Nûser-Şaîr Receb Dildar[1], di romana xwe Leqatê da, bi dîmena şewitandina mala Hesê Karazî dest pê dike û “Qiyama/Raperîna Şêx Seîd Efendî”, bi nêrîna şervan Hesê Karazî nîqaş dike (r. 9-53). Serhildan, şer, berxwedan, raperîn hemu di zikê “qiyam”ê da hene, têkoşîneke piralî ye.

Qiyam, zemîna van unsûra ne, meşruîyetê îfade û ḣereketê pîroz dike; destketinên hiquqî, olî, qewmî, civakî; bona ku wenda nebin, têkoşînê rewa dike, îcazeya mirin û kuştinê derdikeve holê. Qiyam; heqekî îslamî, însanî, civakî ye; heq parastin wacîb e, erk e, peywîr e, heta mecburî ye. Ew ne bes şerîetxwastin e, ew di huquqa Îslamîyetê da heqê qewmîyetê xwastin e, bi heqparêzîya mafên însanî va yêk armancê ditêkoşine. Di vir da huquqa Îslamî û huquqa beşerî hevûdin temam dikin.

Hereketa Azadîyê armanc kirîye ku Kurd, gorî Rêgezên Wîlson, “Qedera xwa, bi xwe tesbît bikin”. Şex Seîd Efendî jî tevî vê Hereketê bûye. Dema ku Mîralay Halid Begê Cibrî (serokê Komeleya Azadîyê) û Yusuf Zîya Beg tên girtinê, Şex Seîd Efendî dibe cîgirê Halid Begê û bi xastina yêk şert û mercan îcabetî Hereketê dike. Di çavê Kurdan da, Hereketê şert û wacib dibîne, bi termên Îslamî îfade kirîye.

Makezagona Tirkîyê ya 1924an, dewsa “milletê Îslam” “milletê Tirk” rewa/ ferz kirîye, qewmên din nedîtine. “Madde 88- Li Tirkîyê bê ferqîyeta dîn û qewm, ji her hemwelatî ra “Tirk” tê gotin. Gorî Qanûna Hemwelatîyê, kesên ku qebûlî Tirkîtîyê bûne, ewna Tirk in.” (1924 Anayasası, T. Düstur, Cilt 26, s.170, Resmi Gazete 15/1/1945-5905, Kanun No- Kanun Tarihi:4695, 10/1/1945).

Serhildan li hemberî vê bîrdozîyê ye, tebeayên Osmanî tevahî ne Tirk in. Li pê rûxandina Dewleta Osmanî, li Tirkîyê bênîqaş û bêlihevhatin, bi emrîwaqî pergalek nû tê avakirin, lewra nakokî peyda dibin û hîn jî didome.

Romana Leqatê; bi babetekî însan e, şer e, siruşt e, wêje ye, folklor e, tevahî jîyan e û bi tehrê zardîrokî ye. Guhdarî û pirsên bi salan di berhemê da, kom û bi ziman bûne, dibêjin, kerba dilê xwe didin der; jan e, jahr e, derdekî bê derman e, şopdar li pê nemane.

* * *

(Di romana Lêqatê da; mijar, mekan, zeman di zik hev da hatîye nivisîn, wek sohbeta civatî ye, bona ku hêsan were fêm kirin, behs bi hev ra hatine girêdan; dabeş, xulese û neqil kirin)

Şervan Hesê Karazî kî ye? Ji ku derê ye?

Hesê Karazî; şervanekî Qiyama Şêx Saîd Efendî, yekî bênav û bê deng e, yekî veşartî ye. Di romana Receb Dildar Leqatê da, ew bi devûzar bûye; ku çi dîtîye, jîyaye, serborîyên xwe û malbatê gotîye, rewşa demê tarîf kirîye.

“Ez ji malbata Evdî, torinê Kemalê Milî me. Navê min bi tenê Hesê ye, lê gava ji gund derkevim navê “Karazî” lê zêde dibe, dibêjin “Hesê Karazî.” Karaz, gundekî bi ser Licê ve, li jêra deşta Fîsê ye. Kalikê me yê Evdî hatîye, konê xwe li ser Kanîya Poxinga danîye û dest bi avakirina Karazê kirîye.

Hesê; nêçêrvan e, çîya û deştê dizane, ėrdnas e, jîr e, jêhatî ye, xwînşîrîn e. Sifteyê bav û ji salekê şûn da dîya Hesê wefat dike. Di gund da ap, pismam û metên wî hene; dîya Hesê, birayê wî Mihemedê Porsor teslîmê wî dike, her du tenê ne.

(Şêx Seîd Efendî, di meha Adarê da, li ber bedena Dîyarbekirê, li ser girê Tilelo al-kon vegirtîye). “Li ser mîndera xwe çarmêrkî rûdinişt û li êrîşên ser sûr û bedenên Dîyarbekirê temaşe dikir, dengê Dimilîyan bilind bû; “Pirodo paşa çinyo!”. Dîwana Şêx, vala nedima; fermandar, serokėşîr, katib, şêwirmend li vir bûn, dihatin diçûn.

Emerê Faro, fermandarê rojavayê çemê Dîjlê bû. Di artêşa Osmanîyan de bînbaşîyê milîsan bû. Ji çiyayên Bîngolê eşîra xwe hildabû û hatibû şer.

Heqî Begê Licî, fermandarê rojhilatê çemê Dîjle bû. Yek ji malmezinên Licê bû, xwedî hêz û gotin bû.

Fehmîyê Bîlal, katibê Şêx bû, ew her tim li kêleka wî bû.

Kamil Begê Ewênî, li hêla Mêrdînê; Cemîlê Çeto ji hêla Xerzan jî alîkarîya dewletê dikirin.

Gelek şêx û eşîrên ku soz dabûn Şêx Seîd Efendî jî, li girtina Dîyarbekirê gudarî dikirin.

(Armanca qiyamê). “Şêx Seîd Efendî li hemberî zilm û zordarîyê serî hildabû. Ji ber wê hemû qaçax û firarên dewletê tevlî murîdên şêx bûbûn û bi halanên “Pirodo paşa çinyo!” ji her du hêlên Dîjlê ve ber bi başûr ve dikişîyan. Ji wan qaçaxan yek jê jî ez bûm (Hesê). Êdî em ê bi xwe bûbûna xwedîyê hikumat û dewletê. Êdî beg jî em bûn, paşa jî em bûn. Ji bo van xewn û xeyalên xweş, em ji çiya daketin deştê û qefle bi qefle gîhan ber bedenên Dîyarbekirê”.

“Di nav me de, mirovên zana û serwext jî hebûn. Dizanibûn ku şer ji bo azadîya Kurdan û xelaskirina welat e, şerê man û nemanê ye. Yên bi qeweta dîn û îmanê şer dikirin jî hebûn. Ew gelek zêde bûn û bi taybetî jî murîdê mala Şêx bûn. Ji bo şerha Mihemed, xwe serserkî diavêtin nav agir. Halanên “Pirodo paşa çinyo” ji çar alî ve bilind dibûn.

(Şervan li ber bedena Dîyarbekirê. Pergal û bêderfetî). Şer çetin bû, li ser bedenê, bi ser wan da wek baranê gulle dibarîn. Şervan bi tifingên kevn, bi das, misas, şûr, kêr û bi qame bûn. Sûr qalind û bilind e, ê çitol û bi çi were zeft kirin? Bona aşê, ji hêla Derîyê Mêrdînê, ji berê da, di sûrê da qulek hatibû vekirin û ew niha girtibûn, ew der vekirin û di vir da ketin bajêr. Dest bi talanê kirin, xelk razî nebû ewna kuştin.

“Tu kesî texmîn nekiribû ku em ê ewqas zêde li ber bedenên Dîyarbekirê rawestin. Em bi rojan birçî diman. Me ji Şetê Dîclê av vedixar. Di nav şervanan de ên bêûcdan jî hebûn, dest didan ser heywanên gundîyan û goştên wan di nav hev de parve dikirin. Di nav şervanan da dîsîplîn her diçû kêm dibû, hinek şervan diçun gundên xwe. Lê hinekan jî bi rik doza stendina Dîyarbekirê dikirin. Pirranîya eskerên Şêx Efendî feqîr û belengaz bûn”.

(Terqîna raperînê). “Şêx Efendî jî fam kir ku êdî nikarin bi ser bikevin, şêwirî û rojekê konê xwe da hev, berê xwe da bakur. Li dora Şêx Seîd Efendî yên mayî canfedayê wî bûn. Hemû komên şervanan dev ji şer berdan û ber bi çiyan vekişîyan. Şervanê dawîn Emerê Faro bû, digot; “Heta ez Dîyarbekirê nestînim, bi cîyekî ve naçim.” Lê…

(Hesê û Elîyê pismam şervan in). Hesê û Elîyê pismam tevlî refên şervanan dibin, li ber bedena Dîyarbekirê, Elî di sepetê da bi gullekî giran birîndar dibe, bi zor û zehmetîyan tên nêzî gundê Fidêlan, ser kanîya Zoxnîn. Elî niva (êdî) hal da ketîye, di şikeftê da Hesê li Elî gudarî dike. Encam Elî li vir vefat dike, Hesê bi kevir û destan gornekê vedide, wî binax dike vedişêre, şîna wî digerîne, parek destmala Esmayê dide ser çavên Elî, para din dide dergîstîya wî Esmayê, qîza xaltîkê. Şîn giran e, stranên Esmayê di şînan da hatin gotin.

(Mêrxas û şervanên bi nav û deng belav bûn):

* Emerê Faro; tevî hevalên xwe di navbera Hênê, Licê û Dara Hênê, Bîngolê heta Palûyê digerîya. Di dorpêçkirina Dîyarbekirê da fermandar bû, mirovekî bi hêz û mêrxas bû.

Gelek serhildêr derbasî bin xetê bûbûn, lê wî digot, “Ez ê heta mirinê li ser axa bav û kalê xwe bim”. Emerê Faro, li derdora Çîyayê Lîsê dihewîya.

Dîwana Emerê Faro, wek dibistanekê bû. Hesê; dema ku tevlî vê komê dibe, dinyê û jîyanê nas dike, ew der dibe dibistan. Seydoyê Mûşî klamên mêrxasî û evîndarîyê distirê, him jî nêçirvan û şopnas bû. Celalê Xerzî, xwende bû,  mejîyê wî tijî bû. Fehmî Bîlal, katibê Şex bû.

Li Dîyarbekirê, doktor Fuat û Bavê Tûjo navdar bûn, bi Şêx Seîd ra darda kirin.

* Elîyê Evdo, ji gundê Fîdêlan e, şervanekî navdar bû, bi hevalan ra çûbû Qerecdaxê. Di koma wî da mêrxasên bi nav û deng hebûn; Îboyê Ûso, Xalidê Sîno, Mihemedo, Elîyê Mirto heval bûn. Li gundê Quvecîxê, di Qîşê Elîyê Evdo da, bi exbarî Elî û Îbo tên kuştin.

* Şêx Fexrîyê Bûkarkî; di navbera Licê, Farqîn û Pasûrê da dima. Yekî zane bû. Apanê wî Şêx Şemseddîn bi Şêx Seîd Efendî re darde kiribûn; Şêx Nûreddîn jî li Xarpêtê hatibû kuştin.

* Şêx Evdirrehîm; birayê Şêx Seîd Efendî li Palo bû.

* Yado; li alîyê Bîngolê navdar bû.

* Hesê, xwe di şikefta Birkleynê da vedişêre, dengek tê, xetere ye, di qula şikeftê ya veşartî ra dertê, fam dike ku kalek e, apê Qasim, givîj top kirine. Dibêje; zilm e, zordarî ye, mal şewitandine, kuştine, birçî bûne, bê derman e, ci û war nemane; oy hawar ne dîn e, ne îman e, ne ûcdan e…

Hesê tê Karazê, li ser dara tûyê xwe vedişêrê, eskeran mala wî dorpêç kirine dişewitînîn. Şewat e, ḣîrrîn û pêkola hespê Şeşper e. Destpêka romanê ye.

[1] Receb Dildar: Leqat, Dara Yayını, Diyarbakır, Enes Basın Yayın Mat. İstanbul, 2018, Kapaksazîya Bergê: Fewzi Bilge, Kurdî-Roman)