Pirtûka bi navê Seccade berhema yekem ya nivîskar Ronî Nasirkaya ye (Weşanên Sîtav, 2020). Em ji bîyografiya nivîskar fêr dibin ku wî wek rojnamevanî kiriye, paşê li Fînlandiyayê medya dîjîtal xwendiye. Nivîskar ji herêma bajarê Wanê ye. Di destpêka pirtûkê da nivîskar dîyar dike ku wî ev berhem pêşkêşî dayîka xwe û “bêmiraz”ê Feda û Micahîd kiriye. Pirtûk bi pêşgotina Nuray Şen hatiye weşandin.

Di nav rûpelên pirtûkê da qasî 11 serpêhatî hene. Nivîskar xwendevanên xwe di coxrafyake êşdar da digerîne, coxrafyake ku keder û nalîn, kul û derd, zor û lêdan bûye qedera wê. Di van serpêhatiyan da hin tîp hene ku ev qeder qebûl kirine, hinek li dijî vê qederê derketine, êş û cefa kişandine û di vê rê da canê xwe dane.

Yek ji van serpêhatiyan ya here balkêş ya bi navê “Min wek serpêhatiyan vegot” e. Di vê serpêhatiyê da gelek serpêhatî di nav hev da cîh girtine. Di destpêka serpêhatiyê da şivanên gund zarokekî bêxweyî dibînin ku qet napeyîve. Paşê xuya dibe ku ev zaroka ji komkujiya Gelîyê Zîlan xelas bûye. Dema gulebaranê da di bin bedena dayîka xwe da maye, Xwedê ew xelas kiriye! Kesên tên kuştin, bedenên wan geliyê Zîlan tijî dikin: “Se kuçik bi xwarina goştê mirovan dîn dibûn”. Ev serpêhatî ji devê Hecî Huseyîn ku ji gundê Hesenevdal e, ji xelqê Geliyê Zîlan e tê vegotin. Ew bi dûr û dirêj qala bûyera Komkujiya Geliyê Zîlan dike. Di dawiya serpêhatiya derdikeve holê ku ev serpêhatî, serpêhatiya Hecî Huseyîn ne, ew zarok jî ew bi xwe ye! Ji bo ev komkujî baş bê fam kirin, nivîskar serpêhatîyeke edebî ya gelek balkêş -ji devê vî kalmêrî- pêşkêşî me xwendevanan dike. Paşê Hecî Huseyîn wiha dibêje: “Ev serpêhatiya min e. Mirov baweriya xwe rastiyan naynin, bo vê jî min wek serpêhatiyan vegot”. Bi vî awayî navê çîrokê jî eşkere dibe: “Min wek serpêhatiyan vegot”.

Di yek ji wan serpêhatiyên here balkêş ya bi navê Tîbûna Nûh da nivîskar me dibe herêma Agiriyê. Ji malbatekê ra kurek çêdibe, navê Hezretî Nûh lê dikin. Bavê wî vî navî bi zanetî li kurê xwe dike: “Eger em rojekê têkevin tengasiyê, belkî ew jî fena Nûh Pêxember me xelas bike derxe serê çîyayê Agiriyê”. Wek tê zanîn gorî Tewratê Keştiya Nûh li serê Agiriyê daniye. Gorî Quranê jî vê Keştiya Nûh li serê çîyayê Cûdî daniye, ji ber vê jî kurd bawer dikin ku ew ji nijada Nûh Pêxember tên. Vê malbatê hê Serhildana Agiriyê ji bîr nekiriye, gelek dijwarî û zehmet dîtiye, malbateke xizan û belengaz e. Kurê wan Nûh mezin dibe, beşa endezyariya avahîsaziyê qezenc dike û dest pê dike diçe unîversîteyê. Endamên malbatê gelek şa dibin, xem û xeyalên wan mezin dibin. Hemû giraniya xwe didin ser xwendina wî. Nûh keçeke bi navê Zozan nas dike, ew dibin evîndarê hev. Demek derbas dibe, Zozan zêde wextê xwe dide karên sîyasî, bo xelasiya Kurdistanê tevî çalakiyan dibe. Xewna wê mezin e. Hêdî hêdî ji Nûh dûr dikeve. Hevalên Nûh jî êdî ji Nûh ra “Serhat” dibêjin. Ev nav bala bavê wî  dikşîne. Navê herêma lê dimînin jî Serhet e. Dem diguhire. Dêvla evîndaran êdî evîna Kurdistanê cîh girtiye. Divê herdu alî biryarê xwe bidin, lê belê zehmet e wek kilameke kurdî dibêje: “Lawko destê min berde/evînî bi kul û derd e”. Nûh ji ber vî “dilê rezîl” nizane çi bike, gelek ber xwe dikeve.

Zordestî, lêdan, ezîyet û îşkenceya ku li kurdên belengaz û bêgune dibin bûne mijara çend serpêhatiyên din. Yek ji wan ya bi navê Seccade ye. Nivîskar ev nava herwiha ji bo navê pirtûkê jî hilbijartiye. Kal û pîrek ligel newiya xwe Rojda li gundekî dimînin. Carekê kesekî nenas pakêt û nameyekê tîne teslîmî kalê vê malê dike û bi lez ji wir dûr dikeve. Xwendin û nivîsa kalê tune, ew nizane kê ev nameya şandiye û tê da çi hatiye nivîsîn. Gelek ditirse. Keçeke wan ya çûye serê çîyan tê bîra wî. Demek derbas dibe leşker davêjin ser gund, vî kurdê kal digrin dibin qereqolê. Paşê berdidin, demekê şunda kalê dimre. Nameya veşartî di malê da tê dîtin, derdikeve holê ku name ji keça wan ya li serê çîyan hatiye. Di serpêhatiya Maruzat da jî ew zordestiyên li kurdan dibin her berdewam in. Peyva erebî maruzat tê wateya daxwaz. Qasî 13 kes tên girtin û wan davêjina girtîgeha Muşê. Piraniya wan bi sofî, mele û şêx tên bi nav kirin. Dema wan dibin qerekolê, gundî diçin bajêr bo wan bi awayekî xelas bikin. Ew gelek pere didin xweyê çayxaneyê û mubaşir bo alîkariya van hemgundiyên xwe bikin. Lê belê paşê derdikeve holê ku wan ev gundî xapandine. Dadgeh van 13 kesan davêje zindanê. Bîna van di girtîgehê da gelek teng dibe, li dijî hev derdikevin, pevdiçin. Carina hewl didin bi rêya gardîyan daxwazên xwe bighînin berpirsan. Lê ji ber bersîvên gardîyan gundî daxwazên xwe her car şunda digrin. Ji ber van hewldayînan nivîskar navê serpêhatiyê danîye Maruzat. Mirov di vê serpêhatiyê da carina rastî sahneyên trajîk komîk jî tê. Dema biryarê berdana wan derdikeve ew wek zarokan şa dibin. Sofî Îbo û Hecî Mihoyê ku di girtîgehê da bûbûn dijminê hev dema berdanê: “ Wisa hev hembêz kiribûn hindik mabû parxanê hev bişkênin”. Wek tê zanîn ji ber gelek sedeman nîvê jîyana kurdan di salonên adlîyê da derbas dibe. Ji bo ku tirkî baş nizanin yan jî qet nizanin ji mirinê natirsin lê ji adlîyê gelek ditirsin. Di serpêhatiya Adlîye da jî em dibînin ku sîstemek çê dibe bo van kurdên belengaz baştir bişêlînin. Mubaşirên dadgehan wek gardiyanên girtîgehan dibin xweyê hêzeke mezin.

Mirov dikare bêje ku serpêhatiyên bi navê Wek serpêhatiyan min vegot û Nûh serpêhatiyên dîrokî ne, dîrok û coxrafya Serhedê dihewînin. Bûyer li Agirî û Wanê derbas dibin. Bûyerên serpêhatiya Maruzat jî li Serhedê li bajarê Muşê derbas dibin. Ji berê vê yekê min navê vê danasîna xwe danî “Serpêhatiyên Serhedê”. Serhedîya nivîskar jî di vê navdanîna min da bêgûman rolek lîstiye. Yek ji wan mijarên hevbeş ku me dibe Agirî, Wan û Mûşê jî bêgûman mijara berf û mehên zivistanê ye ku di van serpêhatiyan da derdikeve pêşberî me.

Di serpêhatiya bi navê Husna da keçeke 13 salî didin kesekî qasî kalkê wê Heci Dede. Di serpêhatiya Xalîçeyê ku digrî da jî keseke din Siltan di 15 saliya xwe da diçe ser hêwiyê. Ev zewacên bêdil jîyana van jinan heram dike. Ew van edetan wek kevneşopî dibînin û paşê vê qedera xwe qebûl dikin. Bi van herdu serpêhatiya nivîskar bala me dikşîne beşek jinên kurd ku di nav zilmê da dijîn.

Serpêhatiya here kêfdar bêgûman ya bi navê Ehlîyet e. Dema teze nû maşîne dikevin nav gundan yekî bi navê Kute dibe xweyê mînîbûsekê ango dolmuşekê. Gundî hurmeta wî digrin. Qurebûna wî bala gelek kesan dikşîne. Di gund da ehlîyeta wî tenê heye, ji ber vê navdar dibe. Ji malbatekê ra keçek çêdibe, navê wê jî Ehlîyet datînin, lê di nav gund da herkesî jê ra “Ehlîyeto” gotiye, navê wê wisa maye. Di serpêhatiya Malhazir da bûyer li gundekî bi navê Zo da derbas dibin. Di vê serpêhatiyê da malbateke ku xweyê traktoreke bi marka Ferguson tê nasandin.  Rojekê traktor weldigere Mihemmed dimire. Jina wî didin birayê piçûk Rizgo. Traktor, jina birê jî ji wî ra dimîne, ji ber vê jî gundî navê wî datînin: “Malhazir”. Ev nav dibe navê serpêhatiyê jî. Nivîskar di serpêhatiyên Ehlîyet û Malhazir da bi zimanekî mîzahî, pêkenokî bi kar tîne, xwendevanan dibe demên berê.

Di serpêhatiya Belengaziya sar da bavek kurê xwe hildide diçe gundekî nêzîk bo ji vî kurê xwe ra kincên teze bistîne. Zarok bi eşqeke mezin qala vê rêwitiya xwe dike. Lê perê bavê têra kirîna van kincan nake. Êdî berfa mehên zivistanê dihele. Di rê da dijwariyan dikşînin. Di çend serpêhatiyên din da jî em rastî mijara berf û zivistanên wek zivistanên Sîbîryayê tên.

Nivîskar di serpêhatîya bi navê Tenêtî da vê carê xwe berê xwendevanên xwe dide welatekî Ewrûpayê, bajarekî Bakûrê. Nivîskar qala jîyana kurdekî ku wek koçber çûye vî welatê bênav, dike. Navê vî kurdî Hesen e. Piştî hînbûna zimanê vî welatî sînema xwendiye, wêne û edebîyatê hez dike. Demek tê xwe gelek tenê dihesibîne, difikire û di dawiyê da ji bo gerekê diçe Parîsê. Li wir gelek cîhên dîrokî digere, rastî keçekê tê ku navê wê Arya ye, bavê wê kurdekî Kermanşahê ye, dayîka wê ji Tehranê ye. Piştî demekê germahiyek di navbera wan da çê dibe, dibin heval. Ji xwe ra planan çêdikin, li ser gerên heta Wanê û Kermanşahê jî dipeyîvin. Dema mirov van hemûyan dixwîne û jîyana nivîskarê me yê ji Wanê tîne ber çavan mirov dikare qane dibe ku ev serpêhatî xebateke otobîyografîk e, wî hin tiştên jîyana xwe jî tevî vê serpêhatiyê kirine. Ev yeka nîşan dide ku her çiqas bûyerên vê serpêhatiyê li Bakûra Ewrûpayê û Parîsê derbas dibin jî lehengê romanê Hesen ligel Aryayê difikirin heta Wanê herin, derkevin gereke Kurdistana Bakûr. Ji ber vê, mirov serpêhatiyê di nav “Serpêhatiyên Serhedê” da jî dikare cîwar bike yan jî têkildar bibîne. Hemû serpêhatiyên nivîskar Ronî Nasirkaya ji hev xweştir in, me dibin Serhedê li herêmên wek Agirî, Wan û Mûşê digerînin. Ew danasînên têkûz (mukemel) yên nivîskar di derbarê cîh û kesan da, ew stîlen vegotinê wek mînak hatin û çûyîna di navbera duh-îro da xwendina van serpêhatiyan kêfdar dike.