Di vê nivîsê de min divê li ser dayin û standina zimanê sumeriyan û têkiliyê zimanê kurdî rawestim. Di rojhilatanavîn de bi hezar salane têkiliyê civatan bi hevre berdewam dikin.Tesira civatan, li ser civatên dî, di bazarê de, di kirîn û firotinê de, di mezaxtinê, di çand û hunerê de çêbûwe û hêjî çedibe. Bi têkiliyê civatan, têkiliyê ziman, çand û wêjeyan jî bi hevre çêbûwe. Ji hev bêje, gotinên peşiya, çîrok, mamik û di hemû alê edebiyatê de têkilî dan û standin çêbûne.

Bê şik tesîra zimanê sumeriya, li ser babîlliyan, aşûriyan (Asuri) hititan, huriyan, aramiyan çêbûwe. Lê mixabin em iro nikarin têkiliyên kurdan an jî têkiliyên zimanê kurdan heta bi sumeriyan bibin. Ne zanîna me hewqasi heye. Ne jî di vî warî de lêkolîn çêbûne. Di lêkolînên hatî kirin de, tu behsa me kurdan nîn e.

Dîrokzanên cîhanê dewsa Hînt-Avropîyan (Arî’yan) li vê mintiqê (li rojhilatanavîn), ya herî kevin berî zayînê 1800-2000 salan de tê qebûl kirin. Halbukî di wan demande dewsa sumeriyan di rojhilata navîn de winda dibe. Li gor dîrokzanan gereke kurdan (Arîyan) û sumeriyan hevdû nedîbin. Têkiliyên wan jî, raste rast çênebûbin. Lê hewqa dewsa zimanê sumeriyan di kurdi de xwiya dike, mirov dikeve şûphê.

Qiseta Hewa û Adem

Di tewratê de qiseta çêbûna “Hewwayê bi qudreta xwidê ji parsuyê adem çêbûye”. tê îfadekirin. Li gor sumerolog”Samuel Noah Kramer” felsefa Adem û Hewwa” di zimanê sumeriyan de, xwilqandina “Hewa” ji parsûyên Adem, bi bêjeya “tî” hatiye bikaranîn.[1]

Halbukî bêjeya “tî” ne bêjeyekî “İbranî”ye Çimku di îbranî de,têkilî di navbera “hestiyê parsu” û “jiyanê “de tu têkilî nîn e.[2]

“Nin” di zimanê Sumeriyan de, bi mana “jin e”.

“nîn” = jin

“nîn” = jîn (yaşam)

“Nin-ti”, bi zimanê sumeriya bi mana, “jina ji parsu çêbûwî.”

(Kaburgadan yaratilan kadin)

Di zimanê sumeriyan de “ti” bi mana “jîn da” (hayat veren)

“ti” bi mana “jîn” (yaşam)

“tî” = hestî

Yani “Nin-tî “ jina ku jiyan dayî parsu

Samuel Noah Kramer, ev hemû di kitêba xwe ya Tarih Sumerde Başlar de şirove kirine.

Sumeriyan çiqa navê jina bikaranîbin, di pêşiya navê jinan de “nîn” bikaranîne.

Wekî:

Nin-mu

Nin- kura

Nin-tu

Nin-sutu

Nin-kasî

Nin-tî

Nin-hursag

Sumeriyan gotina “nîn” weke gotina “ jin” hurmeta ji jinan re hatiye bi kar anîn.

“Nin-hursag” li cem “Enki” rûniştiye.

Gotiye birayê delal, min men’a te ji xwarina hinek tiştan kiribû. Ku tu her tiştî nexwê. Lê te xwar û tu nexweş ketî. Min “nin-tî” ji tere anî.

Nin -ti (yani jina heyatê) min ji te re anî.

Deka em li kurdî(kurmancî) binêrin. Ka “tî” û “nîn” bi çi manê di kurdî de hatiye bi karanîn.

Kurdan Bêjeya “tî” û “nîn” di gelek ciyande bikaraniye.

Hest- tî

Jin – tî

Heval -tî

Xweyî -ti

Bira -tî

Si – tî (xadim)

Camêr-tî

Ne wey “tî”

  1. Navê hestî ji “hest” û “tî” pêk tê . Kurdan jî wekî sumeriyan bikaraniye. Çimku di kurdî de, “hest” bi, mana – his- û – jiyana hissa -“duygusal bağ” tê bikaranîn. Hestên min .(duygularım)
  2. tî” di kurdî (kurmancî) de, bi serê xwe, tê mana birayê merê jinan. Ev “tî”yê min e.Yanî bi hîs û jiyana xwe bi mêrê min ve grêdayiye.

Di kurdî de gotina “tî” bi jiyan û hîsan ve girêdayiye. Li gorî sumerolog jî, sumeriyan bi mana “jiyan” û “hestan” bikaraniye. Gotina “nin” di kurdi de jî wekî “jin” “ jîn” tê bikaranîn.

  1. Di loxetê sumeriyan de “Nîn-tî” bi mana ew jina xwidaya(tanrêça) ku hatiye hestiyê parsuwên xwidayê sumeriyan “Enkî” sax bike.

Kesa ku “jiyan” bi destan ve tê.

Di kurdî de jî bi vê manê hatî ye bikaranîn.

Nin = jîn (jiyan) (yaşam)

Nin = jin (pîrek)

Ninti = “jin-tî” an jî “jîn-di” (yaşayan, yaşatan, yaşam veren, yaşam gören)

Ev beje di hemû ciyan de bi mana “hest”û tekiliyên insana hatiye bikaranin. Gelo li jor di loxetê sumeriyan de jî ne bi mana “hest û jiyanê”.hatiye bikaranîn?

Li gor dîrokzanan kurd jî qewmekî “arî” bin, gelo kengî têkiliyên kurdan bi sumeriyan re raste rast(dolaysız) çêbûne, heta hevqasî asarên zimanê sumeriyan di jiyan û di zimanê kurdan de cî girtiye.

Dîroknas qet behsa têkiliyên Ariyan û sumeriyan nakin. Behsa kurdan qet nakin. Lê Akad û Aşûrî li ser kultura sumeriyan rûniştin. Li çanda sumeriyan bûne xweyî. Gelo çima efsanekî waha muhim bi wasita bêjeyan ne bûwe malê zimanê Aşûriyan an Akadan.

Tu îdîa min tuneye ku kurd sumerî ne. Lê meselekî wekî efsana çêbûna “Hewwa” ji parsuwên “Adem” ka çawe sumeriyan şirove kirî, kurdan jî bi wî awayî di zimanê xwe de şirove kiriye. Lê di jiyana kurdan de, di vê derheqê de em tiştekî nizanin. Ka gelo çima kurdan “hest-tî” bikaraniye. An çima “hest-tî” û ne tiştek dî. Bi rastî di cıvata kurdan de tu agahdarî tinîne.

Gelo, kurdan di ziman û di jiyana xwe de heta îro, çawe kariye, Bêjeya;“ hest”, “tî”, “ nîn” (jîn-jin) weki ku sumeriyan parastî bi heman maneyê biparêzin. Li cem min gellekî balkêşe.

Gerçi Samuel Noah Kramer, di nivîsa xwe de qiseta civata berî sumeriyan li wê minteqê kiriye û gotiye: “Yên berî sumeriyan li wê minteqê dijiyan, kifşe ku ne sumerîne. Ew kes berî (Hz. İsa) bi 3000 salan protoirani bûn.” Yên ji berî sumeriyan li wî cihî rûniştî , ji sumriyan gellekî pêşdetir çobûn”[3]

Sumerolog vê jî dibêje: “Ev haveyn (haveynê kultura sumeriyan) ji haveynê sê qewman; protoîraniyan, samiyên kevin û sumeriyan hatiye damezrandin.”[4]

Zimanê Sumerîya û Kurmancî (2)

Di civata sumeriyan de têkiliyên însana li ser edalet û xweşiya insanan pêk hatibû. Berî Îsa bi 2000 salan, huquqa sumeriyan, şûna qisas, bi pera ceza dihat bicihanîn.[5]

Di derheqê edalet û têkiliyên sumeriyan de Sumrolog Samuel Nouh Kremer, metnek sumeri bi tirkî şirove kiriye. Min jî xwest ku ez vî metnî, bi zimanê kurdî, sumeri û tirkî bînêm pêşberî xwendevanên hêja. Da wekheviya di navbera zimanê kurdî û zimanê sumeriyan de bi rihetî were şirovekirin.

 

bi sumerî              bi tirkî                            bi kurdî

“tu-kum                “eğer                                      tu- ku (eğer-sen)

bi-(lu-lu-ra            (bir adam bir adamın…    bi- lulu ra (insan ile)

giş ..…ta                (bir aletle…)                         giş (hepsini)

al- …- ra-ni           onun… ta-al                        (derin, önemli yara)

gir-in -kud             ayağını keserse                   ra-ni (ran)(baldır) kud (qut) babbar (keserse)

10 gin ku babbar     10 gümüş şegel                    10 zîv şegel

i-la-e.”                   ödemek zorundadır.”        yê bid-e (verecek)

 

bi sumerî              bi tirkî                             bi kurdî

tu-kum                  eğer                                        tu-ku (eğer-sen)

bi – (lu-lu- ra         (bir adam bir adamın        bi-lulu ra (insan ile)

giş -tu- kul -ta       bir silahla…)                        giş (hepsini) tu (sen) kul -ta-al(ağır yaralarsan)

al- mu-ra-ni          onun ayaklarının                 murani (mê-ra-nî)(erkeklik)-gir (kir) (taslama)

gir-pad-du             kemiklerini kırarsa             pad (pê) (ayak) du (iki)

in-zi-ir                    1 gümüş mina                     ziv(zi-ir) (gümüş)

1ma-na ku-bebber   keserse                              ku (eğer) bibire (keserse)

i-la-e.                     ödemek zorundadır           yê bid-e (verecek)

 

bi sumerî              bi tirkî                            bi kurdî

tu-kum                  eğer                                        tu (sen) ku (m) (eğer)

bi-(lu-lu-ra)           bir adam bir adamın          bi-lulu ra (insan ile)

geş-pu-ta               bir geşpu aletle                    giş (hepsini) puz (burun)

ka…in kud           burnunu koparırsa             ta-ka (? ) qut-bibire (koparırsa)

2/3ma-na ku babar 2/3 gümüş mina             2/3 zîv mina

i-la-e.                     ödemek zorundadır           yê bid-e (verecek)[6]

 

Di kitêbê de loxetê sumerî û tirkî da bûn berhev. Min jî sumerî-tirkî û kurdî danberhev

Di vê wergerê de; zimanê sumeriyan û zimanê kurdan, hema bêje mana bêjeya, yek bi yek wekhev e.

Min ev ferhengoka li jêr jî ji bo xwendevanan amade kir.

sumerî        kurdî               tirkî

Tu =                Tu                   (sen)

Ku                   ku                    (eğer)

Bi…ra             bi…ra              (bi hev ra) (ile)

Giş                  giş                   (hepsi)

Kud                 qut                   (koparır)

Babbar          bibir                (keserse)

Ta-al                taal                  (derin yara)

Pad                  pê                    (ayak)

Pu                    poz                  (burun)

Geş                  giş                   (hepsi)

Gez                 gezdan            (dişlemek)

Ziir                  ziv                   (gümüş)

Ziir                  zêr                   (altın)

Duin                dayin               (vermek )

Muranî gir     mêranî kir      (Erkeklik taslamak)

Mu-ra-n-î

Di vê nivîsa tabletên sumeriyan de tişta herî balkêş daçek in. Çimku daçek; hûnandina stunên zimên û girêdana mana bêjeya ne, di hevokan de.

Di zimanê sumeriyan de “lu” bi mana “insan”e. Di kurdî de jî “lu”, ji bo mêran e; Heso “lo” , “lau” an jî “lawu” tê bikaranîn.

Di zimanê sûmerî de “ bi lulu ra”

Di zimanê kurdî de jî “ bi insan ra”

Daçeka “bi” û “ra “ di herdû zimanan de jî bi mana beramber (pevrebûn) hatiye bikaranîn.

 

[1] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r.181

[2] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r.182

[3] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r. 274

[4] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r. 275

[5] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r. 68

[6] Samuel Noah Kramer, Tarih Sumerde Başlar,  r. 68