1. NÊRÎNEKA GIŞTÎ LI SER SERDEMA ŞÊX ‘EBDURREHMAN’Ê AQTEPÎ

Şêx ‘Ebdurrehman, di navbera salên m.1853 û 1910’an da jîyaye. Dewra ku ew têda jîyaye, dewra Dewleta Osmanîyan e. Padîşahê Osmanî ‘Ebdilmecîd, li ser nameya Şêx Salih’ê Sîpikî –Şêx Salih, şêxê Şêx Hesen’ê Nûranî ye- li gundê Aqtepê, ‘erd (52 parçe) hîbeyê Şêx Hesen’ê Nûranî dike. Yanî haya Osmanîyan ji bavê Şêx ‘Ebdurrehman, Şêx Hesen’ê Nûranî heye. Malbata Şêx Hesen bi vî awayî, li gundê Aqtepê, di 1861’an da, medresê ava dikin, dest bi perwerdeya Kurdî û ‘Erebî dikin. Herwiha îrşada dînî jî dikin.

Di wê serdemê da, li Dîyarbekir’ê, di navbera salên 1868 û 1876’an da, walîyê Osmanî, Kurd Îsmaîl Paşa wezîfedar e û di dewra wî da li Dîyarbekir’ê rojnameya fermî ya bajêr, bi navê Dîyarbekir (03/07/1869), heftane derdikeve.[1] Wek îlawe, du rûpelan jî bi herfên Ermenî; lê belê bi zimanê Tirkî derdixin. Ji ber ku ew herdu rûpel bi Tirkî ne, Filleyên Dîyarbekir’ê, ehemîyetê nadinê û rojnamê naxwînin.[2] Têda, bi Kurdî, tune ye. Yanî meriv bi vîya jî dibîne ku ji berê da desthilata Tirk, qîmet nedaye zimanê Kurdî.

Li Kurdistan’a bakûr, wê demê, xebatên ragihandinê tune ne. Di sala 1898’an da ji welat dûr, li Qahire’yê, yekem rojnama Kurdî ji alîyê nevîyê Bedirxanîyan ê bi navê Mîkdat Mîdhat Bedirxan Begê ve derdikeve. Rojname, 31 hejmaran dewam dike û di 1902 da, weşana wê bi dawî dibe.

Salên wê serdemê, salên îstîbdata’ Ebdilhemîd’ê Duyem e. ‘Ebdilhemîd, di navbera salên 1876-1908’an da hukim dike. Ew 33 salan li ser hukim dimîne. Li hember despotîzmê û bi tesîra fikrên şoreşa Fransa’yê, rewşenbîrên Osmanî di sala 1866’an da, Tevgera Jon Tirk (Ciwanên Tirk) ava kiribûn. Ev tevger, di dewra ‘Ebdilhemîd da, hate girtin û endamên wê hatin sirgûnkirin. Di sala 1889’an da, dewama wê tevgerê, bi navê İttihad ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Yekîtî û Pêşveçûnê) ava bû. Ev herdu tevger, bi fikra Tirkîtî û Turantîyê dixwestin ku dewleta Osmanî ji nû ve vejînin. Di vê navberê da, di sala 1876’an da, bi tesîra Jon Tirk’an, yekem car parlemento hate damezrandin. Bi vê ra, hinek azadî çêdibin; lêbelê ‘Ebdilhemîd Herba 93’an (1877-78) a Osmanî û Rûsan, dike bahane û meclîsê diqefilîne (fesh dike), dest bi îstîbdadeka şedîd dike. Di wan salan da, bi tesîra şoreşa Fransa’yê; Sirbîstan û Qeredax (1978), Bulxarîstan( 1908), Arnawut (1912), Ermenîstan (1912) û paşê di dû Şerê Cîhanê yê Yekemîn da gelek dewletên ‘Ereb, azad bûn. Di sala 1908’an da, Meşrûtîyeta Duyemîn hate îlankirin. Salek di dû îlana Meşrûtîyetê ra, li Stenbol’ê  bûyera 31’ê Adarê (31 Mart Olayı) qewimî. Li ser vê bûyerê, İttihad ve Terakki’yê ji Selanîkê artêşek (ordî)  amade kir û ew artêş hate Stenbol’ê. Li Stenbol’ê, îsyan hate şikandin û gelek kes hatin îdamkirin. Salek şûnda, ‘Ebdilhemîd ji ser text hate dûrxistin. Di 1911’an da, qedroyên İttihad ve Terakki’yê, bi Îsyana Babbi Alî’yê (Bab-ı Ali İsyanı) bi ser hukimetê da, girtin. Bi vê yekê, dewreka nû destpêkir.

Di dawîya dewra ‘Ebdilhemîd da, di sala 1907’an[3] da, Bedî‘uzzeman Seîd’ê Kurdî tê Stenbol’ê. Ahmed Ramîz, di rojnamekê da, behsa hatina wî ya Stenbol’ê dike.[4] Bi hatina Stenbol’ê, Bedî‘uzzeman dixwaze xwe bigihîne seraya Osmanî, da ku projeya xwe ji padîşah ra bibêje û padîşah projeya wî bi cî bîne. Bi vê projê, Bedî‘uzzeman dixwest li bajarê Wan’ê bi navê Medresetu’z-Zehra, medresekê ava bike ku têda hem ‘îlmên dînî hem jî yên fennî bêne xwendin, û bi vê, gelê Kurd ji cehaletîyê xelas bibe. Dewama vê projeyê ew bû ku wî dixwest li Bedlîs û Dîyarbekir’ê jî di asta Darulfunûnê (Zanko) da şaxên wê medresê ava bikeve. Bedî‘uzzeman, di sala 1908’an da, bi alîkarîya Ferîk Paşa, daxwaznameya xwe, da serayê û têda behsa proja xwe kir. Lê belê ev daxwaza wî ji alîyê padîşah ve nehat qebûlkirin. Daxwaznama wî, li serayê, 5 mehan bêcewap ma. Li ser vê yekê, di 1908’an da, metna wê daxwaznamê, di rojnama Şark ve Kurdîstan’ê da hate weşandin. Li ser vê belavkirina di rojnameyê da, hinek ‘ulemayên wê dewrê bi awayê dujminî, êrişî wî kirin, seray jî li wî hate xezebê û gotin ku ew dîn e û Bedî‘uzzeman avêtin nexweşxana (tîmarxane) dînan[5]. Di dû tîmarxanê da, ew avêtin hefsê (zîndanê). Dema ku ew di tîmarxanê da bû, wezirê zabtîyeyê tê ba wî û jê ra dibêje: “Padişah ji te ra silav şandîye û hezar quruş me‘aş (mûçe) daye te. Wî me‘aşî, paşê dê bike bîst-sî lîre.” Li ser vê yekê Bedî‘uzzeman dibêje: “Ez ne parsekê me‘aş im. Hezar lîre be jî ez qebûl nakim. Ez ji bo milleta xwe hatime. Ev tiştê ku hûn dibêjin, bertîl (ruşwet) e û heqê nexeberdanê ye.”[6]

Bedî‘uzzeman, rewşa Kurdên Stenbol’ê jî ditibû. Pirranîya wan, hemal bûn. Di rojnaman da, wî li wan hemalan jî nesîhet dikir, feqîrîya wan û halê wan li ber çavan radixist û digot: “Hûn çil hezar hemal in, ji we çil kes, nikare rojnamekê bixwîne.”[7] Herwekî din, Bedî‘uzzeman ji ber axftina xwe ya ku pesnê Meşrûtîyetê dida[8] û ji ber nivîsên xwe yên di rojnameya Volkan’ê da, di dû bûyera 31’ê Adarê da, li Dîwana Herba ‘Urfî  jî hate mehkemekirin. Gelek kes (13 meriv) di wê mehkemeyê da hatin îdamkirin. Bi parastineka gelek xweşik, Bedî‘uzzeman xwe ji destê wê mehkemeyê xelas kir û beraet kir.

Di wê serdemê da, ‘Ebdilhemîd, li dijî milleta Ermenî, ji eşîrên Kurd’an Alayên Hemîdîye (1881) ava kiribû. Bayê Şoreşa Fransa’yê, li Kurd’an jî tesîr kiribû. Ji serbazê Hemîdîye’yê, çend Kurd, bi fikrên mîllî êdî hêdî hêdî hereket dikirin. Di sala 1921’an da, cemîyeta Azadî ava kiribûn. Di nav wê cemîyetê da, endamên Kurdistan Teali Cemiyeti (Komeleya Bilindkirina Kurdistan’ê) ji hebûn. Lêbelê, xebatên van tevgeran, paşê biserneketin.

Di dû şerê Osmanî û Rûsan da, Kurd’an jî serî rakiribûn. Şêx ‘Ubeydullah’ê Nehrî, di sala 1880’yî da li hemberî Osmanî û Îranîyan şer kir; lê belê biserneket û di dawîyê da sirgûnê Mûsil’ê bû, paşê çû Mekke’yê û li wê derê rehmet kir. Kurrê wî yê bi navê Seyîd ‘Ebdilqadir ku bi wî ra di nav serhildanê da bû, di sala 1925’an da bi hinceta ku têkilîya wî di serhildana Şêx Seîd da heye, li Dîyarbekir’ê,  ji alîyê Mehkemeyên Îstîqlalê yên dewleta Tirk ve, hat îdamkirin. Di 1908’an da rewşenbîrên Kurd, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Kurd) û Kürt Teali Cemiyeti avakiribûn. Seyîd ‘Ebdilqadir jî ji damezrînerên van komeleyan bû. Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî jî li Dîyarbekir’ê, têkilîya wî bi Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti’yê ra hebû.

Bi kurtahî, em dikarin bibêjin ku di serdema ku Şêx ‘Ebdurrehman têda jîyaye ji alîyê sîyasî ve rewşa Kurd’an qet ne baş bûye.

1. 1. JÎYANA ŞÊX ‘EBDURREHMAN’Ê AQTEPÎ

1.1.1.  Jîyana Wî

Şêx ‘Ebdurrehman Şemseddîn,[9] kurrê mezin[10] ê Şêx Hesen’ê Nûranî El-Xalidî E’n-Neqşebendî ye. Navê dîya wî, Şerîfe ye. Dema ku Xwedê Şêx ‘Ebdurrehman dide, bavê wî li ser kaxezeka kevn, tarîxa rojbûna wî dinivîse[11]. Li ser kaxezê: Di 1270 (hîcrî), di meha 30’ê meha rebîu’l-ewwelê da, êvara înê, li gundê Aqtepê hatîye dinê[12]. Ev tarîx, teqabulê 31/12/1853’yê mîladî dike.

Şêx ‘Ebdurrehman, destpêka xwendina xwe, pêşîyê li cem bavê xwe, di xwendegeha wî da li Aqtepê kirîye. Di şeş salîya xwe da, li cem bavê xwe, dest bi xwendina Qur’an’ê kir.[13] Dema ku bavê wî wefat kirîye, ew 12 salî bûye[14]. Di dû wefata Şêx Hesen’ê Nûranî da, li medresa Aqtepê, Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn ders danê[15]. Di dû dersgirtina ji bavê xwe, paşê wî li cem Mele Selîm’ê Aqtepî, Seydayê Mele Mihemed Emîn[16] û ji Seydayê Mele Mihemed[17] xwendîye. Ji bo kutakirina xwendina xwe, çûye çend deverên Kurdistan’a Başûr[18], Îraq û Sûrîyeyê[19] Li ser wefata bavê xwe, ew zivirîye gundê xwe. Xwendina xwe li cem Seydayê Mele Mihemed qedandîye û îcazeta xwe ji vî zatî girtîye.[20] Ji bavê xwe jî ‘îlmê tesewûfê girtîye. Di dû qedandina xwendina xwe, wî li şûna bavê xwe ders daye feqîyan.[21] Dersdayîna wî heta ku Şêx Mihemed Can şûna wî girtîye, dewam kirîye. Wî, ji birayê xwe Mihemed Can ra, gotîye: “Ez nikarim bi feqî û murîdan ra ‘elaqedar bibim. Tu, şêxitîyê bike.”[22] Bi vî awayî Şêx Mihemed Can bûye şêxê terîqetê. Dîsa ji Mihemed Can ra wî gotîye: “Tu here Şam’ê, li wê derê bixwîne.” Mihemed Can, du salan li Şam’ê di terîqeta Mewlana Xalid da xwendîye, hem di warê ‘îlmî da hem di warê terîqetê da îcazeyet girtîye. Loma ji wî ra dibêjin “Şêxê Şam’ê.” Dema ku li ew Şam’ê bûye, ji wê derê çûye Hecê.[23] Di dû xwendin û qedandinê da ji Şam’ê vedigere Aqtepê û li wê derê şêxitîyê dewam dike. Ji xwe, Şêx ‘Ebdurrehman, jê ra gotîye: “Tu şêxitîyê bike, ez xwe didim ser ‘îlm û nivîsandinê.” Ji ber vê yekê, Şêx Mihemed Can, hem şêxitî kirîye, hem jî di medresê da, ders daye.

Dema ku Şêx Mihemed Can, kar û barên terîqetê didomand; Şêx ‘Ebdurrehman jî xebatên xwe yê edebî; havînê li zozanan, zivistanê li germîyanan dinivîsand.[24]

“Di dû şêx Mihemed can ra, Şêx ‘Eskerî şêxitî dewam kirîye. Di dû van herduyan ra êdî kesî li Aqtepê şêxîtîyê dewam nekirîye.. Birayê Şêx ‘Ebdurrehman, Şêx Mihemed Nûr ji Aqtepê derdikeve diçe gundekî Erxenî’yê, yê bi navê Tilxuzûr’ê. Li wê derê, murîdê wî hebûne. Bi îrşadê ra ew ‘eleqedar bûye. Mezelê wî û yê kurrê wî Şêx Sidîq li gundê Erxenîyê’ye. Şêx Mihemed Sîrac jî çûye gundekî Erxenî’yê yê bi navê Zengetîl’ê. Şêx Hadî, (kurrê Şêx Mihemed Sîrac) li Tilxeran’ê (gundekî nêzî Dîyarbekir’ê ye), şêxitî dewam kirîye. Şêx Fehmî (kurrê Şêx Mihemed Sîrac) jî li Dîyarbekir’ê bûye. Malbat, bi vî şiklî hinekî ji hev dûrketine.[25]

Şêx ‘Ebdurrehman, li Kurdistan’a Bakûr, şa‘irekî navdar e, ji malbateka qenc û dîndar bûye, aşiqekî îlahî bûye.[26] Şêx ‘Ebdurrehman, li Dîyarbekir’ê wek Reîsu’l-‘Ulema, yanî serokê zanayan jî hatîye ilankirin.[27]

Şêx ‘Ebdurrehman, ji bilî ‘Erebî û Farisî û Tirkî, bi zimanê bîyanî jî zanibûye. Dema ku Kurd Îsmaîl Paşa li Dîyarbekir’ê walî (parêzgar) bûye, mebûsê Dîyarbekir’ê yê bi navê Neqîb Beg, Şêx ‘Ebdurrehman vexwendîye mala xwe. Di wê vexwendinê (dawet) da, Kurd Îsmaîl Paşa jî hebûye. Yawerê (alîkar) walî, nameyekê tîne û dide walî. Walî li nameyê dinêrê, jê fêm nake. Nameyê dide Neqîb Beg. Neqîb Beg jî jê fêm nake. Nameyê şûnda dide walî, walî jî nameyê dixe binê doşega (bera) xwe. Şêx dibêje: “Heke we jê fêm nekirîye, bidin min, ez çavekî lê bigerînim.” Walî, dibêje: “Şêxê min, name bi lîsanekî din e.” Şêx, dîsa dixwaze. Nameyê didinê. Ew jî dixwîne û ji wan ra werdigerîne (tercume) Tirkî. Name, bi Fransizî bûye. Walî, jê ra dibêje: “Te ji kîjan zanîngehê îcaze girtîye.” Şêx dibêje: “Ji zanîngeha Aqtepê.”[28] Her çiqas di medresan da hînbûna zimanê bîyanî yê wek Fransizî hindik be jî, ev mehlumata hanê, vî fikrî, piştrast dike. Li gorî vê agahîyê ku dibêje: “ Li wan medresan tenê zimanê Kurdî nedihat bikar anîn. Zimanê ‘Erebî, Farisî, Rûsî û Rûmî jî dihat bi kar anîn.[29]

Şêx ‘Ebdurrehman, hingî wisa yekî bi coş û hereket bûye ku wî tim ji wan kesên ku li derûdora wî ne, xwestîye û emrê wan kirîye ku her kes bixwîne û kes nezan nemîne.[30] Wî, ji bavê xwe îcazeya şêxitîyê girtîye. Di dû wefata bavê xwe da, wî şêxitî girtîye û dewam kirîye.

1.1.2. Wefata wî

Şêx ‘Ebdurrehman, di sala 29’ê Adara 1910’an[31] da (16’ê Adara Rûmî 1326)[32], li Dîyarbekir’ê[33] wefat kirîye. Tabûta termê pîroz, li ser destan[34], û bi peyatî [35] ji Dîyarbekir’ê birine Aqtepê. Gora Şêx ‘Ebdurrehman, li ba turbeya bavê wî Şêx Hesen’ê Nûranî ye[36]. Qebra wî li wê derê meşhûr e û tê zîyaretkirin.[37]

1.1.3. Xelîfeyên wî

Şêx ‘Ebdurrehman, xelîfetî daye birayê xwe yê Mihemed Can. Ji bilî Mihemed Can, nayê zanîn ku wî xelîfetî daye kesên din ya na.[38]

1.1.4. Zarokên wî

Ji ber ku pîrekên wî wefat kirine, Şêx 5 carê zewicîye. Di van zewacan da, 3 kurr û 5 keçên wî çêbûne. Navên zarokên wiha ne: 1-Mihemed Şewket, 2-Mihemed Kerbela, 3-Mihemed ‘Eskerî, 4-Perdenişîn, 5-Rûqîye, 6-Şaxênebat, 7-Sehdet, 8-Pîrozxan[39]

1.2. Mexlesa wî

Di şî‘rên xwe da, ew sê mexlesan bi kar tîne. Mexlasên wî, wiha ne: Ruhî, Şemseddîn û ‘Ebdurrehman. Lêbelê ya ku herî pirr bikar tîne, mexlasa “Rûhî” ye.

1.3. Eserên wî

Eserên Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî, gelek in. Di dû wefata şêxan da, heke, ji nav wan kitêbên kutubxana Medresa Aqtepê yên ku ji alîyên seydayên derûdorê yên ku ew hatine Aqtepê û ji wê derê û ji bo feqîyên xwe kitêb birine, kitêbên nû derkevin, ya di kutubxanên Tirkîye’yê da kitêbên wî bên dîtin, wê hejmara eserên wî pirrtir bibin. Çimkî, kelepûra edebîyata Kurdî ji ber gelek sedeman belawela bûye. Xwedîyê wê tûnebûye, kutubxanên wê yê fermî tunebûne ku eser têda bêne mihafezekirin. Bi taybetî li Bakûr, ji ber înkara hebûna milleta Kurd, edebîyata wî jî darbe xwarîye. Li Tirkîye’yê, di dû îlankirina Komarê ra, hebûna Kurd’an hatîye înkarkirin, medresên wan hatine qedexekirin, seyda û şêxên wan hatine girtin, surgunkirin ya jî kuştin. Ji ber înkar û qedexekirin û cezayan; gelek caran, nexasim di dû darbeyên leşkerî da, edebîyata Kurdî hatîye birîndarkirin. Kitêb û eserên wan ji alîyê hêzên fermî ve hatine şewitandin û talankirin. Lawazkirin û talan û şewitandin û wendakirina edebîyata Kurdî, ne xusûsê dema me ya nêz e. ‘Eynî tişt ji Dewleta Aqqoyûnîyan ve destpêdike, bi şerên di navbera dewleta Osmanî û Îran’ê da dewam dike. Di şerên navbera van du dewletan da, tim Kurd û Kurdî (edebîyata wê) jî di nav pîyên wan da, pelçiqîne; kitêb û kutubxanên wan wêran bûne. Wek nimûne; tê gotin ku kutubxana Mîrê Bedlîs’ê ji kutubxanên Stenbol’ê yên wê demê mezintir bûye; lêbelê îro tu tişt ji wan nemane. Ev hal, weke kevneşopîyekê dibe mîras û derbasî dewleta Tirkîye’yê ya nû dibe. Bi taybetî li Tirkîye’yê di dû darbeyan da, muzîka Kurdî, edebîyata Kurdî zirareka mezin dibîne. Bi kampanyaya “Vatandaş Türkçe konuş!” (Hemwelatî, bi Tirkî biaxive!), zext û asîmîlasyan zêdetir dibe. Ê ku bi Kurdî xeberbide, ceza peran li wan tên birrîn.

Kitêbên kurdî, gelek caran bi destên dewletê, yek caran jî ji mecbûrî bi destên Kurd’an ve hatine şewitandin ya jî tunekirin. Çimkî, di dû darbeyan da, gelek cezayên ji bo kitêbên Kurdî hebûne. Di sala 1966’an da, dema ku li Bakûr[40] kitêbeka Kurdî çap dibe, ji alîyê dewletê ve  derhal tê derdestkirin. Ew kitêb, Rewdî’n-Ne‘îm e, yanî çapa Qoxî ye. Mele Hîlmî’yê Qoxî Rewdî’n-Ne‘îm’ê çap dike. Lêbelê, dewlet li wan tê xezebê û ceza li wan tê birrin.[41] Ev cezadan, di demên paşî da jî hatîye dayîn. Serencemeka din a Rewdî’n-Ne‘îm’ê jî heye. Nevîyê Şêx ‘Ebdurrehman ê bi navê ‘Ebdurehman IŞIK, dema ku derbeya leşkerî çêdibe û cunta tê ser hukim, ji bo ku leşker neyên Rewdî’n-Ne‘îm’ê nebînin û nebin, ew, Rewdî’n-Ne‘îm’ê dibe û dike binê axê û wê vedişêre.

Li ser hejmara kitêbên wî, di jêderan da, hejmar diguhere. Li gorî Mela Zeynelabidîn û Zeynelabidîn Zinar 4, li gorî Tehsîn Îbrahîm Doskî 7, li gorî Murat Özaydin, 13 ne. Lê belê bi tespîta me, ev hejmar gihaşte 16’an.

1.3.1. Rewdî’n-Ne‘îm (Baxçeyên Nî‘metan)

Ev kitêba wî ya herî navdar e. Di edebîyata Kurdî da mesnewîyek stûr e. Di sala H.1302/M.1884’an da, hatîye nivîsandin.

Rewdî’n-Ne‘îm, kitêbeka menzûm e. Bi beytan û bi şiklê mesnewîyê hatîye nivîsîn. Temama wê, 313 rûpel e. Ji 4511 beytî pêk  hatîye. Bi qafîye ye. Bi wezna arûzê û bi tef‘îleyên “Fe‘ûlun, Fe‘ûlun, Fe‘ûlun, Fe’ûl” (muteqarîbu’l-meqsûre) hatîye nivîsîn. Bi giştî, 35 beş e û sernavê her beşê, heye. Ji alîyê mijarê ve, kitêbeka dînî ye. Ji alîyê naverokê ve dikeve nav eserên hîlye, şemaîl û mî‘racîyeyê. Yanî, ji alîyê mijarê ve li ser şemaîlê şerîf û Mî‘rac’a Pêxember e.

Ji alîyê mijarê ve, li ser şemaîlê şerîf û Mî‘rac’a Hz. Pêxember (s.X.l) hatîye nivîsîn.

Rewdî’n-Ne‘îm, kitêbeka gelek navdar e. Li Bakûrê Kurdistan’ê, hema bibêje di mala her melayî, şêxî, feqî û hezkirox û evîndarên edebîyata Kurdî ya klasik da, Rewdî’n-Ne‘îm heye. Sê kitêbên Kurdî pirr belav bûne: Mem û Zîna Ehmed’ê Xanî, Dîwana Mela û Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman.

Rewdî’n-Ne‘îm, di dû wefata Şex ‘Ebdurrehman da, li cem kurrê wî Şêx ‘Eskerî dimîne. Dema ku Şêx ‘Eskerî jî wefat dike, kitêb li hinda kurrê wî yê bi navê Şêx Kerbela IŞIK dimîne. Ew jî paşê, kitêbê teslîmê birê xwe Şêx ‘Ebdurrehman IŞIK dike. Kitêb niha li cem Şex ‘Ebdurrehman IŞIK e. Şêx ‘Ebdurrehman dibêje: “Di darbeya 12 Îlona 1980’an da, min kitêb bir û xist binê axê, da ku ez wê ji leşkeran mihafeze bikim.”

Orjînala Rewdî’n-Ne‘îm’ê, bi destxeta Şêx ‘Ebdurrehman hatîye nivîsandin. Ew hem ji hêla dîtinê ve hem ji hêla naverokê ve kitêbeka rengîn e. Şêx ‘Ebdurrehman, dîyar e ku ji vê kitêba xwe pirr hez kirîye. Çimkî rûpelên wê ji hêla wî ve bi rengên alaya Kurdistan’ê, bi kesk û sor û zer hatîye boyaxkirin. Hinek rûpel kesk in, hinek sor û hinek jî zer in. Di sala 1967-69’an da, Zeynelabidîn Zinar, li Dîyarbekir’ê vê kitêbê li cem Şêx ‘Ebdurrehman dibîne û wiha dibêje: “Ew nusxa Rewdneîmê ya ku Şêx Evdirehman bi xwe nivîsîye, min di salên 1967-69’an da li cem nevîyê wî Evdirrehman dîtibû.[42] Me jî, vê xebata xwe, li ser nusxa muellif kir.

Li gorî beyana gundîyên wî, dema ku ew Rewdî’n-Ne‘îm’ê dinivîse, hinek sofî jê ra dibêjin: “Tu, Mî‘rac’a Hz. Pêxember bi Kurdî dinîvîsî. Lê ji ber ku bi Kurdî ye, wê baş negihêje destê însanan. A baş ew e ku tu wê bi ‘Erebî binivîsî.” Şêx, li ser vê gotinên wan, wiha cewabê dide wan û ji wan ra dibêje: “Heke ez bi ‘Erebî binivîsînim, wê di demeka kin da li gelek deran belav bibe û bigihêje destê însanan. Ji ber ku ez bi Kurdî dinivîsim, dibe ku bi salan di binê ‘erdan da bimîne û însan, jiber wê, bên cezakirin û zehmetê bibînin. Lêbelê, ev jî rastîyek e, eger însanek li zimanê xwe, nebe xwedî, ew nikare li dînê xwe jî, nikare li Pêxemberê xwe jî bibe xwedî. Ez li zimanê xwe dibim xwedî, ku bikaribim li Resûlê xwe jî xwedî derkevim.[43]

1.3.1.1. Nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê

Ji bilî nusxa orjînal, me 5 heb nusxê wê tespît kirin.

1.3.1.1.1. Nusxa Zeynelabidîn Amedî

Ji bo agahîyan li 1.3.1.2.1. binêrin.

1.3.1.1.2. Nusxa Mela Ehmed Hîlmî el-Qoxî

Ji bo agahîyan li 1.3.1.2.2. binêrin.

1.3.1.1.3. Nusxa Şêx Mihemed Reşîd Rişdî

Ev nusxe, ji alîyê Şêx Mihemed Reşîd Rişdî ve, bi awayê bêhereke hatîye îstînsaxkirin. Ji ber ku rûpelên wê yê dawîyê qetîyane, tarîxa îstînsaxa wê, ne dîyar e. Şêx Mihemed Reşîd (wefat 1917), xelîfeyê Şêx Mihemed Can e. Şêx Mihemed Reşîd, kurrê Hecî Emîn e. Hecî Emîn jî serdarê xelîfeyê Şêx Hesen’ê Nûranî ye. Li gorî agahîya Şêx Enwer, ev nusxe 2 salan li dû Rewdi’n-Ne’îmê hatîye îstînsaxkirin. Ev nusxe, niha li ba Şêx Enwer TEYFÛR e. Di nav nusxeyên Rewdin’-Ne ‘îmê da, nusxa herî kevn e. Niha Mele Zeynelabidîn Amedî ji nû ve bi destnivîsa xwe, şûna rûpelên wê yên paş û pêş ên ku qetîyane, temam kirîye.

1.3.1.1.4. Nusxa Şêx Fehmî

Me, di derheqê vê nusxeyê da agahî nedît. Lê tenê em di xebata Doskî da, rastî hinek agahîyan hatin. Doskî, li ser vê nusxê wiha dibêje: “Daneya (nusxe) Fehmî kurrê Şêx Mihemed Siracî, kurrê Şêx Hesen’ê Nûranî ku dibite birazayê şaîrî, ewa li sala 1387 mişextî, li Dîyarbekir’ê hatîye nivîsîn û bo binecihikirina deqê şî’rî û şêweyê zarkirinê me pirr pal daye ser vê daneyê, ji ber ku nivîser nêzîkî şa‘irî bi xo ye.”[44] 1387’a hîcrî, teqabulê 1967’ê mîladî dike. Ev nusxe, niha li cem Şêx Şafi‘î ye.

1.3.1.1.5. Nusxeka din

Ev nusxe kêm e. Rûpela wê ya yekemîn jêbûye. Di rûpela yekemîn da sernav û 6 beytên ‘ewil kêm in. Di dawîya nusxê da jî gelek rûpel kêm in. 458 beytên dawîyê tune ne, yanî rûpelên wê, jê bûne. Ji bilî kêmasîyan, bi temamî 156 rûpel e. Ji ber ku pelên dawîyên tune ne, me jî tesbît nekir ku ev nusxe, di kîjan tarîxê da û ji alîyên kîjan mustensîxî ve hatîye îstînsaxkirin. Bi nivîsek gelek xweş hatîye nivîsîn. Ev nusxe jî li hinda Şêx ‘Ebdurrehman IŞIK e.

Ji ber ku ji Rewdi’n-Ne’îm’ê pirr hatîye hezkirin, ji bilî van nusxan îhtîmal e ku nusxên wê yên din jî hebin. Lê me, 5 heb tesbît kirin.

1.3.1.2.    Xebatên ku li ser Rewdî’n-Ne‘îm’ê Hatine Kirin

1.3.1.2.1. Kîtabû Rewdî’n-Ne‘îm Me‘e Şerhî

Ji alîyê seydayê hêja Zeynelabidîn’ê Amedî ve di sala h.1406/ m.1986’an da li Dîyarbekir’ê, ji ber orjînala Rewdî’n-Ne‘îm’ê, hatîye nivîsîn û bi şerheka ‘Erebî hatîye weşandin. Ev şerh, bi awayê ofsetê hatîye belavkirin. Bi vê xebata Mele Zeynelabidîn, Rewdî’n-Ne‘îm hatîye nasîn. Bi temamî, digel şerha ‘Erebî 534 rûpel e. Mele Zeynelabidîn, ji bilî Rewdî’n-Ne‘îm’ê, şerh li ser kitêbên edîbên Kurd ên din jî çêkirîye. Herwekî: Şerha Nehcu’l-Enama Mela Xelîl’ê Sêrtî, şerha Mewlûda Mela’yê Bateyî.[45] Mele Zeynelabidîn di 2001’ê da Rewdî’n-Ne‘îm, ne bi destxeta xwe, lê di qompîtirê da amade kir û cara duyem çap kir.

1.3.1.2.2. Kîtabû Rewdî’n-Ne‘îm

Di tîrmeha sala 1966’an da, ji alîyê ‘Ebdulazîz TANIRCAN –melayê gundê Dêrik’a Çîyayê Mazî yê bi navê Bûxurê- ve hatîye derxistin. Ev çap bi alîkarîya ‘Ebdul‘ezîz SARÛXANÎ û birê wî Mihemmed Salih û Ehmed’ê Bîngolî (Çewlîg) derketîye. Ê ku nivîsîye û sererast kirîye Ehmed Hîlmî el-Qoxî (m.1961/h.1381) El-Dîyarbekirî ye. Gava ev çap derketîye, rastî xezaba dewletê hatîye û hejmarên wê hatine derdestkirin. Li Bakûr, kitêba Kurdî ya yekem e ku hatîye çapkirin. Kitêb, bi xeteka pirr xweş hatîye nivîsîn. Li Stenbol’ê hatîye çapkirin. Bi giştî 240 rûpel e. Mela Ehmed Hîlmî, şerhek bi navê ‘Gulzara Hemûkan’ li ser kitêba Ehmed’ê Xanî ya ‘Nûbihara Biçûkan’ jî kirîye.

1.3.1.2.3. Danberheva Herdu Nusxan

Me nusxa Amedî û ya Qoxî dan ber hev, da ku em cudahîyên di navbera herdu nusxan da bibînîn. Di navbera herduyan da, me, 1632 cudahî tespît kir. Hem di çapa Amedî da, hem di ya Qoxî da, herdu mustensîxan jî guhertin çêkirine. Guhertin, di çapa Amedî da, gelek hindik in; lêbelê di ya Qoxî da gelek in. Meriv ji van guhertinan fêm dike ku Qoxî, li ser metna esas pirr nesekinîye, li gorî xwe hinek peyv nivîsîne, yanî li ser orjînala peyvan pirr sadiq nemaye.

Qoxî; di ‘eynî peyvê da, formên cuda, bikar anîne: Wek: xerqe, xirqe; hinekî hinik; merdem, murdem; saxer, saxir… ev yek di Amedî da hindik e: Wek: pir, pur. Em ê li jêrê çend nimûneyan ji bo cudahîya di navbera herdu  nusxan da, bidin.

Amedî/   Qoxî

Xwe       …         xwu     /           Bihişt … buhuşt          / Cîbreîl … Cubreîl

Pir          …        pur       /           Dikit  …diket             /Ehlî’l-‘eba … ehlê ‘eba

Nuha      …        niha     /           Ji wî re …ji wî ra        / Pêşîwa …     pêşewa

Bûme     …       bûm     /           Supas   … sepas          /  Mi tewbe … me tewbe

‘Edd û   …         ‘edda   /           Bilind  …belend         /Biçne …  biçye/

Wucûdê …        wucûd kir /      Axir hebitin …axir ji wî ra hebitin

Beytên ku di Çapa Amedî da tune ne:

33/407               Ku ya‘nî di rojê qîyam û hîsab

3475                  Ku hazir bin ehlê sewab û ‘îqab

33/447               Ev e îctîhada me, ey purkerem!

3515                  Bibexşî ewî muznîbê purelem

Beytên ku di çapa Qoxî da tune ne:

6/71/                  Muxennî! Tu jî çend meqamê surûd,

376                                Nezim  ke li ahengê tenbûr û ‘ûd

6/113/                Bi ewsafê çeşmê reş ê nîmê mest

418                                Bide sazî nalende, enguştê dast

35/271/              Bes e, “Rûhî’ya” hinde laf û gezaf!

4372                  Bes e, hinde kîzb û durûx û xîlaf!

34/199               Dîger gotî: “Wellahî ev karîwan

3931                  Bi derket li pêş wan e, sersarê wan”

Ev herdu beyt, di nusxa orjînal da tune ne; lê Qoxî bi xwe ev herdu beyt, di beşa 2yan da, lê zêde kirîye.

Şukur bo te Ya Reb, li ser herdu çav

Te da min ji rehma xwe ev herdu çav

Ku pê bikim nezer, li sen‘ê Xuda

Beser ez nekim serfê men‘ê Xuda

Risteyên vê malika jêr jî di çapa Qoxî da cî guhertine û wisa bûye. Risteya jêr, anîye ser risteya jor

Beyan kim digel haletê serxweşî

Binoşim yekî saxerê ateşî

Herwekî din di çapa Qoxî da, li gorî çapa orjînal gelek gelek peyv û cîyên peyvan jî hatine guhertin.

1.3.1.2.4. Vehînoka Rewdin-Ne‘îm

  Tehsîn Îbrahîm Doskî, Li Duhok’ê, di sala 2011’an da, xebatek li ser Rewdî’n-Ne‘îm’ê kirîye û ji weşanên Spîrêz’ê derxistîye. Doskî; 3 çapên wê (çapa Amedî, çapa Qoxî û çapa Fehmî) dane berhev û bi awayê edîsyon krîtikê, li ser xebitîye. Bi tîpên Kurdîya ‘Erebî, çap bûye.

1.3.1.2.5. Rewdneîm

Zeynelabidîn Zinar (Kaya), di sala 1986’an dema ku li Ewropa’yê bûye, her du çapên Rewdî’n-Ne‘îm’ê, -çapa Mela Zeynelabidîn Amedî û çapa Qoxî- bi alîkarîya hinek hevalên xwe bi dest dixe û di sala 1988’an da ew û hevalê wî Emîn Narozî bi hev ra li ser xebitîne. Di sala 1991’ê da, li Stokholm’ê (Swêd) çap bûye.[46] Zinar di vê xebata xwe da her du nusxe dane ber hev û bi vî awayî li ser xebitîye, hinek têbinî û di dawîya her beşê da ferhengek biçûk jî çêkirîye.

Nusxa orjînal a Rewdin-Ne‘îmê niha li cem nevîyê wan ên bi navê Şêx ‘Ebdurrehman IŞIK e. Berê, li cem Şêx Kerbela IŞIK bû. Zeynelabidîn Zinar, di pêşgotina vê xebata xwe da destnîşan dike û dibêje: “Ew nusxa Rewdneîmê ya ku Şêx Evdirehman bi xwe nivîsîye, min ew di salên 1967-69’an da, li cem nevîyê wî Evdirehman dîtibû. Rûpelên wê ji sê cûre kaxêz, yanî ji rengê kesk û sor û zer hatine amadekirin. Çaxê meriv ji dûr ve lê dinihêre mîna rengê alaya Kurdistan’ê tête xuya kirin. Li hawîrdora nivîsa ser rûpelan, du çixêzên zirav û pirr nêzî hev, di nêvî da seranser valahîyeka 5c. û li herdu kêlekên wê valahîyê du çixêzên zirav seranser hene. Kaxezên rûpelan hemû mîna hevrîşim in.”[47]

Ev nusxa orjînal 313 rûpel e. Di rûpela 306’an da li alîyê rastê mohra Şêx ‘Ebdurrehman heye. Li binê wê jî mexlesa xwe, Rûhî nivîsandîye.

Zinar, di vê xebata xwe da hinek texrîfat çêkirine. Dilê wî çawa xwestîye wî jî hinek peyv wisa xwendîye. Wek nimûne di hemû kîtabê da peyva  خداdivê bi awayê “Xuda” bihata nivîsandin; lê Zeynelabidîn Zinar, ew peyva li hemû cîyan, bi forma roja me ya îro xwendîye û ew peyv bi awayê “Xweda” nivîsandîye. Texrîfat tenê ne ev in. Peyva Rewdî’n-Ne‘îm’ê, kirîye Rewdneîm; ‘Ebdurrehman, kirîye Evdirehman; Aqtepe, kirîye Axtepe û hwd. Yanî bi kurtahî guh nedaye rastnivîsê.

1.3.2. Dîwan

Ev kitêba wî, bi navê Dîwana Rûhî tê nas kirin. Di sala m.1876/ h.1293’an da hatîye nivîsîn. Orjînala wê 50 rûpel e û li ber destê nevîyên wî Şêx ‘Ebdurrehman û Şêx Kerbela IŞIK e.

Dîwan, ji 30 beşan pêk hatîye. 640 beyt in. Bi wezna arûzê, bi qalibên cûrbecûr hatîye nivîsîn. Li bin navên tîpan, û bi wan tîpan hatine qafîyekirin. Helbêstên têda, bi cûreyên (şikl) xezel, qesîde û mesnewîyê hatine nivîsîn. Hinek helbest bi 5 ristan hatine hûnandin. Digel Kurdî, beytên Farisî jî têda hene. Helbestên têda; li ser eşqê, şewata ji dûrbûna dîlberê, evîna Xweda û Hz. Pêxember û terîqetê ne.

1.3.2.1. Xebatên ku li ser Dîwanê Hatine Kirin

1.3.2.1.1. Mele Ehmed Hîlmî’yê Qoxî

Di sala 1976’an da nusxeyek dîwanê îstînsax kirîye.

1.3.2.1.2. Mela Zeynelabidîn Amedî

Di sala 1980’yî da (h.1400) bi destxeta xwe û bi tîpên ‘Erebî ji nû ve nivîsandîye û li Dîyarbekir’ê çap kirîye.

1.3.2.1.3. Dîwan

 Di 1987’an da Zeynelabidîn Zinar, dîwan ji tîpên ‘Erebî wergerandîye tîpên Latînî. Ji weşanên “Jîna Nû”, li Upsala’yê (Swêd) derketîye. Ev xebat, ji ber çapa Mele Zeynelabidîn kurrê Mele Remazan, hatîye amadekirin.

1.3.2.1.4. Dîwana Rûhî

Di sala 2002’yan da li Stenbol’ê ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbol’ê ve hate derxistin. Osman Akdağ û Kerem Soylu tîpguhezîya wê ji ‘Erebî kirine Latînî. Ev xebat jî, ji ber çapa Mele Zeynelabidîn kurrê Mele Remazan, hatîye amadekirin.

Not: Xebata Z. Zinar û ya Enstîtuyê, ya Dîwanê, li ser metnê dîwana orjînal nehatîye kirin.[48]

1.3.3. Tarîx

Em, mahlûmatên di derheqê vê kitêbê, di Rojnameya Kürt Te‘avün ve Teraki Gazetesi’yê da dibînin. Di Rojnameya Kürt Teavün ve Teraki Gazetesi (1908) da, li ser pirseka Pîrînçzade Feyzî yê Dîyarbekirî (Diyarbekirli Pirinçzade Feyzi ), cewabeka ‘ecêb heye. Li gorî cewabê: “Nameya we, gihaşt destê me. Ev xebatên Kurd’an ên li ser dilxweşîyên îstîqbalê, daxwazên wan ên li ser di nabeyna hev da, belavkirina me’arîfê û li ser welatparêzîyê yên ji dil, şayanê teqdîrê ne. Em ji ber mîzgîndayîna we ya ku hûn dibêjin, ji kamilên seyîdan û ji fazîletdarên Kurd’an Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî Efendî, bi zimanê Kurdî kitêbeka tarîxê dinivîse, û Zîya Efendîyê ku 10 sal e dixebite û semereya xwe, gramer û pêşgotin û ferhengê, dê di nêz da çap bike, û li ser xebatên di vê mijarê da yên Salih Begê Hênêyî yê ku li herêmê bi fezîlet e, em ji we ra sipas dikin û van hîmmetên we, tebrîk dikin.”[49]

Çimkî, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Kurd), di rêziknameya xwe da dîyar kirîye ku ew dixwazin kitêbên kurdî çap bikin. Li gorî maddeya rêziknameyê: “Çiqas kîtabên Kurdî yên faydedar ên ku heta niha çapbûne yan jî çapnebûne, lazim e em li wan hemûyan bigerin, wan berhev bikin û bidin hev û wan biweşînin û wan bidin xwendin.”[50]

Malmîsanij, di kitêba xwe da dibêje: “Li gorî malûmatên ku merivekî Şêx ‘Ebdurrehman daye min, di destê wan da kitêbeka tarîxê heye. Ew kitêb bi destxet e û li cem wan e; lêbelê hinek beşên wê kêm in, yanî wenda bûne.”[51]

Li ser vê kitêba wî xebat nehatîye kirin.

1.3.4. Kîtabu’l- Îbrîz Fî Îsbatî’l Qedîm Lî’l-Kîtabî’l-‘Ezîz

Ev kitêba wî, bi zimanê ‘Erebî ye.[52] Kitêba ku ji 81 rûpelî muteşekîl e, li ser îsbata Qur’an’a Kerîm e.[53] Şêx ‘Ebdurrehman, bi vê, dixwaze îsbat bike ku Qur’an nemexlûq e, ew kelamullah e.[54] Bi awakî pirr xweş hatîye îsbat kirin. Kitêb destnîvîs e û niha cem Şêx Şafi’î ye. Di sala m.1886/ h.1303’an da hatîye nivîsîn. Kitêb, çap nebûye.

1.3.5. Kîtabu Keşfî’z-Zulam Fî Eqaîdu Ferqî’l-Îslam

Ev kitêb jî, bi zimanê ‘Erebî hatîye nivîsîn.[55] Mijara wê, cudahîyên di navbera mezheban da ye.[56] Di vê eserê da, di serî da li ser Matûrîdî û Eş’arîtîyê sekinîye û meseleya mezheban rave kirîye, cudahî û mînanên di navbera wan da hatîye destnîşankirin û cewabên pirsan ên di hişên merivan da, bi awakî xweşik hatine îzahkirin.[57] Bi giştî 35 rûpel e; lê li gorî Şefik Korkusuz, 25 rûpel e.[58] Di sala m.1890/h.1307’an da hatîye nivîsîn. Heta niha çap nebûye. Nusxa destnivîs, li cem Şêx Şafi’î ye.[59]

1.3.6. Mînhacu’l-Usûl

Mijara wê, fiqh e, bi zimanê ‘Erebî ye û ji 50 rûpelî muteşekîl e.[60] “Di vê da, çend meseleyên cûda yên fiqhê, bi delîlan hatine îzahkirin. Nusxa destnivîs li cem Şêx Şafi’î ye.[61]

1.3.7. Xurûrname (Salname,Teqwîm)

Ev esera ku li ser astronomîyê ye, ji bo gundê Aqtepê û derûdora wê (Dîyarbekir), wextên nimêjan ên salane, dîyar kirîye.[62] 18 rûpel e û di sala m.1888/h.1305’an da hatîye nivîsîn.[63] Destxet e û li cem Şêx Şafi‘î ye.[64]

1.3.8. Kitêbeka Li Ser Astronomîyê

Ev kitêb, bi ‘Erebî ye. Ji ber ku rûpelên wê yên alîyên pêşîyê, qetîyane; navê wê, hejmara rûpelan û sala hatîye nîvîsandin, ne dîyar e.[65] Lêbelê Tehsîn Îbrahîm Doskî, navê vê kitêbê wek Kîfayetu’l-Ewqat Fî ‘Emelî Berbîu’l-Muqenterat, dide.[66]

“Di vê eserê da, tevgerên rojê, hêyvê, stêrk û gerwêrk (rojgeran, planet) hatine şopandin. Şêx ‘Ebdurrehman; ji qaşikê gûzê, giloverek (kad, earth) wek şiklê dinyayê çêkirîye û li ser wê, navê hemû gerwêrkan bicî kirîye û di eserên xwe da evîya bikar anîye. Herwekî din, eserek ku li ser astronomîyê hatîye nivîsandin, wî wergerandîye.”[67]

1.3.9. Kîtabu’s-Serf we’n-Nehw

“Ev kitêba ku li ser zanîna zimanê (gramer) ‘Erebî hatîye nivîsîn, destxet e û nêzî 50 rûpelî ye. Têda mijarên cûrbecûr ên gramerê hatine ravekirin û bi mînakên cûrbecûr ji bo xweş bên fêmkirin, ew hatine îzahkirin. Ev destxet li cem Şêx Şafi‘î ye.”[68] Di sala m.1873/h.1290) temam bûye.[69]

1.3.10. Kîtabu’t-Tibb[70]

Li gorî Şefik Korkusuz, navê wê, tarîxa nivîsandina wê û hejmara rûpelên wê, ne dîyar e.[71]

  “Ev kitêb, wek kitêba “Tibbê Nebewî” ya ku ji kîjan nexweşîyan ra, çi şîfa ne; ew tên dîyarkirin. Herwekî din di vê kitêbê da, ji bo hinek nexweşî û tengezarîyan ra; behsa hinek duhayên ku fêdeyê didin, tê kirin.”[72] Nusxa wê, ji ber sedemên ku me li jor zikir kiribû, mixabin ne li ber destan e. Li gorî Özaydın, di sala 1901’an da hatîye nivîsîn.[73]

1.3.11. Rîsale

Manzûme ye. Di sala 1894’an da hatîye nivîsandin.[74] Me, tesbît nekir ku bi çi zimanî hatîye nivîsandin.

1.3.12. Muxemmes

Li ser xezela Nabîyê şa‘irê Osmanî yê sedsala 17’an, sê riste zêde kirîye û bi vî awayî muxemmesek bi zimanê Tirkî nivîsîye.[75]

1.3.13. Kîtabu’l-Mentiq

“Şêx ‘Ebdurrehman li ser mentiqê du (2) kitêb nivîsîne ku her yek ji wan nêzî 90 rûpelî ne. Di eserê da; li ser mentiqê, sekinîye û dest avêtîya mijarên felsefeyê û di hinek xusûsîyetan da şîroveyên îsabetdar kirine. Ev kitêp jî destxet e û li cem Şêx Şafi‘î ye.”[76] Me, tesbît nekir ku bi çi zimanî hatîye nivîsandin.

1.3.14. Rîsaleya Rabiteyê

Şêx ‘Ebdurrehman, di vê rîsaleya xwe da li ser mijara ‘rabite’yê sekinîye û li ser rêça kalê terîqeta xwe, Mewlane Xalid’ê Bexdadî, delîl anîne û bi van delîlan xwestîye îsbat bike ku rabite caîz e.”[77] Me, tesbît nekir ku bi çi zimanî hatîye nivîsandin.

1.3.15. Rîsaletu’l-Edeb We’l-Adab

“Ev kitêba wî, weke kitêbeka destan a ji bo murşîdên terîqeta Neqşibendîyan e ku wî xwestîyê bi vê kitêbê, prensîbên lazim ên ku erbabê terîqetê divê bi taybetî wan pêkanînan binîn cî. Di ‘eynî demê da, têda ‘emelen bi fazîlet, tên îzahkirin.[78]” Me, tesbît nekir ku bi çi zimanî hatîye nivîsandin.

1.3.16. Yên Çapnebûyî:

Li gorî agahîyên (Reşan, 2002)yê hinek xebatên Şêx ‘Ebdurrehman hene ku nebûne kitêb.[79]

2. KESAYETÊN EDÎB ÊN JI MALBATA ŞÊX ‘EBDURREHMAN’Ê AQTEPÎ

Şêx ‘Ebdurrehman, ji malbateka wisa derketîye ku ji wê malbatê gelek edîbên din jî derketine. Meriv dikare bibêje ku binemala Aqtepîyan ya jî Medresa Şêx Hesen’ê Nûranî, bûye merkezeka (ocaxeke) edebîyatê. Ji ber ku baş bê fêm kirin û Şêx ‘Ebdurrehman baş bê nasîn, me hemû şa‘irên ji malbatê û eserên wan, li jêrê dan nasîn.

2.1. Şêx Hesen’ê Nûranî (1786-1867)

Şêx Hesen’ê Nûranî, kurrê Îsheq e. Îsheq, kurrê siwar Axa ye; Siwar Axa, kurrê Îsmaîl Axa ye; Îsmaîl Axa jî kurrê Mihemed e. Şêx Hesen, di sala m.1786/h.1201’an da hatîye dinê.[80] Lê li gorî Doskî, di sala 1787’an da hatîye dinê[81]. Wefata wî 1867ê[82] mîladî ye.

Malbata Şêx Hesen ne seyîd in[83]. Ew bi ‘eslê xwe ji Hekarîyê ne. Ne dîyar e ku ew ji kuderê hatine Hekarîyê û çiqas li wê derê mane. Lêbelê, ji ber hinek sedeman, ji kalekî wî, yek ji Hekarî’yê bar dike û tê li gundê Kox’ê bi cî dibe. Bapîrê Şêx Hesen, ji wêrê mişextî çûbû devera Xerzan.[84] Şêx Hesen bi xwe li gundê Kox’ê hatîye dinyayê.[85] Kox, gundekî bi ser bajarê Bedlîs’ê ve ye û li nêzî zîyareta Weysel Qeranî[86] ye. Kox, gundekî ji herêma Xerzanê ye. Bavê wî li Kox’ê rehmet kirîye. Di helbestên Aqtepîyan da, ji devok û hinek kelîman tê fêmkirin ku ji derdora Hekarîyê ne. Ev rewş, di Rewdî’n-Ne‘îm’ê da pirr xuyadike.

Şêx Hesen, li gundê Kox’ê, dest bi xwendinê dike. Li gundekî bajarê Mûş’ê yê bi navê Sîpik’ê, li cem Şêx Salih’ê Sîpikî dixwîne, ‘emelê tesawûfê dike û ji wî hem îcazeta ‘îlmê û hem îcazeta terîqetê digire[87]. Wî, zanîna xwe ya şer‘î, li nik gelekan wergirtibû, û yê ji hemyan navdartir zanayê mezin Mela Xelîl’ê Sêrtî bû (wefat 1167-1259 mişextî)[88].

 Şêx Hesen, dema ku îcazetê digire, ‘umrê wî di navbera 25-35 salan da ye. Bi girtina îcazeyê, ew dibe 33yemîn şêxê terîqeta Neqşibendîyan. Şêx Salih, xelîfê Şêx Zebarî bû. Şêx Zebarî jî xelîfê Şêx Xalid’ê Şehrezorî bû.[89] Şêx Hesen bi vî awayî di terîqetê da ji sîlsîleya Xalidîyan[90] tê hesabê

“Şêx Salihî, mirovekî bi qedr û biha bû li nik mezinên dewleta Osmanî. Û carekê wî kaxezek bo Sultanê Osmanî ‘Ebdulmecîdî (1823-1861) hinart, û êk ji daxwazên wê têda ji Sultanî kirin ew bû ew çavê xo bidete Şêx Hesenî, çunkî ew mirovekî jêhatîye. Û di bersiva wî da Sultanî ferman da, 52 parçeyên ‘erdî li devera (Aqtepê) ku êk ji gundên nehya (Çinar e) ya ser bi wîlayeta (Dîyarbekir’ê) ve, bo wî bênedan, her wesa wî ferman da, tekyek û medresek jî bo wî li wêrê bêne avakirin, lew Şêx Hesenî qesta gundê (Aqtepê) kir, û li wêrê akincî bû û pê hate nîyasî û gotinê: Şêx Hesen’î Aqtepî.”[91] Bi nameya Şêx Salih a ji bo Sultan ‘Ebdulmecîd, Şêx Hesen bû xwedîyê ‘erdan û li gundê Aqtepê bi cî bû.

Aqtepe, gundekî bi ser Çinar’ê ve ye û gelek kevn e. Berê navendeka ticaretê bûye. Girek li wê derê heye û ew gir ji alîyê merivan ve hatîye çêkirin. Niha 15-20 mal têda hene.[92] Çinar, qeza Dîyarbekir’ê ye û di dikeve şerqê Enedol’ê.[93], li ser guzergeha rêya Dîyarbekir û Mêrdîn’ê ye.[94]

Şêx Hesen ji wan kesên navdar ên terîqetê Neqşîbendî ye. ‘Alimekî edîb û aşiqê mihebeta îlahî bûye[95].

Şêx Hesen, ji ber ku tim li ser serê wî nûrek hebûye û bi wî ra gerîyaye[96] û însanên devera Aqtepê bi îrşad û perwerdeya xwe nûranî kirîye, jê ra gotine Hesen’ê Nûranî.[97] Nasnava “Nûranî” bi vî awayî ji wî ra bû sîfet. Ji ber xebatên wî yê ‘îlmî û me‘newî, padîşahê wê serdemê, jê ra sencaxek û dîyarîyên cûrbecûr şandine.[98]

Şêx Hesen, carekê çûye hecê[99]. Şêx Hesen di sala 1867’an da rehmet kirîye, mezelê wî li gundê Aqtepê ye.

2.1.1. Zarokên wî

Şêx Hesen du caran zewicîye. Ji pîreka wî ya Helîme’yê, zarok tune ne; ji Şerîfe’yê, çar kurr û du keç çêbûne. Navên Zarokên wî ev in: 1- ‘Ebdurrehman, 2-Mihemed Can, 3-Mihemed Nûr, 4-Mihemed Sîrac, 5-Ruqîye, 6-Şaxênebat (di ‘umrê ciwan da rehmet kirîye)[100].

2.1.2. Eserên wî

Tê gotin ku wî gelek kitêb nivîsandîye, lê ji ber sedem û bûyerên cûrbecûr ji Şêx Hesen’ê Nûranî kitêb negihane roja me. Li gorî agahîyên ku ji nêvîyên wî hatine girtin, dibêjin du- sê[101] kitêbên wî û kitêbeka ku Şêx Hesen bi xwe îstînsax kirîye, heye. Navê wê “El-Mîftahu’l-Maîyye fî Terîqeqetî’n-Neqşîbendîye” ye. Di sala 1265’ê hîcrî da, hatîye îstînsaxkirin. 45 rûpele e.[102] Muellîfê wê Şêx Ebdulxanî E’n-Nablûsî ye.[103] Kitêb di di derheqê terîqetê da ye. Têda sîlsîleya terîqetê heye. Kitêb niha li Aqtepê ye.

2.1.3. Xelîfeyên wî

Şêx Hesen, ji ber ku şêxekî terîqeta Neqşîbendî ye, wî li dû xwe ev xelîfeyên hanê hiştine[104].

1-‘Ebdurrehman’ê Aqtepî                                 (Lawê wî)

2-Mela Hesen’ê Barî                             (Barê, gundekî Çinar’ê ye)

3-Şêx Qasim’ê Altûnakar                                  (Altûnakar, gundekî Çinar’ê ye)

4-Şêx Eyyûb’ê Cirnikî                          (Cirnik, gundekî Têrkan e)

5-Şêx Ehmed’ê Hanewî                                    (Bi teberukî xelîfetî dayê)

6-Şêx Mihemed’ê Zîlan                                    (Zîlan, gundekî Batman’ê ye)

7-Şêx Mihemed Emîn’ê Şêxselametî     (Şêxselamet, gundekî Têrkan e)

2.2. Şêx Mihemed Can (1857-1909)

Şêx Mihemed Can, kurrê Şêx Hesen’ê Nûranî ye. Navê dîya wî Şerîfe Xanim[105] e. Ew birayê bindest ê Şêx ‘Ebdurrehman e. Ew di sala 1857’an da, (hîcrî 13 Şe‘ban 1274) li gundê Aqtepê hatîye dinê. Di sala 03.04.1909’an da jî wefat kirîye.[106]

Şêx Mihemed Can, tehsîla xwe ya ‘îlmî, pêşîyê li gel bavê xwe, di dû wefat bavê xwe da ji du melayên mezin[107] (Mele Mehmed Emin û Mele Selîm), li cem kekê xwe û murşîdê xwe Şêx ‘Ebdurrehman dibîne.[108] Dû ra, îcazeya ‘îlmê ji dersdarê meşhûr, Mele Mihemed’ê Kurmuşlu’yê werdigire.[109] “Ew di dû tehsîla ‘îlmê da, ‘emelê xwe yê tesewûfê li ber kekê xwe Şêx ‘Ebdurrehman temam dike û dibe xelîfe. Lêbelê Şêx ‘Ebdurrehman jê ra dibêje: “Her çiqas ez xelîfetîyê didim te jî, lê ji bo ku xelk galgal û paşgotinan nekin, divê tu biçî Şam’ê û ji dergaha Xalidîyan, ji xelîfeyên wê, îcazeyê bigirî. Çimkî, bi vî awayî ew ê hîn baştir be. Ji ber vê yekê Şêx Mihemed Can diçe Şam’ê û di demeka kin da li Şam’ê xelîfetîyê digire û vedigere. Ji ber vê sedemê, di nava gel jê ra “Şêxê Şam’ê. tê gotin[110]”. Dema ku ew li Şam’ê bûye, ji wê derê çûye jî Hecê.[111] Piştî wergirtina xelîfetîyê û di dû vegera xwe ya ji Şam’ê da, li gundê Aqtepê, di şûna kekê xwe Şêx ‘Ebdurrehman da, ew dersê dide feqîyan; çimkî kekê wî (Şêx ‘Ebdurrehman) nedixwest ku bi murîd û feqîyan ra eleqedar bibe. Loma Şêx ‘Ebdurrehman, wezîfeya dersdayînê, dispêre wî, û bi vê yekê Şêx ‘Ebdurrehman xwe dide ser ‘îlmê û nivîsandina şî‘ran.

 Şêx Mihemed Can, di herêma xwe da, bi navê şêxtîyê zêde navdar nebûye. Ji ber ku ew ‘alimekî gihaştî û zanayekî dagirtîbûye, pirr jî ders daye feqî û şagirtan. Ji ber vê yekê ye ku wî xwe li şêxantîyê nekiribû xwedî.[112]

Şêx Mihemed Can, herwekî din, di beşa Sebebê Telîf a Rewdi’n-Neîmê da ku Şêx ‘Ebdurrehman jî behsa wî dike, dibêje: “Birayê min ê bi navê Mihemed Can, hat cem min û ji min xwest ku ez Şemaîla Hz. Pêxember (e.s.) binivîsim. Li ser vê rîca wî, min jî nivîsand. Yanî, Rewdî’n-Ne‘îm, bi teşwîq û daxwaza Mihemed can hatîye nivîsandin.” Di dawîya Rewdî’n-Ne‘îm’ê da, medhîyeyeka (pesinbêjî) Mihemed Can jî, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’ê heye. Ew medhîye, di metna orjînal da, di dawîya Rewdî’n-Ne‘îm’ê da cî digire. Bi temamî 38 beyt e, bi arûzê ye û ji 11 kiteyan pêk tê.

Nasnava (mexlas) Şêx Mihemed can, Xakî ye.[113]

2.2.1. Zarokên wî

Şêx Mihemed Can, carekê zewicîye; 3 kur û 4 keçên wî hebûne. Navên zarokên wî, wiha ne: 1-Mihemed Hesîb, 2-Mihemed Munîr, 3-Mihemed Behçet, 4-Zubeyde, 5-Belqîs, 6-Simbilazar 7-‘Ember[114]

2.2.2. Xelîfeyên wî

 Çar xelîfeyên wî hebûne:

1-Şêx Hesîb (Kurrê Şêx Mihemed Can)

2-Mihemed Reşîd’ê Şêxselametî (Şêxselamet, gundekî herêma Têrkan e, bi ser D.bekir’ê ve ye)

3-Şêx Fetteh (ji Hênê yê)

4-Şêx Mistefa (ji gundê Têrkan, Cirnikê ye)[115]

2.2.3. Eserên wî

2.2.3.1. Methîyye

Wî, ev methîyye (pesinbêjî) ya xwe, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’ê nivîsîye. Weke metn, di dawîya Rewdî’n-Ne‘îm’ê da cî digire. Bi giştî 38 beyt e. Bi wezna arûzê hatîye nivîsîn. Bi şiklê mesnewîyê ye.

2.2.3.2. Serf û Nehw

Li ser zimanê ‘Erebî û belaxeta wê, mehlûmatan îhtîwa dike, zerafetên zimanên ‘Erebî vedibêje.[116]

2.2.3.3. Leyla û Mecnûn (Kîtabu Leyla û Mecnûn)

Di sala 1884’an da (hîcrî 1302) hatîye nivîsandin. Sernavên wê, hemû bi Kurmancî ne. Ji 20 sernavan pêk tê. Bi giştî ji 1879 beyt (malik) in. Ew bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin. Li ser vê eserê, du xebat hatine kirin.[117]

Ev çend malikên li jêrê yên ku me ji beşa ‘Sebebê Telîfê’ girtîye, armanca Şêx Mihemed can a nivîsandinê vê eserê, nîşan dide:

Kurmancî qesîdê di mewzûn

Behsê dikir ew ji halê Mecnûn

Turkî hene, nîn e Kurdîwarî

Kurdî wekî kenzekî veşarî

Ma qet nîn e kes ji xelkê Ekrad

Leylasîfet ew bi ah û feryad

Min dî hene, lê bêmecal in

Piraqil û sahibkemal in

Wan nîn e û ne debîrek

Ne padîşahek ne wan wezîrek

Peyda bikira me ger emîrek

Sahibhuner û xudanê şîrek

Ev Tirk, ‘Ereb, Tatar û Faris

Carek bibûna li ber me naqis

Her şa‘irekî zebanê Kurd’an

Qet nayê ji halê wan xeberdan

Her şi‘r û qesîde dê bigota

Dunya ser û bin hemî bisota

Ema ku xudan ji bo me nîne

Nêv Rom û ‘Ereb’an, ademî ne

Ger yek ji me bête deh ji Etrak

Hemîyan diketin şubhetê xak

2.3. Şêx Kerbela (1885-1939)

Lawê Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî ye. Di sala m.1885/h.1303’an da li Aqtepê hatîye dinyayê.[118] Navê wî danîne Mihemed Kerbelaî, da ku bibe peyrewê şehîdê xakê Kerbela’yê.[119] Ew di sala 1939’an[120] da çûye ser dilovanîya xwe.

Ew, ‘emelê xwe yê tesewûfî û ‘îlmî, ji bavê digire. Lêbelê di dû nîhayeta girtina ‘emelê tesewûfê da, ji ber ku ew dikeve cezbe û îstîxraqeka wisa pirr qewî, loma şêxtîyê nake û heta dawîya ‘emrê xwe jî li ser vî halî dimîne.[121]

Di dû wefata bavê xwe da, ew li medresê, bi xwe dersê dide. Îştîyaqa Şêx Kerbela, pirr li ser ‘îlmê hebûye. Di dû wefata bavê xwe da, ji ber vê îştîyaqa xwe ya ‘îlmê, hemû para xwe ya li ser ‘erd û milkan dide xwuşk û birayê xwe, wek mîras ew tenê kitêbê bav û kalê xwe, ji xwe ra digire.[122]

Ûfûqeka gelek fireh, bi Şêx Kerbela ra hebûye. Ew xwedîyê ‘Erebî û Farisîyek gelek mukemel bûye.[123] Ji xwe gava ku meriv dîwana wî dixwîne, wê dewlemendîya wî ya ‘Erebî, bi taybetî jî ya Farisî dibîne. Çimkî gava ku meriv bi Farisî nizanibe, ji wan şî‘rên wî yên xwerû Farisî û yên ku bi peyvên Farisî hatine xemîlandin, fêm nake. Di ‘eynî wextê da, wî di dîwana xwe da, bi Tirkî jî helbest nîvîsîne.

2.3.1. Sirgûna (Neyîstan) wî[124]

Di sala 1925’an da, mesela Şêx Se‘îd diqewime. Ji ber ku Şêx Kerbela jî alîkarîya Şêx Se‘îd kirîye[125], ew jî tê binçavkirin. Wê wextê gelek şêx û beg û ‘alim û pêşengên Kurd’an, tên girtin. Bi fikra ku dibêjin, tilîya wî jî di vê meseleyê da heye, Şêx Kerbela û Şêx Hesîb (kurrê Şêx Mihemed Can) ji alîyê rejîmê ve sirgûn dibin û diçin bajarê Uşak’ê. Hinekî li Uşak’ê dimînin, paşê wan dişînin bajarê Edene’yê. Ev sirgûna wan, du salan dewam dike. Şêx û hevalên li derûdora wî, jê ra dibêjin: “Şêxê min, em li vira perîşan bûn, ji halê me ra çarekê bibîne.” Ew jî henekan dike û ji wan ra dibêje: “Heke hûn zîyafetkê bidin min, ez ê ji Xwedê ra daxwaznamekê binivîsim.” Qelem û kaxezê jê ra tînin. Ew bi Tirkî daxwaznamekê bi sernavê: “Bismillahirahmanirrahim, Allahu Tealaya Arzuhaldir.” (Bismîllahîrehmanîrehîm, Daxwaznameyek Ji Bo Xwedê Tehala) dinivîse. Têda, behsa hal û perîşanîya xwe û hevalên xwe dike, zulma ku hatîye serê wan tîne ziman û di dawîyê da duha dike ku ‘efûya wan were. Û mektûbê (name) dike nav zerfê, nav û paşnavê xwe li ser dinivîse, wê mor dike û ji hevalên xwe ra dibêje: “Bibin, bavêjin Çemê Ceyhan’ê.” Mektûbê dibin davêjin çem û tên. Ew ji wan ra dibêje: “Nameya me, wê filan rojê bigihêje cîyê xwe.” Di vê navberê da ew hazirîya xwe dike, çemteyê xwe, alav û kitêbên xwe berhev dike. Hevalên wî, bawer nakin, dikenin û dibêjin. “Şêxê min; te mektûb nivîsî û avête çem û mektûba te çû”. Lê, ew dikene. Wê roja ku wî dîyar kiribû, tê. Tam wê rojê, bi têla birûskê (yıldırım telgrafı) ji Enqerê (Ankara, paytexta Tirkîye’yê ye.) ‘efûya wan tê. Mubaşîr, şefeqê tê ber derîyê wî, ji wî ra dibêje : “Çavên we ronî, ‘efû ya we hatîye, hûn derin. Şêx, radibe nimêja xwe dike. Ji ber ku wî berê çemteyê xwe hazir kirîye, radibe ku derkeve. Hevalên wî jê ra dibêjin: “Li benda me jî bisekine.” Ew dibêje: Ev hefteyek e ku ez hazirîya xwe dikim, we jî bikira.”[126]

Di sala 1927’an da ji sirgûnê vedigere. Tê li gundê Çûl’ê[127] bicî dibe. Li Çûl’ê 12 salan dimîne. Ji ber wan zehmetîyên xwe yên ku di sirgûnê da jîyaye û ji ber sedemên cûda, nexweş dikeve.[128] Li Çûl’ê dikeve jîyaneka înzîwayê[129], 12 salan ji hundir dernakeve. Dibêjin, tenê ji 24 sa‘etan carekê ji malê derdiket û diçû li şûna bêderan, ji xwe ra digerîya. Tê gotin ku çar-pênc heb mangeyên (çêlek) wî hebûne. Wî, wan mangeyên xwe dane gundîkî feqîr û ji gundî ra gotîye: “Tu feqîr î; bi firotina şîr û mastê van mangeyan, debara xwe bike, xwe pê xwedî bike. Ji min ra jî çay û cixarê pê bikire û ji bajêr her roj rojnamekê bîne. Dibêjin, Şêx çaya pirr bi dem (çaya giran) vedixwar û cixare dikişand, Xanîyê wî niha li Çûl’ê heye, bêpencere ye. Cîyê ronîyê tam di nava xanîyê wî da, li jor di arikê (tawan) da, bûye. Ronîya xwe ji arikê girtîye. Heta wefata wî, gundîyan xizmeta wî kirîye. Şêx ‘Eskerî (birayê biçûk) li gundê Bîrsin’ê bûyê. Dibêjin, Şêx ‘Eskerî, pirr ji Şêx Kerbela hez kirîye. Loma, Şêx ‘Eskerî ji mehê carêke, ji meh û nîvê yan jî ji du mehan carekê, ji Bîrsin’ê bi trênê ya jî bi siwarî bihata Dîyarbekir’ê û ji wê derê wê biçûya Çûl’ê. Rîhê birê (Şêx Kerbela) xwe, nênûkê birê xwe kurr bikira, serê birê xwe çêbikira. Çimkî dibêjin; Şêx Kerbela jê ra gotîye: “Ez nikarim bi rîh û nênûkan ra elaqedar bibim.” Şêx Kerbela bi vî awayî 12 salan li Çûl’ê maye. Di dû wefata wî ra, ew li Çûl’ê (1939) defin kirine. Şêx ‘Eskerî jî berîya wefata xwe gotîye. “Min jî bibin cem birê min, min li wê derê defin bikin.” Dema ku Şêx ‘Eskerî wefat dike (1952), wî jî dibin Çûl’ê, û wî li cem Şêx Kerbela defin dikin. Herwekî din, li Çûl’ê pismamên wan, pîrekên wan; Şêx Silheddîn, Şêx Fehmî jî medfûn in.

Şêx Kerbela, heta wefata wî jî, hişê wî li sere wî bûye. Şêx Kerbela qet nezewicîye. Gotîye, ez xwe nakim esîrê pîrekê. Li ser mesela zewacê hinek dibêjin bi cinan ra zewicîye.

Wî ji ber ku şêxitî nekirîye, li dû xwe jî xelîfe nehiştine. ‘Alimekî pirr mezin bûye. Pirr kitêb nivîsîne; lêbelê wî bi zanebûn kitêbên xwe şewitandine. Şêx Kerbela IŞIK, dibêje: “Min xwe gihand çend extîyarên Çûl’ê û min ji wan pirsî, wan digot: Apê (mam) te, dinîvîsand, carekê jî dixwend û digot: Ez vana dinivîsim; lê kî yê ji vana fehm bike. Wî carekê ew dixwend û dişewitand.”[130] Di ber sekretê da jî wî wisa gotîye: “Ez sindoqekî devgirtî hatime û ez devgirtî jî çûm.”[131] Mexlesa wî Kerbelaî ye.

2.3.2. Eserên wî

2.3.2.1. Nameyeka Edebî

Ev name, ji Mihemed Sidîq’ê lawê Mihemed Neytullah’ê lawê Şêx Qasim ra hatîye şandin. Ji hêla naverokê ve, têda texkîr (biçûkxistin) heye. Li gorî Korkusuz, ji ber cûdabûna fikrê di navbeyna wan da, hatîye husûlê.[132]

2.3.2.2. Dîwan

Wî, vê kitêba xwe ya helbestan, di sala 1914’an da (h.1333) nivîsandîye. Ji hêla ziman ve, ji ber pirranîya peyvên ‘Erebî, bi taybetî ji ber ên Farisî, dîwana wî gelek giran e. Di dîwanê da, helbestên xwerû Farisî, ‘Erebî û Tirkî hene. Şêx Kerbela, li ser Şêx Sidîq’ê nêvîyê Şêx Qasim, bi Tirkî, 28 beyt, bi awayê qesîdeyê, hîcwîye (rexne) nivîsandîye.[133] Şêx Qasim, xelîfeyek ji xelîfeyên Şêx Hesen’ê kalikê wî ye. Wî, texmîsek li ser xezela Mela’yê Cizîrî jî nivîsîye.

Li ser dîwana xebatek hatîye kirin.[134]

2.3.2.3. Mîrsadu’l-Etfal (Cîyê Çavdêrîya Zarokan)

Ferhenga Farisî û Kurdîya Kurmancî ye. Di sala m.1912/h.1331’an da hatîye nivîsandin. Beramberîya 1350 peyvî hatîye dayîn.[135] Bi awayê menzûm e, bi kêş û qefîye ye. Ji hêla şibandinê ve, dişibe ‘Nûbihara Biçûkan’ a Ehmed’ê Xanî. Şêx Kerbela dibêje: “Min ev ferheng ji bo du sedeman nivîsand. A ewil; ji bo ku zarokên Kurd’an, bi hêsanî fêrî zimanê Farisî bibin. Ya duduyan; ji bo ku birayê wî Mihemed ‘Eskerî û birazîyê wî yê bi navê Neqşîbendî, ji zimanê Farisî bêpar nemînin.[136] Du xebat, li ser vê ferhengê hatine kirin.[137]

Ji Mîrsadu’l-Etfal’ê, çend beyt wek nimûne:

Li ser etfal û ewladê di Kurd’an

Lê lîsanê Farisî û meqsedê wan

.

Me her wek Nûbihara Şêxê Xanî

Esasê wê, ji bo etfalî danî

.

Bikin se’yê di vê mîrsadê ekser

Bigihîjin meqsed û rahê di enwar

.

Mihemed ‘Eskerî û Neqşîbendî

Ewan îlet ji vê tertîb û bendî

2.4. Şêx Muhemmed ‘Eskerî (1898-1952)

Şêx ‘Eskerî, di sala 1898-1989’an da, (h.1316) li gundê Aqtepê hatîye dinê û di 1952’an da wefat kirîye. Gora wî niha li gundê Çûl’ê, li gel birê wî yê Şêx Kerbela ye.[138]

Şêx ‘Eskerî, kurrê Şêx ‘Ebdurrehman e. Wî pêşîyê, ders ji bavê xwe gîrtîye, paşê li medresa Aqtepê dewam kirîye. Di dû wefata bavê wî da, wî li cem kekê xwe Şêx Kerbela xwendîye.[139]

Şex ‘Eskerî, di dîwana xwe da, di beşa 43’an da, sîlsîleya xelîfetîya rêçika Neqşîbendîyan, ji destpêkê heta digihêje mamê wî Şêx Mihemed Can, wiha nivîsîye. “Nebî Sidîq, Selman, Qasîm, Ce‘fer, Teyfûr, Ebul-Hesen, ‘Elî, Yûsuf Gencûr, ‘Ebdilxaliq, ‘Arif, Mehmûd; Elî, Baba Kulal, ‘Elauddîn, Şêx Yaqûb Çerxî, Xwace Ebrar, Şêx Mihemed Zahidî Şêx Derwêş, Şêx Mihemed Xwace, Baqî, Şêx Seyfuddîn, Şêx Seyyîd Nûr, Şêx Ebdullah Dehlewî, Mewlana Xalid’ê Şehrezorî, Şex Bahauddîn’ê Sanî, Şex Hesen’ê Nûranî, Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî, Şêx Mihemed Can’ê Aqtepî ”[140]

Mexlesa wî, ‘Eskerî ye.

2.4.1. Eserên wî

2.4.1.1. Dîwan

Dîwana wî ya helbestan e.

2.4.1.2. ‘Iqdê Durfam

Zeynelabidîn Zinar, di sala 1989’an da, li Swêd’ê (Stokholm), ji weşanên Apec-Tryck’ê çapkirîye. Ji tîpên ‘Erebî, weguhestîye tîpên Latînî.

2.4.1.3. Keşkul

Ji helbestên wî yên cûrbecûr pêk hatîye. Têda, bi şiklên mesnewî, xezel, qesîde ruba‘î û muxemmes hene. Helbestên wî; li ser eşq, dîn, û tesewûfê ne. Têda bi Farisî jî helbest hene. Navên her helbestê, bi awakî modern hatîye nivîsîn. Yanî navê her helbestê cûda cûda ye. Zeynelabidîn Zinar, xebatek li ser kirîye, ji nav weşanên Doz’ê, li Stenbol’ê di 2009’an da derxistîye.

2.4.1.4. ‘Îlmê Ehwalê Berq û Birûsk û Baran, Qews û Qezehê

Şêx ‘Eskerî bi xwe gotîye: “Min, kîtabek “Îlmê Ehwalê Berq û Bîrûsk û Baran, Qewz û Qezeh” ku fîlan weqtê wiha derkeve weya yê wisan bibe…nîvîsîye”[141]

Ji bilî van eserên navbihurî, Şêx ‘Eskerî, nusxeyek ji ber Mem û Zîna Ehmed’ê Xanî jî wî bi destê xwe îstînsax kirîye.

2.5. Şêx Hesîp (1885-1947)

Şêx Hesîb, kurrê Şêx Mihemed Can e û birazîyê Şêx ‘Ebdurrehman e. Ew di sala m.1985/ h.1300’an da, li gundê Aqtepê hatîye dinyayê[142]. Di sala 1947’an da jî li Çinar’ê wefat kirîye, û ew jî anîne Aqtepêyê û li goristana Aqtepê, li cem Şêx Hesenî Nûranî defin kirine.[143]

Wî, di biçûktîya xwe da, dest bi xwendinê kirîye, li cem bavê xwe xwendîye, ‘îcazeya hem ‘îlmê û hem a tesewûfê ji bavê xwe girtîye.[144] Wî, li cem apê xwe Şêx ‘Ebdurrehman jî xwendîye.[145]

 Ji xwendin û zanînê zêdetir, Şêx Hesîb rûmeteka mezin daye kitêban û kitêbxaneya xwe pirr dewlemend kirîye. Li gorî ku tê gotin, di kitêbxana wî da, bi hezaran kitêbên cihê hebûne. Lê mixabin, leşkerên Komarê, pirranîya eserên kitêbxana Şêx, şewitandine.[146]

Şêx Hesîb, î‘aşeya (debar) xwe, bi cotkarîyê û bi xwedîkirina dewaran kirîye.[147] Ew 4 carê zewicîye û ji van zewacan 3 kurr û 3 keç çêbûne. Navê zarokên wî yên kurr, bi rêzê ev in:          1- Salih, 2-‘Evdila Heyder, 3-Mihemed.[148]

Mexlesa wî, (nasnava) Hesbî ye.

2.5.1.Eserên wî

2.5.1.1. Dîwan-1

Ev dîwana wî, bi Kurmancî ye. Têda 94 beş, 1925 beyt (malik), 328 çarîn hene ku her yek ji wan, bi naveroka xwe pirr dewlemend in, bi babetên cihê û bi tewrekî xweş hatine hûnandin.[149]

2.5.1.2. Dîwan-2

Ev Dîwana wî jî bi Kurmancî ye û ji alîyê leşkeran ve hatîye şewitandin.[150]

2.5.1.3. Simbil

Ev kitêb, ku bi şêweya “Şeh-nama Fîrdewsî” hatîye nivîsandin, kitêbeka mukemel a li ser tarîxa Kurd’an e.[151] Ev eser, di sala 1960’an da, gava ku leşker tên gund, lawê Şêx Heyder ê bi navê ‘Ebduldawer Işık, ji bo ku kitêb neyê girtin û ji bo wan qebehet û suc çênebe, wî bi destê xwe ev kitêb avêtîye sobeyê û şewitandîye.[152]

Her wiha Şêx Hesîb, nusxeyek ji ber Dîwana Mela’yê Cizirî jî wî bi destê xwe îstînsax kirîye.

2.6. Mihemmed Sîrac (1866-1912)

Zeynelabidîn Zinar, di derheqê Mihemed Sîrac da wiha agahîyê dide. “Min zêde agahî li ser vî zatî bi dest nexistine. Min bihîstîye ku wî jî eser nivîsîne; lê agahdarîya min ji jimara wan û zimanê wan çênebûye.”[153] Lê belê li gorî lêkolîna xwendekarekî akademîya Cegerxwînê yê bi navê Rêdûr Dîcle, me navê hinek kitêbên wî bi dest xistin. Kitêbên wî ev in:

2.6.1. Rîsale

Di derheqê vê esera wî da me tu agahî bi dest nexist.

2.6.2. Şerha Curcanî

Ev kitêba Sîrac, gelek stûr e. Bi zimanê ‘Erebî hatîye nivîsîn.

Şêx Mihemed Sîrac, di helbestên xwe da mexlesa “Lutfî” û “Dilbiderd” bikar anîye.[154]

2.7. Nivîskarên Din

Ji malbata Hesen’ê Nûranî, bi pirranî şa‘irên klasîk derketine. Di dû qefilandina Medresa Nûranî da, ew damara edebîyata me ya klasîk jî qût bû. Di vê dema me da, êdî ji bilî wan şa‘irên klasîk, çend nivîskarên din jî ji malbatê darketine. Wek: Fehîm IŞIK û Pertev IŞIK. Pertev Işık, çend roman bi Tirkî nivîsîne, tê gotin ku bi Kurdî jî dinivîse. Fehîm Işık jî, di tv, rojname, malper û kovaran da li ser edebîyat û sîyasetê, hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî dinivîse û diaxive.

[1] Murat ÖZAYDIN, Şeyh Abdurrahman Aktepe, Hayatı, Sanatı, Görüşleri, Cihan Yayınları, İstanbul, 2009,  r. 47.

[2] Özaydın, h.b., r. 47.

[3] Bedi‘uzzaman Said Nursî, İctimaî Dersler, Weşanên Zehra’yê, İstanbul, 2004, r.153.

[4] Nursî, h.b., r. 153.

[5] Nursî, h.b.,r. 180.

[6] Nursî, h.b.,r. 186.

[7] Nursî, h.b., r.25.

[8] Nursî, h.b., r.10.

[9] Zeynelabidîn Amedî, Rewdî’n-Neîm Me‘e Şerh, Çapa Ofset, Dîyarbekir, 1986, r. 1.

[10] Nevin Güngör Reşan, Navdarên Kurd, Weşanên Doz, İstanbul, 2002, r. 66.

[11] Tehsîn Îbrahîm Doskî, Vehînoka Rewdî’n-Ne‘îm, Spîrêz, Duhok, 2011, r.12.

[12] Ev belge, wek pêvek di dawîya vê beşê da heye.

Li gorî nasnameya fermî ya Dewleta Osmanîyan, rojbûna Şêx ‘Ebdurrehman 1270yî hîcrî ye, lê li binê wî bi herfên latinî, dîyar e ku paşê bi destê yekî din, mîladî 1854 hatîye nivîsîn. Ji xwe bavê wî şêx Hesen’ê Nûranî, dema ku Xwedê ‘Ebdurrehman daye, wî bi destê xwe li ser kaxezekê bi ‘Erebî rojbûna wî nivîsîye. Ev belge, di dawîya vê beşê da heye.

Di mesela dîroka rojbûna Şêx ‘Ebdurehman da, di çavkanîyan da îxtîlaf heye. Li gorî Zinar 1850, li gorî Korkusuz 1850, li gorî Dîwana Rûhî, Weşanên Enstîyuta Kurdî ya Stenbol’ê 1850,  li gorî Murat Özaydın 1854 e. Lêbelê, li gorî qenaheta me, ji ber ku me ev tarîxa hîcrî, li gorî bernameya hesabkirinê ya tarîxa hîcrî vediguherîne tarîxa mîladî û di encama hesabkirê da 1853 derdixîne, dîroka 1853’yê, û ev dîrok, rastirîn dîrok e.

[13] Osman Akdağ-Kerem Soylu, Dîwana Rûhî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Weşanên Enstituya Kurdî Ya Stenbolê, Stenbol, 2002, r. l 9.

[14] Zeynelabidîn Zinar, Medreseya Axtepe, Nûpelda, Jimare 10, Van 2002, r. 22.

[15] Zinar, h.b., r.22.

[16] Mele Mihemed Emîn, bi ‘eslê xwe ji gundekî Mêrdîn’ê yê bi navê Karabazin’ê ye û li Aqtepe’yê muderîsî kirîye.

[17] Mele Mihemed, ji gundekî Bismil’ê yê bi navê Kamişlûyê ye.

[18] Doskî, r. 13.

[19] Reşan, r. 66.

[20] M.Şefik Korkusuz, Tezkire-i Meşayih-i Amid, Diyarbekir Velileri I-II, Kent Yayınları, İstanbul, 2004, r. 48.

[21] Zeynelabidîn Zinar, Rewdneîm, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Stokholm, 1991, r. 5.

[22] Ji neqla Şêx Kerbala IŞIK.

[23] Ji neqla Şêx Enwer TEYFÛR.

[24] Akdağ-Soylu, r. 9.

[25] Ji neqla Kerbala IŞIK.

[26] Mela Mihemed Me’sûm, Çerxa Cîhanê, İstanbul, 2010, r. 279.

[27] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 22.

[28]Me, av agahî ji xortekî bi navê Rêdûr Dîcle girt. Rêdûr, di akademîya Cîgerxwîn’ê da, wî û çend hevalên xwe, di nava xwe da, dersên edebîyata Kurdî ya klasîk dane hev. Dema ku xwestine li ser Şêx ‘Ebdurrehman û eserên wî ahagîyan bi dest bixin, ew çûne gundê Aqtepe’yê û bi gundîyên ‘emirdirêj û Şêx Şafi‘î re roportaj kirine (2010). Wî, ev agahî ji gundîyekî kal girtîye. Me ev agahî jî gotara wî xortî girtin.

Rêdûr Dîcle, Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî, g.ç., 2010, r. 3.

[29] Selam Ertekin, “Medrese: Enstitîyên Zimanê Kurdî”, Nûpelda, Jimare 10, Van, 2012, r. 70.

[30] Korkusuz, r.48.

[31] Li gorî beyana pêşgotina bi zimanê ‘Erebî ya pirtûka wî Rewdî’n-Ne‘îm’ê, Şêx ‘Ebdurrehman, di 16’ê Adara Rûmî ya  1326’an, 29’ê Adara Mîladî 1910’an da çûye ser dilovanîya xwe. bnr. Amedî, r. 1; Zinar, r.3; Korkusuz, r. 49.

Liser dîroka wefata wî, di çavkanîyan da îxtîlaf heye. wek:

a)Di Dîroka Wêjaya Kurdî da, dîroka wefata wî 1905, tê nîşandan.

b)Fehim IŞIK jî di gotara xwe ya bi navê Edebîyata Klasîk a Kurdî ya di kovara Tîroj’ê da dibêje: “Li gorî agahîyeka din tarîxa wefata wî di 5’ê Sibata 1905’an da ye.

c)Zinar jî dibêje: Tarîxa wefata wî, 1910 e. Lê tarîxeka din a cihê jî heye, ew jî li gorî kovara Devrimci Demokrat Gençlik’ê, Jimar 5-6, r. 14 Heziran 1978, ew tarîx jî 5’ê Sibata 1905’an e.

  1. d) Li gorî Korkusuz; 1907 e.
  2. e) Li gorî Amedî 1906 (1325h). Dîwana Mihemed Kerbelayî r. 2.

[32] Ev tarîxa Rûmî,  li gorî hesabkirina teqwîmê, tam teqabulê 29’ê Adara 1910’an dike. Di mesela tarîxa wefata Şêx ‘Ebdurehman da her çiqas di çavkanîyan da îxtîlaf hebe; lê tarîxa rastîn 29’ê Adara 1910’an e. Çimkî, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti, dî sala 1908’an da, tê damezrandin. Ev komele, rojnama bi navê Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi jî derdixîne. Di jimareyeke wê rojnamê da jî tê gotin ku Şêx ‘Ebdurrehman kitêbeke Tarîxa Kurd’an dinivîse. Ji ber vê agahîyê, meriv dibîne ku wefata Şêx di dû sala 1908’an da ye. bnr. Malmîsanij, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, İstanbul, 1999, r. 33.

[33] Li gorî  Mela Mihemed Me’sûm r. 279 û Reşanê, wî li gundê xwe wefat kirîye.

[34] Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê, Stenbol, 2002, r. 458.

[35] Korkusuz  r. 49.

[36] Fehim IŞIK, Edebîyata Klasîk a Kurdî, Tîroj, Jimare:5, Istanbul, 2003, r. 13.

[37] Amedî, r. 1.

[38] Korkusuz, r. 49.

[39] Korkusuz, h.b. r. 49.

[40] Ji hilweşîna Dewleta Osmanîyan û şûn da, li Tirkîye’yê yekem kitêba Kurdî ya ku çap bûye, Rewdî’n-Ne‘îm e. Bi tîpên ‘Erebî yên Kurdî hatîye çapkirin. Lêbelê, rastî xezeba dewletê hatîye.  Ev çap ji alîyê ‘Ebdulezîz’ê Sarûxanî û birê wî Mihemed Salih û Ehmed’ê Bîngolî ve hatîye çapkirin. Ê ku nivîsîye û sererast kirîye, Mele Ehmed Hîlmî E’l-Qoxî ye. Hîcrî 1381, Mîladî 1966. Navê vê çapê, çapa Qoxî ye.

[41] Doskî, r. 8.

[42] Zinar, r. 6.

[43] Ji neql, gundîyekî Aqtepe’yê hatîye girtin: Rêdûr Dîcle, Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî, g.ç., 2010, r. 3.

[44] Doskî, r. 9.

[45] Amedî, r. 2.

[46] Zinar, r. 5.

[47] Zinar, h.b.,  r. 5.

[48] Akdağ-Soylu, r. 5.

[49] Mamîsanij, Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Avesta, İstanbul,1999,  r. 33.

[50] Malmînanij, h.b., r. 30.

[51] Malmîsanij, h.b.,  r. 34.

[52] Doskî, r. 14.

[53] Zinar, r. 7.

[54] Korkusuz, r. 48

[55] Doskî, r. 14.

[56] Korkusuz, r. 48.

[57] Murat ÖZAYDIN, Şeyh Abdurrahman Aktepe, Hayatı Sanatı, Görüşleri, Cihan Yayınları, İstanbul, 2009,  r. 98.

[58] Korkusuz, r. 48.

[59] Özaydın, r. 98.

[60] Korkusuz, r. 48.

[61] Özaydın, r. 98.

[62] Özaydın, h.b., r. 98.

[63] Korkusuz, r. 49.

[64] Özaydın, r. 99.

[65] Korkusuz, r. 48.

[66] Doskî, r. 14.

[67] Özaydın, r. 99.

[68] Özaydın, h.b., r. 99.

[69] Korkusuz, r. 49.

[70] Li gorî ji neqla Şêx Şafi‘î: Serkomserekî ji dostên malbata Aqtepîyan, ku li Îzmîr’ê, wezîfedar bûye; rojekê telefonê Necat Efendî (ji nevîyên Şêx) dike. Jê re dibêje: “Kitêbeke Şêx ‘Ebdurrehman li vir (Îzmîr) heye. Miracehet bikin ku kitêbê bidine we.” Lê ji ber ku Necat Efendî dereng haya Şêx Şafi‘î pê dixe, dema ku Şêx Şafi‘î miracehet dike, jê re dibêjin ew eser ji Îzmîr’ê neqlê bajarê Konya’yê bûye. Dû ra, Şêx Şafi‘î miracehetê Kutubxana Konya’yê dike. Ewilê jê re bersiveke erênî didin; lê paşê ji ber ku berpirsîyarê kutubxaneyê diguhere, miracehetên wan, bêencam dimînin. Şêx Şafi‘î dibêje: “Di wê kitêbê da, di derheqê nebatên ku ji nexweşîyên cûrbecûr re şîfa ne, û tedawîya gelek nexweşîyan dide, malûmat hebûne. Paşê Murat Özaydin bi xwe têkilîyê bi kutubxanê re datîne. Ji wan dipirse û dibêje: “Ev kitêb li ber destê we heye yan na? ”Berbirsîyar jê re dibêjin: “ Bi vî navî, di nav kitêbên me yên tomarkirî (qeydkirî) da, kitêb tune ye; lê em nizanin ku di nav ji 2000î zêdetir kitêbên me yên ku hêj nehatine vekirin û qeydkirin da, heye yan na.”   bnr. Özaydın, r. 66.

[71] Korkusuz, r. 49.

[72] Özaydın, r. 99.

[73] Özaydın, h.b., r. 479.

[74] Özaydın, h.b., r. 99;  Korkusuz, r. 49.

[75] Korkusuz, r. 49.

[76] Özaydın, r. 100.

[77] Özaydın, h.b., r. 100.

[78] Özaydın, h.b., r. 100.

[79] Reşan, r. 66.

[80]Özaydın, r.72; Korkusuz, r. 250.

[81] Doskî, r. 11.

[82] Li gorî şecera malbatê, wefata wî di sala 1867 e. Korkusuz, di kitêba xwe da li ser behsa dîroka wefata wî wiha dibêje: “Ez ji nevîyên wî (Şêx Şafî qesd dike), dîroka wefata wî tam hîn nebûm. Lê li Şam’ê, li gorî xebateka doktorayê ya li ser Neqşîbendîyê, dibêje ku wefata Şêx Hesen’ê Nûranî di 1280ê hîcrî da ye, ew jî mîladî dike 1863. bnr. Korkusuz, r. 252.

[83] Korkusuz, r. 250.

[84] Doskî, r. 11.

[85] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[86] Korkusuz, r. 250.

[87] Korkusuz, h.b., r. 250.

[88] Doskî, r. 11.

[89] Doskî, h.b., r. 11.

[90] Özaydın, r. 20.

[91] Doskî, r. 12.

[92] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[93] Amedî, r. 1.

[94] Akdağ- Soylu, r. 9.

[95] Amedî, r. 1.

[96] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[97] Korkusuz, r. 251.

[98] Korkusuz, h.b., r. 251.

[99] Korkusuz, h.b., r. 251.

[100] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[101] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[102] Korkusuz, r. 251.

[103] Korkusuz, h.b., r. 251.

[104] Özaydın, r. 174.

[105] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 24.

[106] Zinar, h.b., r. 24.

[107] Sağniç, r. 466.

[108] Korkusuz, r. 275.

[109] Zinar, Medreseya Axtepe. r. 24.;  Sağniç, r. 467.

[110] Korkusuz, r. 275; ji neqla Şêx Kerbela IŞIK.

[111] Ji neqla Şêx Enver TEYFÛR.

[112] Mehmet UZUN, Antolojîya Edebîyata Kurdî, Aram, İstanbul, 2003, r. 112.

[113] Özaydın, r. 174.

[114] Korkusuz, r.276.

[115] Korkusuz, h.b.,  r. 276.

[116] Özaydın, r. 176; Korkusuz, r. 276.

[117] 1.Keşfu’l-Mexbûnî Fî Şerhî Luxatî Kîtabî Leyla û Mecnûn: Mela Zeynelabidîn Amedî, peryvên ‘Erebî û Farisî yên di vê kitêbê da, bi Kurmancî îzah kirîye. Digel ravekirina luxatê, kitêb bi tîpên Kurdîya ‘Erebî û bi awayê ofsetê çap kirîye. Dîyarbekir, m.1990/h.1411.

  1. Leyla û Mecnûn: Zeynelabidîn Zinar (Kaya), di sala 1992’an da li Ewropa’yê (Swêd) ji tîpên ‘Erebî wergerandîye tîpên Latînî û çap kirîye.

[118] Li gorî Amedî, Dîwana Şêx Kerbela, r.2, rojbûna wî 1885; li gorî Zinar, 1885; li gorî Korkusuz, 1895 (hîcrî 1312).

[119] Amedî, Dîwana Kerbalaî, r. 2.

[120] Tarîxa wefata Şêx Kerbela, ji alîyê birayê wî yê Şêx ‘Eskerî ve, li ser berga Rewdî’n-Ne‘îm’ê, bî Tîrkî wîha hatîye nîvîsandîn. (Şêx Hesen’ê Nûranî efendinin Torunlarından Şêx Eskeri Efendinin mahdumu, Muhemmed Kerbelaî’nin wefatının tarihidir: Hicri:1358 Rûmî:1355 Miladi:1939. Kurdîya Wê: Dîroka wefata Şêx Mîhemed Kerbelaî’yê mexdûmê Şêx Eskerî Efendî’yê ji nevîyên Şêx Hesen’ê Nûranî: Hîcrî:1358 Rûmî:1355: Mîladî:1939)

[121] Korkusuz, r. 147.

[122] Korkusuz, h.b., r. 147.

[123] Korkusuz, h.b., r. 147.

[124] Me, serpêhatîya surguna wî, ji devê Şêx Kerbela IŞIK qeyd kir.

[125] Uzun, r. 92;  Sağniç. r. 492.

[126] Ji roportaja Şêx Kerbela IŞIK.

[127] Gundê Çûl’ê, 10 km nêzî Dîyarbekir’ê ye. Ew dikeve navbera Dîyarbekir’ê û qeza wê ya Çinar’ê.

[128] Korkusuz, r. 147.

[129] Sağniç, r. 493.

[130] Ji neqla Kerbela IŞIK.

[131] Uzun, r. 90.

[132] Korkusuz, r. 148.

[133] Korkusuz, h.b., 148

[134] Dîwana Mihemed Kerbelaî: Mela Zeynelabidîn, di sala 1980’yî da, dîwana wî ji nû ve bi tîpên ‘Erebî ya Kurdî nivîsandîye û bi awayê ofsetê, li Dîyarbekir’ê çapkirîye.

Korkusuz jî dibêje Dîwana wî û Dîwana bavê wî (Şêx ‘Ebdurrehman) bi hev re hatine çapkirin; lê me di derheqê vê yekê da agahî nedît. Korkusuz, h.b., r. 148

[135]Korkusuz, h.b., r. 148; Özaydın, r. 178; Uzun, r. 92.

[136] Sağniç, r. 493.

[137]  1.Mrsadu’l-Etfal: Zeynelabidîn ZİNAR, di sala 1992’an da li Swêd’ê, ji nav weşanên ‘Jîyana NÛ’ew ji tîpên ‘Erebî, veguhest tîpên Latînî.

2. Remezan Pertev, di sala 2012’an da Zankoya Mêrdîn’ê, wek teza masterê bi navê Mîrsadu’l-Etfal (Şahrahê Kûdekan)  li ser Ferhenga Kerbelaî xebatek kir û paşê jî ew çap kir.
Ramazan Pertev, Ferhenga Kerbelaî, Weşanên Nûbihar’ê, İstanbul, 2013.

[138] Ji neqla Kerbela IŞIK; Zinar, Medreseya Axtepê, r. 25.

[139] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 25.

[140]Zinar, h.b., r. 25.

[141] Zinar, h.b.,r. 25.

[142] Zinar, h.b., r. 25.

[143] Zinar, h.b. r.25; Korkusuz, r. 253.

[144] Korkusuz, r. 253.

[145] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 25.

[146] Zinar, h.b., r. 25.

[147] Korkusuz, r. 253.

[148] Korkusuz, h.b., r. 253.

[149] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 25.

[150]Zinar,  h.b., r. 25;  Özaydın, r. 180;  Korkusuz, r. 253.

[151] Korkusuz, r. 253.

[152] Ji neqla Şêx Enwer Teyfur û bi teyîdkirina Şêx Şafi‘î.

[153] Zinar, Medreseya Axtepe, r. 25.

[154]Rêdûr Dîcle, Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî, g.ç., 2010, r. 6.