Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salê 1898-1926 de[1]

1. Ji Çapbûna Rojnameya Kurdistanê Heta Sala 1922an
Di serdema dawî ya Împeratorîya Osmanî de; ji roj û sala çapbûna rojnameya Kurdistanê (21/22 Nîsana 1898) bigre heta sala 1922an gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin. Eger em çapbûna van rojname û kovaran li gor dem û bûyerên girîng ên wê demê rêz bikin, sê qonaxên (merhele) girîng dertên pêşîya me: Ji destpêkê ve heta ragehandina “Meşrûtîyeta Duyemîn”; ji Meşrûtîyeta Duyem bigre heta destpêka Şerê Yekem ê Cîhanê; bidawîhatina şer û ji îmzekirina Peymana Mondrosê şûn ve heta salên 1922an ku bajarê Îstenbulê dikeve bin hukma M. Kemal û hikumeta Anqerê.
Di merheleya pêşî de; li Qehîreya paytexta Misrê rojnameya Kurdistan bi serpereştîya Mîqdad Mîdhet Bedirxan di roja 21/22yê Nîsana 1898an de hatîye çapkirin. Kurdistan, ji panzdeh rojan carekî bi zimanê kurdî û tirkîya osmanî dihat çapkirin, piştî çapkirina pênc jimarên pêşî, xwedîyê rojnameya Kurdistanê guherîye û li şûna Mîqdad Mîdhet, Evdirehmen Bedirxanê birayê wî bûye xwedîyê rojnamê û cîyê çapkirina wê jî guherîye ji bo Swîsreyê. Rojnameya Kurdistan, di bajar û welatên cihê de li Misrê, Swîsreyê, Londonê, Folkstonê li ser hev 31 jimar hatine çapkirin. Dema ku jimara 24an a rojnameya Kurdistanê li Londonê hatîye çapkirin, di heman demê de rojnameyekê din bi navê Ummid ji alîyê Mihemed Salih Bedirxan ve li Misrê di roja 15ê Tebaxa 1900î de hatîye çapkirin.
Di merheleya duyem de; yanî piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyem; gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin û ji bo çipkirina hinekan jî serlêdan ji bo rêvebirên Osmanî hatîye kirin lê mixabin destûra çapkirinê nedane yan jî ew serdan (ji bo rojnameya “Aşîret”, “Marîfet ve îtihad-ı Ekrad”, “Füyuzat-ı Kurdiye” û wd.) wek projek biserneketine. Di vê demê de; pêşîyê rojnameya Serbestî bi rojane hatîye çapkirin, xwedî û mesûlmidûrê rojnameya Serbestî, Mewlanzade Rifat û sernivîskarê wê jî Hesen Fehmî bû. Jimara wê ya yekem, di roja duşema 3yê Teşrîna Sanî ya 1324an (16.11.1908an) de hatîye çapkirin û di 12 salan de li ser hev 770 jimar hatine çapkirin. Di dewra dawîyê de rojnameya Serbestî bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatîye weşandin. Rojnameya duyem, bi girêdayî Cemîyeta Teawûn û Teraqî ya Kurdan ku serokê wê cemîyetê Seyid Evdilqadirê Şemzînî bû, bi navê Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan hatîye çapkirin. Xwdîyê rojnameyê şairê navdar Pîrmêrd û sernivîskarê wê jî Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî bû. Piştî çapkirina 9 jimaran, weşana rojnameyê ji alîyê desthilatdarên sîyasî yên wê demê ve hatîye rawestandin. Di heman salê de, bi navê Şerq û Kurdistan, rojnameyekê din jî di 20ê Sermaweza 1908an de bi serpereştîya Ahmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî hatîye çapkirin. Li ser hev sê jimarên vê rojnameyê li ber destê me hene û jimara dawî ya berdest, jimara 5an e.
Di sala 1912an de Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd (27ê Temûza 1912an) hatîye damezrandin û bi gêrêdayî vê komelê kovarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatine çapkirin. Xwedî îmtiyaz û midurmesûlê Rojî Kurd, Ebdulkerîm Efendî yê Silêmanî bû û ev kovar li ser hev çar jimar bi zimanê kurdî û tirkîya osmanî hatine çapkirin, ji çapkirina çar jimaran şûn ve ji alîyê rêvebirîya sîyasî ya Îtihad û Teraqî ve weşana wê hatîye rawestandin. Komela Hêvî, ji wê şûn de, bi mesûlmidurîya Baban Abdulezîz di 11ê Teşrîna Ewela 1329 (24ê Çirîya Pêşîn a sala 1913an) de bi navê Hetawî Kurd kovareke nû derxistîye û li ser bergê wê hatîye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête çapkirin.” Hetawî Kurd li ser hev 10 jimar hatine çapkirin, jimara dawî di 20ê Hezîrana 1330 (3yê Temûza 1914)an de hatîye çapkirin. Piştî ku Şerê Umûmî yê Cîhanê dest pê kirîye, hemû xebatên rêxistinî û çapemenî yên kurdan ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve hatine rawestandin.
Dema ku weşana Hetawî Kurd berdewam dike li Bexdayê di roja 26 Kanuna Sanî ya 1329 (8 Sibata 1914) da bi mesûlmiduriya Cemaledîn Baban kovara Bangî Kurd tête çapkirin. Zimanê weşana Bangî Kurd bi Osmanî-Kurdî bû, panzdeh rojan carekî dihate weşandin û li ser hev çar hejmar hatine çapkirin û her hejmarek 28 rûpel in. Bangî Kurd, yekemîn kovare e ku di beriya destpêkirina Şerê Yekemîn ê Cîhanê de ji Başûrê Kurdistanê hatiye çapkirin.
Merheleya sêyem a çapemenîya kurdî di dema dawî ya împeratorîya Osmanî de; ji roja îmzekirina Peymana Mondrosê dest pê kirîye û heta dawîya sala 1922an dewam kirîye. Di vê demê de, kovar û rojnameyên kurdî yên ku hatine çapkirin û belavkirin, bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û rêxistinên bi wî ve girêdayî bûn. Bi mesûlmidurîya Hemzeyê Mûksî û Memduh Selîm Beg, 36 jimarên kovara Jîn, di vê demê de hatine çapkirin. Jimara dawî (36) ya kovara Jîn, di roja duşem a 21ê Hazîrana 1336an (21ê Hazîran 1920an) de hatîye çapkirin, di beşê kunyeya vê jimarê de mottoya: “Rojnameyeke hefteyî yê sîyasî û îlmî ye, yekîtîya kurdan û hiquqa wan a millî diparêze” hatîye nivisîn. Rojnameya Serbestî, di vê dewrê de, wek organa CTKê bi rojane hatîye çapkirin. Rojnameya Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e, pirr girîng e, li ser rojnameya Serbestî xebateke min di sala 2017an de wek kitêb bi navê “Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî” çap bûye lêbelê divê xebatên hîn berfirehtir bêne kirin. Kovara Kurdistanê jî di vê demê de bi girêdayî CTKê hatîye çapkirin; kovareke hefteyî bû û yekemîn jimara vê kovarê, di roja 30 Kanun-i Sani ya 1335 (30ê Kanûna 1919)an de hatîye çapkirin û li ser hev 19 jimar çap bûne. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bû, di nav rûpelên kovara Kurdistanê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin.
Di Temûza sala 1922an de li rojhelatê Kurdistanê bi girêdayî tevgera neteweyî ya di bin rêbertiya Simko de, bi navê “Kurd” rojnameyek hatîye çapkirin. Rojnameya Kurd, di bin rêvebirîya Mele Mihemed Turcanî de li Urmiyeyê di çapxaneya Xîret de hatiye çapkirin. Di beşe kunyeyê rojnameyê de dibêje: Rojnameyek sîyasî, edebî û nûçeyan e, bi zimanê kurdî û farisî çap dibe.
2. Di bin mandaterîya Brîtanyayê de rewşa çapemenîya Kurd li başûrê Kurdistanê
(1918-1932)
Piştî ku coxrafya başûrê Kurdistanê ket bin bandora Brîtanyayê, ew tevger û daxwazên neteweyî yên ku di sala 1907an de bi serokatîya Şêx Ebduselamê Barzanî dest pê kiribû, li bajarê Silêmanî û dorûberê wî, bi serokatîya Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî) geş bû. Di vê pêvajoyê de bajarê Kerkûk, Silêmanî û dawîyê hemû coxrafya başûrê Kurdistanê kete bin hukma Brîtanyayê. Ji nîvê sala 1918an bigre heta rojên dawîya vê salê, peywendîyên îngiliz û kurdan wekî pêlên behrê, geh bilind dibûn û geh dadiketin; di navbera her du alîyan de geh pevçûn û geh lihevhatin çê dibûn. Bêguman divê tesîra tirkan jî di van bûyeran de neye jibîrkirin. Di vê pêvajoyê de, di navbera nûnerên kurd û Brîtanyayê de hevdîtin û kombûn jî çêdibûn. Ji kombûnek berfire ya E. W. Charles Noelê nûnerê Brîtanya û Şêx Mehmûd şûn ve, di roja 17.11.1919an de, bi civînek giştî li bajarê Silêmanîyê û li ber derîyê Serayê, Şêx Mehmûd wek hikumdarê herêma Kurdistanê hate îlankirin.
Her çiqas vê statu û pêvajoyê demek dirêj dewam nekiribe jî, êdî peyderpey tevgera neteweyî ya kurd, li başûrê Kurdistanê geş û gurr dibe, fikra nasyonalîzma kurd pêş dikeve, xebatên sîyasî û kulturî digel hev hatine meşandin, rojname û kovarên nû hatine çapkirin. Êdî ciyê navenda çapemenîya kurd diguhere. Rojname û kovarên ku di vê demê de hatine çapkirin, pirranîya wan bi girêdayî tevgera sîyasî ya kurd bûne. Ji van rojnameyan Têgeyîştina Rastî, Pêşkewtin û Jîyanewe ji layê hêzên Brîtanyayê ve hatine çapkirin. Di vê nivîsê de, ez dê bixebitim ku bi kurtayî behsa van rojname û kovaran bikim ku di dema mandaterîya Brîtanyayê de, li başûrê Kurdistanê di navbera salên 1918-1932an hatine çapkirin.
2.1. Têgeyîştina Rastî
Ev rojname, yekemîn rojnameya bi zimanê kurdî ye ku bi serpereştîya Soanayê nûnerê Brîtanyayê ve, di 1ê Kanûna Sanî ya 1918an[2] de li Bexdayê hatîye çapkirin. Wê demê Soane, bi navê dewleta dagirker a Brîtanyayê serfermander û serokê Şaredarîya Bexdayê bû û heman demê jî seredîtorê rojnameya Têgeyîştina Rastî bû. Cîgirê wî jî edîb û şaîr Şûkrî Feadhlî bû. Nivîs û meqaleyên di rojnameyê de, bêîmze hatine belavkirin. Rojnameya Têgeyîştina Rastî, hefteyê carek çap dibû, li ser hev 65 jimar hatine çapkirin û jimara dawî di 27ê Kanûna Sanî ya sala 1919an[3] de çap bûye.
2.2. Pêşkewtin
Ji têkçûna îdareya yekem a Şêx Mehmûd şûn ve, îngiliz li bajarê Silêmanî bi cî bûn û dest bi çapkirina rojnameya Pêşkewtin kirin. Ev rojname çar rûpel bûye û di hefteyêk de carek-du car hatîye çapkirin. Yekem jimara Pêşkewtinê, di roja 20.09.1920an de hatîye belavkirin. Di naverok û polîtîkaya rojnameyê de, propaganda sîyaseta dewleta Brîtanya û dijberîya nifusa tirkan hatîye kirin û herweha dengûbasên herêmê hatine belavkirin.
Ji bo çapkirina rojnameya Pêşkewtin, Majersonê nûnerê sîyasî yê Brîtanyayê, çapxaneyek hanîye Silêmanîyê ku piştê wî gelek rojname di wê çapxaneyê de hatîne çapkirin. “Majerson serpereştîya wê kirîye, ku ew dem hakimê sîyasî yê îngiliz bûye li Silêmanî. Naveroka vê rojnameyê ji du beşan pêkhatîye; rageyandin û propagenda sîyaseta îngiliz. Gotarên zanistî û edebî û hunerî û dengûbas jî belav kirîye.”[4] Pêşkewtin, bi zimanê kurdî bûye û li ser hev 118 jimar hatine çapkirin û jimara dawî di roja 27ê Temûza 1922an de hatîya çapkirin.
2.3. Bangî Kurdistan
Bangî Kurdistan, bi girêdayî Cemîyeta Kurdistanê ve hatîye weşandin. Serokê Cemîyeta Kurdistanê, Mistefa Paşayê Yamûlkî bû û cemîyeta navborî di roja 21ê Temûza 1922an de li bajarê Silêmanîyê bi destûra hikumeta Şêx Mehmûd hatîye damezrandin. Xwedî îmtîyaz û midurmesûlê rojnameyê Mistefa Paşa Yamûlkî, di hikûmeta yekem a Şêx Mehmud de bi erkê wezîrê mearif hatibû wezîfedarkirin. Di jimara yekemîn a Bangî Kurdistan de li ser damezrandina cemîyetê weha hatîye nivîsandin: “Li ser miraceta cenabê sadetmeab Hecî Mistefa Paşa mîrlîwayê erkanê herbê muteqaîd li ser destê musadeya resmî ya hikumeta sîyasî ya Silêmanî ji teref destê erbabê hêja û biqedir û roşinbîran ve qerar hate dayin ku li Silêmanî Cemîyeta Kurdistan damezirînin.”[5]
Di bareyê naveroka rojnameyê de, li ser rûpela pêşî ya rojnameya Bangî Kurdistan weha hatîye nivîsandin: “Îlmî, îctimaî, edebî xezeteyêkî hurr û serbest ê mîllî ye. Hefteyê carekî derdiçî”[6] Jimara yekem a vê rojnameyê, di 2yê Axustosa sala 1922an de hatîye çapkirin. Di jimara yekem de armanca çapkirin û belavkirina rojnameya Bangî Kurdistan weha hatîye nivîsandin:
“Piştî netîceya kar û xebata ku ji alîyê cenabê Reîsê Cemîyeta Kurdistanê ve çê bû, hukûmeta sîyasî ya Silêmanî, ji bo neşra xezeteya Bangê Kurdistanê musaede da.
Meqseda vê xezeteyê ew e ku rehberî û xizmetê ji bo qewmê kurd bike. Lazime hemû kurd vê xezeteyê bixwîne û bi dil guh bidê.
Malûm e ku hîç qewmek xezeteyek nebe, ne kes ji fikir û xeyala wî qewmî, ne ewil, ne jî encama kar û barê wê hîn dibe. Wê weqtê li nav qewmên dinyayê bênav û nîşan dimîne.
Li ser vê yekê ji bo serfiraziya mileta Kurdistanê li pêş hemû tiştî lazimî bi vê xezeteyê heye.
Çûnkî xezeteyeke millî, tercûmanê fikrên qedîm ê qewmê kurd e.”[7]
Di nav rûpelên Bangî Kurdistan de, nivîs û meqale bi sê zimanan hatine nivîsandin; bi kurdî, tirkî û farisî. Muharrîrê beşa kurdî û farisî Elî Kemal û M. Nûr bûn, muharrîrê beşa tirkî jî Refîq Hîlmî bû.
Ev rojname li ser hev 17 jimar çap bûne. Piştî çapkirina jimara çardehan, nêzîkê heşt meng rojname nehatîye çapkirin û ji wê şûn ve dîsa dest bi çapkirinê dikin ta jimara 17an ku jimara wê ya dawî ye. Di derbareyê layê teknîkî ya rojnameyê de Cemal Xeznedar weha dibêje: “Rojnameya Bangî Kurdistan, ji jimara 1ê heta jimara 13an bi şeş laperr û qeware (34 cm x 5 r 21 cm) (têkst 5 r 28 cm x 17 cm) derçûye, tenê jimara 14 bi çar laperr derçûye û jimara “15 û 16 û 17” bi çar laperrê têkstê (50 cm x 38 cm) derçûye.”[8]
Dema ku em bala xwe bidin naveroka rojnameyê, em dibînin ku di nav de nûçe û agadarîyên desthilatdarîya sîyasî, meqale û şiroveyên nivîskaran, hatine belavkirin. Rojname ji alîyê kadroya nivîskaran ve lawaz xuya dike. Nivîskarên ku bi berdewamî nivîsandine ev in: Refîq Hîlmî, Mistefa Paşa Yamûlkî, Elî Kemal, M. Nûrî, Zekî Saîb û Zîwer e.
Piştî ku xwedîyê rojnameyê Mistefa Paşa Yamûlkî bûye Wezîrê Mearif ê Hikumeta Şêx Mehmûd, navê rojnameyê hatîye guhertin û di şûna wê de Rojî Kurdistan hatîye çapkirin. “Sahîbê rojnameya Bangî Kurdistan ku rojnamekî resmî bû. Cenabê Mistefa Paşa, bi munasebeta bona bi reîsîya mearif resmen îstîfa kir. Û îmtiyaza rojnameyê daye M. Nûrî. Li ber vê, navê wê jî gorî û bû Rojî Kurdistan.”[9]
2.4. Rojî Kurdistan
Xwedîyê îmtîyaz û berpirsê wê M. Nûrî bû û sermuherrîr jî Elî Kemal bû. Rojname li bajarê Silêmanî derdiçû. Jimara wê ya yekem, di 15ê Çirîya Pêşîn a sala 1922an de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşî dibêje: “Sîyasî, edebî, Îctimaî xezeteyek resmî ye. Hefteyê carêk derdiçî”[10]
Jimara yekem a Rojî Kurdistan[11], di 25ê Rebîûl Ewela 1341an (15ê Çirîya Pêşî 1922an) de hatîye çapkirin û hemû li ser hev 16 jimar hatine çapkirin.
Qewareyê Rojî Kurdistan piçûk bû (34cm x 21cm) bûye. Nivîsên di nav rûpelên rojnameyê de, bi pirranî kurdî hatine nivîsandin lêbelê nivîsên bi zimanê osmanî jî hene. Bi pirranî nivîsên van nivîskaran têde hene: M. Nûrî, Elî Kemal, Arif Saib, Ehmed Fewzî, Ehmed Muxtar, Husên Nazim, Faîq, Refîq Hîlmî…
“Rojnameya Rojî Kurdistan, rojnameyekê resmî yê zimanê hikumetê Kurdistana xwarû bûye, hemû dengûbas û hewall (ehwal) û beyannameyê resmî yên hikumetê, bi taybetî ferman û îradeya Melîk Mehmûdê Yekem li ser rûpelên wê hatine belavkirin.
Rojnameya Rojî Kurdistan, rojnameyêkê sîyasî û dîplomasî bûye, gelek bîr û rayê wê serdemê bo çakkirina kar û xebata neteweyê kurd li ser rûpelên wî da hatine belavkirinê, her weha bi brûske hewallê sîyasî yê parçebûna kurd û derveyê welat û pêwendîya sîyasî ya navbeyna dewletan belav kirîye.
Rojnameya Rojî Kurdistan, rojnameyek komaleyatî bû. Gelek gotarên komaleyatî yên di derbarê jîyana kurdan de, belam naveroka sîyasî jî li ser rûpelên vê rojnameyê da hatîye belavkirin. Herweha bayexêkî taybetî bi edebîyata kurdî daye.”[12]
2.5. Bangî Heq
Piştî têkçûna hikûmeta Şêx Mehmûd û rawestandina rojnameya Rojî Kurdistan, yekemîn rojname ye ku ji alîyê Baregaya Giştî ya Leşkerê Kurdistanê ve li şikevta Casenayê hatîye çapkirin û li ser hev sê jimar çap bûne. Jimara yekem a Bangî Heq, di roja pêncşema 11ê Şabana 1341an (28ê Adara 1923) de çap bûye û her jimarekê wê du rûpel e.
Di rûpela pêşî û li jêrê nivîsa gewre ya “Bangî Heq” de, mottoya “Naşikê be top û bombe serfiraz e Bangî Heq.”[13] Li jêrê vê mottoyê jî nivîsandîye “Siyasî, edebî, îctîmaî xezeteyekî resmî ye û li qerergaha umûmî ya orduya Kurdistanê tête çapkirin. Xaye û armanca wê bidestxistina hiquqa kurdan e.”[14] Dr. Kemal Fuad dibêje: “Hemû jimarên wê pêk hatîye ji yek gotar, ew jî pêkhatîye ji ronîkirin û hewall û rageyandin. Her rûpelêk wê ji du stunan pêk hatîye. Jimara sêyem a Bangî Heq, roja pêncşema 26ê Şabana 1341 (12ê Nîsana 1923) de derçûye.”[15] Pirranîya gotar û rageyandinên nav rûpelên vê rojnameyê, bi îmzeya “Baş Qumandan û Melîkê Kurdistan Mehmûd” hatine belavkirin.
2.6. Umîdî Îstiqlal
Ev rojname weşana duyemîn hikumeta Şêx Mehmûd bû. Li bajarê Silêmanîyê ji hefteyê carek di çapxaneya hikumet de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşî hatîye nûsîn ku “Sîyasî, edebî, Îctîmaî xezeteyekê resmî ye.”[16] Xwedî îmtîyaz û midurê mesûl ê vê rojnameyê “Xoce Efendîzade Ehmed Sebrî” bû. Ji ziman û naveroka rojnameyê weha derdikeve ku Umîdî Îstiqlal, bûye tercûmeyê halê hikumeta sêyemîn a Şêx Mehmûd. Jimara wê ya yekem, di roja pêncşema 20ê Eylûla 1339 (20ê Eylûla 1923)an de derçûye û li ser hev 25 jimar hatine çapkirin.
Di nav pêvajoya derçûnê de berpirs û sernûserên rojnameyê guherîne. “Xoce Efendîzade Ehmed Sebrî birêvebirê berpirs û sernûserê jimarên (1-3) û Refîq Hîlmî yê (4-13-) û Hisên Nazim ê (14-16) bûye. Jimarên (17-25) navê kesekî bi vê wezîfeyê bi ser da nîye.
“Qewareya rojnameyê (21x33cm.) û tekst bi giştî (17x27,5 cm) ye. Hemû jimarên wê çar rûpel in û bi du stûn hatine çapkirin.
Di hinek jimarên Umîdî Îstîqlal de nivîsên tirkî û farisî jî hatine çapkirin ango beşên tirkî û farisî jî hebûn. Li gor dîyarkirina Sidiq Salih; “Her çiqas rojnameyek kurdî bûye, belam jimarên (9, 14, 17, 18, 25) beşê turkî (türkçe kısmı) û jimarên (13, 14, 15, 16, 20) ê jî beşê farisî (qismêt farsî) hebûn. Bi taybetî Hisên Nazim xwestîye beşê erebî jî pêk bîne, hîç erebînûsek hevkarîya wî nekirîye.... Her lapperekî ji wan ji 29 rêz kemtir nîye, jimara (17) nebê ku pênc rûpel e. Ango serhev 101 rûpel in.”[17]
Ber bi nîvê sala 1924an, têkilîyên îngiliz û kurdan peyderpey ber bi têkçûnê ve diçin. Panzdeh roj berîya ku Hêzên Asîmanî yên Brîtanyayê bajarê Silêmanîyê bombebaran bike, weşana rojnameya Umîdî Îstîqlal jî tête rawestandin. Jimara dawî ya rojnameyê di 25ê Gulana 1924an de hatîye belavkirin.
Desteya nivîskarên Umîdî Îstîqlal, li gorî rojnameyên berîya xwe dewlemendtir bû. Nivîskarên rojnameyê Ehmed Xoce, Refîq Hîlmî, Hisên Nazim, Ehmed Fewzî, Ehmed Faîz Zêwer, Arif Urfî, Fayiq Zêwer, Adîl Efendî, Bêxud, Reşîd Kaban bûn.
Di jimara yekem a rojnameyê de bi sernivîsa “Îrade”, daxuyanîyek balkêş a Melîkê Kurdistanê hatîye belavkirin ku têda dibêje:
“Li îtbaya xizmetkar û memûrên min, her kesê xedir an neheqîyekê kir, bê teredût bi serbestî bêt mureceet bi dîwana herbê bike, amirê wirê, li dîwana herbê doz dike, kesên ku li milet û ehalî xedir an neheqîyê bike, bi cezayê şeddîd tê cezakirinê.
Melikê Kurdistan Mehmûd”[18]
2.7. Jîyanewe
Rojnameya Jîyanewe, di sala 1924an de de li Silêmanîyê ji alîyê hikumeta îngiliz ve hatîye çapkirin. Ji hefteyê carekî hatîye belavkirin û jimara wê ya yekemîn, di 18ê Axustosa 1924an de hatîye belavkirin.
2.8. Zarê Kurmancî
Kovara Zarê Kurmancî li bajarê Rewandizê û di sala 1926an de dest bi weşanê kirîye. Xwedîyê îmtîyaz û midurmesûlê kovarê Husên Huznî Mukrîyanî bû. Zarê Kurmancî, hem navê çapxane ye û hem jî bi vî navî ji layê xwedîyê çapxaneyê ve kovarek tête belavkirin. Yekemîn jimara Zarê Kurmancî, di 25ê Gulana 1925an de hatîye çapkirin. “Huznî Mukrîyanî xwedî îmtîyaz û birêvebirê Zarê Kurmancî bûye. Ebdurehman Gîwî yê birayê wî heta jimara (16)ê sala 1929 birêvebirê kargêrîya kovarê bûye.”[19] Li ser bergê kovarê hatîye nivîsandin ku “Kovarekî îctîmaî, tarîxî, fenî û edebî ye”[20] û mangane derdiçê.
Kovara Zarê Kurmancî li serhev 24 jimar derçûne û jimara dawî jî di 23yê Temûza 1932an de hatîye çapkirin. Zarê Kurmancî, bi tevî ku kovareke mehane bû, ji ber rewşa aborî, teknîkî û halê zeman di mudetê şeş salan de, li serhev 24 jimar hatine çapkirin.
Di nav rûpelên Zarê Kurmancî de, nûçeyên daxilî û xaricî (navxwe û derva) yên derbarê aborî, komelayetî, zanistî, rewşenbîrî û kargêrîyê hatine belavkirin û pirranîya wan jî daxilî bûne. Nûçeyên xaricî/derveyî hemû ji zimanên bîyanî hatine wergerandin, ne ku nûçegihanê wan ê derveyî hebûne. Bi tevî nûçeyen, li ser mijarên cihê cihê hevpeyvîn hatine kirin. Mînak; dema ku Cafer Eskerî yê serokwezîrê Iraqê serdana Rewandizê kirîye pêra hevpeyvînek dirêj hatîye kirin. Daxuyanîyên cûr bi cûr jî cûreyekê din nivîsên nav rûpelên Zarê Kurmancî ne. Herweha gotar jî, beşekê girîng e ji nivîsên nav rûpelên Zarê Kurmancî; li ser dîrok, zanist, perwerdeyî, komelayetî û wd. gotarên balkêş hatine belavkirin. “Gotarên mêjûyî di pirranîya jimarên Zarê Kurmancî da hatine pexşkirin û bi xameya biriştî ya Huznî Mukrîyanî hatine nûsîn.”[21] Ji cûreyê edebî; helbest û çîrokên kurdî jî beşekê girîng ê rûpelên Zarê Kurmancî pêk dihêne. Digel mijarên edebî, nivîs û gotarên li ser ziman jî babeteke girîng e di nav rûpelên kovarê de.
2.9. Kovara Dîyarîyî Kurdistan
Dîyarîyî Kurdistan, di navbera salên 1925-1926an de li Bexdyê bi zimanê Kurdî, Arebî û Tirkî ji panzdeh rojan carekî hatîye çapkirin. Hejmara yekemîn a kovarê di 11 Adara 1925an de hatiye çapkirin û li ser hev 16 hejmar çap bûne. Hejmara wê ya dawî jî di roja 11ê Gulana 1926an de çap bûye. Xwediyê îmtiyaz û sernivîskarê kovarê Sahibqiranzade Salih Zekî Beg, mesûlmidur jî Reşîd Şewqî bû.
Dr. Şukrî Mehmed Sekban yek ji nivîskarên navdar ê kovarê bû û di nav rûpelên Dîyarîyî Kurdistan de bi sernivîsa “Yeni İslam Aleminde Milliyet Cereyanları / Tevgerên millî yên di alema Îslamî ya nû de”, diwanzdeh beş lêkolîneke wî hatiye belavkirin.
Digel Dr. Şukrî Sekban, nivîsên nivîskarên wekî Kurd Wanî (Memduh Selîm), Abdullah Cevdet, Şêx Elî Qeredaxî, Zîwer, Nalî, Heqî, Tewfîq Wehbî, Pîrot, Mamosta Heqî Şaweys, Xelef Şefîq Emîn Eldawidî, Tahsîn Kurdistanî, Ebdulxaliq, Ahmed Muxtar, Elî Kemal, Ebdulqadir Elzehawî, Kezîban Şehîb, Şêx Riza ve Dawer hatine belavkirin.
3. Di şûna gotina dawî de
1. Rabirdû û dîroka çapemenîya milletekî, bîra tomarkirî ya wê milletê ye û ji alîyek ve jî çavkanîyekê pirr girîng a dîroka wî ya komelayetî û neteweyî ye.
2. Li gor agahîyên îro Kurdistan, yekemîn rojnameya kurdan e û li Qehîreya paytexta Misrê dest bi weşanê kirîye û Mîqad Mîdhet Bedirxan, xweyîyê rojnameya Kurdistanê bû. Li gorî vê, rojnamegerîya kurd li dervayê welat, li sirgûnê û li dîasporayê dest pê kirîye.
3. Çapemenî, rojname û kovar wesîteyên dema modern yanî dema netewedewlet in. Çapemenî û rojnamegerîya kurd jî, bi peydabûn û geşbûna fikra nasyonalîzma kurd dest pê kirîye û herweha bûye amrazê/wesîteyê pêşxistina fikra neteweyî ya kurd.
4. Pirranîya rojname û kovarên wê demê, bi girêdayî cemîyet û rêxistinên wê demê hatine weşandin û belavkirin.
5. Hîç rojnameyek wê demê yê kurdan nîne ku ji serî heta dawî bi zimanê kurdî hatibe weşandin.
6. Destpêka rojnamegeriya kurd di bin givaş û zixtên desthilata sîyasî da dest pê kirîye. Yekemîn şehîdê rojnamegerîya kurd, Hesen Fehmî yê sernivîskarê rojnameya Serbestî ye.
7. Rojnameya Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e, dem dema weşana wê bête rawestandin jî, li ser hev nêzîkê 12 salan weşana wê dewam kirîye û 770ê jimar hatine çapkirin.
8. Em dikarin bibêjin ku weşana hemû rojname û kovarên dema salên dawî yên Împeratorîya Osmanî, di encamê da bi biryara sîyasî ya desthilatdarên wê demê hatine rawestandin.
9- Mixabin îro dîrokekê nivîsandî ya rojnamegerîya kurdî li ber destê me nîne, bi beşdarbûn û piştgirîya akademî û lêkolînerên her parçeyekî Kurdistanê, amadekirina dîrokekê yekgirtî ya rojnamegerî pêwîst e û mîsoger e.
10. Bêguman cemîyet û rêxistin jî dikarin weşanên bi girêdayî rêxistina xwe derbixin. Lêbelê rojnamegerîya rêxistinî û îdeolojîk a li ser esasên dirûşmên partîzanî û berjewendiyên rêxistinî, dikarin xusarên gelek mezin jî bidin civakê. Lewra ew, bi rêya van weşanan berjewendiyên rêxistina xwe û neteweya kurd wekî hev nîşan didin, gelek caran jî berjewendîya xwe ya rêxistinî û grubî di ser berjewendîya neteweyî re digrin.
11. Îro li dinya pêşkevtî ya modern, di meşandina kar û xebata medya û rojnamevanî de azadîya fikrî, etîk û exlaqa meslekî pirr girîng in, divê her rojnamevan û nivîskarê kurd jî bi girêdayî van prensîban bimîne, wijdana xwe neke malzemeyê berjewendîyên şexsî û grubî.
[1]Pêşekîya min a di çalakiya Kurdîxaneyê de bi sernivîsa “Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salê 1898-1926 de”, Mêrdîn, 07.06.2026
[2]Têgeyîştina Rastî, j.: 1, Rojî Sêşem, 1ê Kanûna Sanî 1918, Bexda
[3]Têgeyîştina Rastî, j.: 65, Duşem, 27ê Kanûna Sanî 1919, Bexda
[4]Dr Kemal Fuad, Bangî Heq: Yekemîn Rojnameya Ordîya Kurdistanê, Bîr, j. 1, r. 115
[5]Bangî Kurdistan, Jimar: 1, Çiwarşeme 8ê Zilhîceya 1340 (2ê Agustosa 1322)
[6]Bangî Kurdistan, Jimar: 1, Çiwarşeme 8ê Zilhîceya 1340 (2ê Agustosa 1322), r. 1
[7]Bangî Kurdistan, Jimar: 1, Çiwarşeme 8ê Zilhîceya 1340 (2ê Agustosa 1322), r. 3
[8]Cemal Xeznedar, Rojî Kurdistan (1922-1923), Suleymaniye, Bagdad, 1973
[9] Mela Xalid Ezîzê Motkî, Mêjûyî Hikumdarîya Şêx Mehmûdê Hefîd, Bîr, hejmar: 2, Havîn 2005, r. 61
[10]Rojî Kurdistan, jimar: 1, Çiwarşem 25ê Rêbîûl Ewel a 1341an (15ê Çirîya Pêşî 1922an)
[11]Cemal Xeznedar, Rojî Kurdistan (1922-1923), Suleymaniye, Bagdad 1973
[12]Cemal Xeznedar, Rojî Kurdistan (1922-1923), Bîr, Jimar: 1, Bihar 2005, r. 94
[13]Bangî Heq, Pêncşem, 11ê Şabana 1341an
[14]Bangî Heq, Pêncşem, 11ê Şabana 1341an
[15]Dr Kemal Fuad, Bangî Heq: Yekemîn Rojnameya Ordîya Kurdistanê, Bîr, j. 1, r. 112
[16]Ûmîdî Îstiqlal, j.: 1, Pêncşeme, 20ê Eylûla 1339 (20ê Eylûla 1923)
[17]Sidiq Salih, Umîdî Îstîqlal, Weşana Agadarî ya Sêyem Hikumeta Kurdistana Cenûb, Bîr, J.:1, Bihar 2005, r. 134
[18]Ûmîdî Îstiqlal, j.: 1, Pêncşenbe, 20ê Eylûla 1339 (20ê Eylûla 1923), Silêmanî, r. 3
[19]Dr. Kurdistan Mukriyanî, Zarê Kurmancî Yekemîn Kovara Kurdî Ya Bajarê Rewandizê, Bîr, j.: 1, r. 154
[20]Zarê Kurmancî, J.: 1, 12ê Zilqade 1344 (25ê Gulana 1926)
[21] Dr. Kurdistan Mukriyanî, Zarê Kurmancî Yekemîn Kovara Kurdî Ya Bajarê Rewandizê, Bîr, j.: 1, r. 163
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.