Oryantalîst Aharon Cohan, demê lêkolîna xwe ya li ser pirsa Kurda hazir dikir, keysek peyda kir ku digel Mîr Kamiran Bedir-Xan hev û du nas bikin. Ev nivîsara li jêr, li ser Bedir-Xan û xebata wî ye.

Xeberê reş ji Parîsê hat: Entellektuelê herî girîng ê bizava netewî ya Kurd û parêzerê herî pêşîyê tevgerê li rojavayê Mîr Dr. Kamiran Ali Bedir-Xan di 84 salîya xwe da ji nav me bar kir.

Otorîteyê herî bilind

Pişka mezinî jiyana xwe li dûrî welatê xwe borand.(31 salên dawiyê li Parîsê. heta 1970-ê li Sorbonnê “Fakûlta Zimanên Oryantal” beşê ziman û dîroka Kurd da serwerî kir.) Li bîst salên pêşîyê da jî li Beyrud û Şamê ma. Hem di derheqa pirsên dijwar yên etnografî û dîroka Kurda da -helbet zimanê kurdî jî – hem jî di derheqa bûyerên bizava netewîya Kurd ya li welatên lê, otorîteyê herî bilind hate qebul kirin.

Hûn digel Bedir-Xan axiftin?

Kurdologên herî navdar yên rojavayê û lêkolînerên Kurd, dema pirsa babeteke li serê li hev nehatî dikirin, digotin “Hûn digel Bedir-Xan axiftin?” Dîtina wî çi ye?  Wergirtina çend hevokan ji Bedir-Xan, têra vekirina riya kana zanîn û bûjena dikir û estengên li ser rê radikirin. Şîretên wî yên bibliografîk hevkarîya vekirina deriyên xebateke kûr dikir.

Secereyeke birûmet

Unvanê wî Mîrîtîyê ku berî karîyera wî ya akademîk hebû, (ku pêşîyên wî berî bûyina İsa li sedsala 23. 125 sala Babil îdare kirine) nîşaneke peywendiyê bû, bi gel û secera wî ya birûmet ra. Sala 1894-ê li bakûra Suriyê û 100 km dûrî Helebê li bajarê Jerablosê hatîye dinyayê. Binemala wî binemaleke bijare yê Kurd bû ku 300 sala li Botan (Tirkiya modern) mîrîtî kiribûn.

Pêşiyên Kamiran navçeyeke fireh ji rojhilatabakûra Suriyê heta Diyarbekir û Gola Wanê li Tirkiya modern, kêm zêde du caran temetî Libnanê mezin, îdare kirin. Bedir-Xan Paşa li sa1a 1842-ê îlanî serbixwetiya mîrîtîya xwe kir ku pare û alaya wan jî hebû. Piştî şeş sala zora wî hate birin û birine Stanbolê.

Dema bapîrê Kamiran mirî, 21 kur û ewqas jî keç li paş xwe hêlan. (li çar kebanî, ji deh jinên dî û ji ewqas jî xidamên wî 95 zarokên wî hebûn.) Di albûma malbatê da, wêneya babê Kamiran ku ji rêza biran yê çardê bû û 13 mamên wî hebûn. (Stanbol, 1909).

Kovara pêşîn a Kurdî

Yên ku herî pêşîyê bi kurdî kovar derxistî Bedir-Xanî bûn. Hejmara pêşine vê kovara bi navê “Kurdistan” 22-ê Nîsana sala 1898-ê li Kahirê derket. Ji ber zulma otorîteyan cihê çapê hercar dihate guhartin. Heta 1902-ê li Cenevrê, Londrê, Folkstonê (Rojhilatî İngilistan) û paşê jî dîsa li Kahîrê û Cenevrê. Miqdat Midhet
Bedir-Xanê kurê Bedir-Xan Paşa kovar diweşand. Wezîfa çap û belavkirinê jî endamên vê binemalê dikirin ku roleke mezin dileyistin ji bo bilindkirina rûhiyeta netewîya Kurd û xurt kirina peywendiyên biratiyê di navbera gelên cîran û gelê Kurd da.

Dibistanên herî baş yên li Tirkîye

Babê Kamiran, Emîn Bedir-Xan, hiquqnas bû û li Stanbol û Ankara dima. Li Ankara, Konya, Adana û Selanîkê mufettişîya dadgehê û li Tirkiya berî Şerê Yekemînê Dinyayê jî serokatiya dadgeha bilind kirîye. Bedir-Xan zarokên xwe di dibistanên herî baş yên Tirkîye da dane xwendin. Hindek jî rêkirine zanîngehên Avrupayê. Kurekî wî Kaymakam, yek li Tirkîyê Profesorê Daristanîyê, yek jî Profesorê Kimyayê bû ku di sih salîya xwe da ji êşa zirav mir. Ji kurên wî çara -ji vana jî yek di ciwanîya xwe da mir- xwe kirine goriyê kurdolojîyê û bizava netewîya Kurd. Celadet A. Bedir-Xan (1887-1951) û herweha Kamiran di vî warî da hatine naskirin û deng vedane.

Jîyaneke têkoşer û afrênder

Kurda jî wek netewên dî yên Împaratorîya Osmanî, piştî şoreşa Tîrmeha sala 1908-ê ya Jontirka, tama bi hev ra karkirina digel Tirka û xebatên netewî bo demekî kurt jî be wergirtin.

Lê belê vê şirînîyê dirêj nekir. Serokên nû yên Împaratorîyê, dîsa dest bi asîmîlekirina gelên dî (Ereb, Kurd, Ermenî, Makedonî, Grekî û y.d.) kirin û êrîş birin ser bizavên netewî û taybetî ronakbîrên ku bi xurtî dijî asîmîlasyonê derdiketin. Ev opozisyone piştî Şerê Yekemînê Dinyayê bilind bû. Ji xwe paşê jî serketina Ataturk li pey hat ku wî jî êriş bire ser wezîfedarên dewletê yên ne Tirk.

Mişextî

Babê Kamiran Emîn Ali Bedir-Xan û sê kurên wî -Sureya, Celadet û Kamiran- mehkûmî îdamê bûn. Bab û Sureya revîne Misrê. ( Bedir-Xanê kal sa1a 1926-ê li vê derê mir). Celadet û Kamiran paşê çûne Almanya ji bo xwendina bilind. Celadet zimanzanekî jîr bû (ku ji bilî kurdî; tirkî, erebî, grekî, almanî, fransî, îngilizî, rusî û farisî dizanî), sala 1926-ê li Leipzigê doktora hiquq û zimanzaniyê wergirt. Kamiran jî bû doktorê hiquqê.

Xoybûn

Herdu bira dawîya salên 1920-î derbazî Suriye û Libnanê bûn ku wê demê ev dere di bin îdara Franse da bûn û bizava “Xoybûn”ê damezrandin; dest bi xebatên lega1, zanyarî, edebî û çapemenî kirin.

Celadet gramereke kurmancî weşand (1933), li ser ferhengeke kurdî-fransî xebitî; Kamiran xwe da ser xebata Xoybûnê û digel Celadet pirtûkên lêkolînî yên li ser pirsa Kurda, taybetî rewşa Tirkîyê bi zimanê erebî û fransî derxistin.

Kovarên Kurdî

Wan, bi kurdî Hawar (1932-1943) mehane, Ronahî (1941-46) hefteyî, (Ronahî ne hefteyî, ew jî wekî Hawarê mehane bû û di navbera salên 1942-45-ê da derketîye. (HK) herweha bi kurdî Stêr (1943-45) û Roja Nû (1943-46) derxistin. Celadet Bedir- Xan kesê herî pêşîn bû ku zimanê kurdî (dîyalekta kurmancî) bi latînî nivîsî.
Wî ev yeke ji 1932-ê pêve bi kar anî ku Tirkiyê jî 1928-ê şûna tîpên erebî tipên latînî bi kar anîbûn.

Navenda Lêkolînên Kurdî

Celadet, sala 1951-ê li Şamê di 64 salîya xwe da mir. Piştî Franse ji Suriyê derket û Suriye serxwebûnîya xwe stand, Kamiran jî ji Franse zanîngeha Sorbonnê ji bo mamostatîyê xwandek wergirt. 1947-ê çû Franse û dest bi xebata akademîk kir. Digel vê xebata akademîk sala 1949-ê jî Navenda Lêkolînên Kurdî damezrand ku bûlten, pirtûk û danezanên li ser pirsa Kurda belav bike ku li platforma navnetewî deng vedin. (Tenê wî bi xwe 50 pirtûkokên li ser vê babetê nivîsîn). Digel xebata xwe, hevkariya herkesê ku meyla wî li ser pirsa Kurd û Kurdistanê heye û yên bala bîr û raya giştî dinyayî dikşandin dikir.

Xanîyekî sade li bajarekî têr ronahî

Xaniyê Kamiran li taxê 5. ê Parîsê li kolaneke bêdeng û piçûk bû. Di vî xaniyê sade da jî delalî û balkêşîya ku xanima malê dayî û hebûna entellektuelê mezin pêve tiştekî wisa balkêş nebû. Jina wî Polonî bû û li Petrogradê hatibû dinyayê, bi malbata xwe ra barkiribû Parîsê û li vê derê çû bû zanîngehê û paşê ji bibû jina vî mirovê mezinî zanyar. Wekî bangî jina xwe dikir bi evînî jê ra digot “Natuş” (Ji Nataşa têt ku navekî rusî ye). Jina wî jî jê ra sekretereke dilovan bû, dokûmanên wî baş dizanîn, arşiv û pirtûkxana wî durust dikir û di her tehir xebata wî da li ber milê wî bû.

Jina wî got “Rusî baxivin daku ez wergerînim, ji wergerana vî zimanî pir hez dikim”. Lê hewcetî bi vê yekê nema ji ber ku em erebî axivtin. Di navbera wan da ferqa emir herçend pir jî bû lê dîsa wan ev yekê ne dida xûya kirin. Ji çavên jina wî xûya bû ku heyrana mêrê xwe bû. Jina wî ji ber ku katolîk bû diçû dêrê. Wî jî eve gelek bi xweşbînî qebul dikir. Min li ser dînê wî pirsek jê kir (ji malbateke İslamên Sunnî dihat), wî jî bi gotineke kurt û têrr got “ez jî wekî we dîndar im”.

Navenda dinya Kurda

Mala wî tesîreke mezinê sosyo-kulturel li ser min hêla ku çu cara nikarim ji bîr bikim. Min li wê derê nedîtî his kir ku nebza dinya Kurd li vê derê davêje.

Lêkolîn, siyaset, pêrabûna hindekariya xwendin û nivîsandina Kurdî ji bo Kurdên Avrupa û İskandinavya ku piraniya wan ji Kurdistana Tirkiyê hatine. (Hejmara wan li sala 1971-ê ji sed hezarî zêdetir dihate texmîn kirin û her diçû ev hejmare zêde jî dibû), Balkişandina komelên xwendekarên Kurd li Rojhilat û Rojava Avrupa. Guhdan û pê mijûlbûna bûyerên hemû parçên Kurdistanê (Kurdistana Tirkiyî, İran, Iraq û Suriyê); nivîsîna zimanê wan li İran û Iraqê bi tîpên erebî, bi tîpên latînî li Suriyê, bi tîpên kirîlî li Kafkasya Sovyetî û jiyana Kurdên Tirkiyê ku nîvê nifûsa Kurda li wê derê dijî. (Nifûsa wan nêzîkî 14-15 milyon tête texmîn kirin, lê belê li gorî Kurda hejmara wan zêdetir e). Li Tirkiyê behskirina navê Kurda qedexe ye; tenê “Tirkên çiya” hene. Çapemenîya Kurdî qedexe ye û cizayên giran têne dan.

Çend bermayî

Çapa Quranê jî bi Kurdî qedexe ye. Kurd divê Quranê an bi erebî an jî bi tirkî bixwînin! Heyinîya xwezayîya welatê Kurda Kurdistane -Petrola Kurdistana İraqê, medenên Kurdistana Tirkiyê- dewletên dagirkerên Kurdistanê zengîn dike lê belê çu hatina vê zenginîyê ji bo pêşketina Kurdistanê û bilindkirina standarda jiyana Kurdan nayê serfkirin, ji bilî çend bermayîyan.

Dema min xeberê mirina wî bihîst, min dîsa ew notên hevpeyvîna digel wî xwendin. Careke wisa gotibû:

“Digel her tiştî rewşa Kurdan ne wek berê xirab e. Piştî nivisîna Karl May ya berî 90 salan li ser Kurdistanê “Gerek li Kurdistana dijwar” hindek tişt hatine guhartin. Berî pêncî an jî çendek salan hayê mirovên wekî we jî ji pirsên Kurda nebûn. Ev pêşveçûne bi serê xwe nehate pêş; eve bi tekoşîna Kurda, tevî xebata me bi ajotina pêvajoya dîrokî hate pêş.” Kamiran Bedir-Xan di domandina vê tekoşînê da dê her li bîr be, lê belê wî li paş xwe gelek xwendekar hêlan ku ew dê vê tekoşînê bajon. Ew nahêlin ku serketinên wî bêne jibîrkirin û dê van serketina di her şertên guhartî da pêşve bibin.

Seredanîyeke bêdeng bo Îsrail

Li mala wî dema min li fotografên wî dinerî, min dît ku yek ji wan, Bedir-Xan li Konsoloxana İsrail ya Parîsê nîşan dide. Di bin portra mezine Herzl, digel Konsolosê İsrail Morris Fisher fotograf kişandibû. Di nav axiftina me da digel pesindan û sempatiya xwe beramber ronesansa İsrail, rexne li siyaseta İsrail jî kir. Behsê rasthatin û hevnasîna xwe digel Eliahu Eilat û Golda Meir ya li Waşingtonê kir. Gote min ku ez silavên wî ji Golde Meir ra bibim. Piştî ez vegeryame İsrail (9 Sibat 1982) min jê ra (ji Golde Meir ra. Nota me) nivîsî: “ … ji Avrupa û Amerîka we nas dike. Tesîra we gelek li ser ma ye, digot ku hûn her diçe ciwan û têr enerjî dibin. Texmîn dikir ku ewê bête bîra we. Digot ku, serketinên İsrail hêj di seredaniya 1946-ê da dîtibûn. Îro bi çavê xwe dîtina İsrail û bêyî elenî axivtina digel şexsîyetên girîng daxwaz dike.”

Tirsa elenîtîyê

Tirsa elenîtîya seredanîya İsrail ji dîtin û ramanên Kurda dihat. Ji min ra wisa got: “Dostîtîya digel İsrail di şerê Kurda da (wê demê şer dom dikir) dijî Iraqê bi kêrî Kurda nayê. Çiku Kurd li navbera gelên Rojhilatanavîn dijîn û qedera wan girêdayî qedera cîranên wan e; lê belê İsrail qedera xwe bi ya yên ku karê kesên dî xirab dikin ve
girêdaye.”

Golda Meir di nameya xwe ya 7-ê Adara 1972-ê da spasî min dikir ku min jê ra nivîsî bû. “Helbet Mîr Dr. Kamiran Bedir-Xan tête bîra min. Heta niha ji kesên delal yên min dîtî yek jî ew e. Li keyseke digerim ku wî li welat mêhvan bikim .. “

Serê tebaxa wê salê, Kamiran Bedir- Xan û xanima wî çend roj li İsrail borandin. Lê belê, qet gotineke li ser vê seredanîyê belav nebû û neçû guhê kesên ku divê nizanin.

Wergêrîya meqalê: Yıldız SAMER û Hazırn KILIÇ

* Meqaleyek li ser Mîr Dr. Kamiran A. Bedir-Xan:

Di kovara “New Outlook”  hejmara mehên Gulan/Hezîrana sala 1979-ê da nivîsareke oryantalîstê Cihû, Aharon Cohen piştî mirina Kamiran Bedir-Xan li ser jîyana wî bi ingilizî hatîye weşandin.

Ji bo hindek agahdarîyên li ser Kamiran Bedir-Xan me baş dît ku vê meqalê jî beyî komentar biweşînin.

(Ev kovare li Îsrailê û bi îngilizî derketîye).

Spasî:

Prof. Joyce Blau ev nivisara Aharon Cohen û wêneyên Kamiran Bedir-Xan ji arşîva xwe dane me. Em gelek spasî wê dikin ku hevkarîya me kir. (H. K.)

Jêder: Weşanxan Xanî & Bateyî