Mijarên wek edebîyata kurdên Swêdê û bi taybetî jî îmaja kurdên Swêdê di nav vê edebiyatê de hertim bala min dikşîne. Yek ji wan jî romana Qumarbaz e ku ji aliyê Bûbê Eser de hatiye nivîsîn û piraniya bûyerên romanê li Swêdê derbas dibin (Zilan Akademi, 2026, 215 rûpel). Peyva Qumarbaz li Serhedê wek “xumarbaz” tê nasîn. Bûbe Eser ev qasî 30 salan e her dinivîse, di nav van salan de 24 pirtûkên wî hatine weşandin. Pirtûka wî ya pêşîn Gardîyan li Swêdê derketiye (1994) û paşê bi wergerên çend zimanên cihê hatiye weşandin. Bûbê Eser beşek berhemên xwe li ser kurdên Başûr nivîsîne û wek mekan ev beşê Kurdistanê derxistiye pêş.

Romana Qumarbaz bi çend gotinên nivîskar û bi hin pêşgotin yan jî danasînên romanê yên ku ji aliyê kesên din de hatine nivîsîn, dest pê dike. Ev danasînên bi vî awayî wek edet gelek caran piranî piştî ku berhem hat weşandin û xwendin, tên nivîsîn. Bûbê Eser belkî jî ev stîla derqaydeyî (îstisna) bo xwendevan germî germî ji naveroka romanê agahdar bibin, hilbijartiye.

Romana Qumarbaz wek navê wê jî eşkere dike jîyana qumarbazekî kurd bi navê Mîro ji xwe re kiriye mijar. Roman bi xortaniya Seîd û Mîro ya li Kurdistanê dest pê dike. Herdu jî wek gelek ciwanên kurd dibin aktîvîstên şoreşger û welatparêz yên kurd û li serê wan re gelek tişt derbas dibin, wek mînak Mîro 15 salan di zindanan de maye, Seîd ezîyet û zordestiyên mezin dîtine. Di van salan de pir pêşeng, nivîskar û ronakbîrên kurd berê xwe didin Swêdê. Pêşiyê Seîd, dû re Mîro derdikevin derveyî welat û tên vî welatê Bakurê, li bajarên cihê dijîn, 300 km ji hev dûr in. Lê paşê Mîro mala xwe bar dike, tê wî “bajarê mezin” ku hevalê wî Seîd jî li wir dimîne. Di romanê de navê vî bajarî tam nayê dayîn. 

Nivîskar di beşekî mezin de dîyar dike ku qumarbazî wek hezekê, pêl dikî tê de her diçî xwarê û nikarî jê xelas bibî. Ew, di dinyake din de dijîn, mirov her wenda dikin, lê ew timê bi xewn û xeyalê qezencê dijîn. Hemû hebûn û îmkanên xwe pêşkêşî lîstikên qumarê dikin. Nanê devê zarokên xwe dibirin, didin qumarê û carina jî dibin “dizên mala xwe”, ew êdî pêşiya xwe nabînin. Derdê Mîro di nav malbatê de nayê kişandin. Tiştek ji destê zarok û jina wî jî nayê. Jin naxwaze zêde ser Mîro de here, naxwaze zarokên wê bê bav bimînin, zarok jî naxwazin dayîka wan bê mêr bimîne. Hêza here mezin mirov dikare bêje dîsa zarok in, ew dê û bavên xwe herduyan jî bi gotin û kirinên xwe kontrol dikin. Ew tevî evqas kêmasiyan li bavê xwe xweyî derdikevin, wî zêde rencîde nakin, nayêşînin, qudumê wî yê jîyanê naşkênin. Di dawiya romanê de em dibînin ku yek ji wan faktoran ku li ser devjêberdana qumarê ya bavê bandora xwe nîşan daye û roleke mezin lîstine,  zarokên wî bûne. Çawa em dibînin mekanîzmayên derûniya (rûhîyet û psîkolojî) qumarbazan û kesên nêzî wan di romanê de aktîvtir kar dikin. 

Di romanê de yek ji wan beşên here giring bêgûman beşa 12an e. Rojekê Mîro ji hevalê xwe yê kevn û nêz Seîdê nivîskar re telefonê vedike, dixwaze Seîd bibîne bo Seîd alîkariya wî bike. Rojtira din ew li piştî kar li kafeteryakê hev dibînin. Mîro dest pê dike qala qumarbaziya xwe, ew agirê ketiye nav dike. Seîd ji ber vê rewşa xerab ya hevalê xwe gelek li ber xwe dikeve. Pêşneyareke Mîro heye, ew dixwaze serpêhatiya xwe vebêje û Seîd jî binivîse û bike mijara romanekê bona ku mirovên wek wî êdî neşewitin. Mîro dixwaze bi vî awayî wan kesên ku wek wî ketine “rêyên xerab” jê vegerîne û bîne ser rêya rastiyê. Seîd vê pêşneyara hevalê xwe qebûl dike. Daxwazeke Seîd jî heye, ew dixwaze ji vir şunde herroj piştî kar di odeyeke pirtûkxaneya bajêr de hev bibînin û di nav aramiyê de bi pergal kar bikin.

Ev projeya amadekirina romanê, gelek alikariya guherîna Mîro dike. Mîro diçe, mîrokî din tê: “Min êdî fam kiribû, ez bûme mêrê jina xwe,  bavê zarokên xwe û kalikê neviyên xwe”. Jin û zarokên Mîro jî diguhirin, li hemberî Mîro bi hurmet tevdigerin, qiymetê wî digrin, bi tevayî herkes dibe şahidê hizûreke mezin ya nava malê. 

Di dawiya romanê de tê gotin ku ji bo qumarbazan “jîyan dibe qumar”, ew hertim bi qumarê ve girêdayî ne, ger nelîzin ew ê bimirin. Lê paşê tê fam kirin ku navekî qumarê yê din jî wendakirin e, mirov her wenda dike! Piştî ku Mîro ligel hevalê xwe Seîd têkiliyên nû datîne, hemû çîroka xwe ji destpêkê heta dawiyê ji Seîdê nivîskar re vedibîje, êdî hişê Mîro tê sêrî. Di dawiya romanê de ew rojên dijwar û tarî êdî namînin, her xweşî û pakî di vê berhemê de dibare, di navbera endamên malbatê û dorberê Mîro de jî têkiliyên nû şitl didin.

Dema Mîro li nexweşxaneyê de li ber mirinê ye, carekê ji Seîdê hevalê xwe dipirse: “Ka te romana jîyana min çikir gelo?”. Bersîva vê pirsê bo Mîro gelek giring e. Lewra Mîro ji Seîd xwestibû roja danasîna romanê ew jî dixwaze axaftinekê bike. Dema Mîro êdî çavên xwe dide hev, koç dike ev romana hê derneketiye. Lê hevalê wî yê nivîskar Seîd bi van gotinan romanê diqedîne: “Destê wî hê di nav destên min de, sar û cemidî bûbû”.

Nivîskar dema firsend dibîne kurdên ku li Swêdê dijîn jî dide nasîn, di derbara hatin, cîwarbûna wan û rola wan de agahiyên kurt jî pêşkêş dike. Em di cîhekî de dixwînin ku Swêdê gelek alîkariya komên wek kurdan yên bêdewlet in, kiriye. Nivîskar vê yekê wiha tîne ziman: ”…Gelek kurd bûne nivîskar. Armanca dewleta Swêdê ji vê ew bû ku kurd bikaribin bi zimanê xwe binivîsînin û bixwînin” Mirov dikare bêje ku ev romana Bûbê Eser di derbarê edebîyata kurdên Swêdê û nirxandina îmaja kurdan di vê edebîyatê de berhemeke balkêş e.

Dema mirov vê berhemê dixwîne, dibîne ku edîtorê romanê baş kar nekiriye, wek mînak tîpa pêşîn ya navên hin welatan, bajaran carina bi tîpên gir, carina bi tîpên hûr hatine nivîsîn, mîna Kurdistan, kurdistan...Di çapeke nû de ev kêmasî dikarin ji holê rabin.