve, van rêxistinan bi belavkirina kovara Jînê, dest bi berdewamkirina xebata berê kirin.

Komeleya navborî ji berê ve dixebitî ku li ser esasê cihê nivîsandina herfan, gramereke zimanê kurdî binivisîne û bide çapkirin. Alfabe hatîye amadekirin û hetanî çend rojên din dê bête çapkirin. Alfabeya ku niha tê çapkirin, ji alfabeya berê bêtir mifedar û mukemeltir e. Em muteşebis û nivîskarên wê pîroz dikin.”[4]

Kamiran Bedirxan jî di nivîsa xwe de behsa girîngîya xebata vê komeleyê û karê standardkirina zimanê kurdî dike û dibêje:

“Em bi balkêşîyeke mezin civîn û xebata li ser şiklê gramer û îslehkirina herfên zimanê kurd dişopînin ku di navenda Cemîyeta Tealîya Kurdistanê de berdewam dike.

Di cedwela xebata ku ji bo temînkirina pêşkevtina dehaya neteweyî ya kurdan tête kirin de, girîngîpêdana îslehkirina herfan, sererastkirina gramerê hêjayê memnunîyeteke fewqalede ye.

Êdî naveroka azadbûn, bextîyar û mesûdbûna milletan, rasterast meseleyeke perwerde û ronahîya medenîbûnê ye.

Ew milletên ku zimanê xwe reforme bikin, qaîdeyên gramera xwe sererast bikin, herfên sade û sivik çêbikin, hîç astengek li ber îstiqbal û pêkhatina hêvîyên wan namîne. Di halê hazir de ew milletên ku bi eserên xwe yên medenî bûne sebebê heyretê, ew jî demekî ji alîyê îlmî, sinayî, komelayetî û sîyasî ve di rewşek gelek perîşan de bûn.

Ev rêya rizgarî ya ku îro em pêde diçin, her milletekî di vê rê de tûşê problemên gewre û hetta ji yê me gewretir jî bûne.

Ji bo serkevtin û bidestxistina mewqîyeke rêzdar, her daîm fedekarîyek mezin lazim e. Di rastîyê de şerefa serkevtinê, bi têkoşîn û hewldana ji bo berhemanînê mimkun dibe.

Ne mimkun e ku mirov bi hewldaneke biçûk muwaffaq bibe.

Îro zanistîya giştî temîna paşeroj û îqbala cemîyetan e, kurd jî girîngîya vê yekê dizanin û nîşana wê ya herî girîng jî, têkoşîn û hewldana wan a ji bo îslehkirina zimanê kurdî ye.

Di vê xebatê de xusûsiyetek tewr girîng ê ku komîsyon dîqet bike ev e: Alfabeya ku ji bo xwendin û nivîsandina kurdî bête duristkirin, divê gundî jî karibin di demeke kurt de bi wê alfabeyê hînê xwendin û nivîsandinê bibin.

Li gorî agahdarîyên me, heyeta navborî piştî gelek tecrûbeyan, bi wergirtina biryara îslehkirina meseleya herfan, îstiqameta xebatê dîyar kirine.

Meseleyeke tewr dijwar a komeleyê jî, şikl û rêbaza alfabê ye; gelo ev alfabe dê ji milê çepê ber bi milê rastê ve yan ji milê rastê ber bi milê çepê ve bête nivîsandin. Dema em bala xwe bidin girîngîya vê babetê, divê em bi hîssa faalîyeteke azamî û têgihîştineke nûjenîyê tevbigerin.

Divê em bala xwe bidin girîngîya rewşê, bi nûjenî û hîssên xebateke azamî tevbigerin.

Ji xeynî serkevtinê, divê her qenaet û îctihadên batil ji bo hîssên nûbûnê bêne fedakirin.

Esasen dînê Îslamê jî dibêje; bi şertê ku mixalifê emir û hukmên bilind ên îlahî nebe, li gorî pêdivîyên zeman, usilên minasib tetbîq dibin.

Hetta mirovên alim, mutefekîrên maqûl û nûjen, karin bibin mutefîq û tesdîq bikin ku ev yek li gorî Quranê ye jî.

Di vê xebatê de, pêwîst e em berê xwe nedin wan rêyên ku qebûlkirina wan ne mimkun be, bi şertê ku pêjnên ruhî û temayulên kurdan rencîde nebe, em karin usilên musaîd ên ku hînbûn û perwerdeyîya kurdî hêsantir bikin bînin wucidê. Bi rastî selehîyet û ehlîyeta ew şexsîyetên ku bi van meseleyên îlmî re meşxul in; têrî sererastkirina reformekirina ziman, rêkûpêkkirina herfan dike û ev bûye mecburîyetîyeke pêdivî.

Em tebrîkên xwe pêşkêşê wan şexsîyetên pispor û koma îlmî ya ku tevlî xebata reformekirina ziman, sererastkirina qaîde û herfên kurdî bûne dikin û bi hemû hesreta ruhê xwe serkevtina wan dixwazin.”[5]

  1. Terka Stenbolê û çûna Almanyayê

Stenbola paytexta Osmanî, di 5ê Çirîya Pêşî ya sala 1922an de ket bin kontrola Tevgera Kemalîst û hikumeta Anqereyê. Di 20ê Çirîya Pêşî ya sala 1922an de jî hevdîtinên Peymana Lozanê dest pê kirin. Di van hevdîtinan de ji bo nûnerên Turkiyeyê babeteke herî girîng û sereke jî meseleya eqalîyat û kêmneteweyan bû. Dengûbasê hevdîtinan, encam û tesîra pêkhatina bûyerên vî pêvajoyê, her roja ku derbas dibû bandorek hîn neyînî li ser rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd dikir, şertên xebata rewşenbîrî û sîyasî nedihişt. Bi tevlî îmzekirina Peymana Lozanê; bi giştî fermana nefîkirina pirranîya mixalifên Tevgera Kemalîst, bi taybetî jî yê rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd hate derxistin û ew mecbûrê çûyina dervayê welat kirin.

Wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê, di dawîya salên 1922an de, ji alîyê rêvebirên komarê ve “Ji bo Emîn Alî Bedirxan û sê lawên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî ceza darvekirinê hate birrîn. Vê biryarê, ew bêgav kirin ku birevin Qahîreyê û ji wê derê ve jî biçin Almanyayê.”[6] Da ku li wê derê xwendina xwe ya bilind temam bikin. Dema ku ew li Almanyayê dimînin û dixwînin, ji ber têkçûna di Şerê Giştî de, rewşa aborî û sîyasî ya Almanyayê pirr xirab e. Ew jî ji ber vê rewşa xerab û bêîstiqrarîyê, gelek tengasîyan dibînin.

Ji milê çepê ve yên rûniştî: Memduh SelÎm, Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan. Yên li ser ligan: Yadoyê Dimilî û Sadîyê Telha

Kamiran û Celadet Bedirxan piştî ku xwendina xwe ya li Almanyayê xelas dikin, ji wir ve diçin rojavayê Kurdistanê (Binxetê) û tevlî xebata Xoybûnê dibin û di serkirdayetîya vê rêxistinê de cî digrin. Partîya Xoybûnê, pêşengîya sîyasî û leşkerîay Tevgera Agirî dike. Piştî sernekevtin û têkçûna Tevgera Agirî, giranî û pirranîya dema xwe didin ser xebatên kulturî û rewşenbîrî. Bi tevî kekê xwe yê Celadet di nav pêvajoya derxistina Hawarê û kovarên ji wê şûn ve de kar dike. Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û ji wê şûn ve jî di sala 1947an de çûye Fransayê û li wê derê Navenda Lêkolînên Kurdî ava kirîye, demeke dirêj berpirsiyarîya navendê û herweha nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurd û Mistefa Barzanî li Ewropayê kirîye. Li nik pisporên Ewropayî Kamiran Bedirxan, heman demî pisporekî Rojhelatnas dihate qebûlkirin û li ser meseleyên Rojhelatê gelek caran pê dişêwirîn. Di sala 1954an de, bi jineke Polonî (Nathalîya) re zewicîye û zarokên wan nîne.

* * *

  1. Kovara Hawarê

Li vê derê ez dê bi kurtayî behsa Hewar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê bikim. Hejmara yekemîn a Hawarê, di 15yê Gulana 1932an de roja yekşemê li Şamê di çapxaneya Terekî de hatîye çapkirin. Hawar, ji panzdeh (15) rojan carekê bi kurdî-fransizî hatîye weşandin û li ser hev 57 jimar hatine çapkirin. Her çiqas mohra Celadet Beg li ser Hawarê be jî, divê em ji bîr nekin ku kovara Hawarê, heman demî berhemeke hevpar a rêxistin û kadroyên Xoybûnê bû. Herweha di amadekirina elfabeya Latînî ya kurdî û gramera kurdî de kedeke kolektîf a vê komê heye. Hawar, sala pêşî kêm-zêde li gorî peryoda xwe tête weşandin û paşê peryoda weşanê xera dibe, dem deman weşana wê mudetên dirêj hatîye rawestandin. Dema em peryoda derçûna wê binêrin; em dibînin ku hejmara pêşîn a Hawarê 15ê Gulana 1932an de hatîye çapkirin û hejmara 26an jî, di 18ê Tebaxa 1935an de hatîye çapkirin û ji wê şûn ve nêzîkê şeş salan navber daye û di 15ê Nîsana 1941an de hejmara 27an hatîye çapkirin. Hejmara dawîn a Hawarê, di 15ê Tebaxa 1943an de hatîye çapkirin.

Naverok û babeta nivîsên di nav rûpelên Hawarê de; dema em bala xwe bidin naveroka Hawarê, em dibînin ku bi giranî li ser babetên jêrê nivîs hatine weşandin.

Ziman û millet

Alfabe û rêziman

Ferheng

Edebîyat û folklor

Danasîna klasîkên kurd

Wergerandin

Tarîx û erdnîgarî

Jîyana civakî û neteweyî

Kitêbxaneya Hawarê

Nameyên xwendevanan

Nivîskarên Hawarê: Celadet Bedrirxan, Rewşen Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Lewê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd, Tewfîq Wehbî, Evdil Xaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Pîrot, Lawêkî Kurd û wd. Celadet Bedirxan di Hawarê de bi navên wekî Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Bişarê Segman, Stranvanê Hawrê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînemxanê nivisîye….

  1. Ronahî

Ronahî, di roja çarşemba 1ê Nîsana 1942an de li Şamê bi gernendeyîya Celadet Bedirxan dest bi weşanê kirîye, peryoda weşana wê mehane bûye û ew “pêveka wêneyî ya kovara Hawarê” bû. Li ser bergê paşîn ê kovarê weha nivisandîye: “Xwedî û gernînendeyê berpirsyar: Mîr Celadet Alî Bedir-Xan. Şam- Sûrîye, Çapxana Sebatê.”[7] Weşana Ronahîyê, rastê dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê tê û hejmara pêşîn a Ronahîyê, çardeh roj berîya derçûna hejmara 42 ya Hawarê hatîye çapkirin. Hejmara pêşîn a Hawarê 15ê Gulana 1932an de hatîye çapkirin.

Ronahî, bi teknîk û naveroka xwe kovareke cûda bû ji yên berîya xwe; kavareke pirr wêneyî bû, tenê di hejmara yekem de 27 wêne hatine çapkirin û pirranîya van wêneyan li ser dengûbasê tevgera Şerê Duyem e. Ji wan 27 wêneyan, tenê yek wêne yê komek govendgêrên kurdan e. Peryoda çapkirina Ronahîyê mehane bûye ji destpêkê ve heta dawîyê, li ser hev 28 hejmar hatine çapkirin. Hejmara 28an, di Adara 1945an de hatîye çapkirin. Ji xeynî çend hejmarên dawî, hejmarên sereke bi awayekî sîstematîk di dema xwe de hatine çapkirin. Hin hejmarên wê 16 rûpel in, hin hejmar 20 rûpel in û hinek hejmar jî 24 rûpel in.

Pênc hejmarên pêşîn ên Ronahîyê, bi giştî li ser nûçe û agadrîyên Şerê Duyem in. Ji hejmara pêncan şûn ve em dibînin ku peyderpey çîrok, stran, lawik û wekî din nivîsên li ser kurdan jî hatine belavkirin. Nivîskarên Ronahîyê; di serî de gerînendeyê giştî Celadet Bedirxan ku bi mexlasên wekî Bişarê Segman, Herekol Azîzan, Bavê Cemşîd, Xeberguhêz û Nêrevan nivisîye û digel wî Osmanan Sebrî, Cîgerxwîn, Qedrîcan, Hesen Hişyar, Lawût, Xelîlê Genco, Qadirê Ferman, Hesenê Mistê, Smaînê Serhedî, Silêmanê Ferho, Hisênê Perîxanê, Sibhîyê Dîyarbekirî, Evdilezîz Metwar, Meleyê Şozê û wd. bûn.

  1. Roja Nû

Roja Nû, di 3yê Gulana 1943an de li Beyrûdê bi serpereştîya Kamiran Bedirxan dest bi weşanê kirîye. Roja Nû, rojnameyek hefteyî bû û li ser hev 73 hejmar hatine çapkirin. Her hejmarekê wê çar rûpel e; du rûpelên pêşîn bi kurmancî û du rupelên paşîn jî bi zimanê frenszî hatine amadekirin. Hejmara dawî; 2 rûpel e, bi zimanê fransizî hatîye nivîsandin û di 27ê Gulan sala 1946an de hatîye çapkirin. Ji alîyê teknîkî ve çap û mîzampaja Roja Nû, wek rojnameyeke modrn a wê demê ye. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekem nivisîye: “Xwedî û Gerînende: Mîr. Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan”[8] Li alîyê çep ê nivîsa gewre ya Rojan Nû dibêj: “Kiryarîya Roja Nû: Ji bona erdên Sûriye-Libnanê; 10 lîreyên Sûrî, ji bona welatên din 2 lîreyên îngilizî. Bûhayê hejmarekê: 10 Qemerî”[9]

Di hejmara yekemîn de, bi sernivîsa “Merhele”, nivîsa destpêkê ji alî Celadet Alî Bedirxan ve hatîye nivisîn û di naveroka wê de tehlîla rewşa mewcûd hatîye kirin û weha dibêje: “Li dinyayê ji me kêmtir kes ne maye. Heçî milet hene tev de bûne dewlet û hikûmet, xudan kitêb û dibistan. Bi tenê em, miletê kurd; bi şûn da mane; reben, feqîr, nezan, belengaz, di destên xelkê de lehîstok. Xelkê hevsara me kirîye destê xwe, li gora kêf û menfeheta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji roavê dide rohelêt. Ji lewre divêt em jî bixebitin xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê… Heçî merhela ku em îro tê de ne, merhela “a” û” bê” ye. Lê heke me dil kir, em di vê merhelê re zû dikarin derbas bibin. Ji ber ko hînbûna “a” û “bê”ya me, ji mehekê bêtir najo.”[10]

Di hejmara duyem de li ser kovar û rojnameyên berîya xwe û yên mewcûd de, bi sernivîsa “Çapa Kurdî”, behsa kovar û rojnameyên kurdî dike û weha dibêje: “Roja Nû ya ko dikeve nav eyleta çapa kurdî, silavan li hevalên xwe ên jê kevintir dike û hilanîna navên wan ji xwe re wezîfeke havaltîyê dinase. Kovar û rojnameyên kurdî yên ko îro belav dibin ev in:

Rêya Teze:  Li heftê sê caran û li bajarê Rewanê belav dibe; rojnameya kurdên Sovyetistanê ye. Bi zar û tîpên kurdmancî tête nivîsandin.

Jiyan: Koverek edebî û ilmî ye; li serê her heftê carekê û li Silêmanîyê bi der têt. Bi zarê soranî tête nivîsandin.

Gelawêj: Kovareke edebî û ilmî ye. Li serê her mehê carekê li Bexdayê derdikeve. Zarê wê soranî ye. Kovara Kurdî a mezintir û tekûztir e.

Hawar: Kovareke edebî ye. Ji sala 1932an ve li Şamê û bi zarê Kurdmancî tête belav kirin.

Ronahî: Ev du sal in, li Şamê dest bi derketinê kiriye. Zarê wê kurdmancî ye. Ronahî kovareke misewer e û li serê mehê carekê derdikeve.”[11] Ev nûçeya bi sernivîsa “Çapa Kurdî”[12], di hejamra sisê û ji wê şûn de jî bi heman formatê di beşa fransizî û kurdî ya kovarê de gelek car hatîye belavkirin.

Di hejmarên Roja Nû de; meqale, stran, dûrikên cûr bi cûr, helbest, çîrok, rêzewergera Girîgorî Petrof a bi navê “Di Welatê Zembeqê Gewir de”, ji alîyê Qedrî Can ve hatîye wergerandin. Herweha nûçeyên ji Moskû, Londre, Washington, Parîs, Berlîn, Qahire, Cezayîr, Italiye, Delhî, Zurîx û nivîsên di derbarê Şerê Duyem de hatine belavkirin.

Nivîskarên Roja Nû; gerînendeyê giştî Dr. Kamiran Bedir-Xan, Celadet Alî Bedir-Xan, Qedrî Can, Osman Sebrî, , R. Lescot, Kake Emîn Hiwêzî, Celal Cemîl, Ebdilhadî Mihemed, Subhiyê Dîyarbekirî,  Sebrîyê Serhedî, Reşîd Kurd, Brahîmê Metînî, Mensûr Şelîta, Silêmanî Mercî, Melayê Gerdî, Kevnezan, Ezîzê Merziak, H. Hişyar û wd. bûn

Di nav rûpelên Roja Nû de, bi tevî nûçeyan, gelek wêne û dîmenên Şerê Duyem hatine belavkirin. Em dikarin bibêjin ku piştî Ronahîyê di vî warî de yekem kovara kurdî ye ku ew qas wêne di nav de hatine belavkirin. Ev jî, bi îhtimaleke mezin nîşanê têkilîya wan û dewletên hevalbend ên wê demê ye.

  1. Stêr

Kovara Stêr, wek pêveka Roja Nû salane hejmarek hatîye weşandin û li ser hev 3 hejmar derçûne. Hejmara yekem, di roja duşemba 6ê Kanûna Pêşîn a 1943an[13] de çap bûye. Çapbûna hejmara yekem a Stêrê, rastê dîroka çapbûna hejmara 30î ya Roja Nû tê, yanî her du jî di rojekê de hatine çapkirin.

Stêr, li ser hev çar rûpel bûye û li ser bergê hejmara yekem, wêneyekî gewre yê paytextê Franseyê hatîye belavkirin û digel wî serborî û kurtejîyana Jan Dark a xelaskara Fransayê hatîye nivîsandin. Her çar rûpelên vê hejmarê, ji bo danasîna welatê Fransayê hatine terxankirin; çîya û robarên wê, avahîyên dîrokî û bergehên wê, nivîskar û feylesofên navdar ên Faransayê hatine nasandin. Hejmara duyem, di roja duşemba 28ê Sibata 1944an de hatîye çapkirin. Di naveroka vê hejmarê de, bi tevî nûçe û nivîsên li ser Şerê Duyem ê Cîhanê, helbesta Cîgerxwîn a bi navê “Şehnama Şehîdan”[14] û çîroka “Rovî û Toz Beg” a Silêmanê Mercî hatine belavkirin. Hejmara sise ya Stêrê jî, di roja duşemba 22yê Çirîya Berî ya 1945an de hatîye belavkirin û li ser bergê pêşîn ê hejmara dido û sisêyan de mottoya “Welat Berî Her Tiştî” hatîye nivîsîn. Di anveroka vê hejmarê de; helbestek Cîgerxwîn, çîroka “Bum û Rovî”[15], strana “Yadê Rebenê” û “Dêrsimê” hatîne belavkirin. Nûçeyek herî balkêş a vê hejmarê jî ew e; nav û pêla weşana çar radioyên ku rojane bi zimanê kurdî deng û basê dinyayê belav dikin hatîye belavkirin. Radioyên navborî; Radioya Beyrûtê, Radioya Bexdayê, Radioya Kurdistanê û Radioya Azerbêcanê bûn. [16]

Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr; di çarçoveya armanca pêşxistina kultura neteweyî de, di warê ziman, edebîyat û folklora kurdî de xizmetên pirr girîng kirine. Ev her çar kovar û rojname kêm-zêde di dawîya salên 1945an de çapkirina wan tê rawestandin. Ev jî bi me dide zanîn ku ji alîyê teknîkî û fînansekirinê ve têkilîya çapkirina van weşanan, bi dewletên “hevalbend” ên Şerê Duyem re hebûye. Taybetî jî bi nûnerên dewletên Brîtanya û Freanseyê re. Lewre di naveroka van weşanan de propaganda sîyaseta van dewletan bi zelalî xuya dibe û herweha tevî bi dawîhatina şer, weşana van kovar û rojnameyên navborî ji ber problemên aborî hatîye rawestandin. Bêguman ev têkilîya ku em bas dikin, tiştek normal e, lewra wê demê ev dewletên navborî hêzên dagirker û serderst ên herêmê bûn.

* * *

Dawîyê; em dikarin xebata rewşenbîrî/kulturî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî, bi ser sê dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1913an bigre hetanî dawîya Şerê Cîhan ê Yekem dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vê demê, di çarçoveya fehma “yekgirtina osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Cîhan ê Yekem şûn ve bi damezrandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Îstenbulê dom dike; giranîya nivîsîn û xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.

Dewreya sisêyan, ji damezrandina Xoybûn û çapkirina Hawarê dest pê dike û hetanî 1948an yanî derçûna ji Rojhelata navîn dom kirîye. Dewreya çaran jî, damezrandina Navenda Lêkolînên Kurdî û xebatên wî yên zanistî û sîyasî yên li Fransa ye ku ji 30 salan bêtir dewam kirîye.

Kamiran Bedirxan, ji bilî Kurdî, bi zimanê almanî, fransizî, erebî, osamnî zanîbû. Ew xwedî zanînek berfireh û wekî kutibxaneyeke duling bû. Qasê ku ez dizanim, hetanê îro 30 pirtûkên wî hatine çapkirin. Ew, di 4ê Çileya Pêşîn a sala 1978an de li Parîsê koça dawî kir û li ser wesîyeta wî, laşê wî dane Fakulteya Tibbî ya Parîsê ji bo lêgerînên zanistî. Gornê wî nîne, lê ruhê wî şad û tovê xebata wî daîmî geş be.

Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxanîyan û bi taybetî jî Emîn Alî Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra/hizra neteweyî û tevgera rizgarî ya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Wan ji alîyê xebata sîyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasîyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya kurd kirine. Ji destpêkê ve hetanî dawî, bi awayekî berfireh ronîkirin û dîyarkirina xebatên wan ên li ser babetên cûr bi cûr, di çarçoveya meqaleyeke wisa de bicîkirin ne mimkun e. Ji bo vê, divê xebateke gelek berfireh bête kirin.

[1] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-IV, Serbestî, no: 198, 7ê Kanuna Sanî 1919

[2] Kamiran Âlî, Milliyet Meselesi [Meseleya mîllîyetê], Türkçe İstanbul, no: 128, s. 1, 7 Nisan 1919

[3] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Emelleri [Daxwazên kurdan], Serbestî, no: 488, 7 Mayıs 1919

[4] Kürd Lisanının Tedvini [Standardkirina zimanê kurdî], Serbestî, no: 480, 4ê Gulana 1919

[5] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Lisanı, Serbestî, no: 486, 5ê Gulana 1919

[6] Nakdimon, Şalom; Irak ve Ortadoğu’da Mosad, Elips Yayınları, Ankara, 2004, r. 9

[7] Ronahî, Numro: 2, 1ê Gulana 1942, Çapxana Sebatê, r. 16

[8] Rojan Nû, Hejmar: 1, 3yê Gulana 1943, r. 1

[9] Rojan Nû, Hejmar: 1, 3yê Gulana 1943, r. 1

[10] Celadet Alî Bedir-Xan, Rojan Nû, hejmar: 1, 3yê Gulana 1943an, r. 1-2

[11] Rojan Nû, Hejmar: 2, Duşembe, 10ê Gulana 1943, r. 2

[12] Rojan Nû, Hejmar: 3, Duşembe, 17ê Gulana 1943, r. 1

[13] Stêr, no: 1 Duşemba 6ê Kanûna Pêşîna 1943an, Bêrût (Ji arşîva Lûtfî Baksî)

[14] Stêr, no: 2, Duşemba 28ê Sibata 1944an, Bêrût

[15] Stêr, no: 3, Duşemba 22yê Çirîya Pêşî ya 1945an, r. 2

[16] Stêr, no: 3, Duşemba 22yê Çirîya Pêşî ya 1945an, r. 2