Ziman û dîyalekt bi giştî
Bêguman mesela ziman û dîyalektan, babeteke gelek girîng û kevnare ya xebata zimanzanistî ye. Gava ku mijar ziman be, awayên cuda yê ziman jî ku wek dîyalekt yan jî lehçe têne binavkirin dertê pêşiya me. Heta îro li ser vê babetê gelek gengeşî çêbûne, di derheqê vê mijarê de pênaseyên (tarîfên) cihê cihê hatine kirin, lê belê îzehat û pênaseyeke maqul a ku her kes li ser hemfikir be çênebûye.
Peydabûna cihêtî û guherîna ziman, xusûsiyeteke dîrokî û esasî yê ziman e. Ji roja ku ziman peyda bûne û heta îro, her cure têkilîya navbera komên mirovan, bûne sebebê guherîna ziman, peydabûna zar, kom û komikên kulturî yên ciyawaz. Têkilîya komeyên mirovan; têkilîya tarîxî, îqtîsadî, pêkhatina bûyerên xwezayî û komelî, bûne sebebê danûstendin û guherîna ziman û kulturên cîyawaz jî. Ji ber ku ziman di nav demê de diguhere. Wekî ku zimanzanê navdar F. De Saussure jî dibêje: “Di nava demê de guherîna ziman, bûye sebebê peydabûna dîyalektên cihê”[1] Li gorî pileya (asta) têkilîya kom û komikên mirovan; wekî têkilîya wan a bi hev re jiyînê, dînî, ticarî, sîyasî û kulturî, danûsendinên wan ên zimanî jî çêbûne. Di dawîya van têkilîyan de zimanek, hem li gor cî-herêman û hem jî li gor rewşa welatên cuda di nava xwe de diguhere; berîya her tiştî jî bilêvkirina hin peyv û şêweyên wan diguhere. Carna ev guherîn ewqas zêde dibe, ku axaftvanên eynî zimanî pir bi zahmetî hevûdu têdigîjin yan jî tênagîjin. Li gor cî û warên cuda, bi vê awayî guherîna zimanekî, bi peyva dîyalekt (lehçe, zarava) tête binavkirin. Lê belê tarîfeke standard ê dîyalektê nîne.
Zimanzanê Almanî Ludwig Paul jî dibêje, “di navbera ‘ziman’ û “dîyalekt” de hîç sînoreke qethî û ‘xwezayî’ nîne. Em dikarin du şêweyên cuda yên zimanekî, ji alîyê kulturî ve wek dîyalektek û ji aliyên din ve jî wek du zimanên cuda tarif bikin. Mesela “ziman û dîyalekt”, li gor tarîfkirin û xusûsiyetên wan, mimkune ku hetanî radeyek keyfî be jî.”[2] John Loyns jî dibêje: “Di navbera dîyalektên zimanekî de yan jî di navbera dîyalektên zimanên cîran de dîyarkirina sînoreke mutlaq mumkun nîne.”[3] Hin zimanzan jî dîyalekt, wek “şêweyeke axaftina” ziman tarîf dikin. Bi kurtayî em dikarin bibêjin ku li ser pênase û çarçoveya “dîyalekt”ê, fikrek sabît û sînoreke mutlaq nîne.
Di derheqê ziman û dîyalektên kurdî de, kî gotine çi?
Çawa ku li jorê jî hate gotin, wekî hemû ziman û dîyalektan, bêguman li ser ziman û dîyalektên kurdî jî fikrên cuda hene. Em dixwazim li vê derê hinek behsa tesnîfkirina dîyalektên kurdî bikin û di derbarê vê yekê de çi hatîye gotin, bînin bîra we. Ji bo vê yekê, bi giranî em ê ji nivîsandina Şerefnameyê vir de, behsa nêrîna hin nivîskar û kurdologên ku li ser ziman û dîyalektên kurdî xebitîne bikin. Heta îro li ser hemû dîyalekt û şêweyên kurdî xebateka bi serûber û têrhatî bidest me neketîye yan jî xebatên wisa zaf kêm çêbûne. Belkî xebatên akademîk ên ku ji îro şûnde bêne kirin, bibin sebebê nîşandan û vekirina rêçeke nû. Lê belê gerek em vê jî dîyar bikin, ku xebata me ya îroyîn ji tunebûnê dest pê nekirîye. Heta îro li ser ziman û dîyalektên kurdî gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Ez dixwazim bi kurtayî hinek behsa wan gotinan, çavkanî û xebatan bikim.
Eger em bi awayekî kronolojîk behsa van berhem û gotinan bikin, li pêşîya hemûyan Şerefname tê. Di Şerefnameya Şerefxan Begî de, çar dîyalektên zimanê kurdî hatine jimartin: 1-Kurmanç, 2- Lor, 3- Kelhur, 4- Goran.[4]
Li pey Şerefnameyê, Seyhetnameya Ewlîya Çelebî tête. Dema em li Seyhatnameya Ewlîya Çelebî dinêrin, em dikarin bêjin ku di derbarê kurdolojîyê de agadarîyên girîng tê de hene, lê belê li vê derê bi piranî em ê ji alîyê ziman ve lê binêrin. “Di sala 1655an de seyah Ewlîya Çelebî û Melek Ehmed Paşa, bi munasebeta seferek ber bi Wanê ve, rê dikevin û gelek ciyên Kurdistanê digerin. Çelebî di derheqê vê sefer û gera xwe de pirtûkek dinivsîne û navê pirtûka xwe jî dike Seyhatname. Di Seyhatnameyê de, şanzdeh (16) dîyalektên kurdî têne jimartin û navê wan jî wisa tête rêzkirin: Mehmûdî, avnikî, zazayî, loloyî, cîloyî (hekkarî), şîrvanî, cîzrewî, pisanî, sincarî, harîrî, erdelanî, soranî, xalitî, çekvanî, îmadî, rojkî.”[5] Wisa xuya dike ku Çelebî navê eşîran, mintiqa, şêwe û dîyalektan tevlîhev kirîye. Heke em vana wek dîyalekt tesnîf bikin tenê loranî, soranî, erdelanî û zazakî dimînin. Ew peyvên din jî, em dikarin piranîya wan wek navê eşîr û şêweyên kurmancî qebûl bikin.
Xebata pedegogê armen Haçatur Abovyan (1809-1848) tesîrek giran li ser îranologên rusî kirîye. Ji ber vê yekê Abovyan wek bavê kurdolojîya Rusyayê tête qebûlkirin. Abovyan jî dîyalektên zimanê kurdî bi navê kurmancî û zazakî wek du şaxan parve dike.
Piştî Abovyan, Peter J.A. Lerc/Lerx (1828-2884) yek ji hîmdar û sazkerên kurdolojîya Sovyetê tête qebûlkirin. Li gor belgeyên îro, “metnên pêşîn ê zazakî, wî bi xwe, li gor devok û gotina kurdên ku di şerê Rusya-Osmanîyan de esîr ketibûn, daye berhev kirine. Sala 1857-58ê, ev nivîs û metnên berhevkirî di St. Petersburg de hatine çapkirin û belavkirin. Ferhenga pêşîn a zazakî-rusî jî, sala 1858ê hatiye çapkirin. Heman demî Albert von Le Codî jî, hin metnên folklora kurdî bi dîyalekta kurmancî û zazakî berhev kirine û sala 1903 li Berlînê dane çapkirin û belavkirin.”[6]
Major E. B. Soane jî di derheqê zimanê kurdî û ferqên navbera dîyalektên wî de dibêje: “Ji xeynê lehçeya mukrî û şaxên wê, di Kurdistanê de lehçe û şêweyên din jî hene û hemû jî xwe wek kurdên xas qebûl dikin. Ji van lehçeyan yeka herî mûhîm jî zazakî ye. Zaza di nav kurdan de grubeke gewre ye û li derûdora Dêrsim, Ezirgan û hin cîyên Anatolyayê de dijîn. Piranîya wan di herêmên çîyayî de dijîn, pir tund û dijwar in. Bi lehçeyeke arî ya saf qise dikin. Lehçeya wan hem ji lehçeya mukrî û hem ji lehçeyên din ên kurdî cuda ye. Wisa tê fêmkirin ku lehçeya wan, lehçeyeke xweser e û di pir kevnare de ji farisîya kevnare veqetyaye. Wekî zimanên arî, divê li ser vê lehçeyê jî xebat bête kirin. Lehçeya zazakî; ji farisî bêtir nêzîkê zimanê kurdî ye.”[7]
Sir H. C. Rawilson, di benda “Kurdistan” a Ansiklopediya Britannica’yê de, di derheqê zimanê kurdî de weha dibêje: “Îro zimanê esasî yê kurdan kurmancî ye, zazakî û goranî jî dîyalektên cûda ne.[8]”
M. Emîn Zekî Beg jî, ji Madson Grant neqil dike û dibêje: “Ji esra 3. ya B. Z. û vir de ji zimanê kurdî sê dîyalekt peyda bûne: Dîyalekta kurmancî, babanî û zazakî (dinbilî).”[9] Û her weha Zîya Gokalpê ku bi eslê xwe ji qeza Çêrmûga Dîyarbekirê ye, dîyalektên zimanê kurdî bi vê awayê tesnîf kirine: 1- Kurmancî, 2- Zazakî, 3- Soranî, 4- Gûranî û 5- Lûrî.[10]
Sernûserê kovara Kurdistan Mehmed Mîhrî jî dibêje: “Di resenîya xwe de zimanê kurdî du qisim e: Kurdî û goranî. Goranî jî di nava xwe de dibe du şax: hewramanî û zaza.”[11]
Roger Lescotê û Celadet Alî Bedirxan ê ku “Gramera Kurdmancî” amade kirine, di derbareyê dîyalekt û şêweyên zimanê kurdî de dibêjin: “1- Kurmancî, 2- Soranî, 3- Dumilî (Zazakî), 4-Goranî ( û gelek şêweyên wan ên herêmî)”[12] hene.
Kemal Badillî dibêje çar birrên zimanê kurdî hene: “1- Kurmancî (kurdmanc, kurmac, kirmanc, kirmaç), 2- Lûrî (lur, lor, ler), 3- Goranî (hewremanî, ewremanî, zaza-dimilî), 4-Kelhûrî yan jî Soranî).”[13]
Prof. Marûf Xeznedar, tesnîfkirina mamoste Tewfîq Wehbî esas qebûl dike û dîyalektên zimanê kurdî wisa tesnîf dike: “1-Kurmancî (a-kurmancîya serû, b-kurmancîya xwarû-soranî), 2-Goranî/ hewremanî/ zazayî, 3- Lorî (bextîyarî, feylî, kelhûrî, lekî jî wek devokên vê dîyalektê qebûl dike).”[14]
Zimanzan Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya Gramera Ziwanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) de, zimanê kurdî li ser çar dîyalektan parve dike: 1- Kurmancî, 2- Zaza, 3- Lûrî û 4- Goranî.[15]
Cîgerxwîn jî di gelek nivîs û helbestên xwe de zazakî wek dîyalektek kurdî qebûl dike û di pirtûka xwe ya Awa û Destûra Zimanî Kurdî (1961) de jî heman nêrînê tekrar dike. A. Balî jî di pirtûka xwe ya bi navê Rêzimana Kurdî de, sê dîyalektên zimanê kurdî dijimêre: “1- Kurmancî, 2- Soranî, 3- Zazakî.”[16]
Ji van agadarîyan jî dîyar dibe ku em kurdîya kevnare wek malbatek qebûl bikin Kurmancî, Soranî, Lûrî, Hewramî/Goranî û Zazakî jî dikevin nava vê malbatê. Meriv dikare bibêje ku di nav van dîyalektan de jî bîlhesa Hewramî, Goranî û Zazakî hîn bêtir nêzîkê hevûdin in.
Ji van agadarîyan dîyar dibe ku zimanê kurdî jî di nava xwe de li ser gelek dîyalektan parve dibe. Helbet bi awayekî mutlaq dîyarkirina dîroka jihevbûna zimanek û dîyalektên wî ne hêsan e, lê belê em dikarin bibejin ku ev ziman hemû di nav hev de wek parçeyek azbeta zimanên kurdî têne qebûlkirin. Ziman û şêweyên wî yên guherî an jî dîylaktên wî, berhemên dîrokî û kulturî yên komelî (civakî) ne. Ji alîyê dîrokî û komelnasî ve jî, kok û rîçikê etnîkî yê axaftvanên koma zimanê kurdî û dîyalektên wî digîjin hev û yek e. Ew ên ku çend dîyalektên zimanê kurdî û hin xusûsiyetên wî bizanin, ew dê bibînin ku ferqa navbera dîyalektên kurdî, ji ferqa navbera dîyalektên zimanên din kêmtir nebe, zêdetir nîne.
3. Peyva Zaza û Zazakî, Dimil û Dimilkî, Kird û Kirdikî, Kirmanc û Kirmanckî di kîjan manayê de hatine bikaranîn
Dema ku em bala xwe didin belge û nivîsarên dîrokî, ji bo Zazakî/Dimilî/Kirdî/Kirmanckî û axaftvananên wê, hem di nava xwe de û hem ji terafê gelên bîyanîyan ve peyv û gotinên cuda cuda hatine gotin û nivîsandin.
Îro axaftvanên zazakî, cî bi cî xwe bi navê “Zaza”, “Dimilî”, “Kird” û “Kirmanc” didin nasandin; ziman û dîyalekta xwe jî bi navê “Zazakî”, “Kirdkî”, “Dimilî” yan zî “Kirmanckî” didin nasandin. Di derbareyê vê de Zîya Gokalp dibêje: “Qewmên kurdan navên cuda cuda li xwe û li hevûdu kirine. Mîsal; ew ên ku kurmancî dipeyvin ji xwe re nabêjin “kurd”, dibêjin em “kurmanc” in û ji “zazayan” re dibêjin “dûnbûlî”. Ew ên ku bi zazakî dipeyvin ji xwe re dibêjin “Kird” û ji kurmancan re dibêjin “kirdasî”. Tirk jî, ji “Kurmancan” re dibêjin “Kurd” û ji “Dunbulî”yan re jî dibêjin “Zaza”. Bîzathî axaftvanên zazakî û kurmancî bi xwe, peyva “Zaza” bikarnaînin.[17]
Dema em bala xwe bidin nivîsên destpêkî yên “zazakî”, ev tespîta Zîya Gokalp rast derdikeve. Hem di xebata P. Lerc û hem jî Mewlûda Mela Ehmedê Xasî de ji bo xwe nasandinê peyva “Kird” hatîye bikaranîn. Xoceyê Xasî di dawîya Mewlûda xwe de wisa dibêje: “Temam bi viraştişê mewlûdê Kirdî bi yardimê Xaliqî û berekete pêxemberê ma.” [18]
Qismekî dêrsimî yên ku bi dîyalekta Dimilî dipeyvin ji xwe re dibêjin “Kirmanc”, bi giştî ji kurmancan re jî dibêjin “Kirdas” û ji dîyalekta wan re jî dibêjin “Kirdasî” yan jî “Kirdaskî”[19]
Nûrî Dêrsimî, zazakîya Dêrsimê wek zimanê xas ê kurdan qebûl dike û dibêje: “Zimanê zazakî yê ku Dêrsimî dipeyvin, bêguman zimanê bavkalê wan ên Med û Arîyan e.”[20]
Kemal Badillî dibêje: “Zazayên Turkiyeyê, xwe wek kurdên esil qebûl dikin û ji xwe re dibêjin Kird û ji kurdên din re yanî ji Kurmanca re -di mana piçûk dîtinê de- dibêjin Kirdasî.”[21]
Prof. Mehrdad R. Izady jî di derheqê vê babetê de gotina Bazil Nikitîn neqil dike û dibêje: “Ji ber ku axaftvanên dimilî tîpa /z/ pirr zêde bikartînin, kurmancan ji wan re gotîye “Zaza”.[22]
V. Minorsky, peyva “dimilî “ û “deylemî” pev girêdide û dibêje li gor gotina Andreas di navbera “zaza û deylemîyên berê de merivatî heye.”[23] Divê em ji bîr nekin ku di nivîsar û kitêbên cuda de, gelek formên cuda cuda yên nivîsandina peyva “dimilî” hene: “dimlî”, “dumbilî” “dailamî”, “deylemî”, “dinbilî” û “dimilî”. Di gelek cîyan de jî formên peyva “dimilî”, wek navê eşîrek derbas dibe. Mesela di Şerefnameyê de “dinbilî”, wek navê eşîreka êzidî ya derûdora Mûsil û Şamê derbas dibe.[24] Îro jî di hin herêman de bi navê “dumbilî”, “dimbilî” û “dumilî” eşîr hene.
Robert Olson jî peyva “zaza”, “deylem” û “goran” wek peyvên bi hev re têkildar qebûl dike û dibêje: Zaza ji zimanê xwe re dibêjin dimilî û ev jî îhtimala têkilîya wan û Deylemîyên Bakurê Îranê dihêne bîra meriv. Lehçeya kurdî ya zazakî, ji kurmancîyê -ku piranîya eşîretên Kurdistana Bakur pê dipeyvin- zêdetir nêzîkê lehçeya goranî ye.”[25]
Peyva “zaza” û “dimilî”, di hin çavkanîyan de jî li şûna cî û eşîran de hatine nivîsandin. Hin nivîskar û çavkaniyên din jî peyva “zaza”, bi peyva “zevezan (zozan)”, “zevezanîye”, “zavzan”, “zewezan”, “zewzan”, “zozanîye” û “zûzan” ve girê didin.[26]
Wexta ku meseleya “zaza” yan jî “zazakî”, “kurd” yan jî “kurmancî” tê rojevê, meriv behsa hin nivîskarên îdeolojîya fermî ya turkan neke, belkî manîpûlasyonên îroyîn jî rast neyin têgehîştin. Di derheqê vê mijarê de Nazmî Sevgen dibêje: “Zazakî zimanekî tevlîhev e û bi eslê xwe jî, ji tirkî peyda bûye.”
Peydabûna peyva “zaza” jî, bi tirkên oxuz ve girêdide û dibêje: “Za”, navê lawekî Oxuzxan bû. Qewmên îptîdaî ji bo ku gotina peyvên yekhece bi şidandî telafûz dikirin, navê “Za”yê lawê Oxuzxan jî bi awayê “za-za/zaza” hatîye gotin.”[27]Hayrî Başbug jî li ser vê meselê, gotinên nêzîkê Sevgen tekrar dike û dibêje: “Hin mirov ji qestîka ve, bi nîyeteke xerab û pêşînhikum “zaza”yan di nav mefhuma “kurd”an de mûteala dikin. Lê belê ev hikum, li hemberê realîteya tarîxî tam tezatêk teşkîl dike… Kurmancî jî û zazakî jî du lehçeyên cuda yên tirkî ne. Li gor fikra me navê “zaza/za-za”, bi guherîna navê “su/aw”(su-su) peyda bûye.”[28]
Meriv dikare mîsalên werkîno hîna dirêj û zêde bike, feqet ez dibêjim qey ji bo zelalkirin û aşkerakirina vî beşê xebata me, agadarîyên li jorê, têkilîya dîrokî û manaya bikaranîna van peyvan bi zelalî dîyar dike.
Li jorê çawa ku gelek lêkolîneran jî gotîye, em dikarin bibêjin ku zimanê kurdî jî wekî hemû zimanên dinyayê di nav xwe de dîyalekt bi dîyalekt ji hev cuda dibe. Divê hebûna dîyalektên cuda ne wek tiştek negatîf, wek xezîneyeke dewlemend a ziman bêtin dîtin. Hebûna dîyalektên cuda “tenê xûsusîyetêk zimanê kurdî nîye; di dinyayê de neteweyên ku zimanê wan herî serrast û dewlemend e, dewre bi dewre edebîyatek wan ê sed salan heye, hîn jî lehçeyê wan hene, zindî ne û wek wextên berê têne axaftin.”[29] Ferq û nêzîkayîya ziman û dîyalektên din û bîlhesa jî yê zimanên koma arî çiqas be, yê zimanê kurdî û dîyalektên wî jî kêm-zêde ewqas e. Nêzîkayîya navbera dîyalektên kurdî ji ferqa navbera wan gelek zêdetir e. Ji aliyê dîrokî û kulturî ve jî, kok û rûçikê etnîkî yê axaftvanên vî zimanî û dîyalektên wî diçe ser hev û yek e.
4. Cî û warên ku axaftvanên zazakî têde belav bûne
Îro di bareyê nifûsa axaftvanên zazakî de fikrên cuda cuda hene. Li gor gotina hin lêkolîner û nivîskaran bi texmînî nêzîkê 2.5-3 mîlyon axaftvanên zazakî hene û hin jî reqameke hîn zêdetir dibêjin. Lêkolîner û nivîskar Osman Aydin jî dibêje: “Li gor serjimêrîya sala 2001ê, ji %6.54ê nifûsa Kurdistana Bakur, bi lehçeya dimilî (zazakî) dipeyvin.”[30] Dîyar e ku di derheqê vê babetê de fikrên cuda hene. Bêguman heta ku bi taybetî di gund û bajarên kurdan de û bi giştî jî di hin bajar û metropolên Turkiyê de, bi rêbazeke rast û aşkera nifûsa axaftvanên ziman û dîyalektên kurdî neye tespîtkirin, xarîteya/nexşeya dîyalektên kurdî çênebe, dîyarkirina nîsbeta axaftvanên zazakî gelek zahmet e. Çimkî gelek eşîr û ciyên ku bi nifûsa xwe gişk zaza têne qebûlkirin, wan deran saf ne zaza ne, mîqdarek girîng ê nifûsa kurmancan jî li wê derê heye.
Dema ku em bala xwe didin ciyên belavbûna nifûsa eşîretan û zimanê wan ê axaftinê, ev yek hîn bi zelalî dîyar dibe. “Di Kurdistanê de gelek eşîr hene li herêmek bi dimilî (zazakî), li herêmeka din bi kurmancî, li herêmeka din jî bi soranî û hewremanî dipeyvin. Mesela: Eşîra Heyderan, li herêma Dêrsimê bi zazakî, li Wanê kurmancî û li başûrê Kurdistanê jî soranî dipeyvin; eşîra Lolan, li herêma Dêrsimê zazakî, li Wanê û Hekarî jî kurmancî dipeyvin; eşîra Demenan li Dêrsimê bi zazakî, li herêma Sêwaz, Wan û Hekarîyê jî kurmancî dipeyvin; eşîra Şadîyan li Dêrsim, Çewlîk, Muş û Qereqoçana Xarpêtê kurmancî û li qeza Madenê jî zazakî dipeyvin; eşîra Îzolî li Bîngol, Dêrsim, Elazîz, Meletîyê û Siwêrekê bi kurmancî û qeza Pûtûrge ya Meletîyê jî zazakî dipeyvin; eşîra Xormekan, li Çewlîkê hin gundên wan bi zazakî û hin ên din jî bi kurmancî dipeyvin…”[31] Yanî em dibînin ku ciyên axaftvanên dîyalektên kurdî ne yekpare ye.
Mehmed Mîhrî li ser seha îroyîn a belavbûna zazayan weha dibêje: “Zaza; binecîyên qismek wîlayetên wek Erzerom, Xarpêt, Dîyarbekir, Bedlîs û Azerbaycanê ne.”[32] Ew wîlayet û qezayên ku bi temamî yan jî qismekî wan bi zazakî dipeyvin ev in: Piranîya nifûsa nava bajarê Çewlîk û qezayên wê; li aliye bakur piranîya nifûsa Dêrsimê; qismeke mûhîm ê nava sûka Dîyarbekir û piranîya qezayên wî yên wekî Pîran, Hêne, Gêl, Çêrmûk, Çingûş, qismêke Licê û Qulp û hin gundên Erxenî; qismeke hindik ê nava sûka Xarpêt û qismekê girîng ê qezayên wî yên wekî Pale, Maden, Xulêman û 15-20 gundên herêma Qerebegan; di nava sûka Ezirganê de qismeke hindik û di herêma Qeredere ya navbera Tekman û Pûlûmurê de nêzîkê 30 gund; li Semsûrê tenê qeza Gerger (Aldûş) û li Rihayê jî piranîya qeza Soregê; li Mûşê qismeke hindik ê qeza Varto û li Bedlîsê jî nêzîkê 15 gundên Modkan bi zazakî dipeyvin. Herweha li hin qezayên bajarên wekî Sêrt, Erzerom, Sêwaz û hwd. jî kolonîyên axaftvanên zazakî hene. Em dikarin bibêjin ku ji dervayê ciyên li jorê hatine hejmartin, li dîaspora û metropolên Turkiyê jî nifûseka girîng a axaftvanên zazakî hene.
5. Nivîsîna bi dîyalekta zazakî û eserên wê yên edebî
Wexta ku babet (mijar) dîyalektên zimanên kurdî û bîlhesa jî zazakî be, gerek em hinek jî behsa nivisîn û dûkomentên zazakî jî bikin. Çinku nîşanek dewlemendîya ziman jî, nivîs û hacmê nivîsandina ziman e. Ji alîyê nivîsandinê ve dîyalekta zazakî lawaz e, qasê kurmancî û soranî pêşve neçûye. Îro di ber destê me de berhemên ku şiklê kevnare yê zazakî û tekamûla wê ya dîrokî dîyar bike nîn in. Digel vê yekê, nivîs û dûkomentên zazakî yên ku li ber destê me hene, ne pirr kêm in. Heke em nivîsên hewramanî û goranî li ser xaneyê zazakî nehesibînin û ji îro şûn de jî dûkomentên nû yên zazakî ji ciyên tarî dernekevin ronahîyê, dûkomentên ku di navbera salên 1856-58an de ji aliyê Peter Lerch ve bi navê “Forschungen ûber die Kurden und die Iranischan Nord-Chalder” hatine berhevkirin û çapkirin, wek nivîs û dûkomentên pêşîn ên zazakî têne qebûlkirin. Bi awayê berhemên edebî, pirtûka pêşîn a bi zazakî jî, Mewlûda (1899) Mela Ehmedê Xasî ye.
Di van materyalên folklorîk ê zazakî yên ku ji aliyê Peter Lerch ve hatine berhevkirin de, hem peyva “Kird” û hem jî “Zaza” hatine nivîsandin. Peyva “Kird”, pênasîna wan bi xwe ye. P. Lerch di mesela “Qauxê Nêrib û Hêynî” de, gotina Xelef Axa bi vî awayê neqil dike: “Xelef Axa ji eskerê xwe re got: Binêrin axaleran, em diçin qawxe, netirsin, eskerên Deqma Beg zaf in, hema giş tirk in, nikarin bi me re qawxe bikin, em giş ciwanmêrdê kirdan in, mêrê eşîran in, netirsin, em waye diçin, heta ku serê min neçe ji çi kesî re tiştekî tune…”[33]
Wexta ku em bala xwe didine van metnan, heke hin kêmanîyên alfabeya nivîsandinê tune bin, wekî zimanê mintiqa Nêriba îro ye, qet neguherîye.[34]
Eger em behsa nivisîn û peydabûna edebîyateke bi dîyalekta Zazakî/Kirdî/Dimilî bikin, divê em vê babetê bi ser du beşan ve ji hev cuda bikin.
5.1. Nivîsîna metnên klasîk ên dînî: Mewlûd
Dema behsa nivîsîn û edebîyata bi zazakî bibe, dîyar dibe ku çavkanîyên sereke yên nivîsîna zazakî metnên klasîk ên dînî ne, ku em ji wan re dibêjin Mewlûd. Mewlîda zazakî, hem di medreseyê û hem jî di nav xelkê de hatîye/tête xwendin. Li gor zanîna me ya îro, pirtûka pêşîn a zazakî Mewlûda Mele Ehmedê Xasî[35] ye. Mewlûda Xasî, di sala 1899an de li bajarê Dîyarbikir di çapxaneya Lîtografîyayê de hatîye çapkirin. Berhemên qelema Mele Ehmedê Xasî, ne tenê Mewlûd e, wî, bi zimanê tirkî, erebî û kurmancî helbest jî nivîsandine.[36] Mewlûda Xasî bi vê awayê dest pê dike:
“Ez bi bîsmîllahî îbtida kena,
Raziqê ‘aman û xasan pîya kena.
Rebî, hemd û şukurî ancax tor ê bê,
Kîbr û medh û fexr pêro tor ê bê.
Çende rey bê ma sewa bê hemdê ma,
La belê nêrê hîsaban çendê ma.
Hemd û şukrê to eda qet nêbenê,
Ma sera Rebbî, ti zanê vînenê.
Halê mîskîn û feqîr û naqisan,
Rûreş û zer sîyahê zey hesan.
…..”[37]
Helbesta wî ya li ser Seîdê Karazî jî bi vê awayê dest pê dike:
“Dirêj ke Xasîya, nezmek cedîd e
Di piştî çend selam û çend tehîyyat
Li ser Karazîyê ku nav Seîd e
Dixwîne ew jiber Încil û Tewrat
Li textê xwe ku rûnê Qeyser e
Li hespê xwe siwar be ‘Enter e ew
Li seyra roj û şev Îskender e ew
Bi wechê xwe li cahiz bûye deh qat
Bes e Xasî Seîd mîrê melan e
Welê aşiq bûye l’keçikê Filan e
Nikare zeft ke bonciyên qulan e
Welew sancûl bikî wan tu ji pola.”[38]
Piştî Mewlûda Mele Ehmedê Xasî, pirtûka duyemîn a ku bi zazakî hatîye nivîsîn, mewlûda Mela Usman Efendîyê Babij e ku wê demê miftîyê Sorekê bû. Mewlûda Babijî, di sala 1903an de hatîye nivîsîn lêbelê di sala 1933an de bi alîkarîya Mele Nezîr, ji alîyê Celadet Bedirxan ve hatîye çapkirin. Celadet Bedirxan di derheqê çapkirina Mewlûda Osman Efendîyê Babij de dibêje: Ji zû ve dilê min dixwest ku ez hinek bi zarê dimilî re eleqeder bim… Metna Mewlûda Osman Efendîyê Babij li nik min hebû lêbelê çend rûpel jê kêm bûn û di hinek ciyan de jî nedihat xwendin… Min dixwest ez yekî bibînim ku bi dimilî baş zanîbe.”[39] Hevnasîna wî û Mele Nezîr, rêya çapkirina vê Mewlûda dimilî vedike û di encama xebata hevbeş de, Mewlûda Babij, di sala 1933an de li Şamê tête çapkirin. Di navbera çapbûna mewlûda Ehmedê Xasî û Osman Efendîyê Babij de, 29 sala derbas dibin.
Beşekê ji Mewlûda Osman Efendîyê Babbij weha ye:
“Bi namê wahîrê no erd û azmên
Ki ma dest kerd bi no girwe rengîn
Şima hemdê xu Ellayî rê biyarîn
Şew û roj qapîdê ey di biqarîn
Pêxemberî rê selewatî biwanîn
Tim û tim derdê cê ver di binalîn
Misalê na dinê zanî ti merdim
Ti citêrênî, girwey to jî toxim
Ke to zanan ki no dinya senîn o
Bizanê a dinê cayê cû nîyo.”[40]
5.2. Di şikil û qalibê edîbîyata modern de berhemên nivîsîna zazakî
Piştî nivisîn û çapkirina van her du berhemên klasîk ên dînî (Mewlûd), em dibînin ku demeke dirêj yanî heta salên 1963an, ji xeynî çend nûçe û kurtenivîsan bi dîyalekta zazakî tiştek nehatîye nivisîn. Em dikarin bibêjin ku nivîs û nivîsandina zazakî (dimilî/kirdkî/kirmancî) di van demên nêzîk de yanî ji salên 1977an şûn ve roj bi roj zêdetir bûye.
Ji van salan şûn ve, di nav rûpelên rojnameya Roja Welat (1977) û kovara Tîrêj (1979) de hinek helbest (werger), çîrok û nivîsên folklorîk ên zazakî hatine çapkirin. Vê demê jî kurt ajotîye, bi tevî darbeya leşkerî ya 12yê sala 1980an qut bûye. Axaftin jî di nav de, her çeşîdê nivîsa bi ziman û dîyalektên kurdî hate qedexekirin. Di vê pêvajoyê de gelek rewşenbîrên kurd mecbûr man ku ji Tirkiyê derbiçin. Gelek ji van rewşenbîr, sîyasetmedar û nivîskarên kurd çûn dewletên cur bi cûr yên Awrupayê û xebatên xwe yên kulturî-sîyasî li wê derê dewam kirin. Di wê hengâmeyê de nivisîna bi dîyalektên kurmancî û zazakî li dervayê welat, bi çapkirina kovar û rojnameyên cur bi cur, pirtûkên nû dewam kir û bêtir pêş ket. Di rojnameya Armanc û kovara Hêvî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de, nivîs û meqeleyên girîng ên bi dîyalekta zazkî hatin belavkirin. Digel rojname û kovarên werkîno, li ser babetên cur bi cur pirtûkên nû jî hatin çapkirin.
Di sala 1992an de, bi rakirina qedexeya li ser nivisîn û çapkirina eserên bi zimanê kurdî, demeke nû dest pê kir. Ji vê demê şûn ve, êdî peyderpey hem di nava welat û hem jî li dervayê welat nivisîn û çapkirina eserên bi zazakî bêtir bû. Dema ku behsa xebat û nivîsandina zazakî dibe, hewce ye em berîya her tiştî xebata kovar û Gruba Vateyê bînin bîra xwe. Bêguman bi dîyalekta zazakî tenê di kovara Vateyê de nayê nivîsandin, di kovarên wekî War, Bîr, Şewçila, Newepel, Ewro, Arîye, Ware, Tija Sodirî û wd. de jî nivîsên bi dîyalekta zazakî hatine û têne çapkirin û belavkirin...……… Îro di gelek malperên înternet û kovaran de nivîs û xebatên li ser zazakî têne çapkirin û belavkirin.
Li gorî babeta wan pirtûkên zazakî (dimilî/kirdkî/kirmancî) yên çapbûyî:
Ziman: a) Ferheng (20 kitêb), b) Gramer (12 kitêb)
Folklor (10 kitêb)
Edebîyat:
a) Şiîr/Helbest (46 pirtûk)
b) Çîrok (53 kitêb): 1. Çîrokên gelêrî, 2. Çîrokê modrn ên nû, 3. Çîrokên wergerandî
c) Roman (11 pirtûk)
d) Edebîyatê domanan (Çîrok-36 kitêb), Milqatikî, Ziwan, …)
4- Lêkolîn û Lêgerîn
5- Bîyografî (3 pirtûk)
6- Hevpeyvîn (3 pirtûk)
7- Antolojî
8- Wergera berhemên cur bi cur
9- Bîranîn (3 pirtûk)
10- Pirtûkên derse (3 pirtûk ji bop ola 5, 6, 7)
11- Kitabê dînî (23 kitêb)
12- Pirtûkên ji bo perwerdeyîya zarokan (35 pirtûk)
13- Bîblîyografya (2 pirtûk)[41]
14- Kovar û rojname
15- Malper û Sosyal Mediya
Ev çeşîdê nivîsîna berhemên modrn ên zazakî, gelek dereng, ji salên 1977an şûn ve dest pê kirîye. Berhemên nivîsandî yên dîyalekta zazakî, pêşîyê di kovar û rojnameyan de hatine belavkirin û paşê li gor mewzû û naveroka xwe, peyderpey pirtûkên nû hatine çapkirin. Li jorê wek nimûne hinek çeşîdên nivîsîna berhemên zazakî hatine dîyarkirin. Ji xeynî kovar û rojnameyên peryodîk, em dikarin bibêjin ku bi awayekî giştî di babetên cur bi cur de heta îro nêzîkê 400 pirtûk bi zazakî hatine çapkirin.
Di dawîyê de ku em bala xwe bidin hejmar û çeşîdê pirtûkên çîrok, şiîr, roman, ziman û berhemên din ên nivîsandî yên zazakî/kirdî/dimilkî/kirmancî, em dikarin bibêjin ku edebîyatekê nûzayî bi dîyalekta zazakî dest pê kirîye. Lêbelê divê li ser tema, çeşîd û pêşxistina vê edebîyatê xebat û gengeşîyên hîn berfireh bêne kirin.
[1] Neqilker: Prof. Dr. Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Türk Dil Kurumu Yayınları: 439, 1995, Ankara, r. 145
[2] Ludwig Paul, I. Uluslararası Zaza Dili Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, 2011, r. 20
[3] Neqilker: Prof. Dr. Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Türk Dil Kurumu Yayınları: 439, Ankara, 1995, r. 146
[4]Şeref Xan, Şerefname, Hasat Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 1990, r. 20, Wekî din jî: Mc. Carus-Minorsky, Kürtlerin Menşei ve Kürt Dili İncelemeleri, Sönmez Neşriyat ve Matbaacılık, İstenbul,1963, r. 48
[5]Martin Bruinessen, Studıa Kurdıca, Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebi’nin Notları, sayı: 1-3, Paris Kürd EnstitüsüYayınları, Nisan-1985, r. 18
[6]Joye Blau, Kürtçe Dilbilim ve Sözlük Çalışmaları, Studia Kurdica, No: 1-3, Paris, Nisan 1985, r. 65
[7] M. Emin Zekî Beg, Kürtler ve Kurdistan Tarihi, 4. Baskı, çeviren: Vahdettin İnce, Mehmet Dağ, Reşat Adak, Şükrü Aslan, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2012, r. 297
[8]Neqilkar: Bilal N. Şimşir, Kürtçülük(1787-1923), Bilgi Yayınları, 3. Baskı, İstanbul, 2009, r. 519
[9]M. Emin Zekî Beg, Kürtler ve Kurdistan Tarihi, 4. Baskı, çeviren: Vahdettin İnce, Mehmet Dağ, Reşat Adak, Şükrü Aslan, Nûbihar Yayınları, İstanbul, 2012, r. 290
[10] Ziya Gokalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınları, İstanbul, Nisan 1992, r. 27
[11]Mihmed Mîhrî (M.M), Mukaddimet-ûl Îrfan, Necmî İstikbal Metbası, İstanbul, 1918, b. http://www. kovarabir.com/ mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/
[12]Emîr Celadet Bedirxan, & Roger Lescot, Kürtçe Dilbilgisi, Doz Yayınları, İstanbul, 1997, r. 9
[13] Kemal Badıllı, Türkçe İzahli Kürtçe Gerameri (Kurmancça Lehçesi), Med Yayınları, 2. Baskı, 1992, İstanbul, r. 22-23
[14]Prof. Maruf Xeznedar, Zimanê Kurdî, http://www.kovarabir.com/dr-marufxeznedarzimane-kurdi/
[15]Qanatê Kurdo, Gramera Zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî), KoralYayınları, 1990, İstanbul, r. 7
[16] A. Bali, Kürtçe Dilbilgisi (Türkçe İzahli), Alan Yayınları, 1992, İstanbul, r. 35
[17]Ziya Gokalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınları, İstanbul, Nisan 1992, r. 27
[18]Mela Ehmedê Xasî, Mewlûdê Nebî, Fırat Yayınları, İstanbul, 1994, r. 42. Kurmancîya wê: Temam bû çêkirina Mewlûda kirdî, bi alîkarîya Xaliq û bereketa pêxemberê me.
[19]Malmisanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Deng Yayınları. İstanbul, 1996, r. 11
[20] Dr. Nûrî Dersimî, Kurdistan Tarihinde Dersim, Doz Yayınları, İstanbul, İkinci Baskı, 2004, r. 65
[21]Kemal Badilli, Türkçe İzahli Kürtçe Gerameri (Kurmancça Lehçesi), Dipnot: 2, Med Yayınları, İstanbul, r. 22
[22]Izady, Mehardad R, Bir el Kitabı Kürtler, Doz Yayınları. r. 299
[23] İslam Ansiklopedisi, Cilt:6, r. 1112
[24]Şeref Xan, Şerefname, Hasat Yayınları, 4. Bask, 1990, r. 21
[25]Robert Olson, Kürt milliyetçiliğinin kaynakları ve Şeyh Said ayaklanması, Özge Yayınları, Ankara, 1992, r. 145-46
[26]Malmisanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Kasim 1996, Deng Yayınları, b. notê jêrîn ê 153, r. 11
[27] Nazmi Sevgen, Zazalar ve Kızılbaşlar: Coğrafya-Tarih-Hukuk-Folklor-Teogoni, Kalan Yayınları, Ankara, r. 34
[28] Hayri Başbuğ, İki Türk Boyu: Zazalar ve Kurmanclar, Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Ankara-1984), r. 17-33
[29] Kurdîyê Bîtlîsî, Jîn, h.: 14 (1919),Wer.: M. Emîn Bozarslan,Weşanxaneya Deng, Sweden,1985
[30]Osman Aydın, Li Kurdistana Bakûr struktura demografîk, www.lemondekurdi. com, hej.: 19
[31]Seyîdxan Kurij, Zazalar ve Zazaca Yazınının Tarihçesi, http://www.kovarabir.com/seyidxan-kurij-zazaca- yazininin-traihcesi-II
[32]Mehmed Mîhrî, (M.M.), Mukaddimet-ûl Îrfan, Necmî İstikbal Metbası, İstanbul, 1918, b. http://www.kovarabir.com/ mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/
[33]Peter J. A Lerch, Forschungen über die kurden und die iranischen Nordchaldar. r. 78, Band I St. Petersburg 1857
[34] b., qismêk çîroka ke ay metnan mîyan de ameya velakerdiş: “Zemanê veriyê yew (yau) mêrde û cêniyay (cêniai) xoe bî, yew (yau) keîna û yew lac tera bî. Cenîya eyî merde, peynîde mêrde şî yewna cênî arde. Di serrî vînert, yew keyna aya cênî ra bî. Ena cênî bîye dişmenê lacek û keyneka veryêne.
Keîneke şuena golikan de; keîneke rocêkî yereyî golikana yena, ek birayê xoe çinu, persêna cênîyay bawukî xoe, vana ki: birayê mi ça yo? Cenêke keynek ra vana ki: Birayê tue şiyu key xalanê xoe. Keînek aya şu ra kuwena, hau(hawn) veyênena, ek birayê xoe kiştu, eiştu zîndan. Sibah wardena, baukê xoe ra vana: bawo mi emşewe yew hewn dî, eki cenîyay tue (to) birayîê mi kişto, eîşto zîndan. Baukê keyneke xoe ra va ki: xêr bo, senî birayê tue (to) kişêno?
Keînek va ki: bau(bawo), mi haunê (hawunê) xoe de dî, birayê mi kişto, eîştu zîndan, ez ha warzenua, şuena golikan de, yerey yena keîye, eke birayê mi ameu (amewo), ez zama weşu, xeyir ke biraê mi nêameû ez hênî tuerî golikande nêşuêna, ez etîya nêvindena.
Baûkê keyneke xoe ra va ki: ewru ti şue golikande, ez gêrena, eke mi biraî tue dî, bizani ki: ek cenîa mi şima de saxe na, xeîr ki mi biraî tûe nêdî, ne ez vindena ne ti viunde.”
Lerch, Peter J. A.: Forschungen über die kurden und die iranischen Nordchaldar. r. 80-81. Band I St. Petersburg 1857
[35] Mele Ehmedê Xasî, di sala 1867-68an de li gundê Hezana bi girêdayî qeza Licê ji dayik bûye û di 18ê sala 1951an de koça dawî kirîye. Mihanî, Mewlûda Ehmedê Xasî ji tîpên aramî wergerandîye tîpên latînî û bi tevî helbesteke wî ya kurmancî û yeka tirkî, sala 1994an di çapxaneya Firatê de ji nû ve daye çapkirin.
[36] Mela Ehmedê Xasî, Mewlûdê Nebî, açarnayişê Mihanî, Weşanên Firat, 1994-Îstenbul
[37] Çimeyo corên, r. 7
[38]Mela Ehmedê Xasî, Mewlûdê Nebî, açarnayişê Mihanî, Weşanên Firat, 1994-Îstenbul
[39]Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hej. 23, r. 604, Weşanê Nûdem, Stocholm-1998
[40] Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hej. 23, r. 605, çapakerdişê weşanê Nûdem, Stocholm-1998
[41] Mutlu Can, Bîblîyografya Kirmanckî (Zazakî) 1963-2017, Weşanxaneyê Vateyî, 2018
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.