Pêşgotin

Dibe ku xwendevan bibêjin; ‘Gelo hewce ye ku di vê serdemê da têgehên weke netewe û netewe­perweriyê werin vegotin û werin nirxandin. Serdem serdema globalîzmê ye, lê tu li pey hizrên kevnepe­rest ketîyî û galegalên bêwate û derçaxî dikî. Gelo ne pêwîst e ku mirov behsa rihê demê bike?’

Bêguman pêwîst e lê wekî ku hun jî dizanin tê­gehên bi jiyana civakî ra têkildar in bê binyad nîn in û çê xirab li ser hîmên civakî yên kevn hatine hilbe­randin. Ango di zanistên civakî da pêşeroj û paşeroja têgeh û hizran heye. Tu tişt di erşê ala da nayê xwarê.

Belê hewce ye. Ji ber ku netewe û neteweperwerî binyada hişmendiya neteweyî ye û fêkiyên serdema modern e; li ser dîrok û siyaseta gerdûnî ya demên nêz da îdeolojiyeke bibandor û sereke ye û pêdivî pê heye.

Gelo netewe û neteweperwerî çi ye? Ev têgehên hanê çawa ketine rojeva mirovahiyê? Li ser kîjan hê­jahiyên hevpar ên dîrokî, çandî û civakî hatine avaki­rin. Bi kîjan rê û rêbazî di nav gelan da belav bûne? Teoriyên li ser vê mijarê çi ne û kîjan ramanwer bi awa­yeke zanistî li ser vê mijarê xebitîne û ji bona zanistê kulliyatekê ava kirine? Vê îdeolojiyê li ku derê û çawa dest pê kiriye? Ev îdeolojî ji ber kîjan sedemên dîrokî, siyasî û aborî bûye îdeolojiyeke sereke û diyarker? Netewe û neteweperwerî di warê siyasî civakî da ban­doreke çawa li dîroka demên nêz a mirovahiyê kiriye? Di pêvajoya hilweşîn û dabeşkirina împaratoriyan û qraliyetan da rol û encameke çawa pêk aniye û di encama vê pêvajoyan de netewe-dewlet çawa û li ser kîjan hîmên bingehîn hatine damezirandin? Fikr û ramanên vê siyasetê di destpêkê da kîjan netewe­dewlet afirandine? Di vê pêvajoya dîrokî, siyasî û ci­vakî da neteweyên heyî pozîsyonên çawa girtine û bi serketine û têk çûne? Di pêvajoya netewesaziyê da rewşa neteweperweriyên derengmayî çi ye û netewe­perweriyên derengmayî ji ber kîjan sedeman dereng mane? Di vê pêvajoyê da rewşa me çi ye û em di nava malbatên neteweyan da xwedî çi mafî ne?..

Bi ya min di pêvajoya netewebûnê da têgeha bief­sûn hişmendîya neteweyî ye. Gelo ev bêjera modern di nav civaka me da çawa hatîye zanîn, çawa cih û war bûye? Di pêvajoya dîrokê da vê bêjera modern çi bandor li sazîyên civakî û sîyasî kirîye û ji vê bêjerê çi hatîye fêmkirin û ev bêjer di kîjan merhaleyên ci­vakî û sîyasî da derbas bûye? Bersivên van pirsan, bi awayekî xwezayî di nav gelê me da jî demeke dirêj li gorî pozîsyonên civakî û sîyasî cuda ne û mixabin bi gelemperî ji rastîya xwe û ji armanca xwe ya nî­hayî dûr in. Hin ji me neteweperwerî weke parastina mafên malbatî û eşîrî pejirandine, hinan jî mijar di çarçoveyeke berfirehtir da nirxandine û xwestine di nav neteweyên cîhanê da bi mafên xwe yên bingehîn û bi awayekî xweserî ji xwe ra cîhekî vekin.

Hizra neteweperwerîyê di sedsala 19an da bi ge­lemperî li cîhanê belav dibe û di sedsala 20an da êdî îdeolojîyeke sereke û gerdunî ye.

Dema ku fikr û ramanên neteweyî di nava Osmaniyan da belav dibe û dibe îdeolojiyeke sereke malmezin, rêber û rewşenbîrên Kurdan di destpêkê da ji ber sedemên civakî, aborî û dînî di nav rêxis­tin û saziyên biyanî da cîh digirin. Ev tercîha ji mafê neteweyî dûr, di pêvajoya dîrokeke nêz da dibe sede­ma dabeşkirina axa welat û hişmendiya neteweyî. Ji ber vê korbûna civakî û siyasî hizrên neteweyî rastî hin pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî tê û dereng dimîne.

Her çi qas hizr û ramanên neteweyî di nava Kurdan da li gorî neteweyên din gelek dereng dest pê bike jî hest û hêjahiyên neteweyî di nîvê sedsala borî da di nava rewşenbîr û saziyên Kurdan da bûye îdeolojiyeke sereke.

Bi taybetî di sedsala borî da hin bûyer û tevgerên sîyasî yên ku li başûr û bakûrên welêt da pêkhatî li ser hizra hişmendîya neteweyî bandorek erênî hiştiye û bi vî awayî hişmendîya neteweyî nêzî rastîya xwe bûye û şikur ku astengên di rêya netewesazîyê da êdî di çarçoveyeke berfireh da tên nirxandin û bi vî awayî hizra neteweperwerîyê kamiltir bûye.

Bêguman gelek sedemên cihêreng ên vê rewşa me ya derengmayî hene.[1] Hin ji wan sedeman navxweyî hin jî yên navneteweyî ne. Armanca vê xebatê ne ew e ku em van sedeman yeko yeko bijmêrin û binirxî­nin lê bi ya min hin sedemên berbiçav û bingehîn hene û lazim e bi kurtasî bên vegotin. Yekemîn sede­ma bingehîn û balkêş tunekirin û tunebûna sazîyên perwerdehîya neteweyî ye. Kurd bi awayekî zanedar ji perwerdeya zimanê zikmakî û ji çanda xwe hatine dûrxistin.Weke ku hun jî dizanin ev her du qad ji bo pêvajoya netewesazîyê û ji bo hişmendîya neteweyî, hêmanên herî girîng û bingehîn in.

Sedema duyemîn beralîkirina çewt a rewşenbîrên navxweyî û navneteweyî ye.Di vê pêvajoyê da hin rewşenbîr di bin sîya sazîyên dewletê da bi awayekî zanedar bêjera “Bijî biratîya gelan.” kirine benîştê de­ve xwe û bi vî awayî rê li ber hin rewşenbîrên kurd girtine û mixabin rewşenbîrên bi taybetî alîgirên îde­olojîya sosyalîzmê di vî warî da bêdil û şermok tev­geryane. Ên ku li hember vê helwestê derketine bi zi­manekî tund weke nijadperest hatine tewanbarkirin. Mixabin demeke dirêj, vê rewşa xapînok berdewam kirîye û ji bo sîyaseta desthilatdaran sitargeheke sitûr ava kirîye.

Sedema sêyemîn jî di pêvajoya dîrokê da rol û bandora dîn û sazîyên dînî ye. Bi taybetî di pêvajoya netewesazîyê û avakirina netewe-dewletê da bêjera “biratîya umetê” ji bo neteweyên dînên wan hevpar, bûye sîyaseteke xapînok û sereke, bi awayekî xwe­zayî ev bêjer jî di destê desthilatdaran da mîna amû­reke asîmîlasyonê hatîye bikaranîn û tê bikaranîn. Ên ku li hember vê bêjerê derketine jî mîna xwedê­nenas û kafirtîyê hatine tewanbarkirin û hîn jî tên tewanbarkirin.

Di amadekirina vê xebatê da alîkarî û piştevanî­ya helbestvan û çalakvanê zimanê kurdîya kurmancî mamoste Roger Acun gelek e. Camêr bi hizrên xwe yên rênîşandar nêrîneke berfireh da min, ji bo keda wî spasdar im. Dîsa di warê rastnivîsê da ji bo xwen­din û pêşnîyazên dostên hêja mamoste Halîl Aktuğ û Îsmail Dîndar ra jî spasdar im. Her wiha ji bo edîtor­ya berhemê û pêşnîyarên di cih da xemxurê kurdîya kurmancî ji Azad Zal ra jî sipasdar im.

Bi hêvîya hişyarbûna keçmîr û mîrzayên di xew da…

21ê Adara 2022an | Amed

 

[1] Di vê mijarê da ji bo nêrînên cuda û agahiyên berfireh li kovara Zaremayê Sal: 8, Hejmar: 16ê binêrin. Ji ber ku kovara nav û hejmar borî bi taybetî li ser dosya û nîqaşên derheqê neteweperwerîya kurdî hatîye amadekirin, di vê mijarê da nêrîn û gotarên balkêş vedihewîne. Ku ev gotarana bên xwendin dê sudewer be.