Konê Reş/ Qedrî Can (1911 – 1972): Mîrê helbesta Kurdî ya nûjen e

0
3834

Li gor xwendina min ji helbestên Qedrî Can re ku helbesta kurdî ya nûjen nivîsandiye; ez wî wek mîrê helbesta Kurdî a nûjen, di nav kurmancaxêvan de, berî Cegerxwîn û Osman Sebrî dibînim. Erê li gor xwendina min ji helbest û pexşanên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn.

Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez?/1973 hatibe nas kirin wek helbestvanekî nûjen û Osman Sebrî jî bi dîwana xwe Bahoz /1956 de wek helbestvanekî nûjen, lê her Qedrî Can e yê ku nav û deng di hunandina helbesta nûjen de standiye..  Wî di sala 1944an de yekemîn helbesta kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze), nivîsandiye û di kovara (Ronahî), hejmara 26an de belavkiriye. Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka xwe a bi navê (Dîroka Edebiyatê Kurdî) de diçesipîne, dîroka wê sala 1936an datîne.. Hem jî helbestvanê Kurd Edîb Çelkî vê yekê bi cî dike ku sala 1936 ye.. Û wiha em dikarin bibêjin ku Qedrî Can Mîrê helbesta Kurdî a nûjen e..

Di baweriya min de (Cegerxwîn û Osman Sebrî), ji kilasîkan e, û bûne pirek qewîn di navbera Kevin û nûyê me de.. Ji ber ku piraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran helbesta nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, belkî, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba, berî Qedrî Can, lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket.. Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de şagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan bûn, ewên ku serwextî nûjeniya toreya ewropî bûn û wan şagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…

Û dikarim bibêjim ku helbesta kurdî a nûjen berî helbesta erebî a nûjen destpêkiriye.. Dema ku em helbestên mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan yên ku wan bi zimanê Fransî hunandine ji vê mijara xwe bidin alîkî.. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta kurdî a nûjen bi rengekî hunerî afrandiye, wek ku Prof. Qenatê Kurdo û nivîskar Edib Çelkî dibêjin. Belê Prof. Îzeddîn mustefa Resûl dibêje ku wî ev helbest di sala 1942an de nivîsandiye û di sala 1959an de di rojnameya Azadî de belav kiriye.. Raste di Azadî de balv bûye, berî Azadî di Ronahî de belav bûye û wiha di bin re hatiye nivîsandin (Şam: 25.5.1944). Di pey wî re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Elmelaîke û Bedir Şakir Elseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine…

Bêguman Qedrîcan pêşengê helbesta Kurdî a nûjen e. Li gorî wî heyamê dûr ku wî helbestên xwe têde nivîsîne û helbestên wî gelekî bedew, pêşketî û nûjen in.

Nivîsên wî yên pexşaneyî bêtir di derbarê bîranînên wî yên zaroktiyê de ne. wek (Sond) ku di hejmara Hawarê ya 35an de, belav bûye, (Guneh), ku di hejmara Hawarê ya 39an de, belav bûye, (Rojên Derbasbûy), ku di hejmara Hawarê ya 52an de, belav bûye.. Di vê pexşana dawî de beşekî ji jiyana xwe ya Şamê tîne ziman..

Qedrî Can, çi di helbestên xwe de û çi di pexşanên xwe de wî zimanekî xurû kurdî û resen bikar aniye. Neketiye bin bandora zimanê tirkî û erebî de.. û her wiha wî ziman rast û durist bi kar aniye..

** *

Helbestvanê Kurd Qedrîcan, navê wî yê rast Ebdilqadir Ezîz Can e. Di nasnameya wî de wiha hatiye; Qedrî Ezîz can e. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye. Ev bajarok, girêdayê bajarê Mêrdînê, li bakurê Kurdistanê.

Qedrî Can di piçûkaniya xwe de xwendina seretayî li Dêrika Çiyayê Mazî xwendiye û xwendina navîn û bilind di peymangeha mamhosteyan de li Qonyayê xwendiye.

Dema ku li Qoniyayê dixwend, ji ber zilma tirko, herifandina berxwedana Şêx Seîd û sirguna welatiyên kurd ber bi rojavayî tirkiyê ve, tevlî tevgera welatparêzan bûye û xwendina xwe nebiriye serî. Di sala dudiyan de ji xwendinê dûr ketiye û ji neçarî, da ku neyê kuştin an girtin û sigunkirin, wî jî wek hevalên xwe yên din: Reşîdê Kurd û Evdê Têlo.. di pey xalê xwe Elyas Efendî yê Osman Axayê Reşo re, berê xwe daye binya xetê. Vê yekê di gotarê bi navê (Şîna Xalê Min), di hejmara Hawarê a 22an de tîne ziman..

Erê, ew di sala 1931ê de binxet bûye, hingê temenê wî (20) salî ye. Dema hatiye Sûriyê, salekê li bajarê Selemiyê xwendina çandiniyê, li ber destê Ehmed Wesfî Zekeriya xwendiye û pêre hînî zimanê Erebî bûye.. Piştî ku xwendina xwe bidawî aniye, li bajarê Antakyayê mamosteyî kiriye û li wir çav bi Memdûh Selîm Beg ketiye û ji nêz ve hev naskirine..

Di sala 1932an de, hatiye Şamê û tevî kerwanê komeleya Xoybûnê bûye.. Wek mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekerm Beg Cemîl Paşa, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mustefa Bozan Şahîn, Haco Axa, Mustefa Ehmed Botî.. û bi wan re xwe berdaye nav karê kurdewariyê û nivîsandin û rewşenbîriya kurdî..

Di 15ê gulana 1932an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe HAWARê li Şamê çap û belav dike, ew yê yekemîne ji bilî wî û birayî wî Dr. Kamîran Bedirxan, ku kovara Hawarê bi berhemên xwe dixemilîne.. Û wiha bi navê nûxuriyê Hawarê tê naskirin.. Hingê ev berhema wî ya bi navê: Hawar hebe gazî li dûye (Ji bo birayê min Osman Sebrî) di hejmara Hawarê a pêşîn de belav dibe, ku têde berê xwe dide Osman Sebrî dibêje:

Jiyîn çiqas delal e

Di nêv bav û biran de

Dil heye ko ne nale

Ber birînên riman da

 

Ev birîna riman e,

Barekî pir giran e,

Kezeb, gurçik ne mane,

Li pepûkên xwehan da.

 

Hawara me vaya ye

Xewa bê kêr bela ye

Qet şik têde ne ma ye

Di gotinên yaran da.

 

Osman Sebrî jî yê duyemîn e ku di kovara Hawaê de dinivîsîne. Wî jî ev helbest (Berdêlik; Ji Qerdî Canê Canbira re), wek bersiv ji Qedrî Can re, di hejmara 2an de ji kovara Hawarê belav dike:

Jiyîn xweşe bi xurtî

Li Kurdistan bi Kurdan

Bav û biran; çi bikim?

Hemû min tê bi dirdan..

 

De rabin li me tu zanî

Rim nîne giş nizanî

Xopan kirin Kurdanî

Ev teral û nezanan

 

Hawarê, xweş awakir

Dilê Kurdan pê şakir

Zar û ziman ava kir

Jîn û xweşî belav kir.

Kaniya Ereban, 18/5/1932

 

Qedrî Can, li bajarê Şamê, Taxa Kurdan û derdûra wê jî mamosteyî kiriye. Piştî demekê, di wizareta perwerdiyê de li Şamê kar kiriye.. Di sala 1942an de li bajarê Amûdê mamosteyî kiriye û bûye rêvebirê dibistana Elxezalî. Pêlekê li Eyndîwerê jî bûye mamostayê dibistanê.. Li wir jî pir dirêj nake, vegeryaye Şamê..

Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Taze) nivîsiye. Ev helbest (Reya Taze), helbesta pêşiye, di dîroka helbesta kurdî a nûjen de. Ev helbest û sala ku têde hatiye nivîsandin bûye qûnaxek di toreya Kurdî de, bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de.. an ku di navbera kevin û nû de..Dema têde dibêje:

 

Ew perdeya reş tarî,

Ko ji şevên reş diyarî,

Min…

Ji rûyê xwe kişand..

Li ber çavê xwe çirand..

Û avêt..

Avêt paş sed çiyayî..

Nava hezar deryay..

Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;

Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..

*     *     *

Ew zingara di mejî,

Ko mejyê min dimijî

Min.. ..

Bi kêrikê xeritand

Û bi agir şewitand

Û paqijkir…

Paqij kir jê serê xwe

Min avêt ji derê xwe

***

…..     …..     …..

…..     …..     …..

***

Êdî… …

Bi dîtina xwe,

Û bi bihîstina xwe..

Bi vîna xwe û bi mejî

Bi rêve-çûna xwe jî

Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,

Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..

 

Şam: 25.5.1944           Qedrî Can

 

Di sala 1944an de, piştî ku serwextî ramanên sosyalîstan û çepîtî; Markisî û Lênîniyê bûye, qûnaxek nû û di ramanên wî de destpê kiriye û bûye dostê komunîstan. Û wiha tevî azadîxwazan bûye û mîna endamekî zîrek, di nav wan de kar kiriye. Ez ne bawerim ku bi rengekî fermî bûbe komunîst.. Di baweriya min de bi tu partiyan nehatiye girêdan.

Di tîrmeha 1957an de, di gel girûpek xortên Kurd de beşdarî (Festîvala Ciwanên Navnetewî), ya şeşan li Moskoyê bûye. Li wir, serdana Barzaniyê nemir kiriye û helbesta xwe ya bi navê (Serdarê Kurdan Berzanî), jêre xwendiye. Hem jî çûna xwe a Moskoyê ku bi keştiyê bû, bi vê helbestê (Diçim Mosko) aniye ziman, ku têde dibêje:

Swarê geştê bûm

Teva pêncsed hevalî

Her yek ji wan ji min bêtir

Bi hayacan

Hinek ji wan ereb in

Hinek ji çerkes, kurd û ermen în…

Lê hemû yek ziman û yek dil in,

Zimanê dostanî, aşîtî…

Weke bira diçin Mosko…

Li Moskoyê jî, çav bi Prof. Qenatê Kurdo ketiye, û çend helbestên xwe yên neçapkirî pêşkêşî wî kiriye.. wek: Ez diçim Mosko, ev helbest di rojnameya “Îzvêstiya da belav bûye.. yên din; Begê axirzeman, Rêya taze, Gula sor in..

Di sala 1958an de piştî vegera Berzaniyê nemir Bexdayê, careka din çûye Bexdayê serdana Barzanî kiriye. Di wê serdanê de, helbestek xwe bi navê (Şêr hat welat) jêre dixwiye. Paşê ew helbest di kovara Hêwa û Azadî de belav bûye.

Di nav salên (1959-1961)an de hatiye girtin û di zindana Mezê de li Şamê pêleke baş razaye..

Piraniya nivîsên wî di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin wek: (HAWAR, Ronahî û Roja Nû), belav bûne. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav bûne.

Ji bilî çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara (Hawar, Ronahî û Roja nû) de hene. Ji wan: *Gundê Nû Ava), di Hawar; hejmara 2an de, (Silêman Bedirxan), di hejmara 3an de, (Gelo ne wisa ne), di hejmara 10an de, (Bihara Dêrikê), (Şîna Xalê min), (Inqîlaba sor), (Yaney serkewtin), û..

Qedrî can ne tenê helbestvan bû, ew mîna mirovekî xebatkar, ramyar, rewşenbîr û polîtîkavan bû.

 

Qedrî Can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê derbas dikirin. Ew di 9ê Tebaxa sala 1972an de, li Şamê, li taxa Kurdan çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin. Hingî Apo Osman Sebr, ev çend malik wek helbestekê li ser kêla ber serê wî nivîsandiye. Û hin dibêjin ku ev nivîsandin a Yûsiv Axayê Dêrikî ye:

 

Cendekê di vê gorê de

Zor nazik û ciwan e

 

Ji Dêrka Çiyayê Mazî

Navê wî Qedrî Can e

 

Hezar xweşî li gora wî

Hozanekî Kurdan e

 

Welatparêzekî qenc bû

Rûhstîn jê girtî can e

 

Gorê xiste zikê xwe

Ew jî kire qurban e

 

Ji pişta me kurdan çû

Ev zaneyê ziman e.

Dema ku Mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de li Şamê diçe ber dilovaniya Xwedê, hingî Qedrî Can vê helbestê li ser kêla ber serê wî û kalê wî mîr Bedirxan dikole:

Mîrê kurd lawê Kurdistan

Neviyê Bedirxan

CELADET

Fidakar xwedîyê himet

Cendekê wî ku di vir de binax bû

Giyanê wî bilindî asman bû

Di riya neştiman

Xwedî bi can

Giyanê xwe kir qurban

Ne mirîyê, zindîye

Navê wî ebedîye

15/7/1951

 

Di sala 1939an de jin aniye. Du kur û keçek wî hene: Mizgîn 1943, Şêrîn 1945, Serwer 1948 an. Kurê wî yê mezin Mizgîn jiyana xwe li Almaniya derbas dike, sed mixabin ku ji berî çend salan ve kurê wî Serwer li Bilgaristanê koça dawî kiriye..

Bi min xweş e ku ez van herdu helbestên ku Qedrî Can di pesnê Barzaniyê nemir de gotine, ji xwendevanan re raxînim ber çavan:

 

Serdarê Kurdan.. Berzanî

Berzanî… Berzanî…

Di cenga welat de,

Di meydana xebat de,

Pehlewan..

Qehreman…

Tuyî,

Bûyî,

Hîmî Kurdistan..

Te, hîmî Kurdistan,

çêtir,

Bêtir,

Li cî danî

Berzanî… Berzanî…

Berzanî.. Berzanî..

Navî

Nizanî?

Her kesî dît,

Her kesî bihîst

Li rojhilat…

Rojhelata navîn..

Zivistan û havîn

Kî dike ceng? kî dike xebat?

Li hemberî çend dewletan,

Ew dijminê miletan,

çend dewletên isti’mar,

Kî bûye kelem? kî bûye bar?

Eskerên Nûrî Seîd,

Ko digel corcan xelît

Dixebitin…

Diperpitin…

Nikarin vî mêrî,

Vî şêrî,

Bixin davê ..

Leşkerên Turk û Eyran

Balafirên Toreman

Hîç tu havil ne kirin..

Tuştek hasil ne kirin..

Dîsa li ser çiyan,

Dîsan li nav meydan

Deng dike,

Ceng dike ,

Berzanî… Berzanî….

 

Ey biraderê Ecem!

Ixwan: Ereb el-eşem!

Ey… Demoqrat Turk qardaş!

Birader! Ixwan! Yoldaş!

Em heval û cîran in,

Dijminê Amerîkan in..

Ingiliz in .. Ingilîz..

Zînhar jê re ne bin lîz.

Serdarê me Berzanî

Gerek her kes bizanî

Serdarê azadiyê ye…

Navdarê abadiyê ye…

Rabin hûn jî bilivin,

Li doza wî bicivin…

Bêjin bijî Berzanî…

Xelaskarê insanî!

1945 Şam

 

Şêrê Hat Welat

Mizgîn .. mizgîn.. gelî Kurdan

Roja Kurdistan helat..

Barzanî hate niştiman,

Şêr hat .. şêr hat welat..

Mizgîn li we, Barzanî hat..

 

Çayê Zagros bê deng mabû,

Baxçe û bax bê reng mabû,

Ew meydana bê ceng mabû,

Roja Kurdistanê helat..

Şêr hat welat.. şêr hat welat..

Mizgîn li we, Barzanî hat..

 

Ne xuyabû ji çend salan,

Ji bona derdê niştiman,

çû bû digerya, li derman

Roja Kurdistanê helat..

Şêr hat welat.. şêr hat welat..

Mizgîn li we, Barzanî hat..

 

Mijde ji bo dar û beran

Deşt û newal li her deran

Roja Kurdistanê helat..

Şêr hat welat.. şêr hat welat..

Mizgîn li we, Barzanî hat..

 

Li Îraqê, Kurd û Ereb,

Azad bûne ji nîrê Xerb..

Li ser yek rê.. li ser yek derb

Roja Kurdistanê helat..

Şêr hat welat.. şêr hat welat..

Mizgîn li we, Barzanî hat..

 

Azad bûye Silêmanî

Sibe dora Mûş û Wanî

Mehabad, Sine, Banî!

Roja Kurdistanê helat..

 

Qamişlo, 01.11.2013